Verse 1 — Surah At-Tur 52:1
Bi çiyayê Tûrê
Verse 2 — Surah At-Tur 52:2
Û kitêba rêz bi rêz nivsandî
Verse 3 — Surah At-Tur 52:3
Di pelê raxistî de
Verse 4 — Surah At-Tur 52:4
Û mala avakirî
Verse 5 — Surah At-Tur 52:5
Û banê bilindkirî
Verse 6 — Surah At-Tur 52:6
Û deryaya bi agir tijîkirî
Verse 7 — Surah At-Tur 52:7
Bêguman ezabê perwerdekarê te wê hey were
Verse 8 — Surah At-Tur 52:8
Tu kes nikare nehêle
Verse 9 — Surah At-Tur 52:9
Roja ku asîman bi hejek zor dizivire
Verse 10 — Surah At-Tur 52:10
Û çiya bi meþek dijwar diçe
Verse 11 — Surah At-Tur 52:11
Edî wêrojê xulî li serê ên diderewînin be
Verse 12 — Surah At-Tur 52:12
Ewên ku di (qeþmeriyan) de noq bûne dileyizin
Verse 13 — Surah At-Tur 52:13
Roja ku bal agirê dojehê ve bi zorê têne qewirandin
Verse 14 — Surah At-Tur 52:14
(Ji wan re tê gotin ku:) "Agirê ku we wî diderewand evê haye
Verse 15 — Surah At-Tur 52:15
Vêca ma evê han efsûn e yan hûn nabînin
Verse 16 — Surah At-Tur 52:16
Hûn têkevinê-biþewitin. Êdî we divê hewî bînin yan hewî neynin, ji we re yek e. Lewra bêguman hûn tenê bi tiþtê we dikir têne celat kirin
Verse 17 — Surah At-Tur 52:17
Bêguman xweparêz di bihiþt û xweþiyan de ne
Verse 18 — Surah At-Tur 52:18
Ew bi tiþtê perwerdekarê wan daye wan dilþa ne. Perwerdekarê wan, wan ji ezabê dojehê parastiye
Verse 19 — Surah At-Tur 52:19
(Ji wan re tê gotin ku:) "Hûn ji ber tiþtê we kiriye di noþîcanî bixwin û vexwin
Verse 20 — Surah At-Tur 52:20
Ew li ser textê rêz bi rêz kirî paldayî ne. Me wan bi horiyê çavbelek re kiriye cot-zewicandiye
Verse 21 — Surah At-Tur 52:21
Ewên bawerî anîne û nivþa wan bi bawerî dane pey wan, me nivþa wan bi wan gihandiye. Me tu tiþt ji kirinê wan ji wan re kên nekiriye. Her kes bi keda xwe gerew e
Verse 22 — Surah At-Tur 52:22
Û me, ji tiþtê dilê wan diçê pirr fêkî û goþt da wan
Verse 23 — Surah At-Tur 52:23
Ew tê de kasikê meyê dirêjî hevûdin dikin ku tê de ne serxweþî heye û ne jî guneh
Verse 24 — Surah At-Tur 52:24
Ji wan re hin zarû (xulam) hene ku li ber (destê) wan digerin, ew her wekî moriyê parastî ne
Verse 25 — Surah At-Tur 52:25
Hin ji wan li hina zivirîn ji hevdû pirsîn
Verse 26 — Surah At-Tur 52:26
Gotin ku: "Bêguman em berê di nav maliyên xwe de dilbitirs-dilovîn bûn
Verse 27 — Surah At-Tur 52:27
Vêca Xuda bi me qencî kir û me ji ezabê dojehê parast
Verse 28 — Surah At-Tur 52:28
Bêguman me berê jî wî diheband. Bêguman ew, qencê dilovan her ew e
Verse 29 — Surah At-Tur 52:29
Vêca tu bi bîr xinê-þîreta bike; êdî tu bi qenciya perwerdekarê xwe ne penhango yî û ne jî dîn î
Verse 30 — Surah At-Tur 52:30
Yan qey ew dibêjin ku: "Ew þair e (helbestvan e). Em li bendê ne êþa mirinê pê de were
Verse 31 — Surah At-Tur 52:31
Tu bêje ku: "Hûn li bendê bin. Vêca bêguman ez jî bi we re ji bendewaran im
Verse 32 — Surah At-Tur 52:32
Yan qey hiþê wan ên çewt bi vî fermana wan dike yan ew komelekî serkêþ in
Verse 33 — Surah At-Tur 52:33
Yan ew dibêjin ku; "Wî (Qur´anê) ji ber xwe ve gotiye?" Ne, ew bawerî nayinin
Verse 34 — Surah At-Tur 52:34
Eger ew bera rastgo ne vêca ka bira ew peyvekî wekî wê bînin
Verse 35 — Surah At-Tur 52:35
Yan ew, ne ji tiþtekî hatine aferandinê yan ew bi xwe aferandekar in
Verse 36 — Surah At-Tur 52:36
Yan qey wan asîmana û zemîn aferandiye? Ne, ew ji dil pê bawerî nayinin
Verse 37 — Surah At-Tur 52:37
Yan qey xezîne perwerdekarê te li cem wan in? Yan ew xwedanê serdest in
Verse 38 — Surah At-Tur 52:38
Yan qey ji wan re pêplûk hene ku pê (bilind dibin) gohdarî dikin? Vêca bira gohdarê wan delîlek xuya bîne
Verse 39 — Surah At-Tur 52:39
Yan qey jê re keç û ji we re kur hene
Verse 40 — Surah At-Tur 52:40
Yan qey tu destmuzekî ji wan dixwazî, vêca ku ew ji deyndariyê bargiran bûne
Verse 41 — Surah At-Tur 52:41
Yan qey (zanîna) penhanî li cem wan e vêca ew dinivsînin
Verse 42 — Surah At-Tur 52:42
Yan ew dixwazin xax û dafekî bikin? Vêca ên kafir bûne her ew bi xax û daf in
Verse 43 — Surah At-Tur 52:43
Yan qey ji wan re bêyî Xuda Xudakî (dim) heye? Xuda ji tiþtê ew dikin þirîk pak bêrî ye
Verse 44 — Surah At-Tur 52:44
Eger ew bibînin ku ji asîman perçekî dikeve wê bêjin ku: "Ew ewrekî li ser hev dewisandî ye
Verse 45 — Surah At-Tur 52:45
Vêca tu dev ji wan berde heya ew rastî roja xwe ya ku ew tê de behîþ bikevin-bimirin, tên
Verse 46 — Surah At-Tur 52:46
Roja ku ne xax û dafê wan bi tiþtî bikêra wan tê û ne jî ew têne yarî kirin
Verse 47 — Surah At-Tur 52:47
Û bêguman ji ên sitemkarî kirine re berî vê (rojê) ezabek heye lê belê pirrî wan nizanin
Verse 48 — Surah At-Tur 52:48
Tu ji hukmê perwerdekarê xwe re hewî bike. Êdî bêguman tu li ber çavê me yî, û tu dema rabû yî bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî (ji her kêmasiyî) pak bêrî bidêre
Verse 49 — Surah At-Tur 52:49
Û hinek ji þevê û piþtî çûna sitêrkan wî pak bêrî bidêre-limej ke