Verse 1 — Surah Ar-Rahman 55:1
Mihrîban
Verse 2 — Surah Ar-Rahman 55:2
Da hînkirinê Qur´an
Verse 3 — Surah Ar-Rahman 55:3
Aferandiye mirovan
Verse 4 — Surah Ar-Rahman 55:4
Pê eliman peyv-daxuyan
Verse 5 — Surah Ar-Rahman 55:5
Roj û hîv in bi pîvan
Verse 6 — Surah Ar-Rahman 55:6
Serî datînin giyah û daran
Verse 7 — Surah Ar-Rahman 55:7
Rakir wî asîman û danî mîzan (mêzîn-terazî)
Verse 8 — Surah Ar-Rahman 55:8
Da ku hûn serkêþî nekin di mêzînan
Verse 9 — Surah Ar-Rahman 55:9
Û hûn kêþanê bi dadî rakin û kêm nekin mêzînan
Verse 10 — Surah Ar-Rahman 55:10
Zemîn jî wî daniye ji mirovan (hemû candar û mexlûqan re)
Verse 11 — Surah Ar-Rahman 55:11
Tê de hene fêkî û darê xurma yên goþîdar
Verse 12 — Surah Ar-Rahman 55:12
Û teneyên bi ka û pel û gulê bi bîhn (rihan)
Verse 13 — Surah Ar-Rahman 55:13
Nexwe hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 14 — Surah Ar-Rahman 55:14
Wî mirov ji herîkî (hiþk) wekî qafik aferandiye
Verse 15 — Surah Ar-Rahman 55:15
Û cinna jî ji agirek bêdû aferandiye
Verse 16 — Surah Ar-Rahman 55:16
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 17 — Surah Ar-Rahman 55:17
Perwerdekarê herdû rojhelat û perwerdekarê herdû rojavaya ye
Verse 18 — Surah Ar-Rahman 55:18
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 19 — Surah Ar-Rahman 55:19
Herdû deryayan berda ku digihên hev
Verse 20 — Surah Ar-Rahman 55:20
Di navbera wan de perdekî heye ku tevlîhev nabin
Verse 21 — Surah Ar-Rahman 55:21
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 22 — Surah Ar-Rahman 55:22
Ji wan morî û mircan dertên
Verse 23 — Surah Ar-Rahman 55:23
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 24 — Surah Ar-Rahman 55:24
Keþtiyên bilindê wekî çiyayan ku di deryayan de diherikin jî ên wî ne
Verse 25 — Surah Ar-Rahman 55:25
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 26 — Surah Ar-Rahman 55:26
Her kesê li ser rûyê zemîn e, namîne
Verse 27 — Surah Ar-Rahman 55:27
Tenê rûyê perwerdekarê te yê xwey meznahî û rûmet dimîne
Verse 28 — Surah Ar-Rahman 55:28
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 29 — Surah Ar-Rahman 55:29
Ên dî asîmana û zemîn de her ji wî dixwazin. Her roj ew di karekî de ye
Verse 30 — Surah Ar-Rahman 55:30
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 31 — Surah Ar-Rahman 55:31
Emê ji we re - gelî giraniyê (zemîn cinn û mirov!) - vala bibin
Verse 32 — Surah Ar-Rahman 55:32
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 33 — Surah Ar-Rahman 55:33
Gelî koma cinn û mirova! eger hûn dikarin ku ji çarmedorê asîmana û zemîn derên, êdî hûn derkevin. Lê hûn tenê bi hêzek xurt dikarin derkevin
Verse 34 — Surah Ar-Rahman 55:34
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 35 — Surah Ar-Rahman 55:35
Wê alav û dûyê ji agir bi ser we de bê þandin; êdî hûn nikarin yariya havûdin jî bikin
Verse 36 — Surah Ar-Rahman 55:36
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 37 — Surah Ar-Rahman 55:37
Vêca gava asîman qeliþî, êdî wek donê rengin (kesk û sor û ser) rengsorî bû (wekî hespê kumeyt ku reng bi reng dibe)
Verse 38 — Surah Ar-Rahman 55:38
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 39 — Surah Ar-Rahman 55:39
Êdî wê rojê ne mirov û ne jî cinn ji gunehê xwe nayê pirsîn
Verse 40 — Surah Ar-Rahman 55:40
