Back to Languages

Kurmanji - Chapter 14 - Ibrahim

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Ibrahim 14:1

R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpan dizane). Me eva pirtûka li bal te da hînartîye, ji bo ku tu kesan bi destûra Xudayê wan, ji tarîtîya (ne zanîn û filetîyê) li bal ruhnaya (zanîn û bawerîyê da) derxî (ewa jî) rêya Xudayê servahat ê pesinvan e

Verse 2 — Surah Ibrahim 14:2

Ewa Yezdana (Xudayekî wusa ne) ku hemû tiştên di ezman û zemîn da hene ji wî ra nin. Ji bona şapata (Yezdan e) zor, xwelî li wan filan be

Verse 3 — Surah Ibrahim 14:3

(Ewan file yên wusa nin) jîna cîhanî, ji jîna dawyê pirtir hez kirine. (Ewan) divên, ku rêya Yezdan (li ber kesan xar bikin û) bigirin. Ewanan bi rastî di rê wundabûneke dûr da nin

Verse 4 — Surah Ibrahim 14:4

Me çiqa pêxemberek şandibe, hey ewa bi zimanê komalê xwe hatîye şandinê, ji bo ku (bizane fermanê me) ji wî koma xwe ra veke (û bi zanîn ji wan ra bêje): “Îdî Yezdan ji kê ra bivê ewî ji rêya (rast) dûr dixe û ji kê ra jî bivê ewî tîne rêya rast.” Bi rastî (Yezdan) servahatê bijejke ye

Verse 5 — Surah Ibrahim 14:5

Bi sond! Me Mûsa bi beratên xwe va (bi pêxemberî li bal koma wî da) şandîye. (Me ji Mûsa ra got: "Mûsa!) Tu komalê xwe ji tarîtîya (nezanî û koletîyê) li bal ruhnaya (zanîn û azadîyê da) derxe û tu ewan royên (ku di wan royan da, şapat bi wan komalê file da hatîye) bixe bîra, wan. Bi rastî di van da ji bona hemû kesê (ku li ser şapatan) hewdarî kirine û sipazîya (Yez- dan) kirine, beratên sodret hene

Verse 6 — Surah Ibrahim 14:6

Û di gava Mûsa ji bona komalê xwe ra (aha) gotibû: "Gelê komalê min! Dema Fir’ewn û bi komalê xwe va hûn bi sike şapatan didane cefadanê bîra xwe bînin. Loma ewan zarên we yên kurîn dikuştin û jinê we jî para da bi rindî dihîştin. Yezdan bi we qenc kir hûn ji wan fereste kirin. Bi rastî (di van şapatan da) ji Xudayê we, ji bona we ra ceribandineke mezin heye

Verse 7 — Surah Ibrahim 14:7

Û (gelî cihûyan! Xudyê we gavekî ji bona we ra aha) gotîbû: "Heke hûn li ser wan (qencîyên ku min ji we ra kirîye) sipazî bikin, ezê ewan (qencîyan) ji bona we ra pir bikim û heke hûn nankorî bikin (bi rastî agaha we hebe) şapata min pir zor e

Verse 8 — Surah Ibrahim 14:8

Mûsa (ji koma xwe ra aha) gotîye: "(Gelê min!) heke hûn hemû û bi wan heyînên di zemîn da hene, nankorî bikin jî (bizanin! Bi rastî) Yezdan ji hemû (heyînên cîhanê û ezmanî) bê perwa ye û pesinvan e

Verse 9 — Surah Ibrahim 14:9

Qey zanîna bi serdaborya wan (pêxemberên) berya we da bûn, ji bona we ra ne hatîye (ka ewan çi bi serê wan pêxemberên xwe kirine? Ewan komalan); Komalê Nûh û Ad û Semûd û ewan komalên pey wan da hatî, ji pêştirê Yezdan tu kes bi hijmara wan nizane. Pêxemberên wan (bi beratên) daveker va hatibûne bal wan (ji wan ra şîretên bi qencîyan dikirin). Îdî ewan komalê wan (pêxemberan ji hêrsa) destê xwe danîne ser devê xwe (Qîr dane wan pêxemberên xwe, ji wan ra gotine: "(Bes in, evan şîretan nekin, em bi wan şîretên we gêj bûn). Bi rastî em bi wê tişta ku hûn ji me ra dibêjin, bûne file (bi we bawer nakin) û bi rastî em bi wî yê ku hûn me, li bal wî da gazî dikin, di dudilyekî bê goman da nin

