Back to Languages

Kurmanji - Chapter 33 - Al-Ahzab

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Ahzab 33:1

Ey pêxember" tu xwe ji Xuda biparêze-bitirse û nebe peyrewê kafir û durûyan. Bêguman Xuda hey zana ye hîkmetdar e

Verse 2 — Surah Al-Ahzab 33:2

Û bide pey tiþtê ji perwerdekarê te bal te ve tê wehî kirinê. Bêguman Xuda bi tiþtê hûn dikin hey kûrzana ye

Verse 3 — Surah Al-Ahzab 33:3

Tu xwe bispêre Xuda. Bi sipartinê Xuda besî te ye

Verse 4 — Surah Al-Ahzab 33:4

Xuda, ji tu mêrî re du dila di nava wî de çê nekiriye, û jinên we yên ku hûn hevpiþtî ji wan çêdikin (hûn dibêjin wan: Piþta te li ser min wek a diya min e) bera ji we re nekiriye dê û zirkurên we ji we re bera nekiriye kur. Evê han tenê gotina bi devkî ye. A rast Xuda dibêje û ew digihîne rêya rast

Verse 5 — Surah Al-Ahzab 33:5

Hûn wan bi bavê wan gazî bikin. Ev li cem Xuda rasttir e. Vêca eger hûn bavê wan nizanbin, êdî ew di dîn de bireyên we-pismamên we (yan jî yar û yawerên we) ne. Di tiþtê we xwe pê þaþ kiriye de tu guneh li ser we nîne. Lê belê tiþtê hûn ji dil qesdî bêjin (de guneh heye). Xuda hey bexþendekar e dilovan e

Verse 6 — Surah Al-Ahzab 33:6

Pêxember bi bawermend ji wan bi xwe pêþtir e û pîrekên wî dayikên wan in. Û merivên hev, hin ji wan bi hina di kitêba Xuda de, ji bawermendan û koçkiran ji hev re pêþtir in, lê hûn bi yar û yawerên xwe qencî bikin ne tê de. Evê han hey di kitêbê de bi rêz nivsandî ye

Verse 7 — Surah Al-Ahzab 33:7

Û (di bîr bîne) dema me ji pêxemberan peymana wan girt; û ji te û ji Nûh û Îbrahîm û Mûsa û Îsayê kurê Meryemê jî. Me ji wan peymanekî zexm girt

Verse 8 — Surah Al-Ahzab 33:8

Ji bo ji rastgoyan rastiya wan bipirse; ji kafiran re jî ezabekî bi jan amade kiriye

Verse 9 — Surah Al-Ahzab 33:9

Gelî ên bawerî anîne! hûn qenciya Xuda li ser xwe di bîr bînin dema leþkerek giran hate we, vêca me bayekî û leþkerekî ku we wan nedidît bi ser wan de þand. Xuda tiþtê we dikir hey baþ didît

Verse 10 — Surah Al-Ahzab 33:10

Dema ew ji serya we û ji binya we ve bi ser we de hatin û dema çav li hev weribîn û dil gihîþtin qirika û we bi Xuda gumanên bed guman dikir

Verse 11 — Surah Al-Ahzab 33:11

Ha wê gav bawermend hatin sihêtî kirin û bi hejekî dijwar hatin hejandin

Verse 12 — Surah Al-Ahzab 33:12

Û dema durûyan û ên di dilên wan de nexweþîn heye gotin: "Xuda û pêxemberê wî hey xapandinê ji me re wade dan

Verse 13 — Surah Al-Ahzab 33:13

Û dema hina ji wan got: "Gelî ehlê Yesrîbê (Medînê)! tu cîh ji we re nema; êdî hûn vegerin." Û hin ji wan jî destûr ji pêxember dixwazin, dibêjin ku: "Bêguman malên me vala ne"; lê ew ne vala ne. Ew hey dixwazim birevin

Verse 14 — Surah Al-Ahzab 33:14

Û eger ku (pûtperest) ji hawîdorê wê (Medînê) ve biketana ser wan de paþê fitnê (tehlîhevî û pûtperestiyê) ji wan bixwestana wê (fitnê bikirna yan) bidana û ji hindikî pêve jî pê nediman

Verse 15 — Surah Al-Ahzab 33:15

Tevî ku berê wad û ahd dabûn Xuda ku: Bi sond wê piþt nedinê nerevin neçin. Wad û ehda Xuda hey tê pirsyarî kirin

Verse 16 — Surah Al-Ahzab 33:16

Tu bêje: "Eger hûn ji mirin yan kuþtinê birevin jî rev qet bikêra we nayê û ew gav hûn ji hindikî pêve jî bi xweþî najîn

