Back to Languages

Kurmanji - Chapter 39 - Az-Zumar

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Az-Zumar 39:1

Daxistina kitêbê hin bi hin ji Xudayê serkeftiyê hîkmetdar e

Verse 2 — Surah Az-Zumar 39:2

Bêguman me kitêbê bi rastiyê bal te ve daxistiye vêca tu Xuda bihebîne, dîn jê re pak bidêrîne

Verse 3 — Surah Az-Zumar 39:3

Hay jê bin! dînê pak her ê Xuda ye. Ewên ku ji Xuda pêve hin yar û yaweran girtine (û dibêjin ku:) "Em wan dihebînin ji bo ku ew me hey bal Xuda ve nêztir bikin"; bêguman wê Xuda di navbera wan de di tiþtê ku tê de bi hev ketine de hukim bike. Bêguman Xuda ewê ku derewkarê pirr kafir e nade ser rêya rast

Verse 4 — Surah Az-Zumar 39:4

Eger Xuda bixwesta ku zarû bigire wê ji tiþtêdiaferîne a hiz dike hilbijartana. Ew pak bêrî ye. Ew Xuda yektayê herî serkeftî ye

Verse 5 — Surah Az-Zumar 39:5

Wî asîmana û zemîn bi rastiyê aferandiye; þevê li ser royê dipêçe û royê li ser þevê dipêçe; ûroj û hîvê sitûxor kiriye. Tev jî ji demek navdayî re diherikin. Hay jê bin! serkeftiyê pirr bexþendekar her ew e

Verse 6 — Surah Az-Zumar 39:6

We ji yek canekî aferandiye, paþê jê hevala wî jî çêkir û ji we re ji dewara heþt cota daxistiye (aferandiye). We di zikê dayîkên we de di sê tarîtiyan de bi aferandinek piþtî aferandinek diaferîne. Ev Xudayê han perwerdekarê we ye. Mulk her ê wî ye. Ji wî pêve tu Xuda nînin. Nexwe hûn çewa têne zivirandin

Verse 7 — Surah Az-Zumar 39:7

Eger hûn kafir bibin, êdî bêguman Xuda ji we bêhewce ye, û ew ji bendeyên xwe bi kufrê qayil nabe. Eger hûn sipas bikin ew pê ji we qayil dibe. Tu bardarê guneha barê gunehê yekî din hilnagire. Paþê vegera we her bal perwerdekarê we ve ye; vêca wê we bi tiþte we kiriye haydar bike. Bêguman ew baþ zanayê bi tiþtê di singan de ye

Verse 8 — Surah Az-Zumar 39:8

Gava nebaþîkî têkilî mirov dibe ew gazî perwerdekarê xwe dike, bal ve vedigere, paþê gava qencîkî ji xwe pê dike, ew tiþtê berê bal ve gazî dikir ji bîr dike, û ji Xuda re hemtayan çêdike ji bo ku (mirova) ji rêya wî þaþ bike. Tu bêje ku: "Tu bi kufra xwe hindikî kêfxweþ be. Bêguman tu ji hevalê agirî

Verse 9 — Surah Az-Zumar 39:9

Ma (evê han baþ e) yan ê ku nîvê þevê radibe serê xwe datîne û li piya limêj dike, ji (ezabê) axretê ditirse û dilovaniya perwerdekarê xwe hêvî dike? Tu bêje ku: "Ma ên dizanin û ên nizanin wekî hev in." Bêguman tenê xwedan hiþ difikirin-þîret digrin

Verse 10 — Surah Az-Zumar 39:10

Tu bêje ku: "Gelî bendeyên min ên bawerî anîne! hûn xwe ji perwerdekarê xwe biparêzin-bitirsin. Ji ewên di vê dunya han de qencî dikin qencî heye; û axa Xuda fireh e. Bêguman tenê ên bîhnfireh bêjimartin destmuza wan bi tevayî tê dayîn

Verse 11 — Surah Az-Zumar 39:11

Tu bêje ku: "Bêguman ez hatime ferman kirin ku Xuda bihebînim, dîn hey jê re pak bidêrim

