Back to Languages

Kurmanji - Chapter 17 - Al-Isra

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Isra 17:1

Ew Xudayê, ku bendê xwe, di şevekî da ji mizgevta (bi nav) Mescid ul- Heram li bal mizgevta (bi nav) Mescid ul-Eqsa ya ku me dora wê pîroz kirîye, daye birinê heye! Ewa ji hemû kêmayan paqij e. (Me eva dabirandin çê kir) ji bo ku em bi wî (bendeyê xwe yê Muhemmed ra) hinekî beratên xwe yên (sodret) bidine xûyandinê. Bi rastî (Yezdan) bîhîstokê dîdevan e

Verse 2 — Surah Al-Isra 17:2

Me ji bo Mûsa ra pirtûka (bi nav Tewrat) anîye, ji bo ku ewa ji bona zarên cihûyan ra bibe beled û ji bo ku (ewa ji wan ra bêje: "Gelî zarên cihûyan! Hûn) ji pêştirê (Yezdan) ji xwe ra serkaran negirin

Verse 3 — Surah Al-Isra 17:3

(Gelî ûrta, ku me hûn bi Nûh ra) hildabûne kelekê! Bi rastî (Nûh) bendekî pir sipazger bû (hûn çima sipazî nakin)

Verse 4 — Surah Al-Isra 17:4

Me li bal zarên cihûyan ra di pirtûkê da pêk anîye; ku hûnê di zemîn da du caran tevdanî bikin û hûnê paşê bi quretî cewrên mezin bikin

Verse 5 — Surah Al-Isra 17:5

Îdî gava danê yekem ji wan her du danan hat; me li ser we da hinek bendeyên, ku ji bona me ra xwuribûne, xweyî burha mezin û zor hêz bûne, şandîye: Ewan ketine welat û xanîyên we li wan deran da, li we digeryan (hûn ber hev dikirin, ji welatê we, hûn derxistin, bi zebûnî birin) eva (celata hanê ji bona we ra îdî) hatibû pêkanînê (paradana wê qe çê ne dibû)

Verse 6 — Surah Al-Isra 17:6

Paşê (hûn ji kirinê xwe poşman bûn) me jî hêza we ya berê (ji bona servehatina bi ser neyaran da) dîsa da we; me hûn bi mal û zaran bi hêz kirin, me hûn bi qirînvanî û nijdevanî pirtir kirin

Verse 7 — Surah Al-Isra 17:7

Heke hûn qencîyan bikin, hûn ji xwe ra qencîyan dikin, heke hûn sikatîyan bikin, îdî şixwa sikatî ji bona we ra ne. Îdî gava danê celata mayî hatîye; (we dîsa dest avêtîye kirina sikatîyan, emê dîsa ewan bendeyên xwe yên xwurîne, bi hêz û zorbirhan, bi ser we da bişînin) ji bo ku ewan (dîsa) rûyê we reş bikin, ça di cara yekem da ketibûne mizgevt û (welatê we, hûn bi kuştin û zebûnî, ji welat derxistibûne) dîsa wusa bi serê we bikin; ji bo ku ewan rastî çi werin kavil bikin (ewan ji we tol hildane)

Verse 8 — Surah Al-Isra 17:8

(Heke hûn ji wan kirine xwe poşman bibin) dibe ku Xudayê we, li we dilovînî bike. Heke hûn dîsa bizivirine (bal wan kirinan) emê jî bizivirîne (bal şapatdana we). Bi rastî me ji bona filan, doj xistîye zîndana niximkar

Verse 9 — Surah Al-Isra 17:9

Bi rastî eva "Qur’an"a (ji bona kesan ra) beledîya rêya rasttir dike, ji bona wanê bawer kirine û karê aştî kirine mizgîn dide, ku bi rastî ji bona wan ra kirêke mezin heye

Verse 10 — Surah Al-Isra 17:10

Bi rastî ewanê ku (bi jîna) para da bawer nakin hene! Me ji bona wan ra şapateke dilsoz bi amadî peyman kirîye

Verse 11 — Surah Al-Isra 17:11

Meriv ça qencîyan dixwazin, wusa sikatîyan jî dixwazin (ça hez dikin hema bira qencî bi wan da werin, wusa jî hez dikin, heke wê şapatê bi wan da were, awîl bira were). Di van xwestinê xwe da meriv pir lezoke ne

Verse 12 — Surah Al-Isra 17:12

Me şev û ro xistîne du berate; (ji bona şîna-qudret xwe ku em dikarin têkilê wan bin jî. Ewan her du berate jî berê da wekî hev bûn, paş da) me berata şevê heşivand (ewa tarî kir) û me berata royê jî xiste dîtoker (me ronahî têda çê kirîye. Bi can têda tiştan dibînin). Û (me evan beratan xistine van rûçikan). Û ji bo ku hûn rozînan ji rûmeta Xudayê xwe ra bicivînin û hijmara salan û royan bizanin,me hemî tişt bi eşkere daye vekirinê

