[1] M. (Ji van tipne di sere ferkeran da hatene, tipne ji hevcuyi te gotine:Arsa wan e rasti hey Yezdan dizane)
[2] Eva pirtuka hane, tu dudili teda tune ye, ku ji Yezdan hatiye hinartine. Bi xweber ji be dudili beled e ji bona xudaparisan
[3] Xudaparis ew in, ku bi heyine ne bercavi bawer dikin (Ca mafe hebona wan bi xwabere ji). U xudaparis, nimeja xwe dikin u ji wan tistne, ku me ji wan ra xistiye ruzini li hewcan disixurinin
[4] U ew in (Muhemmed!) ku bi wan biryarne li bal te da hatine hinartin u bi wan pirtuk u biryame, ku di berya te da ji hatine hinartine bawer dikin u ewan (xudaparis in) ku di nezik da bi ro (u dane dawye da) bi xweber bawer dikin
[5] Ewa belediya, ku ji Xudaye wan ji bona wan ra hatiye, evan li ser we belediye ne u ewane (ji asitan) fereste bune (u gehijtine armancne xwe) hey evanan in
[6] Bi rasti ewane bune filehene! Tu ci ewan (bi sapatan) bidi tirsandine u ci (ewan bi sapatan) nedi tirsandine, li bal wan yek e: hey ewan bawer nakin
[7] Yezdan li ser dile wan u bihitina wan duruf kiriye u li ser ditina wan bi xweber ji xeli heye u ji bona wan ra sapatek e mezin heye
[8] U ji kesan hinek hene, ku dibejin: Me bi Yezdan u bi ro u dane dawye bawer kiriye. Ewan bi xweber ji qe bawer ne kirine
[9] Ewanan, Yezdan u ewane ku bawer kirine dixapinin; (gotina wan nine) le ewanan hey xwe, bi xweber dixapinin u ewan bi xapandina xwe ji aga nabin
[10] Di dile wan da nexwesi heye, idi Yezdan nexwesiya wan bi nexwasi pir kiriye. U ji bona wan ra bi sedema wan derewne, ku ewan dikiribune; sapatek e dilsoz heye
[11] U di gava ji wan : hatiye gotine; “Hun di zemin da tevdani nekin.” Ewan gotine;” Bi rasti em bi xweber astikar in.”
[12] Hun hisyar bin! Bi rasti hey tevdanok ewan bi xweber in, le ewan bi tevdanokiya xwe ji agah nabin
[13] U di gava ji wan ra hatiye gotine; “Hun ji bawer bikin, ca (misilmanan) bawer kirine.” Ewan gotine: “Qey eme ji weki evsanan bawer bikin? “Hun hisyarbin! Bi rasti hey evsene ewan bi xweber in, le ewan bi evseniya xwe nizanin
[14] U di gava ewan rasti wane bawer kirine ten, ewan ji bawergeran ra gotine; “Em bawer dikin.” U di gava bi tene bi pelidne xwe va diminin, ji pelinde xwe ra gotine: “Bi rasti em bi we ra nin, bi rasti hey em bi wan bawergeran tinaza dikin.”
[15] Yezdan bi wan tinazan dike u ji bo ku ewan di koraya xwe da bi qureti bijin ji wan ra dan dide
[16] Ewan in, ku re wundaboni, bi belediye kirine. Idi kirin u firotana wan kar ne kiriye u ewan bi xweber ji ne hatine li ser reya rast
[17] Hecwekiya wan, weki ve temtela hane; (ku yek di cola tari da ji bona ronahiye) agireki hil bike (dora xwe dibine). Idi gava agir dora wi ronahi kiriye, heman Yezdan ronaya wan biriye u Yezdan ewan di taritiye da histiye, idi ewan nabinin
[18] Ewan (duruyan) ker in, lal in, kur in. Idi ewan ji temtela xwe, li bal rastiye da ji nafetilin
[19] U ya ji hecwekiya wan weki temtela wan kesne, ku ji jor da tavya silya ewre rese tari, ku teda deng, reqereqa ewr u berqetave hebe, bi wan da digire, wan ji tirsan teline xwe dixine gohne xwe (ji bo ku ji deng) nemirin. Yezdan bi xweber ji filehildane bine zanina xwe
[20] Nezik dibe, ku berqetav ditina wan behere. Ci qa ji bona wan ra ronahi ce dibe, ewan di ronahi da dicin u di gava tariti li ser wan ce dibe, ewan radibin li piya diminin. U sixwa heke Yezdan bive, we bihistin u ditina wan behere. Bi rasti Yezdan bi xweber ji li ser hemu tistan bi hez e
[21] Geli kesan! hun perestiya wi Xudaye xweye, ku hun u ewan heyine berya we da heyi afirandiye, bikin. Bi vi awayi bi rasti hevi heye ku hun xudaparisi bikin
[22] Yezdan ew e; ku zemin ji bona we ra xistiye binrax u ezman ji xistiye avayi. U Yezdan ji ezman, avek e wusa hinartiye; (ji bo ku ji we ra bibe dilik) Yezdan bi we ave ber dane derxistine. Idi hun ji ji bona Yezdan rehevreyan negirin, Loma hun bi xweber ji dizanin, ku hevrine wi tune ne
[23] U heke hun dudil dibin, di wan biryarne ku me li ser bende xweye (Muhemmed) da hi-nartiye, hun ji pestire Yezdan, gazi hemu arikare xwe ji bikin (heke hun dikarin, ka) hun ji ferkerek e weki ferkere we binin; heke hun di doza xwe da rastin
[24] Idi heke hun ferkerki wusa neynin u hun nikarin ji binin, idi hun xwe ji wi agire, ku ji bona filan ra hatiye amede kirine arduke wi, kes u kevir in, biparisinin
[25] U (Muhemmed!) ewane bawer kirine u kare asti kirine hene! tu mizgina bide wan, ku bi rasti ji bona wan ra bihistne dibine (dare wan da) cemne ave dikisin, hene. Ci qa bereki ji wan bihistan ji wan ra te dayine (ji bihistiyan ra) dibejin: “Ewan berne me hej di bere da xweribun, evan in u hun ji xwarin u berne cure cure ji me ra binin.” U ji bona wan ra di bihistan da zone paqij hene. U ewan bi xweber ji di bihistan da hermanok in
[26] Bi rasti Yezdan fedi nake, ku mixmixke bi hecweki (ji bona derxistina mafe) bide nisan kirine u hej tistne ji mixmixke wedatir ji. Idi ewane bawer kirine hene! sixwa ewan dizanin, ku ewa hecwekiya mafeki reste ji Xudaye wan e. Le ewane bune file ji dibejin: “ Ka Yezdan bi wan hecwekiyan ci vaye?” Yez- dan bi wan hecwekiyan pir kesan ji reya rast dur dixe u pir kesan ji bi wan tine reya rast. Bi wan hecwekiyan, hey ewane ji reya rast derketi wunda dibin
[27] Ewane rederketi hene! ew in, ku ji pisti peymana dane Yezdan, (ji bona baweri u perestiye) Peymana xwe diskenin. U tista Yezdan ferman kiriye, ku bi hev ra bin ewan ewe hevratiyi dibirin (sertedana da u bav u pismanan). U ewan di zemin da ji tekiliyi dikin. Evanan in hey ziyan dikin
[28] Hun ca dibine file (u bi Yezdan bawer nakin)? Hun miri bun, idi ewi hun zinde kirin. Pase (Yezdane) we bimirine u pase we we disa zinde bike u hune pase li bal wi da bizivirin
[29] Ewe ku hemusk tistne di zemin da heyi ji bona we ra afirandiye heye! Ewa Yezdan e. Pase ewa li bal ezman da fetiliye, idi ewi ezman xistiye heft balokne jor da. U ewa bi xweber ji bi hemusk tistan pir dizane
[30] U gaveki Xudaye te (Muhemmed!) ji bona ferestan ra gotiye: “ Bi rasti eze di zemin da sunmayeki bi afirini.” (ferestan ji Yezdan ra) gotine: “Ka tue di zemin da ca ewan kesne, ku tevdani dikin u xune direjin, biafirini? U em bi xweber ji te ji kemasiyan paqij dikin u sipazi (bi peresti) ji bona te ra dikin. “(Xudaye te ji wan ra) gotiye: “Bi resti ez bi tista, ku hun pe nizannn cetir dizanim.”
[31] U (Xudaye te) bi nisa kesan hemusk nav (u navdan) daye hinkirine, pase ewan tistan ber ferestan ra avitiye, idi (ji ferestan ra aha) gotiye: “Ka, heke hun di doza xwe da rast in, nave van tistan ji min ra bejin.”
[32] (Ferestan, ji Xuda ra) gotine: “Em te ji kemasiyan paqij dikin, bi rasti ji pestire wi tista te bi me daye hin kirine, tu zanina me tune ye. Bi rasti pirzane bijejke hey tu bi xweberi.”
[33] (Yezdan ji bona nisa kesan ra) gotiye: “Adem! tu ji bona ferestan ra nave wan tistan beje.” Idi gava Adem nave wan tistan ji ferestan ra gotiye (ewan bezar mane). Yezdan ji wan ra gotiye: “Min ji bona we ra ne got. Ku bi rasti ez bi vesartine tistne di ezman u zemin da hene dizanim u ez bi wan tistne ku hun vediserin u diyar dikin ji dizanim
[34] U di gava me ji bona ferestan ra gotiye: “Hun ji bona Adam ra kunde beherin.” Idi ji pestire pelid, hemuskan kunde birin. Pelid ji kunde birine para cu, ewi qureti kir. U (pelid bi xweber ji) buye file
[35] U me (ji bona Adem ra) gotiye: “Adem! Tu u bi teve jina xwe va di bihiste da bihewin hun ji kedera bihiste diven, hun di wura da (ji bere we) bixun. Le hun herduk ji nezike ve dara (da nisana tistan Seceretul me´rifet) nebin. Idi heke hun neziken we dare bibin (ji bere we bixun) hune bibine jiwane cewrkar.”
[36] Idi pelid ewan herduk ji ji bihiste simitandin u ewan herduk ji wan xwesine, ku ewan bere teda bun, derxistin. Me ji (ji bona wan ra) got: “Hun ji bihiste berjer bibin, hineki ji we, ji bona hinekne we ra neyar bin. Hune heya daneki di zemin da bi ve temtele bijin
[37] (Pase) Adem ji Xudaye xwe cend peyv hildan (bi wan peyvan ji Xuda lava kiriye) Xuda ji lavaya wi lite kiriye. Bi rasti baxisgere dilovin hey Xuda ye
[38] Me ji bona (nisa kesan ra) gotiye: “Hun hemusk ji ji wi ra berjer bin. Kinge ji min, ji bona we ra belediyek hatebe; idi kijan ji we bibe peyrewe we belediya min, ji bona wi ra tu muruziya ji (kem xelat) u tirsa (ji sapatan) tune ye.”