Verse 17 — Surah Al-Ahzab 33:17

Tu bêje ku: "Eger Xuda xerabî ji we re bivê yan dilovanî ji we re bivê wê kî we jê biparêze?" Ew ji Xuda pêve ji xwe re ne tu yar û yawer û ne jî tu alîkar peyda dikin

Verse 18 — Surah Al-Ahzab 33:18

Bi rastî Xuda, ên ji we xwe egle dikin û ên ji birayên xwe re dibêjin: "Werin ba me" baþ dizane. Ew ji hindikî pêve nayên þer

Verse 19 — Surah Al-Ahzab 33:19

Ji ber ku ew li ser we kîndar in. Vêca gava tirs bê, tu wan dibînî ku ew li te dinêrin, çavê wan wekî ê ku ji mirinê ji xwe çûbe digere. Vêca gava tirs çû ew ji ber çikûsiya li ser mal bi zimanên tûj êrîþî we dikin-we rexne dikin. Evên han bera bawerî neanîne; vêca Xuda jî kirinên wan bereday bir. Evê han li ser Xuda pirr hêsan e

Verse 20 — Surah Al-Ahzab 33:20

Ew (ji tirsa) guman dikin ku (leþkerê) partiyên (bi ser we de girtine) hê neçûne; û eger ew (leþkerê) partiyan (dîsa) bên ew ji dil hiz dikin ku xwezî ew di nava Erebê çolê de bûna ku pirsa xerebê we bikirna. Eger ew di nava we de bûna jî dîsa wan ji hindikî pêve þer nedikir

Verse 21 — Surah Al-Ahzab 33:21

Sond be ji we re di pêxemberê Xuda de nimûnên rind hene, ji ewên ku Xuda û roja dawîn hêvî dikin û pirr Xuda di bîr tînin re

Verse 22 — Surah Al-Ahzab 33:22

Û çi gava bawermendan (leþkerê) partiyan dît, gotin: "Evê han tiþtê Xuda û pêxemberê wî wade dabûn me ye û Xuda û pêxemberê xwe rast gotine." Eva hey bawerî û musilmaniya wan pirrtir dike

Verse 23 — Surah Al-Ahzab 33:23

Ji bawermendan hin zilam hene ku wad û ehda dabûn Xuda rast derxistin; êdî hina ji wan ehd û nezra xwe bi cîh anî-þehîd bûn û hin ji wan jî li bendê ne û bi tu awayî (wadê xwe) naguherînin

Verse 24 — Surah Al-Ahzab 33:24

Ji bo ku Xuda rastgoyan bi rastiya wan xelat bike û eger bixwaze durûyan bide ezabê yan toba wan bipejirîne. Bêguman Xuda hey bexþendekar e dilovan e

Verse 25 — Surah Al-Ahzab 33:25

Xuda (leþkerê) ewên kafir bûne bêyî ku bigihîjin mal (û pîrozîkî) bi kîn û hêrsa wan zivirand. Xuda di þer de besî bawermenda ye. Xuda hey hêzdar e serkeftî ye

Verse 26 — Surah Al-Ahzab 33:26

Û (Xuda) ji ehlê kitêbê (cihûyê Benî qureyze) ên ku piþtvaniya wan (leþkerê partiyan) kirin wan ji beden (keleh)ên wan daxist û tirsê avête dilên wan; hûn destekî (ji wan) dikujin û destekî jî hûn dîl digrin

Verse 27 — Surah Al-Ahzab 33:27

Û we kir mîratxwarê axa wan û warên wan û malên wan û axekî ku we hê pê navêtiyê. Xuda, hey bi her tiþtî dikare

Verse 28 — Surah Al-Ahzab 33:28

Ey pêxember! tu ji pîrekên xwe re bêje ku: "Eger hûn jîna dinê û xeml û xweþiya wê divên, êdî werin ez wê xweþiyê bi we dim û bi berdanekî rind ez we berdim

Verse 29 — Surah Al-Ahzab 33:29

Û eger hûn Xuda û pêxemberê wî û warê axretê divên, êdî bêguman Xuda ji jinên qencîkarên ji we re perûkî mezin amade kiriye

Verse 30 — Surah Al-Ahzab 33:30

Gelî pîrekê pêxember! kî ji we nepakîkî aþîkar bike, ezab jê re bi du qatî tê qat kirinê. Evê han hey li ser Xuda hêsan e

Verse 31 — Surah Al-Ahzab 33:31

Û kî ji we ji dil bi a Xuda û pêxemberê wî bike û karê qenc bike, emê du cara perûya wê bidinê û me jê re rozîkî rind jî amade kiriye

