Verse 1 — Surah An-Nahl 16:1
Fermana Yezdan hat! Îdî hûn (ji bona hatina fermanê) lez nekin. Bi rastî (Yezdan ji gotinê wan filan; ku tiştan jê ra dixne hevrî paqij û bilind e)
Verse 2 — Surah An-Nahl 16:2
Yezdan ji bendeyên xwe, ji kîjanî ra bivê, bi fermana xwe firişte (Cibrîl) bi niqandinê va li ser wan bendeyên xwe dihênirîne, ji bo (ewan pêxemberên bendeyên me, ku merivan hişyar bikin û ji bona wan ra evê gotina min a hanê bêjin): "Ji pêştirê min tu tişte babetê (perestîyê) tune ye, îdî hûn parisaya min bikin
Verse 3 — Surah An-Nahl 16:3
Ewê ku ezman û zemîn bi mafî afirandîye heye! Ewa Yezdan e. Ji wî tiştê, ku (ewan filan) jê ra dixne hevrî (paqij) û bilind e
Verse 4 — Surah An-Nahl 16:4
(Yezdan) meriv ji dilopeke (ava genokî ye) xwe avîtî afirandîye. Hema (ewa meriva) piştî (gava afirandina xwe da) bûye tekoşîngerekî xwûyayî
Verse 5 — Surah An-Nahl 16:5
Û (Yezdan) tariş jî afirandîye. Di wan (tarişan da) ji bona we ra tiştê germê (pêk) tînin hene û pir karên (mayî jî) hene û hûn ji hinekî (wan tarişan jî) dixun
Verse 6 — Surah An-Nahl 16:6
Û (hêj) gava (ku hûn ewan tarişan) di sibehê da berdidine çêre û di êvarê da jî (hûn ewan ji çêre) tînin û dadikin, ji bona we ra (xweşî û) rindayî heye
Verse 7 — Surah An-Nahl 16:7
Û (ewan tarişan) giranîyên we hildidin dibine bajarên (wusa dûr) heya nîvê canê we derneketa hûn nikar bûn bigihîjtina (wan bajaran). Bi rastî Xudayê we mêhrivanê dilovîn e
Verse 8 — Surah An-Nahl 16:8
Ji bona sîyarîya we û xişran; (Yezdan) hesp û hêstir û ker (afirandîye). Û tiştin qe hûn pê nizanin ewa ewan jî diafirîne
Verse 9 — Surah An-Nahl 16:9
Ewê rêya xwe (rast dike û bendeyên xwe li bal rêya rast da) tîne, ewa hey Yezdan e. Lê hinek rêyên xaromaro hene hinek meriv di wan da diçin. Heke ewî biva, we hûn hemûşk bianîna rêya rast
Verse 10 — Surah An-Nahl 16:10
Ewê av ji ezmanan hinartîye, ewa Yezdan e. Di we avê da ji bona we ra vexurin heye, ji wê avê (gîha û dar û ber jî) çê dibin, hûn (tarişên xwe) bi wan diçêrînin
Verse 11 — Surah An-Nahl 16:11
Ji bona we ra bi we avê, çandinî zeytûn û xurme û tirî û ji hemûşk beran hêşîn dike. Ji bona komalê ramankar ra di van kirinan da beratên (hişdarî) hene
Verse 12 — Surah An-Nahl 16:12
(Yezdan) ji bona we ra şev û roj û tav û hîv (di xebata ji bona we ra, di rêzekî da) bi sernermî danîye. Sterk jî şixwa di fermana Yezdan da sernerm in. Di van kirinan da ji bona komelê hişmend ra bi rastî beratên mezin hene
Verse 13 — Surah An-Nahl 16:13
Û ewî çiqa çandinîyên cure cureyê di zemîn da hene! (Hemû) ji bona xebitandina we ra (amade kirîye). Ji bona wî komalê, ku bîra xwe tînin di van da, beratên (hêca) hene
Verse 14 — Surah An-Nahl 16:14
Ji bo ku hûn ji zeryayê goştê nû û şil bixun, ewî zerya di fermana we da amade kirîye, hûn ji wê zeryayê xemilên ku hûn li xwe dikin, derdixin. Tu kelekên mezin dibînî, ku ewan evê ça diqelêşin, diçin! Ji bo ku hûn ji rûmeta wî ji xwe ra rozînan bixwazin û ji bo hêvî heye, ku hûn sipazîya bikin ewî evan kirine
Verse 15 — Surah An-Nahl 16:15
Ji bo ku zemin we nehejîne ewî li ser zemîn da çîyayên mezin rakutane. Ji bo ku hûn rêya xwe wunda nekin ewî di zemûn da çem û rû û rê danîne
Verse 16 — Surah An-Nahl 16:16
Û (Yezdan) beratên mezin jî (di zemîn da) rakutane. Şixwa ewan bi siterkan jî têne re
Verse 17 — Surah An-Nahl 16:17
Îdî qe ew (Yezdanê) ku afirandinê dike, wekî wan (tokelên) ku afirandinê bikin, dibe? Qe hên (bi ponijandin evan) bîra xwe naynin
Verse 18 — Surah An-Nahl 16:18
Û heke hûn (gelî merivan!) qencîyên Yezdan yên (ku li ser we kirîye yek bi yek) bihijmêrin, hûn ewan deste deste jî nikarin bihijmêrin. Bi rastî Yezdan baxişgerê dilovîn e
Verse 19 — Surah An-Nahl 16:19