Verse 13 — Surah Al-Isra 17:13

Em ji hemû kesan ra (kirinê wî wekî) çûkan di stûyê wî da darda dikin. Di roya rabûna hemû da em ji bona wî ra pirtûkeke vekirî derdixin, ewa di wê gavê da rastê wê tê

Verse 14 — Surah Al-Isra 17:14

(Ji wî ra em dibêjin): "Ka îdî tu bi xweber pirtûka xwe bixûne. Di îro da tu bi xweber ji bona hijmartina (qencî û sikatîyên xwe) besî xwe î

Verse 15 — Surah Al-Isra 17:15

Kîjan hatibe rêya rast, îdî ewa ji bo xwe ra hatîye rêya rast. Û kîjan rêya xwe wunda bike, îdî rê wunda kirina wî ji bona wî bi xweber e. Tu bardarê (gonehan û qencîyan û giranîyan) barê mayîyan hilnade (hey barê xwe hildide). Heya em di nava komalan da pêxemberan neşînin, ji tu komalî ra em şapatê nadin

Verse 16 — Surah Al-Isra 17:16

Gava ku em teşqeledana welatekî bivên, em (rozînîyê wan pir dikin, ewan biryarên me bîrva dikin). Vêca em jî fermana wanan (bi hatina rêya rast dikin) îdî ewan ji rêya rast dûr dikebin (bi wî awayî peymana me ye) bi şapatdana wan maf dibe. Îdî em jî ewan welatan bi kavilî teşqele dikin

Verse 17 — Surah Al-Isra 17:17

Ji piştî Nûh da me çiqa (welat) di çaxan da teşqele kirîye! Agah û dîtina Xudayê te bi gonehên bendeyên xwe, besî wî ye

Verse 18 — Surah Al-Isra 17:18

Kîjan (evê cîhana hanê) lezoke bivê, em di cîhanê da ji bona wî ra, tişta ku em bivên, bi lez didin, paşê em ji bona wî ra dojê amade dikin. Ewa li bal dojê da, bi sernegûnî û çikûsî û rûreşî tê kişandinê

Verse 19 — Surah Al-Isra 17:19

Û kîjan jî (di cîhanê da) jîna para da bivê û bi bawerî ji bona (wê jînê) xebata babet ya wê jînê jî kiribe, îdî kirinê van têne spaskirinê

Verse 20 — Surah Al-Isra 17:20

Em ji hemûşkan ra jî; ewanê (jîna cîhanê va ne) û ewanê (jîna para da va ne û ewanê herduk jîn jî va ne û ewanê file û bawerger jî) ji dayîna Xudayê te ji wan ra raber dikin. Qencîyên Xudayê (te ji tu kesê va ye ra) ne hatîye birînê

Verse 21 — Surah Al-Isra 17:21

(Muhemmed!) Tu mêze bike, ka me ça hinekên ji wan bilind û paydar û maldar kiriye, li ser hinekên wan. Bi rastî jîna para da, meztirê payan e û meztirê rûmeta ne

Verse 22 — Surah Al-Isra 17:22

(Muhemmed!) Ji bo ku di para da bi serê xwe bi tenê bi mirûzî rûnenê, tu ilahên mayî, ji bona Yezdan ra beraber negire

Verse 23 — Surah Al-Isra 17:23

Xudayê te fermana xwe pêk anîye; ku hûn hey ji bona wî bi tenê ra perestî bikin û hûn ji bona dê û bavê xwe ra qencîyan bikin (qe li wan xirabî nekin). Gava yek ji wan, ya jî her du bi hev ra li bal te pîr bûn, îdî tu (ji bona xebata berdestê wan aha) nebêje: "Of (ez westîyam, îdî bes e ez naxebitim) li wan hêrs nebe. Û tu ji bona wan herdukan ra mijûlîyên qencî bêje

Verse 24 — Surah Al-Isra 17:24

“Û tu ji bona wan herdukan ra baskê xwe bi dilovanî berjêr bike (di hemberê wan da nerm xebat bike) û tu ji bona wan ra (aha lavayan bike): “Xudayê min! Tu (li dê û bavê min) dilovanî bike, ça ewan di danê piçûkaya min da (1i min dilovanî kiribûn) ez mezin ki-ribûme.”

