Verse 1 — Surah Ya-Sin 36:1
Yasîn (Zilamo)
Verse 2 — Surah Ya-Sin 36:2
Bi Qur´ana hîkmetdar kim
Verse 3 — Surah Ya-Sin 36:3
Bêguman tu, her ji pêxemberan î
Verse 4 — Surah Ya-Sin 36:4
Li ser rêyan rastîn î
Verse 5 — Surah Ya-Sin 36:5
(Eva) daxistina (Xudayê) serkeftiyê dilovan e
Verse 6 — Surah Ya-Sin 36:6
Ji bo tu komelekî ku bav û kalên wan nehatine hiþyar kirin hiþyar bikî- bitirsînî; vêca wan hay jê nîne
Verse 7 — Surah Ya-Sin 36:7
Sond be, gotin, li ser pirrî wan pêwist bûye; êdî ew hew baweri tînin
Verse 8 — Surah Ya-Sin 36:8
Bêguman me xeleka avêtiye (dest û) sitûyên wan û vêca heya çena wan girtiye; êdî ew ser rakirî mane
Verse 9 — Surah Ya-Sin 36:9
Û me ji pêþiya wan ve bendekî çêkiriye û ji paþiya wan ve jî bendekî; vêca me wan rapêçandiye; êdî ew nabînin
Verse 10 — Surah Ya-Sin 36:10
Û ji wan re jî wekî hev e; çi tu wan hiþyar bikî-bitirsînî û çi tu wan hiþyar nekî-netirsînî,ew hew bawerî tînin
Verse 11 — Surah Ya-Sin 36:11
Bêguman tu, tenê ê daye pey zikrê (Qur´anê) û bi penhanî ji (Xudayê) Mihrîban tirsiyaye hiþyar dikî-ditirsînî; vêca tu mizgîna bexþandin û destmuzekî rind bidê
Verse 12 — Surah Ya-Sin 36:12
Bêguman her em miriyan vedijînin û em tiþtê bi pêþ xistene tevî rêç û þopê wan dinivsînin. Me, her tiþtî jî di kitêbek (pêþwayek) diyar de jimartiye-parastiye
Verse 13 — Surah Ya-Sin 36:13
Tu ji wan re ehlê wî bajarî wek mînak bide ku gava qasid hatinê
Verse 14 — Surah Ya-Sin 36:14
(Di bîr bîne) dema me du (qasida) þand bal wan, vêca wan, herdû (qasida) derewand; êdî me (wan) bi ê sisiyan piþtvanî kir; vêca gotin: "Bêguman em bal we ve hatine þandin
Verse 15 — Surah Ya-Sin 36:15
(Ehlê bajêr) gotin: "Hûn jî hin mirovên wekî me ne, û (Xudayê) Mihrîban tu tiþtî danexistiye, hûn hey derewa dikin
Verse 16 — Surah Ya-Sin 36:16
(Qasida) got: "Perwerdekarê me baþ dizane ku bêguman em bal we ve hatine þandin
Verse 17 — Surah Ya-Sin 36:17
Û ji ragihandinek aþîkar pêve jî li ser me nîne
Verse 18 — Surah Ya-Sin 36:18
(Ehlê bajêr) gotin: "Bêguman peþka we li me ketiye. Sond be,eger hûn bes nekin, emê we kevirbaran bikin-biricimînin û wê îþkencekî bi jan ji me bigihê we
Verse 19 — Surah Ya-Sin 36:19
(Qasida) got: "Peþka we bi we re ye. Ma qey ji ber hûn hatine þîret kirin (peþk li we ketiye?). Ne, ji xwe hûn komelekî bergîberdan in
Verse 20 — Surah Ya-Sin 36:20
Zilamekî ji devera herî dûrê bajêr bilez hate got: "Gelê min! hûn bidin pey qasidan
Verse 21 — Surah Ya-Sin 36:21
Hûn bidin pey kesê ku tu destmuzî ji we naxwaze û ew her li ser rêya rast in
