Back to Languages

Kurmanji - Chapter 23 - Al-Muminun

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Muminun 23:1

Bi sond ewanê bawer kirine hene! Ewan felat bûne

Verse 2 — Surah Al-Muminun 23:2

Ewan (bawergeran) di nimêja xwe da, ji bona (Yezdan ra) rûmetdarî dikin

Verse 3 — Surah Al-Muminun 23:3

Ewan ji (mujûlîyên) bê amaç, rû fetilandine

Verse 4 — Surah Al-Muminun 23:4

Ewan baca (malê xwe) dane

Verse 5 — Surah Al-Muminun 23:5

Ewan ji bona (dawa xwe ra) parisvanî kirine (jin û mêr herdukan jî)

Verse 6 — Surah Al-Muminun 23:6

(Parisvanîya wan, ji bona bîyana ra ne) ne ji bona zoya wan ra ne, ya jî ji pêştirê zo ya xwe û ji pêştirê wan ê ku (peymana mal anîne dane wan qerewaşan) bi wê peymanê qerewaş hildane binê destê xwe. Îdî (bawerger di razana tevê van hadukan jî) nayêne nav û nuçûk kidrine

Verse 7 — Surah Al-Muminun 23:7

Îdî kê ji van (salixan) pêştir, paş da li bal hinekî mayî ra here, bi rastî ewan ji tuxûbê xwe borîne

Verse 8 — Surah Al-Muminun 23:8

Ewan ji bona enamet û peymana (xwe yê dayî ra) pêkanok in

Verse 9 — Surah Al-Muminun 23:9

Ewan ça hatine fermankirinê (ji bona nimêjê) wusa nimêja xwe dikin

Verse 10 — Surah Al-Muminun 23:10

Ewanê di binê ûrt, evan in

Verse 11 — Surah Al-Muminun 23:11

Ewanê ku di binê ûrta bihişta bax û rezan hene! Evan bi xweber in, ewanê di bihiştê da jî her bimînin

Verse 12 — Surah Al-Muminun 23:12

Bi sond! Me (nişa) merivan ji melqeke ji herîyê afirandîye (ji herîyê parzun kirîye derxistîye)

Verse 13 — Surah Al-Muminun 23:13

Paşê me ewa melqa di şûneke bi hêz da xistîye aveke binmaye tîr hîştîye

Verse 14 — Surah Al-Muminun 23:14

Me paşê ji wê ava binmaye tîr, zûrû afirandîye, îdî me ewa (zûrûya) xistîye xerêfk (wekî ava goşt dema sar dibe, dibe xerêfk, ewan zûrûyan jî wusa di binê xerêft (dimînin). Îdî paşê me ji wê xerêfkê hestî afirandine. Hêj paşê me ewan hestîyan bi goşt daye niximandinê. Me paşê ewa (hestûyê goşt lêwerger, bi reng û rûçik û candarî) ji nişa wî ya berê pêştir, xistîye afirandekî mayî hîştîye. (Tu mêze bike) Yezdanê pîroz, çiqa qenctirê afirandoka ne

Verse 15 — Surah Al-Muminun 23:15

Paşê (ji piştî vê afirandinê) bi rastî hûnê bimirin

Verse 16 — Surah Al-Muminun 23:16

Paşê (ji piştî mirina we) hûnê di roya rabûn a hemî da, rabin, ji bo (civînê) bêne şandinê

Verse 17 — Surah Al-Muminun 23:17

Bi sond! Me li stûyê we da hevt çerxê felekê, ku di rîya (xwe da dimeşin) afirandine. Û em ji afirandina (wan) bê agah nînin:(Me hemî bi zanîn afirandîye)

Verse 18 — Surah Al-Muminun 23:18

Û me ji ezmana avek pîvaî hinartîye, îdî me ewa ava di zemîn da daye êwirandinê. Û (me ça şîyaye, ku me ewa ava hinartîye) em wusa dişîn, ewê (avê) beherin (wunda bikin)

Verse 19 — Surah Al-Muminun 23:19

Îdî me bi wê avê ji bona we ra rezên ji tirî û xurman çê kirine, ku di wan (rezan da) ji bona we ra berên pir hene û hûn bi xweber jî ji wan beran dixun

