Verse 1 — Surah An-Naml 27:1
(hey bi arşa van tîpên ji hevçûyî Yezdan dizane). Eva beratên Qur’anê û Pirtûka hizwartîne
Verse 2 — Surah An-Naml 27:2
Ewan beratan ji bona bawergeran, beled û mizgînîyek e
Verse 3 — Surah An-Naml 27:3
Ewanê ku nimêja xwe dikin û (baca malê xwe) didin û di nêzîk da jî (bi danê para da) bawer dikin hene! (bawerger) ewan in
Verse 4 — Surah An-Naml 27:4
Bi rastî ewanê, ku (bi danê) para da bawer nakin hene! Me kirina wan ji bona wan ra xemilandîye. Îdî ewan bi xweber jî, di kirinê xwe da kor mane
Verse 5 — Surah An-Naml 27:5
Ewanê, ku ji bona wan ra sikê şapata heye, hene! Evan bi xweber in, evanan di para da jî pir zîyan kirine
Verse 6 — Surah An-Naml 27:6
Bi sond (Muhemmed!) eva Qur’ana ji bal (Yezdanê) bijejke yê pir zana, li bal te da hatîye niqandinê
Verse 7 — Surah An-Naml 27:7
Di gavekî da Mûsa ji bona malîyên xwe ra (aha) gotibû: "(Malîyên min! Hûn li vira bihewin) bi rastî min agirek dît (ez ê herime bal wî agirî) ya ez ê ji wura, ji bona we ra peyvekî bînim (ku em rêya xwe bîbînin têda herin) ya jî ez ê ji bona we ra kozekî agirê gur bînim, ku hûn li dora wî agirî bitelizin
Verse 8 — Surah An-Naml 27:8
Îdî gava (Mûsa) hatîye bal wî (agirî) ji bona (Mûsa ra aha) hatîye gazîkirinê: "Ewanê di agir da ewanê li dora agir da jî (hemî jî) pîroz in. Bi rastî Yezdanê Xuda ê cîhanê ji hemî kêmayan paqij e
Verse 9 — Surah An-Naml 27:9
Mûsa! Rastî ev e: Yezdanê servahatî bijejke heye! Bi rastî ewa ez bi xweber im
Verse 10 — Surah An-Naml 27:10
Û tu gopalê xwe baveje. Ga-va (Mûsa kopale xwe avît) dîna xwe dae, ku (ewa kopale wîyî mezin) wusa dimiinûle wekî tîremarekî xwe daveje. (Mûsa ji tirsa) para da revya qe li pey xwe meze nekir.(Me li bal Mûsa da aha gazî kir), "Mûsa! tu netirse, loma bi rastî li bal me saî natirsin
Verse 11 — Surah An-Naml 27:11
Ji pêştirê wî kesê, ku cewr kiribe, paşê ji piştî sikatîya kirîye, ewa (sikatî) bi qencîyan guhurîbe (di hemberê van da jî) bi rastî ez baxişkarê dilovîn im
Verse 12 — Surah An-Naml 27:12
Û (Mûsa!) tu destê xwe bixe bêrika xwe, wê destê te ê bê qilêr, spî û çîl derkebe. Tu bi van neh beratan va here bal Fir’ewn û komalê wî. Loma bi rastî ewan komalekî wusa nin, ji rêya rast derketine
Verse 13 — Surah An-Naml 27:13
Îdî (ji piştî ku Mûsa) bi beratên me yên xûya va hatine bal (Fir’ewn û komalê wî da). Ewan (ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Bi rastî evan (beratan) ançên xûya nin
Verse 14 — Surah An-Naml 27:14
Ewan bi dilê xwe (bi rastîya wan beratan dizanîyan) lê bi xweber li xwe cewr kirine û quretî kirine û bi wan (beratan) bawer ne kirine. Îdî tu mêze bike, ka encama tevdanokan çane
Verse 15 — Surah An-Naml 27:15
Bi sond! Me ji bona Dawûd û Suleyman ra zanînek dabû. Ewan herdukan (aha) gotibûn: "Em ji bona wî Yezdanê, ku em li ser pir kesên ji bendeyên xwe yên bawerger, rûmetdar kirîye; sipasî dikin
