Verse 1 — Surah Al-Hijr 15:1
R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpên ji hevçûyî dizane). Evanan, beratên pirtûk û Qur’ana daveger in
Verse 2 — Surah Al-Hijr 15:2
Gavê werin, ewanê bêne file hene! (Ewanê bêjin:) "Xwezîka em misilman bûna
Verse 3 — Surah Al-Hijr 15:3
(Muhemmed!) Tu dest ji (tekoşîna bi wan ra) berde. Bira ewan bixun û (bi xweşî) bijîn, xwestinê wan ewan didine para da. Îdî di nêzîk da ewanê bizanin (ka paşîya kirinê wan ça ne)
Verse 4 — Surah Al-Hijr 15:4
Me çiqa rûniştîyên welatekî teşqele kiribin, hey ji bona teşqela wan, danekî diyarî hebûye. (Ya jî, ji wan hey mayîne nivîsarê diyarî mane)
Verse 5 — Surah Al-Hijr 15:5
Qe tu kom tune ye, ku ji danê (teşqele dane xwe) borîye, ya jî para da mayî be
Verse 6 — Surah Al-Hijr 15:6
Ewan (filan ji bona te ra aha) gotine: "Bi rastî ewê ku (Qur’an) bi ser te da hatîye hinartinê, tu yekî tepaketî yî
Verse 7 — Surah Al-Hijr 15:7
Heke (bira, tu) di doza xwa da rast î, ka (ji bona rastîya pêxemberîya xwe) ji me ra firişteyên (dîdevan) bîne
Verse 8 — Surah Al-Hijr 15:8
Em hey firiştan (ji bona berewanî û şapatdanê) dihênirin. (Gava firişte werin hinartinê îdî ewanan nikarin) tu tiştî bikin (firişte nahêlin ku ewan çavê xwe vekin)
Verse 9 — Surah Al-Hijr 15:9
Bi rastî me (Qur’an) hinartîye, bi rastî em bi xweber jî ji bona (Qur’anê ra) parisvan in
Verse 10 — Surah Al-Hijr 15:10
Û bi sond! Di nava wan komên berya te da, me pêxember şandine
Verse 11 — Surah Al-Hijr 15:11
Çiqa pêxemberek hatibe bal wan, ewan hey bi wî (pêxemberî) tinaz kirine
Verse 12 — Surah Al-Hijr 15:12
Em bi vî awayî (tinazan) dixine dilê wan ê nûsitemkar
Verse 13 — Surah Al-Hijr 15:13
Di berya wan da (ewan komalên tinazger) ka me çi bi serê wan da anîbû, borîne (evan şopa wan dibînin jî, disa) bawer nakin
Verse 14 — Surah Al-Hijr 15:14
Heke me di ezman da ji bona wan ra derîyek vekirî bûya, ku ewan di wî derî da hevraz derketinan jî (ewan beratan bi çavê xwe bidîtanan)
Verse 15 — Surah Al-Hijr 15:15
(Wê dîsa ewanê) bi gotinan: "Bi rastî çavê me sermest bûye, bi rastî em komelekî wusa nin li me anç hatîyekirinê
Verse 16 — Surah Al-Hijr 15:16
Bi sond! Me di ezman da şûnwarê (wekî koşkan) gerandine, me ewan (şûnwaran) ji bona dîdevanan ra xemilandine
Verse 17 — Surah Al-Hijr 15:17
Me ewa (ezmana) ji hemî pelîdên deherok dane parisandinê
Verse 18 — Surah Al-Hijr 15:18
Ji pêştirê wî pelîd ku bi dizî gohdarî dike, îdî pêtên agirê xûyayî dibine peyrewê wî pelîdî
Verse 19 — Surah Al-Hijr 15:19
