Verse 1 — Surah Ghafir 40:1
Verse 2 — Surah Ghafir 40:2
Daxistina kitêbê ji Xudayê serkeftiyê zana ye
Verse 3 — Surah Ghafir 40:3
Ew bexþendekarê gunehan û litekarê poþmaniyan, ezab dijwarê xwedan qencî ye; ji wî pêve tu Xuda nînin; veger her bal wî ve ye
Verse 4 — Surah Ghafir 40:4
Ji ewên kafir bûne pêve kes di ayetê Xuda de xirecirê nake vêca bira çûn û hatina wan di welatan de te nexapîne
Verse 5 — Surah Ghafir 40:5
Berî wan komela Nûh û partiyên piþtî wan jî derewandin. Her civatî dixwest ku pêxemberê xwe bigre (bikuje), lê min wan girt; vêca ka ezabê min çewa bû
Verse 6 — Surah Ghafir 40:6
Her wuha peyva perwerdekarê te li ser ewên kafir bûne pêwist bû ku bêguman ew hevalê agir in
Verse 7 — Surah Ghafir 40:7
(Feriþte) yên ku text hildigrin û ên hawîdorê wî bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe limêj dikin-wî pak didêrin û pê bawerî tînin û ji ên bawerî anîne re bexþînê dixwazin (û dibêjin:) "Perwerdekarê me! te bi dilovanî û zanîn her tiþtî dagirtiye, vêca tu ji ewên poþman bûne-vegeriyane û dane pey rêya te re bibexþîne û tu wan ji ezabê dojehê biparêze
Verse 8 — Surah Ghafir 40:8
Perwerdekarê me! tu wan û ji bav û kalên wan û pîrekên wan û azbata wan yên qenc bûne têxe bihiþtê xweþiyê de. Bêguman tu, serkeftiyê hîkmetdar her tu yî
Verse 9 — Surah Ghafir 40:9
Û tu wan ji nebaþiyan biparêze. Tu, wê rojê, kî ji nebaþiyan biparêzî, êdî bêguman te lê dilovanî kiriye. Rizgariya herî mezin jî her eva haye
Verse 10 — Surah Ghafir 40:10
Bêguman ewên kafir bûne tên gazî kirin ku: "Hêrsa Xuda ji hêrsa we bi xwe mezintir e. Lewra hûn bal bawerîyê ve dihatin gazî kirin, vêca hûn kafir dibûn
Verse 11 — Surah Ghafir 40:11
Wan got ku: "Perwerdekarê me! te du cara me mirand û te du cara jî me jiyand, êdî me gunehên xwe li xwe daniye; vêca gelo bal derketinê ve rêyek heye
Verse 12 — Surah Ghafir 40:12
Ev (ezab)ê han ji ber vî ye ku bêguman gava Xuda bitenê dihate gazî kirin- hebandin hûn kafir dibûn, û eger jê re þirîk bihatana çêkirin we bawerî dianî. Êdî hukim her ê Xudayê herî bilindê herî mezin e
Verse 13 — Surah Ghafir 40:13
Ew e ê ku ayetên (nîþanên) xwe nîþanî we dide û ji we re ji asîman rozî dadixe. Ji ê vedigere pêve kes nafikire-þîret nagire
Verse 14 — Surah Ghafir 40:14
Her çend kafir nexwazin jî êdî hûn her gazî Xuda bikin-wî bihebînin, dîn jê re pak bidêrînin
Verse 15 — Surah Ghafir 40:15
Ew bilindkirê payeyan e (û) xweyê text e; ji bendeyên xwe kî bivê giyanê (can, wehî, Qur´an, dilovaniyê) ji fermana xwe davê serê ji bo ku (wî) bi roja pergîhatinê hiþyar bike-bitirsîne
Verse 16 — Surah Ghafir 40:16
Roja ku ew tev li rastê xuya ne; tu tiþt ji wan li ser Xuda veþarî namîne. Mulk îro ê kî ye? Ê Xudayê yektayê herî serkeftî ye
Verse 17 — Surah Ghafir 40:17
Îro her kes bi tiþtê bi dest xistiye tê celat kirinê. Îro tu neheqî-sitemkarî nîne. Bêguman Xuda, hesaba zû dibîne
