Back to Languages

Kurmanji - Chapter 25 - Al-Furqan

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Furqan 25:1

Ew (Yezdanê) ku li ser bendê xwe î (Muhemmed ra) pirtûka (bi nav) furqan hinartîye; ji bo ku ewa (pirtûka) bibe hişyarî ji bona gerdûnê ra pîroz e

Verse 2 — Surah Al-Furqan 25:2

Ewê ku maldarî û seroktîya ezman û zemîn ji bona wî ra ne heye! Ewa (Yezdan e). Ewî qe ji bona xwe ra tu zar ne girtine û ji bona wî ra tu hevrî jî, di maldarî û seroktîya wî da tune ye. Û ewî hemî tişt afirandîye, îdî (ewî hemî afirandinê xwe) bi pîvanî (danîne rêzikê wusa, ewan bi xweber pîvandina xwe pêk tînin) dixebitin

Verse 3 — Surah Al-Furqan 25:3

Ewan (kesan) ji pêştirê (Yezdan ji bona xwe ra) ilahên wusa girtine, ku ewan (ilahên wan) qe tu tiştî na-aferînin, ewan bi xweber jî hatine afirandinê. Û ewan ji bona xwe ra jî qe tu kar û zîyanê nikarin bikin û ewan nikarin mirin û jîn û (ji piştî mirinê) rabûnê jî bikin

Verse 4 — Surah Al-Furqan 25:4

Ewanê bûne file hene! (aha) gotîbûne: "Eva Qur’ana hey virike; (Muhemmed ewa) ji ber xwe bi vir bi rêk xistîye û hinek komalê mayî jî (wekî cihû û mexînî û mecûsan) arîkarîya wî kirîne (eva Qur’ana hûnandine)." Bi sond! Ewan (kesan) îdî cewr û derewê bê binî anîne (gotine)

Verse 5 — Surah Al-Furqan 25:5

Ewan (kesan aha jî) gotîbûne: "Eva Qur’ana hanê çîvanokê berêne (Muhemmed) ewan dide nivîsandinê, îdî di sibeh û evaran da ji bona (Muhemmed) ra tê xwendinê

Verse 6 — Surah Al-Furqan 25:6

(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: “Ewê ku bi veşartîyên di ezman û zemîn da heyî, dizane, ewî eva (Qur’ana) hinartîye. Loma bi rastî ewa pir baxişkarê dilovîn e.”

Verse 7 — Surah Al-Furqan 25:7

Ewan (kesan aha jî) gotîbûne: "Eva çi saîyek e (ça dibe pêxember, ka mêze bikin?) xurekan dixwe û di kuça da jî digere. Heke li bal wî da firiştek bihata hinartinê, îdî ewî firişteyî jî bi wî ra hişyarî bikira (dibû ku me bi wî bawer bikira)

Verse 8 — Surah Al-Furqan 25:8

Ya jî li bal wî da xezînek hatibûya avêtinê (ku îdî ewî derdê bê pûlî nedîta) ya jî ji bona wî ra bostanek hebûya, îdî ewî (pêxemberî) ji wî bostanî bixwara (derdê birçîbûnê nedîta, diba ku me bi wî bawer bikira)." Ewanê cewrkar jî (aha) gotine: “(Gelî kesan!) bi rastî hûn bûne peyrewê mêrekî wusa, li wî hatîye ançkirin

Verse 9 — Surah Al-Furqan 25:9

(Muhemmed!) Tu mêze bike (ewan kesan) ji bona te ra çi heçwekî çê kirine! Îdî ewan ji rêya rast) derketine, wunda bûne; ewan ji bona xwe ra qe tu rêyekî nikarin bibînin

Verse 10 — Surah Al-Furqan 25:10

(Ew Xudayê) ku heke bivê we ji van (gotinê) wan qenctir ji bona te ra qencîyan pêk bîne, çiqa pîroz e! (Ewan qencîyên Xuda, ku ji te ra dide hene!) ewa bihişta di binê (darê wê da) çem dikişe û wê (di wê bihiştê da) ji bona te ra koşkan jî bigire