Û me zemîn jî raxistîye. Me di nava zemîn da çîyayên dirêj rakutan e. Me hemû tişt di zemîn da bi pîvayî hêşîn kirine
Verse 20 — Surah Al-Hijr 15:20
Di zemîn da me ji bona we ra û ji bona wan candarên, ku hûn ji wan ra rozîyan nadin (rozîyên) jînê çê kirine
Verse 21 — Surah Al-Hijr 15:21
Û xezna hemî tiştan hey li bal me ye. Em ewan wekî hewcebûnê hey dihênirin (ji azman û zemîn ji bona jîna we derdixin, wekî ba û bariştan)
Verse 22 — Surah Al-Hijr 15:22
Û me ba, bi kevînî şandîye (ewr civandine) îdî em di jor da aveke wusa dihênirin, em we bi vê avê didine avdanê. We bi xweber jî nikarîye ewa ava bixista cûrnan
Verse 23 — Surah Al-Hijr 15:23
Û bi rastî hey em bi tenê ne jîn û mirin çê dikin. (Ûrta wan hemûyan jî) em bi tenê ne. (Piştî wan, hey em bi tenê dimînin)
Verse 24 — Surah Al-Hijr 15:24
Bi sond! Ewanê ji we yên ku pêş da çûne, me bi wan zanîye. Û bi sond! Ewanê ji we yên ku para tên em bi wan dizanin
Verse 25 — Surah Al-Hijr 15:25
Û Xudayê te ê (ewan bi rastî we ji bona hijmartina kirinê wan) bicivîne. Bi rastî Xuda bijejkeyê zana ye
Verse 26 — Surah Al-Hijr 15:26
Bi sond! Me meriv ji heryeke ji hev çûyê genîyê qimitî afirandîye
Verse 27 — Surah Al-Hijr 15:27
Hêj di berê da jî me meçêtir ji agirê bayê germok e afirandîye
Verse 28 — Surah Al-Hijr 15:28
Di gavekî da Xudayê te ji bona firiştan ra gotibû: "Bi rastî ezê merivan ji heryekê ji hevçûyî bênketî qimitî biafirînin
Verse 29 — Surah Al-Hijr 15:29
Îdî gava min pêka wî anî û ji canê xwe can berda gewdê wî, heman hûn ji wî ra kunde beherin
Verse 30 — Surah Al-Hijr 15:30
(Ji piştî afirandina wî) hemî firiştan (ji bona wî ra) kunde birin
Verse 31 — Surah Al-Hijr 15:31
Ji pêştirê pelîd; ewî ji bona kundebirinê, xwe da para
Verse 32 — Surah Al-Hijr 15:32
(Yezdan ji bona wî ra) gotîye: "Çi bûye ji te ra pelîd! Ku tu jî bi wanê kundebir ra ne bûyî
Verse 33 — Surah Al-Hijr 15:33
(Pelîd di bersiva Yezdan da) gotîye: "Ezê ça ji bona wî kesê, ku te ewa ji heryekê bênketî qimitîye ji hevçûyî çê kirîye, kunde biherin
Verse 34 — Surah Al-Hijr 15:34
(Yezdan ji pelîd ra) gotîye: "Îdî tu ji nava qencîyê min derkebe. Bi rastî tu ji dilovanîya min hatî deherandine
Verse 35 — Surah Al-Hijr 15:35
Û heya roya xelat û celatan deherandin li ser te ye
Verse 36 — Surah Al-Hijr 15:36
(Pelîd beresiv daye) gotîye: "Xudayê min! Heya roya ku ewanê dîsa rabin (ji bona kirinê xwe bêne xelat û celatkirinê, canê min nestîne) li min mêze bike (ka ez çi bi wan dikim)
Verse 37 — Surah Al-Hijr 15:37
(Yezdan ji wî ra) dibêje: “Bi rastî ji te ra mecal hate dayînê.”