Verse 22 — Surah Ya-Sin 36:22
Û ma çi bûye ji min ku ez (Xuday) ê min aferandiye û hûnê her bal ve bêne vegerandinê nehebînim
Verse 23 — Surah Ya-Sin 36:23
Ma qey ezê ji wî pêve hin Xudayên din bigrim ku eger (Xudayê) Mihrîban ziyana min bixwaze, mehdervaniya wan bi tu tiþtî bi kêra min nayê û ew min xelas jî nakin
Verse 24 — Surah Ya-Sin 36:24
Bêguman ez ew gav dikevim þaþîtîkî xuya
Verse 25 — Surah Ya-Sin 36:25
Bêguman min bi perwerdekarê we bawerî aniye; vêca hûn min seh bikin
Verse 26 — Surah Ya-Sin 36:26
(Gava wî zilamî ew gotin got, gelê wî ewî pelixand, êdî jê re) hat gotin ku: "Tu têkeve bihiþtê." Wî got ku:"Hey xwezîka gelê min bizanbûna
Verse 27 — Surah Ya-Sin 36:27
Bi tiþtê ku perwerdekarê min ji min re bexiþandiye û min kiriye ji mazûrvanên herî rind
Verse 28 — Surah Ya-Sin 36:28
Me piþtî wî tu leþkerî ji asiman bi ser gelê wi de danexist; nedibû em daxînin jî
Verse 29 — Surah Ya-Sin 36:29
Ew (têkçûna wan) tenê yek qêrînek bû; vêca ew pêre pêre vemirîn (bêhis û deng man)
Verse 30 — Surah Ya-Sin 36:30
Hey çi heyf e li bendeyan! Her pêxemberê ji wan re tê, ew hey pê tinaza dikin
Verse 31 — Surah Ya-Sin 36:31
Ma qey wan nedît ku me berî wan çiqas nifþa têk biriye?, ku ew qet bal wan ve jî venagerin
Verse 32 — Surah Ya-Sin 36:32
Wê tev hemû jî hey li cem me bêne civandin-amade kirin
Verse 33 — Surah Ya-Sin 36:33
Ji wan re nîþanek jî axa miriye ku me wê vejandiye û me tene jê deraniye; vêca ew jê dixwin
Verse 34 — Surah Ya-Sin 36:34
Û me tê de bax û bostanê ji xurma û tirî çêkiriye û me tê de ji kaniyan jî herikandiye
Verse 35 — Surah Ya-Sin 36:35
Ji bo ew ji fêkiyê wî û ji tiþtê destên wan çêkiriye bixwin. Vêca ma ew hêjî sipas nakin
Verse 36 — Surah Ya-Sin 36:36
Pak bêrî ye (Xuday)ê ku cotan tev ji tiþtê ax hêþîn dike û ji wan bi xwe û ji tiþtê ew nizanin aferandiye
Verse 37 — Surah Ya-Sin 36:37
Ji wan re nîþanek jî þev e ku em royê jê digurên; vêca ew pêre pêre di tariyê de dimînin
Verse 38 — Surah Ya-Sin 36:38
Roj jî di þûngeha xwe de diherike. Evê han pîvana (Xudayê) serkeftiyê zana ye
Verse 39 — Surah Ya-Sin 36:39
Me hîvê jî di hin qonaxan de pîvaye; heya ku wek çuqliyê dara xurmê yê kevnare (ku wek kevan xor dibe) vedigere
Verse 40 — Surah Ya-Sin 36:40
Ne roj dikare bigihîje hîvê û ne jî þev ji royê derbas dibe. Tev jî di çerxekî de diherikin
Verse 41 — Surah Ya-Sin 36:41
Nîþanek jî ji wan re (ev e ku) bêguman me azbata wan di keþtiyek dagirtî de hilgirt
Verse 42 — Surah Ya-Sin 36:42