Verse 10 — Surah Ibrahim 14:10

Pêxemberên wan ji wan ra gotine: "Qe (di hebûna) Yezdan da dudilî çê dibe? Ewî ezman û zemîn afirandîye ewa, gazî we dike, ji bo ku ewa gonehên we ji bona we ra bibaxişîne û ewa heya danê navdayî we (di cîhanê da) dihêle.” Ewan (bersiva pêxemberan didin) dibêjin:"Hûn jî merivên wekî me ne. Hûn ji me dixwazin, ku em dest ji perestîya wan tiştên ku, bav û kalê me ji wan ra perestî kirine, berdin. Heke hûn (di van dozê xwe da rast in, ka) ji me ra beratên bi hêz û daveker bînin

Verse 11 — Surah Ibrahim 14:11

Pêxemberên wan ji wan ra gotine: "(Hûn rast in) em jî merivê wekî we ne, ji xencî wî tu tişt nînin. Lê Yezdan ji kîjan bendê xwe ra bivê, ji wî ra (pêxemberî) dide. Ji pêştirê destûra Yezdan ji me ra tu hêz tune ye, ku em beratên hêztir bînin. Îdî (gelî) bawergeran! Hûn xwe hispêrin Yezdan

Verse 12 — Surah Ibrahim 14:12

Ma qey çi bûye ji bona me ra, ku em xwe ne hispêrin Yezdan? Bi sond! ewî em anîne rêya me ya (rast). Bi rastî emê li ser van cefanên ku hûn didine me hew bikin, hisparok bi xweber jî xwe di hêspêrin Yezdan

Verse 13 — Surah Ibrahim 14:13

Ewanê bûne file (hene! Ewan ji bona) pêxemberên xwe ra gotine: “(Ji van her du rêyan hûnê yekî ji xwe ra hilbijêrin); ya emê we ji welatê xwe derxin (îdî em gohdarya we nekin) ya hûnê (dîsa werin) ola komal ê me." (Dema pêxember ji bawerîya wan bê hêvî bûne) îdî Xudayê wan ji wan ra niqandîye: "(Gelî Pêxemberên min! Hûn bi mirûz nebin, bi rastî) emê cewrkaran teşqele bikin

Verse 14 — Surah Ibrahim 14:14

Û emê di pey wan da, we di zemîn da biêwirînin. Ewa (peymana hanê) ji bona wanê ku ji payen û celatên (minê peyman dayî) tirsîyane heye

Verse 15 — Surah Ibrahim 14:15

Û (ewan pêxemberan) servahatina bi ser neyaran (ji Yezdan) xwestine, îdî hemû înckarên serdest bê hêvî mane

Verse 16 — Surah Ibrahim 14:16

Di pey (bê hêvî manê) ji wan ra doj heye (di dojê da ewan) bi aveke kêm û xûnê têne avdanê

Verse 17 — Surah Ibrahim 14:17

Ewa ewê avê diqurtîne, lê jê ra çê nabe, ku di qirika xwe da bixe xwarê û ji wî ra di hemû cihî da mirin hatîye (di xwarê ku bimire) lê namire. (Çavê wî wusa zoq dimîne). Di peyda jî (ji bona wî ra) şapateke peywestî heye

Verse 18 — Surah Ibrahim 14:18

Hecwekîya wanê ku filetîya Xuda yê xwe dikin hene! Kirinê wan wekî wanê ku di royeke bager da be, ariştê xwelîyê bide bayê (ça ewê arişt dide bayê, tu tişt destê wî da namîne, eva jî) çi ked kiribe, nikare qe tu tiştî ji keda xwe bigire. Rê wundabûna dûr, eva ye