Verse 16 — Surah An-Naml 27:16
Suleyman bûye ûrta Dawûd û ewî ji bona kesan ra (aha) gotîye: "(Gelî) kesan! Bi rastî zimanê çûkan ji bona me ra hatîye hînkirinê û ji bona me ra ji hemî tiştan (par) hatîye dayînê. Bi rastî evan (hînkirin û dayîn) bi xweber jî rûmeteke xûya ye
Verse 17 — Surah An-Naml 27:17
Ji bona Suleyman ra ji cunûk û ji komelê kesên mayî û melan (teyr) hemî leşkerê wî hatine civandinê: di cihekî da ji bona (Suleyman ra) pêş û paşê wan hemî li ser hev da dihatin
Verse 18 — Surah An-Naml 27:18
Ewan çûn heya hatine wî cîhê (bi nav) Wadineml yekê ji morîstangan (aha) gotîye: "Gelî morîstangan! Bikevine êwirên xwe; ji bo ku Suleyman û leşkerê xwe va, we bi nezanî nepelixînin
Verse 19 — Surah An-Naml 27:19
Îdî (Suleyman) bi gotina wê (morîstangê) beşaşbû; kenîya û (aha lava kir û) got, "Xudayê min! Ji bo ku ez di hemberê wan qencîyên te ne, te li ser min û bavê min kirîye û ji bo ku ez karê aştî bikim, tu jî pê qayîl bibî tu min bixe fermana xwe (ku ez bi gotina te bikim) sipazîya te bikim û tu bi dilovanîya xwe min bixe nava bendeyên xwe yên aştîkar
Verse 20 — Surah An-Naml 27:20
(Dema Suleyman li çûkan mêze kir), melê (bi nav Suleymanê dunikil ne dît) wunda bibû. Îdî (Suleyman ji bona koma xwe ra aha) gotibû: "Ka ji bo çi ez Suleymanê dunikil nabînim, ya jî wunda bûye
Verse 21 — Surah An-Naml 27:21
Ya ez ê şapateke zor mezin bidime wî, ya jî ez ê serê wî jêkim, ya jî ewê (ji bona ne hatina xwe ra berateke) bi hêzê hizwartî bîne
Verse 22 — Surah An-Naml 27:22
Îdî hindik man (Suleymanê dunikil hat, ji bona Suleyman ra aha) got: "Tişta qe te pê nizanbû, min ewa zanî. Ji (welatê bi nav) Seba min ji te ra peyveke rast anîye
Verse 23 — Surah An-Naml 27:23
Bi rastî (di wura da) ez rastî jineke wusa hatim, Serokatîya wan dikir û ji hemî tiştan ji bona wê ra hatibû dayînê û ji bona wê ra textegahekî mezin jî hebû
Verse 24 — Surah An-Naml 27:24
Ez rastî wan hatim (min dêna xwedayî) ku ewa (jinika) û komalê wê ji pêştirê Yezdan, secdê ji bona rojê ra dibirin: Pelîd ji bona wan ra (eva kirina) wa yên hanê xemilandibû. Îdî (Pelîd bi vê kirina xwe) ewan ji rêya rast dabûne fetilandinê, loma îdî ewan bi xweber jî naêne (rêya rast)
Verse 25 — Surah An-Naml 27:25
Ma qey nediba, ku ewan ji bona wî Yezdanê, ku di ezmanan da evê û mijê di zemîn da jî heşînayî û xunav û rewaran derdixe, secdê beherin? Û hûn çi veşerin û hûn çi jî eşkere bikin, hey ewa (Yezdana) pê dizane
Verse 26 — Surah An-Naml 27:26
Ewê ji pêştirê wî tu Yezdanê (babetê perestîyê) tune ye, heye! Ewa ye Yezdanê (maf). Ewa (bi xweber jî) xweyê arşa (mana) mezin e
Verse 27 — Surah An-Naml 27:27
(Suleyman ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "Em ê mêze bikin, ka gotinê te rast in, ya jî tu ji wan ê derewçîn î
Verse 28 — Surah An-Naml 27:28