Verse 12 — Surah Az-Zumar 39:12

Û ez hatime ferman kirin ku ez bibim pêþînê musilmanan

Verse 13 — Surah Az-Zumar 39:13

Tu bêje ku: "Bêguman ez, eger bêemriya perwerdekarê xwe bikim, ji ezabê roja mezin ditirsim

Verse 14 — Surah Az-Zumar 39:14

Tu bêje ku: "Ez hey Xuda dihebînim, dînê xwe jê re pak didêrim

Verse 15 — Surah Az-Zumar 39:15

Vêca hûn ji wî pêve kî dixwazin bihebînin." Tu bêje ku: "Bêguman ziyankar ew in ku xwe û ehlê xwe roja qiyametê ziyan kirine. Hay jê bin! ziyana herî xuya eva haye

Verse 16 — Surah Az-Zumar 39:16

Ji wan re di ser wan re tebeqên ji agir û di bin wan re tebeqên (ji agir) hene. Evê han Xuda bendeyên xwe pê ditirsîne. Bendeyên min! êdî hûn xwe ji min biparêzin-bitirsin

Verse 17 — Surah Az-Zumar 39:17

Ewên ku xwe ji pelîd dûr girtine ku wî bihebînin û bal Xuda ve vegeriyane, mizgîn ji wan re ye

Verse 18 — Surah Az-Zumar 39:18

Vêca ku gotinê dibihîzin êdî didin pey a herî rindê wê. Evê han in ên ku Xuda wan daye ser rêya rast û ên xwedan hiþ jî her evên han in

Verse 19 — Surah Az-Zumar 39:19

Vêca ma ê peyva ezabê li serê pêwist bûye, ma ê di agir de tê xelas bikî

Verse 20 — Surah Az-Zumar 39:20

Lê belê, ên xwe ji perwerdekarê xwe parastine ji wan re koþkê bilind ku di ser wan re qonaxên avakirî hene ku di binê wan re jî çem diherikin. Wada Xuda ye ( ku bi wan re wad daye). Xuda ji wada xwe danagere

Verse 21 — Surah Az-Zumar 39:21

Ma tu nabînî ku bêguman Xuda avê ji asîman daxistiye, vêca wê di zemîn de kiriye kanî, paþê pê çandiniyê cihê reng derdixe, paþê ew hiþk dibe. Vêca tu wî zerbûyî dibînî paþê wî hûr hûr dike. Bêguman di vî de ji xwedan hiþan re þîret û bîrxistinî heye

Verse 22 — Surah Az-Zumar 39:22

Vêca ma ê ku Xuda singa wî ji Îslamê re vekiribe û ew li ser ronahiyek ji perwerdekarê xwe be (wekî ê bêronahî ye?) Vêca xulî li ên ku dilên wan ji bîranîna Xuda hiþk in! ewên han di þaþîkî diyar de ne

Verse 23 — Surah Az-Zumar 39:23

Xuda rindtirê peyva ku kitêbek (ayetên wê) dirûvêhev pêdixin, têne dubare kirin, daxistiye ku çermê ên ji perwerdekarê xwe ditirsin jê diguruze, paþê çermê wan û dilên wan bal bîranîna Xuda ve nerm dibe. Evê han rêberiya Xuda ye ku ê bixwaze rêberî rêya rast dike. Kesê Xuda wî ji rê þaþ bike, êdî tu rêber jê re nînin

Verse 24 — Surah Az-Zumar 39:24

Vêca ma ê ku roja qiyametê xwe bi rûyê xwe ji dijwariya ezab diparêze (wekî ê ku dikeve bihiþtê ye?) Ji sitemkaran re tê gotin ku: "Hûn tiþtê we bi dest xistiye tam bikin

Verse 25 — Surah Az-Zumar 39:25

Ên berî wan jî derewandin, vêca ezab ji alîkî ku haya wan jê nebû hate wan

Verse 26 — Surah Az-Zumar 39:26

Vêca Xuda rûreþiya di jiyana dinê de bi wan da tam kirin û ezabê axretê jî her mezintir e, eger bizanbûna (lê ew nizanin)

Verse 27 — Surah Az-Zumar 39:27

Sond be me di vê Qur´ana han de ji mirovan re her mînakî daye; hêvî heye ku ew bifikirin-þîret bigrin