Verse 11 — Surah Al-Furqan 25:11

Ewan (kesan bi tenê di mafê te da evan gotin, tenê ne gotine; lê ewan) danê rabûna hemî jî dane derewdêrandinê. Me jî ji bona wanê ku danê rabûna hemîtî didine derewdêrandinê, doja agir ê hilopît amade kirîye

Verse 12 — Surah Al-Furqan 25:12

Gava ku ewan (kesan) ewî agirî ji cîyekî dûr da dibînin, ewan ji wî agirî hêrs û qîr û mirinîyê dibêhên

Verse 13 — Surah Al-Furqan 25:13

Di gava, ku bi hev va têne girêdanê, li cîyekî dojeyî teng da têne avêtinê, ewan di wura da gazî mirinê dikin; (ka mirin! Tu li kuderêyî, were canê me bistîne, ku em ji vê şapatê felat bibin)

Verse 14 — Surah Al-Furqan 25:14

(Ji wan ra tê gotinê): “Hûn di îro da gazî mirinekî bi tenê nekin, hûn gazî pir mirinan bikin (loma çiqa hûn bişewitin werme temtêla mirinê, hûnê dîsa bêne jîtinê)

Verse 15 — Surah Al-Furqan 25:15

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (ji bona we ra eva agir a) qencî bû, ya jî ewa bihişta her heya ku ji bona xudaparizan hatîye peymandanê, qencî bû? Ewa ji bona (xudaparizan) xelat û êwirgah e

Verse 16 — Surah Al-Furqan 25:16

Tişta ku ewan (xudapariz bivên) di wê da ji bona wan ra heye. Ewanê di wê da her gavê bimînin. Eva (xelat a xudaparizan) peymaneke wusa ne li ser Xudayê te bi vê nevê ye

Verse 17 — Surah Al-Furqan 25:17

Di roya (ku Xudayê te) ewan (filan) bi tevê wan (ilahên) ku ewan ji pêştirê Yezdan, ji wan (ilah ra) perestî dikirin, dicivîne; îdî (Xudayê te) ji wan perestdaran (dipirse aha) dibêje: "Ma qey we evan bendeyên min ê hanênan ji rêya rast dane wundakirinê, ya jî ewanan bi xweber rêya rast wunda kiribûn

Verse 18 — Surah Al-Furqan 25:18

Ewan (perestdaran aha bersiva Yezdan dane û) gotine: "Em te ji kemasîyan diparisînin, babet nîne ji bona me ra, ku em ji pêştirê te, ji xwe ra serkaran bigirin, lê te berxwudarî da wan û bavê wan, heya ewan jî tu bîrva kirine. Şixwa ewan bi xweber jî komalekî teşqele bûne

Verse 19 — Surah Al-Furqan 25:19

Îdî ka (gelî filan! bêjin;) vanê evan perestdarê we jî, we didine derewdêrandinê (ji bo çi hûn ji rêya rast derketin?) îdî di wê (gavê da) hûn ne dikarin şapatê ji xwe bidine para da û ne dikarin arîkarîya hev jî bikin. Kîjan ji we cewrê bike, bi rastî emê bi wî şapateke mezin bidine çeşnekirinê

Verse 20 — Surah Al-Furqan 25:20

Me çiqa di berya te da saî şandine, hey ewan jî xwurek xwurine û di kunça da jî geryane. (Gelî kes û pêxemberan!) me hinek ji we, ji bona hinekên we ra xistîye sedema ceribandinê. Ka (gelo hûn) di hemberê hev da hewdanî dikin? Bi rastî Xudayê te (hemî tiştî) dibîne

Verse 21 — Surah Al-Furqan 25:21

Ewanê guman nakin, ku wê (di dawiyê da) li bal me da werin, hene! (aha) gotine: "(Ji bona bawerîya me ra) ne diva (ku Yezdan) bi ser me da firiştek bihinarta, ya jî ne diva, ku me Xudayê xwe bidîta (me paşê bawer bikira)?" Bi sond! Ewan di hundurê xwe da, xwe mezin kirine, ewan bi deliqandineke mezin ji tixûbê xwe borîne

