Verse 1 — Surah Yusuf 12:1
R. (Arşa van tîpan hey Yezdan dizane. Evan beratên ku em ji bona we ra dibêjin) hene! Bi rastî ewan berateyên wê pirtûka huzvartî ne
Verse 2 — Surah Yusuf 12:2
Bi rastî me ewa (Qur’ana) bi zimanê ‘erebî hinartîye, ji bo ku hûn ji wê (pirtûkê) bizanin; hêvî heye bi rastî hûn ji wê hiş hildin
Verse 3 — Surah Yusuf 12:3
(Muhemmed!) ji bo ku em evê Qur’anê li bal te da diniqînin, em qenctirê serdaboryan ji te ra ji te ra dibêjin. Loma tu di berê da jî ji van (serdaboryan) bê goman bû î
Verse 4 — Surah Yusuf 12:4
Gava (Yûsuf ji bona bavê xwe ra aha) gotibû: “Bavo! (min di xewna xwe da) dît, ku yanzded stêrkan û roj û hîvê ji min ra kunde dibirin.”
Verse 5 — Surah Yusuf 12:5
(Bavê wî ji bona wî ra aha) gotîye: "Kurkê min! Xewna xwe ji bona birayên xwe ra nebêje. (Heke tu ji wan ra bejî) ewanê ji bona te ra xaxan bikin. Loma bi rastî pelîd ji bona merivan ra neyarekî xûya ye
Verse 6 — Surah Yusuf 12:6
Bi vî awayî, wê Xudayê, te, te hilbêjêre û wê (ça di xewnê da te dît) te hînê zanîna têgihandina xewna bike û we qencîyên xwe li ser te da û li ser nişa Y’eqûb da peyweste bike, ça hêj di berê da li ser her du bavên te (qencîyên xwe) peyweste kiribû; (Ewan) Îbrahîm Ishaq in. Bi rastî Xudayê te pirzanê bijejke ye
Verse 7 — Surah Yusuf 12:7
Bi sond! Ji bona pirsîvanan. di serdaborya Yûsuf û birayên wî da berateyên (sodretî hene)
Verse 8 — Surah Yusuf 12:8
(Birayên Yûsuf aha) gotine: "Em komeke bi hêz in (tivêka me yek e) bi vî ra jî Yûsuf û bi birayê xwe va li bal bavê me, ji me heztir in. Bi rastî bavê me di wundabûneke xûya da ne
Verse 9 — Surah Yusuf 12:9
Ya hûn Yûsuf bikujin, ya jî hûn bavêjine zemînekî dûr, ji bo ku berê bavê we hey ji we ra bimîne û hûnê paşê (ji kiriê xwe poşman bibin, Xudayê we bibaxişîne) hûnê di peywî da bibine ji komalêkî aştîkar
Verse 10 — Surah Yusuf 12:10
(Yekî ji wan aha) gotîye: "Heke hûn bi rastî divên (ku tiştekî bi serê wî) bikin, hûn ewî nekujin, hûn ewî bavêjine tarîtîya bîr ê dibe, ku hinek kerwan rastî wî werin (ewî wekî malê wundabûyî ji xwe ra hildin, beherin)
Verse 11 — Surah Yusuf 12:11
(Dema xaxe xwe pêk anîne, fetilîne bal bavê xwe; ji bavê xwe ra aha) gotine: "Bavo! Çi bûye ji te ra ku tu ji bona Yûsuf bi me ewlê nabî û em bi xweber jî ji bona wî ra şîretvan in
Verse 12 — Surah Yusuf 12:12
(Bavo! Tu) ewî di sibehê da bi me ra bişîne, ji bo ku ewa bigere û bilêyîze. Bi rastî em ji wî ra parisvan in
Verse 13 — Surah Yusuf 12:13
(Bavê wan ji wan ra aha) gotîye: "Heke hûn ewî beherin, bi rastî bêhna min dernakebe, ez mirûz dibim û ez ditirsim; ku haya we ji wî tune be, gur ewî bixun
Verse 14 — Surah Yusuf 12:14
Ewan gotine: "(Bavo!) Heke gur ewî bixun û em bi xweber jî komeke bi hêz in (li wura bin) bi rastî me îdî di wê gavê da zîyan kirîye
Verse 15 — Surah Yusuf 12:15
(Îdî bavê wan destûra Yûsuf daye). Dema ewan bi wî ra çûne, ewan li hev civîyane, ku ewan ewî bixne tarîya bîrê, (ewan Yûsuf avêtine bîrê). Me jî li bal wî da niqand: “(ne tirşe)”. Bi sond! Haja wan bi xweber qe tune be tuyê evê bûyara wan e hanê ji wan ra bêjî
Verse 16 — Surah Yusuf 12:16
Ewan di êvarê da bigirîn (ji bo xaxê kirine, xwe rast bidine diyarkirinê) hatine bal bavê xwe
Verse 17 — Surah Yusuf 12:17
(Ji bavê xwe ra) gotine: "Bavo! Em çiqa rastbêj bin jî dîsa tu ji me bawer nakî. Bi rastî dema em çûn (me li cîyekî danî) me Yûsuf hîşt li bal cirya xwe da, em çûne (lêyîztikê); me da berhev (dema em para da hatin me dêna xwe dayê, ku) guran ewî xwarine
Verse 18 — Surah Yusuf 12:18
(Heke tu ji me bawer naki jî) eva me kirasê wî bi xûn ji te ra anîye (xûneke bi vir li kirasê wî dabûne." Bavê wan ji wan ra) gotîye: "Bi rastî gotina we nîne, lê canê we eva xaxa xwestîye we jî kirîye. Îdî (karê min li ser vê bûyerê) hey hewa bi qencî ye. Li ser van salixên we, hey arîkarê min Yezdan e
Verse 19 — Surah Yusuf 12:19
