Verse 1 — Surah Ash-Shuara 26:1
M. (Arşa van tipên ji hev çûî hey Yezdan dizane)
Verse 2 — Surah Ash-Shuara 26:2
Bi rastî evan beratên pirtûka hezwartî ne
Verse 3 — Surah Ash-Shuara 26:3
Ji ber ku ewan bawer nakin, nêzîk e ku tu xwe bibeicînî
Verse 4 — Surah Ash-Shuara 26:4
Heke me biva, me ê ji ezmanan da li ser wan da beratên (derhoze) bihinarta, îdî sitûyê Wan ê ji bona (baweryî) xwer bibûya (ewanê bawer bikirinan)
Verse 5 — Surah Ash-Shuara 26:5
Çiqa ji bona wan ra (ji Yezdanê) dilovan (beratekê) nû hatibe, ewanan hey ji wê (berata nû) rû fetilandine
Verse 6 — Surah Ash-Shuara 26:6
Bi sond! (ça ji wan beratan rû fetilandine, wusa jî) dane derewdêrandinê, we di nêzîk da axiftina (wê şapata ku Qur’an ji wê mijûl dibe) ewan jî bi wê (axiftinê) tinaz dikiribûne, ji bona wan ra were
Verse 7 — Surah Ash-Shuara 26:7
Ma qey ewan li bal zemîn da mêze nakin, ka me çiqa zone rind di zemîn da hêşîn kirîye
Verse 8 — Surah Ash-Shuara 26:8
Bi rastî (di van hêşîn kirinan da) beratên (hêz a me) hene, bi vî ra jî pirê wan bawerker nînin
Verse 9 — Surah Ash-Shuara 26:9
Loma bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e
Verse 10 — Surah Ash-Shuara 26:10
Di gavekî da Xudayê te gazî Mûsa kiribû, ji bo ku ewa here bal komalê cewrkar
Verse 11 — Surah Ash-Shuara 26:11
(Ewa komala) komalê Fir’ewn bû. (Ewan) hêj jî xudaparizî nakin
Verse 12 — Surah Ash-Shuara 26:12
(Mûsa aha bersiva Xudayê te da û) got: "Xudayê min! Bi rastî ez ditirsim, ku ewan (Fir’ewn, komalê wî) min bidine derewdêrandinê
Verse 13 — Surah Ash-Shuara 26:13
Singê min teng dibe û zimanê min venebe, îdî tu Harûnê bira ê min jî bi saî (li bal wan da) bişîne
Verse 14 — Surah Ash-Shuara 26:14
Ji bona wan ra li ser min gonehek (tolek) heye, îdî ez ditirsim ku ewan (tola xwe ji min hil din) min bikujin
Verse 15 — Surah Ash-Shuara 26:15
Xuda (bersiva Mûsa aha daye û) gotîye: "Na, (ewan nikarin tu tiştî bi te bikin). Îdî (tu û Harûn) bi beratên me va (herne bal wan), loma em bi we ra gohdarya wan dikin
Verse 16 — Surah Ash-Shuara 26:16
Hûn herduk herne bal Fir’ewn, îdî (hûn herduk ji Fir’ewn ra aha) bêjin: "Bi rastî em (herduk jî) saîyên Xuda yê gerdûnê ne
Verse 17 — Surah Ash-Shuara 26:17
(Em hatine, ku tu) zarên cihûyan bi me ra bişînî
Verse 18 — Surah Ash-Shuara 26:18
(Dema ewan hatine bal Fir’ewn, gotinê, xwe jê ra gotine, Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Mûsa! Ma qey me tu di nava xwe da bi zarokî mezin ne kirî? Tu di nava me da bi salan maî (îja tu van gotina ji kur tînî)
Verse 19 — Surah Ash-Shuara 26:19
(Di hemberê van qencîyên me da, Mûsa!) te jî kirinê xwe kirîye. Û bi rastî (Mûsa) tu ji nonkoran î
Verse 20 — Surah Ash-Shuara 26:20
(Mûsa ji bona wan ra aha) gotîye: "Gava min ewan (tiştên, ku hûn dibêjin) kiribû, hêj ez ji (nezan û) rê wundakera bûm
Verse 21 — Surah Ash-Shuara 26:21
Gava ez ji we tirsîyam, ez ji nava we revîyam, îdî Xudayê min ji bona min ra zanîna retkokî daye û ez xistime ji saîyan
Verse 22 — Surah Ash-Shuara 26:22
Ewan qencîyên, ku (Fir’ewn!) te bi min kirîye (îro jî tu dixî) serhev da ser min, hene! (te ji bona min ne kirîye, lê ji bona ku tu) zarên cihûyan bixî bende (loma te bi min kirîye)
Verse 23 — Surah Ash-Shuara 26:23
Fir’ewn (ji Mûsa pirsî, aha) got: "(ka Mûsa!) Xadayê gerdûnê çî ye (te eva ji kur derxistîye)
Verse 24 — Surah Ash-Shuara 26:24
(Mûsa ji bona wan ra aha bersiv daye, û) gotîye: "Xudayê ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, heye! Ewa bi xweber e. Heke hûn bi rastî biponijin (hûnê bi rastî bizanin, ku gotina min rast e)
Verse 25 — Surah Ash-Shuara 26:25
(Fir’ewn ji bona wanê) dora xwe ra (aha) gotîye: "Hûn dibihên (ka eva çi dibêje)?”
