Verse 1 — Surah Ta-Ha 20:1
Arşa van tîpên ji hevçûî her Yezdan dizane
Verse 2 — Surah Ta-Ha 20:2
(Muhemmed!) Me Qur’an li ser te da ne hinartîye, ji bo ku tu bi wê (Qur’an)ê cefa bikişinî
Verse 3 — Surah Ta-Ha 20:3
Lê me (ewa Qur’ana hinartîye ku xurî ji bo (xuda) tirsan bibe bîranînekî
Verse 4 — Surah Ta-Ha 20:4
Ewa (Qur’ana ji wî Xudayê) ku zemîn û ezmana bilind afirandî (hêdî hêdî) hatîye hinartinê
Verse 5 — Surah Ta-Ha 20:5
(Yezdan)ê dilovan, arş (wate) hildaye binê hêza xwe
Verse 6 — Surah Ta-Ha 20:6
Çi tiştê di ezman û zemîn da heye û tiştê di nîveka wan herdukan da jî heye û tiştê di nava xunava xwelyê da heye jî, hemî ji bona wî ra nin
Verse 7 — Surah Ta-Ha 20:7
Heke tu (ji bona xwastin û lavayan) dengê xwe bilind bikî (ya jî dizîka da bêjî, li bal Yezdan yek e). Loma ewa bi hemî dizî û veşartîyan dizane
Verse 8 — Surah Ta-Ha 20:8
Yezdanê (babetê perestîyê ew e) ji pêştirê wî tu ilahek tune ne, hey ji bona wî ra navê rind hene
Verse 9 — Surah Ta-Ha 20:9
Qe (ji bûyera) Mûsa, ji bona te ra zanîn hatîye
Verse 10 — Surah Ta-Ha 20:10
Di gavekî da (Mûsa) agirek dîtibû. Îdî ji bona malîyên xwe ra (aha) gotibû: "Hûn li vira binivin, bi rastî agirek li ber çavê min ket (ezê herim). Guman dikim, ku ez ji wî agirî ji bona we ra kozekî bînim, ya jî ez li ser wî agirî rastê beledekî werim
Verse 11 — Surah Ta-Ha 20:11
Îdî gava (Mûsa) hatîye bal wî (agirî) deng (li Mûsa hate kirinê, aha got): "Mûsa
Verse 12 — Surah Ta-Ha 20:12
Bi rastî ez Xudayê te me, îdî tu her du pêlava derxe, loma bi rastî a, di naha da tu li newala piroz ya (bi nav) Tuwa dayî
Verse 13 — Surah Ta-Ha 20:13
Û min tu (ji bona pêxemberîyê) hilbijartîye, îdî ewa tişta li bal te da tê niqandinê tu guhdarya wî bike
Verse 14 — Surah Ta-Ha 20:14
Bi rastî ez, erê ez! Yezdan im, ji pêştirê min, tu ilahek tune ne, îdî tu ji min ra perestî bike, ji bona ku tu min bîra xwe bînî, tu nimêj bike
Verse 15 — Surah Ta-Ha 20:15
Bi rastî wê roya rabûna hemîyê were, ji bo ku hemî candar, bi kirinê xwe bêne xelat û celatkirinê. em (danê hatîna wê) vedişêrin
Verse 16 — Surah Ta-Ha 20:16
Îdî bira ewê, ku bi hatina wê bawer nake, te (ji bawerya hatina wê royê) nede paradanê, ewa hey bûye peyrewê hewasa canê xwe. Îdî (heke tu peyrewîya wî bikî) tu ê jî teşqele bibi
Verse 17 — Surah Ta-Ha 20:17
(Yezdan ji Mûsa pirsîye, jê ra gotîye): "Mûsa! Ewê di destê te yê rastê da çî ye
Verse 18 — Surah Ta-Ha 20:18
(Mûsa bersiv daye aha) gotiye: "Ewa gopalê min e; Ez pala xwe didime li ser wî, ez pelê daran ji bona pezê xwe ra bi wî dadiweşînîm û hêj ji bona min ra di wî gopalî da hinek nîyazên mayî jî hene
Verse 19 — Surah Ta-Ha 20:19
(Yezdan ji bona Mûsa ra) got: "Mûsa! Ewî (gopalê ji destê xwe) bavêje
Verse 20 — Surah Ta-Ha 20:20
Dema Mûsa (ewa gopala ji destê xwe) avêt, dêna xweyê (ewa kopala) wekî tîremarekî direve (tu dibê qey zîhayek e)
Verse 21 — Surah Ta-Ha 20:21
(Yezdan ji Mûsa ra aha) got: "Ewî bigire, tu ji wî netirse, dîsa emê li bal diliqê wî yê berê da bizirînin.”