Verse 18 — Surah Ghafir 40:18
Û tu wan bi roja nêzhatî hiþyar bike-bitirsîne dema dil li nik qirika bi tirs û xem dagirtîne; ji sitemkaran re ne dostekî germ heye û ne jî mehdervanekî ku li pey tê çûyîn heye
Verse 19 — Surah Ghafir 40:19
Ew, bi çavên zexel û bi tiþtê sing vediþêrin dizane
Verse 20 — Surah Ghafir 40:20
Xuda bi rastiye hukim dike, û ewên ji pêþtirê wî gazî dikin bi tu tiþtî hukim nakin. Bêguman sehkirê baþ dibîne her Xuda ye
Verse 21 — Surah Ghafir 40:21
Ma qey ew li rûyê zemîn negeriyane ku binêrin ka paþiya ewên beriya wan çewa bû? Ew ji wan bihêztir û di rûyê zemîn de bi rêç þop bêtir bûn; lê Xuda wan bi sedem gunehên wan girt û ji wan re tu parêzvan jî nebû ku wan ji Xuda biparêze
Verse 22 — Surah Ghafir 40:22
Evê han ji ber ku bêguman ew, pêxemberên wan hey ji wan re nîþanên xuya dianîn lê ew kafir dibûn, êdî Xuda jî wan girt. Lewra bêguman ew hêzdar e ezabdijwar e
Verse 23 — Surah Ghafir 40:23
Sond be me Mûsa bi ayetên xwe û bi delîlek xuya þand
Verse 24 — Surah Ghafir 40:24
Bal Fîr´ewn û Haman û Qarûn; lê wan got ku: "Efsûngerek pirr derewkar e
Verse 25 — Surah Ghafir 40:25
Vêca çi gava ew ji cem me bi rastiyê hate wan, gotin ku: "Hûn zarûyê ên pê re bawerî anîne bikujin û pîrekên wan zindî bihêlin." Lê xax û dafê kafiran hey di þaþîtî û tewþîtiyê de ye
Verse 26 — Surah Ghafir 40:26
Fîr´ewn got ku: "Hûn min berdim ez Mûsa bikujim û bira ew gazî perwerdekarê xwe bike. Bêguman ez ditirsim ku ew dînê we biguherîne yan ew di rûyê zemîn de xerabkarî derxe
Verse 27 — Surah Ghafir 40:27
Mûsa got ku: "Ez xwe ji (xerabiya) her qureyê ku bi roja hîsabê (qiyametê) bawerî nayne davêjim perwerdekarê xwe û perwerdekarê we
Verse 28 — Surah Ghafir 40:28
Zilamek bawermend ji malbata Fîr´ewn ku baweriya xwe vediþart got ku: "Ma hûnê zilamekî ku dibêje perwerdekarê min Xuda ye û tevî ku delîlên xuya ji pererdekarê we ji we re aniye bikujin? Eger ew derewkar be ji xwe derewa wî jê re ye û eger rastgo be, wê hinek tiþtê ji we re wade dide bê serê we. Bêguman Xuda kesê jihedderketiyê pirr derewkar nade ser reya rast
Verse 29 — Surah Ghafir 40:29
Gelê min! îro mulk ê we ye, hûn di rûyê zemîn de serdest in, lê eger ezabê Xuda ji me re were êdî wê kî yariya me bike?" Fîr´ewn got ku: "Ez her tiþtê rast dibînim nîþa we didim û ez hey berê we didim rêya rast
Verse 30 — Surah Ghafir 40:30
Ewê bawêrî anîbû got ku: "Gelê min! bêguman ez li ser we ji (rojekî) wekî roja partiyan ditirsim
Verse 31 — Surah Ghafir 40:31
Wekî þopa Nûh û Ad û Semûd û ên pey wan. Xuda ji bendeyan re sitemkarî naxwaze
Verse 32 — Surah Ghafir 40:32
Gelê min! bêguman ez li ser we ji (ezabê) roja tevgaziyê ditirsim
Verse 33 — Surah Ghafir 40:33
Roja hûnê piþt bidinê û birevin; tu perêzvan nikare we ji Xuda biparêze. Xuda kî ji rê þaþ bike êdî tu rêber jê re nînin
Verse 34 — Surah Ghafir 40:34