Verse 25 — Surah Al-Isra 17:25

Xudayê we bi tişta di hundurê we da heye çêtir dizane. Heke hûn aştîyê bikin (ji kirine xweyên sik poşman bibin) şixwa îdî Xudayê we jî ji bona wanê ku bi poşmanî lava dikin, baxişkar e

Verse 26 — Surah Al-Isra 17:26

Û (Muhemmed! Tu bi tevê kesan va) mafê bira û pismanan û belengaz û rêwîyan (ji malê xwe) bidine wan, tu (malê xwe bê perwa) bi destvekirî belav neke

Verse 27 — Surah Al-Isra 17:27

Loma ewanê (ku malê xwe b perwa) bi destvekirî belav dikin hene! Bi rastî ewan biranê pelîd in. Pelîd bi xweber jî ji bona Xudayê xwe ra nankorekî hînçkar e

Verse 28 — Surah Al-Isra 17:28

Heke (destê te da) ew malê ku te ji dilovanîya Xudayê xwe diva, tune bû, îdî te jî ji wan rû fetiland (ji ber ku di dastê te da tune bû, tu bidî wan) barî tu ji bona wan ra mijûlîyeke hesanî û nerm bêje

Verse 29 — Surah Al-Isra 17:29

(Di sixwurandina ji bona hewcan ra tu ji xwe ra rêyeke nîwarî bikire); ne destê xwe li bal qirika xwe da girêde (ji bo ku tu qe tiştekî nedî wan) ne jî (destê te da çi mal hebe) hemûşkî belav neke, loma heke (tu wusa bikî) tuyê (bi rexnî) kovanan bikişînî û rûnê

Verse 30 — Surah Al-Isra 17:30

Bi rastî hey Xudayê te ji bona bendeyên xwe ra rozînan kêm û pir dike. Loma (Xudayê te) agahdar û dîtogerê bi bendeyên xwe ye

Verse 31 — Surah Al-Isra 17:31

Û hûn (gelî kesan!) ji tirsa xezanîyê zarokê xwe nekujin. Loma ji bona wan zar û we bi xweber jî em rozînan didin. Bi rastî kuştina ewan zaran gonehekî pir mezin e

Verse 32 — Surah Al-Isra 17:32

Û hûn (gelî kesan!) nêzîkê maştoqîyê (zina) nebin, loma bi rastî ewa karek gelek pîs e. Ewa reyeke sik e

Verse 33 — Surah Al-Isra 17:33

Û hûn (gelî kesan!) ewa kesê, ku Yezdan kuştina wî ne durist kirîye, bê mafî ewî nekujin. Loma bi rastî kesê bi cewrî hatibe kuştinê, îdî me ji bona mîratxurên wî ra hêz daye (ku ewa mîratxura li mafê kuştî bigere: Hez dike tola wî hilde, hez dike bira kujrawê bibaxişîne). Ji ber ku ji wî ra hêz hatîye dayînê, îdî bira (ewa mîratxura jî ji pêştirê kujrawê destê xwe dirêjî kuştina malî û bira û pismamên kujrawê) bi kuştinî neke

Verse 34 — Surah Al-Isra 17:34

Û hûn (gelî kesan! ji bona sixurandina malê) sêwîyan, nêzîkê malê wan nebin, heya ku ewan sedra xwe nebînin. Ji pêştirê heke hûn malê wan (ji wan çêtir ji bona wan ra bisixurinin, hûn wê gavê dikarin bisixurînin). Û hûn (gelî kesan!) peymana we dayî pêk bînin. Loma bi rastî (hûn) ji peymana dayî têne pirskirinê

Verse 35 — Surah Al-Isra 17:35

Û hûn (gelî kesan!) gava hûn (tiştekî) bi pîvayî (bidine hev, hûn) pîvana xwe rind pêk bînin, hûn bi terezîya rast kêşan bikin. Aha kirin (ji bona kirîn û firotina we) qenctir e. Şixwa dawîya wî jî qenctir e

Verse 36 — Surah Al-Isra 17:36

Tu ji bona wî tiştê qe ji te ra di mafê wî da tu tişt ji zanînê tune ye, pey da çûnê neke. Loma bi rastî bîhistin û dîtin û dil, hemûşk jî (meriv) ji wan têne pirsikirinê

Verse 37 — Surah Al-Isra 17:37

Tu li ser zemîn bi quretî negere. Loma tu nikarî (bi çûna xwe) zemîn biqelêşî û tu bi dirêjî jî nagihêjî çîyan

Verse 38 — Surah Al-Isra 17:38

Evan (kirinê borî, ku me fermana bine kirina wan kirîye) hemî jî kirina wan li bal Xudayê te sik e

Verse 39 — Surah Al-Isra 17:39

Evan (biryarên) ku Xudayê te li bal te da niqandine, ji wan zanînê retkokî ne. Tu bi Yezdanê (babetê perestîyê ra) bi xudatî, tu ilahî negire. Heke (tu wusa bikî) tuyê bi rûreşî li bal dojê da (dûrê dilovanîya Yezdan) bê avêtinê

Verse 40 — Surah Al-Isra 17:40

(Ka eva ça dibe!) Xudayê we hûn bi zarên kurîn xurî kirine, ji xwe ra jî ji firiştan (keçên) me girtine? Bi rastî hûn mijûlîyên pir mezin dibêjin

Verse 41 — Surah Al-Isra 17:41

Bi sond! Ji bo ku hûn (evan qedexeyên Yezdan) bîra xwe bînin, me (evan arşan) di vê Qur’anê da (bi peyvane cure cure) pir caran (gotine). Lê evê (gotina me) ji bona wan ra hey revandina (ji mafê) pir kirîye