Verse 26 — Surah Ash-Shuara 26:26
(Mûsa ji wan ra aha) gotîye: "(Erê); ewa Xudayê we ye û Xudayê bav û kalê we ye jî
Verse 27 — Surah Ash-Shuara 26:27
(Fir’ewn ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî saîyî li bal we da hatîye şandinê, heye! Ewa tepa dikebe
Verse 28 — Surah Ash-Shuara 26:28
(Mûsa bersiv dide û aha) dibêje, "Heke hûn bi rastî hişyarî dikin; Xudayê rojhilat û rojava û tiştê di nava wan da heye (ewa) bi xweber e
Verse 29 — Surah Ash-Shuara 26:29
(Fir’ewn ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "(Mûsa!) heke tu ji pêştirê min ji bo- na xwe ra ilahekî mayî bigirî, bi sond! Ez ê te bixme ji wan ê ku li bal zîndanan da hatine avêtinê
Verse 30 — Surah Ash-Shuara 26:30
(Mûsa ji bona Fir’ewn ra aha) gotîye: "Heke ez (ji bona rastîya xwe) ji te ra nîşanên huzwartî jî bînim (dîsa tu ê wekî xwe bikî)
Verse 31 — Surah Ash-Shuara 26:31
(Fir’ewn ji Mûsa ra) gotîye: "Heke ný ji rastbêjanî, ka ewê (nîşanê) bîne (em lê mêze bikin)
Verse 32 — Surah Ash-Shuara 26:32
Îdî ewî gopalê xwe avêtîye, nişkeva (gopal) bûye zîhakî xûyaî maye
Verse 33 — Surah Ash-Shuara 26:33
(Mûsa) destê xwe (ji piçenga xwe) kişandîye (derxistîye) îdî nişkêva destê wî wusa sipî maye; ewanê, lê mêze dikirin (çavê wan ji sipîtiya dihate girtinê)
Verse 34 — Surah Ash-Shuara 26:34
(Fir’ewn) ji bona wanê dor a xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evê hanê ançkerekî pir zana ye
Verse 35 — Surah Ash-Shuara 26:35
Eva divê, ku bi van ançê xwe we ji welatê we derxe. Ka îdî hm çi dibêjin
Verse 36 — Surah Ash-Shuara 26:36
Ewan (komalê dor a Fir’ewn bersiva wî aha dane û) gotine: "Tu ewî û birayê wî bi xweşî mijûl bike, tu (peyameran di welat da) bişîne (ji bo ku ewan) bicivînin
Verse 37 — Surah Ash-Shuara 26:37
Bira ewan hemî ançkerê pir zana ji te ra bînin
Verse 38 — Surah Ash-Shuara 26:38
Îdî di wî danê (ku Fir’ewn ji bona civandina wan danîbû) ançkar hemî di wê royê da civîyane
Verse 39 — Surah Ash-Shuara 26:39
(Di wê royê da) ji bona merivan ra (aha) tê gotinê: "Hûn jî îdî nacivin
Verse 40 — Surah Ash-Shuara 26:40
Loma em guman dikin, hekeançkar bi ser va werin,emê jî bibine peyrewê wan
Verse 41 — Surah Ash-Shuara 26:41
Îdî gava ançkar hatîne, ji bona Fir’ewn ra (aha) gotine: "Gava serfirazî ya me be; ji bona me ra kirêk heye, wusa nîne
Verse 42 — Surah Ash-Shuara 26:42
(Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Erê?! (Kirya we heye, hêj) hûn îdî dibine ji wanê nêzîk ê min
Verse 43 — Surah Ash-Shuara 26:43
(Gava hemî amade bûn) Mûsa ji bona wan (ançkaran ra aha) gotîye: "Hûn (gelî ançkaran!) çi davêjin bavêjin
Verse 44 — Surah Ash-Shuara 26:44
Îdî ewan kap û gopalê xwe avêtine (kêşê) û (aha) gotine: "Bi mezinaya Fir’ewn serfiraz em bi xweber in
Verse 45 — Surah Ash-Shuara 26:45
(Paşê) Mûsa gopalê xwe avêtîye, îdî (gopal) tişta ewan (bi pizan) çê kiribûne daqurçandîye
Verse 46 — Surah Ash-Shuara 26:46
Îdî (gava ançkaran eva dîtin) nişkeva çûne secdê
Verse 47 — Surah Ash-Shuara 26:47
(Aha) gotine: "Me bi Xudayê cîhanê bawer kirîye
Verse 48 — Surah Ash-Shuara 26:48
(Ewa) Xudayê Mûsa û Harûn ne
Verse 49 — Surah Ash-Shuara 26:49
(Fir’ewn ji wan ançkaran ra aha) gotîye: "Hêj min ji bona we ra destûr ne dabû we bi wî bawer kirîye. Ew mezinê we yî, ku ji bona we ra anç hîn kirîye heye! Ewa (Mûsa) bi xweber e. Îdî hûnê di nêzîk da bizarýin (ka ezê çi bînine serê we); ezê destê û pê we bi çîlo çepî jê bikim û ezê we hemîşkan darda bikim