Û hûn çi tiştî veşêrin û ya jî eşkere bikin, hey Yezdan bi wan dizane
Verse 20 — Surah An-Nahl 16:20
Ewan tiştên ku ewan (filan) ji wan ra perestî dikin hene! Ewan qe tu tiştî naafirînin, hêj ewan bi xweber jî hatine afirandinê
Verse 21 — Surah An-Nahl 16:21
Ewan (tokelan) mirîne, zindî nînin. Ewan bi danê (rabûna hemûşkî, ji piştê mirinê) bê agah in
Verse 22 — Surah An-Nahl 16:22
Yezdanê ku (hûn jê ra perestî dikin) heye! Ewa Yezdanekî bi tenê ye. Îdî ewanê ku bi danê para da bawer nakin hene! Dilê wan (filan da) ne bawerî cî daye, ewan bi xweber jî, ji bawerîyê, quretî dikin
Verse 23 — Surah An-Nahl 16:23
Qe tu zîyan nake! Bi rastî Yezdan bi wan tiştên ku ewan dizî dikin ya jî eşkere dikin dizane. Bi rastî (Yezdan) ji wanê ku xwe qure dikin hez nake
Verse 24 — Surah An-Nahl 16:24
Gava ji wan tê pirsîne, "Xudayê we çi hinartîye?" (Ewan bersivê didin) û dibjin: "Çîrokên berê hinartîye
Verse 25 — Surah An-Nahl 16:25
(Aha bersiv dane) ji bo ku ewan hemî gonehên xwe û hinek jî, ji gonehên wanê bê zanîn ji rêya rast derxistine, di roya rabûna hemî da hildin. Hişyar bin! Çiqa barê wan sik e
Verse 26 — Surah An-Nahl 16:26
Bi sond! ewanê berya wan da jî endeze kiribûn, îdî Yezdan jî xîmê avayê wan ji bin da anî, îdî li ser wan da banê avayan hate xarê. Di wî cîhê ku haja wan pê tune bû, şapat bi wan da hatîye
Verse 27 — Surah An-Nahl 16:27
Paşê di roya rabûna hemî da (Yezdan ewan hemûşkan) riswa dike û (ji wan ra) dibêje: "Ka ewan hevrîyên min yê, ku we (bi bawergeran ra, di mafê wan da) tekoşîn dikirin,li kêderê ne?" Ewan (firiştan û pêxember û bawergerên) ku ji wan ra ji temtêla (filan) zanîn hatîye, gotine: "Bi rastî riswabûn û sikatî di îro da li ser filan e
Verse 28 — Surah An-Nahl 16:28
Ewanê ku bi xweber li xwe cewr kirine hene! Gava firişte canê wan disitînin (aha) dibêjin: "Me qe tiştek ji riswabûnê nekirîye, îdî hemî sikatîyan davêjin." (Firişten bersiva wan didin aha) dibêjin: "Gotina we nîne, bi rastî we çi tişta kirîye, Yezdan bi wî rind dizane
Verse 29 — Surah An-Nahl 16:29
“Îdî hûn di deryê dojê da bikebine dojê, hûn di dojê da her bimînin. Îdî (doj) ji bona quran çiqa sikê şûnan e!”
Verse 30 — Surah An-Nahl 16:30
Ji bona wanê (Yezdan) parizî kiribûne (aha) tê gotinê: "Ji bona we ra, Xudayê we çi hinartîye?" (Ewan bawergeran bersiv dene û) gotin "Qencî (hinartîye)." Ji bona wanê ku di vê cîhanê da qencî kirine, qencî hene. Hêj xanîyê para da (ji bona qecîkaran) qenctir e. Bi rastî xanîyê xudaparizan çiqa qenc e
Verse 31 — Surah An-Nahl 16:31
Ewa bihişta ku di bine darê wê da çem dikişin heye! (ewan xudaparizan) dikebine wê, ewa bihişta tijî û amade ye; ji bona wan ra, çi bivên heye. Bi vî awayî Yezdan xudaparizan xelat dike
Verse 32 — Surah An-Nahl 16:32
Ewanê xudapariz hene! Gava firişte canê wan distînin, bi paqijî distînin. (Firişte) ji wan ra dibêjin: "Selam li ser we bin, bi sedema wan qencîyên we dikiribûne bikebine bihiştê
Verse 33 — Surah An-Nahl 16:33
(Ewanê file hene!) Hey hêvîya vî dikin: "Gelo wê kengê firiştan werin (canê wan bistînin) ya jî gelo wê kengê fermana Xudayê te yê bi şapatdana wan were." (Ya jî arşa vê beratê aha ne: Ewa ji bona rastîya pêxemberîya pêxemberan, ji pêxemberan ra gotine: "Ka ji bona xwe ra firiştan ji ezmanan bînin; bixne şahidê xwe, ku em jî bi we bawer bikin." Îdî qey ewan filan hêvîya hatina firiştan, ya jî hêvîya hatina şapata Xudayê te dikin, ku bawer nakin?") Bi vî awawî ewanê di berya wan da borine ji, wekî wan kirine. Bi sedema kirinê wan (Yezdan ewan teşqele kirine, bi vê kirinê) Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine
Verse 34 — Surah An-Nahl 16:34
Îdî sikatiya tişta ku ewan kiribûne, bi wan da hatîye, tişta ewan ku (bi hatina wê) tinaz dikiribûne, bi ser wan da hatîye, ewan hildane nava xwe da
