Verse 1 — Surah Al-Waqiah 56:1
Gava (qiyamet)a rastîn çêbibe
Verse 2 — Surah Al-Waqiah 56:2
Ji çêbûna wê re tu derew nîne
Verse 3 — Surah Al-Waqiah 56:3
(Ji hina re) nizimker (û ji hina re jî) bilindker e
Verse 4 — Surah Al-Waqiah 56:4
Gava zemîn bi hejek zor bê hejandin
Verse 5 — Surah Al-Waqiah 56:5
Û çiya hûr hûr bibin
Verse 6 — Surah Al-Waqiah 56:6
Êdî bibin xulîkî berbayî
Verse 7 — Surah Al-Waqiah 56:7
Û hûn bibin sê deste
Verse 8 — Surah Al-Waqiah 56:8
Hevalê destê restê, çi heval in ên destê çepê
Verse 9 — Surah Al-Waqiah 56:9
Û hevalê destê çepê çi heval in ên destê çepê
Verse 10 — Surah Al-Waqiah 56:10
Ên pêþketî pêþketî ne
Verse 11 — Surah Al-Waqiah 56:11
Ên nêzbûyî evên han in
Verse 12 — Surah Al-Waqiah 56:12
Di bihiþtê xweþiyan de ne
Verse 13 — Surah Al-Waqiah 56:13
Komekî pirr ji pêþiyan
Verse 14 — Surah Al-Waqiah 56:14
Û hinekî jî ji paþiyan
Verse 15 — Surah Al-Waqiah 56:15
Li ser sedrê neqþandî ne
Verse 16 — Surah Al-Waqiah 56:16
Li ser wan li hember hev rûniþtî ne
Verse 17 — Surah Al-Waqiah 56:17
Li dora wan hin nûciwanên bêmirin digerin
Verse 18 — Surah Al-Waqiah 56:18
Bi tas û misîn û þerbikên ji serkaniyan (tijebûyî)
Verse 19 — Surah Al-Waqiah 56:19
Ji wê (meyê) ne sergêj dibin û ne serxweþ dibin
Verse 20 — Surah Al-Waqiah 56:20
Û fêkiyên ku ji xwe re hildibjêrin
Verse 21 — Surah Al-Waqiah 56:21
Û goþtê çûka ku dilê wan diçê
Verse 22 — Surah Al-Waqiah 56:22
Û jinên çavbelek (ji wan re ne)
Verse 23 — Surah Al-Waqiah 56:23
Ku ew wekî moriyê parastî ne
Verse 24 — Surah Al-Waqiah 56:24
Bergîdana tiþtê (li dinê) kirine
Verse 25 — Surah Al-Waqiah 56:25
Tê de, ne tiþtê beredayî dibihîzin û jî gunehkariya
Verse 26 — Surah Al-Waqiah 56:26
Ji pêþtirê gotina: "Silav Silav
Verse 27 — Surah Al-Waqiah 56:27
Hevalê destê rastê çi heval in ên destê rastê
Verse 28 — Surah Al-Waqiah 56:28
Di nav (darê) gelyaza yên cuqlîtewandiyê bêdirrî de ne
Verse 29 — Surah Al-Waqiah 56:29
Û (darê) mûzê yên li ser hev hûnandî de ne
Verse 30 — Surah Al-Waqiah 56:30
Û li binê siyê dirêjbûyî ne
Verse 31 — Surah Al-Waqiah 56:31
Û di avê herikandî de ne
Verse 32 — Surah Al-Waqiah 56:32
Û di nav gellek fêkiyan de ne
Verse 33 — Surah Al-Waqiah 56:33
Ne tên birrîn û ne jî qedexe kirin
Verse 34 — Surah Al-Waqiah 56:34
Û di nav jinên bilindhêja de ne
Verse 35 — Surah Al-Waqiah 56:35
Bêguman me wan (jinan) hê ji nû ve çêkiriye
Verse 36 — Surah Al-Waqiah 56:36
