Verse 1 — Surah As-Saffat 37:1
Bi (feriþteyên) qor bi qor in
Verse 2 — Surah As-Saffat 37:2
Û ên hey berî (ewran) didindajon
Verse 3 — Surah As-Saffat 37:3
Û ên hey Qur´anê dixweynin
Verse 4 — Surah As-Saffat 37:4
Bêguman Xudayê we her yek e
Verse 5 — Surah As-Saffat 37:5
Perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di navbera wan de ye û perwedekarê rojhelatan e
Verse 6 — Surah As-Saffat 37:6
Bêguman me asîmanê dinê (ê herî nêz) bi ronahî û xweþikiya sitêrkan xemilandiye
Verse 7 — Surah As-Saffat 37:7
Û ji bo parastina ji her pelîdê serkêþ
Verse 8 — Surah As-Saffat 37:8
Ku ew li civata herî jirîn gohdarî nekin û ew, ji her alî ve têne avêtin
Verse 9 — Surah As-Saffat 37:9
Qewrandinekî (bi gilokê agirîn); û ji wan re îþkencekî bi janê hertimî heye
Verse 10 — Surah As-Saffat 37:10
Tenê ê ku bi lez tiþtekî bigre û bazde, vêca sitêekê ronak (wek gilokê agir) didin pey
Verse 11 — Surah As-Saffat 37:11
Vêca tu ji wan bipirse; gelo di pîþekarî de ew zortir in-tekûztir in yan ên aferandiye? Bêguman me wan ji herîkî zelqokî aferandiye
Verse 12 — Surah As-Saffat 37:12
Ne, (dev ji wan berde) tu sosreta dibînî û ew jî tinaza dikin
Verse 13 — Surah As-Saffat 37:13
Û gava ew têne þîret kirin-bîr xistin ew þîret nagirin-bi bîr naynin
Verse 14 — Surah As-Saffat 37:14
Û gava ayetek (nîþanek) bibînin ew dest bi tinaza dikin
Verse 15 — Surah As-Saffat 37:15
Û gotin ku: "Eva han hey efsûnek xuya ye
Verse 16 — Surah As-Saffat 37:16
Ma gava em bimrin û bibin ax û hestî ma qey bera emê bêne vejandin- rakirin
Verse 17 — Surah As-Saffat 37:17
Ma qey bav û kalên me yên pêþîn jî (wê rabin)
Verse 18 — Surah As-Saffat 37:18
Tu bêje: "Belê, û hûnê sitûxor bin
Verse 19 — Surah As-Saffat 37:19
Vêca bêguman ew (rabûn) tenê yek qêrînek e; vêca ewê pêre pêre rabin û binêrin
Verse 20 — Surah As-Saffat 37:20
Û wê bêjin ku: "Hey xulî li me be! roja xelat û celatê eva haye
Verse 21 — Surah As-Saffat 37:21
Roja veqetandinê ku we wê diderewand eva haye
Verse 22 — Surah As-Saffat 37:22
Hûn ewên sitemkar tevî jinên wan û tiþtê dihebandin bicivînin
Verse 23 — Surah As-Saffat 37:23
Wan bêyî Xuda (pûta û pelîd diheband); vêca hûn rêye dojehê nîþa wan bidin
Verse 24 — Surah As-Saffat 37:24
Û hûn wan bisekinînin. Bêguman ewê bêne pirsyarî kirin
Verse 25 — Surah As-Saffat 37:25
Ma çima´ hûn alîkariya hevûdin nakin
Verse 26 — Surah As-Saffat 37:26
Ne, ew îro sitûxor in
Verse 27 — Surah As-Saffat 37:27
Hin ji wan li hina defitilin ji hev dipirsin
Verse 28 — Surah As-Saffat 37:28
Gotin: "Bêguman hûn hey ji rast ve dihatine me
Verse 29 — Surah As-Saffat 37:29