Verse 19 — Surah Ibrahim 14:19

Ma qey tu (li bal ezman û zemîn da) mêze nakî, bi rastî Yezdan ezman û zemîn bi mafîtî afirandîye? Heke (Yezdan) bivê wê we (bimirîne) behere, di (şûna we da) hinek afirandinên nû, bîne

Verse 20 — Surah Ibrahim 14:20

Û ewa kirina (hanê jî) li ser Yezdan zor nîne (hesanî ye)

Verse 21 — Surah Ibrahim 14:21

(Di roya rabûna hemû da) ewan bi tevê (kirinê xwe va) di hemberê Yezdan da xûya dibin (ewan bi xweber jî digotibûne: "Evan kirinê me li bal Yezdan nayêne xûyandinê." Yezdan dema kirinê wan bi wan daye xûyandinû) îdî ewanê bê wec ji bona wan peyrewên xweyên (ku doza mezinatî kiribûne) gotine: "Bi rastî em ji bona we ra peyrewan bûn, îdî qe hûn nikarin ku me tiştekî ji şapata Yezdan bi parisînin?” Ewan pêşrewanan (bersiva bê wecan aha dane) gotine: "Heke Yezdan em anîbûna rêya rast, meyê jî hûn bianîna rêya rast. ji bona me ra qe tu ferestebûnî (ji aşîta Yezdan) tune ye, îdî em çi qîr û hewar bikin û em çi hew bikin, li ser me yek e (tu raqetana wan tune ye)

Verse 22 — Surah Ibrahim 14:22

Ji piştî ku bûyera (wan) pêk hatîye, pelîd ji bona (wan fileyên ku çûne dojê aha) gotîye: "Bi rastî Yezdan ji bona we ra peymana xwe yê maf dabû, min jî ji bona we ra peyman dabû. Lê îdî ez ji peymana xwe poşman bûm (min peymana xwe pêk neanî) ji bona min ra li ser we (ji bo ku hûn bibine file) qe tu hêz tune bû, ji pêştirê min gazî we kiribû, îdî we jî bersiva min dabû (hûn li pey min hatin, bûne file). Îdî hûn gazinan ji min nekin, û hûn hey gazinan ji xwe bikin. Ez nikarim we (ji şapatan) fereste bikim. Bi rastî hêj di berê da, ku we ez dixistime hevrî (ji bona Yezdan ra) min dest ji we berdabû (bi wê kirina we bawer ne dikir). Bi rastî ji bona cewrkaran ra şapateke dilsoz heye

Verse 23 — Surah Ibrahim 14:23

Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine (hene!) ewanan dikebine bihişta ku di binê (darê wê da) çema av ê dikişin: (ewan) bi destûra Xudayê xwe (di wê bihiştê da) hey dimînin. Sertêdana wan (di bihiştê da) ji hev ra "Selam" dibêjin

Verse 24 — Surah Ibrahim 14:24

Ma qey te ne dîtîye, Yezdan hecwekî ça dane çêkirinê? Peyveke paqij wekî dareke paqij e; ça çiqilê wê darê jor da ne, koka wê jî di zemîn da rehvedaye (ewa peyva jî ji merivan derdikebe, lê qencêyên wê jî bi jor da diçin)

Verse 25 — Surah Ibrahim 14:25

Di hemû gavan da berên ku ji wê darê têne xwarinê, bi destûra Xudayê (wê darê) tên. (Qencîyên ji wan peyvan jî di hemû gavan da têne goman kirinê). Yezdan evan hecwekîyan ji bona kesan ra tîne, hêvî heye ku bi rastî ewan kesan ji van hecwekîyan hiş hildin

Verse 26 — Surah Ibrahim 14:26

Peyva sik jî wekî sik e, ewa dara a sik ça li ser zemîn bûye qurm maye (kêrê tu tiştî nayê: berê wê tune ye, ku meriv ji wê bixun, li wê mêze bikin, peyva sik jî wusa ne) qe ji wê darê ra tu hew tune ye

