Back to Languages

Kurmanji - Chapter 31 - Luqman

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Luqman 31:1

M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yezdan dizane)

Verse 2 — Surah Luqman 31:2

Evanan beratên Pirtûk a bijejke ne

Verse 3 — Surah Luqman 31:3

(Evan beratan) ji bona qencîkaran beledî û dilovanîyeke (me hinartîye)

Verse 4 — Surah Luqman 31:4

Ewanê nimeja xwe dikin û baca malê xwe didin hene! (qencîkar ew in). Ewanan bi danê para da jî di nêzîk da bawer dikin

Verse 5 — Surah Luqman 31:5

Ewanê ku li ser beledîya ji Xudayê xwe ne, evanan in. Evan bi xweber jî serfiraz bûne

Verse 6 — Surah Luqman 31:6

Hinek ji merivan hene, ji bo ku rêya Yezdan bi nezanî li ber kesan wunda bikin mijûlîyên beredayî dikirin, ewan (mijûlîyan) ji xwe ra dixne tinaz. Ji bona van ra şapateke bihatî heye

Verse 7 — Surah Luqman 31:7

Gava beratên me ji wî ra te xwundinê, ewa para da bi quretî pişta xwe (dide wan beratan) tu dibê qe ne bihîstîye (diçe). Dibe qey di herdu guhe wî da gûhesin heye. Îdî tu mizgînîya wî bi şapateke dilsoz bide

Verse 8 — Surah Luqman 31:8

Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Ji bona wan ra bihişta xwurinan heye

Verse 9 — Surah Luqman 31:9

(Ewanê di wê bihiştê da) her bimînin. Eva (maîna wan) peymaneke raste ji Yezdan e. Loma bi rastî Yezdan bi xweber jî servahatê bijejke ye

Verse 10 — Surah Luqman 31:10

Yezdan hûn ça dibînin ezman bê stûn afirandîye. Ji bo ku zemîn we nehejîne ewî di zemîn da çîyayên direj û bilind danîne. Ji hemîşk candaran ewî di zemîn da reşandîye. Îdî me ji ezmanan da aveke (wusa) hinartîye, em bi wê avê ji hemî zone rindên (hêşînaîyê) di zemîn da hêşîn dikin

Verse 11 — Surah Luqman 31:11

Afirandinê Yezdan evan e. Îdî ka hûn (gelî filan) bidine nîşanê min ewanê pêştirê Yezdan ka çi afirandine? (Ewan qe tu tişt ne afirandine). Lê ewanê cewr kirine hene! Ewan di wundabûneke xwûyadanin

Verse 12 — Surah Luqman 31:12

Bi sond! Me ji bona Loqman ra zanîna retkokî anîye; ji bo ku sipazîya Yezdan bike. Kîjan sipazî bike, îdî ewa hey ji bona xwe ra sipazî dike, kîjan jî nonkorî bike, bi rastî Yezdan ji wî (bê perwayê) pesinvan e

Verse 13 — Surah Luqman 31:13

Di gavekî da Loqman ji bona kurê xwe ra bi şîret (aha) gotîye: "Kure min! Tu ji bona Yezdan ra hevrîyan çê neke, loma bi rastî hevrîçêkirin cewreke pir mezin e

Verse 14 — Surah Luqman 31:14

Me li meriva şîreta da û bavê wan kirîye, "ku ewa meriva sipazî ji bona min û da û bavê xwe ra bike, loma dîya wî ewa bi cefaê li ser cefan hildaye û bardar bûye. Ewa meriva heya du salan paşê ji şîr vebûye. Êwra (para da) hey li bal min da ne

Verse 15 — Surah Luqman 31:15

Heke ewan da û bavê te bi te ra tekoşîn kirin; ku tu ewan tiştên tu zanîna te bi wan tune ye, tu ewan ji bona min ra bixî hevrî, îdî tu (di vê tekoşînê da) bi gotina wan neke, tu di cêhanê da bi wan ra bi qencî hevaltîyan bike û tu peyrewîya wan ê ji sikatîyan, li bal min da zivirîne bike. Paşê şixwa hûnê hemîşkê jî li bal min da bizivirin. Îdî (wê gavê) ezê ji bona we ra tişta we kiribû, bêjim

Verse 16 — Surah Luqman 31:16

Kurê min! Heke (keda) te wekî tovê henzelê be jî, di nava kevirê hilû da be, ya jî di ezman û zemîn da be, hey Yezdanê ewê (keda) te bîne. Loma bi rastî Yezdan bi hemî tiştên hûrê nexûya ê veşartî agahdar e

Verse 17 — Surah Luqman 31:17

Kurê min! Tu nimêja xwe bike û tu fermana bi qencîyan û parisandina ji sikatîyan bike, tu li ser wan rîpên bi te da tên hew bike. Loma bi rastî (evan kirinên wusan in Yezdan fermana kirina wan) bi vê nevê kirîye

Verse 18 — Surah Luqman 31:18

(Kure min!) Tu rûye xwe ji bona (kirinê) merivan (ji wan) nequrçîmîne û tu bi quretî di zemîn da negere. Loma bi rastî Yezdan ji hemî qureyên sewirkar hez nake

Verse 19 — Surah Luqman 31:19

(Kurê min!) Tu di gera xwe da giranî bike û tu dengê xwe nişîv bike. Loma bi rastî siktirê dengan, dengê keran e