Verse 42 — Surah Al-Isra 17:42

(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Heke ça (hevrîçêker) dibêjin bi Yezdanê (babetê perestîyê ra) heval hene wusa bûya; wê hevrîyan (ji bona servahatina xwe li ser) xweyê arş da, xebata (rêyên servahatinê) bigeryanan

Verse 43 — Surah Al-Isra 17:43

Ewa ji wan gotinê wan, pir bilind û paqij e

Verse 44 — Surah Al-Isra 17:44

Ji bona wî ra heft ezman û zemîn bi tevê tiştên di wan da heyî perestî û paqijî dikin. Şixwa çiqa tişt hene! Hamû jî sipazîya bi paqijî dikin, lê hûn pisporî û sipazîya paqija ya wan nakin. Bi rastî Yezdan mêhrivanê baxişger e

Verse 45 — Surah Al-Isra 17:45

Gava tu Qur’anê dixûnî, em di nîveka te û di nîveka wanê ku bi jîna para da bawer nakin, xêlyeke, ku xûyandin têda çê nabe, dikişînin

Verse 46 — Surah Al-Isra 17:46

(Em li ser dilê wan da sapan û di gohê wan da jî giranî datînin, ji bo ku ewan pisporîya wê Qur’anê) nekin. Di gava ku tu di Qur’anê da (dibejî): "Xudayê min yekê bi tenê ye" Ewan di para da dizivirin; rikê xwe tînin

Verse 47 — Surah Al-Isra 17:47

Di gava ewan têne gohdarya te, ka ji bo çi gohdarî dikin, em çêtir dizanin; gava ewan têne gohdarya te, dizîka da di nava hev da (aha pistepist dikin) ewan cewrkaran (aha) ji hev ra dibêjin: "Bi rastî em bûne pêyrewê mêrekî ançkar

Verse 48 — Surah Al-Isra 17:48

(Muhemmed!) Tu li wan mêze bike, ka ewan ji bona te ra heçwekîyan ça çê dikin? (Gotin: "Bengîyek e, ançker e, tepa dikebe, bê hiş e, nigaşe ye - xeyalperest. Îdî ewan bi van heçwekîyan (rêyên rast) wunda kirine, nikarin werin rêya rast bibînin

Verse 49 — Surah Al-Isra 17:49

Ewan ji hev ra (aha) gotine: "Gava em bûne hestî û arişt jî, bi rastî qey emê ji nû da bêne afirandinê, ji bona (kirinê me di cîhanê da kirî, hijmara wan bidin) emê dîsa bêne civandinê

Verse 50 — Surah Al-Isra 17:50

(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Hûn hez dikin bibine kevir ya jî hesin

Verse 51 — Surah Al-Isra 17:51

Ya jî bibine ji wan hevînên, ku hûn ewan heyan li bal xwe meztir dikin (hûn çi dibin, bibin hûnê hey ji piştî mirinê li bal w da bicivinin)." Ewan (aha) dibêjin: "(Ji piştî mirinê dîsa li bal jînê da) kî me difetilîne?” (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ewê ku di cara yekem da hûn afirandine, wê di vê carê da jî we biaferîne. Ewan serê xwe bi tinazî li bal te da dihejînin û ji te ra dibêjin: "Ka ewa dana kengê ye?" (Tu ji wan ra) bêje: "Bi rastî hêvî heye ku ewa dana nêzîk be

Verse 52 — Surah Al-Isra 17:52

Di roya ku (Yezdan, di goran da) gazî we bike, îdî hûnê bi spazî (bersiva wî bidin, herne civînê) û hûnê goman bikin, ku hûn (di goran da) hindik mane

Verse 53 — Surah Al-Isra 17:53

(Muhemmed! Tu ji bona) bendeyên min ra (aha) bêje: "Hûn (gava bi tokel perestîyan ra mijûl bibin, hûn) mijûlya qenc ji wan ra bêjin. Loma pelîd divê, ku di nîveka we da hev çûyînê çê bike. Bi rastî pelîd ji bona merivan ra neyarekî xûya ye

Verse 54 — Surah Al-Isra 17:54

Xudayê we, bi we çêtir dizane. Heke bivê wê li we dilovînî bike, heke bivê wê we şapat bike (di nîveka we û Xudayê we da tu tişt tune ye)." Me tu neşandî ku tu li ser wan bibî serkar

Verse 55 — Surah Al-Isra 17:55

Û Xudayê te bi wan kesê di ezman û zemîn da heyî, çêtir dizane. Bi sond! Me hinek pêxember, li ser hinek pêxemberan (bi zanîn) rûmetdar kirine û me ji bona Davûd ra (pirtûka bi nav) Zebûr daye

Verse 56 — Surah Al-Isra 17:56

(Muhemmed! Tu ji bona wanê file ra aha) bêje: "(Gelî filan! Ka îdî hûn) gazî wan xudayên, ku we ji pêştirê Yezdan, ji xwe ra bi qestî perestvan girtibûne, bikin; bira arîkarya we bikin,îdî ewan nikarin tu zîyanê ji we bidine rakirinê û nikarin bidine fetilandinê jî

