Verse 1 — Surah Ash-Shura 42:1
Verse 2 — Surah Ash-Shura 42:2
Eyn, Sîn, Qaf
Verse 3 — Surah Ash-Shura 42:3
Bal te ve û bal ên berî te ve wuha wehî dike. Serkeftiyê hîkmetdar her Xuda ye
Verse 4 — Surah Ash-Shura 42:4
Tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de ê wî ne. Bilindê herî mezin her ew e
Verse 5 — Surah Ash-Shura 42:5
Hin dimîne asîman (ji meznaya Xuda) ji ser wan ve biqeliþin û feriþte jî bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe limêj dikin-wî (ji kêmasiya) pak berî didêrin û ji ên di rûyê zemîn de ne re bexþînê dixwazin. Hay jê bin! bêguman bexþendekarê dilovan her Xuda ye
Verse 6 — Surah Ash-Shura 42:6
Ewên ku bêyî Xuda ji xwe re yar û yawer girtine, Xuda li ser wan parêzvan e (kirinê wan dihêle ji bo ku wan pê celat bike). Tu li ser wan ne dîdevan î
Verse 7 — Surah Ash-Shura 42:7
Her wuha me Qur´anek erebî bal te ve wehî kir ji bo ku tu dayîka bajaran (Mekkê) û ên dora wê hiþyar bikî-bitirsînî û tu (wan) bi roja civînê (qiyametê) ku tu dudilî tê de nîne hiþyar bikî-bitirsînî. Birrek di bihiþtê de ne û birrek jî di dojehê de ne
Verse 8 — Surah Ash-Shura 42:8
Eger Xuda bixwesta, wê wan bikirna yek komek, lê belê ê bixwaze dike dilovaniya xwe; ên sitemkar jî, ne ji wan re yar û yawer hene û ne jî alîkar
Verse 9 — Surah Ash-Shura 42:9
Ma qey wan bêyî wî hin yar û yaweran girtiye? Vêca her Xuda yar û yawer e; ew miriyan vedijîne û ew bi her tiþtî dikare
Verse 10 — Surah Ash-Shura 42:10
Her tiþtê hûn tê de bi hev ketin, êdî hukmê wî bal Xuda ve ye. Ev Xudayê han perwerdekarê min e; min her xwe sipartiye wî û ez her balê ve vedigerim
Verse 11 — Surah Ash-Shura 42:11
Aferandekarê asîmana û zemîn e; ji we bi xwe cotan (nêr û mê) û ji dewaran jî cotan (nêr û mê) çêkiriye we tê de diaferîne (dide jiyandin û pirr dike). Tu tiþt wekî manendê wî nîne. Sehkirê baþ dibîne her ew e
Verse 12 — Surah Ash-Shura 42:12
Miftê gencîneyê asîman û zemîn her ê wî ne; ji kesêbixwaze re rozî fireh dike û teng dike. Bêguman ew zanayê bi her tiþtî ye
Verse 13 — Surah Ash-Shura 42:13
Ji we re ji dîn tiþtê Nûh pê þîret kiriye û tiþtê me bal te ve wehî kiriye û tiþtê Îbrahîm û Mûsa û Îsa pê þîret kirine, daxuyandiye ku: "Hûn dîn rast bikin-li piya bihêlin û tê de bi hev nekevin-dubendiye çênekin. Tiþtê tu, pûtperestan bal ve gazî dikî pirr mezin e-li zora wan diçe. Xuda, kî bixwaze balê ve hildibjêre û kesê vegere, balê ve rêberî dike
Verse 14 — Surah Ash-Shura 42:14
Ew ji piþtî ku zanîn ji wan re hat ji ber dexesiya di nav wan de bi hev ketin-ji hev perçe perçe bûn. Eger ne ji ber peyvekî ku ji perwerdekarê te heya demek navdayî derbas bû, bûna, wê di navbera wan de bihata hukim kirin. Bêguman ên ku piþtî wan bûn mîratxwirê kitêbê, ew jê di bedgumaniyek dudilî de ne
Verse 15 — Surah Ash-Shura 42:15
Vêca tu (wan) gazî bal evê han bike û tu çewa têyî ferman kirinê xwe rast bike û tu nede pey hewesên wan; û tu bêje ku: "Min bi tiþtê Xuda ji kitêbê daxistiye bawerî aniye û ez hatime ferman kirinê ku ez di navbera we de bi dadmendî (bi edalet) tevbigerim. Xuda perwerdekarê me û perwerdekarê we ye. Kirinên me ji me re ne û kirinên we jî ji we re ne. Tu xirecir û neyartî di navbera me û we de nîne. Xuda, wê nava me bicivîne. Veger her bal wî ve ye
Verse 16 — Surah Ash-Shura 42:16
Êwên ku derbareê Xuda de ji piþtî ku jê re bersiv hatiye dayîn lecbazî- neyartî dikin, ew neyartiya wan li cem perwerdekarê wan pûç û bereday e, û xeþmek li ser wan e û ji wan re ezabek zor dijwar heye