Verse 50 — Surah Ash-Shuara 26:50
Ewan (bersiva Fir’ewn aha dane û) göotine: “Qe zirar nake, loma bi rastî emê li bal Xudayê xwe da bizvirin
Verse 51 — Surah Ash-Shuara 26:51
Bi rastî ji ber ku me di cara yekem da bawer kirîye, em divên ku Xudayê me ji bona me ra nûsîtemne me bibaxişîne
Verse 52 — Surah Ash-Shuara 26:52
Me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu bendeyên me di şevê da derxe rê, loma bi rastî wê li pey we kebin
Verse 53 — Surah Ash-Shuara 26:53
Îdî gava (Fir’ewn, bi reva cihûyan hesya, qe ne hewîya peyamêr) şandin, di welat da (leşker) civandin
Verse 54 — Surah Ash-Shuara 26:54
(Fir’ewn ji bona wan ra aha gotîye): "Evan (zarên cihûyan) komake hindik in
Verse 55 — Surah Ash-Shuara 26:55
Ewanan bi rastî hêrsa me tînin
Verse 56 — Surah Ash-Shuara 26:56
Bi rastî em komeke wusan in, ku her kes xwe ji me diparisînin
Verse 57 — Surah Ash-Shuara 26:57
Îdî me jî ewan ji (nava) rez û kanîyan derxistin
Verse 58 — Surah Ash-Shuara 26:58
Û ji (nava) xezînan û şûnwarên bi rûmet (derxistin)
Verse 59 — Surah Ash-Shuara 26:59
Me bi vî awayî (bi serê Fir’ewn û komalê) wî kir. Me zarên cihûyan ji bona wan ra xistîye ûrt
Verse 60 — Surah Ash-Shuara 26:60
Îdî gava roj derket (Fir’ewn û koma xwe va) dane pey (Mûsa û koma wî)
Verse 61 — Surah Ash-Shuara 26:61
Gava her du koman hev du dîtin, hevalê Mûsa (aha) gotine: "Bi rastî va gehîjtne me
Verse 62 — Surah Ash-Shuara 26:62
(Mûsa ji wan ra aha) gotîye, "(Hûn netirsin; ewan nagihêjne me) loma bi rastî Xudayê min bi min ra ye, wê rêyekî bide nişanê min
Verse 63 — Surah Ash-Shuara 26:63
Îdî me jî li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu gopalê xwe li deryayê xe." (Gava Mûsa gopalê xwe li deryayê xist) derya ji hev tîş bûye, her tîşekî bûye wekî çîyayekî maye (danzdeh re vebûne)
Verse 64 — Surah Ash-Shuara 26:64
Me (Fir’ewn û hevalê wî jî) nêzîkê wura kirine
Verse 65 — Surah Ash-Shuara 26:65
Me Mûsa û kesê bi wî ra, heyî, hemîşk fereste kirine
Verse 66 — Surah Ash-Shuara 26:66
Paşê me ewanê mayî (di avê da) fetisandine
Verse 67 — Surah Ash-Shuara 26:67
Di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene. Lê pirê wan bawer nakin
Verse 68 — Surah Ash-Shuara 26:68
Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e
Verse 69 — Surah Ash-Shuara 26:69
(Muhemmed! Tu ji bona) wan ra serdaborya Îbrahîm bixûne
Verse 70 — Surah Ash-Shuara 26:70
Di gavekî da (Îbrahîm) ji bona bav û komalê xwe ra (aha) gotîye: "Hûn ji bona çi tiştî ra perestî dikin
Verse 71 — Surah Ash-Shuara 26:71
Ewan (bersiva Îbrahîm aha dane û) gotine, "Em perestîya hinek putan dikin, îdî em ji bona perestîya wan jî peyweste ne
Verse 72 — Surah Ash-Shuara 26:72
(Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Erê! (hûn ji wan ra perestî bikin, lê gava) hûn gazî wan dikin, qe ewan dengê we dibehên
Verse 73 — Surah Ash-Shuara 26:73
Ya jî ewan qe kar û zîyana we dikin
Verse 74 — Surah Ash-Shuara 26:74
Ewanan (aha bersiva Îbrahîm dane û) gotine: "Na, qe tu tiştî jî nakin) lê em rastî bav û kalê xwe hatin wulo dikirin (em jî wekî wan dikin)
Verse 75 — Surah Ash-Shuara 26:75
(Îbrahîm ji wan ra aha) gotîye: "Îdî qe hûn dibînin, ka hûn çi tiştan ra perestî dikin
Verse 76 — Surah Ash-Shuara 26:76
Hûn û bavên we yên berê jî
Verse 77 — Surah Ash-Shuara 26:77
Îdî bi rastî" eýwan (putan) neyarê min in, lê Xudayê cîhanê (dostê min e)
Verse 78 — Surah Ash-Shuara 26:78
Ewî ez afirandime (ewa Xudayê cîhanê ye) îdî ewê (rêya rast) bide nişanê min