Verse 35 — Surah An-Nahl 16:35
Û ewanê ku ji bona (Yezdan ra) hevrî çê kirine hene! (Bi tinaz aha) gotine: "Heke Yezdan biva, me û bav û bapîrên xwe ji pêştirê wî, ji tu tiştî ra perestî ne dikir û me (bê wî) qe tu tişt ne durist ne dikir." Bi vî awayî ewanê berya wan da borî jî wekî wan dikiribûne. (Tu bi kirinê wan mirûz nebe) qey li ser pêxemberan ji pêştirê gotina vekirî tu tiştek heye
Verse 36 — Surah An-Nahl 16:36
Û bi sond! Me di nava hemû koman da pêxember şandine, ji bo ku ewan (pêxemberan ji koma xwe ra aha bêjin): “Hûn ji Yezdan ra perestî bikin û hûn xwe ji perestîya pelîd biparisînin.” Îdî ji wê koma (pêxember) hinek hene; Yezdan ewan anîne rêya rast û hinek jî ji wan koman hene: rêwundabûn li ser wan maf bûye. Îdî hûn mêze bikin! ka encama wanê virek ça bûye
Verse 37 — Surah An-Nahl 16:37
(Muhemmed!) Heke tu bihewilî, ji bona hatina wan li bal rêya rast da, bi rastî evê ku Yezdan rêya rast li ber wî wunda kiribe, îdî ewa nayê rêya rast, ji bona wan ra, tu arîkar jî tune ye
Verse 38 — Surah An-Nahl 16:38
Ewan bi sondên xwe yên mezin bi Yezdan sond xwarine; ku Yezdan mirîyan îdî ranake. Bi rastî gotina wan nîne (loma rakirina wan) li ser Yezdan mafek e. Lê pirên kesan pê nizanin
Verse 39 — Surah An-Nahl 16:39
Ji bo ku ji wan ra, ewa tişta ku ewan têda ne wekhev bûne, bi rastî diyar be û ji bo ku ewanê bûne file hene! Bizanin, ku ewan di berê da vir kiribûne (wê Yezdanê ewan rake)
Verse 40 — Surah An-Nahl 16:40
Bi rastî gava em bivên, ku bûyerek ya jî tiştek bibe, dema em ji wî ra dibêjin, "bibe", îdî ewa heman dibe
Verse 41 — Surah An-Nahl 16:41
Ewanê ku li wan cewr hatîye kirinê hene! Ku ji bona qayîltîya Yezdan, ji welatê xwe koç kirine: Emê bi rastî ji bona wan ra di cîhanê da qencîyan bikin. Heke ewan bizanin, qencîyên para da hêj meztir in
Verse 42 — Surah An-Nahl 16:42
(Ewanê li wan hatîye cewrkirinê; ji welatê xwe ji bona qayîlbûna Yezdan derketine) hew dikin hene! Ewan xwe dihêspêrne li ser Xudayê xwe
Verse 43 — Surah An-Nahl 16:43
Me ewanê di berya te da bi pêxemberî şandine, ewan jî hinek mêr bûne, me li bal van da niqandîye. Îdî heke hûn nizanin, hûn ji zanan bipirsin
Verse 44 — Surah An-Nahl 16:44
Me (ewan pêxemberan) bi beratên (vekîrî) û bi pirtûka va (şandîye). Me eva Qur’ana li bal te da hinartîye, ji bona ku tu ji bo kesan ra tişta li bal wan da hatîye hinartînê vekî, bi rastî hêvî heye ku ewan raman bikin
Verse 45 — Surah An-Nahl 16:45
Îdî ewanê ku endezên sik kirine hene! Qey ewan ewle dibin, ku Yezdan ewan di zemîn da nexe xwarê, ya jî ji wan ra şapatan di cîhê qe haja wan tune be, bîne
Verse 46 — Surah An-Nahl 16:46
Ya jî (dema ku ewan) di kar û xebata xwe da bin, heman şapat bi wan negire (ewle dibin)? Îdî ewan jî nikarin, dema şapat hatibe, bidine para
Verse 47 — Surah An-Nahl 16:47
Ya jî ewan di tirsa hatina şapatê da bin (heman nişkêva şapat) bi wan negire (ewan ewle dibin)? Îdî bi rastî Xudayê we mêhrivanê dilovîn e
Verse 48 — Surah An-Nahl 16:48
Ma qey ewan li bal wan tiştên, ku Yezdan afirandine mêze nakin; ka sîha wan ça bi rast û çep xaro maro dibin, ji bona Yezdan ra bi kurt û dirêj kunde dibin
Verse 49 — Surah An-Nahl 16:49
Ji revaran; çi ezman û zemîn da hene û firişte hemûşk, ji bona Yezdan ra kunde dibin, qe yek jî quretî nake
Verse 50 — Surah An-Nahl 16:50
Ewanan ji Xudayê ser xwe ditirsin, ewan bi çi têne fermankirinê, hey ewî tiştî dikin
Verse 51 — Surah An-Nahl 16:51
Yezdan gotîye: "Hûn du ilaha (ji xwe ra) negirin. Bi rastî Yezdanê (babetê perestîyê) yek Yezdanê bi tenê ye. Îdî hûn hey ji min bitirsin (li bal min da hûnê bi tirs bizivirin)
Verse 52 — Surah An-Nahl 16:52