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 41 — Surah Ar-Rahman 55:41
Sûcdarên gunehkar bi sikûmên xwe tên nasîn vêca bi pocax û piyan tê girtin
Verse 42 — Surah Ar-Rahman 55:42
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 43 — Surah Ar-Rahman 55:43
Dojeha ku sûcdarên gunehkar wê diderewînin eva haye
Verse 44 — Surah Ar-Rahman 55:44
Ew di navbera wê û ava pirr kelandî de diçin û tên
Verse 45 — Surah Ar-Rahman 55:45
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 46 — Surah Ar-Rahman 55:46
Ji kesê ku ji þûna (meqamê) perwerdekarê xwe bitirse re du bihiþt hene
Verse 47 — Surah Ar-Rahman 55:47
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 48 — Surah Ar-Rahman 55:48
Ew herdû (bihiþt) xwedan cuqliyê rengîn in
Verse 49 — Surah Ar-Rahman 55:49
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 50 — Surah Ar-Rahman 55:50
Di wan de du kanî diherikin
Verse 51 — Surah Ar-Rahman 55:51
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 52 — Surah Ar-Rahman 55:52
Di wan de ji her fêkiyî du cot hene
Verse 53 — Surah Ar-Rahman 55:53
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 54 — Surah Ar-Rahman 55:54
Ew li ser doþekên ku betanê wan ji hevrîþimê qalind paldayî ne, û çinîna (fêkiyê) bihiþta li ber desta ye
Verse 55 — Surah Ar-Rahman 55:55
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 56 — Surah Ar-Rahman 55:56
Di wan de (jinên) tenê li mêrên xwe dinêrin hene ku berî wan ne tu mirov û ne tu cinn têkilî wan nebûne
Verse 57 — Surah Ar-Rahman 55:57
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 58 — Surah Ar-Rahman 55:58
Ew (jin) her wekî yaqût û mircanan e
Verse 59 — Surah Ar-Rahman 55:59
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 60 — Surah Ar-Rahman 55:60
Ma bergîdana qenciyê ji qenciyê pêve heye
Verse 61 — Surah Ar-Rahman 55:61
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 62 — Surah Ar-Rahman 55:62
Ji wan (du bihiþta) wêdetir du bihiþtê din jî hene
Verse 63 — Surah Ar-Rahman 55:63
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 64 — Surah Ar-Rahman 55:64
Herdû jî çîlhêþîn in
Verse 65 — Surah Ar-Rahman 55:65
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 66 — Surah Ar-Rahman 55:66
Di wan de du kanî tim dizên hene
Verse 67 — Surah Ar-Rahman 55:67
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 68 — Surah Ar-Rahman 55:68
Di wan de fêkî û darê xurma û hinar hene
Verse 69 — Surah Ar-Rahman 55:69
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 70 — Surah Ar-Rahman 55:70
Di wan de jinên xuy xweþ û rû xweþik hene
Verse 71 — Surah Ar-Rahman 55:71
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 72 — Surah Ar-Rahman 55:72
Jinên çavbelek ên ku di konan de parastî ne
Verse 73 — Surah Ar-Rahman 55:73
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 74 — Surah Ar-Rahman 55:74
Berî wan ne tu mirov û ne jî tu cinn têkilî wan nebûne
Verse 75 — Surah Ar-Rahman 55:75
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 76 — Surah Ar-Rahman 55:76
Li ser xaliyên kesk û tejikên rind paldayî ne
Verse 77 — Surah Ar-Rahman 55:77
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin
Verse 78 — Surah Ar-Rahman 55:78
Pirr pîroz e navê perwerdekarê te yê xwey meznahî û rûmet