Sond be, berê Yûsif jî bi delîlên xuya hate we, vêca hûn ji tiþtê ew pê hatibû hey di dudiliyê de bûn, heya gava ew mir, we got ku: "Xuda, piþtî wî qet tu pêxemberî naþîne." Xuda, kesê jihedderketiyê dudilî, wuha ji rê þaþ dike
Verse 35 — Surah Ghafir 40:35
Ewên ku bêyî delîlekî xurt ku ji wan re hatiye di ayetê Xuda de xirecirê dikin li cem Xuda û li cem ên bawerî anîne, ew (xirecira wan) hêrsek mezin radika. Xuda, li ser her dilê qureyê zordar, wuha mohr dike
Verse 36 — Surah Ghafir 40:36
Fîr´ewn jî got ku: "Hamano! tu ji min re koþkekî lêke, dibe ez bigihîjim deriyan
Verse 37 — Surah Ghafir 40:37
Deriyê asîmana, vêca ez bi ser Xudayê Mûsa vebim, lê bi rastî ez wî derewkar guman dikim." Ji Fîr´ewn re karê wî yê xerab wuha hat xemilandin û ew ji rê hat liba xistin. Xax û dafê Fîr´ewn hey pûç û beredayî ne
Verse 38 — Surah Ghafir 40:38
Ewê bawerî anîbû got ku: "Gelê min! hûn bidin pey min, ezê we bigihînim rêya rastiyê
Verse 39 — Surah Ghafir 40:39
Gelê min! bêguman ev jiyana dinê tenê hinek xweþî ye, û bi rastî axret her warê mayînê ye
Verse 40 — Surah Ghafir 40:40
Kî karekî xerab bike ew hey biqasî wî tê celat kirinê û ji mêr û jina kî karê qenc bike û ew bawermend be êdî ewên han dikevin bihiþtê, ew tê de bêjimar têne rozî kirin
Verse 41 — Surah Ghafir 40:41
Gelê min! ma çi bûye ji min ku ez we gazî bal rizgarîyê ve dikim û hûn min gazî bal agir ve dikin
Verse 42 — Surah Ghafir 40:42
Hûn gazî min dikin ku ez bi Xuda kafir bibim û jê re tiþtê ku zanîna min pê nîne têxîm þirîk; tevî ku ez we gazî bal (Xudayê) serkeftiyê pirr bexþendekar ve dikim
Verse 43 — Surah Ghafir 40:43
Ziyan nake, bêguman tiþtê hûn min bal ve gazî dikin jê re ne di dinê de û ne jî di axretê de dozekî heye, û bêguman vegera me her bal Xuda ve ye û bi rastî ên jihedderketî her ew hevalê agir in
Verse 44 — Surah Ghafir 40:44
Vêca hûnê di nêz de tiþtê ez ji we re dibêjim di bîr bînin, û ez karê xwe her dispêrim Xuda. Lewra bêguman Xuda bendeyan baþ dibîne
Verse 45 — Surah Ghafir 40:45
Vêca Xuda wî ji xerabiyê tiþtê lê xax û daf çêkiribûn parast û xerabê ezaba malbata Fîr´ewn girte nav xwe
Verse 46 — Surah Ghafir 40:46
Ew sibe û êvara li ser agir têne pêþkêþ kirin û roja danê qiyametê radibe hûn malbata Fîr´ewn têxin zortirê ezaba
Verse 47 — Surah Ghafir 40:47
Û (di bîr bîne) dema ew di agir de bi hev re xirecirê dikin, vêca ên bindest ji ewên serdestên qure re dibêjin ku: Bêguman em peyrewê we bûn, vêca hûn dikarin parîkî agir ji me dûr bikin-me jê bêhewce kin
Verse 48 — Surah Ghafir 40:48
Ewên serdestên qure gotin ku: "Bêguman em tev tê de ne. Bêguman Xuda di navbera bendeyan de hukim kiriye
Verse 49 — Surah Ghafir 40:49
Ewên di agir de ji dergavanê dojehê re gotin ku: "Hûn ji perwerdekarê xwe bixwazin bira rojek ezab ji me sivik bike
Verse 50 — Surah Ghafir 40:50
(Dergavanan) got ku: Ma qey pêxemberên we ji we re delîlên xuya neanîn." Gotin: "Belê (anîn)." (Dergavanan) got ku: "Hûn gazî kin, lê gaziya kafiran hey pûç û beredaye