Çi di ezman û zemîn da hene! Hemî ji bona (Yezdan ra ne) û ola rast û perestî hey ji Yezdan bi tenê ra ne. Îdî qey hûn parizaya pêştirê Yezdan dikin
Verse 53 — Surah An-Nahl 16:53
Çi qencîyek bi we da were (hûn dibêjin: "eva ji Yezdan e.") Paşê dema nexweşîyek bi we bigire, dîsa hûn li bal Yezdan da zarî dikin
Verse 54 — Surah An-Nahl 16:54
Paşê dema, ku ewa nexweşî ji we radibe, destekî ji we di wê gavê da hevrîyan ji Xudayê xwe ra çê dikin
Verse 55 — Surah An-Nahl 16:55
Ewan, evan tiştan dikin, ji bo ku (di hemberê van) qencîyên me bi wan kirîye nankorî bikin. Îdî hûn di xweşîya xwe da bimînin. Lê hûnê di nêzîk da bizanin
Verse 56 — Surah An-Nahl 16:56
Ewan (filan) ji wan rozîyên ku me daye wan, ji wan (pûtên) ku qe tu tiştî nizanin, par çê kirine. Bi Yezdan! Hûnê bi rastî ji wan virên ku hûn dikin, bêne pirskirinê
Verse 57 — Surah An-Nahl 16:57
Û ewan (filan) ji bona Yezdan ra (firişte) xistine (keç). Yezdan ji wan gotinê wan paqij e. (Çiqa sodret e!); tişta ji xwe ra jî dixwazin kur in. (firişte keç in, ewan zarê Yezdan in, lê kur jî ji xwe ra hildane: eva çiqa parkirineke sodret e)
Verse 58 — Surah An-Nahl 16:58
Gava yek ji wan bê mizgîndanê: "ku ji te ra keçek bûye," bê gotinê, rûyê wî ji hêrsa reş dibe, bi xweber jî hêrsa xwe diqurtîne
Verse 59 — Surah An-Nahl 16:59
Ji bo sikatîya mizgînê ewa xwe ji komal xwe vedişêre. Gelo wê ewa yê, ewê keçikê bi sernegûnî xweyî bike, ya jî wê ewê keçikê di xwelyê da çal bi- ke? (Bêzar dimîne nizane wê çi bike). Hîşyar bin! Tişta ewan berewanî dikin çiqa sik e
Verse 60 — Surah An-Nahl 16:60
Ji bona wanê ku bi danê para bawer nakin hecwekîya sikatî heye. Ji bona Yezdan ra jî hecwekîya balatir heye. Yezdan servahatê bijejke ye
Verse 61 — Surah An-Nahl 16:61
Û heke Yezdan bi sedema sikatîya kesan, heman bi wan da şapat bianîya; Li ser (zemîn) tu rewar ne diman, lê şapatdana wan, heya danê navdayî para dixe. Îdî gava danê şapatdana wan hatibe, qe ewa dana para û pêra nakebe
Verse 62 — Surah An-Nahl 16:62
Tişta rikê wan ji te, ewan ewî dixne (zarê) Yezdan û zimanê wan bi vir salixê çi tiştên rind bide, bi rastî eva ji me ra ne (dibêjin). Qe tu çare tune ye; bi rastî ji bona wan ra agir heye û ewanê di agir da her bimînin
Verse 63 — Surah An-Nahl 16:63
Bi Yezdan! Me hêj berya te da li bal gelek koman da pêxember şandibûn. Îdî pelîd kirinê wan (koman) ji bona wan ra xemilandibû (kirinê wan xweşa wan diçû, gotinên pêxemberan ne dikirin) pelîd di îro da jî serkarê wan e, ji bona wan ra şapata dilsoz heye
Verse 64 — Surah An-Nahl 16:64
Hey ji bo ku tu ewan tiştên, ku ewan (kesan) têda bi dudilî ne wekhev dibin, vekî (ewan rastîyê bizanin) û ji bo ku ewa (pirtûka) ji bona komalekî bawerger bibe rêber û dilovînekî, me pirtûk li ser te da hinartiye
Verse 65 — Surah An-Nahl 16:65
Û Yezdan ji ezman avek hinartîye, îdî ji piştî mirina zemîn, ewî zemîn bi wê avê zindî kirîye. Di vê kirinê da ji bona komalekî bihîstok ra (ku Yezdan ça zemîn ji piştê mirinê zindî kirîye, wusa ji merivan ji piştî mirinê dikare zindî bike) berateyên sodret hene
Verse 66 — Surah An-Nahl 16:66
Bi rastî ji bona we ra di (tarişên) mêşînî da tiştên ku meriv jê hiş hildin, hene. Ji tiştên di zikê wan mêşînan da ku di nîveka bişkul û xwûne derdikebin: Bi şîrekî xurî em we av didin, ewa şîra ji bona vexwarya, bi hesanî di qirika wan da diçe xarê
Verse 67 — Surah An-Nahl 16:67
Bi rastî di berê darê xurma û rêzan da, ku hûn ji wan (beran) rozîyên qenc (ji xwarin û vexwarinan) û meyê digirin, ji bona komalakî hişdarî dikin, beratên (sodretî) hene
Verse 68 — Surah An-Nahl 16:68
Û Xudayê te û bal moza hingiv da (aha) niqandîye: "Tu ji bona xwe ra di çîya û dar û ji wan arzêlên (ku ji daran, meriv çê dikin û diçîkînin) xanîyan bigire
Verse 69 — Surah An-Nahl 16:69