Vêca me wan kiriye keçên xama
Verse 37 — Surah Al-Waqiah 56:37
Evîndarên hemsal in
Verse 38 — Surah Al-Waqiah 56:38
Ji bo hevalê destê rastê ne
Verse 39 — Surah Al-Waqiah 56:39
Komekî pirr ji pêþiyan
Verse 40 — Surah Al-Waqiah 56:40
Û komekî jî ji paþiyan
Verse 41 — Surah Al-Waqiah 56:41
Hevalê destê çepê çi heval in ên destê çepê
Verse 42 — Surah Al-Waqiah 56:42
Di nav germa agir û ava kelandî de ne
Verse 43 — Surah Al-Waqiah 56:43
Û siyî ji dûyê reþ de ne
Verse 44 — Surah Al-Waqiah 56:44
Ne hênik e û ne rind e
Verse 45 — Surah Al-Waqiah 56:45
Bêguman ew berî vî qeþmer bûn
Verse 46 — Surah Al-Waqiah 56:46
Û wan hey li ser gunehê mezin (kufr û pûtperestiyê) didomand
Verse 47 — Surah Al-Waqiah 56:47
Û wan digot ku: "Ma gava em bimirin û bibin xulî û hestî ma emê bera bêne rakirin
Verse 48 — Surah Al-Waqiah 56:48
Û bav û kalên me yên pêþîn jî
Verse 49 — Surah Al-Waqiah 56:49
Tu bêje ku: "Bêguman pêþînî û paþînî tev
Verse 50 — Surah Al-Waqiah 56:50
Danê roja xuya wê her bêne civandin
Verse 51 — Surah Al-Waqiah 56:51
Paþê hûn gelî rêþaþên derewkar
Verse 52 — Surah Al-Waqiah 56:52
Hûnê ji dara kerratiyê jî hey bixwin
Verse 53 — Surah Al-Waqiah 56:53
Vêca hûnê zika jê tije kin
Verse 54 — Surah Al-Waqiah 56:54
Êdî hûnê di ser re jî ava kelandî vexwin
Verse 55 — Surah Al-Waqiah 56:55
Vêca hûnê wek vexwarina devên nexweþ ên hergav tî (yan axa ku ji avê têr nabe) wexwin
Verse 56 — Surah Al-Waqiah 56:56
Roja xelat û celatê rozî û xwarina wan evê han e
Verse 57 — Surah Al-Waqiah 56:57
Me we aferandiye, vêca çima hûn rast nadêrin
Verse 58 — Surah Al-Waqiah 56:58
Vêca ma hûn tiþtê (avika) davêjin dibînin
Verse 59 — Surah Al-Waqiah 56:59
Ma hûn we diaferînin yan em aferandekar in
Verse 60 — Surah Al-Waqiah 56:60
Me mirinê di navbera we de (bi pîvan) parve kiriye û bi pêþiya me nayê ketin
Verse 61 — Surah Al-Waqiah 56:61
Ku em we bi hinekî wekî we biguherînin û em we di tiþtê hûn nizanin de çêkin
Verse 62 — Surah Al-Waqiah 56:62
Sond be we aferandina pêþîn zaniye, vêca çima hûn nafikirin-þîret nagirin
Verse 63 — Surah Al-Waqiah 56:63
Vêca ma hûn tiþtê dajon (çandiniyê xwe) dibînin
Verse 64 — Surah Al-Waqiah 56:64
Ma hûn wî dajon-çot dikin yan em cotkar in
Verse 65 — Surah Al-Waqiah 56:65
Eger me bixwesta, me yê wî bikirna ka-bêtene vêca hûnê sosret bimana
Verse 66 — Surah Al-Waqiah 56:66
(We yê bigotana:) "Bêguman em, çandiniyê me çû-deyndar man
Verse 67 — Surah Al-Waqiah 56:67