[39] U ewane bune file u beratene me didine derew derandine hene! Hevrine agir hey ewan in. Di agir da hey ewan in tim (gavan) diminin
[40] Geli zarne cihuyan! Hun ewan qencine min e, ku min bi we kiriye bira xwe binin. U hun ewe peymana min daye we pek binin, ku ez ji ewe peymana we pek binim. Idi hun hey ji min bitirsin
[41] U (geli zarne cihuyan!) ewa (Qur’an) a min hinartiye heye! rastdarya wan (biryar u pirtuka) bi we ra heye dike. Hun bi we baver bikin. U ewane di cara yekem da bi we fileti kirine hene! hun nebine ji wan u hun beratene min bi pereki hindik nefirosin. Idi hun hey parisiya min bikin
[42] Hun bizanin, ji bona ku mafe veserin; maf u puciye teve hev nekin
[43] U hun nimeja xwe bikin u hun baca male xwe bidin u hun bi wane, ku xwe (ji bona Yezdan ra) kuz dikin, xwe kuz bikin
[44] Hun ca fermana kesan bi qenciyan dikin, hun xwe ji birva dikin u hun bi xweber ji pirtuke di xunin? Idi qe hun his hilnadin
[45] U hun ji Yezdan bi hewdana li ser perestiye u bi nimej kirine, arikari bixwazin. Eva xwastina bi vi awayi ji xenci xudatirsan li ser merivan pir mezin e
[46] Ewane guman dikin, ku ewane rasti Xudaye xwe werin u bi rasti ewane li bal Xudaye xwe da bizivirin, hene! Xudatirs ewan in
[47] Geli zarne cihuyan! hun ewan qencine min e, ku min bi we kiriye bira xwe binin u bi rasti min hun li ser (runistine) cihane rumetdartir kirine
[48] U ji we roya, ku di we roye da bi tu cureyi can ji ber caneki mayi ra naye sapat kirine u ji bona wi cane nusitemkar tu mehderi naye lite kirine u ji bona ferestiya wi tu berberya bi tistan ji naye hildane u ewan bi xweber ji nayene arikar kirine, hun xwe biparisinin
[49] U hun (geli zarne cihuyan!) gava min hun ji hevrine Fir’ewn fereste kiribun, ku (ewan hevrine Fir’ewn ji) bi sike sapatan hun didane sapat kirine. Ewan sere zarne we ne kur in je dikirin (kec) u jine we para da didane jinandine (bira xwe binin). Bi rasti di van sapatan da ji Xudaye we ji bona we ra ceribandineke pir mezin heye
[50] U hun ewe gava, ku me derya ji bona (ferestiya we) ji hev cırand, me hun fereste kirin u hevrine Fir’ewn ji me di ave da fetisandin we bi xweber ji li wan meze dikirin (bira xwe binin)
[51] U hun ewe gava, ku me ji bona Musa ra peymana bi cil seve dabu; (ji bona hinartina pirtuka bin av Tewrat li ciyaye Turusinaye) we bi xweber ji li duv Musa da ewa golika ji xwe ra bi peresti girtibun, bi we girtena golike bi peresti we bi xweber li xwe cewr kiribun
[52] Me pase ji wan nusitemkariyan, hun baxisandin (bira xwe binin) dibe ku hun sipazi bikin
[53] U hun ewe gava, ku me ji bona Musa ra pirtuk (Tewrat) u berewaniya di niveka maf u pucitiye dabu (bira xwe binin). Bi rasti hevi heye, ku hun werne reya rast
[54] U hun ewe gava, ku Musa ji bona kumale xwe ra gotibu: “Geli komale min! Bi rasti, ji ber ku we ewa golika ji xwe ra bi peresti girtibun, we li xwe cewr kiribuye, hun ji wan kirine xwe para da li bal Xudaye xwe da bizivirin u hun (dil xwazine) xwe bikujin (bi gotina wi nekin). Eva sireta hane li bal Xudaye we, ji bona we ra cetir e. Idi (ji pisti posmaniya we Xudaye we) hun baxisandin (bira xwe binin). Bi rasti hey Xuda bi xweber pir baxiskare dilovin e
[55] U hun ewe gava, ku we ji bona Musa ra gotibu: “Bi rasti heya ku em Yezdan ber cavi ne binin, em bi te bawer nakin. Idi denge biruska be hisi hun girtibun, we bi xweber ji bi be zari meze dikirin (bira xwe binin)
[56] Dibe ku hun sipazi bikin, pase me hun ji we xwava cune bi hisyari rakirin
[57] U me ewr li ser we da xistine siwan u me li ser we da qarut u gezo hinartiye (me ji wan ra aha gotiye): “Hun ji qence wan rozine, ku me bi roziti daye we, bi xwun” Ewan li me cewr ne kiriye, le ewan bi xweber li xwe cewr dikiribune
[58] U gava me (ji wan zarne cihuyan ra) gotibu: “Hun bikebine vi gundi (Qudis); idi hun ji xwarinne wi ca hez dikin. li kedere biven, wusa bixun. u we bi givivire u hun bi kundeti di deri da bikebine hundur u hun lava bikin, (aha) bejin: Xuda! Tu gunehne me bibaxisine, ji me dayne (di suna peyva Hitete. Hinteten di gotibane).” Eme ji ji bona we ra gunehne we bibaxisinin u hej eme ji bona wane qenci kar ra, qenciyan pirtir bikin
[59] Idi ewane cewr kiribune hene! Ewan; van sireta hane, bi wan siretne, ku qe ji wan ra ne hatibuye getine, guhurandine. Me ji li ser wane cewr kiribune ji ezmanan bi sedema ji re derketina wan, sapatek hinartiye
[60] U gaveki Musa ji bona komale xwe ra li ave digeriya, idi me ji ji Musa ra got: “Tu gopale xwe li kevir bixe.” Ji pisti ku Musa bi gopal li kevir da, ji kevir danzdeh kani zan. Bi sond! Hemusk kesan suna av vexwarina xwe, dizaniyan. Hun ji wan xwerin u vexwirine, ku Yezdan ji bona we ra xistiye rozini bixun u vexun u hun di zemin da bi tevdani negerin (ji reya rast dernekebin)
[61] U hun (geli zarne cihuyan! Evan qencine me ne bori bira xwe binin). Di gava we ji bona Musa ra gotibu;” Musa! Bi rasti em li ser xwarineke bi tene nanivin. Idi tu ji bona me ra bi lavati gazi Xudaye xwe bike, ji bo, ku Xuda ji bona me ra tistne zemin hesin dike ji zerzewadan; kundur u xiyar u sir u nisk u pivazne ji zemin derdikebin bide me.” (Musa) Ji bona wan ra gotiye: “Qey hun diven, ku ewan xwarinne qenc, bi wan xwarinne ne qenc bi guhurin? Hun hemusk idi berjere bajar bin, bi rasti di bajara da ji bona we ra, hun ci bixwazin heye.” U li ser wan evseneti u belengazi hatiye vegirtine u ewan raste xesmeke ji Yezdan hatine. Evan sapatan, bi sedema ku ewan bi beratene Yezdan dibune file (bawer ne dikirin) Pexemberne Yezdan be mafi dikustin, loma bi wan da hatiye. Ere! Eva sapata bi sedema gu-nehkarya wan u bi sedema ji re derketina wan e bi cewrkari, bi wan da hatiye
[62] Bi rasti ewane bawer kirine; (Misilman) u ewane Cihu u ewane Merini (Isawi) u ewane sterk paris, hene! Ji wan ke bi Yezdan u bi dan u gave pasiyi bawer bike u kare asti ji kiribe, idi ji bona wan ra li bal Xudaye wan, xelata wan heye u ji bona wan tirsa ji (sapatdan) u muru-ziya ji (kem xelatiye) tune ye
[63] (Geli zarae cihuyan!) ewe gava, ku me ji we peyman stand u me ciyaye Tur li ser we da bilin kiribu, me ji we ra gotibu: “Hun bi hez ewan biryarne ku me ji we ra daye, bigirin u hun ewan siretne ku di wan biryaran da hene (bira xwe binin). Bi rasti di be ku hun parisi biken.” (Ji ber, ku ciyaye Tur sunwar buye ji bona niqandina pirtuka bi nav Tewrat, eva pirtuka ji ji bona jiyana wan bi komali u rena tekosina wan teda hebuye, idi ciy ali bal wan bi rumet u piroz u bilind u bi abur buye)
[64] Pase we disa pista xwe daye peymane, ruye xwe fetilandine. Idi heke rumet u dilovaniya Yezdan e ku li ser we heye tune buya, bi rasti hune bibunan ji wane ziyan kirine
[65] Bi sond! Hun ewane, ku di roya semiye da (necira masiyan kirine) ji biryaran borine, dizanin; ka ewan kene. Idi me ji ji bona wan ra gotiye: “Hun bibine meymune pe keni u pinti.”(Ji pisti ve fermane, ewan li kudi xwuyan, komal bi wan dikeniyan; wusa bun, idi ji mala xwe derneketin, hinek ji wan di mala xwe da ji kovanan mirin)
[66] Idi me ewa sapata, ji bona wan merivne di gava wan da dijiten u ji bona wan merivne, ku di pey wan da mane, xistiye beratek e sodreti u ji bona xudaparisan ji xistiye siret
[67] Di gava Musa ji bona komale xwe ra gotiye: “Gele min! Bi rasti Yezdan fermana we kiriye, ku hun celekeki ser je bikin.” Ewan ji Musa ra gotine: “Qey tu bi me tinazan diki?” Musa gotiye: “Ez xwe davejime Yezdan, ku min ji nezanan biparisine.”
[68] Ewan ji (Musa ra) gotine: “Ka (Musa!) tu ji Xudaye xwe lava bike, bira ji bona me ra diyar bike; ewa dewarek e cane?” (Musa ji bona wan ra) gotiye: “Bi rasti Xuda dibeje; ku ewa dewarek e wusa ne; ne pir e u ne ji ciwan e, nivwari ye: idi hun bi tista hatine ferman kirine pek binin.”
[69] Ewan ji (Musa ra) gotine: “(Musa!) tu ji bona me ji Xudaye xwe lava bike, bira ji bona me ra diyar bike, ka renge we cane?” (Musa ji wan ra) gotiye: “Bi rasti Xuda dibeje renge we zereki wusa ne, di gava yek li meze bike ewa mezegreee xwe sa dike.”
[70] Ewan ji (Musa ra) gotine: (Musa!) tu ji bona me, ji Xudaye xwe lava bike, bira Xuda ji bona me ra diyar bike, ka ewa dewaıek e cane? Bi rasti bi van salixan celek li bal me teve hevbun e (Em nizanin ka kijan e?) u bi hezkirina Yezdan eme ewe pek binin
[71] (Musa ji bona wan ra) gotiye: “Bi rasti Xude dibeje: “Ewa dewarek e wusa ne, sernerm nine, ku bi we candini bene candine u bi we (zevi ji) nayene avdane (hej ne ketiye bine nir) tu kemaya we tune ye.” Ewan ji (Musa ra) gotine: “Te hej salixe rasti ji bona me ra ani.” Ewan idi xwe ne dane para da u ewan sere we deware je kirin
[72] Kane, we di gaveki da merivek kustibu, idi we ewa kustiya diavete stiye hev (ji ber ku kujrawe wi xuya ne buye) u Yezdan bi xweber ji, tista hun vediserin derdixe
[73] Idi (ji pisti ser kirina celeke) me ji wan ra gotiye: “Hun hineki ji gewde celeke u hinek ji ji gewde kusti li hev bixin. (Ji pisti li hev xistina gewdan, kujraw hate diyar kirine). Bi vi awayi Yezdan mirya ji zinde dike u Yezdan beratene xwe dide nisane we. Bi rasti hevi heye, ku hun ji wan his hildin
[74] Pase dile we disa ji pey (ve buyere da) weki keviran hisk buye, hej ji keviran ji hisktir buye. Cima, bi rasti hinek kevir hene, ku ji wan cemne ave bi sodreti dizen u hinek ji ji wan keviran hene! Di gava ji hev dicirin kaniye ave ji wan bi sodreti dizen. U hinek ji ji wan keviran hene! Ji heybeta Yezdan, wusa jorda tot dibin (Dile we qe wusa nabe). U Yezdan bi xweber ji ji wan tistne, ku hun dikin be (agah) nine
[75] Qey hum (geli bawergeran!) guman dikin ku ewan (zarne cihu u filan) ji bona we bawer bikin, bibne hevale we? Sond! Di nava wan bi xweber da ji destek ji wan heye, peyvne Yezdan dibehen, ji pisti ku ponijin ka peyvan ci armanc kirine; bi zanin peyvan ji suna wan dihesivinin
[76] U ewan di gava rasti wane bawerger ten, ji bawergeran ra gotine: “Bi rasti em bawer dikin.” U di gava ku ewan bi tene li bal hev diminin, ji hev ra dibejin: “Hun ca li bal wan dipeyvin, ku ewan bawergeran, bi wan tistan li bal Xudaye we nihrewanan bigirin. Idi qe hun naponijin
[77] Qey ewan nizanin, ku bi rasti Yezdan bi wan tistne ewan vediserin u bi wan tistne ewan diyar dikin ji dizane
[78] Ji wan hinek hene ne xwandine (weki wane ku hej nuzane, ji diya xwe ra bune) ewan ji pirtuke hey dil xwaziyan dizanin u ewan bi xweber ji hey gumanan dikin
[79] Idi ewane ku pirtuke bi deste xwe dinivisin, pase ji bo ku bi pereki hindik bifirosin dibejin: “Eva pirtuka hane ji bal Yezdan hatiye; xweli li van be! Ji ber ku deste wan ewa nivisiye xweli li wan be! U ji bona keda ku ewan dikin, sed koraye xweli li wan be
[80] U ewan gotine: “Ji pestire cend rone hijmari, bi rasti qe agir bi me nagire.” Tu ji wan ra beje: “Qey we ji bal Yezdan peyman hildaye? Idi bi rasti Yezdan ji ji peymana xwe para nace u ya ji tista hun pe nizanin, di mafe Yezdan da dibejin?”
[81] Gotina wan nine! Bi rasti ke gunahan bike u gunehne wi, ewi som bike, idi hevrine agir ewan in. Ewane ku di agir da her diminin ewan bi xweber in
[82] Ewane bawer kirine u kare asti kirine, hene! Ewan hevrine bihiste ne. Ewane ku di bihiste da her diminin ewan bi xweber in
[83] U di gaveki da disa me ji zarne cihuyan peyman hildabu. Hun (geli zarne cihuyan!) ji pestire Yezdan perestiya tu tisti nekin u hun ji bona da u bave xwe ra hey qenci bikin u hun ji bona bira u pismamne xwe u sewiyan u xezan u belengazan qencikar bin u hun ji bona merivan hey sirete qenci bejin u hun nimej bikin u baca male xwe bidin. Ji pestire hindikan, we pase disa ru ji peymane fetilandin u hun bi xwe, hej ji ru difetilinin
[84] U me disa careki ji ji we peyman hildabu ku hun bi kustin xuna hevdu nerejin u hun hevdu ji welate xwe, nedne derxistine u we bi xweber ji didevaniya peymane dikirin; pase we “ere” ji gotin
[85] Disa pas da hun bi xweber in, hevdu dikujin u hun bi xweber in, ku hun destek e ji xwe ji welate wan derdixin u hun bi xweber in, bi vir u neyarti pista hevdu di hembere wan da dikin, ji welat derdixin, eva derxisten bi xweber ji li ser we qedexe buye. Heke yek ji wan zebun bibe, were bal we, hun bi mal, ewan ji zebuniye fereste dikin. Idi qey hun bi hinek biryarne pirtuke bawer dikin u hun bi hineka ji bawer nakin? Ji pisti naha da, ke ji we aha bike, idi bi rasti celata wi di jina cihane da riswabun e u di ruya rabuna hemutida ji, ewan li bal sapata zor da tene avetine. U Yezdan bi xweber ji ji wan tistne ku hun dikin be agah nine
[86] Ewane ku jina cihane, bi jina dan u gave para da kirine, evan in. idi sapat ji wan sivik nabe u arikarya wan qe naye kirine
[87] U bi sond! Me ji Musa ra pirtuk (Tewrat) daye u me li pey wi da pexember xistine peyrewe wi u me ji bona Isaye kure Meryeme ra beratene daveker dane u me Isa bi cane piroz deye hez kirine. Idi qey ke gave pexemberek hatibe bal we; bi wan beratene ku can we ne xwestibe, hun doza mezinaye nakin? Idi hun; desteki ji wan pexemberan didine derewderandine u hun desteki ji nakujin
[88] Ewan ji bawergeran ra gotine: “Dile me da xeli heye (ji ber wi em rastiye nabinin; bawer nakin). Gotina wan nine, le Yezdan bi sedema filetiya wan, ewan deherandine. Idi ci qa hindik ji wan bawer dikin
[89] U gava ji bal Yezdan ji wan (cihuyan ra) pirtuk (Qur’an) hatiye, ku ewe (Qur’an) e bi xweber ji rastdarya we (pirtuka) li bal wan heyi dikir ji bona serva hatina xwe. Idi gava ewa pexembera bi pirtuka xwe va hatiye bal wan ewan (pirtuk u pexember) nas nekirin (ewan cihuyan bi wan bawer ne kirine, bune file). Idi deherandina Yezdan li ser filan e
[90] Ci qa sike! Ku ewan, ji dexesiya di nava wan da heye, xwe firotine; ji ber ku ewan, bi wan biryarne Yezdan bi rumeta xwe li ser bendeki xwe hinartiye, bawer nakin. Idi ewan xesma Yezdan bi peywesti ked kirine. U ji bona filan ra sapateke riswayi, heye
[91] U di gava ji bona wan ra te gotine: “Hun bi wan biryarne, ku Yezdan hinartiye, bawer bikin.” Ewan gotine: “Em hey bi wan biryarne, ku li bal me da hatine hinartine bawer dikin.” U ewan ji pestire wi bi tu tisti bawer nakin. U ewa (pirtuka Qur’an) bi xweber ji, rastdare ji bona we pirtuka (Tewrat) ku li bal wan heyi. Idi (Muhemmed tu ji bona wan ra) beje: “Heke hun bi rasti bi we pirtuka li bal we heyi, bawer dikin, we cima hej di bere da pexemberne Yezdan di kustin
[92] U bi sond! (geli cihuyan!) Musa bi beratene daveker va hatibu bal we pase we di pey wi da (gava ji bona niqandina Tewrate cubu ciyaye Turusinaye) ewa golika ji xwe ra bi peresti girtibun u we bi xweber li xwe ji cewr kiribun
[93] U di gava, ku me ji we peyman standibu; me ciyaye Tur bi didevani li ser we, bilind kir, ku hun biryarne Tewrate bi hez bigirin. Me ji bona we ra got: “Hun (geli zarne cihuyan!) ewan biryarne me ji we ra anine bi hez bigirin u guhdari bikin.” Ewan gotibu: "Me bihist u le em bi gotina wi nakin." U bi sedema filetiya wan, hezkirina golike di dile wan da nermojeki buye. (Muhammed! Tu ji bona wan ra) beje: “Heke hun (bi golike) bawer bikin, fermana bawerya we, ji bona we ra ci qa tisteki sike
[94] (Muhammed! Tu ji bona wan ra) beje: “Heke bi rasti li bal Yezdan (bihist) xwuri ji bona we ra ne ji tu kesi ra nine, heke hun di doza xwe da rast in, idi hun xwaziya mirine bikin.”
