Verse 1 — Surah As-Sajdah 32:1
Elîf, Lam, Ra
Verse 2 — Surah As-Sajdah 32:2
Daxistina kitêbê tu dudilî tê nîne ku ji perwerdekarê cîhanê ye
Verse 3 — Surah As-Sajdah 32:3
Ma qey ew dibêjin ku: "Wî bi derew ji ber xwe ve çêkiriye." Ne, ew rastiyek e ji perwerdekarê te ji bo tu komelekî ku berî te tu hiþyarker ji wan re nehatine hiþyar bikî. Hêvî heye rast bibînin
Verse 4 — Surah As-Sajdah 32:4
Xuda ye ê ku asîmana û zemîn û tiþtê navbera wan de di þêþ rojan de aferand, paþê ser text vegirt. Ji we re bêyî wî ne tu yar û yawer û ne jî tu mehdervan hene. Ma hûn hêjî nafikirin-þîret nagirin
Verse 5 — Surah As-Sajdah 32:5
Ji asîman heya bi zemîn tevdîra kae ew dike, paþê ew (kar) di rojekî ku biqasî hezar salê hûn dijmêrin ne, bal ve bilind dibe
Verse 6 — Surah As-Sajdah 32:6
Zanayê bi penhan û peyda, serkeftiyê dilovan her evê haye
Verse 7 — Surah As-Sajdah 32:7
Ewê ku her tiþtê aferandiye rind çêkiriye û aferandina mirov jî ji heriyê dest pê kiriye
Verse 8 — Surah As-Sajdah 32:8
Paþê nifþa wî ji dilopek telape ji avekî bereday-bêkêr çêkir
Verse 9 — Surah As-Sajdah 32:9
Paþê wî li hev rast kir û ji canê xwe tê pif kir, û ji we re goh û çav û dilan çêkir. Hûn çiqas hindik sipas dikin
Verse 10 — Surah As-Sajdah 32:10
Û gotin: "Ma gava em (hûr bibin) di axê de hinda bibin, ma bera emê bi aferandineke nû bên aferandin?" Ne, ew bi pergîhatina perwerdekarê xwe kafir in
Verse 11 — Surah As-Sajdah 32:11
Tu bêje: "Feriþtê ku can sitendina we pê hatiye sipartin wê canê we bistîne, paþê hûnê bal perwerdekarê xwe ve bêne vegerandin
Verse 12 — Surah As-Sajdah 32:12
Eger te sûcdarên gunehkar bidîtana gava sitûyê xwe li cem perwerdekarê xwe xor kiribûn (û digotin:) "Perwerdekarê me! me dît û me bihîst, êdî tu me vegerîne ku em karê qenc bikin; bêguman em ji dil bawer in" (te yê pirr sosreta bidîtana)
Verse 13 — Surah As-Sajdah 32:13
Eger me bixwesta, me yê her kesî rêberiya wî bidanayê, lê belê gotin ji min pêwist bû ku ezê hey dojehê ji cinn û mirovan tev tije bikim
Verse 14 — Surah As-Sajdah 32:14
Vêca (dergevanê dojehê ji wan re dibêjin ku:) "Hûn bi sedem ku we pergîhatina vê roja xwe ya han ji bîr kiribû, tam bikin. Bêguman me jî we ji bîr kiriye, û hûn bi sedem tiþtê we dikir ezabê hertimî tam bikin
Verse 15 — Surah As-Sajdah 32:15
Bêguman bi ayetên me, tenê ewên ku gava di bîra wan tê xistin ew ser dev û rû dikevin secde dibin û bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî (ji her kêmasiyî) pak bêrî didêrin û ew quretiya nakin bawerî tînin
Verse 16 — Surah As-Sajdah 32:16
Ew teniþtên wan ji livîna bilind dibe (radibin limêja þevê) bi tirs û hêvî gazî perwerdekarê xwe dikin-wî dihebînin û ji tiþtê me rozî daye wan didin
Verse 17 — Surah As-Sajdah 32:17
Vêca tu kes nizane ku bergîdana tiîtê kirine çi çavronahî ji wan re hatine veþartin
Verse 18 — Surah As-Sajdah 32:18
Vêca ma ê bawermend be wekî ê jirêderketî ye? Ew ne wek hev in
Verse 19 — Surah As-Sajdah 32:19
Heçî ên bawerî anîne û karên qenc kirine, êdî ji wan re bihiþtê hewyegehê hene, ew ji ber tiþtê kirine ve di qonaxan de têne mazûrvanî kirin
Verse 20 — Surah As-Sajdah 32:20
Û heçî ên ji rê derketine jî, êdî hewyegeha wan agir e. Her cara ew bixwazin ku jê derên ew tê de paþve têne zivirandin û ji wan re tê gotin ku: "Hûn ezabê agirê ku we wî diderewand tam bikin
Verse 21 — Surah As-Sajdah 32:21
Sond be, emê berî ezabê herî mezin ji ezabê kêmtir (êþ û nexweþiyê dinê) bi wan bidin tam kirin, hêvî heye ku ew vegerin
Verse 22 — Surah As-Sajdah 32:22
Ji kesê ku ayetê perwerdekarê wî di bîrê bêne xistin, paþê ew rû ji wan bizivrîne sitemkartir kî heye? Bêguman em, ji sûcdarên gunehkar hey heyfstan in
Verse 23 — Surah As-Sajdah 32:23
Sond be, me kitêbê da Mûsa, êdî tu di pergîhatina wî de dudilî nebe, û me wî ji zariyê Îsraîl re kire rêber
Verse 24 — Surah As-Sajdah 32:24
Û me, ji wana çi gava bîhna fireh nîþan dan hin pêþwayan çêkir ku bi fermana me rêberî dikin û ew bi ayetên me ji dil bawer bûn
Verse 25 — Surah As-Sajdah 32:25
Bêguman perwerdekarê te, wê roja qiyametê wan di tiþtê ku ew tê de bi hev ketine ji hev biqetîne
Verse 26 — Surah As-Sajdah 32:26
Ma ji wan re rêberî nekiriye ku me berî wan çiqas nifþa qelandiye tevî ku ew di þûnwarên wan de diçin û tên jî
Verse 27 — Surah As-Sajdah 32:27
Bêguman di vî de gellek ayet hene. Ma ew hêjî nabihîzin
Verse 28 — Surah As-Sajdah 32:28
Ew dibêjin: "Eger hûn bera rastgo ne ka ev pîroziya han kîngê ye
Verse 29 — Surah As-Sajdah 32:29
Tu bêje ku: "Roja pîroziyê, baweriya ên kafir bûne hew bikêra wan tê û ew li bendê jî nayên mayîn
Verse 30 — Surah As-Sajdah 32:30
Vêca tu rû ji wan bizivrîne û li bendê be. Bêguman ew jî li bendê ne