Verse 79 — Surah Ash-Shuara 26:79
Ewê, ku xwarin û vexwarin dide min, ewa (Xudayê cîhanê ye)
Verse 80 — Surah Ash-Shuara 26:80
Gava ez nexweş bikebin, ewa (Xudayê cîhanê) min mefa dike
Verse 81 — Surah Ash-Shuara 26:81
Ewê min dimirîne û paşê jî min zinde dike; ewa (Xudayê cîhanê ye)
Verse 82 — Surah Ash-Shuara 26:82
Ewê, ku ez guman dikim: di roya xelat û celatan da nûsîtemne min ji bona min ra bibaxşîne ewa (Xudayê cîhanê ye)
Verse 83 — Surah Ash-Shuara 26:83
Xudayê min! Tu ji bona min ra zanîna retkokî bide û tu min bigihîne aştîkaran
Verse 84 — Surah Ash-Shuara 26:84
“Û (ji bona wanê ku) para da dinînin (min li ser zimanê xwe bi rindî hildin) tu zimanê wan (di mafê min da) rast û (hezger) bixî para min
Verse 85 — Surah Ash-Shuara 26:85
Û tu min bixe nav bihişta xwarinan
Verse 86 — Surah Ash-Shuara 26:86
Û tu bavê min bibaxşîne, loma bi rastî ewa ji rêya rast derketîye
Verse 87 — Surah Ash-Shuara 26:87
Û tu min di roya şandin a civînê da riswa neke
Verse 88 — Surah Ash-Shuara 26:88
Ewa royeke wusa ne, ku mal û zar têda qe tu havilî nakin
Verse 89 — Surah Ash-Shuara 26:89
Ji pêştirê wî kesê, ku bi dilekî xwýurî hatibe bal Yezdan
Verse 90 — Surah Ash-Shuara 26:90
Û (di we roye da) bihişt ji bona xudaparisan nêzîk dibe
Verse 91 — Surah Ash-Shuara 26:91
Û doj jî ji bona wanê, ku ji ava rû derketî xûya dibe
Verse 92 — Surah Ash-Shuara 26:92
Û ji bona wan ra (aha) tê gotinê: "Kanêna ewan tiştên ku we ji bona wan ra perestî dikirin
Verse 93 — Surah Ash-Shuara 26:93
Ji pêştirê Yezdan. Gelo ewan ji bona we ra arîkarî dikin, ya jî arîkarya xwe jî qe dikin
Verse 94 — Surah Ash-Shuara 26:94
Îdî ewan û bi tevê, wanê ku ava rû derketine (di wê royê da) li pey hev li bal agir da têne avêtinê
Verse 95 — Surah Ash-Shuara 26:95
Hemû leşkerê pelîd jî
Verse 96 — Surah Ash-Shuara 26:96
Ewan di dojê da bi hev ra tekoşîn dikirin (ji hev ra aha) digotibûne
Verse 97 — Surah Ash-Shuara 26:97
Bi Yezdan, em bi rastî di rê wundabûneke xûya da nin
Verse 98 — Surah Ash-Shuara 26:98
Loma bi rastî me hûn (gelî putan!) dixistine hempayê Xuda yê cîhanê
Verse 99 — Surah Ash-Shuara 26:99
Ji pêştirê gýonehkaran, tu kesekî em ji rêya rast dernexistine
Verse 100 — Surah Ash-Shuara 26:100
Îdî ji bona me ra qe tu mehder jî tune ye
Verse 101 — Surah Ash-Shuara 26:101
Û tu destê parisvan jî tune ye
Verse 102 — Surah Ash-Shuara 26:102
Xwezîka ji bona me ra carekî dinê jî (li bal cihanê da zivirandinek hebûya). Îdî meyê bawer bikira
Verse 103 — Surah Ash-Shuara 26:103
Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê ji wan bawer nakin
Verse 104 — Surah Ash-Shuara 26:104
Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e
Verse 105 — Surah Ash-Shuara 26:105
Komalê Nûh jî saîyê xwe dane derewdêrandinê
Verse 106 — Surah Ash-Shuara 26:106
Di gavekî da birayê wan ê Nûh ji bona wan ra (aha) gotibû: "Hûn qe xudaparizî nakin
Verse 107 — Surah Ash-Shuara 26:107
Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me
Verse 108 — Surah Ash-Shuara 26:108
Îdî hûn xudaparizî, bikin û bi gotina min bikin
Verse 109 — Surah Ash-Shuara 26:109
Ez ji bona (van şîretan) qe tu kiryekî ji we naxwazim: kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye
Verse 110 — Surah Ash-Shuara 26:110
Îdî hûn yezdanparizî bikin û hûn bi gotina min bikin
Verse 111 — Surah Ash-Shuara 26:111
Ewan (bersiva Nûh aha dane û) gotine: "Peyrewên te hemû riswa ne (ka îdî) emê ça bi te bawer bikin
Verse 112 — Surah Ash-Shuara 26:112