Verse 57 — Surah Al-Isra 17:57

(Evan xudayên ku ewan filan bi perestî) gazî wan dikin hene! Peyrewê wan, ji bo ku ewan ji wan ra bibine darende li bal xudayê wan, gazî wan dikin ka kîjan ji wan xudayan nêzîkê Yezdan e, ku ewa ji bona wan peyrewên xwe ra, dilovanîya Yezdan bixwaze û peyrewê xwe ji şapata Yezdan biparisîne. Bi rastî şapata Xudayê te pir tirseke zor e

Verse 58 — Surah Al-Isra 17:58

Çiqas welatek hebe; di berya roya rabûna hemû da, ya em ewî teşqele dikin, ya jî em (rûniştîyên wî) bi şapateke zor, şapat dikin. Eva (celatdana) bi vî awayî di pirtûkê da hatîye nivîsandinê (bi vê nevê tê pêkanînê)

Verse 59 — Surah Al-Isra 17:59

Ji bona şandina beratên derhoze (mucîze) tu tiştî, ji pêştirê derewdêrandina wanê berê, ku borîne, em nedane para danê (loma me berê da çiqa berateke derhoze şandibû, ewanê berê, dabûne derewdêrandinê, heke em naha jî bişînin we evanê jî, dîsa bidine derewdêrandnê, ji ber vî me ne şandîye). Me ji bona Semûdîya, berateke (derhozeye) ber çavî; devek dabû. Îdî ewan bi sedema wê devê li xwe cewr kirine (loma bawer nekirin, di şûna wî da rabûn, devê jê kirin). Em hey ji bona tirsdanîyê beratên derhoze dişînin

Verse 60 — Surah Al-Isra 17:60

Di gava me ji bona te ra (aha) gotibû: “Bi rastî Xudayê te hemî kes hildane binê haz a xwe (bîra xwe bîne)." Ewa xewna, ku me bi te dabû dîtinê (di şeva bi nav Esra da) û di Qur’anê da ewa dara deherok (ku di dojê da hêşîn dibe) hene! Me ewan ji bona kesan ra hey xistîye ceribandin." Em kesan (cure cure bi wan didine) tirsandinê (evan anîna van beratan) hey quretîya wan filan bi mezinî pir kirîye

Verse 61 — Surah Al-Isra 17:61

Di gavekî da, me ji bona fereştan ra (aha) gotibû: "Gelî firiştan! Hûn ji bona nişa kesan ra kunde beherin." Îdî ji pêştirê nişa pelîd, hemîşkan kunde birin. (Yezdan ji wî pirsî: "Tu çima kunde nabî?" Nişa pelîd aha) gotîye: "Ez ça kunde dibim ji bona wî yê, ku te ewa ji heryê çê kirîye

Verse 62 — Surah Al-Isra 17:62

Tu qe li bal wî yê, ku te ewa li ser min rûmetdar kirîye mêze dikî (ka bi Xudê kî, çîyê wî bi ser min dane, heya ez ji wî ra kunde beherim)? Bi sond! Heke tu min heya rûya rabûna hemîtî para da bihelî, ji pêştirê hindikê ji ûrta wî, ezê ji binva ewan ji rêya rast derxim, li pey xwe bînim

Verse 63 — Surah Al-Isra 17:63

(Yezdan ji wî ra aha) gotîye: "Bi qişte here, îdî ji wan, kî bibe peyrewê te, doj celata we hemûya ne. Doj (ji bona we ra) celateke hêca ye

Verse 64 — Surah Al-Isra 17:64

Tu ji wan bi kîjanî dikarî, bi dengê xwe ewan bişimîtîne û tu bi sîyarî û pêyane xwe va êrişê behere ser wan; di mal û zarên wan da bibe hempayê wan û tu (ji bona wan ra) peymanê (cure cure) bide. Şixwa pelîd ji pêştirê xapandinê tu peymanê ji bona wan ra nade

Verse 65 — Surah Al-Isra 17:65

Bi rastî ewan bendeyên minê xuri hene! Ji bona te ra tu hêz li ser wan tune ye. Bi serkarî Xudayê te besê wan e

Verse 66 — Surah Al-Isra 17:66

(Gelî merivan!) ewê ku ji bona we ra kelekan di deryayê da dide gerandinê, ji bo ku hûn ji rûmeta wî rozîyên xwe pêk bînin heye! Ewa Xudayê we ye. Bi rastî ewa Xuda ji bona we ra dilovîn e

Verse 67 — Surah Al-Isra 17:67

Gava di deryayê da nexweşîyek bi we digire, ji pêştirê (Yezdan) ewan tiştên ku hûn ji wan lavaya dikin, wunda dibin (ji bîra we diçin, loma ji pêştirê wî tu kes nikare we fereste bike). Dema ku Yezdan we ji deryayê li bal reşayîyê derdixe, hûn dîsa ji wê perestîya xurî rû difetilînin. Bi rastî meriv, pir nankor in

