Verse 1 — Surah Al-Adiyat 100:1
Bi wan hespên behindayî
Verse 2 — Surah Al-Adiyat 100:2
Û bi wan hespên, ku (bi simên xwe çirûskên) agir derdixin
Verse 3 — Surah Al-Adiyat 100:3
Û bi wan hespên, ku (di êrişa serê sibehê da) tozê derdixin
Verse 4 — Surah Al-Adiyat 100:4
Û bi wan hespên, ku (bi wê êrişa xwe, bi tozê) şop li pey xwe hîştine
Verse 5 — Surah Al-Adiyat 100:5
Bi vî awayî ewan (hespan bi sîyarê xwe va) di nava neyaran da cî vedane
Verse 6 — Surah Al-Adiyat 100:6
(Bi van sond dixum!) ku meriv bi rastî ji bona Xuda yê xwe ra pir nankor e
Verse 7 — Surah Al-Adiyat 100:7
Û bi xweber jî nihrevanê vê kirina xwe ye
Verse 8 — Surah Al-Adiyat 100:8
Û bi rastî (meriv) ji bona civandina mal ra zor hizkere
Verse 9 — Surah Al-Adiyat 100:9
Ma qey meriv nizan e, gava tiştên di goran da heyî radibin (ji bona civînê) têne şandinê (we gavê temtêla wan ça dibe)
Verse 10 — Surah Al-Adiyat 100:10
Wê (gavê çi)di dilê wan da heye derketî ye hatîye xu yandinê
Verse 11 — Surah Al-Adiyat 100:11
(Erê!) di wê rojê da Xuda yê wan bi temtêla wan agahdare