Verse 51 — Surah Ghafir 40:51
Bêguman em, hem di jiyana dinê de û hem jî di roja ku danas radibin de yariya pêxemberên xwe û ên bawerî anîne dikin
Verse 52 — Surah Ghafir 40:52
Roja ku poþmaniya sitemkaran bi kêrî wan nayê û ji wan re lanet heye û ji wan re warê nexweþ heye
Verse 53 — Surah Ghafir 40:53
Sond be me rêberiyê da Mûsa û me zariyê Îsraîl kire wêrisê kitêbê
Verse 54 — Surah Ghafir 40:54
Ku ew ji xwedan hiþan re rêber û bîranîn e-þîret e
Verse 55 — Surah Ghafir 40:55
Vêca tu bîhna xwe fireh ke, lewra bêguman wada Xuda rast e û tu ji gunehê xwe re bexþînê bixwaze û êvar û sibeha bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî pak bêrî bidêre
Verse 56 — Surah Ghafir 40:56
Bêguman ewên ku bêyî delîlek xurt ku ji wan re hatine di ayetê Xuda de xirecirê dikin, ew hey di singê wan de quretî heye ku ew nagihîjinê (nagihîjin mebesta quretiya xwe). Vêca tu xwe bavê Xuda. Lewra bêguman ew her sehkir e baþ dibîne
Verse 57 — Surah Ghafir 40:57
Sond be aferandina asîmana û zemîn ji aferandina mirovan meztir e, lê belê pirrî mirovan nizanin
Verse 58 — Surah Ghafir 40:58
Ê kor û ê dibîne nabin yek; ên bawerî anîne û karên qenc kirine û ê xerab jî (nabin yek). Hûn çiqas hindik difikirin-þîret digrin
Verse 59 — Surah Ghafir 40:59
Bêguman danê qiyametê hey tê ku tu dudilî tê de nîne, lê belê pirrî mirovan bawer nakin
Verse 60 — Surah Ghafir 40:60
Perwerdekarê we got ku: "Hûn gazî min bikin ezê bersiva we bidim. Bêguman ên ku ji hebandina min quretî dikin wê bi sitûxorî têkevin dojehê
Verse 61 — Surah Ghafir 40:61
Xuda ye ê ku þevê ji we re çêkiriye ji bo ku hûn tê de bihêminin û royê jî rohnî kiriye. Bêguman Xuda li ser mirovan xwey qencî ye lê belê pirrî mirovan sipas nakin
Verse 62 — Surah Ghafir 40:62
Ev Xudayê han perwerdekarê we ye, aferandekarê her tiþtî ye, ji wî pêve tu Xuda nînin. Êdî hûn bi ku ve têne zivirandin
Verse 63 — Surah Ghafir 40:63
Ewên ku ayetên Xuda înkar dikirin wuha têne zivirandin
Verse 64 — Surah Ghafir 40:64
Xuda ye ê ku zemîn ji we re kiriye ciyê manê û asîman jî kiriye avahî û we kiriye xwedî sikûm, vêca sikûmên we pirr xweþik çêkiriye û ji tiþtê xweþ û pak rozî daye we. Ev Xudayê han perwerdekarê we ye. Vêca perwerdekarê aleman çi pîroz e
Verse 65 — Surah Ghafir 40:65
Ew zindiyê ku ji wî pêve tu Xuda nînin. Nexwe hûn ji dil gazî wî bikin-wî bihebînin dîn her jê re pak bidêrin. Pesn û sipas ji Xudayê perwerdekarê hemû aleman re ye
Verse 66 — Surah Ghafir 40:66
Tu bêje ku: "Bêguman ez çi gava delîlen xuya ji perwerdekarê min ji min re hatin û ez hatim ferman kirin ku ez serî ji perwerdekarê hemû aleman re deynim, ez hatim ferman kirin ku ez ewên hûn bêyî Xuda gazî wan dikin- wan dihebînin nehebînim
Verse 67 — Surah Ghafir 40:67