Kerwanekî hatîye li ser (wê bîrê danîye; Merivên xweyên bişkuri) şandine, ku ji wan ra (avê ji bîrê derxin). Dema bêdloka xwe avêtne bîrê (ji bo ku tijî av bikin, Yûsuf bi bêdloka wan re derket. Ewî qîr daye aha) gotîye: "Mizgîna min! Eva kureke (derket)." Ewan ji bona sermayeyê kirên û firotinê ewa veşartin û Yezdan bi xweber ji zanetirê bi kirina wan e
Verse 20 — Surah Yusuf 12:20
Ewî (kerwanî Yûsuf) bi bahakî hindikê ku dihatine hijmartinê firotine. Ewan di bahayê Yûsuf da, damen ji cîhanê berdabûn
Verse 21 — Surah Yusuf 12:21
Ewî misrîyî ku Yûsuf kirîbû, ji bona jina xwe ra (aha) gotibû: "Rûmeta wî rind bigire û şûna wî xweş bike, dibe ku ewa kêrê me bê, ya jî ku em ewî ji xwe ra bixne kur (bibe ûrta me, li pey me bimîne)." Bi vî awayî me ji bona Yûsuf ra di zemîn da, bingehek pêk anî û me Yûsuf hînê zanîna xewnan kirîye. Yezdan bi xweber jî servahatê bûyera Yûsuf e, lê pirê merivan pê nizanin
Verse 22 — Surah Yusuf 12:22
Û dema (Yûsuf) gihîjte sedra xwe, me ji wî ra berewanî û zanîn da. Bi vî awayî em qencîkaran xelat dikin
Verse 23 — Surah Yusuf 12:23
Lê ewa kevanîya mala ku (Yûsuf) di wura da bûye, diva ku ewa dest bavêje wê (serê xwe bi wî ra bixe yek): Derî hemû dadan (ji Yûsuf ra aha) got: "Ka îdî were nezik (çi bûye ji te ra? Nereve, were bikebe paxila min." Yûsuf) gotîye: "Ji bona Yezdan! Ka ezê ça gotina te pêk bînim? Bi rastî malxwê malê, xweyê min e; ewî qencî bi min kirîye. şûna min xweş kirîye. Loma bi rastî cewrkar fereste nabin
Verse 24 — Surah Yusuf 12:24
Bi sond! Heke ewî beratên Xudayê xwe nedîta, jinikê ça va ye, ku ewa dest bavêje, ewî jî va ye li bal jinikê da here. Bi vî awayî, ji bo ku em ji (Yûsuf) sikatî û tolîtî bidine paradanê (me beretên xwe dane nîşanê wî, ewa daye parisandinê). Bi rastî (Yûsuf) ji bendeyên min ê xwurîne
Verse 25 — Surah Yusuf 12:25
Û ewan (herdukan) dane berhev (heya ber) derî (revîyane. Jinikê para da bi kirasê wî girt) çirand û ewan herduk li bal derî rastê mezinê jinikê hatin. Jinikê (ji bona mezinê xwe ra aha) gotîye: "Celata wî kesê, ku bivê sikatî bi malîyên te ra bike, ji pêştirê ku bikebe zîndanê û ya jî bi şapateke dilsoz bê şapatkirinê, tu tişt nîne
Verse 26 — Surah Yusuf 12:26
(Yûsuf aha) gotîye: "Ewê diva, ku ez dest bavejime wê (ez ji ber wê reviyam, ku derkebime derva, rastî te hatim)." Yekî ji malîyan dîdevanî (şahidî) kirîye; (aha) gotîye: "Heke kirasê (Yûsuf) ji ber va çirya be (Yûsuf) vira dike (jinik) ji rastbêjan e
Verse 27 — Surah Yusuf 12:27
Û heke kirasê (Yûsuf) ji para da çirya be (jinik) vira dike (Yûsuf) ji rastbêjan e (ka li bal wan da mêze bike)
Verse 28 — Surah Yusuf 12:28
Îdî gava (mêrik mêze kir) dît, ku kirasê ewî para da çirya ye. (Mêrikî ji bona jinikê ra aha) gotîye: "Bi rastî eva kirina, ji xaxê we jinan in. Bi rastî xaxê we jinan pir mezin e
Verse 29 — Surah Yusuf 12:29
(Mêrik ji bona Yûsuf ra jî aha dibêje): Yûsuf! Tu ji van dest ber de (ji tu kesî ra nebêje)." Ji bona (jinêkê ra jî dibêje: “Tu ji bona (nûsîtemkarya xwe, ji Yezdan) baxişandina xwe bixwaze. Bi rastî tu bû î ji wanê xelêtkar
Verse 30 — Surah Yusuf 12:30
(Dema jinên bajar, eva bûyera bîhistine aha) gotine: "Jina serok bi rastî bûye bengîyê berdestê xwe; (xwestîye ku serê xwe bi berdestê xwe ra bixe yek.) Loma hezkirina berdestî (hişê we ji serê we hildaye). Bi rastî em dibînin, ku ewê hişê xwe wunda kirîye. Eva jî wundabûneke xûya ye
Verse 31 — Surah Yusuf 12:31
Îdî gava jinikê, gotinê wan (jinên bajarî, di mafê xwe da) bîhîstîye (ku ewan jinan li wê digazinin û qencîyan jê ra nabêjin; saîyên xwe) şandîye pey wan, ji wan ra xewaneke (sifreke) bi palge û raxistî amade kirîye, ji bona her jinekî ra kêrek anîye. (Pirî ku jin hatine rûniştine, jinikê ji Yûsuf ra aha) gotîye: "Derkebe hemberê wan. "Dema ewan (jinan Yûsuf) ditîne, ewan (jinan Yûsuf) mezin kirine û (haja ji wan nemaye, kêr avêtine destê xwe) destê xwe birîne û gotine: "Ji bona Yezdan! Eva meriv nîne. Eva hey firiştekî kirnas e
Verse 32 — Surah Yusuf 12:32
