Back to Languages

Kurmanji - Chapter 38 - Sad

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Sad 38:1

Sad. Bi Qur´ana xwedan zikir (pend û þîret) kim (ku gotina kafiran nerast e)

Verse 2 — Surah Sad 38:2

Ne, ên kafir bûne di quretî û neyartiyê de ne

Verse 3 — Surah Sad 38:3

Me berî wan çiqas nifþa têkbiriye, vêca wan hewar û gazî kir, lê dema revê qet nemaye

Verse 4 — Surah Sad 38:4

Ew sosret man ku hiþyarkerek ji wan hate bal wan û kafiran got ku: "Evê han efsûngerek pirr derewkar e

Verse 5 — Surah Sad 38:5

Ma ew Xudayan dike yek Xudakî? Bêguman evê han tiþtekî pirr sosret e

Verse 6 — Surah Sad 38:6

Û koma sereka ji wan rabûn derketin (û gotin:) "Herin û li ser Xudayên xwe hewî bînin. Bêguman evê han tiþtek e ku tê xwestin

Verse 7 — Surah Sad 38:7

Me evê han di naf komela paþîn de jî nebihîstiye. Evê han hey derewek bi hev xistîn ye

Verse 8 — Surah Sad 38:8

Ma ji navbera me zikir (Qur´an) bi ser wî de hatiye daxistin?" Ne, ew ji zikrê min (Qur´anê) di dudiliyê de ne. Ne, wan hê ezabê min tam nekiriye

Verse 9 — Surah Sad 38:9

Ma qey xiznê dilovaniya perwerdekarê te yê serkeftiyê pirr bexþende li cem wan in

Verse 10 — Surah Sad 38:10

Yan qey mulkê asîmana û zemîn û tiþtê di navbera wan de ê wan e? (Eger ê wan e) nexwe bira di rêyê (asîman) de hilkþin

Verse 11 — Surah Sad 38:11

(Ew) li wê der (li Bedrê) ji partiyan leþkerekî þikestxwarî ne

Verse 12 — Surah Sad 38:12

Berî wan komela Nûh û Ad û Fîr´ewn ê xwedî sing jî derewandin

Verse 13 — Surah Sad 38:13

Û Semûd û komela Lût û ehlê Eyketê (satara-daristanê gurr) jî (derewandin). Partî evên han in

Verse 14 — Surah Sad 38:14

Teva jî hey pêxemberan derewand, vêca ezabê min pêwist bû

Verse 15 — Surah Sad 38:15

Evên han hey li benda yek qêrînekî ne qu jê re tu xweþî (û veger û bixwevehatin) nîne

Verse 16 — Surah Sad 38:16

Wan (bi tinaz) got ku: "Perwerdekarê me! tu berî roja hîsabê zûtir defterê me (yê qu xweþî û xelatê para me tê de ne) bide me

Verse 17 — Surah Sad 38:17

Tu li ser tiþtê ew dibêjin bîhnfirehî nîþan de û bendeyê me Dawid ê xwedan hêz di bîr bîne. Bêguman ew pirr bendewar e

Verse 18 — Surah Sad 38:18

Bêguman me, pê re çiyayan sitûxor kir ku êwar û sibeha (Xuda ji kêmasiya) pak bêrî didêrin

Verse 19 — Surah Sad 38:19

Û teyr jî (li balê) juvandî ne; giþt jê re bendewar in

Verse 20 — Surah Sad 38:20

Û me mulkê wî bihês kir û me hîkmet û zanîna bi xweþî ji hev veqetandinê dayê

Verse 21 — Surah Sad 38:21

Ma xebera wan dozdaran ji te re hat? (Tu goh bidê) dema wan hawîdorê mîhrabê (limêjgehê) girt

Verse 22 — Surah Sad 38:22

Dema ew ketin bal Dawid, vêca ew ji wan bizdiya. Gotinê: "Netirse, em du dozdar in ku hina ji me li hina tadê kiriye, vêca tu bi rastiyê di navbera me de hukim bike û ji rastiyê dûr nebe-ne-heqî neke û tu rêya rast nîþa me bide

Verse 23 — Surah Sad 38:23

Bi rastî evê han birayê min e, not û neh bizinê wî ne û ê min jî yek bizinekî ye, vêca wî got ku: "Tu wê jî bispêre min û di gotinê de bi ser min ket

Verse 24 — Surah Sad 38:24

(Dawid) got ku: "Bêguman wî bi xwestina bizina te ku tu tevlî bizînê wî bikî li te tadê kiriye. Birastî pirrî ên pezê xwe tevlîhev dikin hin ji wan li hina tadê dikin, tenê ên bawerî anîne û karên qenc kirine ne tê de. Ew jî çiqas hindik in!" Dawid zanî ku me bera wî sihêtî kiriye, vêca bexþînê ji perwerdekarê xwe xwest û li piya xwe xor kir û (ji kirinê xwe) poþman bû- vegeriya