Verse 20 — Surah Luqman 31:20

Ma qey hûn nabînin, ku bi rastî Yezdan ji bona we ra hemî tiştên di ezman û zemîn da heyî, xistîne bine destê we, ewî qencîyên xwe yên xwûyaî û ne xwûyaî li ser we da pir pêk anîye? (Bi vî ra jî) hinek ji merivan hene; bê zanîn bê beled û bê pirtûkên ruhnaîker, tekoşînê (di mafê hebûna) Yezdan da dikin

Verse 21 — Surah Luqman 31:21

Gava ji bona wan ra (aha) bê gotinê: "(Gelî kesan!) tişta ku Yezdan hinartîye hûn bibine peyrewê wî." (Ewan bersiv dane û) gotine: "(Na, em bi gotina we nakin) 1ê tişta ku em rast hatin; bav û bapîrên me li pey wan bûn, emê jî peyrewîya wan bikin." Gelo heke pelîd ewan gazî bal agirê hilopît kiribe jî, ewanê dîsa (di şopa bav û kalê xwe da) herin

Verse 22 — Surah Luqman 31:22

Bi sond! Kîjanê bi qencîyan rûyê xwe ji bona (perestîya) Yezdan ra xurî kiribe, îdî ewî bi qulpa zexm girtîye. Şixwa encama bûyera (hemî jî) li bal Yezdan da ne

Verse 23 — Surah Luqman 31:23

Û kîjan jî fıletîya (Yezdan) bike, îdî bira fıletîya wî te mirûz neke. Loma dawîyê da jî zivirandina wan li bal me da ne; îdî tişta ewan kirîye emê ji bona wan ra bêjin. Bi rastî Yezdan bi tiştên di singan da heye pir dizane

Verse 24 — Surah Luqman 31:24

Em ewan (filan) hindik berxwudar dikin, paşê emê ewan li bal şapateke giran da stûxar bikin

Verse 25 — Surah Luqman 31:25

Heke tu ji wan bipirsî, "Gelo kê ezman û zemîn afirandîye?" (Ewanê bersiva te aha bidin û) bêjin: "Yezdan (afirandîye)". Tu (aha) bêje, "Çiqa sipazî hene ji bona Yezdan ra ne." Lê pirê wan nizanin

Verse 26 — Surah Luqman 31:26

Çi tiştên di ezman û zemîn da hene! Hemî ji bona Yezdan ra ne. Loma bi rastî Yezdan bi xweber jî zenginê pesinvan e

Verse 27 — Surah Luqman 31:27

Bi rastî çiqa darên di zemîn da heye bibine gilîgo (qelem) û avşîn jî bibine hubur, ji peyvîda jî hevt avşîn bibine piştevan, tevê wan hubran be (ewan hemî jî binivîsin) dîsa dawîya peyvên Yezdan nayên. Bi rastî Yezdan servehatê bijejke ye

Verse 28 — Surah Luqman 31:28

Afirandina we (ji piştî) mirinê rakirina we û şandina we (li bal civînê da) wekî (afirandin û rakirina merivekî) bi tenê ye (qe tu raqetandin) tune ye. Bi rastî Yezdan dibêhê û dibîne

Verse 29 — Surah Luqman 31:29

Ma qey tu nabînî, ku bi rastî Yezdan şevê dixe ro e û royê jî dixe şevê (herdukan bi vî awaî kurt û dirêj dike) û roj û hîv jî di fermana xwe da sernerm kirîye; heryek ji wan heya danê navdaî dikişin? Bi rastî Yezdan tişta hûn dikin bi agah e

Verse 30 — Surah Luqman 31:30

Wusa ne! Loma bi rastî Yezdan mafî (bi xweber heye). Lê ewan tiştên ku ewan (filan) ji pêştirê wî perestîya wan dikin, ewan pûç in. Bi rastî Yezdan bi xwer jî bilindê mezin e

Verse 31 — Surah Luqman 31:31

Ma qey tu nabînî, ji bo ku Yezdan hinekî ji beratên xwe bide nişanê we, kelek bi qencîyên wî di deryayê da dikişe? Bi rastî di van (bûyeran da) ji bona hemî hewkerê sipazvan ra beratên (derhoze) hene

Verse 32 — Surah Luqman 31:32

Gava pêlê deryayê wekî sîye ewan diniximîne, ewan xwurî gazî Yezdan dikin: Loma "ol" xurî ji bona Yezdan ra ne. Îdî gava me ewan li bal reşaîyê da fereste kirin; hinek ji wan rêyeke nîvwarî ji xwe ra digirin. Ji pêştirê sêwirkarên pir file, qe tu keş beratên me venaşêrin

Verse 33 — Surah Luqman 31:33

Gelî kesan! Hûn parizaya Xudayê xwe bikin û hûn ji wê roya, ku bav, ji bona zara xwe ra û zar jî ji bona bavê xwe ra, bi tu tiştî nayê xelat û celatkirinê bitirsin. Loma bi rastî peymana Yezdan (daye) maf e. Îdî bira jîna cîhanî we nede xapandinê. Û bira (sêwrandinê pelîd ku dibêje: "Xuda mezin e wê we bibaxişîne") nede xapandinê

Verse 34 — Surah Luqman 31:34

Loma bi rastî zanîna danê (rabûna hemîtî hey) li bal Yezdan e, ewa bariştê dibarîne, ewa bi tişta di malberxika da heyî dizane, qe tu candar nizane, ka wê di sibehê da, ji bona xwe ra çi ked bike û tu candar nizane jî ka wê li kû zemînî bimire. Bi rastî ewê (bi hemî tiştan dizane) û agahdarê (bi hemî tiştan e) ewa hey Yezdan e