Back to Languages

Kurmanji - Chapter 28 - Al-Qasas

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Qasas 28:1

M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yezdan dizane)

Verse 2 — Surah Al-Qasas 28:2

Evan, bi rastî beratên pirtûka hizwartîne

Verse 3 — Surah Al-Qasas 28:3

Bi rastî emê ji bona komalekî, ku bawer dikin: hinekî ji serdaborya Mûsa û Fir’ewn ji te ra bixwûnin

Verse 4 — Surah Al-Qasas 28:4

Bi rastî Fir’ewn di wî zemîn da bi quretî (dest avêtîye cewrê) xwe bilind (zanîye) û ewî rûniştîne (wî zemînî) deste û deste ji hev raqetandîye: komakî ji wan (ku zarên cihûyan bûn) bê hêz dikiribûye: Sere; zarên wan ê kurîn jê dikir, jinê wan para da bi zendetî dihîşt. Loma bi rastî (Fir’ewn) ji wanê tevdanok e

Verse 5 — Surah Al-Qasas 28:5

Û ewanê di zemîn da hatine bê hêzkirinê hene! Me jî diva, ku em li wanê bê hêz qencîyan bikin û em ewan bixne pêşrewan û em ewan (ji bona Fir’ewn ra) bixne mîratxwur û ûrta wan

Verse 6 — Surah Al-Qasas 28:6

Û emê ewan (zarên cihûyan) di zemîn da binecî bikin û em tişta ku ewan, Fir’ewn û Haman û leşkere wan herdûyan, ku xwe je di parizandin, bidine nîşanê wan

Verse 7 — Surah Al-Qasas 28:7

Me li bal dîya Mûsa da (aha) niqandîye; "Tu ewê (zarokê) bimejîne. Gava (tu ji kuştina wî) tirsîyaî, îdî tu ewî bê tirs û bê mirûz bavêje nava ro. Loma bi rastî emê ewî li bal te da bizivirînin û emê ewê (zara te) bixne saî (li bal kesan da bişînin)

Verse 8 — Surah Al-Qasas 28:8

Îdî ji bona ku (Mûsa) ji wan (malîyên) Fir’ewn ra bibe neyar û kovan; malîyên Fir’ewn rastê (Mûsa) hatin, ji xwe ra birin. Loma bi rastî ji ber ku Fir’ewn û Haman û leşkere wan herdukan jî (Mûsa hildane mala xwe) bûne ji wanê şehitî

Verse 9 — Surah Al-Qasas 28:9

(Gava jina Fir’ewn, çav bi Mûsa ketîye, ji wan ra aha) gotîye: "Eva (zaroka hanê zarake wusa şirîn e) wê (ji bona min û te ra) bibe bîna çavan. (Fir’ewn!) hûn ewî (zarokî) nekujin, dibe ku ewa (zaroka) kêre me be, ya jî em ewî ji xwe ra bixne zar (li bal me bimîne). "Qe haja wan (bi serdaborya Mûsa) tunebûye

Verse 10 — Surah Al-Qasas 28:10

Dilê dîya Mûsa ji pêştirê (kovana li ser Mûsa) ji hemî tiştî di wê şevê da vala ma bûye. Heke ji bona bawerîya wê ye, ku ewê bawer kiribû (Fir’ewn, Mûsa nakuje, loma me li bal wê da niqandibû, ku Fir’ewn nikare ewî bikuje) me li ser dilê wê da (bi vê bawerîyê) hewandin ne anîbûya (ji şabûnê) nêzîk bû, ku ji wan ra bêje: "(Eva zara min e)

Verse 11 — Surah Al-Qasas 28:11

(Dîya Mûsa ji bona xwûşka wî ra aha) gotîye: "Li pey wan da here. Îdî (xwûşka Mûsa) dûr da (li pey wan da çû) li wan mêze dikir, haja (hevalên Fir’ewn) bi xweber jî qe (bi xûşka Mûsa) tunebûye

