Back to Languages

Kurmanji - Chapter 19 - Maryam

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Maryam 19:1

Y.A.S. (Arşa van têpên ji hev çûyî, hey Yezdan dizane)

Verse 2 — Surah Maryam 19:2

(Evan beratên ku em ji te ra dixunin) dilovanîya Xuda yê te ye, ji bona bîranîna bendeyê xwe; Zekerîya (hinartîye)

Verse 3 — Surah Maryam 19:3

Di gavekî da (Zekerîya) bi dengekî dizî va, gazî Xudayê xwe kirîbûye

Verse 4 — Surah Maryam 19:4

(Aha) gotîbûye: "Xudayê min! Bi rastî îdî hêstîye min (ji kalbûnê bi jarîtî) sist bûne û serê min jî ji kalîtîyê pê girtîye (sipî bûye). Xudayê min! Min çiqa gazî te kirîye, ez bê hêvî ne bûme (hey te bersiva min daye)

Verse 5 — Surah Maryam 19:5

Xuda! Bi rastî ez ji wan (pismamên xwe yê, ku ji piştî mirina min tiştên ne pak bikin). Ditirsim û (tu dizanî) jina min jî eremûk e (çi dibe!) ku tu li bal xwe da, ji bona min ra ûrtekî bidî

Verse 6 — Surah Maryam 19:6

Ji bo ku ewa ji min ra û ji malîyên Y’eqûb ra jî bibe ûrt (bimîne). (Xudayê min!) tu ewî bixe yekî wusa, ku tu bi wî qayîl bibî

Verse 7 — Surah Maryam 19:7

(Yezdan ji bona Zekerîya ra aha qotîye:) "Zekerîya! Bi rastî emê te bi kurekî bi nav Yehya bidine mizgîndanê, me ev navê hanê di pêşya wî da, qe li tu kesekî ne kiribû

Verse 8 — Surah Maryam 19:8

(Zekerîya) gotîye: "Xudayê min! Ka we ça ji min ra kur bibe? Jina min eremûk e, ez bi xweber jî wusa kal bûme temarê min îdî hişk bûne

Verse 9 — Surah Maryam 19:9

(Xuda) gotîye: "Gotina te ye, 1ê eva afirandina hanê li ser Xudayê te hêsanî ye, hêj berê da, tu jî tiştek ne bûye, min tu afirandî

Verse 10 — Surah Maryam 19:10

(Zekerîya) gotîye: "Xudayê min! Ka ji min ra beratekî bide (ku ez bizanibim tuyê ji min ra kurekî bidî." Xuda ji Zekerîya ra) gotîye: "Berata te ev e: Heya sê ro û şevan, hemî gewdê te jî dirust be, tu nikarî bi tu kesekî ra mijûl bibî

Verse 11 — Surah Maryam 19:11

Îdî (Zekerîya) ji baboyê (mihrabê) derkete nava komalê xwe (nikarbû bi wan ra mijûl bibe, bi hinek nîşana ve ji wan ra aha) gotîye: "Hûn di sibeh û evaran da ji Xudayê xwe ra nimêj bikin û ewî ji kemasîyan paqij bikin

Verse 12 — Surah Maryam 19:12

(Îdî dema ewa zaroka bû, navê wî Yehya danîn. Me ji wî ra aha got): "Yehya! Tu pirtûkê bi hêz bigire (ewê ça ferman kirîye, wusa bike)." Bi rastî Yehya hêj zar bû, me ji wî ra zanîna retkokî dabû

Verse 13 — Surah Maryam 19:13

(Çima me ji wî ra dema zaroktîyê da zanîn dabû), loma Yehya li bal me delal û paqij bû. îdî ewa xudapariz bû

Verse 14 — Surah Maryam 19:14

(Loma Yehya) ji bona dê û bavê xwe ra jî qencîkar bûye û ewa yekê pozbilindê, serhişkê, qure ne bûye

Verse 15 — Surah Maryam 19:15

Di roya ji dayîk bûye û di roya dimire û di roya wê bi zindî rabe here civînê da, selam li ser wî be

Verse 16 — Surah Maryam 19:16

(Muhemmed!) Tu di pirtûkû da (serdaborya) Meryemê jî bixune. Kanê, gava ewa ji malîyên xwe raqetîyabû li alîyê rojhilat ji bona xwe ra şûnek girtibû (qe li malîyên xwe mêze ne dikir, xurî perestî dikir)