Paşê ji hemî beran bi xwe û bi stûxarî paşê bikebe wan rêyên Xuda yê xwe (derkebe) bigere. Ji zikê wan mozan da aveke rengê wê cure cure derdikebe; ji bona merivan di wî (hingivî da) mefayek heye. Di van kirinan da ji bona komalekî ramanger ra beratên hêja hene
Verse 70 — Surah An-Nahl 16:70
Yezdan hûn afirandine, paşê ewê canê we disitîne û ji bo ku hûn ji piştî zanînê qe tu tiştî nizanbin, hinekan ji we, Yezdan ewan heya danê xurifandinê dihêle. Bi rastî Yezdan pirzanê bişîye
Verse 71 — Surah An-Nahl 16:71
Yezdan hinekên ji we, bi ser hinekên we da di rozînîyê da bi paydarî pir kirîye. Îdî ewanê ku para wan pir e, hene: Çi dibe, ku hinekî ji wê rozîyê; ji bona wanê bê par in di binê destê wan da mane, bidin? Loma ewan hemî jî di wê rozînîya heye da, hevpar in. Qey hûn (ji bona vê parkirina Yezdanê, ku rozînîya hinekê we daye destê hinekên ji we; ewan jî di para da rozînîya wanê bindestê xwe bidine wan, qayîl nabin) hûn bi qencîyên Yezdan nankorî dikin
Verse 72 — Surah An-Nahl 16:72
Û Yezdan ji bona we ra ji canê we zo çê kirine, ji wan zonê we ji bona we ra kur û nevî çê kirine. Û hûn bi paqijê rozîyan dane rozînîkirinê. Îdî qey ewan bi pûçan bawer dikin û bi qencîyên Yezdan jî nankorî dikin
Verse 73 — Surah An-Nahl 16:73
Û ewan qey ji pêştirê Yezdan, ji bona wan (tokelên) ji ezman û ji zemîn qe bi bu tiştî rozînan ji wan ra kar nakin û nikarin jî kar bikin, perestî dikin
Verse 74 — Surah An-Nahl 16:74
Îdî hûn ji bona Yezdan ra hecwekîyan çê nekin (ji ber hişê xwe nebêjin: "Ka evan tokelan ji piştî, ku em ji wan ra perestî dikin, ewan jî paşê wekî perestîya me ji Yezdanê mezin ra perestî dikin."). Bi rastî Yezdan (bi hecwekîyan) dizane û lê hûn (bi wan) nizanin
Verse 75 — Surah An-Nahl 16:75
Ji bona we ra Yezdan evê hecwekîyê çêke; ewê (perestîya pêştirê Yezdan dike) wekî wî bendeyê di binê destan da zebûn mayî, qe nikare tu tiştî bike, ewê (perestîya Yezdan dike) wekî wî bendayê ji binê destan derketî, ku me ji wî ra rozîneke rind dabe, îdî ewa jî bi dizî û eşkere (di rêya min da) bide xwarinê, qe wekî hev dibin? Çiqa pesindan hene! Hemû ji bona Yezdan ra nin. Û lê pirê wan nizanin
Verse 76 — Surah An-Nahl 16:76
Û Yezdan (ji bona we ra serdaborya) her du mêrikan jî hecwekî kirîye; yek ji wan lal e, qe tu tiştî nikare bike: Hey bûye barekî ketîye stûyê serkarê xwe. Axayê wî ewî kuda dişîne, qe tu karê; qencîyê nake. Evê mêrika, qe wekî wî mêrê ku di rêya rast da diçe, fermana bi dadvanî dike, dibe
Verse 77 — Surah An-Nahl 16:77
Ne xûya ne di ezman û zemîn da heyî, hemû ji bona Yezdan ra nin. Fermana bi hatina danê rabûna hemûşkî li bal Yezdan, wekî çav girtinekî ye, ya jî hêj nezîktir e. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e
Verse 78 — Surah An-Nahl 16:78
Gava Yezdan hûn ji zikê dîya we derxistin, we qe tu tişt nizanbû, ji bona ku bi rastî dibe hûn sipazîya Yezdan bikin ewî ji bona we ra (aletê bîhîstinê û dîtinê û dil) çê kirîye
Verse 79 — Surah An-Nahl 16:79
Ma qey ewan (filan) li bal wan çûkên hewa ku ji wan ra sernerm bûne, mêze nakin? Ji pêştirê Yezdan tu tişt ewan (çûkan) di jor da nagire. Bi rastî ji bona komalekî bawer dikin, di van kirinan da beratên (mezin) hene
Verse 80 — Surah An-Nahl 16:80
Û Yezdan ji bona we ra ji xanîyên we êwirgah çê kirîye û ji bona sivikaîya, di roya barkirin û êwrê da, Yezdan ji kelê tarişan ji bona we ra (kon) û xanî çê kirîye. Gava (ewan tarişan têne kêmkirinê) Yezdan ji hirî û tivtik û mûyê wan, ji bona we ra xemil û xwakirin û raxistin çê kirîye; (Hûn ewan dikirin û difiroşin)
Verse 81 — Surah An-Nahl 16:81
Yezdan ji bona we ra ji tiştên ku afirandîye, sîwan çê kirîye û ji bona we ra ji çîyan ewî kozîk afiradîye û ji bona we ra kincên, ku we ji germê û kincên, ku we di qirînan da ji lêxistinan biparisîne çê kirîye. Bi vî awayî ewa qencên xwe li ser we peyweste dike, bi rastî hêvî heye, ku hûn xwe hispêrne wî