Verse 22 — Surah Al-Furqan 25:22

Di roya ewan (gonehkaran) firiştan dibînin, di wê royê da ji bona gonehkaran tu mizginî tune ye (firiştan ji wan ra aha) dibêjin: "Ji bona (we ra mizgîn hatîye) qedexekirinê

Verse 23 — Surah Al-Furqan 25:23

Me li bal wan da kirinê wan pêşkêş kirîye (loma ewan di cîhanê da guman dikiribûn, ku ewan qencî dikin) îdî me ewan kirinê wan xistîye ber bayeke ji hev çuyî, maye

Verse 24 — Surah Al-Furqan 25:24

Hevrîyên bihiştî di wê royê da, di qencê êwrandanin û di rindtirê şûnê geşt a da nin

Verse 25 — Surah Al-Furqan 25:25

Di roya ku ezman bi sedema ewrên sipî ji hev diçirin û firiştan bi hinartinekî (li pey hev) dihinirin

Verse 26 — Surah Al-Furqan 25:26

Seroktî bi rastî di wê royê da ji bona (Yezdanê) dilovan ra ne. Bi rastî ewa roya li ser filan royeke zor teng e

Verse 27 — Surah Al-Furqan 25:27

Di wê royê da merivê cewrkar her du destê xwe dixe devê xwe (digeze, aha) dibêje: "Xwezîka min bi saîyê (Yezdan) ra rêya serfırazê girtibûya

Verse 28 — Surah Al-Furqan 25:28

Xwelî li min be! Xwezîka min evê (ku ez ji rêya rast derxistime, ji bona xwe ra) bi hevaltê ne girtîbûya

Verse 29 — Surah Al-Furqan 25:29

Bi sond! Ji piştî hatina rastîyê li bal min da, ewî ez ji rêya (rast derxistime). Şixwa pelîd ji bona merivan rûreşîyek e (ji piştî merivan ji rê derdixe, merivan bi tenê dihêle û diçe)

Verse 30 — Surah Al-Furqan 25:30

Û saî jî (aha) gotîye: "Xudayê min! bi rastî komalê min, eva Qur’ana ji bona xwe ra dest berdanok girtîbûne (ji vê Qur’anê bi hemîtî dest berda bûne, qe haja wan ne maye)

Verse 31 — Surah Al-Furqan 25:31

Her wusa me ji bona hemî pêxemberî ra ji gonehkaran desteke neyar girtîye. Bi beledî û arîkarî, Xudayê te besê te ye

Verse 32 — Surah Al-Furqan 25:32

Ewanê bûne file jî (aha) gotine: "Ne diva, ku eva Qur’ana li ser (Muhemmed) ra bi yek carî hatibûya hinartinê (îdî ewî ji bona hinartinê, hêvîdarî nekira,me jî çi ji wî bipirsîya, ewê hema bersîva me bida)?" Ji bo ku em dilê te bi hinartina Qur’anê binecî bikin (ez berya wê Qur’anê ji bona te ra hêsan bikin, dabaşa her bûyarekî nû bimîne) me ewa (Qur’ana, pare pare) li ser dilê te da hinartîye

Verse 33 — Surah Al-Furqan 25:33

(Muhemmed!) ewan (filan) ji bona (şikênandina) te, çiqa hecwekîyek ji bona te ra anîbin, me hey (bersiva wê hecwekîyê) ji te ra bi mafî çêtir anîye. Ewa (bisyara) rindê hezwartina ye

Verse 34 — Surah Al-Furqan 25:34

Ewanê deverû li bal dojê da têne civandinê hene! Ewanan di şûneke çiqa sik da nin û ewan ji her kesî pirtir rê wunda kirine

Verse 35 — Surah Al-Furqan 25:35

Bi sond! Me ji bona Mûsa ra pirtûk (Tewrat) daye û me birayê wî ye (bi nav) Harûn ji wî ra xistîye arîkar û şalyarê wî