(Pêþwayan) got ku: "Ne, ji xwe hûn nebûn bawermend
Verse 30 — Surah As-Saffat 37:30
Tu zora me li ser we nebû; ji xwe hûn bûn komelek serkêþ
Verse 31 — Surah As-Saffat 37:31
Vêca gotina perwerdekarê me li ser me pêwiat e. Bêguman emê her tam bikin
Verse 32 — Surah As-Saffat 37:32
Vêca me we ji rê derxist; bêguman em bi xwe jî jirêderketî bûn
Verse 33 — Surah As-Saffat 37:33
Vêca bêguman ew wê rojê di ezab de hempar in
Verse 34 — Surah As-Saffat 37:34
Bêguman em bi sûcdarên gunehkar her wuha dikin
Verse 35 — Surah As-Saffat 37:35
Bêguman ew, gava ji wan re dihate gotin ku: "Ji Xuda pêve tu Xuda nînin" wan quretiya dikir
Verse 36 — Surah As-Saffat 37:36
Û digotin ku: "Ma qey bera emê ji bo þairekî dîn dev ji Xudayên xwe berdin
Verse 37 — Surah As-Saffat 37:37
Ne, ew bi rastiyê hat û pêxemberan jî rast gotiye
Verse 38 — Surah As-Saffat 37:38
Bêguman hûnê ji ezabê bi jan tam kin
Verse 39 — Surah As-Saffat 37:39
Û hûn, ji tiþtê we kiriye pêve nayên celat kirin
Verse 40 — Surah As-Saffat 37:40
Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de
Verse 41 — Surah As-Saffat 37:41
Ewên han ji wan re rozîkî xuya heye
Verse 42 — Surah As-Saffat 37:42
G_ellek fêkî jî û ew bi xweþî têne mazûrvanî kirin
Verse 43 — Surah As-Saffat 37:43
Di bihiþtê xweþiyan de ne
Verse 44 — Surah As-Saffat 37:44
Li hember hev li ser texta rûniþtî ne
Verse 45 — Surah As-Saffat 37:45
Bi tasê ji meya pak tije li ser wan tê gerandin
Verse 46 — Surah As-Saffat 37:46
Ji ên vedixwin re çîlsipî meyxoþ e
Verse 47 — Surah As-Saffat 37:47
Ne tê de serxweþî û zikêþî heye û ne jî ew jê ji xwe diçin
Verse 48 — Surah As-Saffat 37:48
Li cem wan hin jinên çav rindê çav mezin hene ku hey li wan dinêrin
Verse 49 — Surah As-Saffat 37:49
Ew herwekî hêkê sipî parastî ne
Verse 50 — Surah As-Saffat 37:50
Vêca hin ji wan hina difetilin ji hev dipirsin
Verse 51 — Surah As-Saffat 37:51
Yekî ji wan got ku: "Bêguman hevalekî min hebû
Verse 52 — Surah As-Saffat 37:52
Digot ku: "Ma qey tu ji ewên rasdidêrin-bawerî tînin î
Verse 53 — Surah As-Saffat 37:53
Ma qey gava em bimrin û bibin ax û hestî ma bera emê bêne celat kirinê
Verse 54 — Surah As-Saffat 37:54
Got: "Ma gelo haya we (ji wî hevalê min) heye
Verse 55 — Surah As-Saffat 37:55
Vêca bi ser (hevalê xwe) vebû; êdî wî da nava dojehê de dît
Verse 56 — Surah As-Saffat 37:56
Gotê: "Ez bi Xuda kim hin mabû ku te min têk bibrana
Verse 57 — Surah As-Saffat 37:57
Eger ne ji qenciya perwerdekarê min bûna, ezê jî bi te re li wur bûma
Verse 58 — Surah As-Saffat 37:58
Vêca ma emê nemirana newsa
Verse 59 — Surah As-Saffat 37:59
Ji mirina xwe ya pêþîn pêve û em nayên ezab dayîn jî