Verse 82 — Surah An-Nahl 16:82
Îdî heke ji piştî van (beratan, ewan filan, ji bawerîyê) rû bifetilînin (ji bona te ra tu xesar tune ye) li ser te hey eva dimîne: Bi xûyayî ragihandina fermanan e
Verse 83 — Surah An-Nahl 16:83
Ewan qencîyên Yezdan nîyas dikin (paşê dibêjin: "Evan qencîyan hinekên mayî dane," ji wan ra perestî dikin.) Bi vî awayî pirê wan nankorî dikin
Verse 84 — Surah An-Nahl 16:84
Di wê roya, ku em ji her komê ra şahidan tînin, îdî ji bona wanê file ra destûr nayê dayînê, ku herin lavaya bağişandin yê xwe bikin
Verse 85 — Surah An-Nahl 16:85
Ewanê cewr kirine hene! Gava ewan şapatê bibînin, îdî şapata wan sivik nabe û firseta wan jî nayê danê
Verse 86 — Surah An-Nahl 16:86
Gava ewanê hevrîçêker, ewan hevrîyan dibînin (aha) dibêjin: "Xudayê me! Ewan hevrîyên, ku me ji pêştirê te ji wan ra perestî dikir, evanan in (îdî tola xwe ji wan derxe, ewan em xapandibûn," tokelan bersiva wan aha daye): "Bi rastî hûn derewan dikin (qe tu carî me hûn gazî bal perestîya xwe ne kirine)
Verse 87 — Surah An-Nahl 16:87
Di wê royê da ewan xwe ji bona Yezdan ra dihêspirînin, ewan tiştên ku ewan (filan) ji bona Yezdan ra bi vir dixistne hevrî dest ji wan berdane, wunda bûne
Verse 88 — Surah An-Nahl 16:88
Ewanê file ne, ku merivan ji rêya Yezdan didine para da hene! Bi sedema ku ewan (di zemîn da) têkilî kiribûne, me ji bona wan ra şapat bi ser şapatan pir kirîye
Verse 89 — Surah An-Nahl 16:89
Di wê roya em di her komekî da ji wan bi xweber şahidekî li ser wan da dişînin û em te jî li ser van (misilmanan da) şahid tînin. Ji bo ku (Qur’an) bibe beled û dilovîn û mizgîndan ji bona misilmanan ra, me ewa Qur’ana davekirina hemî tiştan, bi ser te da hinartîye
Verse 90 — Surah An-Nahl 16:90
Bi rastî Yezdan fermana bi dadî û qencîyan û dayîna ji bona pismam û lêziman, dike û ewa fermana parisandina ji maştoqîyê û ji rikhatinan û ji cewrkirinê dike. Evan şîretan; ji we ra dike, bi rastî dibe ku hûn ewan şîretan hildin
Verse 91 — Surah An-Nahl 16:91
Û gava we peyman (ji bona Yezdan) da hev, îdî hûn peymana Yezdan pêk bînin û ji piştî, ku we sonda xwe rast dêrand, îdî sonda xwe neşikênin, loma we Yezdan xistîye şahidê xwe. Bi rastî Yezdan bi tişta hûn dikin, dizane
Verse 92 — Surah An-Nahl 16:92
Hûn jî wekî wê jinika, ku rîsê xwe qenc rîstîye, paşê vedirêse, nekin. Gava hûn bi navê Yezdan peymana didine hev, ewa desta we ye bi hêz dixwaze ku bi hinek endezan peymana xwe bişikênin, dîsa ewanê bê hêz biherçiqînin (ji piştî ku we peyman bi hêz dabe hev, bi hinek endezan paşê di nava xwe da, peymana xwe ranekin) ku hûn sondê xwe di nava xwe da dişikênin. Bi rastî Yezdan we di van peymanan da diceribîne. Ewa tişta ku hûn di mafe wî da ne wekhev bûne, wê di roya rabûna hemû da ji bona we ra bê vekirinê
Verse 93 — Surah An-Nahl 16:93
Heke Yezdan biva, wê hûn hemûşk bixistina komekê bi tenê; lê Yezdan ji kîjanî ra bivê ewî tîne rêya rast û kîjanî bivê ewî ji rêya rast wunda dike. Bi sond! Hûnê ji kirinê xwe bêne pirskirinê
Verse 94 — Surah An-Nahl 16:94
Û hûn (gelî bawergeran!) sondên xwe, di nava hev da nexine sedem ji bona têkilkirina, peymanan ranekin, îdî ewa pêyê bi cîh hatîye danînê paşê bira ne şimite û bira hûn jî ji bona birîna rê ya Yezdan li ber kesan, sikê şapatan tam nekin. Bi rastî heke hûn (wusa bikin) ji bona we ra şapateke mezin heye
Verse 95 — Surah An-Nahl 16:95
Û hûn (Gelî kesan!) ewê peymana we daye Yezdan (ku hûnê bibine peyrewê pêxember) bi perekî hindik nefiroşin. Heke hûn bizanin, bi rastî ewan qencîyên ku Yezdan peymana dana wan ji bona we ra daye, çêtir e