[95] U le bi sedema wan kedne, ku ewan hej pes da kirine tu cari ewan xwaziya mirine nakin. U Yezdan bi xweber ji pir rind bi cewrkaran dizane
[96] U tu raste wan teyi, ku ewan ji hemu kesan pirtir ji jine hez dikin u ewan hej ji hevri cekeran pirtir ji ji jine hez dikin; her yek ji wan hez dikin, ku hezar sali bijin. Ewa jina wan bi xweber ji, ewan ji sapatan nade paradane u Yezdan bi xweber ji dibine, ka ewan ci dikin
[97] (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) beje: “Kijan ji bona Cibrail ra neyartiye dike, idi (bira ewa bizane!) bi rasti (Cibrail) ewa (Qur’ana) rastdara (wan biryarne berya xwe dike) ji bo ku ewa bibe beled u siret, ji bona bawergeran ra li ser dile te da hinartiye.”
[98] U ke bibe neyare Yezdan u ferestene wi u pexemberne wi u Cibrail u Mikail, bira bizane! Bi rasti Yezdan bi xweber ji neyare filan e
[99] U bi sond! Me li bal te da beratene daveker hinartine. U ji pestire wane ji re derketi, tu kes nankorya wan nake
[100] Qey ci qa ewan peymanek dabin, desteki ji wan ewa peymana para da ne avetiye? Sixwa pirne ji wan bawer nakin
[101] U ci qa pexembereki ji alye Yezdan, li bal wan da hatibe, ewa pirtuka, ku li bal wan heye ji rastderan dibe, disa desteki ji wan komale xweye pirtuk, pirtuka Yezdan avetine pista guhe xwe, te digo qey ewan bi we pirtuke nizanbune
[102] Ewan (cihuyan) bune peyrewe wan tistne ku pelidan dixwendin, ji bona ku maldari u seroktiya Suleyman ji deste w derxin. Suleyman ne bibu file, le ewan pelidan bibune file. Cima ewan meriv hine ance dikirin u ewan meriv hine wan tistne, ku li ser wan herduk serokne (welate) Babile hatibuye hinartine ji dikirin. Ewan herduk serokne (bi nav) Harut (Xwerut) Marut (Merat) gava yek hine wan tistne, ku li ser wan da hatiye hinartine, bi kirnan, ji wan ra digotin: “Idi tu bi wan tistne me hine te kiriye nebe file, loma bi rasti em hey ceribandokin.” Idi meriv ji wan (herdu serokan) ewan tisne, ku mer u jin, bi zanina wan tistan ji hev ra tiqetiyan, hin bune. Le heya destura Yezdan ne buya (ewan serokan) ziayana tu kesi bi wan kirine xwe ne dikirin. Ewan merivan ji wan (serokan) ewan tisne, ku ziyana merivan dikirin, hin dibune, hine wan tistne bi kerhati, ne dibune. U bi sond! Ewan dizanin, ku ke ewa zanina kiribe, di dane para da ji bona wi ra tu par tune ye. U heke ewan bizaniyan, ka eva firotina hane, ku ewan xwe pe firotine, ci qa sike, ewan eva firotin, ne dikirin
[103] U heke ewan bawer kiribunan u Xuda parisi bikirnan, bi rasti xelata li bal Yezdan ji bona wan ra qenctir dibu. Xwezika bizaniyan
[104] Geli bawergeran! Hun (weki cihuyan, ca ji Musa ra digotin: “Gohdarya me bike.”) Ji bona (Muhemmed ra) ne bejin: “Tu guhdarya me bike.” U hun bejin: “Tu li me meze bike u hun guhdari bikin.” Ji bona filan ra sapatek e dilsoz heye
[105] Ewan filene xweye pirtuk u ewane hevri perest hez nakin, ku ji Xudaye we, ji bona we ra qenciyek be hinartine. U Yezdan bi xweber ji evine xwe ji dilovaniya xwe ra xwuri dike. U Yezdan bi rasti xweye rumeta mezin e
[106] Heya me he genctir u ya ji weki we, beratan neynin, em tu beratan u biryaran ji suna wan ranakin. Qey tu nizani ku Yezdan bi rasti li ser hemu tistan bi hez e
[107] Ma qey tu nizani, ku maldarya ezman u zemin hey jı bona Yezdan ra ne? U ji bona we ra ji pestire Yezdan tu serkar u arikar tune ye
[108] Qey hun ji (geli musilmanan!) diven ku hun ji ji pexebere xwe pirsan bikin, ca hej bere da ji Musa pirs hatine kirine? U bi sond! Idi ke bawerye bi filetiye biguhure, ew wunda kiriye
[109] Pir kes ji xweye pirtukan hene, ji dexesiyan ji pisti maf ji wan ra buye ji hez dikin, ku we ji bawerya we bifetilinin, bixne file. Idi heya fermana Yezdan ku be, hun ewan bibaxisinin; ji wan bibore. Bi rasti Yezdan li ser hemu tistan bi hez e
[110] U hun nimej bikin, u baca male xwe bidin. Hun ji bona xwe ra qenciyan ci pes da verekin, hune ewe genciye li bal Yezdan bibinin. Bi rasti Yezdan, didevane hemu kirine we ye
[111] U ewan (cihu u mexinan) gotine: “Ji pestire cihu u mexinan tu kes nace bihiste.” Eva gotina dilxwaziya wan e. Tu (ji wan ra) beje: “Heke hun digotina xwe da rastin, ka nisana xwe binin.”
[112] Na, weki gotina wan nine; le ke xwe hispartibe Yezdan, bi xweber ji qencikarbe, idi ji bona wi ra li bal Xudaye wi, xelata wi heye. Ji bona wan ra tu tirs u muruzaya (ji kem xwelat dane) ji tune ye
[113] U Cihuyan gotine: “Tu ola mexinan tune ye.” Mexinan ji gotine: “Tu ola cihuyan tune ye.” Ewan (herduk) ji pirtuke dixunin. Weki van herdukan ewane ne xwendi ji, weki gotina wan gotine. Idi di roya rabuna hemuti da Yezdane di wan tistne, ku ewan teda ne wekhev dibin, berewani bike
[114] Gelo ji wan kesne; ku nahelin di mizgevtne Yezdan da, nave Yezdan bi peresti be hildane u dixebitin, ku ewan mizgevtan hilsinin, cewrkartir ke hene? Evanan hey bi tirs dikarin bikebine mizgevtan. Di cihane da ji bona wan ra riswati heye u di dane para da ji ji bona wan ra sapatek e mezin heye
[115] U rojhilat u rojava ji bona Yezdan ra nin. Idi (ji bona perestiye) hun kijan ali bizivirin, bardana Yezdan di wura dane. Bi rasti (dilovaniya) Yezdan pir fire ye u ewa pir zan e
[116] Ewan (filan) gotine: “Yezdan ji xwe ra zar hildane.” Yezdan ji zar girtine beri ye. Le sixwa hemu tistne di ezman u zemin da heyi, ji bona Yezdan ra ne. Hemu ji ji bona Yezdan ra bi tirs seri berjer dikin
[117] Ji tunebune (Yezdan) ezman u zemin afirandiye. U gava ewa bive, ku buyerek bibe; idi ji we buyere ra dibeje: “Bibe.” Ewa buyara ji heman dibe
[118] U ewane nezan (ji bona pexeberiya te) gotine: “Goti Yezdan bi me ra biaxifta, ya ji ji bona me ra beratek ne anibuya?” Ewane berya wan da ji weki gotina wan gotine, dile wan di gotine da weki hev buye. Bi sond! Me berate ji bona wi komali ku di nezik da bawer dikin, vekirine
[119] Bi rasti me tu bi mafi sandiyi, ji bo ku tu mizginvan u tirsvan bi u tu ji hevrine doje naye pirs kirine
[120] U bi rasti cihu u mexini hene! Heya tu nebi peyrewe komal u ola wan, ewan bi te qayil nabin. Tu (ji wan ra) beje: “Bi rasti riya rast hey reya Yezdan e.” U heke ji pisti ku ewan zanina ji te ra hatiye, tu bibi peyrewe hewasa wan, idi ji bona te ra li bal Yezdan tu serkari u arikari tune ye
[121] Ewani ku me ji wan ra pirtuk aniye hene! Ewan pirtuke bi babetiya pirtuke dixunin. Sixwa ewane bi pirtuke bawer dikin evan in. U ke (bi pirtuke bawer neke) bibe file, idi evan in hey ziyan kirine
[122] Geli zarne cihuyan! Hun ewan qencine mine, ku li ser we hene bira xwe binin. Kane min hun bi rasti li ser hemu komalne cihane rumetdar kiribun
[123] U hun, ji we roya, ku di we roye da, tu canek ji ber caneki mayi ra naye celat kirine u ji wi cane celat kiri, tu bertil u xelat ji nayene girtine, (ku ewa ji celat kirine fereste be) u tu mehderi ji havil nake u ewan canan nayene arikar kirine ji, xwe biparisinin
[124] U di gaveki da, Xudaye Ibrahim, bi cend peyvan Ibrahim ceribandiye, idi Ibrahim ji ewan peyvan pek anine. Xude ji bona Ibrahim ra gotiye: “Bi rasti eze te ji bona merivan bixme pesrewan.” Ibrahim (ji Xude ra) gotiye: “Ji urta min ji pesrewanan ce bike.” Xude gotiye: “(Ibrahim) ji urta te ewane cewrkar nagihejine peymana min.”
[125] Di wan gava da ji me xaxistibu suna civin u qenci u ewlwtiye. Hun ji di bingeha Ibrahim da ji xwe ra suna nimejkirine bigirin. U me li bal Ibrahim u Ismail peyman daye, ku ewan herduk xaniye min, ji bona sertedanne wi u ji bona runistine wi (bi peresti) u ji bona ewane ku di we da bi kuzayi u bi kundeti nimej dikin, paqij bikin
[126] U di we gave da Ibrahim ji Xude lava kiriye, gotiye: “Xuda! Tu eve dere ji bona kesan ra bixe bajareki wusa, ku bibe suna ewletiye u tu suna runistine wi ra, ku bi Yezdan u bi dan u gave para da bawer dikin, ber u zer u zewadne xwes bibe. (Xude gotiye:) “Kijan ji wan bibe file, idi eze ewi bi berxudari hindik bidime jinandine, pase eze ewi li bal sapata agir da stuxar bikim. U sapata agire ci qa sike sunan e
[127] U di we gave da Ibrahim u Ismail xime xani ji zemin bilind kirine, (aha) gotine: “Xudaye me! Tu evan kirine me, ji me lite bike. Bi rasti tu bi xweber dibehe u dizani.”
[128] Xudaye me! Tu me herduka ji, bi gerini ji wane ku xwe hispartine te. U tu ji urta me ji, komne, ku ji bona te ra xwe hispartine bi (afirini u) bi gihini u tu re u biryare perestiya me, bi me bide hinkirine u tu nositemne me bibaxisine. Birasti tu pir baxisgere dilovin i.”
[129] Xudaye me! Tu di nava urta me da, ji wan, pexemberan bisine, ku ewan ji wan urte me ra beratene te bixunin u ewan bi wan urte me, xwendina pirtuk u zanina retkoki hin bikin u ewan urte me ji sikatiyan paqij bikin. Bi rasti tu bi xweber ji servahate bijejkeyi
[130] U bi rasti ji pestire wane evsene tu kes ji ola Ibrahim, ru nafetiline. Bi sond! Me (Ibrahim) di cihane da helbijartiye u Ibrahim di dan u gave para da ji ji astikaran e
[131] Di gava Xudaye (Ibrahim,) ji bona wi ra gotiye: “Tu xwe hispere.” (Ibrahim) gotiye: “Min xwe hispartiye Xudaye gerdune”
[132] U Ibrahim eva sireta hane ji bona zarne xwe ra bi oliti siret kiriye u Yaqub ji siret kiriye (u gotiye): “Geli zarne min! Bi rasti Yezdan ji bona we ra eva ola helbijartiye. Idi hun ji hey bihispar u misilmani bimirin.”