(Jinikê ji bo jinên bajarî aha) gotiye: "Eva ye, ku hûn ji bona wî gazinda li min dikin. Bi sond! Min ji wî, ji bona xwe ra nîyaza canê wî kiribû, ewî dawparisî kir û xwe para da. Heke ewa, ewê tişta ku ez fermana wî dikim (ku ew ewî tiştî bike) neke, wê ewa ê bekebe zîndanê û wê ewa ê bibe ji wanê ku hatine piçûkkirinê
Verse 33 — Surah Yusuf 12:33
(Yûsuf bi xweber ji xwe ra aha) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî zîndan li bal min, ji wî tişta, ku evan kirina wî ji min dixwazin, hezgertir e. (Xuda!) Heke tu xaxê wan ji min nedî zivirandinê, ezê li bal wan da meyl bidim û ezê bibime ji nezanan
Verse 34 — Surah Yusuf 12:34
Îdî ji bona wî ra Xudayê wî, bersiva wî daye û ji wî xaxê wan jinan daye zivirandinê. Bi rastî Xuda bîhîstîyê pirzan e
Verse 35 — Surah Yusuf 12:35
Ji piştî dîtina van beratan (ji bona malîyên serok) xûya bûye, ku wê ewanê (Yûsuf) heya danekî bixne zîndanê
Verse 36 — Surah Yusuf 12:36
(Dema ewan Yûsuf avêtine zîndanê) bi Yûsuf ra du xort ketine zîndanê. (Ewan her du xortan xewneke aha dîtibûne; ji hev ra xewna xwe gotine çûne bal Yûsuf; ji bona ku hînê zanîna xewna xwe bibin, ji Yûsuf ra aha) gotine: "Yekê ji wan; min dît ku min tiryê meyî digivaşt (mey çê dikir)." Û ewê mayî. Min dît, ku min nan daye ser serê xwe, çûkan ji wî, nan dixwarin. Îdî tu ji van xewnan ji me ra bêje. Bi rastî em te di bînin ku tu ji qencîkaranî
Verse 37 — Surah Yusuf 12:37
(Yûsuf ji wan ra aha) gotîye: "Hêj xwarina ku hûn ji wî dixun, ji we ra ne hatibe, ez ewan xwarinan ji bona we ra dibêjim, ka çi ne, (wusa jî derdikebe). Ew zanîne ku Xudayê min hînê min kirîye hene! Eva jî ji wan in. Bi rastî hûn dest ji wî komalê ku Yezdan bawer nakin û bi roya para da bûne filê, ber daye
Verse 38 — Surah Yusuf 12:38
Û ez bûme peyrewê (ola) komalê bavanê xwe, ku Îbrahîm û Ishaq û Ye’qûb e. Ji bo me yekê ra jî maf nîne ku ew tiştekî bixne hevrîyên Yezdan. Evan qencîyên hanênan ji rûmeta Yezdan in, li ser me û kesan kirîye, lê pirê kesan jî sipazî nakin
Verse 39 — Surah Yusuf 12:39
Her du hevalên minê zîndanê! Gelo (bawerîya) bi xudayên cure cure qenc e, ya jî (bawerîya) bi Yezdanekî bi tenê, ku hêzdarê li ser hemû (tiştan e) qencî
Verse 40 — Surah Yusuf 12:40
Ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hene! Ewan ji pêştirê wan navdêrên, ku we û bav û bapîrên xwe li wan nav danîne, tu tişt nînin. Yezdan (di mafê wan da) qe tu tişt ne hinartîye. Hey ferman û (peres- tî) ji bona Yezdan ra ne. Ewî (Yezdanî) ferman kirîye, ku hûn hey ji wî ra perestî bikin. Bi rastî ola, ku maf e ewa ye, lê pirê kesan jî nizanin
Verse 41 — Surah Yusuf 12:41
Her du hevalên minê zîndanê! (rind gohdarya min bikin. Arşa van xewnên ku we dîtî eva ye): "Yekê ji we, wê dîsa meyê bide xweyê xwe, ewê mayî wê bê dardakirinê, wê (termê wîyê li derva bimîne) çûkê di serê wî da ewî bixun. Ewa bûyera ku we arşa wî ji min xwestîye; pêk hatîye (îdî qe ne qayîlbûna xwe, diyar nekin)
Verse 42 — Surah Yusuf 12:42
Û (Yûsuf) ji bona wî hevalê (xwe ê zîndanê) ku guman dikir, wê ji herdukan, ewê fereste be (aha) gotîye: "Tu dabaşa min li bal xweyê xwe bike (dibe ku li min dilovanî bike, min jî ji vira derxe)." Lê pelîd Xudayê wî ji bîra wî birîye, îdî qe (mijûlîya) Xudayê xwe ne kirîye. (Her wusa hevalê Yûsuf ji zindanê derket, dabaşa Yûsuf ji bîrva kir), îdî (Yûsuf) çend salan di zîndanê da maye
Verse 43 — Surah Yusuf 12:43
(Heya wê gava ku serokê misr ê aha) gotîye: "Gelî koma min! (Min di xewnê da) bi rastî dîtîye, ku hevt çêlekên qelêw hebûn, hevt çêlekên jar, ewan dixurin û min (dît) hevt weşîyên hêşîn, hevt weşîyên hişk, ewan hildane binê hêza xwe. Ka ji min ra arşa van bêjin, heke hûn bi rastî ji bona xewnan ra arşa dizanin
Verse 44 — Surah Yusuf 12:44
(Xewnzanan ji bona serok ra aha) gotine: "Eva xewna te dîtî, xewnerojk e û em bi xweber jî arşa xewnerojkan nizanin
Verse 45 — Surah Yusuf 12:45
Û (ewî xortê) ferestebûyê: Yek yê ji wan her du hevalê (Yûsuf ê zîndanê bû) ji piştî (ewle bû ji baxisandina serok, îdî serok bi rastî ji wî ra tu celatê nade, aha) gotîye: "Ezê arşa vê xewnê ji we ra bêjim, îdî hûn min bişîne (zîndanê).”