Verse 12 — Surah Al-Qasas 28:12

Me hêj di berê da (mêjandina şîrê jinan) li ser (Mûsa) ne durist kiribû, îdî ji ber (ku Mûsa şîrê jinan nedimêt; Fir’ewn û malîyên wî geryan ku jinekî wusa bibînin, Mûsa şîrê wê bimije. Gava xwûşka Mûsa bihîst, ku ewan li ji- nan digerin, çûye bal wan aha ji wan ra) gotîye: "Hûn hez dikin, ku ez bina maleke wusa bidime nîşanê we, ewa (bina mala) ewî (zarokê) bê kêmaî mezin bikin û ji bona wî (zarokî ra jî) ewan bi xweber şîretan bikin

Verse 13 — Surah Al-Qasas 28:13

Îdî (ji piştî ku xwûşka Mûsa ji wan ra got: Ewan jî anîna wê jinikê litê kirin) ji bo ku çavê dîya (Mûsa) ji rê mêzekirinê hew bike û mirûz nebe, me (Mûsa) li bal dîya wî da zivirand, ji bona ku bizane bi rastî peymana Yezdan daî, maf e, lê pirê wan bi xweber jî (bi vê bûyerê) nizanin

Verse 14 — Surah Al-Qasas 28:14

Gava (Mûsa) gehîjte sedra xwe, burha (Mûsa) îdî rast bûye, me ji bona wî ra berewanî û zanînek daye. Ewanê qencî kirine hene! em ewan bi vî awaî xelat dikin

Verse 15 — Surah Al-Qasas 28:15

(Di royekî da) haja kesî (bi Mûsa) tunebûye (Mûsa) çûye bajar. Îdî (di bajar da) ewa rastê du mêran hat; ku ewan li hev dixistin: Yek ji wan herdu mêran, ji komalê (Mûsa) bûye, ewê maî jî, ji neyarê wî bûye. Îdî ewê ji komalê Mûsa (ji bona arîkarîya xwe) di hemberê neyarê xwe da, hewar (li Mûsa) kirîye. Îdî Mûsa jî sîlek li wî ê (neyar) xistîye, ewê neyar mirîye. (Gava Mûsa kuştina neyar dibîne aha) dibêje: "Bi rastî eva kirina hanê ji kirine pelîd in. Loma bi rastî pelîd neyarekî rê wundanokê xwûya ye

Verse 16 — Surah Al-Qasas 28:16

(Mûsa paşê aha lava kirîye) û gotîye: "Xudayê min! Bi rastî min li xwe cewr kirîye, îdî tu min bibaxişîne", (Yezdan jî) ewî baxişandîye. Loma bi rastî ew baxişkarê dilovîn e

Verse 17 — Surah Al-Qasas 28:17

(Mûsa aha jî) gotîye: "Xudayê min! Ez bi wan qencîyên ku te bi min kirîye; bi sedema wan qencîyan, îdî ez ji bona wan nûsîtemkaran ra nabime piştevan.”

Verse 18 — Surah Al-Qasas 28:18

Îdî (Mûsa) di bajar da bi tirs dîdevanî dikir, gavekî (dêna xwe daê) ku ewê duh li wî hewar kirîye; dîsa hewar (li Mûsa) dikir. Mûsa ji bona wî ra (aha) gotîye: "Bi rastî tu li ber çavan merivekî ji ava rû derketîyî

Verse 19 — Surah Al-Qasas 28:19

Îdî gava (Mûsa) vaye, ku neyarê xwe herdukan bigire, ewê (neyar ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Mûsa! Qey te duh ça merivek kuşt, tu divê ku min jî wekî wî bikujî? (Mûsa! Bi rastî) tu (bi van kirinê xwe) nabî ji aştîkaran, le tu divê, ku tu di zemîn da bibî (mêrekî) zorbe

Verse 20 — Surah Al-Qasas 28:20

Mêrek ji kûraîya bajar bi lez hat bal (Mûsa) ewî (ji Mûsa ra aha) got: "Mûsa! Bi rastî ewa koma pêşrewan, ji bona kuştina te civîyane (heke tu guhdarya min bikî) were (ji bajar) derkeve (here). Loma bi rastî ez ji bona te ra şîretan dikim

Verse 21 — Surah Al-Qasas 28:21

Îdî (Mûsa) bi tirs (ji bajar) derket, li dora xwe mêze dikir (aha lava dikir) digot: “Xudayê min! Tu min ji komalê cewrkar fereste bike

Verse 22 — Surah Al-Qasas 28:22

Gava (Mûsa) ber bi alîyê (bajar ê) Medyenê da (çûye aha) gotîye: "Bi rastî ez guman dikim, ku Xudayê min bi rastî min bîne rîya rast