[133] Qey (geli cihuyan!) di gava Yaqub ketibu ber mirine, hun amede bun? Di we gave da Yaqub ji bona zarne xwe ra gotibu: “Geli zarne min! Hune di pey min da ji bona cira peresti bikin?” Zaran ji bona Yaqub ra gotine: “Eme ji bona Xudaye te u ji bona Xudaye bav u bapirne te ra; Ibrahim u Ismail u Ishaq, ku Xudaki bi tene ye, peresti bikin. U em bi xweber ji ji bona wi ra xwe hisparokin.”
[134] Evan (zarne Ibrahim u Yaqub) komne wusa nin bi rasti hatine u cune. Ewan ciked kiri-bin, keda wan ji bona wan ra ne u hun ji ciked bikin, keda we ji ji bona we ra ne u hun ji kirine wan nayene pirs kirine
[135] Ewan ji bona we ra gotine: “Hun bibne cihu u ya bibne mexini, ku hun werne reya rast.” (Muhammed! Tu ji wan ra beje:) “Gotina we nine, le em di ola Ibrahim e ku ji xarye dur e, rast danin. Ibrahim bi xweber ji qe ne buye ji hevri cekeran
[136] (Gava ewan wusa ji bona we ra bejin) hun ji bejin: “Me bi Yezdan u bi we pirtuk u bir-yarne li bal me da hatine hinartin bi wan biryarne li bal Ibrahin u Ismail u Ishaq u Yaqub nevine wan hatine hinartin u bi wan pirtune, ku ji Musa u ji Isa ra hatine u bi wan pirtune u biryarne ku ji hemu pexemberan ra, ji Xudeye wan hatine, bawer kiriye. Em di nava wan yeke da ji tu veqetandine ce nakin u me bi xweber ji ji bona Yezdan ra xwe hispartiye.”
[137] Idi heke ewanan weki we ca bawer kiriye, bawer bikin, bi rasti ewan hatine reya rast u heke ewan pista xwe bidine bawerya bi vi awayi, bi rasti idi ewan di dudilye danin. Di hembere wan da Yezdan besi te ye. Yezdan bihisteke pir zan e
[138] (Hun bibne peyrewe) renge, ku Yezdan (ji bona we ra daye). gelo renge (ola ke) ji renge (ola) Yezdan rindtire? U em bi xweber ji hey ji bona Yezdan ra peresti dikin
[139] Tu ji bona filan ra beje: “Ka hun ca di ola Yezdan da bi me ra tekosin dikin? Yezdan bi xweber ji Xudaye me herdu destan e, keda me ji bona me ra ne u keda we ji ji bona we ra ne u em bi xweber ji bona Yezdan ra hey peresti dikin.”
[140] Qey hun dibejin: “Ku bi rasti Ibrahim u Ismail u Ishaq u Yaqub u nevine wan, cihu ya ji mexini ne?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) beje: “Gelo hun cetir dizanin, ya ji Yezdan cetir dizane? U gelo ji wi kese, ku Yezdan ji wi ra rasti dabe hin kirine, ewa ji rastiye vesere, cewrkartir ke heye?” U Yezdan bi xweber ji ji kirine we be agah nine
[141] Evan komek in hatine u cune, keda wan ji bona wan ra ne u keda we ji ji bona we ra ne u hun ji wan kirine, ku ewan dikin, nayene pirs kirine
[142] Di nezik da ewan evsenene ji kesan we bejin: “Gelo bere wan (misilmanan) ji berdana wan e, ku bere da ewan bere xwe didane, cidaye fetilandine?” (Muhemmed! tu ji wan ra) beje: “Rojhilat u rojava, herduk ji ji bona Yezdan ra ne. Yezdan ji ke ra bive, ewi tine reya rast
[143] U her wusa me hun xistine kemek e nivwari, ji bo ku hun li ser kesan bibne (nemus u) nihrevan u ji bo ku pexember ji li ser we bibe (nemus u) nihrevan u ji bo ku em evane peyrewe te u ewane ji peyrewiya te para da cune, bi zanin ji hev raqetinin, me ewa berdana te ye hej bere da te (di perestiye da) bere xwe didaye ji we ra xistiye berdan. U eva berdana ji ji pestire ser wane, ku Yezdan ewan anine reya rast ci qa li ser kesan mezine! U Yezdan (bi van fermanan) baweri (u perestiya) we wunda nake. Bi rasti Yezdan ji boma kesan ra dilsoze di-lovin e
[144] Bi sond! Em ruye te (Muhemmed!) ku tu li ezmanan meze diki (ji bona niqandinan) dibinin. Idi bi rasti eme bere te (Muhemmed!) bizivirine li bal berdanek e wusa, ku tu bi we berdane qayil bibi. Idi (Muhemmed!) tu ruye xwe bi fetiline bide aliye mizgevta (bi nav) Mescid el-Heram. U hun (geli bawergeran!) li kur bi ci awayi dibin bibin (di perestiye da) idi hun ji bere xwe bidine aliye we mizgevte. U bi rasti ewane ku ji wan ra pirtuk hatiye hene! Ewan dizanin, ku eva fermana mafeki rast e ji Xudaye wan hatiye. U Yezdan bi xweber ji ji kirine wan be guman nine
[145] U heke (Muhemmed!) tu ji bona wane pirtuk ji wan ra hatiye hemu beratan ji bini, disa ewan nabine peyrewe berdana te u tu bi xweber ji nabi peyrewe berdana wan. Ewanan ji nabine peyrewe berdana hev. U bi sond! Heke tu ji pisti, ku ji te ra zanin hatiye bibi peyrewe xwesiya wan, bi rasti idi tu di we gave da dibi ji wane cewrkar
[146] Bi rasti ewane, ku me ji wan ra pirtuk daye hene! Ewan (bi Muhemmed u bi pexemberi-ya wi) niyasin ca zarne xwe nas dikin; u bi rasti desteki ji wan hene mafe vediserin, ewan bi xweber ji bi mafitiya wi dizanin
[147] Idi tu nebe ji wane du dil; rasti ji Xudaye te ye
[148] U ji bona her yeke ra berdanek heye, ewa bere xwe dide wi ali. Idi hun (geli bawerge-ran!) di qenciyan da bidine ber hev. Hun li kur dibin bibin hey Yezdane we hemuskan bicivine. Bi rasti Yezdan li ser hemu tistan bi hez e
[149] U tu kenge li kudere derkebi re, idi tu bere xwe bide aliye mizgevta (bi nav) Mescid el-Herame. U (eva fermana) bi ber dana aliye miz- gevta (bi nav) Mescid el-Harame rastiyek e ji Xudaye te ye. U Yezdan bi xweber ji ji kirine we be agah nine
[150] U tu kenge li kudere derkebi re, idi tu bere xwe bide aliye mizgevta (bi nav) Mescid el-Herame. U hun (geli bawergeran!) kenge li kudere bin, ji bo ku tu kes ji we ra rexne ce nekin. Idi hun ji bere xwe bidine aliye we mizfevte, ji pestire wane cewrkarene ji wan (dexesan, six-wa) tu kes (ji we ra rexnan ce nake). Idi hun ji wan netirsin u hun ji min bitirsin, ku ez (ewan) qencine min e, ku li ser we hene pek binim u hevi heye ku hun werne reya rast
[151] Loma me di nava we da ji we pexembereki (wusa) sandiye ji bo ku ewa (pexembera) ji bona we ra beratene me bixune u we ji sikatiyan paqij bike u xwendina pirtuk u zanine retkoki hine we bike U ewa (pexembera) zanina wan tistne, qe we di bere da pe nizanbuye hine we bike
[152] Idi hun min (bi peresti) bira xwe binin, ku ez ji ji bona we ra (baxisandine) bira xwe binim u hun sipaziya min bikin u hun nankorya min nekin
[153] Geli bawergeran! hun bi hewandin u bi nimej kirine (ji Yezdan) arikari bixwazin. Bi rasti Yezdan bi hew keranrane
[154] U hun ji bona wan kesne di reya Yezdan da hatine kustin, nebejin: “Ewan mirine.” Na, ewan ne miri ne le ewan dijin haya we (bi jina) wan tune ye
[155] U (geli bawergeran!) bi rasti eme we bi hineki ji tirs u bircibune u bi kemasiya di mal u can u beran da biceribinin. U (Muhemmed!) tu mizgine bide hewkeran
[156] Ewane di gava bi wan da asitek hatibe, (aha) gotine: “Bi rasti em bendene Yezdan in u bi rasti eme li bal Yezdan da bizivirin hene! hewker ew in
[157] (Ewane) ku ji bona wan ra ji Xudaye wan baxisandin u dilovini heye, evan in u (ewane) hatine reya rast ji evan in
[158] Bi rasti “Sefa u “Merve” herduk ji ji nisane Yezdan in. Idi kijan li dora xaniye (Kabe) bigere u ya ji senedana (bi nav) Umre bike, tu ziyan li ser wi tune ye, ku ewa di niveka wan herdu girikanda ji bigere. U kijan ji ber xwe qenciyeki bike bira (bizane, bi rasti Yezdan hember ya qenciya wi) dide wi. Idi bi rasti Yezdan sipazkare pir zan e
[159] Bi rasti ewane ku ji pisti me ewan (biryarne xwene ji salixe reya rast e) me bi huzwarti hinartiye, ji pisti me ewan (biryaran) di pirtuke da ji bona merivan ra daye vekirine, vedise-rin, hene! Yezdan ewanan ji dilovaniya xwe didehirine u ewane, ku hatine dehrandine ji evanan dideherinin
[160] Ji pestire wane, ku (ji kirine xwe) posman bune u asti kirine u tistne vesarti, derxistine derva. Idi ez ji evan dibaxisinim. U bi rasti ez bi xweber pir baxiskare dilovin im
[161] Bi rasti ewane, ku bune file u di gava mirin e, bi fileti ji mirin e, hene! Evan in, ku deherandina Yezdan u firistan u merivan bi hemuti li ser wan in
[162] Ewanan di deherandine da her diminin. Sapat liwan sivik nabe u li wan naye meze kirine ji (ku sapata wan para bikebe)
[163] U (geli bawergeran!) Xudaye we Yezdaneki bi tene ye, ji pestire wi tu yezdane (babete perestiye) tune ye. Ewa ye dilovane dilovin
[164] Bi rasti di afirandina ezman u zemin da u di newek hevbuna sev u royan da u di ki-sandina wan kelekne, ku di deryaye da bi bare xwe va bi wan tistne ku havilin ji bona merivan ra, di gera wan da u di we ava ku Yezdan ji ezmanan hinartiye. Idi yezdan bi we ave zemin ji pisti mirina wi zinde kiriye da u di belav kirina Yezdan, ya hemu candaran di zemin da u di hatina baye da u di wi ewre amedeye di niveka ezman u zemin da ku li hev dizivirin, beratene (heca ji bona hebuna afirandoke wan) ji bona komaleki (ku bi ponijandin his hildidin) heye
[165] U (bi vi ra ji) hinek meriv hene, ku ji pestire Yezdane (babete perestiye) ji xwe ra hinek manendan digirin (ji wan ra peresti dikin) ca ji Yezdan hez dikin wusa ji ji wan manendan hez dikin. Ewane bawer kirine hene! Ewan pir ji Yezdan hez dikin. Xwezika ewane ku li xwe cewrkirine di gava sapate dibinin, bi zaniyan ku bi rasti hemu hez ji bona Yezdan ra ne! U Yezdan bi xweber ji bi rasti zor sapat e
[166] Di gava ewan sapate dibinin, bi rasti ewane peyrewi ji wane pesrewne xwe para da dicin u di nava wan bi xweber da ji bende geredane piziriye
[167] U ewane peyrew hene! (Aha) gotine: “Heke careke dine ji ji bona me ra hatina (cihane hebe) idi eme ji wan pesrewanan xwe bison, ca ewan dest ji me berdabun e. Bi vi awayi Yezdan kirine wan bi wan dide ditine, ji bo ku ji wan ra bibe kovan. Ewan ji agir ji der-nakebin
[168] Geli kesan! Hun ji wan tistne di zemin da heyi bi duristi u bi paqiji bixun, U hun nebine peyrewe sopa pelid. Bi rasti pelid ji bona we ra ne yareki xuya ye
[169] Pelid hey fermane we bi kirina sikatiyan u be fedi u mastuqiyan dike (u pelid fermana we dike) ku hun tista pe nizanin, di mafe Yezdan da bejin
[170] U di gava ji bona wan ra hatiye gotine: “Hun bibine peyrewe wan biryarne ku Yezdan hinartine.” Ewan gotine: “Na, em nabine peyrewe wan, le ewan tistne, ku bav u kale me hogiri daye wan eme hey bibne peyrewe wan. Ere! Le heke bav u kale wan qe hise wan negi-hije tu tisti u di reya rast da nebin ji, ewane disa bibine peyrewe hogiriya wan
[171] U hecwekiya wane file hene! Weki hecwekiya wi sivane tarisan, ku di gava qire tarisan dike, taris ji pestire deng tu tisti ji wi sivani nabihe (evan filan ji ji pexemberan hey deng dibehen tu arsan, ji gazi kirina wan nabihen. Ewan filan) ker in u lal in u kor in, idi ewan (ji gazi kirina pexemberan) tu hisi hilnadin
[172] Geli bawergeran! Hun ji qence wan rozine me dane we bixun u hun ji bona Yezdan ra sipazi bikin, heke hun bi rasti ji bona Yezdan ra peresti dikin
[173] Bi rasti ji bona we ra hey mirar u xun u goste berazan u goste wan tarisne, ku ne ji bona qayil bona Yezdan hatine ser jekirine, ne durist in. Idi heke yek becar bibe ji bona xwarina wan ra; heke ji wan xwarinek e (wusa nivwari) ne ji u ne miri bixun ji bo xwarina ji wan tu guneh li ser wi tune ye. Bi rasti Yezdan baxiskare dilovin e
[174] Bi rasti ewane, ku beratene Yezdan ji pirtuke hinartine vediserin, ji bo ku ewan (beratene di pirtuke da) bi pereki hindik bifirosin, hene! Evanan zike xwe hey bi agir tiji kirine. (Ewan tistne ku ewan bi beratan kirine, xurina ewa agir e). Di roya rabuna hemuti da Yezdan bi wan ra napeyive u ewan ji gunehan paqij nake. Ji bona wan bi xweber ji sapatek e dilsoz heye