Verse 20 — Surah Al-Muminun 23:20

Û me (bi wê avê) ewa dara, ku (li çîyayê bi nav) Tûrisîna derdikibe (heşîn) kirîye. (Ewa dara hêşîn dibe) rûnekî wusa dide (gava meriv) ewî rûnî li qote xwe dixin, pê xurina wan xweş dibe

Verse 21 — Surah Al-Muminun 23:21

Bi rastî ji bona we ra di tarişan da ponijandinek heye. Em bi we ewî (şîrê) di zikê tarişan da heye, didine vexurinê, ji bona we ra di wan tarişan da hêj tiştên kêrhatî mayî jî hene. Hûn ji wan (tarişan, goştê wan) dixun

Verse 22 — Surah Al-Muminun 23:22

Hûn li ser wan (tarişan) û li ser kêlekan têne sîyarkirinê (diçin)

Verse 23 — Surah Al-Muminun 23:23

Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da bi pêxemberî şandîye. Îdî (Nûh ji bona komalê xwe ra aha) gotîye, "Gelî komalê min! Hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin, ji pêştirê wî, ji bona we ra qe tu (Yezdanê babet ê perestîyê) tune ye. Îdî qey hûn xudaparizîyê nakin

Verse 24 — Surah Al-Muminun 23:24

Îdî ewa desta ji pêşrewanê komal ê (Nûhê) ku bûne file hene! (Ewan bersiva Nûh dane; ji hev ra aha) gotine: “Eva jî hey merivekî wekî we ye, eva divê, ku bi rûmetî xwe li ser we mezin bike. Heke Yezdan biva, wê di şûna wî da firiştek (bi pêxemberî) bihinarta. Me hêj di bavên xwe yî yekem da jî tiştên aha (ku ji merivan pêxember hatine şandinê) ne bihîstîye

Verse 25 — Surah Al-Muminun 23:25

Ewa (Nûh) hey mêrekî tepa dikebe (bi wî ra meçêtir hene) ji ber vî qasî hûn hinekî dîdevanîya wî bikin (ka encama wî ça dibe)

Verse 26 — Surah Al-Muminun 23:26

(Nûh ji wê koma xwe bê goman maye aha) gotîye: "Xudayê min! Bi sedema, ku ewan min didine derewdêrandinê tu arîkarya min (di hemberê wan da) bike

Verse 27 — Surah Al-Muminun 23:27

Îdî me li bal (Nûh da) niqandîye: ku ewa kelekê di binê dîdevanî û niqandina me da çêbike. Îdî gava fermana me bi teşqeledana wan hatîye û sitîla kelekê ji (kelê) ser da avêtibe (ya jî ava kelekê wekî tendûran kelyaye, kela wê bi ser da avêtîye) me (ji bona Nûh ra aha gotîye: "Nûh!) Ji pêştirê wan malîyên te yên ku ji bona teşqeledana wan ferman ji me boriye, tu ji her zoyan duduyan (nêr û mêyan) û malîyên xwe jî bixe kelekê. (Nûh!) Tu ji bona wanê, ku cewr kiribûne; ji min lavaya (fereste ya wan) neke. Bi rastî ewanê di avê da bifetisin

Verse 28 — Surah Al-Muminun 23:28

Îdî (Nûh!) gava tu û bi wanê bi te ra derketine ser kelekê hewyan (aha) beje: "Em ji bona wî Yezdanê, ku em ji komalê cewrkar fereste kirine, sipazî dikin

Verse 29 — Surah Al-Muminun 23:29

Û (Nûh! Tu aha jî) bêje; "Xudayê min! (Te em tereste kirin, îdî) tu min bi qencê dahêlan, dahêle êwreke pîroz (ji bo ku em bikaribin xwe xweyî bikin). Şixwa Xuda! Ewan (mexzûvanê ku li bal wan) êwir çêdibe hene! Tu bi xweber qenctirê wan î jî

Verse 30 — Surah Al-Muminun 23:30

Û bi rastî me çiqa (Nûh û komalê wî) bi van (serdaboryan) dane ceribandinê, le dîsa di wan (serdaboryan da ji bona we ra) beratên (derhoze) hene

Verse 31 — Surah Al-Muminun 23:31

Pasê me di peywan da (hinek komalê) çaxê mayî afirandîye

Verse 32 — Surah Al-Muminun 23:32

Îdî me di nava wan (komalan da) saîyên ji wan (li bal wan da) şandîye. Ewan (saiyan ji wan ra aha gotîye: "Hûn gelê me!) Hey ji Yezdan ra perestî bikin, loma ji peştirê wî ji bona we ra qe tu ilah tune ne. Îdî qey hûn xudaparizî nakin