Verse 17 — Surah Ash-Shura 42:17
Xuda ye ê ku kitêb û mêzînê bi rastiyê daxistiye. Çi gihaye te? dibe ku danê qiyametê nezîk be
Verse 18 — Surah Ash-Shura 42:18
Ewên ku pê bawerî naynin pê dilezînin. Ewên ku bawerî anîne ew jê dilbitirs in û dizanin ku bêguman ew rast e. Hay jê bin! bêguman ewên ku derbareê danê qiyametê de dudilî dikin ew di þaþîtîkî dûr de ne
Verse 19 — Surah Ash-Shura 42:19
Xuda bi bendeyên xwe qencîkar e, kî bixwaze rozî dideyê. Hêzdarê herî serkeftî her ew e
Verse 20 — Surah Ash-Shura 42:20
Kî kar û xebata ji axretê re bixwaze emê jê re di kar û xebata wî de pirr bikin. Kî jî kar û xebata dinê bivê emê jê bidinê û di axretê de jê re tu par nîne
Verse 21 — Surah Ash-Shura 42:21
Qey ji wan re hin þirîk hene ku ji wan re dînakî ku Xuda pê destûr nedaye derxistin? Eger ne ji ber peyva jihevveqetandinê bûna, wê di nabera wan de bihatana hukim kirin. Bêguman sitemkar ji wan re ezabekî bi jan heye
Verse 22 — Surah Ash-Shura 42:22
Tu sitemkaran dibînî ku ew ji tiþtê bi dest xistine dilbitirs in, ewê jî bi wan de bê. Ewên ku bawerî anîne û karên qenc kirine, di baxçê bihiþtan de ne; ji wan re li cem perwerdekarê wan tiþtê dixwazin heye. Qenciya herî mezin her eva haye
Verse 23 — Surah Ash-Shura 42:23
Evê han e ê ku Xuda bendeyên xwe yên ku bawerî anîne û karên qenc kirine pê mizgîn dike. Tu bêje ku: "Ez, ji ber merivê we me ji hizkirina xwe pêve tu destmuzî li ser (doza xwe) ji we naxwazim. Kî qencîkî bi dest bixe emê jê re tê de qencî pirr bikin. Bêguman Xuda bexþendekar e sipaskar e
Verse 24 — Surah Ash-Shura 42:24
Yan qey ew dibêjin ku: "Wî derewa nebûyî avêtiye ser Xuda? Vêca eger Xuda bixwaze wê ser Xuda (pûtperestiya) pûç û beredayî radike û rastiyê bi peyvên xwe bi cîh dike. Bêguman ew zanayê bi veþariyê di singan de ye
Verse 25 — Surah Ash-Shura 42:25
Ew e ê ku poþmaniyê ji bendeyên xwe dipejirîne û li nebaþiyan dibore; tiþtê hûn dikin dizane
Verse 26 — Surah Ash-Shura 42:26
Û bersiva ên bawerî anîne û karên qenc kirine dide û qenciya xwe ji wan re pirr dike. Kafir jî ji wan re ezabekî zor dijwar heye
Verse 27 — Surah Ash-Shura 42:27
Eger Xuda, roziyê ji bendeyên xwe re berfireh raxistina wê wan di rûyê zemîn de tadê bikirna, lê belê ew biqasî dixwaze hin bi hin dadixe. Lewra bêguman ew bi bendeyên xwe kûr zana ye baþ dibîne
Verse 28 — Surah Ash-Shura 42:28
Ew ê ku piþtî ew bêhêvî bûn, baranê dadixe û dilovaniya xwe belav dike. Dostê hêjayî pesn her ew e
Verse 29 — Surah Ash-Shura 42:29
Aferandina asîmana û zemîn û rawirê di nava wan de belav kiriye ji ayetên (nîþanên) wî ne. Ew gava bixwaze dikare wan li hev bicivîne
Verse 30 — Surah Ash-Shura 42:30
Her belayê bi serê we de tê ew bi sedem keda destên we ye, û ew li pirrî (nebaþiyan) jî dibore
Verse 31 — Surah Ash-Shura 42:31
Hûn di rûyê zemîn de, ne bêzarker in û ne jî ji Xuda pêve ji we re yar û alîkar hene
Verse 32 — Surah Ash-Shura 42:32
Keþtiyên wek çiyayan ku di derya de diherikin jî ji ayetên (nîþanên) wî ne
Verse 33 — Surah Ash-Shura 42:33
Eger ew bixwaze wê ba bisekinîne, vêca wê ew (keþtî) li ser piþta wê sekinandî bimînin. Bêguman di vî de ji her bîhnfirehê sipaskar re gellek ayet (nîþan) hene
Verse 34 — Surah Ash-Shura 42:34
Yan wê wan tiþtê bi dest xistine têk bibe-bifetisîne û ew li pirrî (tewþiyan) jî dibore
Verse 35 — Surah Ash-Shura 42:35