Verse 22 — Surah Ta-Ha 20:22
Tu destê xwe bixe binçenqa xwe: destê te yê bê nexweşî sipî derkebe. Eva jî berateke mayî ye.”
Verse 23 — Surah Ta-Ha 20:23
“Ji bo ku em bi te, ji wan beratên me yên mezinên (derhoze) bidine dîtinê (me evan beratan bi te dane xûyandinê)
Verse 24 — Surah Ta-Ha 20:24
Tu here bal Fir’ewn, loma bi rastî Fir’ewn ji ava rû derketîye
Verse 25 — Surah Ta-Ha 20:25
(Mûsa ji Yezdan lava kirîye aha) gotîye: "(Bêhna min teng e) tu bêhna min
Verse 26 — Surah Ta-Ha 20:26
fire bike (ji bo singê min axiftinan hilde)." 26.26"Tu ji bona min ra bûyera min hêsanî bike
Verse 27 — Surah Ta-Ha 20:27
Tu girêya zimanê min veke
Verse 28 — Surah Ta-Ha 20:28
Ji bo ku ewan têgîhandina min bikin (ka ez çi dibêjim)
Verse 29 — Surah Ta-Ha 20:29
Tu ji malîna min, ji bona min ra şûnmaî û arîkaran çê bike
Verse 30 — Surah Ta-Ha 20:30
Bira ewa jî Harûnê bira yê min be
Verse 31 — Surah Ta-Ha 20:31
Tu piştevanîya min bi hêz bike
Verse 32 — Surah Ta-Ha 20:32
Tu ewî di bûyera min da, bixe hevparê min
Verse 33 — Surah Ta-Ha 20:33
Ji bo ku em pir (ji te ra perestî bikin, em te) ji kêmayan paqij bikin
Verse 34 — Surah Ta-Ha 20:34
Em pir te bîra xwe bînin
Verse 35 — Surah Ta-Ha 20:35
Bi rastî tu bi xweber jî me dibînî
Verse 36 — Surah Ta-Ha 20:36
(Yezdan bersiva Mûsa daye, aha) gotîye: "Mûsa! Xwastinê te çi hene! (hemî) ji te ra hatine dayînê
Verse 37 — Surah Ta-Ha 20:37
Bi sond! Me carekê mayî jî ji te ra qencî kiribû
Verse 38 — Surah Ta-Ha 20:38
(Gava tu ji dîya xwe bûyî) me li bal dîya te da eva (kirina hanê) niqandibû
Verse 39 — Surah Ta-Ha 20:39
Ku dîya te, te bixe sursûm, paşê te bavêje ava ro ya milmilok. Ji bo ku ewa ava, ewî sursûmî bavêje kêlekê xwe, wê yekê, ku neyar e ji bona min û neyar e ji bona wê (zara te ra jî) ewê (zara te) ji xwe ra bigire. (Mûsa!) Me hezkirinekî ji xwe, berdabû ser te, ji bo ku (ewa neyara) di binê dîdevanîya min da te şayî bike
Verse 40 — Surah Ta-Ha 20:40
(Îdî ewî te hildaye bal xwe, me şîrê biyanan li ser te ne durist kiribû, te şîr venedixwar)". Di wê gavê da xûşka te çû bal wan; ji wan ra (aha) got: "Hûn divên, ku ez yeke bikarbe ji wî (kurîkî ra şîr bide) ewî xweyî bike, bidime nişanê we?" Ewan (bersîva xûşka te dan û gotin: "Ere" (xûşka te hat, dîya te ji wan ra bir.) Îdî me tu li bal dîya te da zivirandî. Ji bo, ku çavê wê ji hêstiran zaha bibe û bi murûzî çavnêr nebe. Û (Mûsa) te (ji wan mêrek) kuşt, îdî me jî te fereste kirî. Ji ber ku me te ji wan kovanan kiriyî, me tu bi pir aşîtan ceribandî. Tu bi çend salan di nava komalên (bajarê) Medyenê da hewyaî, paşê ewan gavên, ku me ji bona te ra dan, dabûn (dema dawya wan hat) Mûsa! Îdî tu li bal me da hatî.”
Verse 41 — Surah Ta-Ha 20:41
Û min tu (bi pêxemberî) ji bona xwe ra hêlbijartî.”