Verse 17 — Surah Maryam 19:17

Îdî ewê di nava xwe û malîyên xwe da perdek vegirtibû (qe tevê wan ne dibû). Îdî me jî canê xwe li bal Meryemê da şandşye. Ewa cana ji bona Meryemê ra bûye wekî merivekî bê kemasî xwe daye nîşanê wê

Verse 18 — Surah Maryam 19:18

(Gava Meryemê ewa meriva dît, aha jê ra) gotîye : "Ez ji te (ditirsim) xwe davejime ber bextê Xudayê dilovan, ku min ji te biparizîne. Heke tu bi rastî xudaparis î (têkilê min nebe)

Verse 19 — Surah Maryam 19:19

(Ewî rûhê, ku ketîye diliqê merivan, ji Meryemê ra aha) gotîye: "Bi rastî hey ez saîyê Xudayê te me (hatime vira) ji bo ku ez ji bona te ra kurekî tîtalê zêhirdar bidim

Verse 20 — Surah Maryam 19:20

(Meryemê bersiva wî daye, aha) gotîye: Qe tu meriv têkilê min ne bûye û ez bi xweber jî ez jinekî xirab jî ne bûme, wê ça ji bona min ra kurekî çê bibe

Verse 21 — Surah Maryam 19:21

(Ewî bersiva Meryemê daye, aha) gotîye: "Gotina te rast e. Lê Xudayê te gotîye: Bi van salixan va jî (dayîna kurekî li ser me hêsanîye;” (Emê ewî aha bidin); ji bo ku em ewî bixne berateke derhoze (mucize) ji bona kesan ra bihêlin (Eva dayîna) dilovanîyeke ji me ye.” Îdî bûyer (hadise) pêk hat

Verse 22 — Surah Maryam 19:22

(Meryem) îdî bi wê zarê bi zar maye. Ji ber vî qasî (Meryem, ji kemalê xwe) çûye cîyekî dûr maye

Verse 23 — Surah Maryam 19:23

(Dema gava razana wê hatîye) sancîyan bi wê girtîye, ewa çûye nava darê xurman, xwe bi çiqilê daran girtîye (aha) gotîye: "Xwazîka ez hêj berya naha da mirî bûma û hatibûma bîrvakirinê (min evan tiştan ne dîtibûyan)

Verse 24 — Surah Maryam 19:24

Îdî gazî (Meryemê) kirine (aha) gotine: "Tu mirûzê xwe neke, bi sond! Xudayê te dibinê (nigê) te da nijdewanekî mezin çê kirîye

Verse 25 — Surah Maryam 19:25

Tu çiqlê darê xurman li bal xwe da bihejîne, ji bo ku li ser te da xurmên terê gihîjtî bikebin

Verse 26 — Surah Maryam 19:26

Îdî tu bixwe û vexwe û tu çave xwe ji hêstiran zaha bike (çavê te ronahî be). Heke tu ji merivan, kesekî bibînî, tu ji wî ra (aha) bêje: "Bi rastî min peyman daye, ku ez ji bona Xudayê dilovan ra rojî bigirim; îdî di îro da qe bi tu kesekî ra mujûl nabim

Verse 27 — Surah Maryam 19:27

Îdî paşê (Meryemê zara) xwe hildaye hatîye bal komalê xwe. (Komalê Meryemê jê ra aha) gotine: "Meryem! Bi sond te tiştekî sodret anîye û kiriye

Verse 28 — Surah Maryam 19:28

Xûşka Harûn! Bi rastî bavê te merivekî xirab ne bû û dîya te jî jinekî pîs ne bû

Verse 29 — Surah Maryam 19:29

(Ka te eva ji kêdere anîye?) Îdî (Meryemê) li bal wî zarê da niqandîye (Gotîye: "Ji wî pirs bikin.)" Ewan (bersiva Meryemê dane, aha) gotine: "Ka ewa zaroka hêlanê da, wê ça bi me ra axiftin bike

Verse 30 — Surah Maryam 19:30

Ewê zarokê (bersiva wan daye û) gotîye: "Bi rastî ez bendeyê Yezdan im; ewî ji min ra pirtûk anîye daye min û ez ji xwe ra xistime pêxember