Verse 23 — Surah Al-Qasas 28:23

Gava (Mûsa) çû gîha ava (bajarê) Medyenê, li ser avê rastî komake ji merivan hat, ewê (komê tarişê) xwe av didan. Ji wan wêda rastê du jinan jî hat (dêna xwe da wan jinan, ku ewan) berya (tarişê xwe ji av vexwurinê) digirtin. (Mûsa ji wan herdu jinan aha pirsîye û) gotîye: "Hûn herduk li vira çi dikin û (tarişê xwe ji bo çi para da didin)?" Ewan (herdu jinikan ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Bavê me kalekî mezin e (ji wî pêştir jî kesekê me tune ye) heya şivan tarişê xwe av nedin para da neçin, em tarişê xwe av nadin

Verse 24 — Surah Al-Qasas 28:24

Îdî (Mûsa) ji bona wan herdu (jinan ra tarişê) wan av daye paşê ewî pişta xwe daye wan, çûye binê sîhê, paşê ji (Xuda aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî tu li bal min da çi bihênirî (ez bi wî qayîl im) loma ez hewce û birsîme

Verse 25 — Surah Al-Qasas 28:25

Îdî paşê yek ji wan herdu jinikan bi şermokê hate bal (Mûsa) ewê (ji bona Mûsa ra aha) gotîye: “Bavê min gazî te dike, ji bo ku kirya wê avdana te ji me ra kirîye bide te. Îdî gava ewa hatîye û serdaborya xwe ji (bavê wê ra) gotîye. (Bavê wê ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "(Mûsa!) îdî tu netirse, loma tu ji komalê cewrkar fereste bûî

Verse 26 — Surah Al-Qasas 28:26

Yekê ji wan herdu keçikan (ji bavê xwe ra aha) gotîye: "Bavo! Tu ewî (ji bona me ra bi şivanî) bigire, loma bi rastî ewa (ji wan şivanên) ku te heya naha ji bona me ra girtine (ji hemîşkan jî) bi hêztir û ewletir e

Verse 27 — Surah Al-Qasas 28:27

(Bavê wan herdu keçikan, ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "(Mûsa!) ez divêm, ku yekê ji van herdu keçikê xwe li te kevîn bikim; heke tu heşt salan ji bona min ra bixebitî. Îdî heke tu evî danê hanê bixî deh salan (ji bona min ra bixebitî) şixwa tu li bal xwe (qencîyan dikî). Ez navêm, ku ji te ra zehmetê bidim. Bi hezkirina Yezdan tuê bibînî, ku ez ji aştîkaran im

Verse 28 — Surah Al-Qasas 28:28

(Mûsa bersiva wî aha daye û) gotîye: "Eva axiftina te, di nîveka min û te da (peymana dane dîyarîyê) îdî ez ji wan herdu dana, kîjanî biqedînim, pey wî da neyartî (û xeyîdandin) li ser min tune ye. Yezdan bi xweber jî li ser tişta ku em dibêjin cînîştîyê me ye

Verse 29 — Surah Al-Qasas 28:29

Îdî gava Mûsa danê xwe qedandîye, bi malîyên xwe va derketine li rêya xwe çûne (di şevê da) li kêleka (rastê çîya ê) Tûr agirek dîtîye (ji bona malîyên xwe ra aha) gotîye: "Hûn li vira bihewin; bi rastî min agirek dît (ezê herme wura). Loma dibe ku ez ji wura ji bona we ra axiftinekî bînim, ya jî ez hinek kozê agir bînim, ku hûn li dora wî da bitelizin

Verse 30 — Surah Al-Qasas 28:30

Îdî gava (Mûsa) hatîye bal wî (agirî) ji alîyî newalê rastê di wî zemînê pîroz da ji darê hate gazîkirinê (aha) got: "Mûsa hişyarbe! Bi rastî ez Yezdanê Xuda ê cîhanê me

Verse 31 — Surah Al-Qasas 28:31

Tu gopalê xwe bavêje." Îdî gava (Mûsa gopalê xwe avêtîye) li bal gopal da mêze kirîye, dêna xwe daye gopal wekî tîremarekî dimilimle .(Ji tirsa) para da revîya, qe li pey xwe mêze ne kirîye (Yezdan ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Mûsa! bizivire bere xwe bide wî (gopalî) ji wî netirse, bi rastî (Mûsa) tu ji wanê ewledar î