Ew e ê ku we ji axê paþê ji dilopek avik paþê ji xweyna terî hiþk aferandiye paþê we bi zarûkî (ji zikê dayîkên we) dertîne ji bo ku hûn bigihîjin hêza xwe paþê ji bo ku hûn pîr bibin; hin ji we jî berê dimrin û ji bo ku hûn bigihîjin demek (ecelek) navdayî û hêvî heye hûn hiþ tê bibin-xwe ragirin
Verse 68 — Surah Ghafir 40:68
Ew e ê ku vedijîne û dimirîne; vêca gava bivê karek biqedîne êdî tenê jê re dibêje: "Bibe", ew jî pêre pêre çêdibe
Verse 69 — Surah Ghafir 40:69
Ma tu ewên ku di ayetê Xuda de xirecirê dikin nabînî ku ew çewa têne zivirandin
Verse 70 — Surah Ghafir 40:70
Ewên ku kitêbe û tiþtê me pêxemberên xwe pê þandibû derewandine, vêca ewê paþê bizanbin
Verse 71 — Surah Ghafir 40:71
Dema qeyd û xelek di sitûyên wan de ne, ew têne kiþandin
Verse 72 — Surah Ghafir 40:72
Di ava kel de, paþê di agir de ew têne þewitandin
Verse 73 — Surah Ghafir 40:73
Paþê ji wan re tê gotin ku: "Ka li ku ne tiþtê we dikir þirîk
Verse 74 — Surah Ghafir 40:74
Bêyî Xuda?" Gotin ku: "Ew ji ber me hinda bûne. Ne, ji xwe me berê tu tiþtî nediheband." Xuda, kafiran wuha li hev þaþ dike
Verse 75 — Surah Ghafir 40:75
Evê han ji ber ku hûn bi neheqî di rûyê zemîn de dilþa dibûn û ji ber ku we quretiya dikir e
Verse 76 — Surah Ghafir 40:76
Hûn têkevin deriyê dojehê hertimî tê de bin; vêca ciyê qureyan çi nexweþ e
Verse 77 — Surah Ghafir 40:77
Vêca tu bîhna xwe fireh bike. Lewra bêguman wada Xuda rast e; êdî ya emê hin tiþtê em ji wan re wad dikin nîþanî te bidin yan jî emê te bimirînin, êdî ewê her bal me ve bêne vegerandin
Verse 78 — Surah Ghafir 40:78
Sond be me berî te gellek pêxember þandiye ku me hinek wan ji te re gotiye û me hinek wan jî ji te re negotiye. Bêyî destûra Xuda ji tu pêxemberî re nabe ku ayetek (ji kîsê xwe) bîne. Vêca gava fermana Xuda bê, bi rastiyê tê qedandin-hukim kirin û li wê der ehlê doza pûç ziyan dikin
Verse 79 — Surah Ghafir 40:79
Xuda ye ê ku dewara ji we re çêkiriye ji bo ku hûn li hinek wan siwar bibin û ji hinek wan bixwin
Verse 80 — Surah Ghafir 40:80
Û ji we re di wan de gellek kar hene û ji bo ku hûn li ser wan bigihên hewcetiyê di dile we de ne, û hûn li ser wan û li ser keþtiyê têne hilgirtin
Verse 81 — Surah Ghafir 40:81
Ew ayetên xwe nîþanî we dide, vêca hûn kîjan ayetên Xuda înkar dikin
Verse 82 — Surah Ghafir 40:82
Vêca ma qey ew li rûyê zemîn negeriyane ku binêrin ka paþiya ewên berî wan çewa bû, ku ew ji wan pirrtir û bihêztir û di rûyê zemîn de bi rêç û þop zêdetir bûn, lê tiþtê bi dest xistibûn tu bikêra wan nehat
Verse 83 — Surah Ghafir 40:83
Vêca çi gava pêxemberên wan bi delîlên xuya hatin wan, ew bi zanîna li cem xwe dilxweþ bûn û tiþtê pê tinaza kiribûn hawîdorê wan girt
Verse 84 — Surah Ghafir 40:84
Vêca çi gava zora ezabê me dîtin gotin: "Me bi Xuda tenê bawerî aniye û em bi tiþtê me dikir þirîk kafir bûne
Verse 85 — Surah Ghafir 40:85
Lê çi gava zora ezabê me dîtin êdî baweriya wan tu bikêra wan nehat. Rê û rêça Xuda ye ku di nav bendeyên wî derbas bûye. Ha li wê der kafiran ziyan kir