Verse 46 — Surah Yusuf 12:46
(Gava ewa çûye zîndanê li bal Yûsuf, ji wî ra aha) gotîye: "Yûsuf! Dostê rastbêj: Tu ji me ra arşa vê xewna bêje; (serok aha dîtîye): Hevt çêlekê jar, hevt çêlekê qelew dixwarin hevt weşîyên hişk, hevt weşîyên hêşîn hildane binê heza xwe (hemû hişk kirine, tune kirine). Hêvî heye, ku ez para da herim bal ( wan kesên ku min destûr ji wan xwestibû ji bona hatina bal te) ewan îdî bi zanîna te, bizanin (rûmeta te bigirin, ku te ji zîndanê derxin)
Verse 47 — Surah Yusuf 12:47
(Yûsuf ji saî ra aha) Gotîye: "Hûn hevt salan li pey hev (weki çandina xwe yê berê) biçînin. Îdî (ji piştî xwarina we ye vayî, hûn ewê mayî) di gava dirûnê da, di nava weşîyên wî da bihêlin
Verse 48 — Surah Yusuf 12:48
Wê paşê hevt salên werin, ewa çandina, ku we zimhêr kirîye para da (hiştîye) ji pêştirê tovê ku hûn diçînin, hemûşkan bixun
Verse 49 — Surah Yusuf 12:49
Wê pasê pey wan da salêkê were (ku ji bona) kesan ra bariştê bibare (hemî tiştê heşîn bibin, dar û ber, wê beran bidin rêzê tirya bigirin, merivê ewan tiryan ji xwe ra) bigivêşin (dîsa mexzûvanî ji bona hev ra bikin; meyê vexun)
Verse 50 — Surah Yusuf 12:50
(Piştî ku saî eva arşa ji bona xwena serok ji bal Yûsuf anî, ji koma wan ra got, arşa xewnê hişê wan hildaye. Serok ji koma xwe ra aha) gotîye: "Hûn ewî ji bona min ra bînin." Îdî dema saî ji bona gazîkirina (Yûsuf çûye zîndanê; Yûsuf ji saî ra aha) gotîye: "Ka here bal xweyê xwe, îdî ji wî bipirse; ka temtêla wan jinên (li ser xwarinê) ku destê xwe jê kirinbûn, çi bûye? (Bira evê bûyerê bikole). Bi rastî Xudayê min bi xaxê (wan jinan) pir zana ye
Verse 51 — Surah Yusuf 12:51
(Serok gazî wan jinan kirîye, ji wan aha pirsîye): "Ka bêjin, di wê gava ku we dixwest Yûsuf nêzîkê we be, hûn di wê gavê da di çi temtêlê da bûn?" (Jinan bersiva serok dan, aha) gotin:" Ji bona Yezdan! Qe me tu sikatî ji wî nizanbûye." (Di wê gavê da jina serok rabûye aha) gotîye: "Îdî di naha da rastî derket; bi rastî min diva ku (Yûsuf) serê xwe bi min ra bixe yek û bi rastî (Yûsuf) ji rastbêjan e
Verse 52 — Surah Yusuf 12:52
(Dema saî para da çûye bal Yûsuf; gotina jinan jê ra gotîye; Yûsuf ji bona saî re aha) gotîye: "Min evan kirnan bi cî da anînê, ji bo ku serok bizane, ku min di dizîka da jî evîxanîya wî ne kirîye û Yezdan xaxê evîxanan bi rastî nagihîne qe tu armancan
Verse 53 — Surah Yusuf 12:53
Û bi rastî ez canê xwe (ji wan kirinan, ji ber xwe) denaxime paqijîyê, loma ji pêştirê wî canê, ku Xudayê min li min dilovanîyê kirîye, hemî hewasa canan fermana bi sikatîyan dikin. Bi rastî Xudayê min baxişgerê dilovîn e
Verse 54 — Surah Yusuf 12:54
Û serok ji bona koma xwe ra (aha) gotîye: "Hûn ji min ra Yûsuf bînin; Ezê ewî hey ji bona xwe bi tenê ra xurî bikim. Îdî (piştî ku ewan çûn, Yûsuf anîne bal serok; Serok bi wî ra) mijûl bûye (serok di mijûlîya xwe da, ji Yûsuf ra) gotîye: "Di îro da tu li bal me bi paydarî xweyê şûneke mezin î; (ji hemî xaxan jî) ewle yî
Verse 55 — Surah Yusuf 12:55
(Yûsuf ji serok ra) gotîye: "Tu (verihtina min) li ser xezîneyên zemîn bike. Bi rastî ez bi parisîyê rind dizanim
Verse 56 — Surah Yusuf 12:56
(Dema serok bersiva Yûsuf da, jê ra got: "Erê, me tu xistî serkarê xezîneyên zemîn, îdî tu çi divê, pêk bîne." Me litêkirina gotina Yûsuf, di dilê serok da bi cî anî) her wusa me ji bona Yûsuf ra di wê (welatî da ji pistî ferestîya wî ji zindanê) şûneke rûmetdarî pêk anîye. Ça diva wusa di zemîn da berewanî dikir (loma serok gustîl û gopal û taçê seroktîyê ji bona Yûsuf ra dabû). Em bi dilovanîya xwe (evan qencîyan) digihînên evînê xwe û em kirya qenckaran wunda nakin
Verse 57 — Surah Yusuf 12:57
Û ji bona wanê (bi Yezdan) bawer kirine, parisya (mafê) biryarên Yezdan dikin, kirya para da çêtir e
Verse 58 — Surah Yusuf 12:58