Verse 32 — Surah Al-Qasas 28:32

(Mûsa!) Tu destê xwe bixe berîka xwe, ewa (destê te) wê bê qilêr sipî derkeve. O tu herdu bazûyên te ne, ku ji tirsa ji hev çûne li bal xwe da berev bike (îdî ji xwe ewle bibe). Evan herduk (gopal û dest sipî bûn) du berateyên ji Xudayê te li bal te da hatine, ku tu ewan herdukan bidî (nîşanê) Fir’ewn û koma wî yê pêşrewan (ji bo ku , ewan bawer bikin). Loma bi rastî ewan komalekî ji rê derketonek in

Verse 33 — Surah Al-Qasas 28:33

(Mûsa ji bona Yezdan ra aha) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî min ji wan merivek kuştîye, îdî ez ditirsim ku ewan jî min bikujin

Verse 34 — Surah Al-Qasas 28:34

Zimanê birayê min Harûn ji (zimanê) min rindtir vekirîye, tu ewî bi min ra ji bo ku arîkarîya min bike û gotîyên min bide rastdêrandinê, bişîne. Loma bi rastî ez ditirsim, ku ewan min bidne derewdêrandinê

Verse 35 — Surah Al-Qasas 28:35

(Yezdan ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Emê bazûkê te bi birayê te bidine hezkirinê; emê ji bona we herdukan ra hêzeke wusa bidin, îdî ewan (Fir’ewnîyan) nikaribin nêzîkî we bibin. (Îdî) hûn herduk bi beratên me va herin bal wan. Loma bi rastî hûn herduk bi peyrewê xwe va, servahatî ne

Verse 36 — Surah Al-Qasas 28:36

Îdî gava Mûsa bi beratên me yên hizwartî va hatîye bal (Fir’ewn û koma wî da, ewan ji hev ra aha) gotine: "Evan kirinê (Mûsa) hey ançên (wusanin, Mûsa bi wan ançan) viran dike. Me tiştên aha, qe ji bavê xwe ê berê da jî ne bihîstîye

Verse 37 — Surah Al-Qasas 28:37

Û Mûsa jî (bersiva wan aha daye û) gotîye: "Bi rastî Xudayê min çêtir dizane; ka kîjan ji bal wî, bi rehberya rast hatîye û ka encama bûyeran ji bona kê ra dimîne. Loma bi rastî cewkar fereste nabin

Verse 38 — Surah Al-Qasas 28:38

Fir’ewn jî (ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "Gelî koma min ê pêşrewan! Ez ji bona we ra ji pêştirê xwe qe bi tu ilahek nizanim. Haman! Îdî tu ji bona min ra ji herîyê kerpîçan sor bike û koşkekî ava bike.Loma dibe ku ez derkevim bal Xudayê Mûsa.Ez bi xweber guman dikim, ku bi rastî (Mûsa) ji virekan e

Verse 39 — Surah Al-Qasas 28:39

Û (Fir’ewn) û bi leşkere xwe va bê mafî di zemîn da quretî dikirin. Loma ewan guman dikirin, ku bi rastî li bal me da nazivirin

Verse 40 — Surah Al-Qasas 28:40

Îdî me jî ewa bi leşkerê wî va (bi şapatan) girtin, paşê me ewan avêtine ava milmilok. (Muhemmed!) tu mêze bike, îdî ka encama wan ê cewrkar ça bûye

Verse 41 — Surah Al-Qasas 28:41

Me ewan xistine pêşrewanê wusa, ku ewan li bal agir da têne gazî kirinê. Di roya rabêna hemî da jî qe arîkarîya wan nayê kirinê

Verse 42 — Surah Al-Qasas 28:42

Di vê cêhane da me deherandin xistîye peyrewê wan. Di roya rabêna hemî da jî şixwa ewan ji wanê sik in

Verse 43 — Surah Al-Qasas 28:43

Bi sond! Ji piştî teşqele kirina wan kesên çaxê borî, me ji bona Mûsa ra pirtûkek daye; ji bo ku ewa (pirtûka) ji bona kesan ra bibe beled û dilovîneke ber çavî, loma bi rastî hêvî heye ku ewan (evan bûyeran) bîra xwe bînin (bawer bikin)

