Back to Languages

Kurmanji - Chapter 43 - Az-Zukhruf

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Az-Zukhruf 43:1

Verse 2 — Surah Az-Zukhruf 43:2

Verse 3 — Surah Az-Zukhruf 43:3

Bêguman me wê kiriye Qur´anek erebî hêvî heye ku hûn hiþ tê bibin-xwe ragirin

Verse 4 — Surah Az-Zukhruf 43:4

Û bêguman ew li cem me di dayîka kitêban de pirr bilind e hîkmetdar e

Verse 5 — Surah Az-Zukhruf 43:5

Vêca ma qey li ber ku hûn komelekî ji hedderketî ne (pûtperest in) emê bi tevayî dev ji we berdin (we li ser kufra we bihêlin ezab) bi bîra we nexin

Verse 6 — Surah Az-Zukhruf 43:6

Me di nav peþîyan de çiqas pirr pêxember þandiye

Verse 7 — Surah Az-Zukhruf 43:7

Her pêxemberê ji wan re dihat wan hey pê tinaza dikir

Verse 8 — Surah Az-Zukhruf 43:8

Vêca me ên ji wan bihêztir têkbir û mînaka pêþiyan derbas bû

Verse 9 — Surah Az-Zukhruf 43:9

Sond be eger tu ji wan bipirsî ku: "Kî asîmana û zemîn aferandiye?" wê bêjin ku: "(Xudayê) serkeftiyê zana wan aferandiye

Verse 10 — Surah Az-Zukhruf 43:10

Ewê ku zemîn ji we re kiriye dergûþ û ji we re tê de rêya çêkiriye hêvî ku hûn rêya xwe bibînin

Verse 11 — Surah Az-Zukhruf 43:11

Ewê ku ji asîman avê bi pîvan daxistiye, vêca me pê welatekî mirî vejand; hûnê jî wuha bêne derxistinê

Verse 12 — Surah Az-Zukhruf 43:12

Ewê ku cota teva aferandiye û ji we re ji keþtiyan û dewaran tiþtê hûn lê siwar dibin çêkiriye

Verse 13 — Surah Az-Zukhruf 43:13

Ji bo ku li piþta wan rast (siwar) bibin, paþê gava hûn li ser wan rast (siwar) bûn, hûn qenciyê perwerdekarê xwe di bîr bînin û bêjin: "Pak bêrî ye ê ku eva ji me re sitûxor kiriye û me bi xwe qet pê nikarbû

Verse 14 — Surah Az-Zukhruf 43:14

Û bêguman emê her bal perwerdekarê xwe ve vegerin

Verse 15 — Surah Az-Zukhruf 43:15

Wan jê re ji bendeyên wî parek (ji zarûyan) çêkir. Bêguman mirov nankorekî aþîkar e

Verse 16 — Surah Az-Zukhruf 43:16

Ma wî ji tiþtê diaferîne keçan ji xwe re girtiye û kuran jî ji we re hilbijartiye

Verse 17 — Surah Az-Zukhruf 43:17

Gava yek ji wan bi tiþtê ji (Xudayê) Mihrîban re mînak dide (bi keçan) tê mizgin dayîn, rûyê wî reþûtankî dibe û ew hêrsa wî di gewriya wî de dimîne

Verse 18 — Surah Az-Zukhruf 43:18

Ma ew (keç)ên ku di nav xiþr û xemle de têne mezin kirin û ew di xirecira de jî (delîla xwe bi hêsanî nikare) diyar bike (ji Xuda re dikin hevpar)

Verse 19 — Surah Az-Zukhruf 43:19

Û wan, feriîteyên ku bendeyê (Xudayê) Mihrîban in kiriye pîrek. Ma ew danasê aferandina wan bûn? Ewê danasiya wan bê nivisandin û wê bêne pirsyarî kirin

Verse 20 — Surah Az-Zukhruf 43:20

Û gotin ku: "Eger (Xudayê) Mihrîban nexwestana me wan nediheband." Tu zanîna wan bi vî nîne. Ew hey derewa dikin

Verse 21 — Surah Az-Zukhruf 43:21

Ma qey me berê wî ketêbek daye wan, vêca ew xwe pê digrin

Verse 22 — Surah Az-Zukhruf 43:22

Ne, (me tu kitêb nedaye wan) gotin ku: "Bêguman me bav û kalên xwe li ser dînekî dît û bi rastî em jî li ser þopa wan rêya xwe dibînin

Verse 23 — Surah Az-Zukhruf 43:23

Her wuha me berî te her hiþyarkerê di welatekî de þand her serdestên wan gotin ku: "Bêguman me bav û kalên xwe li ser dînekî dîtiye û bi rastî em peyrewê þopa wan in