Tu evê nama min behere li bal wan da bavêje; paşê pişta xwe bide wan, mêze bike, ka îdî ewanê çi (bisyarê) bizivirînin
Verse 29 — Surah An-Naml 27:29
(Gava Suleymanê dunikil, name avête bal wan; jinikê ji koma xwe ra aha) gotîye: "Gelî rîspîyên min! Bi rastî li bal min da nameke rind hatîye avêtinê (ka hûn di mafê wê namê da çi dibêjin)
Verse 30 — Surah An-Naml 27:30
Ewa nama ji (merivekî bi nav) Suleyman hatîye û di serê wê namê da eva peyva heye, "bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn
Verse 31 — Surah An-Naml 27:31
Hûn di hemberê min da serî bilind nekin û hûn bi xwe hisparî werin bal min
Verse 32 — Surah An-Naml 27:32
(Jinikê ji koma xwe ra aha) gotîye: "Gelî rîspîyên min! Hûn dizanin, ku heya hûn nêhrewanîya tiştekî nekin, ez bê we qe tu tiştî nakim. Ka hûn di vê bûyera min da rêyekî ji min ra bibînin
Verse 33 — Surah An-Naml 27:33
(Rîspîyan bersiva wê aha dane û) gotine: "Tu dizanî em xweyê hêz û xweyê tirsa zor in (kes di qirînan da di hembere me da nahewin). Ferman ya te ye; îdî tu mêze bike, ka tu ê çi fermanê bidî me (em ê ewê fermanê pêk bînin)
Verse 34 — Surah An-Naml 27:34
(Jinikê ji bona wan ra aha) gotîye: "Bi rastî gava serok bikebine welatekî, ewî welatî kavil dikin: serfirazê wan, sernegûn dikin. Erê! Me ça gotîye wusa dikin
Verse 35 — Surah An-Naml 27:35
Ez ê ji bona wan ra hinek pêşkêşan bişînim, îdî em ê mêze bikin, ka ewanê: saîyên me bi çi awayî bizivirînin
Verse 36 — Surah An-Naml 27:36
Îdî gava (saî bi tevê pêşkêşa va) hatine bal Suleyman (Suleyman ji bona wan ra aha) gotîye: "Hûn bi mal, arîkarîya min dikin? Malê Yezdan ji min ra daye, ji wî mal ku we ji min ra anîye; bi rastî çêtir e. Na (wekî kirina we nîne) lê hûn bi pêşkêşê xwe şa dibin
Verse 37 — Surah An-Naml 27:37
(Saî!) Tu li bal wan da bizivire (ji bona wan ra aha) bêje: "Em ê bi leşkerekî wusa werin ser wan, ku hêj di berya wî leşkerî, leşkerekî wusa ne hatibe civandinê; em ê ewan ji welatê wan bi sernegûnî û piçûkî derxin
Verse 38 — Surah An-Naml 27:38
(Piştî ku saî ji bal wan da para zivirî, Suleyman ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "Gelî koma min ê rîspî! Kîjan ji we dikare, ji bona min ra textegahê wê (jinikê) bîne vira, di berya ku hêj ewa bi xwe hisparî ne hatibe bal min
Verse 39 — Surah An-Naml 27:39
Yekê ji egîtê cunûkan (aha) gotîye: "Bi rastî ez ê ewî (textegahê) ji te ra bînim, hêj tu ji şûna xwe ranebibî, bi rastî ez li ser (anîna wî textegahê) bi hêz û (bi xwe) ewle me
Verse 40 — Surah An-Naml 27:40
Ew (Egîtê) ku li bal wî zanîna ji pirûkê hebûye (aha) gotîye: "Ez ê ewî (textegahê) ji bona te ra bînim, ku hêj çavê te (ji dîdevanîya re) li bal te da ne hatibe zivirandinê." Îdî (Suleyman) dêna xwe da ê ku (textegahê wê) li bal wî bi cîh bûye (aha) gotîye: " Eva rûmeta Xudayê min e (ji bona min ra eva hêza daye) ji bo ku min biceribîne, ka ez ji bona wî ra sipazî dikim, ya jî nankorî dikim. Ew ê sipazî bike, şixwa ewa ji bona xwa ra sipazî dike û kîjan nonkorî bike (bira ewa bizane!) ku bi rastî Xudayê min hewcê (sipazîya wî nîne) û xweyê qencîyan e