Verse 42 — Surah Ta-Ha 20:42
Tu û birayê xwe bi beratên min va beheren û hûn herduk jî, sistayê di bîranîna min da nekin
Verse 43 — Surah Ta-Ha 20:43
Hûn herduk herne bal Fir’ewn. Bi rastî ewa deliqîye ji ava rû derketîye
Verse 44 — Surah Ta-Ha 20:44
(Gava hûn çûne bal Fir’ewn) jê ra gotina nerm bêjin, dibe ku ewa şîretan hilde, ya jî (ji hatina şapatan) bitirse
Verse 45 — Surah Ta-Ha 20:45
(Mûsa û Harûn, bersiv dane, aha) gotine: “Xudayê me! Em ditirsin, ku (Fir’ewn) êrişê bîne ser me (me bide cefadanê) ya jî îdî pirtir ji ava rû derkebe.”
Verse 46 — Surah Ta-Ha 20:46
(Yezdan bersiva wan herdukan aha daye, ji wan ra) gotîye: “Hûn netirsin, ku loma ez bi we ra me (gotin û kirinê wan) dibêhêm û dibînim
Verse 47 — Surah Ta-Ha 20:47
Îdî hûn herduk herne (bal Fir’ewn, nevinin herin) ji wî ra (aha) bêjin: "Em herhuk jî pêxemberên Xwedayê te ne (Fir’ewn!) tu zarên (cihûyan) bi me ra (me) bişîne (welatê me) tu îdî li wan şapata neke. Bi sond! Me ji Xudayê te beratên derhoze (m’ucize) anîne. Xweşî û jînî ji bona peyrewê beleda ne
Verse 48 — Surah Ta-Ha 20:48
Bi sond! Li bal me da halîye niqandinê; ewan kesên ku bi doza (pêxemberan bawer nakin) pişta xwe dane wan û ewan dane derewdêrandinê hene! Şapata (Yezdan) ji bona wan ra ne
Verse 49 — Surah Ta-Ha 20:49
(Fir’ewn ji wan pirsîye; aha) gotîye: "Mûsa! Xudayê we kî ye
Verse 50 — Surah Ta-Ha 20:50
(Mûsa bersiva Fir’ewn daye) gotîye: "Ewê afirandina hemû tiştan daye (reng û rûçikê wan çê kirîye) paşê jî (di armancê afirandinê da) anîne rêya rast, heye! Ewa Xudayê me ye
Verse 51 — Surah Ta-Ha 20:51
(Fir’ewn ji wan pirsîye aha) gotîye: "Em (ji van doza we ra "Erê", bêjin lê) ka temtêla wan (komalên) ku di demê berê da borine çane
Verse 52 — Surah Ta-Ha 20:52
(Mûsa bersiva wan aha daye) gotîye: "Zanîna bi wan, di pirtûkekî da li bal Xudayê min e. Bi rastî Xudayê min ewan wunda nake û ji bîrva jî nake
Verse 53 — Surah Ta-Ha 20:53
Ewê, ku ji bona we ra zemîn xistîye hêlan heye! Ewa Xudayê min e. Ewî ji bona we ra di zemîn da rêyên celeb vekirine. Û ewî ji jor da avek hinartîye. Îdî me bi wî avî, ji hemî çêreyên celeb bi zotî afirandîye. (Di vira da tê zanînê, ku çêre jî bi zotî hatine afirandinê)
Verse 54 — Surah Ta-Ha 20:54
Hûn ji wan hêşînayan bixun û tarişên xwe bi wan bidine çêrandinê. Bi rastî ji bona wanê, ku fermana parisaya ji sikatîyan dikin, beratên hişhildanê hene
Verse 55 — Surah Ta-Ha 20:55
Me hûn ji wî (zemînî) afirandine û emê dîsa we li bal wî (zemînî da bimirî) bizvirînin û emê careke dinê dîsa we ji wî (zemînî) derxin
Verse 56 — Surah Ta-Ha 20:56
Bi sond! Me bi Fir’ewn hemî beratên xwe yê (derhoze) dane dîtinê. Îdî ewî ewan beratan dane derewdêrandinê, ji bawerîya bi wan para da çû (bi wan bawer nekir)
Verse 57 — Surah Ta-Ha 20:57
(Fir’ewn ji Mûsa ra aha) gotîye: "Mûsa! Qey tu hatî bal me, ji bo ku tu bi wan ançê xwe, me ji welatê me derxî
Verse 58 — Surah Ta-Ha 20:58
Îdî emê jî wekî wan ançê, ku tu dikî, ançan ji te ra bînin. Îdî (Mûsa!) tu di nîveka me û xwe da, danê rademvaî dayne: Bira cîyekî wusa be, ne em ne jî tu para nekebin (ji me her du destan ra wekî hev be)
Verse 59 — Surah Ta-Ha 20:59
(Mûsa ji wan ra aha) got: "Danê hatina me li bal hev bira roya xemla (ji bona cejnê be); ji bo ku hemî meriv di gava taştê da bicivin
Verse 60 — Surah Ta-Ha 20:60