Biranê Yûsuf (ji bona zimhêr) hatibûne bal Yûsuf, gava çûne bal Yûsuf. Îdî ewî birayên xwe nîyandin. Lê birayên wî ewî ne nîyasî bûn
Verse 59 — Surah Yusuf 12:59
Dema (Yûsuf ji wan pirsî, hûn kî ne? Ewan gotin: "Em kurê Ye´qûb Pêxember in; danzdeh bira ne, birakî me li çolê wunda bû, birakî me ji bavê me heye, li bal bavê me maye.") ji piştî tevdîra wan dît, barê wan dagirt, (Yûsuf) ji wan ra gotiye: "Heke hûn carekî dinê hatin) ewî birayê we yê ji bavê we ye, ji min ra bînin. Ma qey hûn nabînin va ez para wî jî dipîvim? Ez qencê mexzûvanan im
Verse 60 — Surah Yusuf 12:60
Heke hûn ewî (birayê xwe) ji min ra neynin, îdî li bal min ji bona we ra tu (zimhêr) pivandin tune ye û nêzîkê min jî nebin
Verse 61 — Surah Yusuf 12:61
Ewan (birayên wî, ji wî ra) gotine: "Bi rastî emê ewî ji bavê wî bixwazin; (bawer ke) emê (evê dilxwazîya e) pêk bînin
Verse 62 — Surah Yusuf 12:62
Û (Yûsuf ji bona) xortên (paleyên) xwe ra gotîye: "Hûn pûlên wan bixne nava barê wan. Bi rastî hêvî heye dema ewan bifetiline bal malîyên xwe, bi van (pûlan) bizanin, dibe ku para da bizivirin
Verse 63 — Surah Yusuf 12:63
Dema (ewan) para da fetilîne bal bavê xwe (ji bavê xwe ra) gotine: "Bavo! Heke tu birayê me (bi me ra neşînî) wê pîvandina (zimhêr ji me ra) bê birînê. Îdî tu birayê me bi me ra bişîne ku em (zimhêr) bipîvin, bi rastî emê ji wî ra parisvan bin
Verse 64 — Surah Yusuf 12:64
(Ye´qûb) gotîye: "Ez ça hêj di berê da ji bo birayê wî li we ewle bûm (ku we bir, para da ne anî) wusa jî bi sond! Ji bona vî jî ezê li we ewle bim (ma qey wusa nîne?)" Bi rastî Yezdan qencê parisvanan e. Û ewa dilovîntirê dilovanan e
Verse 65 — Surah Yusuf 12:65
Dema ewan derê barê xwe vekirin. dêna xwe dane ku pûlê wan, para da li bal wan da hatîye fetilandinê, qîr dan (aha) gotin: "Bavo! Ka îdî em çi dixwazin, eva pûlû me li bal me da hatîye fetilandinê (destûra birayê me bide, emê bi hev ra herin) ji bona malîyên xwe ra emê zimhêr bipîvin û emê parisvanî ya birayê xwe bikin û emê barê devekî jî pir bikin. Eva zimhêrê (me anîye) pîvaneke hindik e
Verse 66 — Surah Yusuf 12:66
(Ye’qûb) gotîye: "Heya hûn peymanekî (sonda) bi Yezdan, ji min ra nedin, ji pêştirê heke hûn hemî bi hev ra bêne girtinê, ku hûn ewî dîsa para da ji min ra bînin, ez ewî bi we ra naşînim. Îdî gava ewan (ji bona Ye’qûb ra bi Yezdan sond xwarin, ku ewanê para da) birayê xwe (bi van girîn da) bînin. (Ye´qûb aha) got: "Yezdan li ser van gotinê me cînîşte be (wekîl)
Verse 67 — Surah Yusuf 12:67
(Ya´qûb) gotîye, "Gelî kurên min! Hûn di deryekî bi tenê da nekebine bajar, hûn di derîyên cure cure da bikebine bajar. Ewa şapata, ku Yezdan (peyman dabe, wê bi we da bîne) ez nikarim we ji wê (şapatê) biparisînim. Berewanî hey ji bona Yezdan ra ne. Min hey xwa hispartîye wî, xwe hisparvan jî, xwe dihêspêrên Yezdan
Verse 68 — Surah Yusuf 12:68
Dema ewan (bi birayê xwe va ji bona zimhêr çûne welatê Misr ê) ça bavê wan ferman kiribû; di derên cure cure da ketine bajar. Evê tedbîra hanê qe tu tiştekî ji wan neda paradanê. Loma tişta ku Yezdan bike, qe tu tişt pêşya wî nagire (eva gotina hanê, ku Ya´qûb ji bona kurên xwe ra şîret kiribû) sêwrandineke, di dilê wî da pêk hatibû, ewî jî avête derva. Bi rastî tişta me (bi Ye´qûb) dabû hînkirinê, dizanibû (ku tu tişt pêşya fermana Yezdan nagire). Lê pirê kesan pê nizanin
Verse 69 — Surah Yusuf 12:69
Dema (ewan) çûne bal Yûsuf (ji pişti hinek mijûlêya, Yûsuf) birayê xwe yê (Binyamîn) hildaye bal xwe, jê ra gotîye: "Bi rastî ez birayê te yê (ji dê û bavê me) îdî tu bi kirinê van (birayên me) dertdêr û kulkeş nebe
Verse 70 — Surah Yusuf 12:70
Îdî piştî ku (Yûsuf) zimhêrê wan dagirtîye tasa av vexwarinê xistîye nava barê birayê xwe yê (ji dê û bav e. Piştî karwan rabûye, li pey wan da) yekî gazî wan kirîye: "Gelî kerwan! Bi rastî hûn diz in.”
