Back to Languages

Kurmanji - Chapter 41 - Fussilat

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Fussilat 41:1

Verse 2 — Surah Fussilat 41:2

Daxistinek hin bi hin ji (Xudayê) mihrîban î dilovan e

Verse 3 — Surah Fussilat 41:3

Kitêbek e ku ayetên wê ji hev hatine veqetandinê, ji komelekî zana re Qur´anekî erebî ye

Verse 4 — Surah Fussilat 41:4

Mizgînvan û hiþyarker e; vêca pirrî wan rû zivirand, êdî ew nabihîzin

Verse 5 — Surah Fussilat 41:5

Û gotin ku: "Dilên me ji tiþtê tu me bal ve gazî dikî di perda de ye û di gohên me de giranî heye û di navbera me û te de perde heye, êdî tu bixebite, bêguman em jî xebatkar in

Verse 6 — Surah Fussilat 41:6

Tu bêje ku: "Bêguman ez jî her mirovekî wekî we me ku bal min ve tê wehî kirin ku bêguman Xudayê we her Xudakî yekta ye, êdî hûn xwe bal ve rast bikin û jê bexþînê bixwazin. Xulî li serê pûtperestan be

Verse 7 — Surah Fussilat 41:7

Ewên ku xwe bi yektaperestiyê ji pûtperestiyê pak nakin û ew bi axretê jî kafir in

Verse 8 — Surah Fussilat 41:8

Bêguman ewên ku bawerî anîne û karên qenc kirine ji wan re xelatek bêkêmasî û bêdawî heye

Verse 9 — Surah Fussilat 41:9

Tu bêje ku: "Ma hûn bera bi ewê ku zemîn di du rojan de aferandiye kafir dibin û jê re hemtayan çêdikin? Evê han perwerdekarê hemû alema ye

Verse 10 — Surah Fussilat 41:10

Û li ser rûyê zemîn tê de çiyayên paydar çêkiriye û tê de firehî çêkiriye û tê de di çar rojan de zadê wan li wan parve kiriye; ji hemû hewcedaran re wekî hev bi pîvan daye

Verse 11 — Surah Fussilat 41:11

Paþê bal asîman ve ku ew hê dû bû qesd kir vêca jê re û ji zemîn re got ku: "Hûn herdû bi dil yan bêdil werin." Herdûyan jî got ku: "Em bi dilê xwe tên

Verse 12 — Surah Fussilat 41:12

Vêca wî wan di du rojan de kir heft asîman û di her asîmanî de karê wî wehî kir. Me asîmanê dinê (jêrîn) jî bi (sitêrkên wekî) çirayan xemiland û me wan parast. Lihevanîn û pîvana (Xudayê) serkeftiyê zana eva haye

Verse 13 — Surah Fussilat 41:13

Êdî eger wan rûliba xist, vêca tu bêje ku: "Min we bi qêrîna (ezabek) wek qêrîna (ezabê) Ad û Semûd hiþyar kir-tirsand

Verse 14 — Surah Fussilat 41:14

(Di bîr bîne) dema pêxember, beriya wan û piþtî wan ji wan re hatin ku: Hûn ji Xuda pêve nehebînin, wan got ku: "Eger perwerdekarê me bixwestana wê feriþteyan daxistana. Vêca bêguman em bi tiþtê hûn pê hatine þandin kafir in

Verse 15 — Surah Fussilat 41:15

Vêca heçî Ad, wan bi neheqî di rûyê zemîn de quretî kir û gotin ku: "Ji me bihêztir kî heye?" Ma qey wan nedît ku bêguman Xudayê ku wan aferandiye ew ji wan bihêztir e? Wan ayetên me hey înkar dikir

Verse 16 — Surah Fussilat 41:16

Vêca me, di rojên bi peþk de bayekî pirr sar bi ser wan de þand; ji bo ku em di jîna dinê de ezabê rûreþiyê bi wan bidin tam kirin, lê ezabê axretê hê bi rûreþîtir e, û ew nayên yarî kirin jî

Verse 17 — Surah Fussilat 41:17

Û heçî Semûd jî êdî me wan da ser rêya rast lê wan korîtiyê di ser rêya rast re girt-hiz kir, êdî bi sedem tiþtê bi dest xistibûn ezabê riswatiyê wan girt

Verse 18 — Surah Fussilat 41:18

Me ewên bawerî anî bûn û ew xweparêz bûn jî rizgar kir

Verse 19 — Surah Fussilat 41:19

Roja dijminên Xuda bal agir ve têne civandin êdî ew (pêþî û paþiyên wan) bi hev têne gihandin

Verse 20 — Surah Fussilat 41:20

Heya gava ew tên gohên wan û çavên wan û çermên wan bi tiþtê kirine li ser wan danasî didin

Verse 21 — Surah Fussilat 41:21

Û ji çermên xwe re gotin ku: "We çima li ser me danasî da?" Wan got ku: "Xudayê ku her tiþtî daye axaftin me jî da axaftin tevî ku cara pêþî wî we aferand û hûnê her bal ve bêne vegerandin

