Back to Languages

Kurmanji - Chapter 34 - Saba

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Saba 34:1

Pesn û sipas ji Xudayê ku tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de ê wî ne, û pesn û sipas di axretê de jî ê wî ne. Hîkmetdarê kûrzana her ew e

Verse 2 — Surah Saba 34:2

Ew e tiþtê di zemîn de diçe û tiþtê jê dertê û tiþtê ji asîman dadikeve û tiþtê tê berjor dibe tev dizane. Dilovanê bexþendekar her ew e

Verse 3 — Surah Saba 34:3

Ewên kafir bûne gotin; "Danê qiyametê nayê me." Tu bêje ku: "Ne, ez sond dixwim bi perwerdekarê xwe yê zanayê bi penhan, ewê (ew dan) bê we. Bi qasî serê derziyê jî ne di asîmana û ne di zemîn de ne ji vî biçûktir û ne meztir jê veþarî namîne; tev her di kitêbekî aþîkar de ne

Verse 4 — Surah Saba 34:4

Ji bo ku ên bawerî anîne û karên qenc kirine xelat bike. Evên han ji wan re bexþînekî û roziyekî rind heye

Verse 5 — Surah Saba 34:5

Ewên di ayetên me de dixebitin ku bêzar bikin, ewên han ji wan re ezabekî bi jan ji pîsîtiyê heye

Verse 6 — Surah Saba 34:6

Û ewên zanîn ji wan re hatiye dayîn baþ dibînin ku tiþtê ji perwerdekarê te bal te ve hatiye daxistin rastî her ew e û ew bal rêya (Xudayê) serkeftiyê hêjayî pesn ve rêberî dike

Verse 7 — Surah Saba 34:7

Û ewên kafir bûne (bi tinaz ji hev re) gotin: "Ma em zilamekî nîþanî we bidin ku (ji we re bêje:) "Gava hûn giþt ji hev hûr hûr bûn, bêguman hûnê bi aferandinek nû rabin

Verse 8 — Surah Saba 34:8

Qey wî ji ber xwe ve derewa nebûyî avêtiye ser Xuda yan dînîtî pêre heye?" Ne, ewên bi axretê bawerî naynin di ezab û þayîtiyek dûr de ne

Verse 9 — Surah Saba 34:9

Ma qey ew ji asîman û zemîn li tiþtê ber xwe û li tiþtê paþ xwe nanêrin- nabînin? Eger em bixwazin emê wan bi zemîn ve serûbin bikin yan emê ji asîman perça bi ser wan de bixînin. Bêguman di vî de ji her bendeyê ji dil vegerkar re ayetek (nîþanek) heye

Verse 10 — Surah Saba 34:10

Sond be me qencîkî ji cem xwe da Dawid, (û me got:) "Gelî çiyaya û tirûda! hûn jî pê re tesbîha bidin (denga lê vegerînin)." Û me jê re hesin nerm kir

Verse 11 — Surah Saba 34:11

(Û me gotê:) "Ku tu (zirx) ên fireh çêke û tu li gorî hewcetiyê bi pîvan çêke (ne kêm û ne zêde, ne teng û ne pirr fireh) û hûn karê qenc bikin. Bêguman ez tiþtê hûn dikin baþ dibînim

Verse 12 — Surah Saba 34:12

Û me ji Silêman re jî ba (situxor kir) ku sêre sibê çûna wî mehekî ye û êwarê dagerîna wî mehekî ye; û me jê re kaniya paxir herikand, û hin ji cinna jî bi destûra perwerdekarê wî li ber destê wî dixebitin. Kî ji wan ji fermana me rû bizivrîne, emê wî ji ezabê agirê hilbûyî bidin tam kirinê

Verse 13 — Surah Saba 34:13

Wan, jê re tiþtê bixwesta ji koþk û mizgevta, û heykel û koþikên wekî hewzê mezin û dîzikên ku ji cîh nedhatin bilindkirin çêdikir. (Me gotê:) "Hûn gelî malbata Dawid sipaskarî bikin" Ji bendeyên min sipaskar hindik in

Verse 14 — Surah Saba 34:14

Vêca çi gava me mirinê li serê hukim kir, her kurmikê axê ku ji gopalê wî dixwar wana bi ser mirina wî vekir-nîþa wan da. Vêca çi gava ew (ji ser gopalê xwe de) ket, (êdî ji mirovan ve) xuya bû ku eger cinna tiþtê penhan zanibûna wê (ew qas) di ezabê nizimker de nemana

Verse 15 — Surah Saba 34:15

Sond be, ji (xelqê) Sebe´e re di þûnwarê wan de ayetek (nî þanek) hebû: ku ji rast û çep ve du baxçe hebûn. (Ji wan re hat gotin ku:) "Hûn ji roziya perwerdekarê xwe bixwin û jê re sipas bikin? Bajarekî rind û pak û perwerdekarekî bexþendekar

Verse 16 — Surah Saba 34:16

Vêca wan (ji rastiyê) rû li ba xist; êdî me jî lehiya zor dijwar bi ser wan de þand û me wan herdu baxçê wan (ê xweþ) bi du baxçeyê fêkiyê tal û tirþoqî û dargezê bi dirrî û tiþtekî hindik jî ji sidrê guherand