Verse 71 — Surah Yusuf 12:71
(Birayên Yûsuf fetilîn) berê xwe dane wan, ji wan ra gotin: "We çi wunda kirîye (hûn li çi digerin)
Verse 72 — Surah Yusuf 12:72
Ewan gotine: "Bi rastî me tasa av a serok wunda kirîye (em li wê digerin) û kê ewa (tasê) anîbe (bira bêje) emê ji wî ra barekî deva (zimhêr) bidin, ez bi xweber jî gerewa dayînê me
Verse 73 — Surah Yusuf 12:73
(Birayên Yûsuf ji wan ra) gotine: "Bi Yezdan em sond dixun! Ku hûn dizanin em ji bona tevdanê di zemin da derxin, ne hatine (vi ra) û em bi xweber jî diz nînin
Verse 74 — Surah Yusuf 12:74
(Ewan ji birayên Yûsuf ra) gotine: "Heke ev gotina we vir be; celata wî yê (ku tas dizî be) çî ye
Verse 75 — Surah Yusuf 12:75
(Birayên Yûsuf bersiv dane) gotine: "Tas di barê kî da derkebe, ewa gerewa tasê ye. Li bal me celatdana dizan wulo ye
Verse 76 — Surah Yusuf 12:76
(Dema ewan para da çûne bal Yûsuf) îdî (Yûsuf) barê wan berya barê (birayê xwe yê ji dê û bav e) vekirîye (tiştek di barê wan da nedît). Paşê barê birayê xwe yê (Bunyamîn vekir, tas) ji nava barê wî da derxist. Her wuha me ji bona Yûsuf ra endeze kirîye (xax) ku birayê xwe hilde bal xwe. (Heke wuha nebûya) ji pêştirê vîna Yezdan qe bi tu awayî (Yûsuf nikari bû) di wan biryarên serok da (birayê xwe hilda bal xwe). Bi vî awayî em payên evînê xwe bilind dikin û li ser her zanakî ra zanakî bêhtir heye
Verse 77 — Surah Yusuf 12:77
(Birayên Yûsuf aha) gotine: "Heke evî dizî be, hêj berê da jî birakî wî hebû, ewî jî dizî kiribû. Û îdî Yûsuf eva gotina wan di hundurê xwe da veşartîye û gotina wan ji bona wan ra venekirîye (Yûsuf) gotîye: "Hûn bi rastî di sikê şûnandan in." Yezdan bi wan salixên we çêtir dizane
Verse 78 — Surah Yusuf 12:78
Ewan (ji Yûsuf ra aha) gotine: "Ezîz! Bi rastî bavekî wîyê kal ê pîr heye, îdî heke tu yekî ji me di şûna wî da bigirî (tu bi me ra qencî dikî). Bi rastî em dibînin ku tu ji qencîkaran î
Verse 79 — Surah Yusuf 12:79
(Yûsuf) gotîye: "Ji bo Yezdan! Ka ça dibe: Em di şûna wî yê ku me di nava barê wî da (tasa xwe) derxistîye, yekî mayî bigirin? Heke em wusa bikin di wê gavê da em cewrê dikin
Verse 80 — Surah Yusuf 12:80
Îdî gava ewan (ji bona berdana birayê xwe, ji Yûsuf) bê hêvî mane, di cîyekî da hevdu tenê kirine; (Birayê) wan ê mezin (ji bona wan ra aha) gotîye: "Qey hûn nizanin, ku bavê we bi sond ji we peyman standîye, hêj berê da jî, ji bona Yûsuf ji we standibû (we kirinê xwe bi serê Yûsuf da anî! Ka vê carê emê bi çi rûyî herne bal bavê xwe)? Îdî (hûn herin bi sond!) ez ji vî zemînî ranagetim; heya bavê min destûra min nede, ya jî Yezdan canê min nestîne. Û ewa qenctirê berewanan e