Verse 28 — Surah Az-Zumar 39:28

Qur´anek (bi zimanê) erebî ye, bê tu çewtî ye; hêvî heye ku ew xwe biparêzin-bitirsin

Verse 29 — Surah Az-Zumar 39:29

Xuda, zilamek mînak da ku çend kes tê de þirîk in li serê xirecir dikin û zilamek jî ê yekî bitenê ye. Ma ev herdu ji alî mînak ve wekî hev in? Pesn û sipas ji Xuda re. Ne, pirrî wan nizanin

Verse 30 — Surah Az-Zumar 39:30

Bêguman tê bimrî û bêguman ewê jî bimrin

Verse 31 — Surah Az-Zumar 39:31

Paþê bêguman hûnê roja qiyametê li cem perwerdekarê xwe bi hev re xirecirê bikin

Verse 32 — Surah Az-Zumar 39:32

Vêca ma ji ê derewa davê ser Xuda û rastiyê dema jê re tê diderewîne sitemkartir kî heye? Ma ji kafiran re þûnwarek di dojehê de nîne

Verse 33 — Surah Az-Zumar 39:33

Ewê ku rastiyê aniye û wê rast dêraye, ên xweparêz her evê han in

Verse 34 — Surah Az-Zumar 39:34

Ji wan re li cem perwerdekarê wan tiþtê bixwazin heye. Xelata qencîkaran eva haye

Verse 35 — Surah Az-Zumar 39:35

Ji bo ku Xuda nerindtirê tiþtê kirine ji wan bibe-veþêre û destmuza wan bi rindtirê tiþtê kirine perû bike

Verse 36 — Surah Az-Zumar 39:36

Ma qey Xuda têra bendeyê xwe nake? Ew te bi ên pêþtirê wî didin tirsandin. Xuda, kî ji rê þaþ bike êdî tu rêber jê re nînin

Verse 37 — Surah Az-Zumar 39:37

Û Xuda, kî bide ser rêya rast, êdî tu kes nikare wî ji rê þaþ bike. Ma qey Xuda serkeftiyê heyfsitan nîne

Verse 38 — Surah Az-Zumar 39:38

Sond be eger tu ji wan bipirsî ku kî asîmana û zemîn aferandiye? Wê bêjin: "Xuda". Tu bêje ku: "De ka binêrin, tiþtê hûn bêyî Xuda dihebînin, eger Xuda bixwaze ziyanek bigihîne min, ma ew (pût) dikarin ziyana wî rakin yan eger bixwaze dilovaniyek bigihîne min, ma ew dikarin dilovaniya wî nehêlin?" Tu bêje ku: "Xuda besî min e. Ên xwesipar her xwe dispêrin wî

Verse 39 — Surah Az-Zumar 39:39

Tu bêje: "Gelê min! hûn di þûna xwe de bixebitin, bêguman ez jî xebatkar im; vêca hûnê paþê bizanbin

Verse 40 — Surah Az-Zumar 39:40

Kî ezab pêde were, ew wî rûreþ dike û ezabê hertimî jî bi ser de tê

Verse 41 — Surah Az-Zumar 39:41

Bêguman me ji mirovan re kitêbê bi rastiyê li ser te daxistiye, vêca kî rêya rast bibîne êdî ew ji xwe re dibîne û kî jî rê þaþ bike êdî ew ji xwe re þaþ dike. Tu li ser wan parêzvan nînî

Verse 42 — Surah Az-Zumar 39:42

Xuda cana dema mirina wan distîne û a ku di xewa xwe de nemiriye jî (distîne). Vêca a ku mirinê li serê hukim kiriye digre û a din jî heya demekî navdayî berdide. Bêguman di vî de ji komelekî difikirin re gellek ayet (nîþan) hene

Verse 43 — Surah Az-Zumar 39:43

Ma bêyî Xuda hin mehdervana girtine? Tu bêje ku: "Ma gelo ew tu tiþt di dest wan de nebe û ew hiþ tê nebin jî (hêjî ewê wan ji xwe re mehdervan bigrin)