Verse 38 — Surah Al-Hijr 15:38
Heya wî danê roya diyarî
Verse 39 — Surah Al-Hijr 15:39
(Pelîd ji bona Yezdan ra) dibêje: "Xudayê min! Ji bo ku te ez (bi sedema wan) aziran dime, ezê ji bona wan ra di zemîn da (sikatîyan) bixemilînim û ezê ewan hemûşkan bi azirinim (ewan ji rêya te derxim)
Verse 40 — Surah Al-Hijr 15:40
Ji pêştirê wan kesên ji wan, ku xurî bendeyên te ne
Verse 41 — Surah Al-Hijr 15:41
(Yezdan ji pelîd ra) gotîye: "(Eva gotina te ye ku tu dibêjî. Ez nikarim bendeyên te yên xurî ji rêya rast derxim." Şixwe ewa) rêya min a rast e
Verse 42 — Surah Al-Hijr 15:42
Bi rastî li ser wan bendeyên minê xurî tu hêz ji bona te ra tune ye. Ji pêştirê wanê azirî ku bûne peyrewê te
Verse 43 — Surah Al-Hijr 15:43
Bi rastî doj, şûna radawa wan aziryan hemûşkan e
Verse 44 — Surah Al-Hijr 15:44
Ji bona dojê ra heft derî hene. Ji bona her yekî ji wan derîyan, pareke ku ji wan hatîye parkirinê, heye
Verse 45 — Surah Al-Hijr 15:45
(Ewanê ku xwe ji pelîd parisandine) hene! Ewan di bihişt û kanya da nin
Verse 46 — Surah Al-Hijr 15:46
Hûn bi xêlne û bi ewletî bikebine behîştan
Verse 47 — Surah Al-Hijr 15:47
Me dexesîya di singê wan da heyî, rakirîye. Ewan bi biratî li ser textan hemberî hewyane
Verse 48 — Surah Al-Hijr 15:48
Di wura da westandin bi wan nagire, û ewan ji bihiştê jî nayêne derxistine
Verse 49 — Surah Al-Hijr 15:49
(Muhemmed!) Tu ji bendeyên min ra agahdarî bide; "Bi rastî ez baxişgerî dilovîn im
Verse 50 — Surah Al-Hijr 15:50
Bi rastî şapata min jî şapata dilsoz e
Verse 51 — Surah Al-Hijr 15:51
(Muhemmed!) Tu ji wan ra agahdarî ji mêvanê Îbrahîm bide
Verse 52 — Surah Al-Hijr 15:52
Gava (ewan mêvanan) ketine bal (Îbrahîm, jê ra aha)gotine: "Selam" (Îbrahîm ji wan ra) gotîye:"Bi rastî em ji we vecinîqîn
Verse 53 — Surah Al-Hijr 15:53
(Ewa mêvanan ji bona Îbrahîm ra) gotine: "Tu ji me veneciniqe, bi rastî (em hatine) te bi kurekî zana didine mizgîndanê
Verse 54 — Surah Al-Hijr 15:54
(Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Ji pişkî kaltî bi min da hatîye, hûnê bi çi îdî mizginî bidine min
Verse 55 — Surah Al-Hijr 15:55
(Ewan ji Îbrahîm ra) dibêjin: “Em mizgînî didine te bi rastî tu nebe ji wanê bê hêvî
Verse 56 — Surah Al-Hijr 15:56
(Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Ji pêştirê wanê rê derketî tu kes ji dilovanîya Yezdan bê hêvî nabe
Verse 57 — Surah Al-Hijr 15:57
(Ji piştî ku Îbrahîm zanî, ewanê hatî firişte ne; ji wan pirsî) got: "Gelî saîyan! Xwastina we çî ye
Verse 58 — Surah Al-Hijr 15:58
(Ewan saîyan) gotine: "Em li bal komalekî nûsîtemkar da hatine şandinê
Verse 59 — Surah Al-Hijr 15:59
Ji pêştirê malîyên Lût. Bi rastî emê ewan (malîyên Lût) hemûşkan fereste bikin