Verse 68 — Surah Al-Isra 17:68

(Gelî kesan!) qey hûn ewle dibin (kuYezdan) ewî zemînî hûn li ser fereste bûne wernegerîne, we nede dabîulandinê, ya jî bahorekî bi ser we da bişîne (keviran rake bi serê we da neyne xwarê? Heke Yezdan evan bike) paşê hûn ji bona xwe ra rastê tu serkarî nayên

Verse 69 — Surah Al-Isra 17:69

Ya jî hûn ewle dibin, ku (Yezdan) careke dinê wedîsa li bal deryayê da bizivirîne, îdî li ser we da bagereke hilwejok bişîne, bi sedema filetîya we, we hemûşkan di deryayê da nefetisîne? Heke (Yezdan evan bike) paşê hûn ji bona xwe ra jî rastê tu peyrewkarê, ku evîkarê we, li bal min peywestî bike (tola we hilde we ji destê min fereste bike) nayên

Verse 70 — Surah Al-Isra 17:70

Bi sond! Me ûrte Adem li ser (heyan) paydar kirîye. Me ewan di reşayî û di deryayê da (li ser tariş û kelekan) hildaye û me ji bona wan ra paqijê dilikan daye. Û me ewan li ser pirên ji afirandinê xwe bi rûmetdarî paydar kirîye

Verse 71 — Surah Al-Isra 17:71

Di wê roya, ku em gazî hemû kesan bi pêşrewanê wan va dikin. Îdî ji kî ra nivîsandinê xwe bi xweber dixunin, li wan wekî takî cewr nayê kirinê

Verse 72 — Surah Al-Isra 17:72

Kî di vî cîhanê da kor be (rêya rast ji bona xwe ra nebîne) ewa di para da jî kor e (rêya ferestebûna xwe ji aşîtan nabîne) û ji herkesî jî pirtir rê wunda kirîye

Verse 73 — Surah Al-Isra 17:73

Hindik mabû, ku ewan te jî ji wan biryarên me li bal te da hinarti bû, bidine paradanê (ji bo ku tu hinek mafan ji bona perestîyên wan ra bizanî û hinekî rûmetan ji bona wan ra bigirî aha ji te ra dibêjin: "Heke ji te hate pirsînê, ka tu evan kirinan, ji bona pûtan ji kur tînî?” Tu bersiva wan aha bide, bêje: "Yezdan wusa ferman kirîye." Paşê emê bi te bawer bikin, Ewan evan kirinan ji te ra dibêjin) ji bo ku tu bi vir, tişta me ne kirîye bavêjî ser me û di wê gavê da ewanê te ji xwe ra dost bigirin

Verse 74 — Surah Al-Isra 17:74

Bi sond! Heke me ji te ra nivadin û hew ne dabûya, teyê bi tiştekî hindik li bal wan da (ji ber gotin û kirinê wan ji te ra) pal dabûya

Verse 75 — Surah Al-Isra 17:75

Gava (te bi gotina wan kiribûya) meyê (şapata xwe) di jîn û mirinê da bi du carî bi te bida çeşne kirinê. Îdî paşê tu ji bona xwe ra (di hemberê me da) rastê tu arîkarî nedihatî (ku ewa te ji şapata me fereste bike)

Verse 76 — Surah Al-Isra 17:76

Û hindik mabû ku ewan te di zemîn da bêzar bikin, ji bona ku ewan te ji welat derxin û (ji piştî derketina te ji welat) ewan jî hidik li eiy te da (di welat da) dimînin

Verse 77 — Surah Al-Isra 17:77

Eva rêya, rêya wan pêxemberên me ne, ku me di berya te da şandibûne (komalê wan jî ewan ji nava xwe dane derxistinê) û tu ji bona rêya me ya hanê ra rastî tu guhurandinê nayê (eva rêzikek, wusa dom dike diçe)

Verse 78 — Surah Al-Isra 17:78

Di gava roj, ji derketinê li bal rojava da diçe, heya tarîya şevê tu nimêja xwe bike û Qur’ana sibehê (ku di nimêja sibehê da dirêj tê xwendinê, bîrva neke). Bi rastî Qur’ana (di nimêja sibehê da tê xwendinê bîrva neke (loma danê, ku Qur’an têda tê xwendinê, êvar û sibeh bi hev ra dicivin)

Verse 79 — Surah Al-Isra 17:79

Tu di danekê şevê da rabe, ewa nimêja ku xurî ji bona te ra ne, bike, ku Xudayê te, te li bal paye şûnwarên pesinvan da bişîne

Verse 80 — Surah Al-Isra 17:80

Tu (ji Xudayê xwe aha lava bike): "Xudayê min! Tu di cîyê ketina rastîyê da min bixe (cîyan) û tu dicîye derketina rastîye da min ji wan (cîyan) derxe (tu min kuda dişim bi xwaşi bişîne u min ji keder e dem bi xwaşi derxe) tu ji bal xwe, ji bona min ra hezeke arîkar bide