Verse 32 — Surah Al-Ahzab 33:32

Gelî pîrekê pêxember! eger hûn xwe bi parêzin tu jinekî wekî we nabe; vêca hûn gotinê nerm nebêjin da ku ê di dilê wî de nexweþîn heye dilê wî nebije we, û hûn gotina xweþ û pak bêjin

Verse 33 — Surah Al-Ahzab 33:33

Û hûn di malên xwe de bimînin û (gava ji bo hewcetikî hûn ji malên xwe derketin jî) wek (dewra) nezaniya pêþîn hûn xwe baþewelayî nekin-xeml û xiþrê xwe nîþan nedin û hûn limêj bikin û zekatê bidin û peyrewiya Xuda û pêxemberê wî bikin. Gelî maliyê (pêxember) bêguman Xuda hey dixwaze nepakiyê ji we bibe-dûr bike û we pak û paqij bike

Verse 34 — Surah Al-Ahzab 33:34

Û hûn ayetê Xuda û hîkmetê di malên we de têne xwendin di bîr bînin-ji ber kin. Bêguman Xuda hey hûrzana ye kûrzana ye

Verse 35 — Surah Al-Ahzab 33:35

Bêguman mêrên musilman û jinên musilman, û mêrên bawermend û jinên bawermend û mêrên ji dil perestvan û jinên ji dil perestvan û mêrên rastgo û jinên rastgo û mêrên bîhnfireh û jinên bîhnfireh û mêrên dilbitirs û jinên dilbitirs û mêrên qencîkar û jinên qencîkar û mêrên rojîgirt û jinên rojîgirt û mêrên dawparêz û jinên dawparêz û mêrên Xuda pirr di bîr tînin û jinên di bîr tînin, Xuda ji wan re bexþînekî û perûkî mezin amade kiriye

Verse 36 — Surah Al-Ahzab 33:36

Gava Xuda û pêxemberê wî, bi karekî hukim kirin, ne ji mêrê bawermend û ne ji jina bawermend re nabe ku ji karê wan hilbijartin ji wan re hebe. Kî bi gotina Xuda û pêxemberê wî neke, êdî bi rastî wî bi þaþiyek diyar rêya xwe þaþ kiriye

Verse 37 — Surah Al-Ahzab 33:37

Û (di bîr bîne) dema te ji ewê ku Xuda (bi Îslamê) pê qencî kiribû û te jî (bi azad kirinê) pê qencî kiribû re got ku: "Tu jina xwe li ba xwe bihêle-bernede û xwe ji Xuda biparêze-bitirse" û tiþtê ku wê Xuda wî eþkere bike te di dilê xwe de vedijart û tevî ku Xuda sezatir e tu jê bitirsî, tu ji mirovan ditirsiyay î. Vêca çi gava Zeyd karê xwe pê qedand - wê berda, me wê li te mehr kir ji bo ku tu zor û guneh li ser bawermendan di (mehrkirina) jinên zirkurên wan de gava ku karê xwe bi wan (jinan) qedandin-wan berdan, nebe. Hey fermana Xuda tê cîh

Verse 38 — Surah Al-Ahzab 33:38

Tu zor û guneh li ser pêxember di tiþtê Xuda jê re ferz-rewa dêreya de nîne. Wek rê û rêça Xuda di ew (pêxember)ên ku berê derbas bûne çûne de. Fermana Xuda hey sernivîseke bûye çûye

Verse 39 — Surah Al-Ahzab 33:39

Ew (pêxember)ên ku peyxamê Xuda radigihînin û jê ditirsin û ji Xuda pêve ji tu yekî natirsin. Xuda bi danasî û qîmkirin bes e

Verse 40 — Surah Al-Ahzab 33:40

Muhammed ne bavê tu yekî zilamên we ye, lê belê ew pêxemberê Xuda û dawiya pêxemberan e. Xuda hey zanayê bi her tiþtî ye

Verse 41 — Surah Al-Ahzab 33:41

Gelî ên bawerî anîne! hûn bi bîranîyek pirr Xuda di bîr bînin

Verse 42 — Surah Al-Ahzab 33:42

Û hûn wî sibe û êvarê pak bêrî bidêrin

Verse 43 — Surah Al-Ahzab 33:43

Ew e ê ku ew û feriþteyên xwe li we dilovanî û bexþînê dikin-pesnê we didin ji bo ku we ji tarîtiyan derîne bal ronahiyê ve. Ew bi bawermendan hey dilovan e