[175] Ewane reya rast bi reya xar u baxisandin bi sapate kirine, hene! Evan bi xweber in. Idi gelo ewan li ser agir ca hew dikin
[176] Ji bo, ku Yezdan bi mafi pirtuk hinartibu, ewan (bawer ne dikir eva sapat bi wan da hatiye). Ewane di pirtuke da ne wekhevbun e hene! Bi rasti ewan di ne wekhevbunek e dur danin
[177] Bi rasti berdana we ye ku hun bere xwe didine aliye rojhilat u rojava ji qenciyan nine, le qenciya rast (qenciya wi kese) ku ewa bi Yezdan u bi dan u gave para da u bi firistan u bi pirtukan u bi pexemberan bawer kiriye u (qenciya wi kese) ji bona hez kirina (Yezdan) mal, ji bona pismam u sewiyan u xezanan u rewiyen reyan u xwustevanan u ji bona azadiya bende u zebunan, dabe. U (qenciya wi kese) nimej kiribe u baca male xwe dabe u (qenciya wan kesne) di gava peyman ji bona hev ra dabin, peymana xwe pek tinin, U (genciya wi kese) di tirs u tengayi u di gava tirse da ji hew hewdanok in. Evane bi van salixan in, rast in u evan bi xweber in hey Yezdan parisi dikin
[178] Geli bawergeran! Tul hildan di kustine da, li ser we bi ve neve buye. (Kustin hemberiye; kijan meriv ku meriveki bikuje, ewa kujraw ji te kustine). Merive azad bi azadeki mayi u meriveki bende bi bendeki mayi u jinek bi jinek e mai bihemberine. U heke kujraw ji aliye bira (u xwayin e) kusti da hate baxisandine, idi (dive ku kujraw) bibne peyrewe (xwuye ku di nava wan da heyi) u ji bona (mirat xurne kusti ra xune) bidin. Eva (baxisandin u xundana) bi vi awayi (ji bona we ra) ji Xudaye we sivikati u dilovaniyek e (daye we). Idi ji piste (van biryaran) kijan (evan biryaran rake u disa ne yarti bike) ji bona wi ra sapatek e dilsoz heye
[179] Geli xweye hisan! Ji bona we ra di ve tul hildane da jin heye. Bi rasti dibe ku hun (Xuda) parizi bikin
[180] (Geli merivan!) Di gava yek ji we amedeye mirine bibe; heke (ewi) li pey xwe malek histibe, bi ve neve ye, ku ewa meriva ji bona da u bav u pismamne xwe ji wi mali sirete bi qenciyan bike. (Evan siretan) li ser (Xuda) parisan mafek e
[181] Idi kijan ewan (siretan) ji pisti bihistine biguhure, gunehe siret guhurandine li ser ewe ku siretan diguhure ye. Bi rasti Yezdan bihisteke pir zan e
[182] Idi ke ji siretvane bitirse, ku siretvane di siretne xwe da bixelite u ya ji gunehkar be; idi bira di nava wan (mirat xuran u siretvanan da) asti bike, tu gunehkari ji bona (astivane) tune ye. Bi rasti Yezdan baxiskare dilovin e
[183] Geli bawergeran! Roji li ser we bi ve neve hatiye nivisandine, ca li ser wan merivne berya we da ji bi ve neve hatiye nivisandine. Bi rasti dibe ku hun (Xuda) parisi bikin
[184] (Ewa rone roji girtine) rone bi hijmar in, idi kijan ji we di wan rone roji girtine da nexwas be u ya ji rewiye reyan be bira weki hijmara wan rojiye bori di roye mayi da roji bigire. U ewane ku heza wan tune ye (ji bona roji girtine) hene! Ji ber her royeki rojiye da li ser wan xurek (dana) belengazeki bi ve neve heye. Idi kijan ji bona qenciyan xurek pir bide, sixwa ji bona wi ra cetir e. U heke hun bizanin sixwa roji girtin ji bona we ra qenctir e
[185] Di we meha rojiye dane, ku ewa Qur’ana ji bona merivan bi beledi (puc u rastiye ji hev derdixe) hatiye hinartine. Idi kijan ji we bigiheje we mehe bira di we (mehe da) roji bigire; u kijan ne xwes be, ya ji rewiye reyan be bira weki hijmara wan rojine xweri, di roye mayi da roji bigire. Ji bo ku hun hijmara rojiyan hemu pek binin u ji bo ku hun bi payan Yezdan ji gote gotan paqij bikin, Yezdan ji bona we ra fireti di ve ji bona we ra tengasi nave. Ji ber ku ewi hun anine reya rast, bi rasti dibe ku hun sipaziya wi bikin
[186] U di gava bendene min pirsa min ji te kirin, (Muhemmed! Tu ji wan ra) beje: “Ez li bal wan da nezik im.” Gava yek gazi min bike, eze pisyara wi bidim. Idi bira ewan ji ji bona min ra pisyar bidin u bira ewan bi min bawer bikin. Bi rasti heke ewan (aha) bikin, dibe ku ewan di reya rast da herin
[187] Ji bona we ra di sewe meha rojiye da cuna we li bal (nivina) jina we, durist buye, ewan jinan ji bona we ra kinc in, ca hun ji ji bona wan jinan ra kinc in. (Hun ji hev ra kinc in, ji ber ku hun hev ji sikariyan diparisinin). Yezdan dizaniya ku hun bi xwe nikarin ji ber vi qasi Yezdan hun baxisandin u posmaniya we ji gunehan lite kiriye. Idi di naha da hun dikarin herne nivina wan jinne xwe (di seve meha rojiye da) u hun ji Yezdan ewa tista, ku Yezdan ji bona we ra bi pivayi nivisiye bixwazin. U hun heya taye sipi ji taye res (ku je ra segura sibe dibejin) ji bona we ra diyar be bixun u vexun u hun ji pisti vi dani, rojiya xwe heya seve pek binin. U heke hun di mizgevtan da ji bona perestiye rawestiyabin, idi hun necine nivina wan jinan. (Di meha rojiye da, nemaze di dehe rojiye para da di mizgevtan da bi roji meriv rutenin, peresti dikin). Evanan biryarne Yezdan in, idi hun nezike wan nebin. Bi vi awayi Yezdan biryarne xwe ji bona merivan ra vedike. Bi rasti dibe ku ewan merivan parisi bikin
[188] U hun (geli kesan!) male hev di nava hev da bi sedemne puc nexun u hun bi zanin male hevdu nevejine bal berewanan, ku ewan berewanan ji bi gunehkari hineki male kesan bixun (hun male hevdu bi bertil nedine xwerine)
[189] (Muhemmed!) Ewan ji te hivan di pirsin. (Tu ji bona wan ra) beje: “Ewan hivan ku nu dibin, ji bona meriv u hec kirine, danin (meriv dane xwe u dane hece bi wan hivan dizanin). U ji qenciyan nine, ku hun di pista xaniyan da herne xaniyan u le xudaparisiya kesan ji qenci-yan e u hun di dere xaniyan da herne xaniyan u hun Yezdan parisi bikin, bi rasti hevi heye ku hun fereste bibin
[190] U hun (geli bawergeran!) Bi wane ku bi we re qirine dikin, di reya Yezdan da bi wan ra qirine bikin u hun bi cewrkari pes va necin. Bi rasti Yezdan ji wane, ku bi cewrkari pes va di cin hez nake
[191] U hun (geli misilmanan!) li kedere, bi ci awayi raste wan (qirinkerne, ku bi we ra qirin dikin) hatin, bi wan ra qirin bikin u hun ewan (qirinkarne, qureysiyan) ji wi ciye (Mekke) ku ewan hun ji wura derxistibun, derxin; bi rasti tevdani ji kustine zortir e. U hun (geli misilmanan!) li bal mizgevta (bi nav) Mescid el-Heram da, bi wan (filan ra) qirine nekin, heya ku ewan di wura da bi we ra qirine nekin. Idi heke ewan di wura da bi we ra qirin bikin, hun ji di wura da bi wan ra qirin bikin. Celata filan ahan e
[192] Idi heke ewan ji qirine posman bibin, hun ewan bibaxisinin. Bi rasti Yezdan baxiskare dilovin e
[193] U hun (geli misilmanan!) heya tu tevdani nemine u heya ol ji ji bona Yezdan ra bi tene bimine, bi wan (filan ra) qirine bikin. Idi heke ewan ji qirine posman bibin hun ewan bibaxisinin. Neyarti hey ji bona wane cewrkar e
[194] Mehne bi rumet hemberine. (Heke ewan di wan mehan da bi we ra qirine bikin, hun ji di wan mehan da bi wan ra qirine bikin.) Sixwa rumetdari bi hemberiye. Idi heke yeke eris ani ser we hun ji weki erisa wi eris bikin u hun Yezdan parisi bikin, hun bizanin! Bi rasti Yezdan bi wane yezdanparis ra ne
[195] U hun di reya Yezdan da, ji bona hewcan ra xwarin u xwakirina bidin, hun bi deste xwe, xwe nevejine tasqele u hun qenciyan bikin. Bi rasti Yezdan ji qencikaran hez dike
[196] U hun (geli misilmanan!) ji bona Yezdan, hec u umra xwe pek binin. Idi heke hun hatine para xistine, ji bona we ra ji tarise heyrane kijan hesayi be, hun ewe bi sine suna heyran je kirinan u hun sere xwe kur nekin heya heyran negehejne suna heyran je kirinan. Heke ji we yek nexwas be u ya ji di sere wi de cefadan hebe (keceli, ya birindari). Li ser wi, di suna ser kurkirine da, hemberi ji van hersekan yek heye; roji girtin, ya ji ji bona hewcan ra mal dayin u ya ji heyran je kirin. Idi heke hun ewlebun, kijan kese, ku bive di gava hece da umre ji pek bine (kijan heyran ji tarisan ji bona wi ra hesayi be) bira ewi je bike. Idi ewane ku nikarin (heyranan je bikin) ya ji gori bi deste wan neket, dive ku ewan se royan roji, di gave hece da u heft royan ji gava hun para da hatine mala xwe bigirin. Deh roye pekhati eva ye. Evan biryaran ji bona wan kesne, ku mala wan di bajare mizgevta (bi nav) Mesdd el-Herame da nebe, heye. U hun parisaya Yezdan bikin, hun bizanin! Bi rasti Yezdan zor sapat e
[197] Hec, mehne diyar u zanene, idi kijan di wan mehan da ketibe hece (yani ihram hilgirtibe) bira bizane! Di hece da cuna bal nivina jinan u sikati u dujmindayin u tekosin tune ye. Hun ji qenciyan ci bikin, Yezdan bi we qenciye dizane. U hun ji xwe ra rozinan bikin, idi bi rasti rozina qenc, parisiya Yezdan e. U geli xweyi hisan! Hun parisiya min bikin
[198] Ji ber ku we ji aborya Xudaye xwe, berxwudari di dane hece da dixwast, tu sikati li ser we tune ye (di dane hece de hun dikarin, kirin u fırotine bikin), idi di gava hun ji sunware bi nav (Erefat) e rabun, ber bi muzdelife herikin hatin, hun li bal mizgevta (bi nav) Mescid el-Herame bi peresti Yezdan bira xwe binin. U hun Yezdan bi peresti bira xwe binin, weki ewi ca hun anine reya rast. Hun di berya naha da hej ji wane re wunda u re wundanok bune
[199] Pase hun ji di wan cine, ku meriv teda bi hev ra dicin, bi hev ra herin. Hun ji Yezdan baxisandina gunehne xwe bixwazin. Bi rasti Yezdan baxiskare dilovin e
[200] Idi di gava, ku we perestiya heca xwe pek ani, hun Yezdan bi peresti bira xwe binin weki ku hun ca bave xwe bira xwe tinin. Hej ji biranina bave xwe pirtir ji Yezdan bi peresti bira xwe binin. Idi hinek ji merivan hene (aha) daxwazi dikin: “Xudaye me! Tu di cihane da ji bona me ra (qenciyan) bide.” U ji bona wi ra di dan u gave para da tu par tune ye
[201] U hinek ji merivan hene ji (aha) daxwazi dikin, dibejin: “Xudaye me! Tu ji bona me ra di cihane da u di dan u gave para da ji qenciyan bide u tu me ji sapata agir biparisine
[202] Idi ewane, ku ji bona wan ra ji keda ku ewa kiriye par heye, evanan in. Yezdan bi xweber ji (kirinan) zu dihijmire
[203] U hun di rone hijmari da Yezdan bi peresti bira xwe binin (Ellahu ekber bejin) idi (ji bona wane ku xudaparisi dikin) heke ewan perestine xwene (Mina) e di duruyan da pek binin ya ji di duruyan da pek neynin para dikebin, tu gunehkari tune ye. U hun parisiya Yezdan bikin, hun bizanin bi rasti hune hemusk ji li bal Yezdan da bicivin
[204] Ji merivan hinek hene! Ku mijulya wi di jina ve cihane de te sodret dike, ewa Yezdan ji bona tista dile xwe da dixe sahid (ku rastbej e). Le ewa bi xweber ji dijware ne yaran e
[205] U di gava ku ewa dibe (seroke merivan) ji bona ku di zemin da tevdani derxe ku can dini u urtan hemuskan tesqele bike, li bal heval u pistevanne xwe ra dice. Yezdan bi xweber ji ji tevdanokan hez nake
[206] Di gava ji bona wi ra be gotine: “Tu Yezdan parisi bike (dest ji van xebatan berde.)” Qureti bi wi digire, hej ji bona wan xebatan pesvatir dice. Idi ji bona wi ra doj bes e u doj ji ci qa sunek e sike
[207] U hinek ji merivan ji hene, ku cane xwe di reya Yezdan da difirose (xwe dide kustine) ji bo ku qayilbuna Yezdan bikire. Bi rasti Yezdan bi xweber ji ji bona bendene xwe ra henun e