Verse 24 — Surah Az-Zukhruf 43:24

(Her pêxemberî) got ku: "Ma eger min (rêyekî) rasttir ji tiþtê we bav û kalên xwe li serê dîtiye anîbe (hûnê dîsa li pey wan herin?)" Wan got ku: "Bêguman em bi tiþtê tu pê hatî þandin kafir in

Verse 25 — Surah Az-Zukhruf 43:25

Vêca me heyf ji wan sitend, êdî tu binêre ka paþiya ên di derewandin çewa bû

Verse 26 — Surah Az-Zukhruf 43:26

(Di bîr bîne) dema Îbrahîm ji bavê xwe û gelê xwe re got ku: "Bêguman ez ji tiþtê hûn dihebînin bêrî me

Verse 27 — Surah Az-Zukhruf 43:27

Ji pêþtirê ê ku min aferandiye; êdî bêguman ewê min rêberî bike

Verse 28 — Surah Az-Zukhruf 43:28

Wî, wê (gotinê) di pey xwe re kir peyvekî hermayî, hêvî heye ku ew vegerin

Verse 29 — Surah Az-Zukhruf 43:29

Bi rastî min jî vanê han û bav û kalên wan bi xweþî jiyand heya ku (Qur´an) a rast û pêxemberê diyarker ji wan re hat

Verse 30 — Surah Az-Zukhruf 43:30

Çi gava rastî ji wan re hat gotin ku: "Evê han efsûn e û bêguman em pê kafir in

Verse 31 — Surah Az-Zukhruf 43:31

Û gotin ku: "Ma çima ev Qur´ana han li ser zilamekî mezin ji herdû bajaran (Mekke û Taif) nehatiye daxistin

Verse 32 — Surah Az-Zukhruf 43:32

Ma qey dilovaniya perwerdekarê te ew parî dikin? Me roziya jiyana wan di jîna dinê de di nav wan de parî kiriye û me hina ji wan di ser hina re bi payeyan bilin kiriye, ji bo ku hin ji wan hina ji xwe re bindest bigrin- bixebitînin. Dilovaniya perwerdekarê te ji tiþtê ew dicivînin çêtir e

Verse 33 — Surah Az-Zukhruf 43:33

Eger ne ji ber ku wê mirov (tev li ser kufrê) bibûna yek komek, me yê ji ê ku bi (Xudayê) Mihrîban kafir dibe re, hin xaniya çekirna ku banê wan û pêplûkên wan ji zîv bûna, ew li ser wan bilind bibûna

Verse 34 — Surah Az-Zukhruf 43:34

Û ji xaniyên wan re hin deriyên (ji zîv) û textên (ji zîv meyê çêkirna ku) li ser wan pal bidana

Verse 35 — Surah Az-Zukhruf 43:35

Û (me yê) xiþr û zêr jî (bidana wan). Evê han hemû xweþiya jîna dinê ye. Axret jî li cem perwerdekarê te ji xweparêzan re ye

Verse 36 — Surah Az-Zukhruf 43:36

Kî ji þîretê (Xudayê) Mihrîban rû bizivrîne-çavkorîtiya bike, emê jê re pelîdekî girêdin-lê bikin moz û êdî ew jê re heval e-hew jê diqete

Verse 37 — Surah Az-Zukhruf 43:37

Bêguman ew (pelîd) wan ji rê liba dixin û ew guman dikin ku ew bera li ser rêya rast in

Verse 38 — Surah Az-Zukhruf 43:38

Heya gava tê ba me, dibêje: "Hey xwezî di navbera min û te de dûrahiya rojhelat û rojava hebûna! vêca tu çi hevalekî pîs î

Verse 39 — Surah Az-Zukhruf 43:39

Ji ber we sitemkarî kiriye, hevparbûna we di ezab de îro qet bikêra we nayê

Verse 40 — Surah Az-Zukhruf 43:40

Vêca ma qey tê bi ê kerr bidî seh kirin yan tê ê kor û ê ku di þaþîtîkî xuya de ye rêberî bikî

Verse 41 — Surah Az-Zukhruf 43:41

Êdî eger em te bivin herin, vêca bêguman em ji wan heyfsitan in

Verse 42 — Surah Az-Zukhruf 43:42

Yan emê tiþtê me bi wan wade daye nîþa te bidin. vêca bêguman em li ser wan bihêz in-pêkar in

Verse 43 — Surah Az-Zukhruf 43:43

Vêca tu bi tiþtê bal te ve hatiye wehî kirinê xwe bigre. Bêguman tu li ser rêya rastîn î