Verse 33 — Surah Al-Muminun 23:33

Ji koma wî (pêxemberî) ewanê bûne file û bi rastihatina para da (bawer nakin) dane derewdêrandinê; desta ji pêşrewanê wan, ku me ji bona wan ra di cîhanê da berxudarî dabû wan, hene! (Ewê destê ji bona hev ra di nava xwe da aha) gotine: "Eva (pêxembera jî) hey merivekî wekî we ye, loma hûn çi dixun û vedixun, ewa jî, ji wan dixwe û vedixwe

Verse 34 — Surah Al-Muminun 23:34

Û heke hûn bi gotina merivekî wekî xwe bikin, bi rastî hûn di wê gavê da di binê (ji wanê nezanê) zîyangerê (ku hatine xapandinê)

Verse 35 — Surah Al-Muminun 23:35

Qey ewa (pêxembera) ji bona we ra peymana dide, ku hûn gava bimirin û bibine xwelî û hestû, bi rastî hûnê dîsa (ji xwelyê) derkebin (herne civînê)

Verse 36 — Surah Al-Muminun 23:36

Çiqa dûr e! Ewa peymana, ku ji bona we ra hatîye dayînê dûr e

Verse 37 — Surah Al-Muminun 23:37

Hemî tişt, hey jîna me ye di vê cîhanê da ne, em (di vê cîhanê da) dimirin

Verse 38 — Surah Al-Muminun 23:38

û dijîn, qe em (ji bona hijmara kirinê xwe li bal civînê da nayêne şandinê)." 38.38"Ewa (pêxembera) mêrekî wusa ne, hey li ser (navê) Yezdan derewan dike û bi rastî em bi wî bawer nakin

Verse 39 — Surah Al-Muminun 23:39

(Pêxember aha) gotîye: "Xudayê min! Tu di hemberê derewdêrandina wan da, arîkarya min bike

Verse 40 — Surah Al-Muminun 23:40

(Yezdan ji wî pêxemberî ra aha) gotîye: "Bi rastî ewanê di danekî hindik da, wê poşman bibin

Verse 41 — Surah Al-Muminun 23:41

Îdî bi rastî dengê (birûska bêhişî) bi wan girt, îdî me ewan xistine berbirne lêmiştê. Dûrketin ji bona komalê cewrkaran e

Verse 42 — Surah Al-Muminun 23:42

Me paşê li peywan da (hinek komalê) çaxê mayî afirandine

Verse 43 — Surah Al-Muminun 23:43

Bi rastî tu kom, berya (danê şapata xwe) nakebe (ça) bi rastî para da jî namîne

Verse 44 — Surah Al-Muminun 23:44

Paşê (ji bona şapatdana wan ra) me saîyên xwe li pey hev şandîye. Çiqa komeke, ku pêxemberê wan hatine bal wan, ewê (komê) hey ewan (saîyên xwe) dane derewdêrandinê, îdî me jî (ewan koman, di teşqeledanê da) hinekî wan xistine peyrewê hinekên wan û me ji bona wî komalê ku bawer nakin, ewan li ser zar û zimanan da xistîne mijûlî (hîştine). Îdî dûraya (ji dilovanîya Xuda) ji wan ra be

Verse 45 — Surah Al-Muminun 23:45

Me paşê (li pey wan da) Mûsa û birayê wî yê Harûn bi berate û hêza xwe yê, xûyaî va şandîye

Verse 46 — Surah Al-Muminun 23:46

Li bal Fir’ewn û koma wî yê (pêşrewan da), îdî ewan xwe qure kirin (bi wan bawer ne kirin). Şixwa ewan (Fir’ewn û koma xwe va) komeke (bi mal û nimet) bilind bûn

Verse 47 — Surah Al-Muminun 23:47

Îdî (ewan bersîva Mûsa û Harûn dane, ji hev ra aha) gotine: "Emê ça ji bona du merivê, ku wekî me ne û komalê wan herdukan jî, ji bona me ra koletî dikiribûne, bawer bikin

Verse 48 — Surah Al-Muminun 23:48

Îdî (Fir’ewn û koma xwe va, Mûsa û Harûn) dane derewdêrandinê. (Fir’ewn û koma xwe va) bûne ji wanê teşqelekirî