Û me ji wan re jî wekî wê (keþtiyê) tiþtê ku lê siwar dibin aferandiye
Verse 43 — Surah Ya-Sin 36:43
Eger em bixwazin jî emê wan bifetisînin; êdî ne tu kes li hewara wan tê û ne jî ew têne xelas kirin
Verse 44 — Surah Ya-Sin 36:44
Tenê ku dilovaniyek ji me û xweþiyek heya demekê (li hewara wan bê)
Verse 45 — Surah Ya-Sin 36:45
Û gava ji wan re tê gotin ku: "Hûn ji tiþtê pêþiya xwe û ji tiþtê paþiya xwe bitirsin-xwe biparêzin, dibe hûn bêne dilovanî kirin (ew qet goh nadinê)
Verse 46 — Surah Ya-Sin 36:46
Her nîþanek ji nîþanê perwerdekarê wan ku ji wan re tê ew hey rû jê dizivrînin
Verse 47 — Surah Ya-Sin 36:47
Û gava ji wan re tê gotin ku: "Hûn jî ji tiþtê Xuda rozî daye we bidin"; ewên kafir bûne ji ên bawerî anîne re dibêjin ku: "Ma emê xwarin bidin ewê ku eger Xuda bixwaze wê xwarin bideyê?; hûn hey di þaþîkî aþîkar de ne
Verse 48 — Surah Ya-Sin 36:48
Û dibêjin ku: "Eger hûn bera rastgo ne ka ev wada han kîngê ye
Verse 49 — Surah Ya-Sin 36:49
Ew hey li hêviya yek qêrînekî ne ku wan bigre û ew bi hev re xirecirê bikin
Verse 50 — Surah Ya-Sin 36:50
Êdî ew nedikarin þîret û tenbîhîkî li hev bikin û ne jî bal ehlê xwe ve vegerin
Verse 51 — Surah Ya-Sin 36:51
Û di sûrê de hat pif dayîn; êdî ew pêre pêre ji goran (radibin) bal perwerdekarê xwe ve dilezînin
Verse 52 — Surah Ya-Sin 36:52
(Ew gav) dibêjin: "Hey xulî li me be? Kî me ji gorên me rakir? Evê han wada (Xudayê) Mihrîban e û pêxemberan ji rast gotibû
Verse 53 — Surah Ya-Sin 36:53
Ew tenê yek qêrînek e; êdî ew tev li cem me dicivin-amade dibin
Verse 54 — Surah Ya-Sin 36:54
Vêca îro tu kes tade lê nabe û hûn tenê bi tiþtê we kiriye têne ceza kirin
Verse 55 — Surah Ya-Sin 36:55
Bêguman ehlê bihiþtê îro bi xebatên xweþ dilþa ne
Verse 56 — Surah Ya-Sin 36:56
Ew û jinên xwe di bin siya de li ser sedra paldayî ne
Verse 57 — Surah Ya-Sin 36:57
Ji wan re tê de xweþî û tiþtê daxwazî bikin hene
Verse 58 — Surah Ya-Sin 36:58
(Tiþtê ew dixwazin) gotina xweþiyê ji perwerdekarekî dilovan e
Verse 59 — Surah Ya-Sin 36:59
Hûn gelî sûcdarên gunehkar îro cihê bibin
Verse 60 — Surah Ya-Sin 36:60
Gelî zariyê Adem! ma qey min ji we re ferman û þîret nekir ku hûn nedin pey pelîd - wî nehebînin. Lewra bi rastî ew ji we re neyarekî aþîkar e
Verse 61 — Surah Ya-Sin 36:61
Û hûn min bihebînin. Rêya rastîn eva haye
Verse 62 — Surah Ya-Sin 36:62
Sond be wî ji we gellek nifþa ji rê deraniye. Vêca qey nedibû we hiþ tê bibrana - we xwe ragirtana
Verse 63 — Surah Ya-Sin 36:63
Eva han e dojeha ku hûn hatine wade dayîn
Verse 64 — Surah Ya-Sin 36:64