[208] Geli bawergeran! Hun bi hemuti bikebine ola bi nav Islame (ya ji bi hemuti bi asti bijin, li hev werin.) U hun nebine peyrewe sopa pelid. Bi rasti pelid ji bona we ra ne yareki xwuya ye
[209] (Geli bawergeran!) Heke hun ji pisti, ku ewan biryarne huzwarti ji we ra hatibe bisimiten, idi hun bizanin! Bi rasti Yezdan servahete bijejke ye
[210] Qey ewan hevi ne, ku Yezdan bi teve firistan va di nava sine ji ewran da (bi ser wan da sapatan) binin u pasiya buyera wan pek hatibe, guman dikin? Hemu buyer hey li bal Yezdan da dizivirin
[211] (Muhemmed!) tu ji zarne cihuyan bipirse; ka me ji bona wan ra ci qa beratene daveker daye? U ke qencine Yezdan ji pisti ku ji wi ra hatibe, biguhure, bira bizane! Bi rasti Yezdan zor sapat e
[212] Jina cihane ji bona wane file hatiye xemlandine u ewane file bi wane bawer kirine tinazan dikin. Di roya rabuna hemu da ji ewane Xuda parisi dikin, li situ wane file da nin. Yezdan ji bona evine xwe ra be hijmar rozinan dide
[213] Di cara yekem da hemusk meriv komeke bi tene bune, Yezdan li bal wan da bi mizginvani u bi tirs daroki pexember sandine u (Yezdan) bi wan (pexemberan ra) pirtuk bi mafi hinartiye, ji bo ku ewan (pexemberan) bi wan (pirtukan) di nava (merivan da) di wan tistne ku (meriv) teda ne wek hev bune, berewani bikin. Ji pestire wan kesne ku ji wan ra berate hatine, pase ewan di (ramane xwe da) ji dexesiya di nava wan da heyi ne wek hev bune, tu kesi (di wan biryaran da) ne wekhevbuni nekirine. Idi Yezdan ewane, ku bawer kirine bi dustura xwe ewan ji ne wekhevbuna wanan, kijan reya rast e li bal wi da aniye. Bi rasti Yezdan evine xwe li bal reya rast da tine
[214] Qey (geli koma Muhemmed!) hun guman dikin, ku hun herne bihiste, weki wan cefane, ku bi sere wan komne berya we da hatibu, bi sere we da neye? (Cefa danne wusa hatibu sere wan) ji tirs u tengasi u zemin heji, ewane bawer kiribun bi teve pexembere xwe va aha lava di kiribune: “Gelo idi arikarya Yezdan ji bona me ra we kenge be?” Hun bizanin! Bi rasti arikarya Yezdan nezik e
[215] (Muhemmed!) ewan ji te dipirsin: “Ka ewane di reya Xuda da ci bidin?” Tu ji bona wan ra beje: “Hun ji qenciyan ci bikin, idi ewa qenciya ji bona da u bav u pismam u sewiyan u belengaz u rewine reyan bikin.” Hun ci qa qenciyeki bikin, sixwa Yezdan bi wi dizane
[216] Qirin li ser we bi ve neve hatiye nivisandine u qirin kirin bi xweber ji ji bona we ra micizi te. Guman e, ku tista hun je micize xwe tinin, ewa ji bona we ra qenci be u guman e, tista ku hun je hez kin, ewa bi xweber ji ji bona we ra qenci nebe. U Yezdan dizane, hun bi xwber pe nizanin
[217] (Muhemmed!) Ewan ji te qirina di wan mehne, ku qirin di wan da qedexe ne, dipirsin. Tu ji wan ra beje: “Bi rasti di wan mehan da qirin pir guneheki mezin e, le fetilandina (bere merivan) ji reya Yezdan u filetiya bi Yezdan u para dana merivan ji mizgevta (bi nav) Mescid el-Herame u derxistina komale wi (bajari) ji wura, li bal Yezdan bi gunehi hej ji qirina di wan da meztir e u bi rasti seytani u tevdani, ji kustine meztir e. Heke ewan (filan) bikaribin haya ku ewan we ji ola we nezivirinin we bi we ra qirine bikin, u ji we kijan ji ola xwe derkebe disa bibe file, idi pase ewa bi fileti ji miribe, evan in ku keda wane di cihane da kiri, di cihan u di dan u gave para da ji sewitiye. U hevrine agir, evan in evan bi xweber ji di agir da hey diminin
[218] Bi rasti ewane bawer kirine u di reya Yezdan da ji welate xwe koc kirine derketine u ji bona qayilbuna di reya Yezdan da tekosin dikin hene! Ewane dilovaniya Yezdan guman dikin evan in. U Yezdan bi xweber ji baxiskare dilovin e
[219] (Muhemmed!) Ewan ji te ra durist bun u qedexene mey u xumare dipirsin. Tu (ji bona wan ra) beje: “Di wan herdukan da ji ji bona merivan gunehne mezin u kerhatin hene. Le gunehne wan herdukan ji ji kerhatina wan herdukan meztir e.” Ewan ji te dipirsin: “Ka ewane ji bona hewcan ra ci bidin?” Tu ji bona wan ra beje: “Baxisandin (yani male ji ber hewcene we mane ya ji male durist u paqij bidine wan)”. Bi vi awayi Yezdan ji bona we ra beratene xwe vedike. Bi rasti dibe ku hun di beratene Xuda da ramani bikin
[220] Ka Yezdan di cihan u di dan u gave para da ci armanc kiriye? Ewan ji te mafe sewiyan dipirsin. Tu (ji bona wan ra) beje: “Heke hun ji bona wan ra bi asti (male wanji wan ra bihevisinin) cetir e u heke hun teve wan bibin (male wan teve male xwe bikin, bi hev ra di ciyeki da bijin) sixwa idi ewan sewiyan birane we ne (bi hev ra bijin). U Yezdan bi xweber ji bi tevdanok u bi astikaran dizane. U heke Yezdan biva we hun bixistina tengasi u cefadane. Bi rasti Yezdan servahate bijejke ye
[221] U hun bi wan jinne hevri ceker ra heya ewan bawer nekin, kevin nebin. Bi rasti jinek e bawergere bende, ji we jinika hevri ceker qenctir e, ci qa bedewi u zarewaye we jinika hevri ceker xwesa we here u we sodret bike ji. U hun jine bawerger, bi merne hevri ceker ra kevin nekin heya ewan meran bawer nekin. U bi rasti bendeki bawerger ji wi merike hevri ceker qenctir e ci qa bedewi u zare wi (zar siriniya wi u maldarya wi) xwesa we here u we sodret ji bike. Evan hevri cekeran we gazi li bal agir da dikin u Yezdan bi xweber ji we bi dustura xwe gazi li bal behist u baxisandine dike u ji bona merivan ji beratene xwe vedike. Bi rasti hevi heye, ku ewan ji wan beratan bi ramani his hildin
[222] U (Muhemmed!) Ewan ji te kirase jinan dipirsin, tu (ji bona wan ra) beje: “Ewa kirase jinan cefaki bi qireje, idi hun di kirasan da dure jinan bikebin, heya ku ewan jinan ji kirasan paqij bibin. Gava ewan jinan ji kirasan paqij bun, idi Yezdan ca, di kur da fermana we, ji bona nivina wan kiribe, hun ji wusa herne bal wan. Bi rasti Yezdan ji wane, ku ji sikatine xwe posman dibin u ji wane paqij, hez dike
[223] Jinne we, ji bona we ra zevinin; idi hun ca hez dikin, wusa herne zevine xwe u hun ji bona xwe ra hej di bere da heza xwe amade bikin u hun Yezdan parizi bikin u hun bizanin! Ku bi rasti hune herin raste Yezdan ben. Tu (eve) bi mizgini ji bona bawergeran ra (beje)
[224] U hun (gelib awergeran!) ji bo ku hun ewane di hembere xwe da, bi xwe bidne bawer kirine u ji bona parisiya xwe ji gunehan u ji bo ku hun di nava merivan da asti dikin (ewan bi xwe bidne bawer kirine) Yezdan nexne armanc di sondne xwe da. Sixwa Yezdan dibehe u dizane
[225] Yezdan we di wan sondne we ne, ku hun teda dixelitin gunehkar nake, leYezdan we bi wan kedne, ku dile we dike we gunehkar dike. Yezdan bi xweber ji baxiskare muahim e
[226] Ji bona wan merne, ku sond dixun necine nivina jine xwe, heya car mehan dane hevi mabune heye, heke ewan meran di wi dani da disa cune nivina wan jinne xwe, idi bi rasti Yezdan baxiskare dilovin e
[227] U heke (ewan merne sond xwar) hey berdana wan jinan van, idi bira bizanin! Ku bi rasti Yezdan dibehe u dizane
[228] U ewan jinne hatine berdane hene! Heya se kirasan, bi xweber xwe ji mer kirine digirin. Heke ewan jinan bi Yezdan u bi dan u gave para da bawer dikin, ne durist e ji bona wan ra, ku ewan, ewa tista Yezdan di zike wan da aferandiye veserin (yani zara di zike xwe da veserin, bejin: “Em bi zar ninin”). Heke ewan hevhatini biven, di we gave da (yani di wi dane jinik xwe ji mer kirine dide para da, merivne astikar bikebine niveka wan, ewan li hev binin) mere wan, ji bona wan jinan ra cetir e, ku ewan jinan disa hildne bine kevin bune xwe da u ji bona jinan ra mafe wan, weki xuye (adete) jine wan dera pesk u xebat heye (ewan jinan di kar u xebatan da weki hev in). U ji bona meran ra li ser jinan payek heye. U Yezdan bi xweber ji servahate bijejke ye
[229] Berdana jinan du cure ne; idi di wi dane xwe girti da, ya ewan jinan bi qenci disa hildne bine kevin kirina xwe, ya ji bi wan qenci bikin ewan berdin. Ji bona we meran ra durist nine, ku hun tisteki ji mara wan jinan, ku we daye wana, para da bigirin, xenci heke herduk tirsiyan, ku ewan herduk ji (mer u jin) di nava xwe da biryarne Yezdan pek naynin. Heke hun tirsiyan, ku ewan herduk biryarne Yezdan e, ku di nava wan da heyi pek naynin, idi tu ziyan li ser wan herdukan ji tune ye, ku jinik ji bona berdana xwe hineki ji mara xwe, ji bona merik ra bibaxisine. Evan (biryarne di nava mer u jinan da hatine bi ci dane) biryarne Yezdan in. Idi hun ji wan biryaran neborin u kijan ji biryarne Yezdan bibore, bi rasti idi cewrkar hey even bi xweber in
[230] Idi heke ji pisti (kevin kirina cara duduyan) merik disa jinik berda, ji bona wi meriki ra disa kevinbuna bi we jinike ra ne durist e, heya ewa jinika bi meriki mayi ra kevin nebe. Idi ji pisti ku ewi mere mayi ji ewa jinika berda, tu ziyan ji bona wi merike cara yekem u jinika berdayi ra tune ye, ku disa bi hev ra kevin bibin. Heke ewan herduk ji (jinik u merik) goman bikin, ku we ewan biryarne Yezdan e (di nava mer u jinan da daniye) pek binin. Yezdan evan biryaran, ji bona komale zana ra vedike
[231] Di gava ku hun jinan berdin, idi ewan jinan ji gehistine dawiya dace hevi mayine, hun idi di we gave da ya ewan bi xwesi bigirin(bi wan ra disa kevin bibin) ya ji ewan bi qenci berdin, ji bo ku hun li wan cewre bikin, hun ewan jinan (di mala wan da) negirin (ewan jinan negirin, bira ewan bi xwesi herin bigihejne armanca xwe). Kijan ewan jinan xwuri ji bona cewr kirine bigire, bi sond! Ewi idi li xwe cewr kiriye. Hun biryarne Yezdan bi tinazi negirin u hun qencine Yezdan ne, ku li ser we hene bira xwe binin. (U ewan qencine Yezdan) ku pirtuk u zanina retkoki li ser we da hinartiye, bi wan li we siretan dike (bixne sere xwe). Hun Yezdan parisi bikin u hun bizanin! Bi rasti Yezdan bi hemu tistan dizane
[232] U di gava, ku hun jinan berdin, idi heke merne wan van, disa ewan jinne xwe hildine bine keviniya xwe, di gava ku ewan herdukan ji (mere berdanok u jina berdayi) bi kevin kirine qayil bibin, hun (geli serkarne jinan!) ewan jinan ji kevin kirina bi wan meran ra nedine para dane. Bi van (biryaran Yezdan) ewan merivne ji we ne, ku bi Yezdan u bi dan u gave para da bawer dikin, siretan hildidin. (Evan biryarne) hane heke hun wusa pek binin, ji bona we ra temiz u paqijtir e. U Yezdan dizane (ku evan biryaran ji bona we ra cetir e) le hun bi xweber ji nizanin
[233] Dayik; heke bave zaran bive, ji bona zara xwe ra du salan bi hemuti bi ve neve sir dide, xwarin u xweyi kirina wan jinan weki adete wan deran, li ser bave wan zara ne. (Ewa jinika hatiye berdane, heke zara we hebe, dive ku ewa jinika sir bide we zaroku heya du salan, heke bave we zaroke bive; we gave, xwarin u xweyi kirina we jinike li ser bave zaroke ye). Her yek dikare weki burha xwe xwarin u xweyi kirina bide, qe tu kes ji burha xwe pirtir nade. Dayik; bi zaroka xwe naye ziyan kirine u bave we zaroke ji bi we zaroka xwe, naye ziyan dayine u li ser mirat xurn wan ji evan mafan hene. Idi heke ewan da u bavan, herduk ji qayil bun, ku ewe zaroke sire vekin, tu ziyan li ser herduka ji tune ye. U heke hun biven, ku hun zarne xwe,bi wan jinne mayi bidne sir dayine, heke hun weki adete wan deran bi wan jinan ra qenciyan bikin (xwarin, xweyi kirina wan bidin) tu ziyan ji bona we ra tune ye. Hun Yezdan parisi bikin u hun bizanin ji ku Yezdan bi rasti tista hun dikin dibine