Verse 44 — Surah Az-Zukhruf 43:44

Û bêguman ew (Qur´an) ji te re û ji komela te re þîret e-bîrxistin e. Hûne paþê bêne pirsyarî kirin

Verse 45 — Surah Az-Zukhruf 43:45

Tu ji pêxemberên me berî te þandiye bipirse ku: Ka me ji (Xudayê) Mihrîban pêve hin Xudayên ku têne hebandin çêkiriye

Verse 46 — Surah Az-Zukhruf 43:46

Sond be, me Mûsa bi ayetên (nîþanên) xwe þand bal Fîr´ewn û koma gire girên wî; vêca got ku: "Bêguman ez qasidê perwerdekarê hemû alema me

Verse 47 — Surah Az-Zukhruf 43:47

Vêca çi gava ew bi ayetên (nîþanên) me hate wan, ew pêre pêre bi wan keniyan

Verse 48 — Surah Az-Zukhruf 43:48

Her ayeta me nîþa wan dida ew her ji a hevala xwe meztir bû; me wan bi ezab girt; hêvî heye ku ew vegerin

Verse 49 — Surah Az-Zukhruf 43:49

Wan (dema ezab dît) gotin ku: "Efsûngerê zana! tu ji me re ji perwerdekarê xwe bi tiþtê li cem te peyman daye, lava bike. Lewra bêguman em li ser rêya rast in

Verse 50 — Surah Az-Zukhruf 43:50

Vêca çi gava me ezab ji wan rakir, wan pêre pêre (ehda xwe) diþikand- nedianîn cîh

Verse 51 — Surah Az-Zukhruf 43:51

Fîr´ewn di nav komela xwe de gazî kir ku: "Gelê min! ma mulkê Misrê, ne ê min e û ev çemên han ji binê (koþkên) min naherikin? Vêca ma qey hûn nabînin

Verse 52 — Surah Az-Zukhruf 43:52

Ma qey ez ji vî yê han ku ew rebeneke û nikare (mebesta xwe) diyar bike çêtir nînim

Verse 53 — Surah Az-Zukhruf 43:53

Vêca çima bazinên zêrîn li serê nehatine avêtin yan pêre feriþte bi hevaltî nehatin

Verse 54 — Surah Az-Zukhruf 43:54

Vêca wî komela xwe sivik girt, êdî wan jî dane pey wî. Bêguman ew komelekî jirêderketî bûn

Verse 55 — Surah Az-Zukhruf 43:55

Vêca çi gava wan me hêrs kir, me heyf ji wan sitend, êdî me wana tev fetisand

Verse 56 — Surah Az-Zukhruf 43:56

Vêca me wan ji paþîniyan re kir pêþîn û mînak

Verse 57 — Surah Az-Zukhruf 43:57

Çi gava kurê Meryemê mînak tê dayîn, komela te pêre pêre jê acis dibin- rû liba dixin

Verse 58 — Surah Az-Zukhruf 43:58

Û gotin ku: "Ma Xudayên me çêtir in yan ew?" Wan hey ji bo xirecirê wî ji te re mînak dan; ji xwe ew komelekî dijber in

Verse 59 — Surah Az-Zukhruf 43:59

Ew tenê bendekî ye ku me pê qencî kiriye û me wî ji zariyê Îsraîl re kiriye mînak

Verse 60 — Surah Az-Zukhruf 43:60

Eger me bixwesta, me yê di rûye zemîn de ji we feriþteyan çêkirna ku bibûna caniþîn

Verse 61 — Surah Az-Zukhruf 43:61

Bêguman ew (Îsa kurê Meryemê) ji danê axretê re zanîn e-nîþan e. Êdî hûn tê de xirecirê nekin û bidin pey min. Rêya rastîn eva haye

Verse 62 — Surah Az-Zukhruf 43:62

Bira pelîd we qet (ji vê rêya rast) para nehêle. Lewra bêguman ew ji we re neyarek aþîkar e

Verse 63 — Surah Az-Zukhruf 43:63

Çi gava Îsa bi delîlên xuya hat got ku: "Bi rastî ez ji we re bi hîkmetê hatime û ji bo ku ez hin tiþtê hûn tê de bi hev dikevin ji we re diyar bikin. Vêca hûn xwe ji Xuda biparêzin û bidin pey min

Verse 64 — Surah Az-Zukhruf 43:64

Bêguman Xuda, ew perwerdekarê min û perwerdekarê we ye; êdî hûn wî bihebînin. Rêya rastîn eva haye

Verse 65 — Surah Az-Zukhruf 43:65

Vêca partî ji nav xwe bi hev ketin. Êdî ji ezabê rojekî bi jan xulî li ewên sitemkarî kirine be