Verse 96 — Surah An-Nahl 16:96
(Loma ewan malên cîhanî ku li bal we heye) paşya wan tên, ewan (qencîyên) li bal Yezdan hene, bê paşîne. Ewanê ku ji bona rêya me hatine cefadanê û di hemberê wê cefayê jî hew kirine mane hene! Bi rastî emê ji kirinê wan çêtir xelata wan bidine wan
Verse 97 — Surah An-Nahl 16:97
Çi kesê, ji mêr û jinan, bi bawerî karekî aştî kiribe, emê ewî di cîhanê da bi paqijê jînan, bidine jînandinê (lê di para da jî) bi qenctirê keda ewan dikiribûne, emê ewan xelat bikin
Verse 98 — Surah An-Nahl 16:98
Îdî gava (Muhemmed! Tu bivê) ku Qur’anê bixûnî, tu (ji sikatîyên) pelîdê deherok, xwe bavêje ber bextê Yezdanê (dilovan; evê peyvê bixûne)
Verse 99 — Surah An-Nahl 16:99
Loma bi rastî li ser wanê bawer kirine û xwe hispartine Xudayê xwe, ji bona pelîd ra qe tu hêz tune ye
Verse 100 — Surah An-Nahl 16:100
Hêza wî pelîdî, hey li ser wanê, ku pelîd ji xwe ra dixine serkar û li ser wanê, ku hevrîyan (ji Xudayê xwe ra) çê dikin, heye
Verse 101 — Surah An-Nahl 16:101
Gava, ku em beratekî (ji fermanê zor) rakin, di şûna wî da (fermanê hesanî) bînin, şixwa Yezdan bi hinartinê xwe çêtir dizane; ewan (filan aha) dibêjin: "(Muhemmed!) tu van kirinan bi piz li bal xwe dikî." Gotina wan nîne, lê pirê wan bi vê kirinê nizanin (ka me çima şûna wan bi hev guhurandîye)
Verse 102 — Surah An-Nahl 16:102
(Muhemmed! tu ji bona wan ra) bêje: "Ji bo ku ewanê bawer kirine (dilê wan) bi rastî hew bike û beled û mizgîn be ji bona misilmanan ra, bi rastî evan (beratên hev guharok) Cibrîlê pîroz ji Xudayê min hinartîye
Verse 103 — Surah An-Nahl 16:103
Û bi sond! Em dizanin ku ewan dibejin: "Bi rastî hinek (zanayên cihû û mexînan, evê Qur’anê) hînê (Muhemmed) dikin" Ka ça dibe! Ewan merivên, ku ewan goman dikin û dibêjin: "(Evan, Muhemmed hînê Qur’anê dikin.)" zimanê wan bîyanî ye û eva (Qur’an bi xweber jî) bi zara wekî ‘erebîyê ber çavî ye
Verse 104 — Surah An-Nahl 16:104
Bi rastî ewanê bi beratên Yezdan bawer nakin hene! Yezdan ewan li bal rêya rast da nayne; ji bona wan ra şapateke dilsoz heye
Verse 105 — Surah An-Nahl 16:105
Ewanê bi beretên Yezdan bawer nakin, hey ewan in (ku van) derewan bi vir dikin. Ewan bi xweber jî hey viroke ne
Verse 106 — Surah An-Nahl 16:106
Ji pêştirê kesê ku dilê wî bi bawerîyê hewya ye, ji piştî ku hatibe zordanê li bal filetîyê (çiqa bi devê xwe gotibe; "Ez bûme file, îdî dest ji min berdin" bi vî ra jî bawerî dilê wî da hewdabe) kîjan ji piştî baweryê bibe file û dilê wan bi filetî jî, bi şaî vebûbe, îdî xeşma Yezdanê mezin li ser wan e. Ji bona wan ra şapateke mezin heye
Verse 107 — Surah An-Nahl 16:107
Eva (celata wanê bi vî awayî) ji ber ku ewan jîna cîhanê ji jîna para da pirtir hez kîribûne (loma ji wan ra hatîye). Bi rastî Yezdan komalê file nayne rêya rast
Verse 108 — Surah An-Nahl 16:108
Ewan komalekî wusa nin, Yezdan li ser dilê wan û li ser gohê wan û li ser dîtina wan duruf kirîye. Ewan (ji vê kirinê) bê goman in
Verse 109 — Surah An-Nahl 16:109
Qe (tu tişt nake!) bi rastî di para da jî ewan hey zîyan dikin
Verse 110 — Surah An-Nahl 16:110
Paşê bi rastî Xudayê te, ji bona wanê hatine cefadanê ji welate xwe derketine, paşê dîsa bi wan (filen ra) tekoşîn kirine, li ser tekoşîn û cefadanê hew kirine, arîkarî dide. Ji piştî (van hemûyan) bi rastî Xudayê te baxişgerê dilovîn e
Verse 111 — Surah An-Nahl 16:111
Di roya para da tê, hemû can ji ber xwe ra tekoşînê dikin (ji bo ku fereste bibin). Ji bona hemû candaran ra keda ewan kirî (bê kemasî) tê dayînê, li wan nayê cewrkirinê
Verse 112 — Surah An-Nahl 16:112
Yezdan ewî gundê, ku gundîyên wî bi ewletî, bê tirs têda hewyane bi hecwekî tîne; gundîyên wî bê tirs têda dihewiyan, rozîyên wan bi hesanî ji her alî ji wan ra dihat. Îdî paşê ewan bi qencîyên Yezdan nankorî kirine, Yezdan bi sedema pêşeyên, ku ewan dikiribûne, xwekirina birçîbûn û tirsê bi wan daye tamkirinê