Verse 22 — Surah Fussilat 41:22

We nikarbû hûn xwe veþêrin ku ne gohên we û ne çavên we û ne jî çermên we li ser we danasî bidin, lê belê we guman dikir ku bi rastî Xuda pirrî tiþtê hûn dikin nizane

Verse 23 — Surah Fussilat 41:23

Eva gumana we ya han ku we bi perwerdekarê xwe guman dikir, we têk bir; êdî hûn bûn ji ziyankaran

Verse 24 — Surah Fussilat 41:24

Vêca eger ew hewya xwe bînin, êdî agir þûna wan e, û eger bixwazin ku bal dilxwaziyê xwe ve bên vegerandin da ku qayil bibin, êdî ew nayên vegerandin ku qayil bibin

Verse 25 — Surah Fussilat 41:25

Me ji wan re hin hevalan bikar kir, vêca wan ji wan re tiþtê pêþiya wan û tiþtê paþiya wan xemiland û gotina (ezabê) ku di nav komelên ji cinn û mirovan ku berî wan derbas bûbûn li ser wan pêwist bû. Bêguman ew ziyankar bûn

Verse 26 — Surah Fussilat 41:26

Û ewên kafir bûne, gotin ku: "Hûn li vê Qur´ana han gohdarî nekin û hûn gotinê pûç û beredayî derbareê wê de bêjin hêvî heye ku hûn bi ser kevin

Verse 27 — Surah Fussilat 41:27

Vêca bi sond, emê ezabek zor dijwar bi ewên kafir bûne bidin tam kirin û emê wan bi pîstirê tiþtê dikirin bidin celat kirinê

Verse 28 — Surah Fussilat 41:28

Evê han celata neyarê Xuda agir e; ji wan re tê de warê hertimî mayînê heye, celatekî ye ji ber ku wan ayetên me înkar dikir

Verse 29 — Surah Fussilat 41:29

Ewên kafir bûne gotin ku: "Perwerdekarê me! tu ji cinn û mirovan wan herdûyê ku me ji rê þaþ kirin nîþanî me bide, emê wan têxin binê piyên xwe ji bo ku ew bibin ji wanê herî nizimketî

Verse 30 — Surah Fussilat 41:30

Bêguman wanê ku gotin: "Perwerdekarê me Xuda ye." Paþê xwe sere rast kirin, ew feriþte bi ser wan ve dadikevin ku: "Hûn netirsin û xemgîn jî nebin û hûn bi bihiþta ku hûn hatibûn wade dayîn mizgîn-dilþa bibin

Verse 31 — Surah Fussilat 41:31

Em, di jîna dinê û di axretê de yar û yawerên we ne. Ji we re tê de tiþtê dilê we dibijê heye û ji we re tê de tiþtê hûn dixwazin heye

Verse 32 — Surah Fussilat 41:32

Mazûrvaniyek e ji (Xudayê) bexþendekarê dilovan

Verse 33 — Surah Fussilat 41:33

Ji kesê gazî bal Xuda ve dike û karê qenc pêk tîne û dibêje: "Bêguman ez ji musilmanan im" kî gotin rindtir e

Verse 34 — Surah Fussilat 41:34

Ne qencî û ne xerabî nabin yek. Tu, (xerabiya) bi a herî qenc biqewirîne; vêca ha tu dibînî ê ku di navbera te û wî de neyartî heye ew bûye herwekî dostekî germî nêz

Verse 35 — Surah Fussilat 41:35

Ji pêþtirê ewên bîhna fireh nîþan didin rastî vê nayên û ji pêþtirê ewê xwedan parek mezin e pergê vê nayên

Verse 36 — Surah Fussilat 41:36

Eger ji pelîd nepakîkî têkilî te bû, êdî tu xwe bavêje Xuda. Lewra bêguman ew her sehkirê zana ye

Verse 37 — Surah Fussilat 41:37

Þev û roj û ro û hîv tev ji ayetên (nîþanên) wî ne. Hûn ne ji royê re û ne jî ji hîvê re serî deynin. Eger hûn bera wî di hebînin hûn ji Xudayê ku wan aferandiye re serî deynin

Verse 38 — Surah Fussilat 41:38

Vêca eger wan quretî kir, êdî ên li cem perwerdekarê te ne, bi þev û bi roj wî (ji kêmasiyan) pak bêrî didêrin-limej dikin û ew nabetilin-nakerixin jî

Verse 39 — Surah Fussilat 41:39

Û ji ayetên wî ne ku tu zemîn hiþkbûyî dibînî, vêca gava me avê bi ser ve daxist, ew dilive û dinepixe (bi giya û çêrê bilind dibe). Bêguman ewê ku wê vejandiye ew miriyan jî vedijîne. Lewra bêguman ew bi her tiþtî dikare