Îdî Fir’ewn para da zivirî (çû). Paşê endezezanê xwe civandin, hatine (radewa xwe)
Verse 61 — Surah Ta-Ha 20:61
(Piştî, ku Mûsa jî hate wura, endezezanê Fir’evn dîtin, ji wan ra aha) gotîye: "Xwelî li we be! Li ser navê Yezdan bi vir derewan nekin, we reha we bi şapatan be birînê. Bi sond! Ewê vira dike, bi xweber belangaz bûye
Verse 62 — Surah Ta-Ha 20:62
Îdî ewan ançkarên (Fir’ewn) di nava xwe da li ser bûyera xwe tekoşîn kirine û bi dizî ji hev ra pistepist kirine
Verse 63 — Surah Ta-Ha 20:63
(Bi eşkere ji hev ra aha) gotine: "Evan herduk ançkaran, hey divên, ku bi ançê xwe we ji zemînê we derxin, ewan divên ku ola we ya nemûşî beherin
Verse 64 — Surah Ta-Ha 20:64
Îdî hûn hemî endezeyên xwe bicivînin, paşê deste dest, bi rêzî werin. Bi sond! Kî îro bi ser va were, ewa fereste bûye
Verse 65 — Surah Ta-Ha 20:65
(Ançkaran ji Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! Tuyê bavejî, ya jî emê di cara yekem da bibine avêtkar
Verse 66 — Surah Ta-Ha 20:66
(Mûsa ji wan ra) gotîye: "Na, hûn bavêjin. Îdî (gava ewan gopal û kapê xwe avêtin) kap û gopalê wan, ji ançê wan (te digo qey) li bal hev da dibezyan
Verse 67 — Surah Ta-Ha 20:67
Îdî Mûsa (gava ewan) bi gewdetî (dîtin) di hundurê xwe da tirsîya
Verse 68 — Surah Ta-Ha 20:68
Me (ji bona Mûsa ra) got: "(Mûsa!) tu netirse, loma bi rastî servahatin ji te ra ne
Verse 69 — Surah Ta-Ha 20:69
(Mûsa!) tişta di destê te yê rastê da heye, ewî bavêje. (Ewê destê te da) wê wan tiştên (ku ewan ançkaran) bi pêşetî çê kirine dabi’ulîne. Loma tişta ewan bi pêşetî çê kirine, ewan endezên ançkaran in. Şixwa ançkar ji kur hatibin, serfiraz nabin.”
Verse 70 — Surah Ta-Ha 20:70
Îdî (gava Mûsa gopalê xwe avêtîye, gopalê Mûsa ewan pêşeyên ançkaran daqulandîye) ançkaran xweberdane çûne secdê (aha) gotine: "Me bi Xudayê Harûn û Mûsa bawer kirîye
Verse 71 — Surah Ta-Ha 20:71
(Fir’ewn ji wan ra aha) gotîye: "Hêj berya min ji we ra destûr ne daye, we bi wî bawer kirîye? (Bira wusa be) bi rastî (Mûsa) mezinê we ye. Ewê ku hûn hînê ançê kirine (şixwa ewa Mûsa bi xweber e). Îdî (hûnê bibînin) ku ezê dest û pa yê we bi çîloçepî jê bikim, paşê ezê we bi serê çiqilê darê xurman da darda bikim. Hûnê wê gavê bizanin (ka ji min û ji Xudayê Mûsa) kîjan ji me zor şapat e, şapata wî her heye
Verse 72 — Surah Ta-Ha 20:72
Ewan (bersiva Fir’ewn dane aha) gotine: "Tu çi dikarî bikî (xwe nede para) bi serê me bike, loma em nikarin hilbijartina te, li ser van beratên vekirî ne (berçavî) kû ji me ra hatine û li ser wî Xudayê em afirandine, bikin. Tu çi jî bikî, ewa kirina te, di jîna vê cîhanê da ne
Verse 73 — Surah Ta-Ha 20:73
(Bi rastî me bi Xudayê xwe bawer kirîye, ji bo ku Xudayê me, xeletîyên me û ewan gonehên ji ançkirina, ku te bi me bi zor daye kirinê çêbûye) bibaxşîne. Bi rastî Yezdan (ji te) çêtirê û her maîtir e
Verse 74 — Surah Ta-Ha 20:74
Loma kî bi gonehan va here bal Xudayê xwe, îdî ji bona wî ra doj heye. Ewa di dojê da, ne dimire û ne jî dijî
Verse 75 — Surah Ta-Ha 20:75
Lê kî bi bawerî here bal Xudayê xwe, bi rastî karê aştî jî kiribe, îdî ji bona wan ra payeyên bilind hene
Verse 76 — Surah Ta-Ha 20:76
(Ewan payan) bihişta rez û beran e, di binê (darê) wê bihiştê da çem dikişin, ewanê di wura da her bimînin. Xelata wan (kesên, ku) xwe ji gonehan paqij dikin ewa ye
Verse 77 — Surah Ta-Ha 20:77