Verse 41 — Surah An-Naml 27:41
(Suleyman ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "Hûn textegahê wê biguhurînin (reng û rûçikê wî welgerînin, ji bo ku ewa nas neke) paşê mêze bikin, ka gelo textegahê xwe nas dike ya jî nas nake
Verse 42 — Surah An-Naml 27:42
Îdî gava (Belqîs) hatîye (jê ra aha hatîye) gotinê: "Textegahê te aha ne bû?" (Belqîsê ji bona wan ra aha) gotîye: "Bawer ke heman wusa ne. Şixwa hêj di berê da ji (hêza Yezdan û ji pêxemberîya te) zanîn ji me ra hatibû û em misilman bibûn
Verse 43 — Surah An-Naml 27:43
Tişta ewê hêj di berê da ku ji pêştirê Yezdan, ji bona wan ra perestî dikirîbûye; ewanan ji rêya rast dane para da. Bi rastî ewa ji komalekî fîle bûye
Verse 44 — Surah An-Naml 27:44
(Ji bona Belqîsê ra aha hatîye) gotine: "(Fermû) bikebe koşkê." (Gava ewê derê koşkê vekir) dêna xwe dayê ku wekî aveke kûr e. Delingê xwe bilind kir, guman dikir, ku ewa lêlav e." (Ji bona Belqîsê ra aha hate) gotinê: "(Tu delingê xwe nede jor) loma ewa koşkeke wusa ne, ji şûşê hilû hatîye çê kirinê." (Paşê Belqîsê jî aha) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî min bi xweber li xwe cewr kirîye û ez bi Suleyman ra ji bona Yezdanê Xuda ê cîhanê ra misilman bûm
Verse 45 — Surah An-Naml 27:45
Bi sond! Me li bal Semûdîyan, birayê wan ê Salih bi saî şandîye; ji bo ku (Salih ji bona wan ra aha bêje): “Hûn (gelê min!) ji bona Yezdan ra perestî bikin.” Îdî (paşê) ewan bûne du deste bi hev ra tekoşîn dikirin
Verse 46 — Surah An-Naml 27:46
(Salih ji bona wan ra aha) gotîye: “Gelê min! Hûn ji bo çi di berya qencîyan da leza kirina xirabîyan dikin? Divê ku hûn baxişandina xwe, ji van kirinê xwe, ji Yezdan lava bikin, loma dibe ku hûn bêne dilovînkirinê
Verse 47 — Surah An-Naml 27:47
Ewan (bisyara Salih aha dane û) gotine: "Bi rastî em bi te û bi wa yên bi te ra, bê nutûf bûne (dest ji me berde)." (Salih ji bona wan ra aha) gotîye: "(Sedema) bê nutûfîya we li bal Yezdan e (Yezdan ji bona wanê karê sikî dikin bê nutûfî dide). Bi rastî hûn bi xweber jî komalekî wusa nin bi curecure têne ceribandinê
Verse 48 — Surah An-Naml 27:48
Di bajar da neh (serokê lêzimî) hebûn, ewan aştî ne dikirin, lê di zemîn da ewan tavdanî dikirin
Verse 49 — Surah An-Naml 27:49
Ewan (serokan aha) ji hev ra sond dixwurin û digotin: "Em ê şebxunekî bidine (Salih û malîyên wî, em ê ewan di şevê da bikujin) paşê em ê ji bona serkar û (lêzimên wî ra aha) bêjin: "Qe me nehrewamya teşqela wan nekirîye û em evan pey-ve xwe rast dibejin
Verse 50 — Surah An-Naml 27:50
Ewan (ji bona Salih ra) xax kirine, me jî (ji bona wan ra) defik danîye, lê qe haja wan bi xweber jî tune bûye
Verse 51 — Surah An-Naml 27:51