Verse 31 — Surah Maryam 19:31

Û ewî ez li hemû cîhî bi payetî rakutame û li min şîret kirîye, heya ez bijîm gotîye ez nimêj bikim û baca xwe bidim

Verse 32 — Surah Maryam 19:32

Ji bona dîya xwe ra jî qencîkar bim. (Yezdan) ez ji serhişkê pozbilind yê rêderketî ne gerandime

Verse 33 — Surah Maryam 19:33

(Ji Yezdan) di roya ji dayîkbûna min da û di roya mirina min da û di roya ku ezê bi zindî rabim (herime civînê) da, selam li ser min heye

Verse 34 — Surah Maryam 19:34

Rastîya wî ‘Îsayê kur ê Meryemê ku hûn di rastîya wî da dudil in, eva ye

Verse 35 — Surah Maryam 19:35

Qe babet nîne, ku Yezdan ji xwe ra zaran bigire, ewa ji van (gotinan) paqij e. Gava (Yezdan) bivê ku bûyerekî çê bike, ji wê bûyerê ra dibêje: "Bibe." Ewa jî ji ber xwe dibe

Verse 36 — Surah Maryam 19:36

Bi rastî Yezdan Xudayê min e û Xudayê we ye jî. Îdî hûn hey ji wî ra perestî bikin. Rêya rast hey eva ye

Verse 37 — Surah Maryam 19:37

Îdî (paşê ewan di nava xwe da partî çê kirine). Ewan partîyan di nava xwe da ne wekhev bûn çê kirine. Îdî ji dîtina roya mezin (ku roya rabûna hemû ye) xwelî li wan filan be (ka ewan ça fereste bin)

Verse 38 — Surah Maryam 19:38

Di roya ku ewan têne bal me, çiqa rind dibêhin û çiqa rind dibînin! Lê ewanê cewr kirine hene! Ewan di wê royê da di wundabûneke xûya da nin

Verse 39 — Surah Maryam 19:39

Û (Muhanmed!) tu ewan ji wê roya, ku hemû bûyer têda têne pêkanînê, meriv li ser kirinê xwe kovanan dikişînin, bide hişyarkidrinê. (Gava bûyera wan pêk tê) haja wan namîne, ewan bi xweber jî bawer nakin

Verse 40 — Surah Maryam 19:40

Bi rastî hey ûrta zemîn û tişta li ser (zemîn) em tenê ne. Ewan hey li bal me da bine zivirandinê

Verse 41 — Surah Maryam 19:41

(Muhemmed!) Tu di pirtûkê da (serdaborya) Îbrahîm (ji bona koma xwe ra) bixûne. Bi rastî (Îbrahîm) pêxemberekî pir rast bûye

Verse 42 — Surah Maryam 19:42

Di gavekî da (Îbrahîm) ji bona bavê xwe ra (aha) gotîye: "Bavo! Ka ji bo çi tu ji wan tiştên, ku nabihên û nabînin, perestî dikî? Ewan qe te (ji tu şapatî jî) fereste nakin

Verse 43 — Surah Maryam 19:43

Bavo! Bi sond, ji bona min ra zanîneke wusa hatîye, ku ewa zanîna ji te ra ne hatîye, îdî tu bibe peyrewê min, ku ez te beherime wê rêya rast ya bê kêmasî

Verse 44 — Surah Maryam 19:44

Bavo! Ji bona pelîd ra perestî neke. Bi rastî pelîd li ber Xudayê dilovan da serî bilind kirîye (bi gotina wî nake)

Verse 45 — Surah Maryam 19:45

Bavo! Bi rastî ez ditirsim, heke şapatek ji Xudayê dilovan bi te bigire, îdî tu jî bibî dostê pelîd

Verse 46 — Surah Maryam 19:46

(Bavê Îbrahîm bersiva wî daye aha) gotîye: "Îbrahîm! Qey tu ji perestîya Xudayên min, rû difetilînî (perestîya wan nekî)? Bi sond! Heke tu ji wan kirinê xwe dest bernedî ezê te kevir bikim (bikujim) û (Îbrahîm) tu dest ji min berde, heya hinek gavan ji vira here

Verse 47 — Surah Maryam 19:47

(Îbrahîm bersiva bavê xwe aha daye), gotîye: "(Bavo!) selam li ser te be, ezê ji bona te ra ji Xudayê xwe, lavaya baxişandinê bikim. Loma Xudayê min, ji bona min ra pir qencîkar e