Verse 25 — Surah Sad 38:25

Me jî wî jê re bexþand û bêguman jê re li cem me nêzîkahî û vegera rind heye

Verse 26 — Surah Sad 38:26

Dawid! bêguman me te di rûyê zemîn de kiriye caniþîn, vêca tu di nabeyna mirovan de bi rastiyê hukim bike û nede pey hewesa, vêca wê te jý rþya Xuda þaþ dibin ji wan re bi sedem ku roja hîsabê (qiyametê) ji bîr kirine ezabek dijwar heye

Verse 27 — Surah Sad 38:27

Me asîman û zemîn û tiþtê di navbera wan de pûç û bereday ne aferandiye. Eva gumana ên kafir bûne ye. Vêca ji agir xulî li ên kafir bûne be

Verse 28 — Surah Sad 38:28

Ma qey emê ên bawerî anîne û karên qenc kirine wekî xerabkarên di rûyê zemîn de bigrin? Yan emê xweparêzan wekî gunehkaran bigrin

Verse 29 — Surah Sad 38:29

(Eva) kitêbek pîroz e ku me wê bal te ve daxistiye ji bo ku ew di ayetên wê de hûr bifikirin û xwedan hiþ þîret bigrindi bîr bînin

Verse 30 — Surah Sad 38:30

Û me Silêman bi Dawid bexþand.:i bendekî rind e! Bêguman ew pirr bendewar e

Verse 31 — Surah Sad 38:31

(Di bîr bîne) dema berî êvarê hespê rewanî beza jê re hatin pêþkêþ kirin

Verse 32 — Surah Sad 38:32

Vêca got ku: "Bêguman min hizkirina mal (hespa) di ser bîranîna perwerdekarê xwe re girt heya ku (roj) bi perda (tariyê) hinda bû

Verse 33 — Surah Sad 38:33

(Got ku:) "Hûn wan li min vegerînin";vêca (bi þûr) çûr û sitûyan dest pê kir (jê kir)

Verse 34 — Surah Sad 38:34

Sond be, me cendekêki avêt ser textê wî, paþê ew vegeriya

Verse 35 — Surah Sad 38:35

(Silêman) got: "Perwerdekarê min! tu (gunehê min) ji min re bibexþîne û mulkekî bide min ku piþtî min ji tu yekî re nebe. Bêguman tu, her bexþendekar tu yî

Verse 36 — Surah Sad 38:36

Vêca me bayê jê re sitûxor kir ku ew bi fermana wî kuder bivê bi xweþî û sernermî diherike

Verse 37 — Surah Sad 38:37

Û pelîdan jî, her avaker û noqvana (me jê re ram kir)

Verse 38 — Surah Sad 38:38

Û (pelîd) ên din jî ku di qeyd û xelekan de girêdayî ne

Verse 39 — Surah Sad 38:39

Evê han dayîna me ye; êdî (ê dixwazî) qencî bike (berde) yan bihêle (bernede), bêhesab (tu serbestî)

Verse 40 — Surah Sad 38:40

Û bêguman jê re li cem me nêzîkahî û vegerek rind heye

Verse 41 — Surah Sad 38:41

Û tu bendeyê me Eyûb jî di bîr bîne dema gazî perwerdekarê xwe kir ku: "Bêguman ez, pelîd bi êþ û ezab têkilî min bûye

Verse 42 — Surah Sad 38:42

(Vêca me gotê ku:) "Tu piyê xwe li erdê de. Eva avekî sar e û a vexwarinê ye

Verse 43 — Surah Sad 38:43

Û me ji ber dilovaniyek ji xwe û bîrxistina-þîreta xwedan hiþa maliyê wî û bi qasî wan pê re jê re bexþand

Verse 44 — Surah Sad 38:44

Û(me gotê ku:) "Tu bi destê xwe qevdekî qirþik bigre, vêce tu pê lêde û sonda neþkîne." Bêguman me wî pirr bîhnfireh dît. Çi bendekî rinde! Bêguman ew pirr bendewar e