Verse 44 — Surah Al-Qasas 28:44

(Muhemmed!) Gava me li bal Mûsa da bûyera (Pêxemberîyê) qedand, tu (di newalê da di alîyê) rojava da ne bûyî û tu bi xweber jî (di gava pêkanîna bûyerê da) nehrîwan ne bûyî

Verse 45 — Surah Al-Qasas 28:45

Lê me (di pey Mûsa da) pir dem borandine, îdî (ji Mûsa heya naha) gavên dirêj borîne. Û tu bi xweber di nava komalê Medyenê da jî ne bûyî, ku te beratên me ji wan ra bixwun da (hînê beratên) me bibûyaî. Loma (Pêxemberê wan hebû) lê me tu jî (bi Qur’anê va) li bal vî komalî da saî şandîyî

Verse 46 — Surah Al-Qasas 28:46

Gava me gazî (Mûsa kiribû) tu li bal (çîyayê) Tûr ne bûyî. Lê (li Çîyayê Tûr çi bûyer borîye, me) bi dilovîneke ji Xudayê te (li bal te da hinartîye) ji bo ku tu ewî komalê di berya te da li bal wan da qe tu hişyardanok ne hatibûn; bidî hişyar kirinê, loma dibe ku ewan (bi hişyarkina te) şîretan hildin

Verse 47 — Surah Al-Qasas 28:47

Heke bi sedema tiştên ku ewan di berê da kiribûn, şapatek bi wan da hatibûya, îdî ewanê (aha) bigotinan: "Xudayê me! Qey çi dibû te li bal me da saîyek şandibûya, îdî me jî peyrewîya beretane te bikira û me jî bawer bikira?" Ne bûya (me tu li bal wan da ne dişandî, lê ji bona ku em keysa van gotinan nedine wan, me tu li bal wan da şandî)

Verse 48 — Surah Al-Qasas 28:48

Îdî gava ji bal me ji bona wan ra mafî hatîye, ewan (aha) gotibûne: "Qey tişta ji bona Mûsa ra hatibû, gotî weki wî ji vî (Muhemmedî ra jî) ne hatîbûya?" (Ere, gotina wan e) ma qey ewan hêj di berê da bi wan beratên ji Mûsa ra hatibûn ne bibûne file? (Ewan ji bona Qur’an û Tewratê ra aha) gotibûn, "Evan herduk (Qur’an û Tewrat) du anç in pişta hev dikin. Em bi herdukan jî dibine file

Verse 49 — Surah Al-Qasas 28:49

(Muhemmed!) tu (ji wan ra aha) bêje: "Bira heke hûn ji rastgoyan in, îdî hûn ji bal Yezdan pirtûkeke wusa bînin ku ewa ji van herduk pirtûkan (Qu- r’an û Tewratê) beledtir be; ez bi xweber jî bibime peyrewê we

Verse 50 — Surah Al-Qasas 28:50

Îdî heke ewan bersiva te ne dan (ewan xwastinê te bid cîh ne anîn) tu bizane, ku bi rastî ewan hey peyrewî dilxwaşîya xwe dikin. Gelo ji wanê, ku qe tu beledî ji Yezdan ji bona wan ra tunebe û bibne peyrewê xwaşîya xwe herin, rê wundaker tu kes heye? Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast

Verse 51 — Surah Al-Qasas 28:51

Bi sond! Me ji bona wan ra mijûlîya (xwe) peyweste gîhandîye wan, loma dibe ku ewan şîretan bîra xwe bînin (bawer bikin)

Verse 52 — Surah Al-Qasas 28:52

Ewanê, ku hêj berya (Qur’anê da) me ji wan ra pirtûk dabû hene! Ewan (bi Qur’anê) bawer kirine

Verse 53 — Surah Al-Qasas 28:53

Gava (Qur’an) ji wan ra te xwundinê, ewan (aha) dibêjin: "Bi rastî ewa (Qur’ana) mafekî ji Xudayê me ye (ji bona me ra hatîye). Şixwa bi rastî em hêj di berya (Qur’anê da jî) Misilman bibûn