Nûh ji bona wan ra aha bersiv daye gotîye: "Tu zanîna min (bi hundurê) kirina wan tune ye (lê bi tenê ez bi kirinê wan ê xûyayî dizanim)
Verse 113 — Surah Ash-Shuara 26:113
Heke giza zanîna we (bi van) hebe (hûn dizanin) ku hijmara (kirinê) wan hey Xudayê min pêk tîne
Verse 114 — Surah Ash-Shuara 26:114
Ez bi xweber jî nikarim bawergeran derkim
Verse 115 — Surah Ash-Shuara 26:115
(Ez ji bona kesan ra) hey hişyarkarekî xûya me
Verse 116 — Surah Ash-Shuara 26:116
Ewî (komalê Nûh, bersiva wî dane û) gotibûne, "Nûh! Heke tu ji van (kirin û gotinê xwe) xwe neparisînî, bi rastî tu ê bibî ji wan
Verse 117 — Surah Ash-Shuara 26:117
(Gava Nûh ji wan bê guman bûye, ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî komalê min, ez dame derevdêrandinê
Verse 118 — Surah Ash-Shuara 26:118
Îdî (Xudayê min!) tu di nava min û wanan da (bi berewaýýnî) raqetinê bike, tu min û ewanê bawerger yên bi min ra hene! Ji (vî komalê cewýkar) fereste bike
Verse 119 — Surah Ash-Shuara 26:119
Pasê me jî (Nûh) û ewanê bi wî ra di keleka tijî da fereste kirin
Verse 120 — Surah Ash-Shuara 26:120
Me paş da ewanê mayî di avê da feşirandin (Xeniqandin)
Verse 121 — Surah Ash-Shuara 26:121
Bi rastýtî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin
Verse 122 — Surah Ash-Shuara 26:122
Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e
Verse 123 — Surah Ash-Shuara 26:123
(Komalê) ´Ad jî saîyên xwe dane derewdêrandinê
Verse 124 — Surah Ash-Shuara 26:124
Di gava, ku birayê wan ê Hûd (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin
Verse 125 — Surah Ash-Shuara 26:125
Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me
Verse 126 — Surah Ash-Shuara 26:126
Îdî Hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin
Verse 127 — Surah Ash-Shuara 26:127
Ez biý van (şîretan) ji we qe tu kirêkî naxwazim. Kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye
Verse 128 — Surah Ash-Shuara 26:128
Hûn li ser hemî rêyan (ji bona şaskirina rêwîyan) topikan çê dikin; bi tiştê beredayî ra mijûl dibin
Verse 129 — Surah Ash-Shuara 26:129
Û hûn guman dikin, ku hûnê (di cîhanê da) her bimînin, hûn ji bona xwe ra (bingehê) pêşeyên binecî ava dikin
Verse 130 — Surah Ash-Shuara 26:130
Û hûn gava yekê (ji bona şapatkirinê bigirin) hûn ewan wekî hincerokan digirin
Verse 131 — Surah Ash-Shuara 26:131
Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin
Verse 132 — Surah Ash-Shuara 26:132
Ewê ku mal û berxudarya hûn pê dizanin, daye we heye! Hûn parizaya wî bikin
Verse 133 — Surah Ash-Shuara 26:133
Ewî (Xudaê) bi tariş û kuran hûn bi hêz kidrine
Verse 134 — Surah Ash-Shuara 26:134
Û bi rez û kanîya jî (hûn bi hêz kirine)
Verse 135 — Surah Ash-Shuara 26:135
Bi rastî ez ditirsim, ku şapata ro ya mezin bi we da were
Verse 136 — Surah Ash-Shuara 26:136
Ewan (bersiva Hûd dane, aha) gotine: "(Hûd) tu şîretan bikî, ya jî qe nebî ji wanê şîretkar, li bal me yek e
Verse 137 — Surah Ash-Shuara 26:137
Evan (kirin û gotinê te) hey xûye wan ê borîne
Verse 138 — Surah Ash-Shuara 26:138
Û em nayêne şapatkirinê
Verse 139 — Surah Ash-Shuara 26:139
Îdî ewan (Hûd) dane derewdêrandinê û me jî ewan teşqele kirin. Bi rastî di vê (bûyere da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin
Verse 140 — Surah Ash-Shuara 26:140
Bi rastî hey servahatê dilovîn Xudayê te ye
Verse 141 — Surah Ash-Shuara 26:141
Komalê Semûd jî Saî dane derewdêrandinê
Verse 142 — Surah Ash-Shuara 26:142