Verse 17 — Surah Saba 34:17

Me wan bi sedem kufra wan wuha ceza kir. Ma em ji kafiran-nankoran pêve ceza dikin

Verse 18 — Surah Saba 34:18

Û me di nabeyna wan û bajarên ku me tê de firehî çêkiribû de bajarên bi hev ve-ji hev dixuyan çêkir û me çûn û hat´inê di nava wan de derbas kir; (û me gote wan ku:) "Hûn bi þeva û rojan biewletî di wan de derbas bibin

Verse 19 — Surah Saba 34:19

Vêca gotin: "Perwerdekarê me! tu navbera rêwîtiyên me dûr bike.", û wan li xwe sitemkarî kir; êdî me jî wan kir hin buyer (ji ên pey wan re) û me wan tev ji hev hûr hûr kir. Bêguman di vî de ji her bîhnfirehê pirr sipaskar re gellek ayet (nîþan û îbret) hene

Verse 20 — Surah Saba 34:20

Sond be, pelîd gumana xwe derbareê wan de rast dêrand; vêca ji destekî hindik ji bawermend pêva wan da pey wî

Verse 21 — Surah Saba 34:21

Tu zor û hêza wî li ser wan nebû tenê ev ku da em kesê bi axretê bawerî tîne ji ê ku ew tê de dudil e bizanbin-veqetînin. Perwerdekarê te li ser her tiþtî parêzvan e

Verse 22 — Surah Saba 34:22

Tu bêje ku: "Hûn gazî ewên ku hûn bêyî Xuda bi derew doz dikin, bikin; ne di asîmana û ne di zemîn de bi qasî sere derziyê jî di destê wan de nîne û ji wan re di wan de tu þirîkatî jî nîne, û jê re jiwan tu piþtvan jî nîne

Verse 23 — Surah Saba 34:23

Tu mehdervanî li balê bikêr nayê ji pêþtirê ê ku jê re destûr dabe. Heya gava tirs ji dilên wan sivik dibe, dibêjin ku: "Ma perwerdekarê we çi got?" Gotin: "Rastiyê (gotiye). Bilindê herî mezin her ew e

Verse 24 — Surah Saba 34:24

Tu bêje: "Ma ji asîmana û zemîn kî rozî dide we?" Tu bêje: "Xuda; û bêguman em yan hûn li ser rêya rast in yan jî di þaþîtîkî aþîkar de ne

Verse 25 — Surah Saba 34:25

Tu bêje ku: "Hûn ji sûcê me kiriye nayên pirsîn û em jî ji tiþtê hûn dikin neyên pirsîn

Verse 26 — Surah Saba 34:26

Tu bêje ku "Wê perwerdekarê me, me bicivîne, paþê wê bi rastiyê me ji hev safî bike. Safîkerê herî zana her ew e

Verse 27 — Surah Saba 34:27

Tu bêje ku: "Ka hûn ew þirîkên we pê gihan dibû nîþa min bidin?" Naxêr! serkeftiyê hîkmetdar her Xuda ye

Verse 28 — Surah Saba 34:28

Me te ji bo hemû mirovan re her mizgînvan û hiþyarker þandiye, lê belê pirrî mirovan nizanin

Verse 29 — Surah Saba 34:29

Û dibêjin: "Eger hûn rastgo ne ka ev wada han kîngê ye

Verse 30 — Surah Saba 34:30

Tu bêje ku: "Wada rojekî ku hûn danakî jî hê ne paþde dikevin û ne jî pêþde dikevin ji we re ye

Verse 31 — Surah Saba 34:31

Û ewên kafir bûne gotin ku: "Em, ne bi vê Qur´ana han û ne jî bi ê berî wê, qet bawerî naynin." Hey xwezî te bidîtana gava sitemkar li cem perwerdekarê xwe rawestiyane ku çewa hin ji wan gotinê li hina li ba dixin! Ewên bindestxistî ji ên serdestiyên qure re dibêjin ku: "Eger ne ji we bûna, emê bibûna bawermend

Verse 32 — Surah Saba 34:32

Ewên serdestiyên qure jî ji ên bindestxistî re dibêjin ku: "Ma piþtî gava rêberî ji we re hat ma qey me pêþiya we girt? Ne, hûn bi xwe bûn sûcdarên gunehkar

Verse 33 — Surah Saba 34:33

Û ewên bindestxistî ji ewên serdestiyên qure re gotin ku: "Ne, we bi þev û bi roj xax û dafa çêdikir; lewra we bi me ferman dikir ku em bi Xuda kafir bibin û em jê re hemtayan çêkin." Wan çi gava ezab dît, poþmaniyê di dilê xwe de veþartin; û me ji xelekê agirîn kire sitûyê ewên kafir bûne. (Dergevanê dojehê gotine wan:) "Ma hûn ji tiþtê we kiriye pêve têne ceza kirin