Îdî tu mêze bike, ka encama xaxê wan ça bûye.Loma bi rastî me evan û komalê wan bi hemûtî teşqele kirin
Verse 52 — Surah An-Naml 27:52
Îdî bi sedema cewra ewan kirî, evan kavilê hanênan xênîyên wan in, vala mane. Bi rastî di van (bûyeran da) ji bona komalekî zana ra beratên (derhoze) hene
Verse 53 — Surah An-Naml 27:53
Ewanê bawer kirine û xudaparizî dikin hene! Me ewan fereste kirine
Verse 54 — Surah An-Naml 27:54
Me Lût jî (bi saîtî ji bona komalê wî ra şandibû).Gavekî (Lût) ji bona komalê xwe ra (aha) gotibû: "Hûn ber çavî hîzîtî dikin û hûn (bizanîn) mêze dikin
Verse 55 — Surah An-Naml 27:55
Qey hûn jinan dihêlin, rastî bi xweşî li bal meran da bi qûndaî diçin? Lê rastî hûn komalekî wusa nin, hûn xwe davêjine nezanînê
Verse 56 — Surah An-Naml 27:56
Îdî bersiva komalê (Lût) ji bona wî ra hey eva bûye (aha) gotine: "Hûn (Lût) û malîyên wî ji gundê xwe derxin.Loma bi rastî ewan hinek kesên wusa yên (xwe ji van kirinê me) paqij dikin
Verse 57 — Surah An-Naml 27:57
Îdî me jî, ji pêştirê jina (Lût ê) ku me ewa di nava wanê hatine teşqelekirinê da hîştîye, me (Lût) û malîyên wî va fereste kirin
Verse 58 — Surah An-Naml 27:58
Me li ser wan da barişteke wusa barand, îdî ewa barişta sikê wê barişta hişyarbûnê ye
Verse 59 — Surah An-Naml 27:59
(Muhemmed! Tu aha) bêje: "Sipazî ji bona Yezdan ra be, ewan bendeyên ku ewî di nava bendeyên xwe da hêlbijartîye; selam li ser wan be. Gelo Yezdan qenc e, ya jî ewan hevrîyên hûn çê dikin
Verse 60 — Surah An-Naml 27:60
Gelo ewê êzman û zemîn afirandîye kî ye? Gelo ji bona we ra ji ezmanan, av kî hinartiye? Qe we nikarbû darê (bostana jî) hêşîn bikin, ewî ji bona we ra bostanê, ku dilan şa dike hêşîn kirîye. Qey hinek (hevalên) Yezdan hene? Na (qe tu hevalê wî tune ne) lê ewan komalekî ji (mafê, rû) fetilandine
Verse 61 — Surah An-Naml 27:61
Gelo ewê, ku zemîn xistîye êwirgeh û di nava zemîn da çemê avê bi cî kirîye û ji bona (hewa zemîn ra) çîyayê binecî di zemîn da (rakutaye) û di nava her du deryan da perde hûnandîye, kî ye? Qey hinek (hevalên) Yezdan hene? Na, (qe tu hevale wî tune ne) lê pirê wan nizanin
Verse 62 — Surah An-Naml 27:62
Gelo ji (pêştirê wî) kê (dikare) bisyara hewcevanan bide; gava hewcevan gazî wî bikin û sikatîyê (li ser wan) rake û ewa bikaribe, we bixe şûnmaî wanê borî, di zemîn da we bihêle? Qey hinek (hevalên) Yezdan hene? Na, (Qe tu heval ji bona wî ra tune ne) le hûn çiqa hindik Xuda bîra xwe tînin
Verse 63 — Surah An-Naml 27:63
Gelo ji pêştirê wî kê (dikare) ku di taritîya reşaî û deryaê da, rê bide nîşana we? Gelo ewê bayê di berya baranê da bi mizgînî dişîne, ji (pêştirê wî) kê ye? Qey hinek (hevalên) Yezdan hene? Na (qe hevalê wî tune ne). Yezdan bi rastî ji wan hevrîyên, ku ewan jê ra çê dikin, bilind e
Verse 64 — Surah An-Naml 27:64
