Back to Languages

Kurmanji - Chapter 46 - Al-Ahqaf

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Ahqaf 46:1

Verse 2 — Surah Al-Ahqaf 46:2

Daxistina kitêbê hin bi hin ji Xudayê serkeftiyê hîkmetdar e

Verse 3 — Surah Al-Ahqaf 46:3

Me asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de her bi rastiyê û demek navdayî aferandiye. Ewên kafir bûne ew ji tiþtê (pê) hatine hiþyar kirinê rû liba dixin

Verse 4 — Surah Al-Ahqaf 46:4

Tu bêje ku: "De binêrin tiþtê hûn bêyî Xuda dihebînin, ka nîþanî min bidin wan ji zemîn çi aferandiye? Yan ji wan re þirîkatî di asîmanan de heye? Eger hûn rastgo ne ka kitêbek berî vê (Qur´an) a han yan þopekî ji zanînê bînin

Verse 5 — Surah Al-Ahqaf 46:5

Ji kesê bêyî Xuda gazî ê ku heya roja qiyametê bersiva wî nade û ew ji gaziya wan jî bêhay in dike, rêþaþtir kî heye

Verse 6 — Surah Al-Ahqaf 46:6

Û gava mirov bêne civandin ew (pûtên wan) ji wan re dibin neyar û ew bi hebandina wan jî dibin kafir

Verse 7 — Surah Al-Ahqaf 46:7

Û gava ayetên me aþkera li ser wan têne xwendin, ên kafir bûne ji rastiyê re çi gava ji wan re tê dibêjin: "Evê han efsûneke aþîkar e

Verse 8 — Surah Al-Ahqaf 46:8

Yan qey ew dibêjin ku: "Wî ji ber xwe ve derxistiye?" Tu bêje ku: "Eger min wê ji ber xwe ve derxistibe êdî (ezabê) ji Xuda ji min re bê tu tiþt di destê we de nîne (hûn nikarin min jê biparêzin). Ew bi tiþtê hûn tê noq dibin zanatir e. Ew bi danasiya di navbera min û we de bes e. Bexþendekarê dilovan her ew e

Verse 9 — Surah Al-Ahqaf 46:9

Tu bêje ku: "Ez ji pêxemberan ê pêþîn nînim (ku hûn ew qas sosret dibînim) û ez nizanim wê bi min û we çi bête kirin. Ez tenê didim pey tiþtê bal min ve tê wehî kirin û ez tenê hiþyarkerek aþîkar im

Verse 10 — Surah Al-Ahqaf 46:10

Tu bêje ku: "Ka binêrin! eger ew (Qur´an) ji cem Xuda be û hûn pê kafir bibin û danasê ji zariyê Îsraîl li serê danasî bide, vêca ew bawerî bîne û hûn quretî bikin (kafir bibin êdî ji we rê þaþtir kî heye?)" Bêguman Xuda, komela sitemkaran nade ser rêya rast

Verse 11 — Surah Al-Ahqaf 46:11

Ewên kafir bêne ji ên bawerî anîne re gotin ku: "Eger ew (dîn) baþtir bûna ew pêþiya me nediketin." Wan çi gava pê rêya rast nedît vêca wê bêjin: "Eva han derewek kevnare ye

Verse 12 — Surah Al-Ahqaf 46:12

Berê wê kitêba Mûsa peþwa û dilovanî bû. Eva han jî kitêbek rastdêr e bi zimanê erebî ye ji bo ku ên sitemkarî kirine hiþyar bike-bitirsîne û ji qencîkaran re jî mizgîn e

Verse 13 — Surah Al-Ahqaf 46:13

Bêguman ên ku gotin: "Perwerdekarê me Xuda ye" paþê xwe rast kirin, êdî ne tirs li ser wan heye û ne jî ew xemgîn dibin

Verse 14 — Surah Al-Ahqaf 46:14

Ewên han ehlê bihiþtê ne, bergîdana tiþtê dikirin wê ew tê de hertimî bin

Verse 15 — Surah Al-Ahqaf 46:15

Me li mirova þîret kiriye ku bi dê û bavê xwe qencî bike. Diya wî bi zor wî hilgirtiye û bi zor wî daniye. Hilgirtina wî û (ji þîr) veqetina wî sî meh e. Heya gava gihîþt hêza xwe û gihîþt çihl saliyê, got ku: "Perwerdekarê min! tu hêz bide min ez sipasî qenciyê ku te bi min û dê û bavê min qencî kiriye bikim û ez karê baþ bikim ku tu pê qayil bibî û tu di nifþa min de ji min re baþî bike. Bêguman ez bal te ve poþmam bûmevegeriya me û bêguman ez ji musilmana me

Verse 16 — Surah Al-Ahqaf 46:16

Evên han in ên ku em rinditirê tiþtê kirine ji wan dipejirînin û em di nav ehlê bihiþtê de ji xerabiyên wan diborin. Wada rast e ku ew hatine wade dayîn

Verse 17 — Surah Al-Ahqaf 46:17

Ewê ku ji dê û bavê xwe re got: "Of ji we re, ma hûn min ditirsînin ku ezê (piþtî mirinê ji gorê) bême derxistin, tevî ku berî min gellek nifþ derbas bûne?" Ew (dê û bavê wî jî) hewarê li Xuda dadixin ku: "Xulî li serê te be! bawerî bîne. Lewra bêguman wada Xuda rast e." Vêca ew jî dibêje: "Evê han çîrokê peþiyan e

Verse 18 — Surah Al-Ahqaf 46:18

Evên han in ên ku gotina (ezabê) di nav komên ji cinn û mirovan ku berî wan derbas bûne de li ser wan pêwirt bûye. Bêguman ew bûne ziyankar