Verse 34 — Surah Saba 34:34

Her bajarê me hiþyarkera þandiyê hey têrxwariyên wan ên bitir gotine ku: "Em bi tiþtê hûn pê hatine þandin kafir în-bawer nakin

Verse 35 — Surah Saba 34:35

Û gotin ku: "Em bi mal û bi zarû pirrtir in û em nayên ezab dayîn

Verse 36 — Surah Saba 34:36

Tu bêje ku: "Bêguman perwerdekarê min, ji ê bixwaze re rozî fireh radixe û teng jî dike, lê belê pirrî mirovan nizanin

Verse 37 — Surah Saba 34:37

Ne malên we û ne jî zarûyên we ne ku we hey bal me ve nêz dikin; tenê ê ku bawerî anîbe û karê qenc kiribe. Êdî evên han ji wan re xelatekî qatkirî di bergîdana kirinê wan de heye û ew di koþkên bilind de jî biewle ne

Verse 38 — Surah Saba 34:38

Ewên ku derbareê ayetên me de dixebitin ku (me) bêzar bikin, ewên han di ezab de têne amade kirin

Verse 39 — Surah Saba 34:39

Tu bêje ku: "Perwerdekarê min ji ê bixwaze re rozî fireh radixe û teng jî dike. Her tiþta hûn bidin êdî ew dike þûna wê. Ew çêtirînê rozîdana ye

Verse 40 — Surah Saba 34:40

Û roja ku wê wan teva bicivîne paþê ewê ji feriþteyan re bêje: "Ma evên han, we dihebandin

Verse 41 — Surah Saba 34:41

Gotin: "Em te (ji her kêmasiyî) pak bêrî didêrin, ne ew, tu yar û yawerê me yî. Ne, wan cinna diheband; pirrî wan bi wan (cinna) bawermend in

Verse 42 — Surah Saba 34:42

Êdî îro, tu kar û ziyana yekî ji we bi destê yekî nîne; û emê ji ên sitemkarî kirine re bêjin ku: "Hûn ezabê agirê we wî diderewand tam kin

Verse 43 — Surah Saba 34:43

Gava ayetên me li ser wan têne xwendin, ew dibêjin ku: "Evê han hey zilamek e, dixwaze ku pêþiya we ji tiþtê bapîrên we dihebandin bigre"; û gotin ku: "Evê han derewek e ku ji ber xwe ve hatiye çêkirin"; û ewên kafir bûne çi gava rastî ji wan re hat gotin ku: "Eva han efsûneke aþîkar e

Verse 44 — Surah Saba 34:44

Tevî ku me, ne kitêbên ew ders bixweynin dabû wan û ne jî me berî te hiþyarker bal wan ve þandibû

Verse 45 — Surah Saba 34:45

Û ên berî wan jî derewandibûn; tevî ku ev negihîþtine deh yeka tiþtê me dabû wan. Vêca wan pêxemberên min derewand; êdî wê înkara min (li kirinên wan) çewan be (tu mêze ke)

Verse 46 — Surah Saba 34:46

Tu bêje ku: "Bêguman ez yek þîreteka bitenê li we dikim (ew jî eve:) ku hûn yek yek û dido dido ji bo Xuda rabin û bifikirin." Bi hevalê we (pêxember) re tu dînîtî nîne. Ew tenê ji we re beriya ezabekî zor dijwar hiþyarkerek e

Verse 47 — Surah Saba 34:47

Tu bêje ku: "Her destmuza min ji we xwestibe êdî bira ew ji we re be. Destmuza min tenê li ser Xuda ye. Ew danasê li ser her tiþtî ye

Verse 48 — Surah Saba 34:48

Tu bêje ku: "Bêguman perwerdekarê min rastiyê davêje (dilê ê bixwaze. Ew) pirr zanayê bi tiþtê penhan e

Verse 49 — Surah Saba 34:49

Tu bêje ku: "Rastî hat û nerastî, ne dest pê dike û ne jî vedigere

Verse 50 — Surah Saba 34:50

Tu bêje ku: "Eger min rê þaþ kir, êdî bêguman ez tenê ji xwe re þaþ dikim; û eger ez rêya rast bibînim jî, êdî ew bi wehya perwerdekarê min bal min ve ye. Bêguman ew baþ sehkir e pirr nêz e

Verse 51 — Surah Saba 34:51

Xwezî gava ew tirsiyan te bidîta!; êdî tu xelasî nîne; û ew ji ciyekî nêz hatin girtin

Verse 52 — Surah Saba 34:52

Û gotin: "Me pê bawerî anî." Lê ji ciyekî dûr (ji axretê) çewa dikarin dest dirêjî (baweriya li dinê) bikin

Verse 53 — Surah Saba 34:53

Tevî ku ew berê (li dinê) pê kafir bûn, û ew ji ciyekî dûr bi gumanê davêjin (guman dikin ku wê vegerin dinê)

Verse 54 — Surah Saba 34:54

Û cudatî kete navbera wan û tiþtê dilê wan dibijê, çewa ku berê bi hemtayên-hemkîþên wan hate kirin. Bêguman ew, hey di gumanek dudilî de bûn