Verse 27 — Surah Ibrahim 14:27

Yezdan ewanê bawer kirine; di cîhan û di para da jî dihewîne. Û Yezdan cewrkaran jî (wekî dara sikê ku tu hew jê ra tune ye) ji rêya rast wunda dike. Yezdan çi bivê ewî dike

Verse 28 — Surah Ibrahim 14:28

Ma qey tu li wanê, ku qencîyên Yezdan bi nankorîyê (û xirabîyê) guhurandine û komalê xwe jî di xanîyê teşqelê da êwirandine, mêze nakî (ka temtêla wan ça ne)

Verse 29 — Surah Ibrahim 14:29

Ewa xanîya doj e (ewanê) hemû li bal dojê da pal bidin. Ewa çiqa sikê ewra ne

Verse 30 — Surah Ibrahim 14:30

Ji bona ku rêya Yezdan wunda bikin, ji bona Yezdan ra hevrî çê kirine. (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Hûn di xweşîya xwe da dûm bikin, loma bi rastî hey zivirandina we li bal agir da ne

Verse 31 — Surah Ibrahim 14:31

(Muhemmed! Tu ji bona wan bendeyên minê bawer kirine) bêje: "Me ça fermana wan kirîye) bira nimêja xwe wusa bikin û rozîyên me dane wan, hêj ewa roya tu kirîn û fırotin têda tune ye û yartî jî têda tune ye (ne hatîye) bi dizî û eşkere (ji bona hewcan ra) bidin

Verse 32 — Surah Ibrahim 14:32

Ewê ku ezman û zemîn afirandîye heye! Ewa Yezdan e, ewî ji ezmanan avek hinartîye, îdî (bi fermana wî) ji bona we ra, ji berên cure cure bi wê avê rozî derxistîye û ewî ji bona we ra kelek semerin kirîye, ji bo ku hûn bi fermana wî di zeryayê da bigerin. Û Yezdan çemên avê jî xistîye binê destê we

Verse 33 — Surah Ibrahim 14:33

(Yezdan tûm caran) roj û hîv jî, ku yek ji yeka mayî dûr nekebe û ji hev neçin jî sernerm kirîye (xistîye binê fermanê, ji bona qencîya bi we ra). Ça şev û ro jî (ji bona qencîyan xistîye binê fermanê, ku hûn di wan gavan da ji xwe ra xebatê bikin)

Verse 34 — Surah Ibrahim 14:34

Û we çi (ji Yezdan) xwesti be, ewî ewan hemû ji bona we ra anîye, daye. Heke hûn qencîyên Yezdan e (ku bi we kirîye) bihijmirin, hûn nikarin ewan (qencîyan) bi deste deste jî bihejmirin. Bi rastî meriv (ji bona xwe ra) zor cewrkar û nankor e

Verse 35 — Surah Ibrahim 14:35

Îbrahîm di gavekî da (aha) gotibû: "Xuda! Tu evî bajarê hanê ji hemû (sikatîyan) ewle bike. (Xuda!) tu min û zarên min ji perestîya pûtan biparisîne

Verse 36 — Surah Ibrahim 14:36

Xuda! Bi rastî ewan (pûtan) pirên ji kesan, ji rêya rast dane wundakirinê. Îdî (Xuda!) kîjan bibe peyrewê min, ewa ji min e û kîjan bê gotina min bike, bi rastî îdî hey tu î baxişgerê dilovîn

Verse 37 — Surah Ibrahim 14:37

Xudayê me! Bi rastî min ji ûrta xwe di newaleke bê çandin, 1i bal xanîyê te yê, ku li dora wî da kirina sikatîyan qedexe ne, daye hewandinê. Xuda! (min wusa kirîye) ji bona ku ewan nimêj bikin; îdî (Xuda!) tu dilê hinek kesan jî û bal wan da xar bike (ji bo ku herne bal wan, ewan bi tenê nemînin. Xuda!) Tu ji beran, ji wan ra rozînî bide, bi rastî hêvî heye ku ewan sipazîya (te) bikin