Di gava, ku biraê wan ê Salih (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin
Verse 143 — Surah Ash-Shuara 26:143
Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (û bal we da hatime şandinê)
Verse 144 — Surah Ash-Shuara 26:144
Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin
Verse 145 — Surah Ash-Shuara 26:145
Ez ji bona van (şîretan) qe ji we tu kirêkî naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye
Verse 146 — Surah Ash-Shuara 26:146
Qey hûn (guman dikin) ku hûnê di cîhanê da bi ewletî bêne hîştinê
Verse 147 — Surah Ash-Shuara 26:147
Di nava rez û kanîyan da
Verse 148 — Surah Ash-Shuara 26:148
Di nava çandin û nexlistanê, ku çiqilê dar a xurmê wan ji devîyên berêwan nermin
Verse 149 — Surah Ash-Shuara 26:149
Û hûn (di kevirên) çîyan da bi berxudarî xanîyan dikolin
Verse 150 — Surah Ash-Shuara 26:150
Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin
Verse 151 — Surah Ash-Shuara 26:151
Û hûn bi gotina feşartekan (musrif) nekin
Verse 152 — Surah Ash-Shuara 26:152
Ewanê di zemîn da tevdanî dikin û aştî nakin hene! Ewan feşartok in
Verse 153 — Surah Ash-Shuara 26:153
Ewanan (bersiva Salih aha dane û) gotine: "Bi rastî (Salih!) ewanê rind hatine ançkirinê hene! Tu ji wan î
Verse 154 — Surah Ash-Shuara 26:154
Tu jî hey merivekî wekî me yî, îdî heke tu di doza xwe da rast î, ka ji me ra berateke (derhoze) bîne
Verse 155 — Surah Ash-Shuara 26:155
(Salih ji bona wan ra aha bisyar daye û) gotîye: "Eva deva (şutir) hanê ji bona we ra (berateke derhoze ye). Di royeke diyarî da av vexwarin ji bona wê ra ne, royekî jî ji bona we ra ne
Verse 156 — Surah Ash-Shuara 26:156
Hûn bi sikatî nêzîkê wê devê nebin. (Heke hûn sikatîya wê devê bikin) wê şapata ro ya mezin bi we bigire
Verse 157 — Surah Ash-Shuara 26:157
Axirî ewan serê devê jêkirin, îdî ewan (ji serjêkirina devê) poşman bûn
Verse 158 — Surah Ash-Shuara 26:158
Paşê şapatê ewan girtin. Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin
Verse 159 — Surah Ash-Shuara 26:159
Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e
Verse 160 — Surah Ash-Shuara 26:160
Komalê Lût jî saî dane derewdêrandinê
Verse 161 — Surah Ash-Shuara 26:161
Di gava, ku birayê wan ê Lût ji bona wan ra (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)-parizî nakin
Verse 162 — Surah Ash-Shuara 26:162
Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me (li bal we da hatime şandinê)
Verse 163 — Surah Ash-Shuara 26:163
Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin
Verse 164 — Surah Ash-Shuara 26:164
Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirêkî ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye
Verse 165 — Surah Ash-Shuara 26:165
Di cîhanê da, hûn ça tûşê mêran dibin
Verse 166 — Surah Ash-Shuara 26:166
Ewan jinên we ne, ku Xudayê we ji bona we ra, ji wan jinan (xweşî) afirandîye, hûn ça dest ji wan berdidin? (Wekî we nîne!). Bi rastî hûn komalekî wusa nin; hûn ji tixûbê xwe borîne
Verse 167 — Surah Ash-Shuara 26:167
Ewan (bersiva Lût aha dane û) gotine: "Lût! Heke tu ji van (kirin û göotinê xwe) xwe nedî para da, tu ê bibî ji wan
Verse 168 — Surah Ash-Shuara 26:168
(Lût bisyara wan aha daye û) gotiye: "Bi rastî rikê min ji van kirinê we tê
Verse 169 — Surah Ash-Shuara 26:169
Xudayê min! Tu min û malîyên min ji kirinê wan fereste bike
Verse 170 — Surah Ash-Shuara 26:170
Îdî me jî (Lût) û malîyên wî hemî fereste kirin
Verse 171 — Surah Ash-Shuara 26:171
Hey di nava wan ê (di şapatê da mane) pîrek bi tenê (me fereste nekir)