Bi sond! Me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "Tu zarên cihuyan (ji misrê) bi şev da derxe rê.” (Gava Mûsa ewan di şevê da derxistin, hatine derê avê, nikaryan ji avê derbas bibûnan, bêzar mane) îdî me (ji bona Mûsa ra aha got: "Mûsa!) tu (gopalê xwe li avê) bixe, tu ji bona (peyrewê xwe ra) rêyeke zaha ji deryayê bigire, ji bo ku ewan (ji gîhandina Fir’ewn û hevalê wî) netirsin û (ji fetisandina di avê da jî kovanan) bi tirs nekişînin
Verse 78 — Surah Ta-Ha 20:78
Îdî Fir’ewn bi tevê leşkerê xwe va ketine pey wan. (Gava ewan ketine nava avê, te bidîta avê ewan) ça niximandin! Îdî ewan di ava milmilî da, fetisîn hatine niximandinê
Verse 79 — Surah Ta-Ha 20:79
(Bi vê kirina hanê) Fir’ewn, komalê xwe wud da kir, ne anî rêya rast
Verse 80 — Surah Ta-Ha 20:80
(Gava zarên cihuyan fereste bûn, me ji wan ra aha gotibû:) "Gelî zarên cihûyan! Bi sond! Me hûn ji neyarê we felat kirine. (Ji bona hinartina Tewratê me ji bona we ra) kêleka rastê çiya yê Tûrê Sîna (bi êwirgahi) peyman dabû, me (ji bona, ku hûn birçî nebin, ji bona we ra) di jor da, gezo û goştê qarutkan hinartîye
Verse 81 — Surah Ta-Ha 20:81
Hûn ji paqijê rozîyên me dane we, bixun, hûn ji bona van xwarinan ne deliqin (ji ava rû dernetebin) ji bo ku xeşma min bi ser we da nekebe. Bi sond! Xeşma min bi kê da hatibe, îdî ewan krtîye agir
Verse 82 — Surah Ta-Ha 20:82
“Bi rastî ez bi xweber, ji bona wî kesê ji kirinê xwe yê (sik) poşman bibe û bi hebûna girêdên me (şert) bawer kiribe, paşê jî hatibe rêya rast, baxişkar im
Verse 83 — Surah Ta-Ha 20:83
(Piştî ewan cihûyan li çola sina ê êwirîn, Mûsa birayê xwe yê Harûn di na- va wan da hîşt, ji bona peymana Xuda daye, çûne çiyayê Tûr; Yezdan ji Mûsa ra aha gotiye): "Mûsa! Gelo çi tiştê, ku tu bi lez ji komalê te (raqetandî, hatî vira)
Verse 84 — Surah Ta-Ha 20:84
(Mûsa aha bersiv daye) gotîye: "Heya ewan di şopa min da nin, min lez kirîye, ez hatime bal te, ji bo ku tu Xuda! bi min qayîl bibî
Verse 85 — Surah Ta-Ha 20:85
(Xuda bersiva Mûsa daye) gotîye: "Bi sond! Ji piştî te, me komalê te ceribandîye. Samirî ewan ji rêya rast derxistin, rêya wan wunda kirîye
Verse 86 — Surah Ta-Ha 20:86
Îdî Mûsa para da li bal komalê xwe da bi hêrs û kovan, zivirî (ji komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! Qey Xudayê we ji bona we ra peymanekê rind ne dabû! Qey danê peymanê pir direj bibû, ku we aha kir? Ya jî we bi van kirinan diva, ku ji Xudayê we xeşmek bi we da were, îdî hûn rabûn, peymana we dabû mîn, jê poşman bûn
Verse 87 — Surah Ta-Ha 20:87
(Ewan bersiva Mûsa dane, aha) gotine: "Bi rastî em ji ber xwe da, ji wê peymana me daye te, poşman ne bûne, lê jî xişrê komalê Fir’ewn, hinek bar li me hatibû kirinê, me hildabû. îdî me ewan (xişran) avêtine (agir, me ewan bahatin) bi vî awayî "Samirî jî (xişre xwe) avête (agir bahat)
Verse 88 — Surah Ta-Ha 20:88
Îdî Samirî ji bona wan ra (tokela) golikeke, ku diore derxist, paşê ewan (ji hev ra aha) gotine: "Ilahê we û ilahê Mûsa eva ye, lê ewî eva birva kirîye (çûye li çîyayê "Tûrî Sîna" lê digere)
Verse 89 — Surah Ta-Ha 20:89
Ma qey ewan nabînin, ku ewa golika li bal wan da tu (bersivekî) nazivirîne û ji bona wan ra qe tu kar û zîyanê jî nake
Verse 90 — Surah Ta-Ha 20:90
Bi sond! Hêj berê da jî Harûn ji wan ra gotibû: "Gelê min! Bi rastî hûn bi wê golika hatine ceribandinê (hûıı ji rê derketine). Bi rastî Xudayê we ewê dilovîn e; îdî (hûn werin) bibine peyrewê min û bi gotina min bikin