Verse 49 — Surah Al-Muminun 23:49

Bi sond! Me ji bona Mûsa ra pirtûk daye, loma hêvî heye (ku komalê Mûsa bi wê pirtûkê) werne rêya rast

Verse 50 — Surah Al-Muminun 23:50

Û me (‘Îsayê) kur ê Meryemê, bi tevê dîya wî ya (Meryem va) xistîye berateke (derhoze). Me ewan herdukan li bal topekî êwirgehê bi kanî ra anî

Verse 51 — Surah Al-Muminun 23:51

Me (ji wan ra aha got): "Gelî saîyan hûn ji paqijê xurekan bixun û hûn karê aştî bikin. Loma bi rastî hûn çi dikin, ez pê dizanim

Verse 52 — Surah Al-Muminun 23:52

Bi rastî evan komên we (di bin da) komeke bi tenê ye (loma xîmê hemîşkan jî yakatîye) ez bi xweber jî Xudayê we me. Îdî hûn parizaya min bikin

Verse 53 — Surah Al-Muminun 23:53

Îdî (paş da) ewan di nava xwe da bûyerên xwe ji hev raqetandin (xistne kom û olê curecur) bi pirtûkê (curecure nav da nin) her pirtûkî jî (bi raman û rêzbera li bal heyî hez dike) pê jî şa dibe

Verse 54 — Surah Al-Muminun 23:54

Îdî (Muhemmed!) Tu dest ji (tekoşîna bi wan ra) berde, bira ewan heya gavekî di wê berizandina xwe da bimînin

Verse 55 — Surah Al-Muminun 23:55

Qey ewan goman dikin, ku me ewan (di cîhanê da) bi mal û zar berxudar kirine

Verse 56 — Surah Al-Muminun 23:56

Em ji bona wan ra leza qencîyan dikin?. Na, wekî (gomana wan nîne) lê agaha wan ji van kirinan tune ye

Verse 57 — Surah Al-Muminun 23:57

Bi rastî ewanê ji tirsa Xudayê xwe vediciniqin hene

Verse 58 — Surah Al-Muminun 23:58

Û ewanê ku bi beretên Xuda yê xwe bawer dikin hene

Verse 59 — Surah Al-Muminun 23:59

Û ewan bi Xudayê xwe ra hempara çênakin hene

Verse 60 — Surah Al-Muminun 23:60

Û ewanê, ji bo ku we li bal Xudayê xwe da bizivirin, ji wî {malê) ji wan ra hatîye dayînê, ewan jî (ji hewcan ra) didin, dilê wan bi xweber jî, ji tirsa davêje (Gelo evan kirinê min hatine litêkirinê, ya jî ne hatîye litêkirinê) hene

Verse 61 — Surah Al-Muminun 23:61

(Ewanê salixê wan borîne) ew in, ku ji bona kirina qencîyan didine ber hev (ka kîjan, ji wan pirtir qencîyan dike). Evan in, ku bi kirina qencîyan pêş da ketine

Verse 62 — Surah Al-Muminun 23:62

Em ji bona her kesekî ra hey wekî hêz û burha wî (fermana kirin a qencîyan û parisandina ji xirabîyan) dikin. Loma li bal me pirtûkeke wusa heye, ewa pirtûka hey bi mafê dipeyîve (hemî kirin di wê da nivîsîne). Qe bi tu awayî cewr bi wan nayê kirinê

Verse 63 — Surah Al-Muminun 23:63

Lê di dilê wan yê (qencîkar da) ji pêştirê van (kirinê borî) hinek kirinê (bi qencî) hene. (Ewan qencîkaran) ewan (kirinê dilê wan da heyî) bi xweber dikin

Verse 64 — Surah Al-Muminun 23:64

Gava em ewanê pêşrewanê berxudar ê wan, bi şapatan digirin; di wê gavê da zarîn dikirin

Verse 65 — Surah Al-Muminun 23:65

(Em ji wan ra aha dibêjin): "Hûn (gelî pêşrewanan!) Di îro da zarîn nekin, loma bi rastî hûn ji me arîkarî hilnadin