Verse 172 — Surah Ash-Shuara 26:172
Îdî paşê me ewanê mayî teşqele kirin
Verse 173 — Surah Ash-Shuara 26:173
Û me li ser wan da baranek barandîye.Ewanê hatine hişyarkirinê (bi vî ra jî ne hatine rêya rast) hene! Îdî (ji bona wan ra) siki ê barana ne
Verse 174 — Surah Ash-Shuara 26:174
Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin
Verse 175 — Surah Ash-Shuara 26:175
Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e
Verse 176 — Surah Ash-Shuara 26:176
Hevrî û (komalê li welatê bi nav) Eyketê jî saî dane derewdêrandinê
Verse 177 — Surah Ash-Shuara 26:177
Di gava, ku birayê wan ê Şu´eyb (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)- parizî nakin
Verse 178 — Surah Ash-Shuara 26:178
Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (li bal we da hatime şandinê)
Verse 179 — Surah Ash-Shuara 26:179
Îdî hûn bi gotina min bikin. Yezdanparizî bikin
Verse 180 — Surah Ash-Shuara 26:180
Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirya ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye
Verse 181 — Surah Ash-Shuara 26:181
Hûn (gelê min!) pîvana xwe pêk bînin, hûn nebine ji wanê (ku pîvana xwe kêm dikin, û malê xwe ne dirust dikin) dibine ji wanê mal kêmger
Verse 182 — Surah Ash-Shuara 26:182
Û hûn (gelê min!) kêşa xwe (bê dexelî) bi kêşa rast pêk bînin
Verse 183 — Surah Ash-Shuara 26:183
Û hûn (gelê min!) zîyana merivan (di mal û mafê) wan da nekin, hûn di zemîn da ji bona tevdanê negerin
Verse 184 — Surah Ash-Shuara 26:184
Û hûn (gelê min!) ewê, ku hûn û nişa berê afirandîye heye! Parizaya wî bikin
Verse 185 — Surah Ash-Shuara 26:185
Ewan (aha bersiva Şu´eyb dane û) gotine: "Bi rastî (Şu´eyb!) ewanê ku rind hatine ançkirinê hene! Tu bûyî ji wana
Verse 186 — Surah Ash-Shuara 26:186
Tu jî hey merivekî wekî me yî, bi rastî em guman dikin, ku tu jî ji wanê virekî
Verse 187 — Surah Ash-Shuara 26:187
Heke bi rastî tu ji wanê rastgoyî (di doza xwe da rast î) ka îdî tu ji ezmanan li ser me da cêtîyan (parça) bixe xarê
Verse 188 — Surah Ash-Shuara 26:188
(Şu´eyb aha) got: "Xudayê min, bi kirinê we çêtir dizane
Verse 189 — Surah Ash-Shuara 26:189
Îdî (ji piştî van şîretan jî, dîsa) ewan (Şu´eyb) dane derewdêrandinê (paşê) şapata ro ya (ku ewan di wê royê da ji german xwe avêtibûne ber) sîhê, bi wan girt, loma bi rastî ewa şapata royeke mezin bûye
Verse 190 — Surah Ash-Shuara 26:190
Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, bi vî ra jî pirê wan bawer nakin
Verse 191 — Surah Ash-Shuara 26:191
Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e
Verse 192 — Surah Ash-Shuara 26:192
Bi rastî ewa (Qur´ana) hinartina Xuda ê cîhanê ye
Verse 193 — Surah Ash-Shuara 26:193
Canê ewle (Cibraîl) ewa hinartîye
Verse 194 — Surah Ash-Shuara 26:194
Ji bo ku tu bibî ji wanê hişyarvan (Cibraîl ewa Qur´aýýnê) li ser dile te da hinartîye
Verse 195 — Surah Ash-Shuara 26:195
Bi zimanekî ´erebîyî hizwartî
Verse 196 — Surah Ash-Shuara 26:196
Bi rastî (hinartina Qur´anê bi vî awayî) di wan pirtûkê berê da jî (salixê wê hebûye)
Verse 197 — Surah Ash-Shuara 26:197
Ma qey zanîna, zanayên zarên cihûyan, ku (Qur´an bu vî awayî ji Xudayê cîhanê hatîye hinartinê) ji bona wan ra beratên derhoze nîne
Verse 198 — Surah Ash-Shuara 26:198
Heke me ewa (Qur´ana) li ser hinekê bîyanê ´ereban da hinartîbûya
Verse 199 — Surah Ash-Shuara 26:199
Îdî ewê (bîyaýnýî) ewa (Qur´ana) ji bona (´ereban) bixûnda, ´ereban (bi Qur´anê} bawer ne dikir