Verse 54 — Surah Al-Qasas 28:54

Evanê bi van salixan hene! Bi sedama hewa wan e li ser cewra cefakaran kirine, kirya wan bi du carî tê dayîne û ewan sikatîyan bi qencîyan diborînin.Ji rozînê me dane wan, ewan jî, ji hewcan ra didin

Verse 55 — Surah Al-Qasas 28:55

Gava ewan peyvên beredayî jî dibêhên, rûyê xwe ji wan difetilînin (aha) dibêjin: “Kirinê me ji bona me ra ne kirinê we jî ji bona we ra ne. Hûn ji me ewle bin, ku em (çêrê we nakin). Şixwa em bi xweber jî hevaltîya nezanan navên

Verse 56 — Surah Al-Qasas 28:56

(Muhemmed!) Bi rastî tu nikarî hezkerê xwe bînî rêya rast, lê Yezdan ji kê ra bivê ewî tîne rêya rast. Loma ewa bi wanê ku hatine rêya rast çêtir dizane

Verse 57 — Surah Al-Qasas 28:57

Ewan (filan) aha gotine: "(Muhemmed!) heke em bibine peyrewê beledîya bi te ra heyî, bi rastî emê ji zemînê xwe bêne avêtinê. "Ma qey me ji bona wan ra li bal xwe da, (bajarê Mekke) nexistîye şûnwarê ewletiyê ku li bal wî (bajarî da) ji her alîyî bertên? Lê pirê wan bawer nakin

Verse 58 — Surah Al-Qasas 28:58

(Me çiqa welat bi sedema berxwudarya wan ku ji tixûbê xwe borîne) teşqele kirîye! (Mêze bikin) evan kavilan, ewra wan in. Ji piştî wan hindik (meriv) li warê wan rûniştine. Em bi xweber jî ûrta wan in

Verse 59 — Surah Al-Qasas 28:59

Heya Xudayê te di bajarê mezinê (welatan da) saîkî neşîne, ewa saîya beratên me ji wan ra nexwûne, em rûniştîne wî (welatê) teşqele nakin. Me çiqa welatek teşqele kiribe, rûniştîne wî welatî hey cewrkar bûne

Verse 60 — Surah Al-Qasas 28:60

Ji bona we ra çi hatibe dayînê, îdî ewa hey daborî û xemla cîhanê ye. Ewa tiştê li bal Yezdan ji van (tiştê cîhanê) çêtir û mayîtir e. Îdî gelo hûn qe hiş hilnadin

Verse 61 — Surah Al-Qasas 28:61

Îdî qey ewê, ku me ji bona wî ra peymana bi qencîyan dabe, ewa bi xweber jî (di roya rabûna hemîtî da) rastî (wê qencîya, ku me peymana dana wê dabû) hatibe; wekî wî kesê, ku me ewa di cîhanê da berxwudar kiribe, paşê jî di roya rabûna hemî da (tê girtinê) li bal (avêtina dojê da) amade dibe, dibe

Verse 62 — Surah Al-Qasas 28:62

Di we royî da li bal wanê (amadeker da) tê gazîkirin (Yezdan ji wan ra aha) dibeje: "Ka ewan hevrîyên, ku we ji bona min ra bi vir digirtin li ku ne

Verse 63 — Surah Al-Qasas 28:63

Ewanê ku şapat li ser wan hatîye maf kirinê hene! Ewan (aha) gotine: "Xudayê me! Ewanê ku me ewan deliqandin ji rêya rast derxitibûn!) ewan evan in. Em ça ji rêya rast derketibûn, me ewan jî, ji rêya rast derxistibûn (loma ewan bibûne peyrewê me). Îdî me dest ji wan şûşt em li bal te da zivirîne. Şixwa ewan ji me ra perestî ne dikiribûne (lê ji bona dil xwaşîya xwe ra perestî dikiribûne)

Verse 64 — Surah Al-Qasas 28:64

Îdî (Yezdan ji wan ra aha) dibêje: "Ka gazî wan hevrîyên xwe bikin." Ewan jî gazî wan hevrîyan kirin, îdî ewan (hevrîyan) ji bona wan ra bersiv ne dane. (Ewan) di hemberê ku xwe da şapat dîtine (tu dibê qey li bal şapatê bi xweber da hatine gazîkirinê). Gelo çi dibû ku bihatina rêya rast