Verse 48 — Surah Maryam 19:48

Bi rastî ezê ji we û ji wan tiştên, ku hûn ji pêştirê Yezdan, ji wan ra perestî dikin dest berdim, ezê hey ji Xudayê xwe ra perestî bikim. Goman dikim, ku ez jî (wekî we) bi perestîya Xudayê xwe dil hişk û rê derketî nebim

Verse 49 — Surah Maryam 19:49

Îdî gava (Îbrahîm) dest ji wan û ji pêştirê Yezdan, ji wan ra perestî dikirin, berdaye, me jî ji bona (Îbrahîm ra) Ishaq û Y’eqûb raber kiriye. Me hemûşk jî xistibûne pêxember

Verse 50 — Surah Maryam 19:50

Me ji dilovanîya xwe, ji bona wan ra (mal, hêz û serwet) daye, me ji bona wan ra zimanekî rastê bilind daye

Verse 51 — Surah Maryam 19:51

Û (Muhemmed!) tu di pirtûkê da (serdaborya) Mûsa (ji bona koma xwe ra) bixûne. Bi rastî (Mûsa bendekî me ye) xwurî bûye, ewa bi pêxemberî (li bal zarên cihûyan da) hatîye şandinê

Verse 52 — Surah Maryam 19:52

Me ji alîyê rastê çîya yê (bi nav) Tûr da, gazî (Mûsa) kirîye. Ji bo ku em bi wî ra mijûl bibin, me ewa nêzê xwe kirîye

Verse 53 — Surah Maryam 19:53

Me ji dilovanîya xwe, ji bona (Mûsa ra) birayê wî yê Harûn bi pêxemberî raber kirîye

Verse 54 — Surah Maryam 19:54

(Muhemmed!) Tu di pirtûkê da (serdaborya) Îsma’îl (ji bona komalê xwe ra) bixûne; Bi rastî ewa di peymana xwe da rast bûye. Ewa (li bal komalê xwe da) bi pêxemberî hatîye şandinê

Verse 55 — Surah Maryam 19:55

(Îsma’îl) fermana malîyên xwe bi nimêjkirinê û bi baca malê xwe dayînê kirîye. Ewa li bal Xudayê xwe jî, hatîye qayîlkirinê

Verse 56 — Surah Maryam 19:56

(Muhemmed!) Tu di pirtûkê da (serdaborya) Îdrîs (ji bona komalê xwe ra) bixûne. Loma bi rastî (Îdrîs) pêxemberekî pir rast bûye

Verse 57 — Surah Maryam 19:57

Me jî ewa li bal cîyekî bilind da rakirîye

Verse 58 — Surah Maryam 19:58

Evan (pêxemberên, ku navê wan borîne) hene! Ji nişa (Adem) û ji nişa wan kesên, ku me ewan bi Nûh ra hildabûne (kelekê) û ji nişa Îbrahim û Israîl (Y’eqûb) in. Me ji wan ra, rê daye nîşanê û me ewan (di nava kesan da bi pêxemberî) hilbijartîne. Gava beratên Yezdanê dilovan ji wan ra tê xwendinê ji xwe va diçin, bi giryanê ve diçin secdê

Verse 59 — Surah Maryam 19:59

Îdî li pey wan (pêxemberan) ûrteke wusa maye, ewê ûrtê dest ji nimêjkirinê berdane, bûne peyrewê dilxwezîya xwe (haja wan ji fermanên me ne maye. Evanê jî celata qûretîya xwe bibînin). Wê li bal dojê da bêne avêtinê

Verse 60 — Surah Maryam 19:60

Ji peştirê wanê, ku ji kirinê xwe poşman bibin û karê aştî kiribin, evanan dikebine bihiştê, qe bi tu tiştî cewr li wan nayê kirinê

Verse 61 — Surah Maryam 19:61

Ewa (bihişta) bihişteke wusa ne (Yezdan)ê dilovan bi ne xûyayî ji bona bendeyên xwe ra peyman daye (ku wê ewanê bikebine wê bihiştê). Bi rastî peymana (Xudayê dilovan) tê şûna xwe