Verse 113 — Surah An-Nahl 16:113
Bi sond! Pîxemberê wan nankoran, ji wan, li bal wan da hatine, îdî ewan, ew pêxembera dane derewdêrandinê, bi vî awayî cewra wan peyweste bûye, îdî şapatê jî bi wan girtîye
Verse 114 — Surah An-Nahl 16:114
Îdî hûn (gelî merivan!) ji wî rozînîyê ku Yezdan daye we, bi duristî û bi paqijî biwun. Heke hûn bi rastî sipazîya qencîyên Yezdan dikin, perestîya wî bi tenê bikin
Verse 115 — Surah An-Nahl 16:115
Bi rastî hey ji bona we ra mirar û xûn û goştê berazan û (goştê wê gorya) ku hûn ji bona (qayîlbûna) Yezdan (jê nakin, lê ji bona hatina serokan, ya jî ji bona mezar û goran, ya jî ji bona ku xweyê wan goran, mafê bide nexweş û nexweşîya bi we da hatî, jê dikin) ne durist e. Îdî heke yek ji we (rastî tu xarinê ne hatibe, ji bona ku bijî) dikare ji van (goştên borî) xarineke nejî û nemir bixwe. Bi rastî Yezdan baxişgerê dilovîn e
Verse 116 — Surah An-Nahl 16:116
Hûn (gelî kesan!) zimanê we bi vir salixê çi bide, bibêje: "Evan durist in û evan ne durist in," ji bo ku hûn li ser navê Yezdan derewan bikin (evanan duristîyên Yezdan in bêjin, wusa nekin). Bi rastî ewanê bi vir, derewan li ser (navê) Yezdan dikin, ewan fereste nabin
Verse 117 — Surah An-Nahl 16:117
(Evan kirinê wan di cîhanê da) derbasîyeke hindik e (lê di para da) ji bona wan ra şapateke dilsoz heye
Verse 118 — Surah An-Nahl 16:118
Ewanê cihû hene! Tişta me ji te ra di berê da (ne duristîya wan) gotîye; ji wan ra jî me ne durist kiriye. Me bi vê (ne duristî) li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine
Verse 119 — Surah An-Nahl 16:119
Ewanê bi nezanî sikatî kirine hene! Heke ji piştî sikatîya kirinê, poşman bibin û temtêla xwe rast kiribin. Bi rastî Xudayê te li bal wan e, bi rastî ji piştî van kirinan Xudayê te baxişgerê dilovîn e
Verse 120 — Surah An-Nahl 16:120
Bi rastî Îbrahîm (pêşrewanakî wusa ne, ku bi gotina Yezdan, hemû xûyê qencîyî di xwe da civandîye) ji hemû pûçan dest berdaye, ji bona Yezdan ra zivirîye. Û qe tu carî hevrî çê ne kirîye
Verse 121 — Surah An-Nahl 16:121
(Îbrahîm) ji bona qencîyên Yezdan ra sipazkar e. (Yezdan, Îbrahîm) li bal rêya rast da anîye
Verse 122 — Surah An-Nahl 16:122
Û me di cîhanê da (ji bona Îbrahîm ra) qencî dane. Bi rastî ewa di para da jî ji aştîkaran e
Verse 123 — Surah An-Nahl 16:123
Paşê me li bal te da niqand; ku tu bibî peyrewê komalê Îbrahîm yê mafperest. (Îbrahîm) qe ne bûye ji wanê hevrîçêker
Verse 124 — Surah An-Nahl 16:124
(Hûn roya înê ji bona xwe ra bixne roya rawestin û perestîyê) roya şemîyê; ji bona wanê ne wekhevbûnî têda çê kirine (ji cihû û mexîn û mayan) bi vê nevê bûye (roya rawestî û perestîya wan). Bi rastî Xudayê te ye, di roya rabûna hemû da di wî tiştê ku ewan têda ne wekhevbûnî kirine, berewanîya wan bike
Verse 125 — Surah An-Nahl 16:125
(Muhemmed!) Tu li bal rêya Xudayê xwe da, ewan bi zanîna retkokî û bi şîretên qencî va gazî bike. Tu bi qencê tekoşîna, bi wan ra tekoşînê bike. Bi rastî Xudayê te bi wanê ku ji rêya wî derketine çêtir dizane
Verse 126 — Surah An-Nahl 16:126
Heke hûn cefayê bidine (wan nayarê xwe) îdî wekî ewan ça cefa dane we, hûn jî hewqas bikin. Heke hûn hew bikin (di hemberê cefadana wan da) şixwa (baxişandin) ji bona hewdaran ra qenctir e
Verse 127 — Surah An-Nahl 16:127
Û (Muhemmed! Tu li ser cefadana wan) hew bike (ewan bibaxişîne). Şixwa hewa te bi xweber jî bi Yezdan e, ji bo ku ewan endezan dikin (berê xwe ji ola misilmanîyê difetilînin) tu mirûz nebe û singê xwe jî teng neke
Verse 128 — Surah An-Nahl 16:128
Bi rastî ewanê xudaparizî dikin û bi xweber jî qencîkar in, Yezdan bi wan ra ne