Verse 65 — Surah Al-Qasas 28:65

Di wê royî da (Xudayê wan gazî wan dike (ji wan ra aha) dibeje: "Gelo we bi çi bersiva saîyan dane

Verse 66 — Surah Al-Qasas 28:66

Îdî di wê royî da mijûlî li ber çavê wan wunda dibin (nabînin wê çi bêjin) ewan ji hev jî napirsin

Verse 67 — Surah Al-Qasas 28:67

Îdî kîjan ji kirinê xwe poşman bibe û bawer bike û karê aştî bike, dibe ku ewa (kesa) bibe ji wanê ferestok

Verse 68 — Surah Al-Qasas 28:68

(Muhemmed!) Xudayê te çi bivê, ewî diaferîne û ewî hildibijirîne, ji bona wan bi xweber jî qe tu hilbijartin tune ye. Yezdan ji wan (gotinê wan) paqij e û ji hevrîyan jî bilind e

Verse 69 — Surah Al-Qasas 28:69

Û çi tiştê ku singê wan di xwe da veşêre û ya jî eşkere bike, Xudaê te hey bi wan dizane

Verse 70 — Surah Al-Qasas 28:70

Ewa Yezdanê babetê (perestîyî) Yezdan e kî wusa ne, ku ji pêştirê wî tu ilahek (babetê perestîyî) tune ye, di pêş û para da hey sipazî ji bona wî ra ne û berewanî jî hey ji bona wî ra heye. Para zivirandin hey li bal wî da ne

Verse 71 — Surah Al-Qasas 28:71

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje"Hûn mêze bikin: heke Yezdan heya roya rabûna hemî şevê li ser we da bihêle, gelo ji pêştirê Yezdan, kîjan Xuda dikarin ji bona we ra ruh naîyî bînin? (Ka ji min ra bêjin) hûn qey nabîhîzin

Verse 72 — Surah Al-Qasas 28:72

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hûn mêze nakin, heke Yezdan heya roya rabûna hemî royê li ser we da bihêle, ji pêştirê Yezdan kîjan Xuda dikarin ji bona we ra şevê bînin, ku hûn di wê şevê da bihewin? Îdî qey hûn nabînin

Verse 73 — Surah Al-Qasas 28:73

Ji bo ku hûn di şevê da bihewin û di royî da jî, ji rûmeta wî rojîyên xwe biqedînin ewî ji dilovanîya xwe şev û ro çê kirîye. Loma bi rasti dibe ku hûn sipazîya (qencîyên) wî bikin

Verse 74 — Surah Al-Qasas 28:74

(Di roya rabûna hemî da) ewa gazî wan (filan) dike, îdî (ji wan ra aha) dibêje: "Ka ewan hevrîyên ku we bi vir ji min ra çe dikirin, li kêderê ne

Verse 75 — Surah Al-Qasas 28:75

Di we (royî da) em ji hemî koman nehrawanan derdixin, îdî em ji (wan ra aha) dibejin: "Ka (ji bona van perestvanên xwe ra) beratan bînin (ku hûn bizanin ewan maf in) ji piştî vî da ewan zanîn, ku maf ji bona Yezdan ra ne û ewan (perestvanên) ku ewan (filan) ji bona Yezdan ra bi vir digirtin, hemî jî li berçavan wunda bûne

Verse 76 — Surah Al-Qasas 28:76

Bi rastî Qarûn (bi xweber jî) ji komalê Mûsa bû (kurê apê wî bû). Îdî ewî li ser (Mûsa û peyrewê wî) quretî û pozbilindî kirîye. Me wusa ji bona (Qarûn ra) maldan çe kirîye: zimanê devê xezîneyên wî komeke bi hêz dikarîya hilde. Di gavekî da komalê wî ji bona wî ra (aha) gotîye: "(Qarûn!) tu xwe qure neke, loma bi rastî Yezdan ji wanê qure ê şa, hez nake

Verse 77 — Surah Al-Qasas 28:77

(Tu bi wî tiştê ku Yezdan daye te, êwra para da bixwaze u tu para xweyê cîhanê jî bîrva neke; ça Yezdan bi te ra qencî kirîye tu jî wusa qencîyan ji bona hewcan ra) bike û tu di zemîn da tevdanî neke, loma bi rastî Yezdan ji tevdanokan hez nake