Verse 44 — Surah Al-Ahzab 33:44

Roja ew rastî wî tên, gotina wana xweþ-bixêr hatina wan ji hev re, ´silav´ e; û ji wan re perûkî rind amade kiriye

Verse 45 — Surah Al-Ahzab 33:45

Ey pêxember! bêguman me te bi danasî û mizgînvanî û hiþyarkerî þandiye

Verse 46 — Surah Al-Ahzab 33:46

Û bi bangkirina bal Xuda ve bi destûra wî û bi çirakî rohnîker (me te þandiye)

Verse 47 — Surah Al-Ahzab 33:47

Û tu mizgînê bide bawermendan ku bêguman ji wan re ji Xuda qencîkî mezin heye

Verse 48 — Surah Al-Ahzab 33:48

Û tu nebe peyrewê kafir û durûyan û tu dev ji renca wan berde û tu xwe bispêre Xuda. Xuda bi parêzvanî bes e

Verse 49 — Surah Al-Ahzab 33:49

Gelî ên bawerî anîne! gava we jinên bawermend mehr kir, paþê berî ku hûn têkilî wan bibin we wan berda, êdî ji we re li ser wan tu iddê (mudê mayînê) ku hûn wî bijmêrin nîne. Vêca hûn, hin xweþî (nîvê mehra wan) bidin wan û hûn bi berdanekî rind wan berdin

Verse 50 — Surah Al-Ahzab 33:50

Ey pêxember! bêguman me jinên te yên ku te destmuzên wan (mehrê wan) daye wan ji te re helal dêraye, û wan cariyên berdestiyên te yên ku Xuda (bi dîlîtî) bi ser te ve vegerandiye û keçê apê te û keçê metê te û keçê xalê te û keçê xatiyê te yên ku bi te re koç kirine û jineke bawermend ku xwe ji pêxember re bibexþîne, eger pêxember jî bixwaze wê mehr bike, me xurû ji te re bêyî bawermendan (helal dêraye). Bi rastî me, tiþtê ku me derbareê jinên wan û (cariyên) berdestiyên wan de ferz dêraye baþ zaniye; ji bo ku tu zor û tengî li ser te çê nebe. Xuda hey bexþendekar e dilovan e

Verse 51 — Surah Al-Ahzab 33:51

Tu ji wan (jinan) kîjan bixwazî dikarî bihêlî-dev jê berdî û tu kîjan bixwazî jî dikarî li bal xwe bihewînî; û ji ewê te dev jê berdaye, dilê te divê (wan bîne bal xwe) êdî tu zorî û tengî li ser te nîne. Evê han nêztir e ku çavê wan rohnî bibe û xemgîn nebin û ew bi tiþtê te daye wan teva qayil bibin. Xuda bi tiþtê di dilê we de ya baþ dizane. Xuda hey zana ye mulayîm e

Verse 52 — Surah Al-Ahzab 33:52

Ji niha pêde ne jinên (din) ji te re helal in û ne jî tu wan bi hin jina bigiherînî, her çend rindaya wan ji te re sosret bê jî; ji pêþtirê (cariyên) berdestiyên te (ew ne tê de; tu dikari jî wan pêve bi hinek din re jî bizewicî). Xuda hey li ser her tiþtî dîdevan e

Verse 53 — Surah Al-Ahzab 33:53

Gelî ên bawerî anîne! hûn nekevin malê pêxember ji pêþtirê ku destûr ji we re bê dayîn-hûn bal xwarinekî ve bêne vexwendin bêyî ku hûn li benda pijandina wê bimînin; lê belê gava hûn hatin vexwendin êdî hûn têkevin (malê wî), lê gava we xwarina xwe xwar êdî belav bibin, li hêviya peyvê nemînin. Bêguman evê han hey pêxember acis dike, lê ew ji we þerm dike. Xuda ji gotina rastiyê þerm nake. U gava we ji wan (jinan) pelûpotekî xwest jî êdî hûn ji piþt perdê ve ji wan bixwazin. Evê han hem ji dilên we re û hem ji dilên wan re paktir e. Tu mafê we nîne ku hûn pêxemberê Xuda acis bikin û ne jî piþtî wî tu car pîrekên wî mehr bikin. Bêguman evê han li cem Xuda gellek mezin e

Verse 54 — Surah Al-Ahzab 33:54

Eger hûn tiþtekî diyar bikin yan wî veþêrin, êdî bêguman Xuda zanayê bi her tiþtî ye

Verse 55 — Surah Al-Ahzab 33:55

Tu guneh li ser wan (jinan) nîne (ku pêca xwe vekin) li cem bavên xwe û kurên xwe û birayên xwe û kurê birayên xwe û kurê xweþkên xwe û jinên (hevalên) xwe û (qewraþên) berdestiyên xwe. Hûn xwe ji Xuda biparêzin- bitirsin. Bêguman ew danasê li ser her tiþtî ye