Verse 60 — Surah Al-Hijr 15:60
Ji pêştirê jina (Lût) me bi rastî (ewa jinika ji wanê ku di nava teşqalan da dimînin hijmartîye). Bi rastî ewa jinika di teşqele da maye
Verse 61 — Surah Al-Hijr 15:61
Îdî gava ewan saîyan hatine bal malîyên Lût
Verse 62 — Surah Al-Hijr 15:62
(Lût ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî hûn komalekî (wusa ne nîyas in) meriv ji we vediciniqin
Verse 63 — Surah Al-Hijr 15:63
(Ewan saîyan) gotine: "(Hûn ji me netirsin) me ewa (şapata) ku komalê te, di hatina wê da du dil in, ji te ra anîye
Verse 64 — Surah Al-Hijr 15:64
Û me bi rastî ewa şapata anîye û em di gotina xwe da jî rast in
Verse 65 — Surah Al-Hijr 15:65
Îdî tu di danekî şevê da malîyên xwe derxe rê û tu jî li pey wan da here, bira tu kes ji we para da mêze neke, cîyê hûn hatine fermandanê, ji bona çûna wêderê, herin wura
Verse 66 — Surah Al-Hijr 15:66
Û me (li bal Lût da) pêkanîna vê fermanê niqandîye, "Bi rastî poçika wanê di sibehê da hatibe birînê (qe tu kes ji wan namîne)
Verse 67 — Surah Al-Hijr 15:67
Û rûniştîyên bajar bi hev ra mizgîna (hatina saîyan) didane hev (direvîyan hatibûne bal mêvanan)
Verse 68 — Surah Al-Hijr 15:68
(Lût ji bajarîyên xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evan mêvanê min in; hûn min bi wan nehetikînin
Verse 69 — Surah Al-Hijr 15:69
(Çi dibe!) Ji Yezdan bitirsin, hûn min riswa nekin
Verse 70 — Surah Al-Hijr 15:70
(Bajarîyên Lût jê ra) gotine: "Ma qey me tu ji karê bîyanan ne dabû paradanê (hêj tu têkilê karê wan jî dibî)
Verse 71 — Surah Al-Hijr 15:71
(Lût ji bona bajarîyan aha) gotîye: "Heke hûnê tiştekî bikin, evan keçên (minê jinê we ne) havanên
Verse 72 — Surah Al-Hijr 15:72
(Lût!) Bi jîna te ewan (komalê te yê file) di mestîya xwe da kor mane
Verse 73 — Surah Al-Hijr 15:73
Îdî di gava roj derketînê da, dengê hêja zemîn bi wan girt
Verse 74 — Surah Al-Hijr 15:74
Îdî me ewan ser û binê hev kirin û me li ser wan da jana bi nav (xwuryê keviran) barand (ya jî di zemînê wan da me agir da hilkirinê, wusa teqya di hundurê xwe da herya xweye wekî agir avête hewa, ewan wekî çurûskê agir bi ser wan da barîne)
Verse 75 — Surah Al-Hijr 15:75
Bi rastî (di vî da) ji bona wanê xwe nîyas ra beratên (sodretî) hene
Verse 76 — Surah Al-Hijr 15:76
Û bi rastî ewa (bajarê wan komalê Lût) li ser rêyeke berê da heyî da ne
Verse 77 — Surah Al-Hijr 15:77
Bi rastî ji bona bawergeran ra di vê (bûyerê da) beratên hişhildayî hene
Verse 78 — Surah Al-Hijr 15:78
Û bi rastî hevrîyên (Eyketê) zor cewrkar bûne
Verse 79 — Surah Al-Hijr 15:79
Îdî me ji wan jî tol hildane. Ewan herduk (bajarê Lût û bajarê Eyketîyan li ser rê) li ber çavan xûya ne