Hûn îro têkevinê ji ber kufra xwe tê biþewitin
Verse 65 — Surah Ya-Sin 36:65
Îro emê ser devên wan mohr bikin û wê destên wan bipeyivin û wê piyên wan bi tiþtê bi dest xistine danasî bidin
Verse 66 — Surah Ya-Sin 36:66
Eger me bixwesta, me yê ser çavên wan hilo kor bikirna, vêca ka di rêya rast de bilezînin; êdî ma wê çewa bibînin
Verse 67 — Surah Ya-Sin 36:67
Û eger me bixwesta me yê wan di þûna wan de bihiþta (têk bibirna yan rûçêkên wan biguharta) êdî nedikarbûn ronahî bibînin û ne jî vegerin
Verse 68 — Surah Ya-Sin 36:68
Em kî temendirêj bikin em wî di aferandinê de hêdî hêdî bêhêz dikin. Ma êdî hêjî ew hiþ tê nabin - xwe ranagirin
Verse 69 — Surah Ya-Sin 36:69
Me þi´ra pê nedaye hîn kirin û ew nikare bêje jî. Ew tenê þîret-bîrxistin e û Qur´aneke aþîkar e
Verse 70 — Surah Ya-Sin 36:70
Ji bo ku ew ê zindî hiþyar bike-bitirsîne û gotin li ser kafiran pêwist bibe
Verse 71 — Surah Ya-Sin 36:71
Ma qey ew nabînin ku me ji tiþtê destên me çêkiriye ji wan re hin dewaran aferandiye? vêca ew xwediyên wan in
Verse 72 — Surah Ya-Sin 36:72
Û me wan (dewara) ji wan re sitûxor kiriye; êdî hin ji wan lê siwar bibin û hin ji wan jî dixwin
Verse 73 — Surah Ya-Sin 36:73
Û ji wan re di wan (dewaran) de gellek kar û vexwarin jî heye. Vêca ma hêjî ew sipas nakin
Verse 74 — Surah Ya-Sin 36:74
Wan bêyî Xuda hin Xudayên din ji xwe re girtin bi hêviya ku wê bêne yarî kirin
Verse 75 — Surah Ya-Sin 36:75
Lê ew nikarin yariya wan bikin. Ew ji wan (Xudayên derewîn) re leþkerên amade ne
Verse 76 — Surah Ya-Sin 36:76
Vêca gotina wan bira te xemgîn neke. Bêguman em, tiþtê ew vediþêrin û tiþtê diyar dikin tev dizanin
Verse 77 — Surah Ya-Sin 36:77
Ma mirov nabîne ku bi rastî me wî ji dilopek avik aferandiye?; vêca ew pêre pêre bûye dijberek xuya
Verse 78 — Surah Ya-Sin 36:78
Wî ji me re mînak da û aferandina xwe ji bîr ve kiriye. Wî got ku: "Hestiyê riziyayî wê kî vejîne
Verse 79 — Surah Ya-Sin 36:79
Tu bêje ku: "Ê cara pêþîn wan çêkir wê ew wan vejîne. Ew bi her aferandinî baþ zana ye
Verse 80 — Surah Ya-Sin 36:80
Ewê ku ji we re ji dara hêþîn agir çêkir; vêca hûn jî pêre pêre jê vêdixin
Verse 81 — Surah Ya-Sin 36:81
Ma qey ê ku asîmana û zemîn aferandiye nikare ku hinekî wekî wan biaferîne? Belê, ew pirr aferendekarekî zana ye
Verse 82 — Surah Ya-Sin 36:82
Bêguman gava ew tiþtekî bixwaze tenê fermana wî ev e ku jê re dibêje: "Çêbibe"; vêca ew jî pêre çêdibe
Verse 83 — Surah Ya-Sin 36:83
Vêca pak bêrî ye ê ku xwedîtiya hemû tiþtî bi destê wî ye û hûnê her bal wî ve bêne vegerandin