Verse 66 — Surah Az-Zukhruf 43:66

Ma ew li bendê ne ku danê axretê ji niþkav de bêyî haya wan jî hebe ji wan re were

Verse 67 — Surah Az-Zukhruf 43:67

Wê rojê dost, ji xweparêzan pêve hin ji wan ji hina re neyar in

Verse 68 — Surah Az-Zukhruf 43:68

Gelî bendeyên min! îro ne tirs li ser we heye û ne jî hûn xemgîn dibin

Verse 69 — Surah Az-Zukhruf 43:69

Ewên ku bi ayetên me bawerî anîne û ew musilman bûne

Verse 70 — Surah Az-Zukhruf 43:70

Hûn têkevin bihiþtê; hûn û jinên xwe bi xweþî têne mazûrvanî kirin

Verse 71 — Surah Az-Zukhruf 43:71

Bi kasik û þerbikên zêrîn li ser wan tê gerandin. Tê de tiþtê dil dibijinê û çav xweþ dibînin heye, û hûn hertimî tê de dimînin

Verse 72 — Surah Az-Zukhruf 43:72

Ev bihiþta han e ku hûn bi xebata xwe bûne miratxwirê wê

Verse 73 — Surah Az-Zukhruf 43:73

Ji we re tê de gellek fêkî hene ku hûn jê dixwin

Verse 74 — Surah Az-Zukhruf 43:74

Bêguman sûcdarên gunehkar di ezabê dojehê de hertimî dimînin

Verse 75 — Surah Az-Zukhruf 43:75

Ew (ezab) ji wan nayê sist kirin û ew tê de bêhêvî ne

Verse 76 — Surah Az-Zukhruf 43:76

Me li wan tadê nekiriye, lê belê ew bi xwe sitemkar bûn

Verse 77 — Surah Az-Zukhruf 43:77

(Ehlê dojehê) gazî kirin ku: "Maliko! bira perwerdekarê te li ser me hukim bike-me bimirîne." (Dergevan) got ku: "Bêguman hûnê tê bimînin

Verse 78 — Surah Az-Zukhruf 43:78

Sond be me rastiyê ji we re anî, lê belê pirrî we bi rastiyê dilnexweþ in

Verse 79 — Surah Az-Zukhruf 43:79

Ma qey wan biryara karekî zexm daye? Vêca bêguman me jî biryar daye

Verse 80 — Surah Az-Zukhruf 43:80

Yan ew guman dikin ku bera em razê wan û hevpeyvîna wana bi dizî nebihîzin? Çewa (em dibihîzin) û qasidên me jî li cem wan in dinivsînin

Verse 81 — Surah Az-Zukhruf 43:81

Tu bêje ku: "Eger ji (Xudayê) Mihrîban re zarû hebûna, vêca ezê pêþiyê perestvanan bûna ma

Verse 82 — Surah Az-Zukhruf 43:82

Perwerdekarê asîmana û zemîn, perwerdekarê textê (mezin) ji tiþtê ew salix didin pak bêrî ye

Verse 83 — Surah Az-Zukhruf 43:83

Vêca tu dev ji wan berde bira ew (di nebaþiyên xwe de) noq bibin û bileyzin heya ku ew rastî roja xwe ya ku têne wade dayîn tên

Verse 84 — Surah Az-Zukhruf 43:84

Ew e ê ku di asîman de Xuda ye û di zemîn de Xuda ye. Hîkmetdarê zana her ew e

Verse 85 — Surah Az-Zukhruf 43:85

Û pak pîroz e ê ku mulkê asîmana û zemîn û tiþtê di nav wan de ê wî ye; û zanîna danê qiyametê li cem wî ye û hûnê her bal wî ve bêne vegerandin

Verse 86 — Surah Az-Zukhruf 43:86

Ewên ku ew bêyî wî gazî dikin tu mehdervanî di destê wan de nîne; ji pêþtirê ê ku bi rastiyê danasî bide û ew bizanbin

Verse 87 — Surah Az-Zukhruf 43:87

Sond be, eger tu ji wan bipirsî ku: Kî wan aferandiye? Wê bêjin: "Xuda." Vêca ew çewa têne zivirandin

Verse 88 — Surah Az-Zukhruf 43:88

Û (zanîna) gotina wî ku (got:) "Perwerdekarê min! bêguman evên han komelekî ne ku bawerî naynin" (jî li cem Xuda ye)

Verse 89 — Surah Az-Zukhruf 43:89

Êdî tu rû ji wan bizivrîne û bêje: "Silav (xweþî ji we re be)"; veca wê paþê bizanbin