Verse 80 — Surah Al-Hijr 15:80
Bi sond! Hevrîyên hicrê (şikeft û keviran) jî (pêxember) dane derewdêrandinê
Verse 81 — Surah Al-Hijr 15:81
Û me ji wan beratên xwe anîne, îdî ewan ji wan beratan rû fetilandine
Verse 82 — Surah Al-Hijr 15:82
Ewan di wan çîyan da ji xwe ra xanî bi ewletî dikolan
Verse 83 — Surah Al-Hijr 15:83
Îdî di danê sibe da dengê (hêja zemîn) bi wan girtîye
Verse 84 — Surah Al-Hijr 15:84
Ewa (xebata wan e, ku ewan di berê da ji bona ewletîya xwe di çîyan da xanî kola bûn) ewan (ji şapatê) nedane parizandinê
Verse 85 — Surah Al-Hijr 15:85
Me ezman û zemîn û tişta nîveka wan da heyî, hey bi mafî afirandîye (ne ji bona ku ewan rêzikê min hilşînin. Ewanê di hemberê te da derdikebin hene! Emê ji wan tolê hildin) wê ewa roya (rabûna hemûtîyê) were, îdî tu bi wan ra bi qencî derbasî bike
Verse 86 — Surah Al-Hijr 15:86
Bi rastî Xudayê te pir afirandok û pir zane ye
Verse 87 — Surah Al-Hijr 15:87
Û bi sond! Me ji zoyan heft parên zo (Fatihe) û bi Qur’ana mezin va, ji te ra anîne
Verse 88 — Surah Al-Hijr 15:88
(Muhemmed!) Tu çavê xwe li bal hinek cotên (ji wan) ku me ewan di cîhanê da (bi zenginî û xweşî dane jînandinê) zoq neke. (Ji bona ku ewan bi te bawer nakin) tu murûz nebe û tu ji bona wanê bawer kirine baskê xwe ber jêr bike (di hemberê wan da mulahîm be)
Verse 89 — Surah Al-Hijr 15:89
Û (Muhemmed!) tu ji wan ra bêje: "Bi rastî ez hey (ji bona we ra hişyarekî) tirsdanê ber çavî me
Verse 90 — Surah Al-Hijr 15:90
(Hûn dizanin, heke hûn bawer nekin, wê şapata Yezdanê bi ser we da were) wekî me ça li ser wan (fileyên) parkar da hinartîye
Verse 91 — Surah Al-Hijr 15:91
Ewan (filan in) ku Qur’an parpar kirine (hinekî wê, ku wekî Tewrat û Încîlê ye; litê kirine, ewa para ku wekî Tewrat û Încîlê ne bûye, bi wê bawer ne kirine)
Verse 92 — Surah Al-Hijr 15:92
Îdî bi Xudayê te emê ji hemû (keda) wan pirs bikin
Verse 93 — Surah Al-Hijr 15:93
Ka ewan çi ked kiribûn
Verse 94 — Surah Al-Hijr 15:94
Îdî tu ça hatî fermankirinê (bê perwa) ewan wusa pêk bîne û tu rû ji wanê hevrîçêker bifetilîne
Verse 95 — Surah Al-Hijr 15:95
Bi rastî di hemberê wanê bi te tinazan dikin, em besî te ne
Verse 96 — Surah Al-Hijr 15:96
Ewanê (tinazan bi te dikin hene!) ewanan ji Yezdan ra hinek xudayên (xweyê) mayî dixne hevrî. Îdî ewanê di nêzîk da bizanin
Verse 97 — Surah Al-Hijr 15:97
Bi sond! Em dizanin, ku dilê te bi gotinê wan teng dibe
Verse 98 — Surah Al-Hijr 15:98
Îdî tu bi pesindayîna Xudayê xwe, ewî ji kêmasîyan paqij bike û ewanê kunde (ji Xuda ra) dibin hene! Tu bibe ji wan
Verse 99 — Surah Al-Hijr 15:99
Û heya mirina te bê, tu perestîya Xudayê xwe bike