Verse 91 — Surah Ta-Ha 20:91
Ewan (bersiva Harûn dane aha) gotine: "Bi sond! Heya Mûsa (ji çîyayê Tûr) li bal me da nezivire, neyê vira, emê hey ji bona (perestîya wê golikê) bê nivandin dom bikin
Verse 92 — Surah Ta-Ha 20:92
(Ji piştî, ku Mûsa ji çîyayê "Tûr" li bal wan da zivirî, bi hêrs, ji bona Harûn aha) gotîye: "Harûn! (Ka bêje) gava te dît, ku ewan (evan tiştên hanê dikin, ji bo çi) te ewan ji vê rêderketina haê nedane para da
Verse 93 — Surah Ta-Ha 20:93
Ka ji bo çi tu nebûyî peyrewê min (wekî min hêrsa xwe bianîya, ewan ji kirinê wan bidana para?) Qey te bê gotina min kirîye
Verse 94 — Surah Ta-Ha 20:94
(Harûn ji bona hêrs danîna Mûsa aha) gotîye: "Kûrê dayîka min bi rû û serê min negire, loma bi rastî ez (ji te tirsîyam) dibe tu gohdarya min nekî, ku tu (ji bona min ra) bêjî: Te di nava zarên cihûyan da du tîretî kirîye (ji ber vî ez têkilî wan nebûm)
Verse 95 — Surah Ta-Ha 20:95
(Paşê Mûsa zivirî ser Samirî jê ra aha) gotîye: "Samirî! (ka bêje;) te ji bona çi evan tiştan kirîne?”
Verse 96 — Surah Ta-Ha 20:96
(Samirî bersiva Mûsa aha daye) gotîye: "Tişta komal ne didît min ewa didît; (gava Cebraîl ji te ra niqandin dianîya, min ewa didît) îdî min ji şopa saî qemçek (xwelî) hildaye avête nava xişrê (hatibû bihatin, eva tokela hanê jê deket.) Şixwa canê min jî wusa şîrîn dixwest
Verse 97 — Surah Ta-Ha 20:97
(Mûsa ji bona Samirî ra aha) got: "Îdî tu (ji vira) here, di jîna te ya cîhanê da, ji bona te ra eva heye;" Nêzîkê min nebin (loma bi min ra derdê bê derman heye)". Ji bona te ra danê (şapatê) heye. Qe tu ji wê şapatê para nakebî, tu li encama wî ilahê xwe î, ku nedihewyaî ji wî ra te perestî dikir mêze bike. Bi rastî emê ewî bişimitînin, paşê emê ewî di ava milmilî da bi hûritî bidine bayê
Verse 98 — Surah Ta-Ha 20:98
Bi rastî ewê ku ji pêştirê wî tu ilahê bebetê perestîyê tune ye, heye! Ewa Yezdanê we ye. Ewî hemî tişt hildane zanîna xwe
Verse 99 — Surah Ta-Ha 20:99
Bi vî awayî em ji bona te ra ji serdaborîyên berê diaxivin. Bi sond! Me ji bal xwe da (pirtûkekê da bîrxistoker) daye te
Verse 100 — Surah Ta-Ha 20:100
Îdî kê ji wê rû bifetilîne, bi rastî ewê di roya rabûna hemî da barekî giran hilde
Verse 101 — Surah Ta-Ha 20:101
Ewan di binê wî barî da her diminin. (Ewa bara) di roya rabûna hemî da ji bona wan ra çiqa hildaneke sik e
Verse 102 — Surah Ta-Ha 20:102
Di roya, ku di Sturî da tê pufkirinê, em nûsîtemkaran di wê royê da bi çav beloqî û şasî dicivînin
Verse 103 — Surah Ta-Ha 20:103
Di nava hev da pistepist dikin (ji hev dipirsin; gelo çend royan em di cîhanê da mane? Bersiva hev dane, aha gotine: "Hûn di cîhanê da hey deh royan mane)
Verse 104 — Surah Ta-Ha 20:104
Em bi wê (mayîna wan yê cîhanî, ku ewan di nava hev da pistepist dikirin, ji hev ra) digotin, çêtir dizanin. Loma ewanê di pêşrewanê da nemûşê wan in (aha) gotine: "Hûn di cîhanê da hey royekî mane
Verse 105 — Surah Ta-Ha 20:105
(Muhemmed!) Ewan ji te temtêla çîyan dipirsin: (Ka çîyayê di roya rabûna hemû da, wê ça bibin?) îdî tu ji wan ra bêje: "Xudayê min ê wan çîyan hûr bike bixe (arişt) bide bayê
Verse 106 — Surah Ta-Ha 20:106
Îdî (Xudayê min ê) şûna wan rast bike, bihêle
Verse 107 — Surah Ta-Ha 20:107
Tu (şûna wan da) qe tu kort û tepan nabînî.”