Verse 200 — Surah Ash-Shuara 26:200
Bi vî awayî me (ne bawerya bi Qur´anê) di dilê gonahkaran da bi cîh kirîye
Verse 201 — Surah Ash-Shuara 26:201
Ewan (filan) heya şapata dilsoz nebînin, bi wê (Qur´anê) bawer nakin
Verse 202 — Surah Ash-Shuara 26:202
Îdî (şapat jî) wusa nişkêva bi wan da tê,qe haja wan (ji şapatê) namîne
Verse 203 — Surah Ash-Shuara 26:203
(Gava ewan nişkêva şapatê, dibînin, aha) dibêjin: "(Ji bona bawerya me ra gelo qe) firset nayê dayînê
Verse 204 — Surah Ash-Shuara 26:204
Ma qey hêj ewan (filan) bi hatina şapata me lez dikin? (Dibêjin: "Heke tu ji rastgoyan î, bira şapat ji bona me ra lez were)
Verse 205 — Surah Ash-Shuara 26:205
Tu dibînî, heke me ewan bi salan berxudar bikira
Verse 206 — Surah Ash-Shuara 26:206
Paşê ewa (şapata) ku ji bona wan ra hatîye peymandanê; bi wan da hatîbûya
Verse 207 — Surah Ash-Shuara 26:207
Ewa berxudarya (ku ewan filan têda mabûne) ji bona wan ra, qe tu (parisîya ji şapatan) ne dida
Verse 208 — Surah Ash-Shuara 26:208
Me çiqa welatek teşqele kiribe, hey ji bona wî (welatî ra) hişyardarek hebûye
Verse 209 — Surah Ash-Shuara 26:209
Ewî (hişyardarî, rûniştyên wî welatî) hişyar dikiribûne, loma bi rastî em ji cewrkaran nînin
Verse 210 — Surah Ash-Shuara 26:210
Pelîdan (ewa Qur´ana) ne hinartine
Verse 211 — Surah Ash-Shuara 26:211
Şixwa ji bona (pelîdan jî) babet nîne ku ewê (Qur´anê) bihênirînin û ewan (pelîdan şixwa) nikarin jî (bihênirînin)
Verse 212 — Surah Ash-Shuara 26:212
Loma ewan (pelîdan) bi rastî ji bîhistinê hatine dûrxistinê
Verse 213 — Surah Ash-Shuara 26:213
(Muhemmed!) Tu bi Yezdan ra perestîöya tu ilahên mayî neke. Loma heke tu (perestîya ilahên mayî bikî) ewanê hatine aşîtkirinê hene! Tu dibî ji wan
Verse 214 — Surah Ash-Shuara 26:214
Û tu (di cara yekem da) tîryên (pismam) xwe î nêzîk bide hişyarkirinê
Verse 215 — Surah Ash-Shuara 26:215
Û tu çengê xwe ji bona peyrewên xwe yê bawerger ra nişîv bike (di hemberê wýan da rûmetkar û dilovîn be)
Verse 216 — Surah Ash-Shuara 26:216
Îdî heke ewan bê gotina te bikin, paşê tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez ji wan tiştên, ku hûn dikin, bê guman im
Verse 217 — Surah Ash-Shuara 26:217
Û tu xwe hispêre li ser Yezdanê servahat ê dilovîn
Verse 218 — Surah Ash-Shuara 26:218
Ewê gava tu radibî, te dibîne heye! (Yezdanê servahatî) ewa ye
Verse 219 — Surah Ash-Shuara 26:219
Ewa gera te ye di nava secdebiran da heye! (Yezdan ewî jî dibîne)
Verse 220 — Surah Ash-Shuara 26:220
Loma bi rastî ewa bi xweber pir bîhêstê pir zana ye
Verse 221 — Surah Ash-Shuara 26:221
Ez ji bona we ra bêjim; ka pelîd li ser kîjanan dihinire
Verse 222 — Surah Ash-Shuara 26:222
(Pelîd) li ser hemî virekên gonehkar dihinirin
Verse 223 — Surah Ash-Shuara 26:223
Ewan (virekan) gohdarya (pelîdan) dikin, pirê wan jî (tiştên) vir (li bal serkarên ýwe ra davêjin)
Verse 224 — Surah Ash-Shuara 26:224
Temtêla (xozaýýnan jî ahane), "peyýrewîya wan hey merivên, garyaî dikin
Verse 225 — Surah Ash-Shuara 26:225
Ma qey tu nabînî, ku (ewan xozanan) di hemî newalan da li hev dizivirînin û dibêjin
Verse 226 — Surah Ash-Shuara 26:226
Loma bi rastî ewan (Xozanan) tişta nakin dibêjin
Verse 227 — Surah Ash-Shuara 26:227
Ji pêştirê wan (xozanên) ku bawer kirine û karê aştî kirine û Yezdan pir bîra xwe anîne û ji piştî ku li wan hatibe cewrkirinê; (ji bona servahatina xwe xebat kiribin) û serfiraz bibin. Di nezîk da ewanê cewr - kirine hene! Wê bizanin ka wê li bal kîjan êwirê da bizivirin