Verse 36 — Surah Al-Furqan 25:36

Paşê me ji wan (herdukan ra aha) gotîye: "Hûn herduk bi hev ra herne bal wî komalê ku beratên me didine derewdêrandinê." (Ewan herduk çûne bal wî komalî, ewî komalî bi gotina wan herdukan ne kirin). Îdî me jî ewa (komala) hilşandin kavil kirin

Verse 37 — Surah Al-Furqan 25:37

Gava komalê Nûh jî, saîyî xwe dane derewdêrandinê, me ewan (di avê da) fetisandin, me ewan ji bona merivan ra xistine beratên sodret (hîştin). Û me ji bona cewrkaran, şapateke dilsoz amade kirîye

Verse 38 — Surah Al-Furqan 25:38

(Me komalê) Ad û Semûd û hevrîyên (welatê bi nav) Res û di nîveka wan da pir kesên borî jî (teşqele kirîye)

Verse 39 — Surah Al-Furqan 25:39

Me ji bona wan hemîşkan ra jî hecwekîye (ji berya wan, bi şîretî anîye, lê ewan şîret hil ne dane) me jî ewan hemîşk teşqele kirine

Verse 40 — Surah Al-Furqan 25:40

Bi sond! Ewa (welatê) ku sikê bariştan, li ser wan hatîye barandinê heye! (Komalê te) hatine wura (gava diçûna Şamê li wura da diborîn). Îdî qey ewan nikarin mêze bikin ka çi hatîye serê wan? Na, ewan guman nakin, ji piştî mirinê wê rabin

Verse 41 — Surah Al-Furqan 25:41

Ewan gava te dibînin, hey te hil didine tinazan (aha) ji te ra dibêjin: “Eva ye, ku Yezdan (ji bona me ra) saî şandîye

Verse 42 — Surah Al-Furqan 25:42

Heke me li ser bawerya ilah yên xwe, hew ne kiribûya, nezîk dibû ku ewa me ji rêya ilah ên me derxe, wunda bike." Gava ewan şapatê bibînin, wê bizanin ka kîjanî rind rê wunda kirîye

Verse 43 — Surah Al-Furqan 25:43

Qe te dîtîye, ku kesekî dilê wî çi xwastibe ji xwe ra xistibe xuda? Îdî qey tu yê ji bona wî ra bibî cînîşt e (ji bona wî ra parisvanî bikî)

Verse 44 — Surah Al-Furqan 25:44

Ma qey tu guman dikî, ku pirên ji wan (şîretan) dibêhên û (ji rastîyê) dizanin? Bi rastî ewan (dizanîn û bihîstinê da) wekî tarişan in, dibe hêj (ji tarişan jî) pirtir, rê wunda ne

Verse 45 — Surah Al-Furqan 25:45

Ma qey tu li bal (hêza) Xuda ê xwe da mêze nakî; Xudayê te sî ça dirêj kirîye? Heke Xudayê te biva, wê sî (di şûna wê da) rawestan da. Paşê me ji bona hebûna (sîyê) roj xistîye berate; (dîtina sîyê giredayî bi hebûna tavê ye)

Verse 46 — Surah Al-Furqan 25:46

Paşê (roj çiqa bilin dibû) me jî ewa (sîya) hêdî hêdî li bal xwe da kişand (hil da)

Verse 47 — Surah Al-Furqan 25:47

Ewê ku şev ji bona we ra xistîye midas, xew jî ji boa we ra xistîye rawestandin (û bêhindan) û ro jî xistîye jîn û rabûn (ji bona xebat û belavbûnê) heye: ewa (Yezdan e)

Verse 48 — Surah Al-Furqan 25:48

Ewê ku ba ji bona mizgîna bariştê, di berya bariştê da dişîne heye! Ewa (Yezdan e). Loma bi rastî em di jor da aveke paqij dihênirînin

Verse 49 — Surah Al-Furqan 25:49

Ji bo, ku em bi wê (avê) welatekî ku mirîye (heşnaîyên wî hemî hişk bûne, dîsa) bidine jînandinê, wusa jî ewan tariş û merivên ku me ji wê (avê) afirandine, pirê wan bi wê (avê) av bidin