Verse 108 — Surah Ta-Ha 20:108
Di wê roya (civînê da) hemû kes dibine pewrewê wî gazîkarê, ku ji bona wî ra xarkirina (li bal rast û çepê da çênabe). Hemû deng ji bona (Yezdanê) dilovan ra ker dibin. Îdî tu ji pêştirê mişînîyê tu dengî ji wan nabînî.”
Verse 109 — Surah Ta-Ha 20:109
Di wê royê da tu mehderî kêr nayê, ji pêştirê mehderya wî kesî, ku (Yezdan)ê dilovan ji bona wi ra destûra mehderyê dabe û (Yezdan) bi gotinê wî qayîl bûbe (mehderya vî bi tenê bi kêr tê)
Verse 110 — Surah Ta-Ha 20:110
(Yezdan) bi kirinê wan ê borî û bi kirinê wan ê para tê, dizane. Ewan kesan bi tu zanînê, zanîna (Yezdan, ya jî zanîna ji Yezdan bi xweber) hilnedane binê zanîna xwe
Verse 111 — Surah Ta-Ha 20:111
Û hemî rû ji bona (Yezdan)ê zende û şîra zebûn bûne. Bi sond! Ewanê cewr hildane, hene! Ewan (di wê royê da) belengaz bûne
Verse 112 — Surah Ta-Ha 20:112
Û kîjanî jî bawer kiribe û karê aştî kiribe, îdî ewa ji cewr û ji maf ne danê, natirse
Verse 113 — Surah Ta-Ha 20:113
Bi vî awayî me (ewa pirtûka) Qur’aneke ‘erebî hinartîye me di wê (Qur’an)ê da (peymana) şapatan bi cure cure fetilandin (ji wan ra gotin). Loma dibû ku ewan xudaparizî bikin, ya jî ewa (Qur’an)a ji bona wan ra bibe bîrdaxistinekî
Verse 114 — Surah Ta-Ha 20:114
Îdî bi rastî serokê maf, Yezdanê bilinde. (Muhemmed!) Heya ku li bal te da niqandina wê pêk ne hatibe tu leza (xûndina) Qur’anê neke, tu (aha) bêje: "Xudayê min! Tu zanîna min pir bike
Verse 115 — Surah Ta-Ha 20:115
Bi sond! Me hêj di berê da li bal nişa kesan da peyman dabû (ku ewa ji berê wê darê nexu). Îdî (ewê nişa ê peymana me) bîrva kirîye, em bi xweber jî ji bona (nişa kesan ra) rastê tu cadê ne hatin
Verse 116 — Surah Ta-Ha 20:116
Gava me (nişa kesan afirandibû, me) ji bona firiştan ra (aha) gotibû: "Gelî firiştan! Hûn ji bona Adem ra secde beherin." Îdî ji pêştirê nişa pelîd hemî (firiştan ji bona Adem ra) secde birin, ewî secde nebir
Verse 117 — Surah Ta-Ha 20:117
Îdî me jî (ji bona nişa kesan ra aha) got: "Adem! Bi rastî eva (pelîda) ji bo te û jina te ra neyar e (haja we bira bi we hebe) ku ewa we herdukan ji bihiştê dernexe, îdî ku hûn şepirze bibin
Verse 118 — Surah Ta-Ha 20:118
Bi rastî (di bihitê da) ji bona te ra tazîbûn û birçîbûn tune ye
Verse 119 — Surah Ta-Ha 20:119
“(Tu di bihiştê da) bi rastî ne tî dibî û ne jî tav li te dixe
Verse 120 — Surah Ta-Ha 20:120
Îdî pelîd li bal (nişa kesan da xwarina ji berê dara da zanînê (Şeceret ul-M’erîfet) daye siwêrandinê, ji wî ra (aha) gotiye: "Adem! Tu divê ku ez beledîya te bikim, li bal dara (dazanîna) her maî û li bal seroktîya bê dawîya ne rizî
Verse 121 — Surah Ta-Ha 20:121
Îdî (ji bo ku ji mirinê felat bibin. tim cari bijîn, rabûn) ji wê darê xwarin (piçtî xwarinê) ji herdukan ra cîhê ‘eybên wan vebûn, herduk li bal (darê) bihiştê da revîyan, ji bo ku bi pelên wan daran pêş û paşîya xwe bigirin. Adem (bi vî awayî) ji gotina Xudayê xwe derket û jê mehrûm ma
Verse 122 — Surah Ta-Ha 20:122