Ne, ji xwe em bêpar in
Verse 68 — Surah Al-Waqiah 56:68
Vêca ma hûn ava ku vedixwin dibînin
Verse 69 — Surah Al-Waqiah 56:69
Ma we wê ji ewra barandiye yan em dibarînin
Verse 70 — Surah Al-Waqiah 56:70
Eger me bixwesta me yê wê (avê) tal bikirna, êdî ma çima hûn sipas nakin
Verse 71 — Surah Al-Waqiah 56:71
Vêca ma hûn agirê ku dertînin-pêdixin dibînin
Verse 72 — Surah Al-Waqiah 56:72
Ma we dara wî (agirî) çêkir yan em çêdikin
Verse 73 — Surah Al-Waqiah 56:73
Me wî (agirî) kiriye bîrxistinî û xweþîkî ji bo rêwiyan (û hewcedaran) re
Verse 74 — Surah Al-Waqiah 56:74
Êdî tu navê perwerdekarê xwe yê mezin pak bêrî bidêre
Verse 75 — Surah Al-Waqiah 56:75
Vêca ne, ez sond dixwim bi þûnê sitêrkan (ku di wan deran de diweþin- dikevin)
Verse 76 — Surah Al-Waqiah 56:76
Û bêguman ew (sond) sondekî mezin e-eger hûn bizanbin
Verse 77 — Surah Al-Waqiah 56:77
Bêguman ew Qur´anekî birûmet e
Verse 78 — Surah Al-Waqiah 56:78
Di kitêbekî parastî de ye
Verse 79 — Surah Al-Waqiah 56:79
Ji ên paqijkirî pêve têkilî wê nabin
Verse 80 — Surah Al-Waqiah 56:80
Daxistinekî hin bi hin ji perwerdekarê hemû cîhana ye
Verse 81 — Surah Al-Waqiah 56:81
Vêca ma hûn vê peyva han biçûk dibînin-diderewînin
Verse 82 — Surah Al-Waqiah 56:82
Û hûn sipasê roziya xwe dikin ku hûn bera diderewînin
Verse 83 — Surah Al-Waqiah 56:83
Vêca ma çima gava (can) digihîje qirikê (hûn nikarin tiþtekî pê bikin)
Verse 84 — Surah Al-Waqiah 56:84
Û hûn wê gav hey dinêrin
Verse 85 — Surah Al-Waqiah 56:85
Û em ji we pê nêziktir in, lê belê hûn nabînin
Verse 86 — Surah Al-Waqiah 56:86
Vêca eger hûn ji dil bawer nakin (ku hûnê werin celat kirinê)
Verse 87 — Surah Al-Waqiah 56:87
Eger hûn bera rastgon e çima hûn wî (canî) venagerînin
Verse 88 — Surah Al-Waqiah 56:88
Vêca heçî eger ew ji ên nêzbûyî be
Verse 89 — Surah Al-Waqiah 56:89
Êdî dilxweþî û gulê xweþbîhn (rihan) û bihiþta xweþiyan (jê re ye)
Verse 90 — Surah Al-Waqiah 56:90
Û heçî eger ew ji hevalê destê rastê be
Verse 91 — Surah Al-Waqiah 56:91
Êdî ji hevalê destê rastê xweþî ji te re be
Verse 92 — Surah Al-Waqiah 56:92
Û heçî eger ew ji derewkarên rêþaþ be
Verse 93 — Surah Al-Waqiah 56:93
Êdî rozî û xwarinên ji ava kelandî (jê re ne)
Verse 94 — Surah Al-Waqiah 56:94
Û emê wî têxin dojehê-wî biþewitînin
Verse 95 — Surah Al-Waqiah 56:95
Bêguman rastiya herî rast eva haye
Verse 96 — Surah Al-Waqiah 56:96
Êdî tu navê perwerdekarê xwe yê mezin pak bêrî bidêre