[234] U ewan merne ji we ne, ku dimirin, li pey xwe da jinan dihelin, evan jinne (mer miri hene!) we bi xweber heya car mehan u deh royan ji mer kirine xwe para da bigirin (yani ewan jinne, ku mere wan mirine, ewan jinan bi xweber we xwe ji merkirin u ji xemlandine heya car mehan u deh royan bigirin, nacine mer. Di vi dana heviti da, ji bona mer kirine qe tu tisti nakin). Idi gava ewan jinan, gehijtine dawiya dane hevi mayiye, ewan jinan ji bona qenciya bi xwe ra, ci ji xwe ra bikin (ji xemilandin u merkirine weki adete wan deran) li ser we tu ziyan tune ye. Yezdan bi tista hun dikin agahdar e
[235] U tu ziyan ji bona we meran ra tune ye, ku hun, li ber wan jinne dawiya dane wane hevi mayi hatibe bavejin; ji bona ku hun bi wan ra kevin bibin, ya ji ku hun kevin buna, bi wan ra di dile xwe da veserin (hun di dile xwe da bi sewirinin; heke pasya dane hevi mayiya wan were, eme bi wan ra kevin bibin). Yezdan dizaniya ku hune bi rasti ji wan ra di nezik da bejin: “(Ka hun bi me ra kevin nabin?) Le hun bi wan jinan ra, di dizika da peymanne qenciye pestir nedin (yani hey hun ji bona wan ra bi qinati peymane bi siretne qenciyan bikin, di nava hev da ewan tistne, ku dibine sedemne ji bona sikati u gunehan, nedine hev). U hun (geli meran!) heya ewan jinan negihejne dawiya dane xwe girtine, bi wan jinan ra kevin kirina wan nekin. U hun bizanin! Bi rasti Yezdan bi tista di dile we da heyi dizane. Idi hun xwe ji Yezdan biparisinin u hun bizanin! Ku bi rasti Yezdan baxisgere mulahim e
[236] (Geli meran!) Heke hun ewan jinne ku hej hun tekile wan jinan bi jinani nebubin, ya ji hej we ji bona wan ra marek diyar ne kiribe, berdin. Tu gunehkari ji bona we ra tune ye. Hun ji wan jinan ra; zengin weki , zenginan u xezan ji weki xezanan, bi qenci mal bidne wan. Eva temtela hane mafeki babet e, li temtela qencikaran te
[237] U heke (geli meran!) we ewan jinan berdan, hej hun tekile wan bi jinani nebubin le we ji bona wan ra marek diyar kiribe, nive we mara diyar kiri dive ku hun bidne wan jinan. Ji xenci heke ewa jinika, ya ji ewa serkare jinike, ku birina mare di deste wi da buye, mare ji bona (zave ra) bibaxisinin. Heke hun bibaxisandin (geli meran!) mare hemusk bidne wan jinan, sixwa ji bona xudaparizan neziktir e. U hun (geli meran!) ewa rumet u babetiya, ku di niveka we da heye (niveka mer u jinan da heye) birva nekin. Bi rasti Yezdan tista ku hun dikin dibine
[238] Hun (geli bavergeran!) parisiya li ser nimej kirine, nemaze nimeja nivwari bikin u hun ji bona Yezden ra, bi dil rabin peresti bikin
[239] Idi heke hun ji (asitan) tirsiyan, hun (ca dikarin wusa bikin). Idi bi peyati u bi siwarti (hun ca dikarin wusa bikin). Idi gava hun ewlebun Yezdan ca kirina we ji bona we ra hin kiriye hun perestiya Yezdan wusa bikin, loma we bi xweber ji di berya niha da nizan buye
[240] Ewan merivne ji we gava dimirin, li pey xwe da jinan dihelin hene! Dive ku ewan meran ji bona wan jinne xwe ra, li wan miratxurne xwe ra siratan bikin, ku ewan miratxuran, jina wi ji xaniye wi heya saleki dernexin u xwarin u xweyi kirina we ji bidin. Idi heke ewan jinan ji berxwe ji wan xaniyan bi xwesi derkebin, tu gunehkari li ser we tune ye. U servahate bijejke Yezdan e
[241] Dayina xwarin u xweyi kirine, ji bona wan jinne berdayi li ser xudaparisan mafek e
[242] Bi vi awayi Yezdan ji bona we ra biryarne xwe vedike. Bi rasti dibe, ku hun ji wan his hildin
[243] Ma qey tu li bal wan merivne ku bi hezaran, ji tirsa (merga) mirine ji welate xwe derketine meze naki ? Idi Yezdan ji bona wan ra gotiye: “Hun bimirin.” (Ewan mirine) Pase (Yezdan) ewanan zinde kirine. Bi rasti rumeta Yezdan li ser kesan heye u le pirne kesan ji sipaziya Yezdan nakin
[244] U hun (geli bawergeran!) di reya Yezdan da qirine bikin. U hun bizanin! Bi rasti Yezdan dibehe u dizane
[245] Kijan ji bona qayilbuna Yezdan deyneki bi qenci bide, idi Yezdan ji ji bona wi ra hemberya wi deyni (bi peywesti pir dike) u Yezdan bi xweber e, sixwa mal dide u distine. Bi rasti hune li bal wi da bizivirin
[246] Ma qey tu li bal wan serokne, ji zanane cihuyan, ku ji pisti Musa da hatine, meze naki? Di gava ewan ji bona pexemberne xwe ra gotibune: “Ka (pexember!) tu ji bona me ra serokeki bisine, ku em di bine seroktiya wi da di reya Yezdan da qirine bikin.” U (pexember ji wan ra) gotiye: “Heke qirin li ser we bive neve be nivisandine. Ijar hun ji qirine nekin? (Ewan ji bona pexember ra) gotine: “Eme ca di reya Yezdan da bi wan ne yaran ra qirine nekin u em bi xweber ji ji welate xwe u di nava zarne xwe da hatine derxistine (dure wan ketine)?” Idi di gava qirinkirin, li ser wan (bi ve neve) hate nivisandine ji pestire hindikne ji wan, hemuska ji bere xwe ji qirine fetilandin. U Yezdan bi cewrkaran pir dizane
[247] U pexembere wan, ji bona wan ra gotibuye: “Bi rasti Yezdan ji bona we ra (Talut) bi serokti sandiye.” Ewan ji bona pexembere xwe ra gotine: “Ka seroktiya wi li ser me ca ce dibe u em bi xweber ji ji wi cetir babete seroktiyene u ji bona wi bi xweber ji maldaryek e mezin nehatiye dayine?” Pexembere wen ji wan ra gotibuye: “Bi rasti Yezdan ewa ji bona we ra helbijartiye u Yezdan ewa bi gewde u bi zanin pir kiriye. Yezdan serokti u maldarya xwe ji bona evine xwe ra dide.” U Yezdan bi xeber ji maldare pir zana ye
[248] U ji bona wan ra pexembere wan gotibuye: “Bi rasti berata seroktiya wi ev e; we ji bona we ra sursumeke were, ku di wi sursumi da hawdana dilan ji Xudaye we heye (ca ji di wi sursumi da) biryarne ji bermeyine binamala Musa u Harun mane ji hene. Firistan ewi (sursumi) hildigirin (digerinin). Bi rasti heke we bawer kiribe, ji bona we ra dive (buyere da,) berateki mezin heye
[249] Idi di gava “Talut” bi leskere xwe va ji bona qirine derket (Talut ji bona leskere xwe ra) gotiye: “(Geli lesker) bi rasti Yezdane we bi cemeki (ji ave) biceribine, idi kijan ji (ava wi) cemi vexwe, bi rasti ewa idi ji heval u leskere min nine u kijan ji (ava wi) cemi qe tam neke, ya ji kijan ji (ava wi) cemi qemceki bi deste xwe vexwe, ewa ji heval u leskere min e.” Idi ji pestire hindikne ji wan, hemuska ji (av) ji wi cemi vexwarin. Idi di gava (Talut) bi xweber u ewane ku (bi Talut) bawer kirine, ji cem borine, ewan ji hev ra gotine: “Di iro da tu heza me tune ye, ku em (bi Calut-Galut) u bi leskere wi ra qirin bikin.” Ewane goman kirine, ku we ewane herin bigihejne Yezdan ji wan hevalne xwe ra gotine: “Ci qa komne picuk hebune, ku bi dustura Yezdan li ser wan komne mezin servahatine!” U Yezdan bi xweber ji bi hawkeran ra ne
[250] U di gava (Talut bi hevale xwe va) derketine ji bona qirina bi Calut (Galut-Calut-Jalut) u leskere wi bi hemberi bikin (aha bi lavati) gotine: “Xudaye me! Tu li ser me da hewdane vala bike u tu di hembere wan da pe me bi cih bike (ku ji suna xwe nehejin).” U tu arikarya me li ser komale file bike
[251] Idi ewan (Talutiyan) bi dustura Yezdan bere Calut (Galut-Calut- Jalut u leskere) wi dan, u Dawud (Dawid) ji Calut kustiye. U Yezdan ji bona Dawud ra serokti u zanina retkoki daye u Dawud ci vaye, Yezdan ewa tista ji bona Dawud ra hin kiriye. U heke parizaya Yezdan, ji bona marivan ra tune buya we zemine ji ledana hinekne wan li hineki wan, teve hev buya u le Yezdan li ser hemu gerdune xweye abure
[252] (Muhammed!) Evan beratene Yezdan in, em bi rasti ji te ra dixunin.U bi rasti tu ji pexemberani
[253] Evan pexemberan in, ku me hinekne ji wan li ser hineki wan paydar kirine. Ji wan, (pexemberan) hinekne wan hene, ku Yezdan bi wan ra axiftin kiriye u hinekne wan ji (Yezdan) ewan bi payan bilind kirine. Me ji bona Isaye kure Meryeme ra beratene daveker sandiye u me Isa bi cane piroz daye hez kirine. Ewan komne li pey, (pexemberan) mane hene! Ji pisti ku ji wan ra beratene daveker hatibun heke Yezdan bi va, idi ewan bi hev ra qirin ne dikirin u le ewan li pey (pexemberan) di wan beratan da ne wekhev bune, idi hinek ji wan bi wan biryaran bawer kirine u hinek ji wan ji bune file (bi wan bawer ne kirine). Heke Yezdan bi va ewan bi hev ra qirin ne dikirin u le Yezdan ci bive ewi dike
[254] Geli bawergeran! Di berya we roya, ku tu firotin u dosti u yari u menderi qe teda tune ye, hej ne hatiye; ji wan rojine, ku me ji bona we ra daye,hun ji ji bona hewcan ra bidin (loma ewane) nankori dikin hene! Ewanan bi xweber cewrkar in
[255] Yezdan ew e; ku ji pestire wi tu yezdane (babete perestiye) tune ye. Ewa zindeye bi hez e. Henijandin u xew bi wi nagire. Ci qa tistne di ezman u zemin da hene! hemusk ji bona wi ra ne. Be dustura wi tu kes li bal wi mehderi nake (gelo ji pestire dustura wi ke dikare, ku mehderi bike?) Yezdan bi we (keda) ewan kirine u bi we (keda) ewan dikin dizane. U ewan tu tisteki ji zanina wi, hilnedane bine zanina xwe, ji pestire, ewe zanina ku ewi va ye (ewan bizanin). U hez u zanina wi ezman u zemin hildaye nava xwe da. U parisvaniya wan herdukan ji, Yezdan (ji parisvaniya wan) be zar nake. U bilinde mezin hey ewa ye
[256] Di (lite kirina) ola (misilmaniye da) tu koteki tune ye. Bi rasti idi mafiti u pucati rind ji hev xuya buye. Idi kijan bi pelid bawer neke u bi Yezdan bawer bike, bi sond! Ewi bi cemile be qetyaye girtiye, ku tu pizirandin ji bona wi cemili ra tune ye. U Yezdan bi xweber ji bihisteke pir zan e
[257] Ewane bawer kirine hene! Serkare wan Yezdan e. Yezdan ewan ji taritiye li bal ronahiye da derdixe. Le ewane bune file serkare wan ji pelid e. Pelid ji ewanan ji ronahiye li bal taritiye da derdixe, hevrine agir evan in. Ewane ku di agir da diminin evan bi xweber in
[258] Ma qey tu li bal wi kese, ku di mafe Xudaye Ibrahim da, bi Ibrahim ra tekosin kiribuye meze naki? Ji ber ku Yezdan ji wi ra serokti u maldari dabuye, gava Ibrahim ji wi ra gotibuye: “Ewe zindeti u mirine ce dike heye! Ewa Xudaye min e.” Ewi ji (ji bona Ibrahim ra) gotibuye: “Ez bi xweber ji zindeti u mirine ce dikim.” Ibrahim (ji wi ra) gotiye: “Bi rasti Yezdan roje ji rojhilate tine, (ka idi tu ji roje ji rojava bine.” Idi ewa nankora (di hembere) Ibrahim da li piya bezar maye. U Yezdan komale cewrkar nayne reya rast
[259] U ma qey buyera wi kese, ku di nava gundeki da boriye: Ewa gunda ji wusa weran bibu (tisteki wi li ser tisteki ne maye, te ne bihistiye)” Ewi merive gotibuye: “Ka we Yezdane evi gundi ji pisti mirina wi, we ca zinde bike?” Idi Yezdan ewa meriva sed sali mirandiye, pase (Yezdan ewa meriva) rakiriye. (Yezdan) ji wi pirs kiriye: “Ka tu ci qas mayi?” Ewi (ji Yezdan ra) gotibuye: “Ez royeki mabume, ya ji daneki ji roye mabume.” (Yezdan ji wi ra) gotibuye: “(Na, gotine te nine) le tu sed sali mabuyi. Idi tu li bal xwarin u vexwarine xwe ra meze bike, ku hej ewan babori ne bune u tu li bal kera xwe da ji meze bike. U ji bo ku em te ji bona merivan ra bixne beratene sodret; tu li bal hestiyan da meze bike, ka em ca ewanan rast dikin, pase em ka ca (weki kincan) gost li wan dikin. Idi di gava ji bona wi ra xuya bu, ku eva buyera bi sere wi da boriye (ewi aha) gotibuye: “Bi rasti ez dizanim, ku Yezdan bi rasti li ser hemu tistan bi hez e”