Verse 60 — Surah As-Saffat 37:60
Bêguman rizgariya herî mezin her eva haye
Verse 61 — Surah As-Saffat 37:61
Vêca xebatkar ji (xweþîyê) wekî vî re bira bixebitin
Verse 62 — Surah As-Saffat 37:62
Ma ev ciyê xweþ çêtir e yan dara ziqûmê
Verse 63 — Surah As-Saffat 37:63
Bêguman me wê (darê) ji sitemkaran re kiriye sihetî û teþqele
Verse 64 — Surah As-Saffat 37:64
Bêguman ew darek e ku ji kurahiya dojehê dertê
Verse 65 — Surah As-Saffat 37:65
Fêkiyê wê herwekî serê pelîdan e
Verse 66 — Surah As-Saffat 37:66
Vêca bêguman wê ew jê bixwin û wê zika jê tije bikin
Verse 67 — Surah As-Saffat 37:67
Paþê bi rastî ji wan re di ser de jî vexwarinek tevlîhev ji ava kel heye
Verse 68 — Surah As-Saffat 37:68
Paþê bêguman vegergeha wan bal dojeha har ve ye
Verse 69 — Surah As-Saffat 37:69
Bêguman wan, bav û kalên xwe yên jirêderketî jî dît
Verse 70 — Surah As-Saffat 37:70
Vêca ew li ser rê û rêça wan dibezin
Verse 71 — Surah As-Saffat 37:71
Sond be, berî wan pirrî pêþiyan jî rê þaþ kiribûn
Verse 72 — Surah As-Saffat 37:72
Sond be me gellek (pêxemberên) hiþyarker di nava wan de þandibû
Verse 73 — Surah As-Saffat 37:73
Vêca tu binêre ka paþiya ên hatin hiþyar kirin çewa bû
Verse 74 — Surah As-Saffat 37:74
Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de
Verse 75 — Surah As-Saffat 37:75
Sond be, Nûh gazî me kir; vêca ên bersiv dan çi rind bûn
Verse 76 — Surah As-Saffat 37:76
Me wî û malbata wî ji wê kovana zor mezin xelas kir
Verse 77 — Surah As-Saffat 37:77
Û me ên mayîn her azbata wî hiþt
Verse 78 — Surah As-Saffat 37:78
Û me navê wî di nav ên ji pare de tên hiþt
Verse 79 — Surah As-Saffat 37:79
Di nav hemû aleman de silav li ser Nûh be
Verse 80 — Surah As-Saffat 37:80
Bêguman em, qencîkaran wuha xelat dikin
Verse 81 — Surah As-Saffat 37:81
Bêguman ew, ji bendeyên me yên bawermend e
Verse 82 — Surah As-Saffat 37:82
Paþê mê ên din tev fetisand
Verse 83 — Surah As-Saffat 37:83
Û bêguman Îbrahîm jî ji hemkîþê wî ye
Verse 84 — Surah As-Saffat 37:84
Dema bi dilekî pak hate perwerdekarê xwe
Verse 85 — Surah As-Saffat 37:85
Dema ji bavê xwe û gelê xwe re got ku: "Ma hûn çi dihebînin
Verse 86 — Surah As-Saffat 37:86
Ma hûn bêyî Xuda bi derew hin Xudayên din dixwazin
Verse 87 — Surah As-Saffat 37:87
Vêca ma gumana we bi perwerdekarê hemû aleman çiye?" (hûn guman dikin wê çi bi we bike)
Verse 88 — Surah As-Saffat 37:88
Vêca bi nêrînek li sitêrka mêzand
Verse 89 — Surah As-Saffat 37:89
Vêca got ku: "Bêguman ez nexweþ im
Verse 90 — Surah As-Saffat 37:90
Vêca wan piþt danê çûn
Verse 91 — Surah As-Saffat 37:91
Êdî ewî berê xwe bal Xudayên (pûtên) wan ve kir vêca got: "Ma hûn çima naxwin