Verse 81 — Surah Al-Isra 17:81

Tu (ji bona wan ra) bêje: "Bi rastî maf hatîye û pûçî çûye. Şixwa bi rastî pûçîtî bi xweber hey çûye

Verse 82 — Surah Al-Isra 17:82

Me ji bona bawergeran ji Qur’anê, tişta mefa û dilovîn e hinartîye. Eva (hinartîna me) ji bona cewrkaran hey zîyanê pir dike

Verse 83 — Surah Al-Isra 17:83

Gava em ji bona merivan qencîyan dikin: (ji wî ra mal û zar didin) rûyê xwe difetilîne, ewan qencîyan li bal xwe da dide: (evan qencîyan min bi xweber pêk anîne). Gava aşîtek pê da hatibe, heman (ji ferestîya wê aşîtê) bê hêvî dimîne

Verse 84 — Surah Al-Isra 17:84

Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Her kes wekî xwe xebatê dike. Îdî Xudayê we ka kîjan di rêya rast e çêtir da ne, pê dizane

Verse 85 — Surah Al-Isra 17:85

Ewan merivan ji te dipirsin: "Ka can çî ye?" (Tu bersiva wan aha bide): “Can ji fermana Xudayê min e, zanîna (ji can,) li bal we da hindik hatîye dayînê.”

Verse 86 — Surah Al-Isra 17:86

Bi sond! Heke em bivên, emê zanîna ji wan biryarên, ku me li bal te da hinartîye beherin, paşê ji bo ku tu ewê (zanînê para da bistînî) ji bona te ra di hemberê me da, rasthatina tu serkarekî tune ye

Verse 87 — Surah Al-Isra 17:87

Ji pêştirê dilovanîyeke ji Xudayê te (hey ewa dikare dîsa ewan zanîna para da bide te). Bi rastî rûmeta Xuda 1i ser te pir mezin e

Verse 88 — Surah Al-Isra 17:88

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi sond! Heke meriv û meçêtir bicivin ji bo ku (pirtûkeke) wekî Qur’anê (binivîsin) bînin, heke ewan bibine piştevanê hev jî dîsa ewan nikarin wekî wê Qur’anê bînin

Verse 89 — Surah Al-Isra 17:89

Bi sond! Me ji bona kesan ra di vê Qur’anê da ji hemî hecwekîyan car bi car anîne, îdî pirê kesan (ji wan rû fetilandin) nankorî kirine

Verse 90 — Surah Al-Isra 17:90

Ewan (nankoran) gotine: "Heya tu ji bona me ra kanîyekî ji zemîn dernexî, em bi te bawer nakin

Verse 91 — Surah Al-Isra 17:91

Ya jî heya bax û rezekî te ji xurma û tirîyan, ku di binê darê wî da jî çemên avê bikişin, tune be (em bi te bawer nakin)

Verse 92 — Surah Al-Isra 17:92

Ya jî tu ça goman dikî, heya tu bi ser me da, ji ezmanan parên (ji şapatê) neynî xarê, ya jî tuyê Yezdan bi tevê Firiştan va di berya xwe da bînî (ewanê şahidî bidin, ku tu pêxember î, wusa nebe em bi te bawer nakin)

Verse 93 — Surah Al-Isra 17:93

Ya jî xanîkî te yê ji xişra tune be, ya jî heya tu bi jor da hevraz neçî, heke tu herî ezmanan jî, heya tu ji bona me ra pirtûkekî ji ezmanan nehinirinî, ku em ewê pirtûkê bixûnin (ka tu pêxember î, an ne, em bi te bawer nakin)". Tu (bersiva wan aha) bide: "Ez Xudayê xwe ji van (dilxazîyan) paqij dikim (qe mafê min nîne, ku ez evan aşîtan ji wî bixwazim) hey ez xurî merivek im li bal we da (bi pêxemberî) hatime şandinê

Verse 94 — Surah Al-Isra 17:94

Şixwa paradana merivan ji baweryî eva ye. Gava ji wan ra rêber û beled hatine, gotine: “(Em pêxember in, bi me bawer bikim.)" Ewan jî (aha bersiva dane): "Qey Yezdan ji merivan pêxemberan dişîne

Verse 95 — Surah Al-Isra 17:95

(Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: "Heke di zemîn da firiştên nivanên geroke hebûna, meyê di ezmanan da li ser wan da firişte bi pêxemberî bişanda

Verse 96 — Surah Al-Isra 17:96

(Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: "Di nava min û we da bi şahidî Yezdan bes e. Loma ewa bi kirinê bendeyê xwe agahdar e, dibîne

Verse 97 — Surah Al-Isra 17:97

Yezdan kîjanî bîne rê, îdî ewa hatîye rêya rast û Yezdan kîjanî wunda bike, îdî tu ji bona wî ra, ji pêştirê Yezdan rastî tu serkarî nayê. Emê ewan di roya rabûna hemî da kor û lal û ker bi deverû bicivînin. Êwra wan doj e, çiqa agirê wê ditemire, em pêtê agirê wan pir dikin