Verse 50 — Surah Al-Furqan 25:50

Bi sond! Me ewa (barişta) di nava wan (welat û afirandokan da) car bi car barandîye; ji bo ku ewan (kesan) ji van (kirinan) şîretan hildin. Lê pirê kesan ji şîret hil dane para da çûne, nonkorî dikin

Verse 51 — Surah Al-Furqan 25:51

Heke me biva, me ê ji bona her welatekî (pêxemberek) ji bona hişyarîya wan bişanda

Verse 52 — Surah Al-Furqan 25:52

Îdî (Muhemmed!) tu bi gotina filan neke û tu (bi Qur’anê) bi wan ra tekoşîna mezin bike

Verse 53 — Surah Al-Furqan 25:53

Ewê, ku her du derya di nava hev da daye herikandinê heye! Ewa (Yezdan e. Ava) yek ê ji wan her du deryan, şirîne: bi hesanî tê vexwerinê; ya mayî jî (ava) wê şor e û tal e. Ji bo ku her du (av) tevê hev nebin ewî di nava (av a) her du deryan da perdeke qedexokê parisvan vekirîye

Verse 54 — Surah Al-Furqan 25:54

Ewê, ku meriv ji avê afirandîye heye! Ewa (Yezdan e), îdî (ewî meriv kirine du par): yek ji wan (paran) nijadî (para mayî jî) xilamîtî. Loma Xudayê te dişî (evan bike)

Verse 55 — Surah Al-Furqan 25:55

(Bi vî ra jî) ewan (filan) perestîya tişt ên pêştirê Yezdan dikin; (ji bona Yezdan ra peresti nakin). Ewan (tiştên, ku ewan filan perestîya wan dikin) qe tu kar û zîyana wan nakin. ji bo ku ewan (filan) neyartîya Xuda ê xwe bikin, ji bona hev ra piştevanî dikin

Verse 56 — Surah Al-Furqan 25:56

(Muhemmed!) Me hey tu mizgînvan û hişyarvan (li bal kesan da) şandîye

Verse 57 — Surah Al-Furqan 25:57

(Muhemmed! Tu ji bona kesan ra aha) bêje: "Ez ji bona vekirina xwe ya hanê (ji we) ji pêştirê rêgirtina wî kesê, ku li bal Xudayê xwe da (diçe) tu tiştî naxwazim

Verse 58 — Surah Al-Furqan 25:58

Û (Muhemmed!) ewa (Xudayê) zindîyê nemir heye! Tu xwe hispêre wî û tu bi pesnê wî, ewî ji kemasîyan paqij bike. Ewa bi agahdarya gonehên bende yên xwe, şixwa besî xwe ye

Verse 59 — Surah Al-Furqan 25:59

Ewê ku ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, di şeş royan da afirandîye paşê arş (mana) hil daye binê hêz a xwe, heye! Ewa (Yezdanê) dilovan e. (Heke tu bi van nizanî) îdî tu ji yekê zana pirs bike (ku evan hemû pêşeyên Yezdan in; we ji te ra bêjin)

Verse 60 — Surah Al-Furqan 25:60

Gava ji bona wan (merivan ra aha) tê gotin: “Hûn ji bona (Yezdanê) dilovan ra herin secdê." Ewan (merivan aha bersiv dane û) gotibûne: "(Yezdanê) dilovan çîye? Qe em ji bona wî tiştê, ku tu fermana me (ji bona secdebirina wî dikî) diçin secdê? (Eva fermana te, bi secdebirina wan) hey ji bona wan ra, rikê wan pir kirye.”

Verse 61 — Surah Al-Furqan 25:61

Ewê di ezman da beden (burç) çê kirine û di wan bedenan da roj û hîva ruhnîdar bi cîh kirîyê heye! Ewa çi (Xudayekî) pîroz e

Verse 62 — Surah Al-Furqan 25:62

Îja ewa (Xuda ye) ku ji bona wan ê şîret hil didin û ya jî divên ku sipazîya (Xuda) bikin, şev û ro (ji bona hev ra) xistîye peyrewê hev