Verse 92 — Surah As-Saffat 37:92
Ma çi bûye ji we hûn nepeyivin
Verse 93 — Surah As-Saffat 37:93
Vêca berê xwe da wan bi destê raste li wan da
Verse 94 — Surah As-Saffat 37:94
Vêca wan berê xwe danê bilez berpê hatin
Verse 95 — Surah As-Saffat 37:95
Got: "Ma hûn tiþtê we (bi destê xwe) hekandiye dihebînin
Verse 96 — Surah As-Saffat 37:96
Xuda we û tiþtê hûn çêdikin tev aferandiye
Verse 97 — Surah As-Saffat 37:97
Gotin: "Hûn jê re avahiyek lêkin, vêca hûn wî bavêjin dojeha agir
Verse 98 — Surah As-Saffat 37:98
Vêca wan xwest ku pê xerabî bikin, êdî me wan kir ên herî jêrîn
Verse 99 — Surah As-Saffat 37:99
(Îbrahîm) got ku: "Bêguman ez diçim bal perwerdekarê xwe, wê ew rêya rast nîþa min bide
Verse 100 — Surah As-Saffat 37:100
Perwerdekarê min! tu (zarûkî) ji qencan bi min baxþîne
Verse 101 — Surah As-Saffat 37:101
Vêca me mizgîna zarûkî sernerm dayê
Verse 102 — Surah As-Saffat 37:102
Vêca çi gava (ew zarûk) pê re gihîþte çaxa ger û xebatê, gotê: "Kurê min! bi rastî min di xewê de dît ku min te serjê dikir; vêca binêre ka tu çi dibînî?" Got: "Bavo can! tiþtê tu têyî ferman kirin bike. Xuda hiz ke tu yê min ji bîhnfirehan bibînî
Verse 103 — Surah As-Saffat 37:103
Vêca çi gava herdûyan jî serî (ji Xuda re) danîn û wî li ser kêleka rastê serê wî danî erdê
Verse 104 — Surah As-Saffat 37:104
Me gazî kirê: Îbrahîm
Verse 105 — Surah As-Saffat 37:105
Bêguman te xewnê rast dêrand. Bêguman em qencîkaran wuha perû dikin
Verse 106 — Surah As-Saffat 37:106
Bêguman sihêtiya aþîkar her eva han e
Verse 107 — Surah As-Saffat 37:107
Û me di bergîdanê de goriyeke mezin dayê
Verse 108 — Surah As-Saffat 37:108
Û me navekî xweþ jê re di nav ên paþîn de hiþt
Verse 109 — Surah As-Saffat 37:109
Silav li Îbrahîm be
Verse 110 — Surah As-Saffat 37:110
Em qencîkaran wuha xelat dikin
Verse 111 — Surah As-Saffat 37:111
Bêguman ew ji bendeyên me yên qenc e
Verse 112 — Surah As-Saffat 37:112
Û me mizgîna Îshaq ku pêxemberek ji qencan e dayê
Verse 113 — Surah As-Saffat 37:113
Û me rozîkî fireh da wî û Îshaq; ji azbata wî qencîkar û ê aþkera li xwe sitemkar jî hene
Verse 114 — Surah As-Saffat 37:114
Sond be me li Mûsa û Harûn jî qencî kir
Verse 115 — Surah As-Saffat 37:115
Û me wan û gelê wan ji renceke mezin xelas kir
Verse 116 — Surah As-Saffat 37:116
Û me yariya wan kir; vêca ên serkeftî her bûn ew
Verse 117 — Surah As-Saffat 37:117
Û me kitêbek pirr xuyaker da wan
Verse 118 — Surah As-Saffat 37:118
Û me rêya rastîn nîþanî wan da
Verse 119 — Surah As-Saffat 37:119
Û me navekî xweþ ji wan re di nav ên paþîn de hiþt
Verse 120 — Surah As-Saffat 37:120
Silav li Mûsa û Harûn be