Verse 38 — Surah Ibrahim 14:38

Xudayê me! Bi rastî tu bi kirinê me yê dizî û eşkere dizanî (em çi tiştî veşerin ya jî eşkere bikin, tu bi hemûyan dizanî) di ezman û zemîn da tu tişt li ser Yezdan veşartî nîne

Verse 39 — Surah Ibrahim 14:39

“Ew Yezdanê ku di gavê kaltî ya min da Ismaîl û Ishaq, ji min ra raber kirîye, hemû sipazî ji wî ra be. Loma bi rastî Xudayê min gazî kirinan (bi litêkirin) dibêhê

Verse 40 — Surah Ibrahim 14:40

Xudayê min! Tu ji bona min û hinekê ji ûrta min (xûyekî wusa bidî me) ku em bi peywestî, nimêj bikin. Xudayê me! Tu (van) xwastinê me litê bike

Verse 41 — Surah Ibrahim 14:41

Xudayê me! Di roya hijmara (kirinan) tu min û dê û bavê min û bawergeran bibaxişînî

Verse 42 — Surah Ibrahim 14:42

(Muhemmed!) Tu goman neke ku Yezdan ji kirinê wan cewrkaran bê agah

Verse 43 — Surah Ibrahim 14:43

Lê Yezdan celata wan para da ji bona wê roya çav têda zoq dibin, dihêle. 43.43(Di wê royê da) ewan serê xwe bilind dikin, direvin: Çavê wan (wusa zoq dimîne) li bal wan da nafetile, dilê wan (ji qencîyan) vala ye

Verse 44 — Surah Ibrahim 14:44

(Muhemmed!) Tu merivan ji wê roya, ku şapat di wê royê da ji wan ra tê dayînê, bide tirsandinê, îdî ewanê cewr kirine hene! (aha) dibêjin: "Xudayê me! Tu ji bona me ra heya danekî nêzîk firsendê bide, emê ji bona gazîkirina te ra bersivê bidin (fermanê te li pêk bînin) û emê bibne peyrewê pêxemberan." Ma qey di berya naha da we sond nedixwar, ku ji bona we ra tu çûna ava tune ye

Verse 45 — Surah Ibrahim 14:45

Hûn di şûna wanê, ku bi xweber li xwe cewr kiribûn êwirîne, ji bona we ra diyar bûye; ka me ça ewan (şapat) kirine û me ji bona we ra jî (ji temtêla wan) hecwekî anîbû (wusa nîne)

Verse 46 — Surah Ibrahim 14:46

Bi sond! Ewan endezên xwe çê kirine, ji wan endezên wan çîya di şûna xwe da jî herin, hey Yezdanê celata wan bi endezan bide

Verse 47 — Surah Ibrahim 14:47

(Muhemmed!) Tu goman neke, ku Yezdan ji wê peymana daye pêxemberên xwe, poşman bûye. Bi rastî Yezdan servahatê xwe yê tûl e

Verse 48 — Surah Ibrahim 14:48

Di wê roya ku zemîn bê zemînî û ezman bê ezmanî têne guhurandinê, hemû (heyî) di hemberê Yezdanê servahatî yê bi tenê da, xûya dibin

Verse 49 — Surah Ibrahim 14:49

Di wê royê da (Muhemmed!) tu dibînî, ku nûsîtemkar bi heva (deste deste) hatine tewldanê

Verse 50 — Surah Ibrahim 14:50

Kirasê wan ji qîrên e, agir ser çavê wan diniximîne

Verse 51 — Surah Ibrahim 14:51

Ji bo ku Yezdan her kesî bi keda wî bide celatkirinê (evan tiştan) dike. Bi rastî Yezdan zor zû hijmare

Verse 52 — Surah Ibrahim 14:52

Û ji bona ku kes bi wê tirsdanê bêne (hişyarkirinê) û ji bona ku ewan bizanin, hey babetê perestîyê Yezdanê bi tenê ye û ji bona xweyê hiş ji wê şîretan hildin, eva (Qur’ana) bûye (şîreteke) ragehînî