Verse 66 — Surah Al-Muminun 23:66

Bi sond! Beratên min ji bona we ra hatine xwendinê, îdî hûn para da direvîyan

Verse 67 — Surah Al-Muminun 23:67

We di hemberê (Qur’anê da) quretî dikirin, di şev da (li dora mizgevtê) didvîyan (di mafê Qur’anê da) bi tirane mijûl dibûn

Verse 68 — Surah Al-Muminun 23:68

Ma qey, ewan qe di mafê Qur’anê da naponijin, ya jî tişta qe ji bav û kalê wan ne hatibû ji wan ra hatîye (ewan jî pê sodret dimînin)

Verse 69 — Surah Al-Muminun 23:69

Ya jî ewan (filan) saîyên xwe nîyas nînin, îdî ji ber wî, bi wî (saîyê) bawer nakin

Verse 70 — Surah Al-Muminun 23:70

Ya jî ewan (filan ji bona wî saî ra aha) dibêjin: "Eva sîya tepa dikebe." Na, (qe yek jî rast nîne) lê ewî (saîyê) ji wan ra rastî anîye, îja pirê ji wan (filan) ji bona rastîyê rikê xwe tînin

Verse 71 — Surah Al-Muminun 23:71

Heke rastî bibûya peyrewê xwastina (dilê wan) wê bi rastî ezman û zemîn û kesê di wan herdukan da heyî, hemîşkê dêriz bibûnan. Lê me ji bona wan ra bi vê (Qur’anê) av û aborya wan) anîye, îdî ewan jî (ji av û abora xwe) rû fetilandine

Verse 72 — Surah Al-Muminun 23:72

Ya jî qey tu ji bona (saîtîya xwe) ji wan kirê dixwazî (ewan filan ji ber vî bi te bawer nakin)? Bi rastî kirya Xudayê te (dide, ji kirya ku ewan bidine te) qenctir e. Loma (Xudayê te) qenctirê rozîdanan e

Verse 73 — Surah Al-Muminun 23:73

Loma bi rastî tu ewan gazî bal rêya rast dike

Verse 74 — Surah Al-Muminun 23:74

Ewanê ku (bi jîna) para da bawer nakin hene! Ewan ji rîya rast derketine

Verse 75 — Surah Al-Muminun 23:75

Heke me li wan (filan) dilovanî kiribûya û me ewa tengasîya bi wan da hatîye, rakiribûya, ewanê dîsa di deliqandina xwe da bi korî bimanan

Verse 76 — Surah Al-Muminun 23:76

Bi sond! Me ewan (filan) bi şapatan girtin. Îdî dîsa ewan . Ji bona Xudayê xwe ra serî berjêr ne kirine û lavaya (baxişandina xwe ne kirine)

Verse 77 — Surah Al-Muminun 23:77

Heya gava me bi ser wan da deryekî ji şapata zor vekirîye, îdî ewan di wê gavê da (ji her tiştî) bê hêvî mane

Verse 78 — Surah Al-Muminun 23:78

Ewê, ku ji bona we ra goh û çav û dil çê kirîye heye! Ewa (Yezdanê) we ye. Hûn çiqa hindik sipasîya (wî dikin)

Verse 79 — Surah Al-Muminun 23:79

Ewê, ku hûn di zemîn da (ji bona piranîyê) afirandine heye! Ewa (Yezdanê) we ye. Hûnê bi rastî li bal wî da bicivin

Verse 80 — Surah Al-Muminun 23:80

Ewê dijît û dimirîne heye! Ewa (Yezdanê) we ye; Guhartina şev û royan ewa dike. Îdî qey hûn (li ser van kirinan naponijin) ku ji wan hiş hildin

Verse 81 — Surah Al-Muminun 23:81

Na, ewan (qe li ser van tiştan naponijin) ewan jî wekî gotinê wan yê berya xwe gotine

Verse 82 — Surah Al-Muminun 23:82

Ewan (aha) gotibûne: "Qey gava em bimirin bibine xwelî û hestû jî dîsa emê rabin herne civînê

Verse 83 — Surah Al-Muminun 23:83

Bi sond! Hêj di berê da em û bav û kalê xwe va (bi van peymanên, rabûn û çûne civînê) hatine peymandanê. Evan (peymanan) ji pêştirê çîvanokan qe tu tişt nînin

Verse 84 — Surah Al-Muminun 23:84

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn dizanin; ka ji min ra bêjin; zemîn û kesê di zemîn da heyî, ji bona kê ra nin