Verse 63 — Surah Al-Furqan 25:63

Ewê ku (bi rastî) bendeyên (Yezdan ê) dilovîn in hene! (Ewanan bi van salixên jêrda ku têne gotinê, hatine salixkirinê. Gava ewan li ser zemîn digerin, bi dilê şkestî digerin û gava nezan li wan bi mijûlîyan (cewrê bikin, hemberya wan nezanan bivê peyvê) didin, "Selam" (li we be)

Verse 64 — Surah Al-Furqan 25:64

Ewanan di şevê da radibin, ji bo Xudayê xwe ra diçin secdê

Verse 65 — Surah Al-Furqan 25:65

Ewanan (gava xwastinan ji Xuda bixwazin, aha) dibêjin, "Xudayê me! Tu şapata dojê ji me bide fetlandinê, loma bi rastî şapata (dojê gava bi merivan girt, îdî) ji merivan venabe

Verse 66 — Surah Al-Furqan 25:66

Loma bi rastî ewa (doja) sik ê êwr û şûnan e

Verse 67 — Surah Al-Furqan 25:67

Ewanan (gava ji bona hewcan ra) tiştekî bisixurînin, ne dest valatî ne jî çikûsî nakin, ewanan di nava van her du salixan da nave nav in (ne dest belane ne jî çikûs in)

Verse 68 — Surah Al-Furqan 25:68

Ewan gava ji Yezdan daxwazî dikin, bi Yezdan ra, qe gazî tu ilahên mayî nakin.Ew canê ku Yezdan kuştina wî qedexe kirîye; ewan bê mafî ewî canî nakujin, ewanan hîzîtî nakin. Şixwa kê evanan bike, ewa li bal celata wî gonehî da tê avêtinê

Verse 69 — Surah Al-Furqan 25:69

Ji bona wî ra di roya rabûna hemî da şapat duçar dibe, ewa jî di wê şapatê da bi rûreşî dimîne

Verse 70 — Surah Al-Furqan 25:70

Ji pêştirê wî kesê, ku ji kirine xwe poşman bibe û (bi Yezdan) bawer kiribe û karên aştîkarî kiribe, îdî Yezdan gonehên wan bi qencîyan diguhure. Loma bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e

Verse 71 — Surah Al-Furqan 25:71

Kê ji (kirine xwe) poşman bibe û karê aştî bike, îdî ewa merivekî wusa ne; li bal Yezdan da zivirîye, hatîya litê kirine

Verse 72 — Surah Al-Furqan 25:72

Ewanê gava (ji bona nehrevanîye têne gazîkirinê) bi vir nehrevanî nakin (şahidî nadin, ewan) gava rastî (wanê) beredayî mijûl dibin, tên; ji wan (mijûlyan rû difetilînin) dev bi kenî diborin diçin

Verse 73 — Surah Al-Furqan 25:73

Ewanê gava bi beratên Yezdan têne şîretkirinê, li ser wan şîretan bi ker û kor xwuva naçin

Verse 74 — Surah Al-Furqan 25:74

Ewanê ku gava (ji Xudaê xwe, daxwazîya berxudarya dikin, aha) dibêjin: "Xudayê me! Tu ji bona me ra jin û ûrtê wusa bide, ku çav bi wan şa bin û (dil bi wan hêsanî bibin) û (Xudayê me!) tu me ji bona xudaparizan bixe pêşrewan

Verse 75 — Surah Al-Furqan 25:75

Ewanê (bi van salixên borî) hene! Bi sedema hew a wan, ewanan (di bihiştê da) bi koşknê bilind têne xelatkirinê, li ber wan da di wan (koşkan da) peyva "Bijîn" tê avêtinê ("Hûn bijîn" ji wan ra tê gotinê)

Verse 76 — Surah Al-Furqan 25:76

Ewanan di wura da her dimînin. Ewa dera çiqa êwreke rind e û çiqa şûneke qenc e

Verse 77 — Surah Al-Furqan 25:77

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke lavakirin û perestîya we nebûya, ka Xudayê min ê çi ji we bikira? Bi sond! Îdî (gava min ji bona we ra ji beratan axiftin dikir, we ez) didame derewdêrandinê (ji ber vê kirina we, şapat ji bona we ra) bi vê nevê bûye