Back to Languages

Kurmanji - Chapter 1 - Al-Fatiha

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Fatiha 1:1

Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn

Verse 2 — Surah Al-Fatiha 1:2

Çiqas pesindan û sipasî hene! Hemû ji bona Xuda yê cihanê ra ne

Verse 3 — Surah Al-Fatiha 1:3

Ê mihrîban î dilovan

Verse 4 — Surah Al-Fatiha 1:4

Xudanê roja xelat û celatê

Verse 5 — Surah Al-Fatiha 1:5

Em her te dihebînin û em tenê ji te alîkarî dixwazin

Verse 6 — Surah Al-Fatiha 1:6

Tu me bide ser rêya rastîn

Verse 7 — Surah Al-Fatiha 1:7

Rêya ên ku te qencî bi wan kiriye; ne ên xeşim li wan bûye û ne ên rê şaş kirine