Gelo (ji pêştirê wî) kî di cara yekem da heyî afirandine, paşê kê ewan (ji piştî mirinê) dîsa dizivirîne? Û ji ezman û zemîn kê rozînan ji bona we ra dide? Qey hinek (hevalên) Yezdan hene? Na (qe tu havalê wî tune ne. Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Heke hûn di doza xwe da rast in, ka beratên xwe bînin
Verse 65 — Surah An-Naml 27:65
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ji pêştirê Yezdan, qe tu kes bi ne xwuya ne di ezman û zemîn da heyî nizane û haja wan tune ye, ka wê rabin herin civînê
Verse 66 — Surah An-Naml 27:66
Lê zanîna (bi jîna) para da li pey hev ji bona wan ra hatîye, ewan bi xweber jî bi rastî hêj di mafê (jîna) para da, du dil in. Na, lê ewan ji (zanîna bi jîna) para da kor in (hevqas berate li ber çavê wan hatine raxistinê hêj nabînin)
Verse 67 — Surah An-Naml 27:67
Ewanê bûne file hene! (Aha) gotine: "Qey gava (em bimirin) em û bavê xwe ne berê da bibine xwelî, ma qey em ê dîsa (rabin ji nava xwelîyê) derkebin
Verse 68 — Surah An-Naml 27:68
Bi sond! Hêj di berê da jî em û bav û kalê xwe va bi van peymanan hatine hişyarkirinê, evan (peymanan) hey çîvanokên berê ne
Verse 69 — Surah An-Naml 27:69
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn (gelî kesan!) di zemîn da bigerin, îdî hûn mêze bikin, ka encama gonehkaran ça bûye
Verse 70 — Surah An-Naml 27:70
(Muhemmed! Tu ji bona ne bawerya wan) li ser wan mirûzê xwe neke û tu ji bona dexelî u endezên wan bêhna xwe teng neke
Verse 71 — Surah An-Naml 27:71
Ewan (ji te ra aha) dibêjin: "Heke hûn (di doza xwe da rast in) ka danê wan peymanan kengê ye
Verse 72 — Surah An-Naml 27:72
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Dibe, ku ewa şapata hûn leza hatina wê dikin, hinekî (ji wê şapatê) li pey we da be (haja we pê tune be)
Verse 73 — Surah An-Naml 27:73
Bi rastî rûmet û qencîyên Xuda ê te li ser kesan heye, lê pirê wan (kesan) sipazîya (Xuda ê te) nakin
Verse 74 — Surah An-Naml 27:74
Bi rastî Xudayê te bi wan tiştên, ku ewan di singe xwe da vedişêrin ya jî eşkere dikin, rind dizane
Verse 75 — Surah An-Naml 27:75
Û çiqa tiştên ne xwuyayên di ezman û zemîn da hene (ewan hemîşk jî) di nivîsareke hizwartî da nin
Verse 76 — Surah An-Naml 27:76
Bi rastî eva Qur´ana pirê wan tiştên, ku zarên cihûyan di wan (tiştan da) ne wekhev bûne (rastîya wan tiştan) ji wan ra dibêje
Verse 77 — Surah An-Naml 27:77
Û bi rastî ewa (Qur´ana) ji bona bawergeran ra beled û dilovînek e
Verse 78 — Surah An-Naml 27:78
Bi rastî Xudayê te wê di nava (zarên cihûyan da) bi biryarên xwe, berewanî bike. Loma servahatê pirzan hey (Xudayê te ye)
Verse 79 — Surah An-Naml 27:79
Îdî tu xwe hispêre li ser Yezdan. Loma bi rastî tu li ser mafekî xwuyaî yî
Verse 80 — Surah An-Naml 27:80
Bi rastî tu (dengê xwe) bi miryan nadî bihîstinê û di gava (merivên ker) para da birevin, tu qe tu gazîkirînê bi wan nadî bihîstinê
Verse 81 — Surah An-Naml 27:81