Verse 40 — Surah Fussilat 41:40

Bêguman ewên ku ayetên me înkar dikin ew li ser me neveþarîne. Vêca ma roja qiyametê ê ku di agir de tê avêtin çêtir e yan ê biewle tê? Hûn tiþta divên bikin. Bêguman ew tiþtê hûn dikin dibîne

Verse 41 — Surah Fussilat 41:41

Bêguman ewên ku bi zikrê (Qur´anê) çi gava ji wan re hat kafir bûn, tevî ku ew bi rastî kitêbek birûmet e-parastî ye, (ewê bi kufra xwe bêne celat kirin)

Verse 42 — Surah Fussilat 41:42

Ku ne ji pêþiya wê û ne ji paþiya wê tu pûçî û beredayîtî tevlî nabe; daxistinek hin bi hin ji (Xudayê) hîkmetdarê hêjayî pesn e

Verse 43 — Surah Fussilat 41:43

Ji pêþtirê tiþtê ku ji pêxemberên berî te re hatiye gotin ji te re nayê gotin. Bêguman perwerdekarê te xwedan bexþandin û xwedan ezabek bi jan e

Verse 44 — Surah Fussilat 41:44

Eger me wê bikirna Qur´anekî biyanî (ne bi zimanê erebî bûna) wê bigotina: "Ma çima ayetên wê ji hev nehatine veqetandin (bi zimanê erebî nehatiye daxuyandin?) Ma (ew kitêb) biyanî û (pêxember jî) erebî ye?" Tu bêje ku: "Ew ji ên bawerî naynin di gohên wan de giranî-kerrîtî heye û ew li ser wan korîtî ye. Ewên han ji ciyekî dûr têne gazî kirin

Verse 45 — Surah Fussilat 41:45

Sond be me kitêbê da Mûsa, vêca tê de dubendî hate çêkirin. Eger ne ji peyvekî ku ji perwerdekarê te derbas bûye bûna, wê di navbera wan de bihata hukim kirin. Bêguman ew hey tê de di bedgumaniyek dudilî de ne

Verse 46 — Surah Fussilat 41:46

Kî karekî qenc bike, êdî ew ji xwe re dike û kî xerabî jî bike êdî ew ji xwe re dike. Perwerdekarê te ji bendeyan re qet ne sitemkar e

Verse 47 — Surah Fussilat 41:47

Zanîna danê qiyametê her bal ve tê vegerandin. Her fêkiyên ji kumikên xwe dertên; her mêyên tiþtê hildigrin (badar dibin û barê xwe) datînin tenê bi zanîna wî ye. Roja gazî wan bike ku: "Kanê þirîkên min?" , ew dibêjin ku: "Me bi te daxuyandiye ku tu danasek ji me nîne

Verse 48 — Surah Fussilat 41:48

Tiþtê berê dihebandin ji ber wan hinda bûn û baþ zanîn ku ji wan re tu ciyê revê nîne

Verse 49 — Surah Fussilat 41:49

Mirovê (kafir) qet ji xwestina xweþî (û malê pirr) nabetile-nakerixe. Eger nexweþîkî têkilê wî bibe, vêca ew bêhêviyê bêumîd dibe

Verse 50 — Surah Fussilat 41:50

Sond be eger em, piþtî ku nexweþî gihîþtiyê dilovaniyek ji xwe pê bidin tam kirin, ewê bêje ku: "Evê han ji min e, û ez guman nakim ku qiyamet rabe; û eger ez bal perwerdekarê xwe ve bême vegerandin, bêguman ji min re li balê a herî rind heye." Vêca bi rastî emê ewên kafir bûne bi tiþtê kirin haydar bikin û emê hey ji ezabê sitûr bi wan bidin tam kirin

Verse 51 — Surah Fussilat 41:51

Û gava em li mirovê (kafir) qencî bikin, ew rû dizivrîne û xwe li alîkî liba dike-tu paxavê pê nake û gava nexweþîkî digihîjê vêca ew dibe xwey lavahiyê dûm û dirêj

Verse 52 — Surah Fussilat 41:52

Tu bêje ku: "Ka binêrin! eger ew (Qur´an) ji cem Xuda be, paþê hûn pê kafir bibin, ka ji ê ku di neyartîkî dûm û dirêj de be rê þaþtir kî heye?" (Eger hûn pê kafir bibin ji we rê þaþtir û ji rastiyê dûrtir kî heye)

Verse 53 — Surah Fussilat 41:53

Emê ji nêz ve ayetên (nîþanên) xwe di asoyan de û di wan bi xwe de jî nîþanî wan bidin heya ji wan ve baþ xuya dibe ku ew (Qur´an) bera rast e. Ma qey ji perwerdekarê te re (ev) bes nîne ku bi rastî ew danasê li ser her tiþtî ye

Verse 54 — Surah Fussilat 41:54

Hay jê bin! bêguman ew ji rasthatina perwerdekarê xwe di dudiliyê de ne. Hay jê bin! bêguman wî hawîdor li hemû tiþtî girtiye