Ewên ku di ayetên me de xirecirê dikin baþ dizanin ku ji wan re tu ciyê revê nîne
Verse 36 — Surah Ash-Shura 42:36
Vêca tiþtê ji we re hatiye dayîn, ew xweþiya jîna dinê ye û tiþtê li bal Xuda ji ên bawerî anîne û her xwe sipartine perwerdekarê xwe re çêtir e û mayînîtir e
Verse 37 — Surah Ash-Shura 42:37
Û ewên ku xwe ji gunehên mezin û nepakiyan dûr digrin û gava hêrs bibin jî ew dibexþînin
Verse 38 — Surah Ash-Shura 42:38
Û ewên ku bersiva perwerdekarê xwe dane û limêjê rast kirine û karê wan di nav wan de bi þêwrê ye û ew ji tiþtê me rozî daye wan didin
Verse 39 — Surah Ash-Shura 42:39
Û ewên ku gava tadekî li wan dibe ew yariya hevûdin dikin
Verse 40 — Surah Ash-Shura 42:40
Cezayê nebaþiyê wekî wê nebaþî ye. Vêca kî têbibore û qencî bike, êdî xelata wî li ser Xuda ye. Lewra bêguman ew ji sitemkaran hiz nake
Verse 41 — Surah Ash-Shura 42:41
Kî piþtî tade lê hat kirin, bê yarî kirinê, êdî ewên han tu rê li ser wan nîne
Verse 42 — Surah Ash-Shura 42:42
Lewra bêguman rê tenê li ser ên ku li mirovan tadê dikin û bi neheqî di rûyê zemîn de serkêþî dikin heye. Ewên han ji wan re ezabekî bi jan heye
Verse 43 — Surah Ash-Shura 42:43
Lê kî bîhna fireh nîþan de û bibexþîne, bêguman evê han ji karên girang e
Verse 44 — Surah Ash-Shura 42:44
Xuda, kî ji rê þaþ bike êdî piþtî wî jê re tu yar û yawer nîne. Tu, sitemkaran jî dibinî çi gava ew ezab dibînin dibêjin ku: "Ma gelo tu rêya vegerê nîne
Verse 45 — Surah Ash-Shura 42:45
Û tu, wan dibinî ku ew li ser (agir) têne pêþkêþ kirin, ew ji riswatiyê dilbitirs in-sitûxor in di binê çavan re-bi çavekî zebûn dinêrin. Ewên bawerî anîne gotin ku: "Bêguman ziyankar her ew in ku roja qiyametê xwe û malbata xwe hinda kirine." Hay jê bin! bêguman sitemkar di ezabekî hertimî de ne
Verse 46 — Surah Ash-Shura 42:46
Ji Xuda pêve ji wan re tu yar û yawer jî nînin ku yariya wan bikin. Xuda, kî ji rê þaþ bike êdî jê re tu rê jî nînin
Verse 47 — Surah Ash-Shura 42:47
Hûn berî rojekî bê ku jê re ji Xuda tu veger nîne, bersiva perwerdekarê xwe bidin; wê rojê ji we re, ne ciyê hûn xwe pê bigrin heye û ne jî ji we re hêz û alîkarek ku we veþêre heye
Verse 48 — Surah Ash-Shura 42:48
Vêca eger ew rû bizivrînin, êdî me te li ser wan parêzvan neþandiye. Li ser te tenê ragihandin heye. Bêguman em, gava dilovaniyek ji xwe bi mirov didin tam kirin ew pê kêfxweþ dibe. Lê eger nebaþîkî bi sedem keda destên wan bê serê wan, êdî bi rastî mirov zor nankor e
Verse 49 — Surah Ash-Shura 42:49
Mulkê asîmana û zemîn ê Xuda ye. Tiþtê bixwaze diaferîne; ji kî re bivê keçan bibexþîne û ji kî re bive kuran dibexþîne
Verse 50 — Surah Ash-Shura 42:50
Yan kur û keç cot dide wan; kî jî bivê wareþ çêdike. Bêguman ew zana ye pêkar e
Verse 51 — Surah Ash-Shura 42:51
Ji tu mirovî re nabe ku Xuda (rû bi rû) pê re bipeyive, tenê bi wehyê yan ji piþt perdê ve yan jî qasidek biþîne, êdî ew bi destûra wî tiþtê bivê wehî bike. Bêguman ew pirr bilind e hîkmetdar e
Verse 52 — Surah Ash-Shura 42:52
Her wuha me rewanek (can Qur´anek) ji fermana xwe bal te ve wehî kir. Te berê ne dizanibû kitêb çiye û ne jî bawerî; lê belê me wê kir ronahiyek ku em ji bendeyên xwe ê bixwazin pê didin ser rêya rast. Bêguman tu jî bal rêya rastîn ve gazî dikî
Verse 53 — Surah Ash-Shura 42:53
Rêya Xuda yê ku tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de tev ê wî ne. Hay jê bin! hemû kar her bal Xuda ve vedigerin