Verse 85 — Surah Al-Muminun 23:85

Ewanê (bersîva te bidin, wê aha) bêjin: "(Ewan hemûşk jî) ji bona Yezdan ra nin." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Qe hûn naponijin (ewê di cara yekem da bikaribe biafirîne, dikare ji piştî mirinê jî dîsa biafirine)

Verse 86 — Surah Al-Muminun 23:86

(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ka Xudayê heft balokan (ezman-Heft gerokerên ji sitêrkan) û xweyê arşa mezin (mana mezin) kê ye

Verse 87 — Surah Al-Muminun 23:87

Ewanê (bersiva te aha bidin) wê bêjin: "(xayîbûna wan) ji bona Yezdan ra ne." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka ji bo çi hûn xudaparizî nakin?”

Verse 88 — Surah Al-Muminun 23:88

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn bi rastî dizanin ka ji min ra bêjin; seroktî û mal xûya heyan, di destê kê dane û ewa hemî tiştan diparisîne, qe tu tişt ewî naparisîne ewa dide xebatê qe tiştek ewî nade xebatê (ewa kî ye)

Verse 89 — Surah Al-Muminun 23:89

Ewanê (bersîva te aha bidin) wê bêjin: "(Malxwê û parisandina wan)ji bona Yezdan ra ne." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Îdî ka ji bona çi hûn têne (xapandin) û ançkirinê

Verse 90 — Surah Al-Muminun 23:90

Na, (gotina wan nîne) me ji bona wan ra rastî anî. Ewan bi rastî viran dikin

Verse 91 — Surah Al-Muminun 23:91

Yezdan ji bona xwe ra qe zar ne girtine û bi wî ra jî tu (ilah babetê perestîyê) tune ne. (Heke ewan ça dibêjin; hinek ilahê mayî hebûnan) wê her ilahîkî, çi afirandîye bi xwe ra bibiranan (ewan ilahan wê bi tenê bimanan, îja ewan ilahan wê) bi hev ra tekoşîn bikirinan (ji bona servahatina xwe, wê li hev cewr) bikirinan gerdûnê bi vê tekoşîna wan kavîl bibûya. Bi rastî) Yezdan ji wan salixê ku ewan dikin paqij e

Verse 92 — Surah Al-Muminun 23:92

Ewa (Yezdanê) zana yê bi dizî û xûyanan e, îdî ewa ji wan tiştên ku ewan (filan) jê ra dixine hevrî pir bilind û dûr e

Verse 93 — Surah Al-Muminun 23:93

(Muhemmed! Tu aha) bêje: "Xudayê min! Heke tu î bi rastî ewan peymanê te daye (ji şapata, ji bona filan ra) bidî nişanê min

Verse 94 — Surah Al-Muminun 23:94

Xudayê min! Îdî tu min nexe nava komal ê cewrkar

Verse 95 — Surah Al-Muminun 23:95

Bi rastî em diçên ku ewe (şapata me ji wan ra) peyman daye, bidine nîşanê te

Verse 96 — Surah Al-Muminun 23:96

(Muhemmed!) Tu ewan sikatîyên, ku ewan (filan) di hemberê te da dikin, bi qencîyan bide paradanê. Em bi wan salixên, ku ewan (filan ji te ra dikin) çêtir dizanin

Verse 97 — Surah Al-Muminun 23:97

(Muhemmed! Tu aha) bêje: "Xudayê min! Min ji sêwrandin û rexneyên pelîd, xwe avêtîye te (ku tu min ji pelîd biparisînî)

Verse 98 — Surah Al-Muminun 23:98

Xudayê min! Ez xwe davêjime te, ku tu gava (ewan li bal min da) amade dikî (min ji wan biparisînî)

Verse 99 — Surah Al-Muminun 23:99

Heya gava mirina yekê ji wan tê (aha) dibêje: "Xudayê min! Çi dibe, min para da li bal cîhanê da bizivirîne (ezê ji te ra perestî bikim)

Verse 100 — Surah Al-Muminun 23:100

Loma bi rastî ezê di wê cîhana, ku min dest jê berdabû karê aştî bikim. Na, (eva gotina wî çênabe). Loma ewa peyvek e, hey ewa bi xweber dibêje (para hatina wa yên cîhanî qe çênabe) loma di berya wan da perdeke ne xûyaî heye, heya roya ku wê bêne rakirinê, ji bo herne civînê (ewanê pişta wê perdê da bimînin)