Verse 78 — Surah Al-Qasas 28:78

(Qarûn ji wan ra aha) gotîye, "Evan (zengînên hanênan) bi zanîna min ji min ra hatine.” Ma qey ewa nizane, ku me di berya wî da di wan çaxên borî da çiqa merivên ji wî maldar û bi hêztir teşqele kirine? (Di gava teşqelekirinê da) gunehkar ji kirina gonehan nayêne pirsînê

Verse 79 — Surah Al-Qasas 28:79

Îdî Qarûn bi xemla xwe va derketîye nava komalê xwe; ewanê jîna cîhanê divan hene! Ewan (aha) gotine: "Xwazîka wekî tişta ji Qarûn ra hatîye; ji bona me ra jî ewa hebûya. Loma bi rastî Qarûn xwaye para mezin e (ewa bextîyar e)

Verse 80 — Surah Al-Qasas 28:80

Ewanê ji bona wan ra zanîn hatîye dayînê hene! Ewan jî (aha) gotine: "Xwelî li we be: Ji bona wanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Qencîya Yezdan ji wan ra çêtir e. Ji pêştirê wanê (ku li ser cefadana di rêya Yezdan da) hew kirine (qe tu kes) nagihêje (wan qencîyan)

Verse 81 — Surah Al-Qasas 28:81

Îdî paşê me (Qarûn) û bi mal û xênîyên wî va di zemîn da xiste xarê, ji pêş- tirê Yezdan, ji bona Qarûn ra qe tu komeke xurte, ku ewî ê malê wî ji teşqele bide para da tunebû. Şixwa ewî bi xweber jî nikarbûye arîkarîya xwe bike

Verse 82 — Surah Al-Qasas 28:82

Ewanê, ku duhe dixwastin bikebine şûna Qarûn hene! Ewan jî (gava dîtine, ku aha hatîye serê (Qarûn) gotine: "Ax! Erê wusa ne, Yezdan ji kêjan bendeyên xwe ra bivê, mal dide wan û ji kîjanan ra jî nevê mal nade wan. Heke Yezdan bi me qencî ne kiribûya wê em jî bixistina zemîn. Ax wusa ne! Bi rastî file serfiraz nabin

Verse 83 — Surah Al-Qasas 28:83

Ewa êwra para da heye! Em ewê hey ji bona wanê, ku navên di zemîn da tevdanî û quretî bikin, dixne êwirgeh. Şixwa encama para ji bona Xuda parizane

Verse 84 — Surah Al-Qasas 28:84

Kîjan bi qencîyan va (li bal me da) hatibe, îdî ji bona wî ra ji wan (qencîyên, ku ewî anîne) qencîyên çêtir hene. Kîjan bi sikatîyan (li bal me da) hatibe, îdî ewanê sikatî kirine hene! Ewan hey bi tişta kirine têne celatkirinê

Verse 85 — Surah Al-Qasas 28:85

(Muhemmed!) Bi rastî ewê ku Qur’an li ser te da (hinartîye û xwundina wê) li ser te bi vê nevê kirîye heye! Ewa (Xudaê te ye) wê te li bal wî cîyî (ji te ra hatîye peymandanê) behere. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî Xudayê min, ka kîjan bi beledî hatîye hatîye û ka kîjan di rê wundabûneke xwuyan da ne, çêtir dizane

Verse 86 — Surah Al-Qasas 28:86

Îdî (Muhemmed!) tu ji bona filan ra nebe piştevan, loma te bi xweber guman ne dikir, ku wê pirtûkê (di jor da)li bal te da bê berdanê. (Hinartina vê pirtûkê) hey dilovîneke ji Xudayê te ye

Verse 87 — Surah Al-Qasas 28:87

Ji piştî, ku beratênYezdan li bal te da hatine hinartinê, bira ewan (filan) te ji xwundina wê nedine para da, tu ewan (filan) li bal Xudayê xwe da gazî bike. (Muhemmed!) Tu qe nebe ji wanê hevrîçêker

Verse 88 — Surah Al-Qasas 28:88

Û tu bi perestîya Yezdan ra, perestîya tu Xuda ne maî neke, loma ji pêştirê wî qe tu Xuda tune ne. Hemî tiştê ji pêştirê Yezdan wê teşqele bibin, hey berewanî ji bona wî ra ne; hûnê (dawyê da) hey li bal wî da bizivirin