Verse 121 — Surah As-Saffat 37:121
Bêguman em qencîkaran wuha xelat dikin
Verse 122 — Surah As-Saffat 37:122
Bêguman ew herdû jî ji bendeyên me yên bawermend in
Verse 123 — Surah As-Saffat 37:123
Û bêguman Îlyas jî ji pêxemberan e
Verse 124 — Surah As-Saffat 37:124
(Di bîr bîne) dema ji gelê xwe re got ku: "Ma hûn xwe naparêzin- natirsin
Verse 125 — Surah As-Saffat 37:125
Ma hûn gazî pûta dikin-dihebînin û hûn dev ji rindtirîne aferendekaran berdidin
Verse 126 — Surah As-Saffat 37:126
Xuda perwerdekarê we û perwerdekarê bav û kalên we yên pêþîn e
Verse 127 — Surah As-Saffat 37:127
Vêca wan wî derewand; êdî bêguman ewê bêne amade kirinê
Verse 128 — Surah As-Saffat 37:128
Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de
Verse 129 — Surah As-Saffat 37:129
Me navekî xweþ jê re di nav paþîniyan de hiþt
Verse 130 — Surah As-Saffat 37:130
Silav li Îlyas be
Verse 131 — Surah As-Saffat 37:131
Bêguman em qencîkaran wuha xelat dikin
Verse 132 — Surah As-Saffat 37:132
Bêguman ew ji bendeyên me yên bawermend e
Verse 133 — Surah As-Saffat 37:133
Û bêguman Lþt jî ji pêxemberan e
Verse 134 — Surah As-Saffat 37:134
(Di bîr bîne) dema me wî û malbata wî tev xelas kir
Verse 135 — Surah As-Saffat 37:135
Ji pêþirê pîrenjinekî ku di nav ên mayî de ma
Verse 136 — Surah As-Saffat 37:136
Paþî me ên din serûbin kir
Verse 137 — Surah As-Saffat 37:137
Û bêguman hûn sibeha hey di ser wan re diçûn û tên
Verse 138 — Surah As-Saffat 37:138
Û bi þev jî, ma hûn hêjî hiþ tê nabin-xwe ranagirin
Verse 139 — Surah As-Saffat 37:139
Û bêguman Yûnis jî ji pêxemberan e
Verse 140 — Surah As-Saffat 37:140
(Di bîr bîne) dema (ji gelê xwe) dûr bû-reviya çû bal keþtîkî tije ve
Verse 141 — Surah As-Saffat 37:141
Vêca peþk kirin; êdî ew bû ji ên sitûxor (peþk li wî ket ku ew ji keþtiyê bê avêtin)
Verse 142 — Surah As-Saffat 37:142
Vêca masîkî mezin wî daqurtand û ewî loma li xwe dikirgunehkar bû
Verse 143 — Surah As-Saffat 37:143
Vêca eger bi rastî ew nebûya ji limêjkaran
Verse 144 — Surah As-Saffat 37:144
Ewê di zikê wî (masiyî) de heya roja rabûnê bimana
Verse 145 — Surah As-Saffat 37:145
Vêca me wî avête zemînek rût, tevî ew nexweþ bû jî
Verse 146 — Surah As-Saffat 37:146
Û me darekî ji kundira li serê hêþîn kir
Verse 147 — Surah As-Saffat 37:147
Û me wî þandibû bal sed hezar (mirov) yan hê pirrtir
Verse 148 — Surah As-Saffat 37:148
Vêca wan bawerî anî, êdî me wan heya demekî bi xweþî jiyand
Verse 149 — Surah As-Saffat 37:149
Vêca tu ji wan bipirse ma ji perwerdekarê te re keç û ji wan re jî kur hene
Verse 150 — Surah As-Saffat 37:150
Ma qey me feriþteyan mê aferandiye û ew jî hazir û danas bûn