Verse 81 — Surah Yusuf 12:81
Hûn para da herin bal bavê xwe, îdî jê ra bêjin: "Bavo! bi rastî kurê te dizî kir, me (bi çavê xwe dît, ku tas di nava barê wî derket, tiştê mayî em nizanin) û em bi xweber jî, ji bona tiştên, ne ber çavî parisvan nînin
Verse 82 — Surah Yusuf 12:82
(Heke tu ji me bawer nekî, hez kî) ji wan gundîyên, ku me (barê xwe li wura, dagirtîye) û ji wî kerwanê ku em bi hev ra hatine, bipirse. Bi rastî em rast dibêjin
Verse 83 — Surah Yusuf 12:83
Dema (ewan para da hatine bal bavê xwe, gotina birayê xwe ji bavê xwe ra gotine, Ye’qûb aha) gotîye: "Bawer ke canê we ji bona we ra wusa xemilandîye, we jî eva bûyera (kirîye) îdî (ji bona min ra) hey hewa bi qencîya maye. Hêvî heye ku Yezdan ewan hemûşkan bi hev ra ji min ra bîne. Bi rastî hey zanayê bîjejke Yezdan e
Verse 84 — Surah Yusuf 12:84
Û (Ye’qûb) pişta xwe daye wan (aha) gotîye: "Ax, kovan li ser Yûsuf (îro roya te ye, were ka Yûsuf tu li kêderê yî?)" Ji hesreta (Yûsuf) her du çavê wî sipî bûn û bi xweber jî kula xwe vedişart
Verse 85 — Surah Yusuf 12:85
Ewan (kuran ji Ye´qûb ra) gotine: "Bi Yezdan! Tuyê Yûsuf bînî bîra xwe, bi bihatin jar bî, nexweş bikebî, ya jî bi serê te da teşqelake were
Verse 86 — Surah Yusuf 12:86
(Ye´qûb ji wan ra) gotîye: "Bi rastî ez gilî û kul û kovanê xwe hey ji Yezdan dikim, tişta ku hûn qe pê nizanbin, ez (bi sedema) Yezdan ji we çêtir dizanim
Verse 87 — Surah Yusuf 12:87
Gelî kurên min! Hûn herne (bajarê Misr ê) îdî hûn di wura da (dizîka da) ji Yûsuf û ji birayê wî kolandina bikin û hûn ji dilovanîya Yezdan bê hêvî nebin, ji pêştirê filan, tu kes ji dilovanîya Yezdan bê hêvî nabin
Verse 88 — Surah Yusuf 12:88
Îdî dema ewan (dîsa fetilîne Misrê) çûne ketine (xanîyê Yûsuf; jê ra) gotin: "Wezîr! Bi me û bi malîyên me da xelayî hatîye, em jî bi pûlekî hindik hatine, vê carê tu ji me ra zimhêr bi hemûtî pêk bîne û tu ji me ra qencî bike, bi rastî Yezdan qencîkaran xelat dike
Verse 89 — Surah Yusuf 12:89
(Yûsuf) ji wan ra dibêje: "Gelo hûn dizanin ka we çi bi serê Yûsuf û birayê wî kirîye? Bi rastî hûn di wan gavan da nezan bûn
Verse 90 — Surah Yusuf 12:90
(Ewan birayên wî) gotine: "Qey tu! Tu bi rastî Yûsuf nînî?" (Yûsuf) got: "Erê, ez Yûsuf im, eva jî birayê min e. Bi sond! Yezdan bi me qencî kirîye (em parisandine û mezin kirine) bi rastî kî (ji Yezdan bitirse û li ser cefadana di rêya wî da) hew bike, îdî bê dudilî (Yezdan) kirya qencîkaran wunda nake
Verse 91 — Surah Yusuf 12:91
(Ewan birayên Yûsuf) gotine: "Bi Yezdan em sond dixun! Ku ewî tu li ser me, paydar kirîyî. Bi rastî em bi xweber jî nûsîtemkar bûne.”
