Verse 1 — Surah Al-Humazah 104:1
Ewanê ku bi zimanê xwe bi (merivan) tirana dikin û bi çav û birûyê xwe va niqandinêdikin (merivan didine nîşanê hev) hene! Xwelî li wan hemûyan be
Verse 2 — Surah Al-Humazah 104:2
Ewî mal civandîye qe nahewe, tim ewî malî dihijmire
Verse 3 — Surah Al-Humazah 104:3
Ewa guman dike, ku malêewî (di cihanê da) tim carî bide jînandinê
Verse 4 — Surah Al-Humazah 104:4
Na! (bira ewa wusa guman neke) bi rastî ewê li bal (doja bi nav) Hutem da bê avînê
Verse 5 — Surah Al-Humazah 104:5
(Muhemmed!) tu ji ku dizanî, ka Hutem çîye
Verse 6 — Surah Al-Humazah 104:6
(ewa) agirê Yezdan ê ( pêketîye)
Verse 7 — Surah Al-Humazah 104:7
Ewa (agira) li ser dilan bilind dibe (qe ji dilan dernakeve)
Verse 8 — Surah Al-Humazah 104:8
Bi rastî (derê wê dojê) li ser wan hatîye girtinê
Verse 9 — Surah Al-Humazah 104:9
Ewan di (nava) sitünê direj da (bi giredayî) wê bi mînin