Verse 56 — Surah Al-Ahzab 33:56

Bêguman Xuda û feriþteyên xwe li pêxember dilovanî dikin-pesnê wî didin; gelî ên bawerî anîne! hûn jî dilovanî li serê bixweynin û baþ lê silava bikin

Verse 57 — Surah Al-Ahzab 33:57

Bêguman ewên ku Xuda û pêxemberê wî acis dikin, Xuda di dunya û axretê de li wan lanetê kiriye û ji wan re ezabekî nizim-ker amade kiriye

Verse 58 — Surah Al-Ahzab 33:58

Û ewên ku mêrên bawermend û jinên bawermend bêyî ked û karekî ku kiribin acis dikin, êdî derewekî mezin û gunehekî aþîkar hilgirtine

Verse 59 — Surah Al-Ahzab 33:59

Ey pêxember! tu ji pîrekên xwe û keçên xwe û pîrekên bawermendan re bêje ku çarþevê xwe bi ser xwe de berdin-li xwe kin. Evê han nêztir e-çêtir e ku (bi pakiyê) bêne nasîn, êdî hew bêne acis kirin. Xuda hey bexþendekar e dilovan e

Verse 60 — Surah Al-Ahzab 33:60

Sond be eger kesên durû û ewên di dilên wan de nexweþîn heye û ewên di bajarê (Medînê) de peyvê derew belav dikin, (ji kirinê xwe) bes nekin, emê te êrîþî ser wan bikin, paþê ewê tê de ji hindikî pêve cîrantiya te nekin

Verse 61 — Surah Al-Ahzab 33:61

Ew lanetbûyî ne, li kuder bêne dîtin têne girtin û bi kuþtinek sosret têne kuþtin

Verse 62 — Surah Al-Ahzab 33:62

Rê û rêça Xuda ye di nav ên berê derbas bûne de, tu ji rê û rêça Xuda re qet tu guherandin jî nabînî

Verse 63 — Surah Al-Ahzab 33:63

Mirov ji te danê qiyametê dipirsin. Tu bêje ku: "Bêguman zanîna wê her li cem Xuda ye." Tu çi zanî dibe ku danê qiyametê pirr nêz be

Verse 64 — Surah Al-Ahzab 33:64

Bêguman Xuda li kafiran lanet kiriye û ji wan re agirê hilbûyî amade kiriye

Verse 65 — Surah Al-Ahzab 33:65

Wê hertimî hertim tê de bin; ne yar û yawerekî û ne jî alîkarekî dibînin

Verse 66 — Surah Al-Ahzab 33:66

Roja ku rûyên wan di agir de tê welgerandinê; dibêjin: "Hey xwezî me bi gotina Xuda bikirna û em bibûna peyrewê pêxember

Verse 67 — Surah Al-Ahzab 33:67

Û gotin: "Perwerdekarê me! bêguman me da pey serwerên xwe û mezinên xwe, vêca wan me ji rêya rast þaþ kir

Verse 68 — Surah Al-Ahzab 33:68

Perwerdekarê me! tu du qat ji ezab bide wan û bi lanetek mezin li wan lanet bike

Verse 69 — Surah Al-Ahzab 33:69

Gelî ên bawerî anîne! hûn nebin wekî ewên ku Mûsa acis kirin, vêca Xuda wî ji tiþtê digotin bêrî kir, û ew li cem Xuda rûmetdar bû

Verse 70 — Surah Al-Ahzab 33:70

Gelî ên bawerî anîne! hûn xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin û gotina rast û durust bêjin

Verse 71 — Surah Al-Ahzab 33:71

Wê (Xuda) karê we ji we re li hev bîne û gunehên we ji we re bibexþîne; û kî bide pey Xuda û pêxemberê wî, êdî bi rastî ew bi rizgariyek mezin rizgar bûye

Verse 72 — Surah Al-Ahzab 33:72

Bêguman me, emanet, li ser asîmana û zemîn û çiyayan derpêþ kir, lê wan ji hilgirtina wî xwe para da û jê bizdiyan û mirov wî hilgirt. Bêguman ew bû sitemkarekî pirr nezan

Verse 73 — Surah Al-Ahzab 33:73

Ji bo ku Xuda, mêrên durû û jinên durû û mêrên pûtperest û jinên pûtperest bide ezabê û poþmaniyê ji mêrên bawermend û jinên bawermend bipijirîne. Xuda hey bexþendekar e dilovan e