Verse 62 — Surah Maryam 19:62

Ewanan (di bihiştê da) hey rastê vê peyvên "Selam" tên, qe peyvên kajî vajî têda tune ne. Ji bona wan ra di sibeh û evaran da xwarinên wan di bihiştê da hene (ewan jê dixun)

Verse 63 — Surah Maryam 19:63

Ewa bihişta hanê heye! Ji bendeyên me, kîjanê xudaparizî dike, em ewî dixine mîratxwarê wê bihiştê

Verse 64 — Surah Maryam 19:64

(Dema niqandin, çend royan para ket, pêxember ji Cebraîl pirsîye: “Ka çima niqandin para ketîye?" Cebraîl bersiva wî daye, aha gotiye): "Em hey bi fermana Xudayê te têne hiartinê, çi di berya me da borîye û çi di pey me da maye, û di niveka van her du deman da jî çi heye, hemî ji bona Xudayê te ra ne (çi ferman bike wilo dibe). Şixwa Xudayê te (tu jî) bîrva ne kirîye

Verse 65 — Surah Maryam 19:65

Xudayê ezman û zemîn û Xudayê tiştên di nîveka wan herdukan da heye, ewa ye. Îdî tu ji bona wî (Xuda ra) perestî bike û tu ji bona perestîya wî ra binive. Qe tu bi navê yekî (ku bi navê Yezdan hatibe navdanê) dizanî

Verse 66 — Surah Maryam 19:66

Meriv (aha) dibêje: "Gava ez mirim, dîsa ezê di nêzîk da zindî (ji gorê) derkebim

Verse 67 — Surah Maryam 19:67

Qey meriv bîra xwe naynin, me ewan afirandin, qe ewan di berê da tu tişt nebûn

Verse 68 — Surah Maryam 19:68

Bi Xudayê te! Emê ewan û pelîdan bi hev ra bicivînin, paşê emê ewan li dora dojê li ser çokan amade bikin

Verse 69 — Surah Maryam 19:69

Paşê ji hemî koman, ka kîjan e di hemberê (Yezdan)ê dilovan da, bi curet û serbilind e, emê di nava wan da rakin

Verse 70 — Surah Maryam 19:70

Şîxwa paşê em bi xweber jî çêtir dizanin ka li bal dojê da kîjan babet e, ku bê avêtinê

Verse 71 — Surah Maryam 19:71

Di nava we da yekê neçe dojê tune ye (hemûşk jî herine dojê). Eva ketina dojê li ser Xudayê te fermanek e, pêk hatîye

Verse 72 — Surah Maryam 19:72

Paşê emê ewanê xudaparizî kirine hene! Ewan ji dojê fereste bikin, emê ewanê cewr kiribûne jî di dojê da li ser çokan bihêlin

Verse 73 — Surah Maryam 19:73

Gava beratên me yên daveker ji bona wan ra têne xwendinê, ewanê bûne file hene! Ji bona wanên bawerger ra (aha) dibêjin: "(Ka hûn gelî bawergeran! Mêze bikin) ji van her du destan, cîyê kîjan yê çêtir e, kîjan qenctir e (ku meriv ji xwe ra bixe heval)

Verse 74 — Surah Maryam 19:74

Me çiqa welatîyên, ku hêj ji van bi mal û temtêla xwe va pir rindtir bûne, teşqele kirine, di berya wan da borîne. (Tu dibe qe evan bi teşqela wan nizanin)

Verse 75 — Surah Maryam 19:75

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Kî rêya xwe wunda kiribe, heke Yezdanê dilovan heya hinek deman (mal û zar û fırsend) bide wî, çi jê derdikebe? Loma heya gavê peymanê ji bona wan ra tê, ewan ji van her du tiştan, yekê dibînin: Ya celata wan (bi destê bawergeran di vê cîhanê da ne) ya jî di roya rabûna hemî da (doj bi xweber e.)" Îdî ewanê di wan gavan da bizanin, ka şûna kî, sikê şûna ne û ka bi leşkerî, kê bêvece

Verse 76 — Surah Maryam 19:76

Ewanê hatine rêya rast hene! Yezdan beledîya wan hêj pirtir dike. Ewan karên aştikarî para da mayî hene! Ewan li bal Xudayê te, qencê karan e û (evan karê, ka para da ji bona xweyê wan ra tê dayînê) qencê wan e jî