Verse 92 — Surah Yusuf 12:92
(Yûsuf ji wan ra) gotîye: "Di îro da ji alîyê min da, ji bona we ra qe tu (rexne û kemasî) tune ye. Yezdan we bibaxişîne. (Û ewa) dilovîntirê dilovanan e
Verse 93 — Surah Yusuf 12:93
Hûn bi vî kirasê min ê hanê va herne (welatê xwe). Hûn ewî kirasî bavêjine li ser çavê bavê min, ku çavê wî vebin û hûn hemûşk malîyên xwe hildin bêne bal min
Verse 94 — Surah Yusuf 12:94
Dema ku karwanê wan ji MisrÊ raqetîyan, bavÊ wan gotîye: "Gelî (malîyên min!) heke hûn nebêjin: "te hişê xwe wunda kiriye" bi rastî bêhna Yûsuf hate min
Verse 95 — Surah Yusuf 12:95
(Ewan ji Ye´qûb ra) gotine: "Bi Yezdan! Hêj tu di wê wunda bûne berê da nî
Verse 96 — Surah Yusuf 12:96
Îdî gava mizgînvan hat; (kirasê Yûsuf avête) ser çavê (Ye´qûb) ‘ewîl çavê wî vebûye. (Ye´qûb ji malîyên xwe ra) gotîye: "(Hêj berê da) min ji bona we ra qey ne gotîbû: "Tişta hûn qe pê nizanin, ez ji Yezdan dizanim
Verse 97 — Surah Yusuf 12:97
Kurên Ye´qûb, jê ra gotine: "Bavo! Bi rastî em nûsîtemkar in, îdî tu ji bona baxişandina me (ji Xudayê xwe) lava bike
Verse 98 — Surah Yusuf 12:98
(Ye´qûb ji wan ra) gotîye: "Ezê ji bona baxişandina we ji Xudayê xwe di nêzîk da lava bikim. Bi rastî Xudayê min bi xweber jî baxişkarê dilovîn e
Verse 99 — Surah Yusuf 12:99
Îdî gava (hemûşk) bi hev ra çûne (welatê misr ê): çûne bal Yûsuf. (Yûsuf) dê û bavê xwe dane ber hemêza xwe (ji wan ra) gotîye: "Bi vîna Yezdan, bi ewletî bikebine (bajar) ê misr ê
Verse 100 — Surah Yusuf 12:100
(Yûsuf) dê û bavê xwe bilind kirîye danîye li ser text, ewan ji Yûsuf ra kunde birine. (Yûsuf ji bona bavê xwe ra) gotîye: "Bavo! Arşa we xewna ku min berê da dîtibû, eva ye. Bi sond! Xudayê min ewa rast derxistîye û bi sond! Xudayê min bi min qencî kirîye. Loma ji piştî ku pelîd nava min û birayên min da tevdanî kiribû (ewan ez avêtime bîrê, paşê ez ketime zîndanê. Xudayê min) ez ji zîndanê derxistim û hûn ji beryê anîne bal min. Bi rastî Xudayê min çi bivê, ewî bi hûratî dike. Bi rastî Xudayê min pirzanê bijejke ye
Verse 101 — Surah Yusuf 12:101
Xudayê min! Bi rastî te ji min ra pareke ji seroktî û maldan daye û te parek ji hînkirina arşa xewnan daye min. Afirandeyê ezman û zemîn hey tu î û serokê min ê di cîhanê û para da hey tu tenê î. (Xuda!) Tu min bi misilmanî bimirîne û min bigîhîne aştîkaran
Verse 102 — Surah Yusuf 12:102
Ewan tiştên me li bal te da (di dabaşa vê bûyerê da) niqandîye, ji wan (axiftinê) ne xûya ne. Loma dema ewan civîyan, ku xaxan (bi serê Yûsuf) bikin, tu li bal wan ne bû yî
Verse 103 — Surah Yusuf 12:103
Tu çiqa bixwazî, hey pirên kesan bawer nakin
Verse 104 — Surah Yusuf 12:104
Tu (Muhemmed!) ji wan, ji bona (xundina biryaran) tu kiryê naxwazî. Ewan (biryaran hemî) ji bona hemî kesan ra (şîret) û bîrdaxistin in
Verse 105 — Surah Yusuf 12:105
Çiqa beratên (mezin) di ezman û zemîn da hene! Ewan li ser wan da diborin (qe bawer nakin) pişta xwe didine wan (ji wan hiş hilnadin, wê ça ji vê bûyerê hiş hildin)
Verse 106 — Surah Yusuf 12:106
Heya pirê ji wan, hevalan ji Yezdan ra çê nekin, bawer nakin
Verse 107 — Surah Yusuf 12:107
Îdî gelo heke bi ser wan da ji Yezdan şapateke, ku ewan (hemûşkan hilde nava xwe da) were, ya jî nişkê va danê (wêranbênê) bi wan da were, qe haja wan bi xweber jî (bi hatina wê) tune be: dikarin xwe biparisînin ewle bin
Verse 108 — Surah Yusuf 12:108
(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Eva rêya min e, ez (bi zanîn û) dîtin (komalan) gazî bal rêya Yezdan dikim. Ez û peyrewê xwe va, Yezdan ji hemî kemasîyan paqij dikin. Bi rastî ez ji wanê hevrîçêker nînim
Verse 109 — Surah Yusuf 12:109
(Muhemmed! Ewan çima ji pêxemberîya te sodret dimînin?) Me çiqa pêxember di berya te da şandine, ewan jî mêrên ji gund û (bajaran) bûne, me li bal wan da niqandîye. Îdî qey ewan di zemîn da nagerin, ku li paşya wan kesên berya wan da borîne mêze bikin. Û bi rastî ji bona wan kesên (xudapariz) bingaha para da çêtir e, qe hûn hiş hilnadin
Verse 110 — Surah Yusuf 12:110
(Heya hinek danan ewan bi serê xwe mane, ji bona vê mayîna hanê bira nexapin. Ewanê berya wan da jî wusa ji wan ra mecal hatibû dayînê, lê dema) ku pêxember ji (bawerîya) wan bê hêvî mane û goman kirine, ku ewa (koma wan) bi rastî ewan didine derewdêrandinê bawer kirine ku ji wan ra qe tu şapat nayê îdî ji bona pêxemberan û peyrewê wan ra cefa dane) paşê ji bona (pêxemberan ra) arîkarîya me hatîye. Îdî ewanê, ku me vaye fereste bin, fereste bûne. Bi rastî ji komalê nûsîtekar, hêza me ya sapatê nayê zivirandinê
Verse 111 — Surah Yusuf 12:111
Bi sond! Di serdaborya (pêxemberan da) ji bona xweyê hişan beratên sodret hene. Loma ewa (Qur’ana) mijûlyeke alozek e nîne. Û lê ewa rastdarê ji bona wan (pirtûkên) berya wê da borîne. Ça jî ewa ji bona hemû tiştan ra huzwartin û dave kirine. Û ji bona komalekî bawer dikin rêber û dilovînek e