Verse 101 — Surah Al-Muminun 23:101

Îdî gava di stûrî da tê pufkirinê, di nava wan da (pismamî û ûrt) namîne û bi ûrtî jî, ji hev nayêne pirskirinê

Verse 102 — Surah Al-Muminun 23:102

Îdî kêşa kîjana giran be, îdî ewan felat bûne

Verse 103 — Surah Al-Muminun 23:103

Û kêşa kîjana sivik be, îdî ewanê ku zîyana xwe kirine hene! Evan bi xweber in. Ewanê di dojê da her bimînin

Verse 104 — Surah Al-Muminun 23:104

(Di dojê da) agir li ser çavê wan dimalîne û ewan bi xweber jî di dojê da diranê xwe diçirikînin dimînin

Verse 105 — Surah Al-Muminun 23:105

(Gava ewan zarîn dikin, Yezdan ji wan ra aha dibêje): "Qey hûn ne bûn, gava beretên me ji we ra dihatine xwendinê, îdî we ewan beratan didane derewdêrandinê

Verse 106 — Surah Al-Muminun 23:106

Ewan (dojewîyan aha bersiva Yezdan dane û) gotine: "Xudayê me! Bi rastî deleqandina me, zor dabû ser me, loma em komalekî (wusa bûn) ji rêya rast derketibûn

Verse 107 — Surah Al-Muminun 23:107

Xudayê me! Tu me ji (dojê) derxe, îdî heke em (ji piştî derketinê) çûne bal rêyên xirab, bi rastî îdî em cewrkar in

Verse 108 — Surah Al-Muminun 23:108

(Yezdan bersiva wan daye, aha) gotîye: "Hûn di wura da dengê xwe bibirin û bi min ra jî mijûl nebin

Verse 109 — Surah Al-Muminun 23:109

Bi rastî destekî ji bendeyên min hebûn (aha) digotin: "Xuda me! Bi rastî me bawer kirîye, îdî tu jî me bibaxişîne û tu li me dilovanî bike, loma tu qenctirê dilovanan î

Verse 110 — Surah Al-Muminun 23:110

(Ji ber ku ewan aha lava dikirin) îdî we jî bi wan tirane dikirin, heya (ewan tiraneyên we, bi wan wusa pêş va çû) ewan tiranan ez bi we dame bîrvakirinê, loma hûn tim carî bi wan dikenîyan

Verse 111 — Surah Al-Muminun 23:111

Ji ber vî, min li ser hewa wan, di îro da ewan xelat kirin, loma bî rastî ewan (di îro da) serfiraz in

Verse 112 — Surah Al-Muminun 23:112

(Yezdan ji bona dojeyan aha) dibêje: "Gelo hûn çend salan di zemîn da mane

Verse 113 — Surah Al-Muminun 23:113

Ewan (dojeyan aha bisyara Yezdan dane) û gotine: "Em royekî, ya jî danekî ji royê mane. Îdî tu ji wanê, ku hijmarê dikin, pirsa (mayîna me) bike (loma em ketine derdê can ê xwe)

Verse 114 — Surah Al-Muminun 23:114

(Yezdan ji wan ra aha) dibêje: "Xwezîka we bizanîya, bi rastî hûn hindik mane

Verse 115 — Surah Al-Muminun 23:115

Ma qey we goman dikir, ku me bi rastî hûn beredayî afirandine û hûn bi rastî li bal me da nayêne zivirandinê

Verse 116 — Surah Al-Muminun 23:116

Bi rastî seroke; maf hey Yezdan e, ji pêştirê wî, tu (ilahek babetê perestîyê) tune ne. Xweyê arşa pîroz hey (ewa bi tenê ye)

Verse 117 — Surah Al-Muminun 23:117

Kîjan bi Yezdan ra, ji hinek ilahên mayî ra jî perestî bike, ku qe ji bona xudatîya wan, ji bona wî perestvanî ra tu nîşan jî tune ye, îdî hijmara kirinê wî, li bal xudayî wî ye. Loma bi rastî file felat nabin

Verse 118 — Surah Al-Muminun 23:118

(Muhemmed! Tu aha lavaya baxişandina xwe bike) û bêje: "Xudayê min! Tu ewê (koma min) bibaxişîne û dilovanî (li wan bike) loma tu qenctirê dilovanan î