[260] U tu (ewe gava, ku Ibrahim ji Xudaye lava kiriye, bira xwe bine. Ibrahim) gotibuye: “Xudaye min! Tu bi min bide xuyandine, ka tu ca mirya zinde diki? (Xweda ji Ibrahim ra) gotiye: “Qey tu bawer naki?” )(Ibrahim ji Xweda ra) gotiye: “Cima (ez bawer dikim) le ji bona dile min bi nive (bi min bide xuyandine)”. (Xweda ji bona Ibrahim ra) gotiye: “Tu ji cucikan car liban bigire, idi tu ewan cucikan li bal xwe keri bike, pase tu ewan cucikan, heryeke dayne sere ciyayeki u pase tu gazi wan cucikan bike; ewan cucikane bi lez werne bal te. U tu bizane! Ku bi rasti Yezdan li ser hemu tistan servahate bijejke ye”
[261] Hewcekiya wanne, ku male xwe di reya Yezdan da disixurinin, hene! Weki, ku libek heft wesiyan bigire, di her wesiyeki da ji sed lib hebin, wusa dibe. U Yezdan ji bona evine xwe ra hej carbicar pir dike. U Yezdan zengine zana ye
[262] Ewane, ku male xwe di reya Yezdan da disixurinin u pase ji li pey sixurandine da gote gotin u cefadan ji ne kiribun hene! Ji bona wan ra li bal Xwedaye wan, kirya wan heye. U li ser wan tirsa (ji agir) u miruziya (kem xelatdane) ji tune ye
[263] Gotinek e bi qenci u baxisandin ji we qenciya, ku li pey we da cefadan u gote got hatibe kirine cetir e. U Yezdan ne hewceye mulahim e
[264] Geli merivne ku we bawer kiriye! Hun qencine xwene, ku we bi hewcan ra kiriye, bi gote got u bi cefadane puc nekin, weki wi merive ku male xwe ji bona ditina kesan disixurine, qe bi Yezdan u bi dan u gave para da ji bawer nake, nekin. Idi hewcekiya wi, weki (zeviya) ku li ser tatekiye; ijar ku barsit ledixe, idi ewa barista xalye dibe, ewa tata hilu dimine, nikarin ku ji keda xwe tisteki hildin. (Evan ji disixurandina xwe da tu qenciye nikarin hildin). U Yezdan komale file nayne reya rast
[265] Ewan merivne, ku male xwe ji bona qayilbuna Yezdan u nivandina dile xwe, disixurinin hene! Hecwekiya wan weki kareze, ku li ser surmileki ave be, ijar barane ji le xistibe, idi reca wi ducari xwe hatibe, dibe. Heke barane le nexistibe, idi sixwa aviya ave le dixe. U tista hun dikin Yezdan dibine
[266] Yek ji we, ku ji bona wi ra, ji xurme u tiryan rezeki wi hebe, di bine dare wi da cemne ave bikisin u di nava rez da hemu berhebin, ewa bi xweber ji kal bibe u ji bona wi ra ji urtek e jar u be hez mabe: Ewa bive temtele be, sexte ji idi li wi bostan u reze wi bixe bisewitine qe hez dike? (Yeke ji we heke kal be u zarne wi picuk hebin, ewan zaran bi xweber ji hewcene paris u parsivana bin, baxeki wane di bine dare wi da cemne ji ave bikise, hebe; qe hez dike, ku sexte li wi baxe wi xe, hemusk bi sewitine, ewa bi xweber ji dive temtele da be?) Yezdan bi vi awayi ji bona we ra beratene xwe vedike, bi rasti hevi heye, ku hun ramane bikin
[267] Geli ewan merivne ku we bawer kiriye! Hun ji tista ked dikin, paqije we u paqije wan tistne ku em ji bona we ra ji zemin derdixin, bisixurinin u hun ji wan male xweye, heke hun di suna xezanan da bunan, we ewa mala di suna (bac) u qenciyan da nedigirt, ji pestire heke we cave, xwe ji bona girtine, bigirta, pase hune bi wan qayil bibuna, nesixurinin. U hun bizanin! Bi rasti Yezdan ne hewceyi pesinvan e
[268] Pelid we bi xezaniye dide tirsandine u fermana we bi sikati u mastoqiye dike u Yezdan ji baxisandina ji xwe u abora pir ji bona we ra, peyman dide. U Yezdan zengin e pir zan e
[269] Yezdan ji bona evine xwe ra zanina retkoki dide. U zanina retkoki ji bona ke ra hatibe dayine, idi bi sond! Ji bona wi ra qencine pir hatine dayine. Evi hey ewane xweye his, diponijin
[270] U hun ji male xwe ci ji bona hewcan ra bisixurinin, ya ji hun ji male xwe ci ji bona hewcan ra bi peymani heyran bikin, , idi bi rasti Yezdan bi wi dizane. U ji bona . cewrkaran ji tu arikari tune ye
[271] U heke hun qencine xwe (xere xwe) bi diyari bikin, idi ci qa rind e! U heke hun ewan qencine xwe veserin, hun ewan bi dizika da bidine xezanan, sixwa ji bona we ra cetir e. U bi wan, hineki ji gunehe we radibe. U Yezdan bi xweber ji bi wan tistne ku hun dikin, agahdar e
[272] (Muhemmed!) Hatina wan li bal reya rast da li ser te bi ve neve nine. U leYezdan kijani bive, ewi tine reya rast. U hun ji qenciyan ci bikin, idi hun ewe qenciye ji bona xwe ra dikin. Sixwa hun hey ji bona qayilbuna Yezdan disixurinin. U hun ji qenciya ci bisixurinin, ewa li bal we da be kemayi te dayine u li we ji naye cewr kirine
[273] (Hun qencine xwe) ji bona wan xezanne, ku di reya Yezdan da ji xebata xwe qopmane, idi nikarin di zemin da ji bona aboraya xwe bigerin; ji feditiya xwe, ewan ji merivan qe tu tisti bi lavayi naxwazin, tu ewan bi ru u rucike wan nas diki, nezan dibejin: “Qey ewan zengin in” (ji ber wi, ewan ji bona aborya xwa, xwestine nakin) bidin. U hun ji qenciyan (xeran) ci bisixurinin, idi Yezdan, hey bi wi dizane
[274] Ewan merivne, ku di sev u royan da u bi dizi u xwuyayi, male xwe (ji bona qayilbuna Yezdan) disixurinin, hene! Ji bona wan ra li bal Xudaye wan kiryek e mezin heye. Li ser wan tirsa sabat dane u miruziya (ji kem xelate ji) tune ye
[275] Ewan merivne serparan (riba) dixun, hene! Ewan radibin, tu dibe qey tepa dikebin, weki ca merive ji ber ledana pelidan radibin u dikebin, ewan ji wusa dibin. Eva (sapata hane) ji ber ku ewan digotibune: “Serpar ji weki kirin u firotine ye (herduk ji ji bona merivan ra durist e). Le Yezdan, kirin u firotin durist kiriye u guhartina (malan) bi serdapari durist ne kiriye.” Idi kijan merive, ku ji Xudaye ku ji bona wi ra siretek hatibe, ewa ji ji guhartina bi serdapariti posman bibe, idi ewan kirine wiye hej di berya ve biryara hane da kiribune, ji bona wi ra ne (ewan para da nayene dayine, ji bona wi ra diminin). U temtela wi di ve buyere da li bal Yezdan e: (Bive, ewi dibaxisine, heke bive, ewi sapat dike). U kijan meriv (ji pisti hatina sirete) disa guhartina bi serdaparti bike, idi bi rasti hevrine agir evan in. Evan bi xweber ji di agir da her diminin
[276] Yezdan serdaparitiye kem dike u qenciyan ji (xeran) pir dike. U Yezdan ji tu fileyi (ku ji bona firotina serdapariti lec dike) gunehkar hez nake
[277] Bi rasti ewan merivne bawer kirine u kare asti kirine u nimeja xwe kirine u baca male xwe dane, hene! Ji bona wan ra li bal Xudaye wan kirya wan heye u tirsa (ji sapatan) u murizaya (ji kem xelatdane) li ser wan tune ye
[278] Geli ewan merivne, ku we bawer kiriye! Heke we bi rasti bawer kiribe hun parizaya Yezdan bikin u hun dest ji fırotina bi serdaparitiya, ku we kiriye (hej we serpar hil ne daye) berdin
[279] Idi heke hun wusa nekin, hun bizanin! Bi rasti eva di hembere! Yezdan u Pexembere wida qirinek e hun dikin. U heke hun ji we kirine posman bibin, idi ji bona we ra hey sermayeye we heye. Bi vi awayi hun cewr nakin u li we ji neye cewr kirine
[280] U heke deyndar destteng be, idi hun ji wi ra heya destee wi firebe, dan bidine. Sixwa heke hun deyne wi ji wi ra bi qenci bibaxisinin, heke hun bizanin bi rasti eva ji bona we ra cetir e
[281] U hun ji we roya, ku hune di we roye da li bal Yezdan da bizivirin, pase ji bona her candareki ra, tista ewi ked kiriye (di we roye da te dayine) qe li wan ji naye cewr kirine biparisi (bitirsin)
[282] Geli ewan merivne ku we bawer kiriye! Gava hun ji hev ra heya daneki navdayi deyn bidin, idi hun ewi (dan u deyni) binivisin. U bira ewi, nivisdareki dadvan, di niveka we da, bi dadvani binivise. U bira nivisdar, ca Yezdan bi wi daye hin kirine, wusa binivise (ji wi para da nece) idi bira ewi binivise. Ewe deyndar ji deyne xwe bira binivise. U bira ewe ku li ser wi deyn heye, ji Xudaye xwe bitirse, tu tisteki ji deyne xwe kem neke. Idi heke ewe deyndar meriveki evsene be, ya ji meriveki be wecb e, ya ji meriveki wusan be. ku nikare bi xweber deyne xwe bide nivisandine, bira serkarne wi, deyni wi bi dadvani bidne nivisandine. Hun (ji bona deyn nivisandine) du merne ji xwe, nehrivan bigirin. Idi heke du mer tunebun, hun mereki bi du jinan va nehrivan bigirin (Jinne wusa bin) ku hun bi sahidiya wan jinan qayil bibin. Ewan jinan ji, heke yek ji wan sahidi birva bike, bira ewa mayi bira we bixe. U di gava sahit hatne gazi kirine ji bona sahidiye, bira ji sahid ya xwe, tu tisti veneserin. U hun ji nivisandina deyne picuk u mezin ne kerixin (ewan, di gave wi u hijmara wi da binivisin). Eva nivisandina we bi vi awayi li bal Yezdan ji bona sahidiye ra rasttir e u dadvantir e u neziktir e ji, ku hun (di dan u hijmara) wi da dudil nebin. Ji xenci heke kirin u firotin herduk ji (baha u pere, bahanok-mal) amade bin, ku hun ewan (bi dest bidne hev, ji hev bistinin). Di we gave da heke hun nenivisin, tu ziyan li ser we tune ye. Di gava ku hun kirin u firotine bikin, hun sahidan bigirin. Ji bona nivisarok u sahidan ra bira zirar neye dayine. U heke hun ji wan herdukan ra zirare bidin, sixwa eva ji bona we ra, idi ji re derketi ne. U hun parisaya Yezdan bikin. Yezdan bixweber evan re u rezikan hine we dike. U Yezdan bi hemu tistan dizane
[283] U heke hun li ser re bin u hun raste nivisandaran ne hatin, idi ewa tista ku we di suna deyn da, ji deyndare bi gerewi sitandiye, bes e (nivisandin nave). Heke hun (hinekne we bi hinekne we) ewle dibin idi bira ewe bi wi hatiye ewledane, ewi anemeti ku li bal wi da hatiye sipartine, be kemayi li bal xuye wi da bide u bira pariziya Xudaye xwe bike. U hun sahidiya xwe veneserin. U kijan sahidiye vesere, idi bi rasti dile wi gunehkar e. U Yezdan bi xweber ji bi tista ku hun dikin dizane
[284] Ci tistne di ezman u di zemin da hene! Hemusk ji bona Yezdan ra ne. U heke hun ewan tistne di dile we da heyi, derxin; bidine diyar kirine, ya ji hun ewan tistan veserin, hey Yezdane we bi wan bide (xelat u celat kiri- ne). Idi (Yezdan) kijani bive ewi dibaxisine u ji kijani ra ji bive ewi sapat dike. U li ser hemu tistan bi hez, hey Yezdan e
[285] Pexember bi wan biryarne ku ji Xudaye wi li bal wi da hatiye hinartine bi bawergeran va, bawer kiriye. Hemuskan ji bi Yezdan u bi firistene wi u bi pirtukne wi u bi pexemberne wi bawer kirine. (Ewan gotine:) “Bi rasti em, di niveka yeke ji peygemberne wi da qe tu serda cetiri u nivwari ce nakin. Me gotina te bihistiye, em bune pewrewe gotina te”. Tu gunehne me ji bona me ra bibaxisine, u hey para ziviradin li bal te dane
[286] Yezdan ji bona her candareki ra, weki heza wi, bar li wi dike (Yezdan ji bona her meriveki ra, weki heza wi, fermana perestiya wi dike, qe ji tu kesi ra ji heza wi pirtir ferman neke). Idi ewan candaran ji (qenci u xirabiyan) ci bikin hey ji xwe ra dikin. (Merivne qenc aha lava dikin): “Xudaye me! Tu me bi wan sikatine, ku me ewan bi birva kiri, ya ji bi xeleti kiriye, gunehkar neke. Xudaye me! Te ca ewan merivne berya me da bori barne giran li wan kiriye, wusa li me ji neke. Xudaye me! Ewa bare ku heza me nagihije, li me neke. U (Xuda!) tu sikatine me ji bona me ra li ser me rake u tu me bibaxisine u tu li me dilovani bike. Serkare me hey tu i. Idi tu li ser komale file, arikarya me bike.”