Verse 19 — Surah Al-Ahqaf 46:19

Ji hemûyan re ji tiþtê kirin hin paye (ji xelat û celatê) hene û ji bo ku (Xuda bergîdana) karên wan bêkêmasî bide wan û ew nayên tade kirin jî

Verse 20 — Surah Al-Ahqaf 46:20

Û roja ku ewên kafir bûne li ser agir têne derpêþ kirin (ji wan re tê gotin:) "We, xweþiyên xwe di jiyana dinê de derbas kir û we pê kêfa xwe kir. Îdî îro, hûnê bi sedem ku we di rûyê zemîn de bi neheqî quretî dikir û bi sedem ku hûn ji rastiyê derdiketin, bi ezabê riswatiyê bêne celat kirin

Verse 21 — Surah Al-Ahqaf 46:21

Û (Hûd) birayê (komela) Ad di bîr bîne, dema ku wî komela xwe li Ehqafê (Girên ji qûmê) tevî ku berî wî û piþtî wî gellek hiþyarker derbas bûn jî hiþyar kir ku: "Hûn ji Xuda pêve kesî nehebînin. Bêguman ez li ser we ji ezabê roja mezin ditirsim

Verse 22 — Surah Al-Ahqaf 46:22

Gotinê: "Ma tu hatî me bi derewa ji Xudayên me bizivrînî? Vêca eger tu bera ji rastgoyanî ka tu tiþtê me pê ditirsînî ji me re bîne

Verse 23 — Surah Al-Ahqaf 46:23

(Hûd) got ku: "Bêguman zanîn tenê li cem Xuda ye, û ez tiþtê pê hatime þandin bi we radigihînim, lê belê ez we komelekî nezan dibînim

Verse 24 — Surah Al-Ahqaf 46:24

Vêca çi gava wî (ezabî) dîtin ku ewrek e, ber bi newalên wan tê, gotin: "Evê han ewrek e wê baranê bide me." Ne, ew tiþtê we pê dilezande. Bayekî ku tê de ezabekî bi jan heye

Verse 25 — Surah Al-Ahqaf 46:25

Ewê bi fermana perwerdekarê xwe her tiþtî wêran bike. Vêca ew bûn ku ji ciyên wan pêve nedihat dîtin. Em komela sûcdakarên gunehkar wuha celat dikin

Verse 26 — Surah Al-Ahqaf 46:26

Sond be, me wan di hin ciyan de bi cîh kir ku me we tê de bi cîh nekiribû, û me ji wan re goh û çav û dilan çêkir. Lê ne gohên wan û ne çavên wan û ne jî dilên wan bi tu tiþtî bikêra wan hat; ji ber ku wan ayetê Xuda înkar dikir û tiþtê pê tinaz dikirin hawîdor li wan girt

Verse 27 — Surah Al-Ahqaf 46:27

Sond be, me gellek bajarên derûdora we têk bir û me ayetan daxuyand hêvî heye ku ew vegerin

Verse 28 — Surah Al-Ahqaf 46:28

Vêca ma çima ewên ku bêyî Xuda ji bo nêzikahiyê bi Xudayî digirtin yariya wan nekir. Ne, ew ji wan hinda bûn. Evê han derewa wan e û tiþtê ji ber xwe ve diavetin e

Verse 29 — Surah Al-Ahqaf 46:29

(Di bîr bîne) dema me komekî ji cinna bal te ve liba xist ku Qur´anê gohdarî dikirin. Vêca çi gava hatin balê gotin: "Deng nekin." Vêca çi gava (xwendin) qediya ew bi hiþyarkerî çûne bal komela xwe ve

Verse 30 — Surah Al-Ahqaf 46:30

Gotin: "Gelê me! bêguman me kitêbekî bihîst ku piþtî Mûsa hatiye daxistin, ew, ê berî xwe rast didêre, bal rastiyê ve û bal rêya rastîn ve rêberî dike

Verse 31 — Surah Al-Ahqaf 46:31

Gelê me! hûn bersiva dozvanê Xuda bidin û pê bawerî bînin ku gunehê we ji we re bibexþîne û we ji ezabê bi jan rizgar bike

Verse 32 — Surah Al-Ahqaf 46:32

Kî bersiva dozvanê Xuda nede êdî ew di rûyê zemîn de bêzarker nîne, û ji wî pêve jê re tu yar û yawer jî nînin. Ewên han di þaþiyek xuya de ne

Verse 33 — Surah Al-Ahqaf 46:33

Ma qey ew nabînin ku bêguman Xudayê ku asîmana û zemîn aferandiye û ew bi aferandina wan newestiyaye, dikare ku miriyan jî vejîne? Çewa! bêguman ew bi her tiþtî dikare

Verse 34 — Surah Al-Ahqaf 46:34

Û roja ku wê ewên kafir bûne li ser agir bêne derpêþ kirin (wê ji wan re bê gotin ku:) "Ma evê han nerast e?" Wê bêjin: "Belê çewa! em bi perwerdekarê xwe kin (ev rast e)." (Xuda) got ku: "Nexwe hûn bi sedem ku kafir bûne ezab tam kin

Verse 35 — Surah Al-Ahqaf 46:35

Vêca tu bîhna fireh nîþan de çewa ku pêxemberên xwediyê hewiyê bîhna fireh nîþan dan, û tu ji wan re nelezîne. Ew, roja ku tiþtê têne wade dayîn dibînin, ew herwekî ku ji danekî rojê pêve (li dinê) nemabin. (Ev Qur´ana han) ragihandin e-qîm dike. Vêca ma qey ji komela ji rastiyê derketî pêve têk tê birin