Verse 45 — Surah Sad 38:45

Û tu bendeyên me Îbrahîm û Îshaq û Yaqûb ên xwedan hêz û zanîn jî di bîr bîne

Verse 46 — Surah Sad 38:46

Bêguman me wan bi xurû dibîranîna warê (axretê-bihiþtê) pak dêreya

Verse 47 — Surah Sad 38:47

Û bêguman ew li cem me ji hilbijartiyên qenc in

Verse 48 — Surah Sad 38:48

Û tu Îsmaîl û Yese´û Zulkîf jî di bîr bîne. Giþt jî ji qencan e

Verse 49 — Surah Sad 38:49

Evê han bîranîneke rind e; û bêguman ji xweparêzan re vegerek rind heye

Verse 50 — Surah Sad 38:50

Bihiþtê xweþiyê ku derî ji wan re li ser piþtê vekirîne

Verse 51 — Surah Sad 38:51

Ew tê de paldayî ne; ew tê de gellek fêkî û vexwarinê dixwazin

Verse 52 — Surah Sad 38:52

Û li cem wan keçê hevsal ku hey li wan dinêrin hene

Verse 53 — Surah Sad 38:53

Tiþtê hûn ji bo roja hîsabê (axretê) têne wade dayîn evê haye

Verse 54 — Surah Sad 38:54

Bêguman evê han hey roziya me ye ku tu qedandin jê renîne

Verse 55 — Surah Sad 38:55

Evê han (ji xweparêzan re ye),û bêguman ji serkêþan re jî vegerek nerid heye

Verse 56 — Surah Sad 38:56

Dojeh e ku dikevinê-tê diþewitin; vêca ew çi civînek nerid e

Verse 57 — Surah Sad 38:57

Evê han avekî kelandî û avekî pirr sar e vêca bira ew jê tam kin

Verse 58 — Surah Sad 38:58

Û a din ji teþnîtê wî cot bi cot in

Verse 59 — Surah Sad 38:59

(Zebaniya gote serekên wan:) "Eva han komekî ye ku xwe bi we re davêjin (agir. Wan got:) "Ew qet nebixêr hatin. Bêguman ewê têkevin agir

Verse 60 — Surah Sad 38:60

Gotin:"Ne, hûn qet nebixêr hatin. We wî (agirî) ji me re pêþ xist. Vêca þûna manê çi nerid e

Verse 61 — Surah Sad 38:61

Gotin: "Perwerdekarê me! kî evê han ji me re pêþ xistiye, êdî tu di agir de ezab jê re li ser hev pirrtir bike

Verse 62 — Surah Sad 38:62

Û gotin ku: "Çi bûye ji me ku em hin zilamê ku me wan ji xeraba dijmart nabînin

Verse 63 — Surah Sad 38:63

Me wan bi tinaza digirt yan .av ji wan fetilîne

Verse 64 — Surah Sad 38:64

Bêguman evê han bera xirecira ehlê agir e

Verse 65 — Surah Sad 38:65

tu bêje: "Bêguman ez tenê hiþyarker im; û ji Xudayê yekta yê her serkeftî pêve tu Xuda nînin

Verse 66 — Surah Sad 38:66

Perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di navbera wan de ye, ê serkeftiyê pirr bexþendekar e

Verse 67 — Surah Sad 38:67

Tu bêje: "Ew (Qur´an yan rabûna piþtî mirine) bûyerek pirr mezin e

Verse 68 — Surah Sad 38:68

Hûn jê rû dizivrînin

Verse 69 — Surah Sad 38:69

Tu zanîna min bi civata jorîn nîne dema ew bi hev re xirecirê dikin

Verse 70 — Surah Sad 38:70

Her bal min ve wehî dibe ku bêguman ez tenê hiþyarkerek xuya me

Verse 71 — Surah Sad 38:71

(Di bîr bîne) dema perwerdekarê te ji feriþteyan re got ku: "Bêguman ezê mirovekî ji heriyê çêkim

Verse 72 — Surah Sad 38:72

Vêca gava min wî li hev rast kir û min ji canê xwe te pif kir; êdî hûn jê re serî deynin

Verse 73 — Surah Sad 38:73

Vêca hemû feriþteyan tev jê re serî danî

Verse 74 — Surah Sad 38:74

Ji pêþtirê pelîd. Wî quretî kir û bû ji kafiran

Verse 75 — Surah Sad 38:75

(Xuda) got: "Pelîdo! çi nehiþt ku tu ji tiþtê min bi destê xwe aferandiye re serî deynî? tu qure bûyî yan bûyî ji poz bilindan

Verse 76 — Surah Sad 38:76

(Pelîd) got: "Ez jê çêtir im. Te min ji agir aferandiye û te wî jî ji heriyê aferandiye

Verse 77 — Surah Sad 38:77

(Xuda) gotê: "Nexwe ji wê derkeve; lewra bêguman tu qewrandî yî

Verse 78 — Surah Sad 38:78

Û bêguman laneta min heya roja xelat û celatê li ser te ye

Verse 79 — Surah Sad 38:79

Wî got ku: "Perwerdekarê min! tu heye roja ku wê bêne rakirin li benda min bimîne

Verse 80 — Surah Sad 38:80

(Xuda) gotê: "Êdî bêguman tu ji wanê li benda wan tê mayîn î

Verse 81 — Surah Sad 38:81

Heya roja ku wextê wê diyar e

Verse 82 — Surah Sad 38:82

(Pelîd) got ku: "Vêca ez bi rûmet û serkeftina te kim, ezê wan teva bixapînim

Verse 83 — Surah Sad 38:83

Tenê bendeyên te yên dilpak ji wan ne tê de

Verse 84 — Surah Sad 38:84

(Xuda) got ku: "Vêca (Ez) rast im û her rastiyê dibêjim

Verse 85 — Surah Sad 38:85

Ezê dojehê ji te û ji ên ji wan didin pey te teva tije kim

Verse 86 — Surah Sad 38:86

Tu bêje ku: "Ez ne tu destmuzî li serê ji we dixwazim û ne jî ez bi zorê ji ber xwe ve derdixim

Verse 87 — Surah Sad 38:87

Ew (Qur´an) ji hemû cîhanan re hey þîret û bîrxistin e

Verse 88 — Surah Sad 38:88

Û hûnê xebera wê piþtî demekê baþ bizanbin