Verse 44 — Surah Az-Zumar 39:44

Tu bêje ku: "Mehdervanî tev her a Xuda ye.Mulkê asîmana û zemîn her ê wî ye. Paþê hþnê her bal wî ve bêne vegerandin

Verse 45 — Surah Az-Zumar 39:45

Û gava Xuda bitenê bê bîranîn, dilê ewên bi axretê bawerî naynin bi quretî û nexweþî tê girtin; û gava ên bêyî wî têne behs kirin ew pêre pêre dilþa dibin

Verse 46 — Surah Az-Zumar 39:46

Tu bêje: "Xudayê me! ê ku asîmana û zemîn aferandiye, zanayê bi penhan û peyda ye! tu di navbera bendeyên xwe de di tiþtê ew tê de bi hev ketine de hukim dikî

Verse 47 — Surah Az-Zumar 39:47

Bêguman eger hemû tiþtê di rûyê zemîn de û bi qasî wî jî pê re ê wanê sitemkarî kirine bûna, wê wan roja qiyametê ji ber zoriya ezab ve bergîdan bidana. Ji wan re ji Xuda tiþtê qet guman nedikirin xuya bû

Verse 48 — Surah Az-Zumar 39:48

Xerabiyê tiþtê bi dest xistin ji wan re xuya bû û tiþtê pê tinaza dikirin bi wan de hat

Verse 49 — Surah Az-Zumar 39:49

Vêca gava nexweþîkî digihîje mirov, ew gazî me dike. Paþê gava em xweþîkî ji xwe didinê ew dibêje: "Bêguman ew li ser zanînek ji min re hatiye dayîn." Ne, ew (jê re) sîhetî ye, lê belê pirrî wan nizanin

Verse 50 — Surah Az-Zumar 39:50

Bi rastî ên berî wan jî vê gotibûn; vêca tiþtê bi dest xistibûn qet bikêra wan nehat

Verse 51 — Surah Az-Zumar 39:51

Vêca xerabiyê tiþtê bi dest xistin hate serê wan. Ji ewên han jî ên ku sitemkarî kirine wê xerabiyê tiþtê bi dest xistine were serê wan û ew nikarin nehêlin jî

Verse 52 — Surah Az-Zumar 39:52

Ma qey ew nizanin ku bêguman Xuda rozî ji kesê bixwaze re fireh dike û teng dike. Bêguman di vî de ji komelekî ku bawerî tînin re gellek ayet (nîþan) hene

Verse 53 — Surah Az-Zumar 39:53

Tu bêje: "Gelî bendeyên min ên ku li xwe tadê kirine- ji hed derketine! hûn ji dilovaniya Xuda bêhêvî nebin. Lewra bêguman Xuda hemû guneha dibexþîne. Lewra bêguman bexþendekarê dilovan her ew e

Verse 54 — Surah Az-Zumar 39:54

Û hûn bal perwerdekarê xwe ve vegerin û berî ku ezab bê we hûn jê re serî deynin, paþê hûnê neyên yarî kirin

Verse 55 — Surah Az-Zumar 39:55

Û berî ku ezab ji niþkav de bê we û haya we jê nebe hûn bidin pey rindtirê tiþtê ji perwerdekarê we bal we ve hatiye daxistin

Verse 56 — Surah Az-Zumar 39:56

Û (hûn bilezînin berî) ku her kes (ji we) bêje: "Hey wax li min! li ser kêmasiyê ku min derbareê Xuda de kiriye û ez jî her ji wanê ku tinaza dikirin bûm

Verse 57 — Surah Az-Zumar 39:57

Yan bêje: "Eger Xuda min bida ser rêya rast ezê jî bibûma ji xweparêzan

Verse 58 — Surah Az-Zumar 39:58

Yan jî dema ezab bibîne bêje: "Eger bi rastî firsendek din ji min re hebûna, êdî ezê jî bibûma ji qencîkaran

Verse 59 — Surah Az-Zumar 39:59

(Xuda wuha bersiva wî dide:) "Belê çewan, bi rastî ayetên min ji te re hatin, vêca te wan derewand û te quretî kir û tu bûyî ji kafiran