Paşê (Adem bi zarîn û girîn ji wan kirinê xwe poşman bû). Xudayê Adem, ewa (ji nava heyan) hilbijart û kirinê wî baxişandin, îdî ewa anî rêya rast
Verse 123 — Surah Ta-Ha 20:123
(Xudayê wî ji wan ra aha) gotîye: “Hûn herduk hemî (ji bihiştê) berjêr bin: Hinekê ji we, wê ji bona hinekên we ra neyar bin. Îdî gava ji min li bal we da beledî hat, kî ji we bibe peyrewê beledî ya min, paşê ewa rê wunda nake û şepirze jî nabe
Verse 124 — Surah Ta-Ha 20:124
Kîjan rû ji bîranîna min bifetilîne, îdî ji bona wî ra jîneke nemir û nejî heye û emê ewê di roya rabûna hemî da kor bicivînin
Verse 125 — Surah Ta-Ha 20:125
(Ewa di wê royê da aha) dibêje: "Xudayê min! Te ji bo çi ez bi korî civandime? Bi sond (hêj berê da) min didit
Verse 126 — Surah Ta-Ha 20:126
(Xuda jê ra) dibêje: "Wusa ne: Gava beretên me ji te ra hat, îdî te ewan beratên me bîrva kiribûn, tu jî wusa dî îro da hatî bîrva kirinê
Verse 127 — Surah Ta-Ha 20:127
Em bi vî awayî, ewê dest belavê, ku bi beratên Xudayê xwe bawer nake celat dikin. Bi rastî şapata para da jî hêj zortir û her mayîtir e
Verse 128 — Surah Ta-Ha 20:128
Qey ji bona wan ra ne bûye rêzber, ku me di berya wan da çiqa komalên çaxan teşqele kirîye? Ewan bi xweber jî di nava kavilê wan da digerin (bi çavê xwe jî ewan kavilan di bînin). Bi rastî di van (beratan da) ji bona xwe parizan, beratên sodretî hene
Verse 129 — Surah Ta-Ha 20:129
Heke ewa paymana (danê şapatdana wan) ji Xudayê te ne borî bûya (celata wanê, wê bi kirina wan ra) bihata. (Lê) dane (şapatdanê) hatîye navdanê
Verse 130 — Surah Ta-Ha 20:130
Îdî tu li ser gotinê wan hew bike, tu di berya roj hila û roj ava da bi sipazîya Xudayê xwe, perestî bike tu di hinekî danê şevê da û kêlekê royê da jî bi paqijîya Xudayê xwe ji kemasîyan perestîya wî bike. Loma hêvî heye ku tu (bi vê kirinê) qayîl bibî
Verse 131 — Surah Ta-Ha 20:131
(Muhemmed!) Tu her du çavê xwe, li bal wan zonê (Fileyên) ku me ji hinekî wan ra ji bona ceribandina wan, xemla cîhanê daye wan, bi direjî zoq neke. Bi rastî rozîyên Xudayê te, qenctir û her mayîtir e
Verse 132 — Surah Ta-Ha 20:132
Tu fermana malîyên xwe bi nimêjkirinê bike. Tu bi xweber jî li ser cefayên wê berxwe bide. Em ji te rozînan naxwezin, em ji te ra rozînan didin. Şixwa encam ji bona xudaparizan e
Verse 133 — Surah Ta-Ha 20:133
Ewan (aha) gotine: "Gotî ewî (ji bona pêxemberya xwe) hinek beratên (derhoze) ne anîbûya (ku me bi wî bawer bikira)?" Qey ji bona wan ra di pirtûkê berê da beratên daveker ne hatibû
Verse 134 — Surah Ta-Ha 20:134
Heke me ewan hêj di berya hatina (pêxemberan li bal wan da, teşqele kiribûnan, wê ewanê bi gotinan: "Xudayê me! Qey çi dibû, ku te li bal me da pêxemberek şandibûya, îdî hêj ku em aha ser berjêr û riswa ne bibûnan em bibûna peyrewê beratên te)
Verse 135 — Surah Ta-Ha 20:135
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hemî kes dîdarî dikin, îdî hûn jî dîdarî bikin (paşê em mêze bikin) ka hevrîyên rêya rast kî ne û ka kîjan di rêya rast da nin? Hûnê wê gavê bizanin