Verse 98 — Surah Al-Isra 17:98

Celata wan eva ye, loma ewan bi beratên me bûne file û ewan gotibûne: "Heke gava em bibine hestî û arişt jî, qey emê ji nû da bêne afirandinê, dîsa bêne civandinê

Verse 99 — Surah Al-Isra 17:99

Ma qey ewan mêze nakin? Ew Yezdanê, ku karîye ezman û zemîn afirandîye, dikare ku heyîne wekî wan jî biafirîne û Yezdan ji bona (afirandin û mirina) wan ra danêkî bê dudil danîye. Îdî cewrkaran, ji pêştirê filetîyê (ji hemî beratan rû fetilandine)

Verse 100 — Surah Al-Isra 17:100

(Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: "(Hûn wusa çikûsin) heke hûn ji dilovanîya Xudayê min bibûna xweyê xezînan jî, dîsa we ji tirsa xezanîye tu tişt ji wan nedi sixuradin. Bi rastî meriv pir çikûs in

Verse 101 — Surah Al-Isra 17:101

Bi sond! Me ji bona Mûsa ra neh beratên derhoze (mucîze) bi vekirî dane. Îdî tu ji zarên cihûyan pirs bike, gava Mûsa (bi van beratan va) hatibû bal wan, dîsa Fir’ewn ji bona Mûsa ra gotiye: "Bi rastî Mûsa ez goman dikim ku tu hatî ançkirinê

Verse 102 — Surah Al-Isra 17:102

Musa (ji bona wî ra) gotîye: "(Fir’ewn!) Tu rind dizanî, ku evan beratan (ji bona rast derandina min) hey Xudayê ezman û zemîn hinartîye, şixwa li ber çava ne jî. Û Fir’ewn! (îdî qe tiştekî ne bêje) bi rastî ez goman di- kim, îdî dawya te hatîye (tê werî teşqelekirinê)

Verse 103 — Surah Al-Isra 17:103

Îdî (Fir’ewn) xwast, ku (Mûsa û zarên cihûyan) ji welatê (Misrê) derxe, me jî (Fir’ewn) û kesên bi wî ra heyî, hemî (di avê da) fetisandin

Verse 104 — Surah Al-Isra 17:104

Me ji piştî (Fir’êwn) ji bona zarên cihûyan gotîye: "(Gelî zarên cihûyan!) Hûn li dû (fi- r’ewn da) di wî zemînê (ku Fir’ewn, diva we ji wura derxe) rûnên. Îdî gava danê para da hatibe, emê we hemîşkan li hev peçayî bînin cîyekî

Verse 105 — Surah Al-Isra 17:105

Û me ewa Qur’ana (ji bona ku rastîyê bide derxistinê) hinartîye. Şixwa ewa bi mafî hinirîye. Me tu jî (Muhemmed!) hey ji bona mizgîn û hişyarîye bi pêxemberî şandîyî

Verse 106 — Surah Al-Isra 17:106

Me beratên wê Qur’anê anî ji hev derxist, ji bo ku tu hêdî hêdî bi nivanî ji bo kesan ra bixunî. Me ewa Qur’ana (wekî hewcebûna kesan hindik hindik) hinartîye

Verse 107 — Surah Al-Isra 17:107

(Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: "Hez dikin bawer bikin, ya jî bawer nekin, bi rastî ewanê hêj berya hatina Qur’anê (ji wan ra bihatina Qur’an û pêxember) zanîn hatîye dayînê hene! Gava Qur’an ji wan ra tê xendinê, ewan deverû kunde dibin

Verse 108 — Surah Al-Isra 17:108

Û (aha) dibêjin: "Bi rastî Xudayê me ji kêmayan paqij e. Bi rastî peymana Xudayê me dayî, pêk hatîye

Verse 109 — Surah Al-Isra 17:109

(Qur’an çiqa tê xwendinê) nermaya wan hewqas pir dibe, ewan bi deverû dikebin digrîn

Verse 110 — Surah Al-Isra 17:110

(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Hezkî bi navê Yezdan hildin gazî bikin, hezkî bi navê dilovan hildin gazî bikin, hûn bi kîjan navî gazî dikin, bikin, îdî hey navên qenc ji Yezdan ra hene." Tu nimêja xwe bi dengê bilind neke û bi dengê dizîka jî neke, tu di nava her du dengan da, dengekî nîvwarî bivê. What do you plan on your 100MB of free space for

Verse 111 — Surah Al-Isra 17:111

(Muhemmed! Tu aha) bêje: "Çiqa pesindanî hene, hemû ji bona Yezdan ra ne, ku ji xwe ra zar ne girtine û ji bona wî ra hevparên di maldaryê da jî tune ne û ji bona wî ra serkarên, ku ewî ji belengazîyê fereste bikin jî tune ne, tu ewî ji kêmayan paqij û bilind bike