Verse 60 — Surah Az-Zumar 39:60

Û roja qiyametê tu ewên ku derewa davên ser Xuda dibînî ku rûyên wan reþ bûye. Ma qey ji qureyan re þûnek di dojehê de nîne

Verse 61 — Surah Az-Zumar 39:61

Û Xuda ewên xweparêzî kirine jî bi qenciyên wan, wan xelas dike; ne xerabî digihê wan û ne jî ew xemgîn dibin

Verse 62 — Surah Az-Zumar 39:62

Xuda aferandekarê her tiþtî ye û ew li ser her tiþtî parêzvan e

Verse 63 — Surah Az-Zumar 39:63

Miftê gencineyê asîmana û zemîn ê wî ne. Ewên ku bi ayetê Xuda kafir bûne ên ziyankar her ewên han in

Verse 64 — Surah Az-Zumar 39:64

Tu bêje: "Gelî nezana! ma hûn fermana min dikin ku ez ji pêþtirî Xuda bihebînim

Verse 65 — Surah Az-Zumar 39:65

Sond be bal te û bal ên berî te ve hatiye wehî kirin ku eger tu þirîka çêkî wê karê te hey biþewite û tê yî bibî ji ziyankaran

Verse 66 — Surah Az-Zumar 39:66

Ne, êdî tu her Xuda bihebîne û bibe ji sipaskaran

Verse 67 — Surah Az-Zumar 39:67

Wan rûmeta Xuda çewa hêjayê wî ye negirt. Roja qiyametê zemîn tev di destê wî de ye û asîman jî bi destê wî yê rastê pêçayî ne. Ew, ji tiþtê dikin þirîk pak bêrî ye û pirr bilind e

Verse 68 — Surah Az-Zumar 39:68

Û di sûrê de hat pif dayîn, êdî ên di asîmana de û ên di zemîn de ne ji pêþtirê ê ku Xuda bixwaze pêve tev ji qêrînê bêhiþ ketin mirin, paþê dîsa tê de hat pif dayîn, êdî ew pêre pêre rabûn li bendê man

Verse 69 — Surah Az-Zumar 39:69

Zemîn bi ronahiya perwerdekarê xwe rohnî bû û kitêb hat danîn û pêxember û danas hatin anîn û di navbera wan de bi rastiyê hate hukim kirin û ew nayên tade kirin jî

Verse 70 — Surah Az-Zumar 39:70

Herkes tiþtê kiriye bêkêmasî hatiye dayîn û ew bi tiþtê dikin zanatir e

Verse 71 — Surah Az-Zumar 39:71

Û ewên kafir bûne kom bi kom bal dojehê ve têne ajotin, heya gava hatinê pêre derên wê vebûn û dergevanên wê ji wan re gotin ku: "Ma qey hin pêxemberên ji we ku ayetê perwerdekarê we li ser we dixwendin û we bi pergîhatina vê roja we ya han hiþyar dikirin-ditirsandin ji we re nehatin?" Gotin: "Belê çewa (nehatin).".Lê belê peyva ezab li ser kafiran pêwist bûye

Verse 72 — Surah Az-Zumar 39:72

Hat gotin ku: "Hûn têkevin deriyê dojehê hertimî tê de bin. Vêca þûna qureyan çi nerind e

Verse 73 — Surah Az-Zumar 39:73

Û ewên ku xwe ji perwerdekarê xwe parastibûn-tirsiya bûn kom bi kom bal bihiþtê ve hatin ajotin, heya gava hatinê û deriyên wê hatibûn vekirin û dergevanên wê gotin wan: "Silav li we be. Hûn dilþa ne. Êdî hertimî têkevinê

Verse 74 — Surah Az-Zumar 39:74

Wan jî got ku: "Pesn û sipas ji Xudayê ku wada xwe ji me re rast deranî û me kir mîratxwirê zemîn ku em ji bihiþtê kuder bixwazin wê der qonax digrin. Vêca xelata xebatkaran çi rind e

Verse 75 — Surah Az-Zumar 39:75

Û tu feriþteyan dibînî ku hawîdorê text girtine bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî pak didêrin. Di navbera wan de bi rastiyê hate hukim kirin û hat gotin ku: "Pesn û sipas ji Xuda perwerdekarê hemû aleman re ye