Verse 77 — Surah Maryam 19:77

(Muhemmed!) Qe tu evê, ku bi beratên me bûye file (aha) dibêje: "We (di roya rabûna hemî da) mal û zarê ji min ra bêne danê (ezê jîwê gavê mafê teyê li bal min heye bidime te”) nabînî

Verse 78 — Surah Maryam 19:78

Gelo ewa bi nexûyanan (dizane, çûye ewan dîtine) ya jî ji Yezdanê dilovan peyman sitandîye (ku we ji wî ra mal û zarê bêne dayînê)

Verse 79 — Surah Maryam 19:79

Gotina wî nîne (ewa xapîyaye) ew tişta ku ewa dibêje, emê ewî binivîsin, emê şapatê ji bona wî ra bi dirêjayî dirêj bikin

Verse 80 — Surah Maryam 19:80

Emê bibine ûrta wan gotinê wî (mal û zaran ji wî bistînin) ewê bi serê xwe, bi tenê were bal me

Verse 81 — Surah Maryam 19:81

Ji bona ku bibine piştevanê wan, ewan ji xwe ra pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) hinek ilah girtine

Verse 82 — Surah Maryam 19:82

Wekî gotina wan nîne! Ewan (ilahên, ku ewan ji xwe ra girtine) wê nankorya perestî ya wan bikin û wê ji wan ra bibine dij

Verse 83 — Surah Maryam 19:83

(Muhemmed!) ma qey tu nabînî? Ku bi rastî me pelîdên (wusa) li ser filan da şandine, ji bo ku helanê bi gonehkarî bidine wan, ewan jî gonehan bikin

Verse 84 — Surah Maryam 19:84

Îdî tu ji bona (şapatdana wan) lez neke, loma em ji bona wan ra danê (şapata) wan dihijmirin

Verse 85 — Surah Maryam 19:85

Di roya (rabûna da) em xudaparizan, deste û deste li bal (Yezdan)ê dilovan da dicivînin

Verse 86 — Surah Maryam 19:86

Û em gonehkaran jî li bal dojê da bi xurakandin dajon (ça tariş li bal xwê avê da dixurukin)

Verse 87 — Surah Maryam 19:87

Ji pêştirê wanê ku li bal (Yezdan)ê dilovan, peymana mehderyê hildane, tu kes nikare mehderî bike

Verse 88 — Surah Maryam 19:88

Ewan (filan aha) gotibûne: "(Yezdan)ê dilovan ji xwe ra zar girtine

Verse 89 — Surah Maryam 19:89

Bi sond! We curetekî pir sik anîye

Verse 90 — Surah Maryam 19:90

(Wusa sik e) hindik maye, ku ezman ji wê (gotina we) biçire û zemîn bidire û çîyan jî biherifin

Verse 91 — Surah Maryam 19:91

Ji ber ku we doz kiriye û (gotîye): "Ji bona (Yezdanê dilovan ra zar hene)

Verse 92 — Surah Maryam 19:92

Babet nîne ji bona (Yezdan)ê dilovan ra, ku ji xwe ra zaran bigire

Verse 93 — Surah Maryam 19:93

Şixwa çi tiştên di ezman û zemîn da hene! Hemûşk jî li bal (Yezdan)ê dilovan ra bi bendetî tên

Verse 94 — Surah Maryam 19:94

Bi sond! (Yezdan ewan hemîşk jî) hildane binê hêz ya xwe, ji hijmara wan ra paşî hatîye

Verse 95 — Surah Maryam 19:95

Ewan hemûşkê jî di roya rabûna hemû da (li bal Yezdan da) wê bi kitayî werin

Verse 96 — Surah Maryam 19:96

Bi rastî ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Wê (Yezdan )ê dilovan ji bona wan ra hezkirinekî çê bike (her kesê ji wan hez bikin)

Verse 97 — Surah Maryam 19:97

Îdî ewa (Qur’an)a bi zimanê te (hinartîye) hêsanî kirîye, ji bo, ku bi wê (Qur’an)ê xudaparizan bidî mizgîndanê (ewanê felat bibin) û tu ewî komalê leçker jî (bi hatina şapatan) bidî tirsandinê

Verse 98 — Surah Maryam 19:98

Me di berya wan da çiqa (komalên) çaxan teşqele kirine! Gelo qe tu ji yekê ji wan pêjnê hildidî, ya jî qe ji wan dengan dibihîsî