Verse 151 — Surah As-Saffat 37:151
Hay jê bin! bêguman ew ji derewa xwe dibêjin
Verse 152 — Surah As-Saffat 37:152
Xuda zarû çêkiriye:" Bêguman ew pirr derewkar in
Verse 153 — Surah As-Saffat 37:153
Ma wî keça di ser kura re girtiye
Verse 154 — Surah As-Saffat 37:154
Ma çi bûye ji we?, hûn çewa hukim dikin
Verse 155 — Surah As-Saffat 37:155
Ma hêjî hûn nafikirin
Verse 156 — Surah As-Saffat 37:156
Yan ji we re delîlek zexmî xuya heye
Verse 157 — Surah As-Saffat 37:157
Vêca eger hûn bera rastgo ne ka kitêba xwe bînin
Verse 158 — Surah As-Saffat 37:158
Û di navbera wî û cinna de jî nasebek çêkirine. Sond be cinn baþ dizanin ku wê ew bêne amade kirin
Verse 159 — Surah As-Saffat 37:159
Xuda ji tiþtê ew salix didin pak bêrî ye
Verse 160 — Surah As-Saffat 37:160
Ji pêþtirê bendeyên Xuda yên dilpak
Verse 161 — Surah As-Saffat 37:161
Vêca bêguman hûn û tiþtê hûn dihebînin
Verse 162 — Surah As-Saffat 37:162
Hûn qet (kesî) nikarin li serê ji rê derînin
Verse 163 — Surah As-Saffat 37:163
Ji pêþtirê kesê ku wê têkeve dojehê
Verse 164 — Surah As-Saffat 37:164
(Feriþteyan got ku:) "Ji her yekî ji me re payekî diyar heye
Verse 165 — Surah As-Saffat 37:165
Û bêguman em hey qor bi qor in
Verse 166 — Surah As-Saffat 37:166
Û bêguman em hey li mêjkar in
Verse 167 — Surah As-Saffat 37:167
Her çend wan hey digot ku
Verse 168 — Surah As-Saffat 37:168
Eger bi rastî kitêbek ji pêþiyan li cem me hebûna
Verse 169 — Surah As-Saffat 37:169
Emê bibûna ji bendeyên Xuda yên dilpak
Verse 170 — Surah As-Saffat 37:170
Vêca ew pê kafir bûn, êdî wê paþê bizanbin
Verse 171 — Surah As-Saffat 37:171
Sond be peyva me ji bendeyên me yên pêxember re derbas bûye ku
Verse 172 — Surah As-Saffat 37:172
Bêguman ên wê bêne yarî kirin her ew in
Verse 173 — Surah As-Saffat 37:173
Û bêguman ên serkeftî her leþkjarên me ne
Verse 174 — Surah As-Saffat 37:174
Vêca tu heya demekê rû ji wan bizivrîne
Verse 175 — Surah As-Saffat 37:175
Û tu li wan binêre; vêca ewê paþê bibînin
Verse 176 — Surah As-Saffat 37:176
Vêca ma ew bi ezabê me dilezînin
Verse 177 — Surah As-Saffat 37:177
Vêca gava ew (ezab) li hêla wan daket, vêca sibeha ên hatine hiþyarkirin tirsandin wê çiqas nexweþ be
Verse 178 — Surah As-Saffat 37:178
Tu heya demekê rû ji wan bizivrîne
Verse 179 — Surah As-Saffat 37:179
Û tu bibîne vêca ewê jî paþê bibînin
Verse 180 — Surah As-Saffat 37:180
Perwerdekarê te ku perwerdekarê serkeftinêy e ji tiþtê ew salix didin pak bêrî ye
Verse 181 — Surah As-Saffat 37:181
Û silav li ser pêxemberan be
Verse 182 — Surah As-Saffat 37:182
Û pesn û sipas ji Xudayê perwerdekarê hemû cîhanan re ye