Verse 1 — Surah An-Najm 53:1
Bi sitêrka (Perwînê) dema hinda dibe
Verse 2 — Surah An-Najm 53:2
Hevalê we (pêxember) ne ji rêya rast þaþ bûye û ne jî þiqitiye
Verse 3 — Surah An-Najm 53:3
Ew ji hewesa jî napeyive
Verse 4 — Surah An-Najm 53:4
Ew (Qur´an) her wehyek e ku tê wehî kirin
Verse 5 — Surah An-Najm 53:5
(Cebraîl) ê zor bi hêz pê daye hîn kirin
Verse 6 — Surah An-Najm 53:6
Ku xwediyê hêzek rind e. Vêca rast bû
Verse 7 — Surah An-Najm 53:7
Ew jî li asoyê jorîn bû
Verse 8 — Surah An-Najm 53:8
Paþê nêz bû, vêca xwe berda jêr
Verse 9 — Surah An-Najm 53:9
Vêca bû biqasî du kevana yan hê nêztir
Verse 10 — Surah An-Najm 53:10
Vêca tiþtê bal bendeyê wî ve wehî kir, wehî kir
Verse 11 — Surah An-Najm 53:11
Dil, tiþtê dît derew nekir
Verse 12 — Surah An-Najm 53:12
Vêca ma hûn hêjî li ser tiþtê dîtiye pê re xirecirê dikin
Verse 13 — Surah An-Najm 53:13
Sond be wî carekî din jî dît
Verse 14 — Surah An-Najm 53:14
Li nik dara paþîn (Sîdretul munteha)
Verse 15 — Surah An-Najm 53:15
Bihiþta hewyegehê li balê ye
Verse 16 — Surah An-Najm 53:16
Dema darê tiþtê rapeçand, rapêçand
Verse 17 — Surah An-Najm 53:17
Çav ne çewt çû û ne jî þiqitî
Verse 18 — Surah An-Najm 53:18
Sond be wî ji ayetê (nîþanê) perwerdekarê xwe yên herî mezin dît
Verse 19 — Surah An-Najm 53:19
Vêca ma te (pûtên bi nav) Lat û Uzza dît
Verse 20 — Surah An-Najm 53:20
Û ê din yê sisiyan Menat jî (te dît)
Verse 21 — Surah An-Najm 53:21
Ma e nêr ji we re û ê mê jî ji me re ne
Verse 22 — Surah An-Najm 53:22
Ew gav, eva parvekirineke kêm e-ne di cîh de ye
Verse 23 — Surah An-Najm 53:23
Evên han tenê hin nav in ku we û bav û kalên we li wan kiriye. Xuda, tu delîlî pê danexistiye. Ew hey didin pey gumanê û tiþtê dilên wan dixwaze. Sond be, ji wan re ji perwerdekarê wan rêya rast hat
Verse 24 — Surah An-Najm 53:24
Ma qey ji mirov re her tiþtê bixwaze heye
Verse 25 — Surah An-Najm 53:25
Vêca a paþîn (axret) û a pêþîn (dunya) her ê Xuda ne
Verse 26 — Surah An-Najm 53:26
Di asîmana de çiqas feriþte hene ku mehdervaniya wan bikêra tu tiþtê nayê ji pêþtirî piþtî e ku Xuda bixwaze û pê qayil bibe re destûr bide
Verse 27 — Surah An-Najm 53:27
Bêguman ên ku bi axretê bawerî naynin ew feriþteyan bi navê mêyan nav dikin
Verse 28 — Surah An-Najm 53:28
Tu zanîna wan pê nîne. Ew hey didin pey gumanê. Guman jî bi tu awayî ciyê rastiyê nagire
Verse 29 — Surah An-Najm 53:29
Êdî tu ji ê ku piþt daye zikrê (þîretê) me û ji jîna dinê pêve nexwestiya rû bizivrîne
Verse 30 — Surah An-Najm 53:30
Ciyê gihîþtina wan ji zanînê evê haye. Bêguman perwerdekarê te, ê ku ji rêya wî þaþ bûye baþ dizane û ê ku rêya rast dîtiye jî baþ dizane
Verse 31 — Surah An-Najm 53:31
Tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de ê Xuda ne; ji bo ku ew ên karê xerab dikin celat bike û ên qencî kirine jî bi a herî qenc xelat bike
Verse 32 — Surah An-Najm 53:32
Ewên ku ji gunehên biçûk pêve xwe ji gunehên mezin û nepakiyan dûr dikin. Bêguman perwerdekarê te fireh bexþîne. Ew, dema we ji zemîn çêtir û dema hûn di zikê dayîkên xwe de zarûk bûn, bi we zanatir e. Vêca hûn xwe bi xwe dernexin paqijiyê. Ew, bi ê xwe parastiye zanatir e
Verse 33 — Surah An-Najm 53:33
Vêca ma te ê rû liba xist dît
Verse 34 — Surah An-Najm 53:34
Û hindikî da û birrî
Verse 35 — Surah An-Najm 53:35
Ma qey zanîna penhanî li balê ye vêca ew dibîne
Verse 36 — Surah An-Najm 53:36
Ma qey ew bi tiþtê di rûpelê (kitêba) Mûsa de, nehatiye haydar kirin
Verse 37 — Surah An-Najm 53:37
Û Îbrahîmê ku (karê xwe) bêkêmasî pêk anî
Verse 38 — Surah An-Najm 53:38
Tu gunehkar barê gunehê yekî din hilnagire
Verse 39 — Surah An-Najm 53:39
Û ji mirov re ji tiþtê xebitiye pêve nîne
Verse 40 — Surah An-Najm 53:40
Û bêguman wê xebata xwe piþtre bibîne
Verse 41 — Surah An-Najm 53:41
Paþê wê (Xuda) bergîdanek bêkêmasî bidêyê
Verse 42 — Surah An-Najm 53:42
Û bêguman dawî her bal perwerdekarê te ve diqede
Verse 43 — Surah An-Najm 53:43
Û bêguman her ew dikenîne û digirîne
Verse 44 — Surah An-Najm 53:44
Û bêguman her ew dimirîne û vedijîne
Verse 45 — Surah An-Najm 53:45
Û bêguman her wî du cotê nêr û mê aferandiye
Verse 46 — Surah An-Najm 53:46
Ji dilopek avik, dema tê avêtin
Verse 47 — Surah An-Najm 53:47
Û bêguman aferandina paþîn jî her li ser wî ye
Verse 48 — Surah An-Najm 53:48
Û bêguman her ew dewlemend dike û bi tiþtê daye qayil dike
Verse 49 — Surah An-Najm 53:49
Û bêguman perwerdekarê (sitêrka bi nav) Þi´ra jî her ew e
Verse 50 — Surah An-Najm 53:50
Û bêguman her wî (komela) Adê pêþîn têk bir
Verse 51 — Surah An-Najm 53:51
Û (komela) Semûd jî; êdî ew neman
Verse 52 — Surah An-Najm 53:52
Û berê jî komela Nûh. Lewra bêguman ew sitemkartir û serkêþtir bûn
Verse 53 — Surah An-Najm 53:53
Û (bajarê komela Lût ên bi navê) Mutefîke jî serûbin kir
Verse 54 — Surah An-Najm 53:54
Vêca tiþtê wan rapêçand li wan kir
Verse 55 — Surah An-Najm 53:55
Êdî tu bi kîjan qenciyê perwerdekarê xwe dudilî dibî
Verse 56 — Surah An-Najm 53:56
Evê han hiþyarkerekî ji hiþyarkerên pêþîn e
Verse 57 — Surah An-Najm 53:57
(Qiyamet)a nêzik nêz bûye
Verse 58 — Surah An-Najm 53:58
Ji Xuda pêve tu kes nikare wê diyar bike
Verse 59 — Surah An-Najm 53:59
Vêca ma hûn ji vê peyva han sosret dibin
Verse 60 — Surah An-Najm 53:60
Û hûn dikenin û hûn nagirîn
Verse 61 — Surah An-Najm 53:61
Û hûn hêjî bi qeþmertî rû liba dixin
Verse 62 — Surah An-Najm 53:62
Êdî hûn ji Xuda re serî deynin û hûn (wî) bihebînin