Û tu nikarî ewan komê, ku di rê wundabûna xwe da wunda bûne, bînî rîya rast. Ewanê bi beratên me bawer kirine hene! Tu dikarî (dengê xwe) bi wan bidî bîhîstinê, şixwa îdî ewan bi xweber jî misilman bûne
Verse 82 — Surah An-Naml 27:82
Gava (peymana bi hatina danê dawîyê) bi ser wan da hat; em ji bona wan (kesan ra) di zemîn da rawerekî derdixin. Ewa (rawera) bi wan ra mijûl dibe, ku merivan bi rastî bi beratên me bawer ne kirine
Verse 83 — Surah An-Naml 27:83
Di wê roya, ku em ji her komekî ji wanê ku beratên me dane derewdêrandinê dicivînin, îdî ewanê (mayî) bi xweber deste deste dicivin
Verse 84 — Surah An-Naml 27:84
Heya têne amada Xuda dibin; (ji bona wan ra Yezdan aha) dibêje: "We ça beratên min bê zanîn didane derewdêrandinê? Ya jî we çi tişt dikiribûne
Verse 85 — Surah An-Naml 27:85
Û li ser wan da, bi sedema cewra ewan dikiribûne (ewa peymana, ku ewan pê mijûl dibûne) hatîye, îdî ewan bi xweber jî (nikarbûne di hemberê) wê hatina (şapatê da) mijûl bibin
Verse 86 — Surah An-Naml 27:86
Ma qey ewan (kesan) nabînin, ku me şev ji bona hewa wan ra çê kirîye, me ro jî ji bona, ku ewan (tê da) bi dîtin (bixebitin) çê kirîye? Bi rastî di van bûyeran da, ji bona komalê bawerger ra, beratên (derhoze) hene
Verse 87 — Surah An-Naml 27:87
Di roya, ku di qaldanê can da tê pufkirinê, îdî ji pêştirê wanê ku Yezdan vînîye, hemî kesên di ezman û zemîn da heyî (ji tirsa) vediciniqin. Hemîşk jî li bal (Yezdan da) bi stûxwarî tên
Verse 88 — Surah An-Naml 27:88
Di (wê royî da) tu dibînî, dibê qey çîya di şûna xwe da qerimîne mane,lê ewan çîyan wekî ewran digerîyan. Ew Yezdanê ku hemî tişt afirandîye heye! Evan pêşeyên wî ne. Loma bi rastî tişta, ku hûn dikin ewa pê dizane
Verse 89 — Surah An-Naml 27:89
Îdî Kîjan bi qencîyan hatibe, ji bona wî ra (li bal Yezdan) hêj ji wî anîna wî çêtir heye. Ewanê bi van (salixan) ji tirsa wê royî ewle ne
Verse 90 — Surah An-Naml 27:90
Û kîjan bi sikatîyan hatibe, îdî ewan deverû dikibine dojê, bi tiştekî mayî qey ewan têne celatkirinê? (Na, ewan hey celata kirinê xwe dikişînin)
Verse 91 — Surah An-Naml 27:91
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha bêje): "Ez hatime fermankirinê, ku ez hey perestîya Xudayê vî bajarê, ku (kirina sikatîyan di wî da hatîya qedexekirinê,) bikim; hemî tişt hey ji bona wî ra nin. Û ez hatime fermankirinê, ku ez bibime ji misilmanan
Verse 92 — Surah An-Naml 27:92
Û (ez hatime fermankirinê) ku ez "Qur’anê" bixûnim, îdî kîjan were rêya rast, şixwa ewa ji bona xwe ra hatîye rêya rast. Îdî kîjan ji rêya rast derkebe, tu (ji bona wî ra aha) bêje: "Ez hey ji hişyardarokan im
Verse 93 — Surah An-Naml 27:93
Û (Muhemmed! Dîsa aha) bêje: "Sipazî hemî ji bona Yezdan ra ne.Ew (Yezdanê) wê beratên xwe bide nîşanê we, hûnê jî di nêzik da (evan beratan) nîyas bikin. Û Xudayê te bi xweber jî, ji kirinê wan bê guman nîne