Back to Languages

Kurmanji - Chapter 6 - Al-Anam

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Anam 6:1

Ew Yezdanê, ku ezman û zemîn afirandîye û taritî ûrohnayî (şev û ro) çê kirîye; çiqa pesindayîn hene! Hemûşk ji bona wî ra ne. Bi vî ra jî dîsa ewanê ku bûne file ji piştî (vê zanînê) ji bona perestîya Xudayê xwe ra (pûtan di perestîyê da) yek digirin

Verse 2 — Surah Al-Anam 6:2

Yezdan ew e; ku hûn ji heryê afirandine û paşê ji bona we ra danê (jîn û mirinê qedandîye. Û danekî navdayê li bal (Yezdan) heye. Û paşê hûn bi xweber jî di wan danan da dudil dibin

Verse 3 — Surah Al-Anam 6:3

Di ezman û di zemîn da ewa Yezdanekî (bi tenê ye). Ewa bi dizî û bi xûyayên we dizane û bi tişta hûn dikin jî dizane

Verse 4 — Surah Al-Anam 6:4

Û çiqa beratekî ji berateyên Xudayê wan ji wan ra hatibe, ewan ji wê beratê hey rû fetilandine

Verse 5 — Surah Al-Anam 6:5

Îdî bi sond! Di gava ji wan ra maf (Qur´an) hatîye, dîsa ewan, ewa mafa jî dane derewdêrandinê. (Qe tiştek nabe!) Wê di nêzîk da axiftina wan tiştên, ku ewan (bi hatina wan tiştan) tinaz dikiribûne, ji bona wan ra were

Verse 6 — Surah Al-Anam 6:6

Qey ewan nabînin, ka me çiqa komal di berya wan da teşqele kirine? Me ewan komalan wusa di zemîn da bi cîh kiribû, qe me ji bona we ra wusa (di zemîn da) bi cîhkirin ne dabûye û me bi vî ra jî bi ser wan da (ewrên) jorê, ku şilyê dirêjin, şandîye û me di nava (dar û çandinîyên wan da) çemê (avê) dane kişandinê (ewan dîsa evan qencên me bîrva kiribûne) me jî ewan bi gonehên wan teşqele kirîye û me ji piştî (teşqelekirina wan di şûna wan da) hinek nişanên (çaxnên) mayî bi gehijandin afirandine

Verse 7 — Surah Al-Anam 6:7

(Muhemmed!) Heke me bi ser te da pirtûkeke wusa, ku ewa pirtûka di kaxizan da hatibûya nivîsandinê, îdî ewan bi xweber jî destê xwe dabûna wê (pirtûka nivîsarî) hinartibûya, wê ewanê ku bûne file hene! Dîsa jî bigotinan: "Eva (pirtûka) hey ançeke ber çevîye

Verse 8 — Surah Al-Anam 6:8

Ewan (aha) gotibûne: "(Gotî) li ser (Muhemmed) da firiştek ne hatibûya hinartinê (ku me jî bi wî bawer bikira)? Û heke me firiştek hinartibûya, şixwa bûyera (bi şapata wan) pêk hatibû, îdî me ne dihîşt ku ewan çavê xwe vekin

Verse 9 — Surah Al-Anam 6:9

Û heke me (pêxember) bixista firişte jî, dîsa meyê ewa (firişta) bixista mêrekî wusa, meyê ewan kincên, ku hûn li xwe dikin li wan jî bikira

Verse 10 — Surah Al-Anam 6:10

(Muhemmed!) Bi sond! Ewan pêxemberên di berya te da hatibûne hene! Bi wan jî hatibûye tinaz kirinê. Lê îdî (ewa şapata) ku ewan bi hatina wê tinaz dikiribûne (ewan tinazkarên) ji wan hildabûye nava xwe da (ewan bi wê şewitî bûne)

Verse 11 — Surah Al-Anam 6:11

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn di zemîn da bigerin, paşê hûn li bal (temtêla) wan kesên, ku ewan (bi beratên Yezdan) derew dikiribûne mêze bikin, ka ça bûye

Verse 12 — Surah Al-Anam 6:12

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hemû tiştên di ezman û di zemîn da heye ji bona kê ra nin?" (Ewan bêzar dibin nikarin pisyara te bidin, tu ji wan ra aha) bêje: "Ewan (heyan hemûşk) ji bona Yezdan ra nin. Ewî (Yezdanî) li ser xwe bi vê nevê dilovînî nivîsîye. Bi sond! Ewê wê we di wê roya, ku di hatina we da qe tu dudilî tune ye, bicivîne. Ewanê ku bawer nakin hene! Îdî ewan bi xweber xwe xistine zîyanê

Verse 13 — Surah Al-Anam 6:13

(Û çiqa tiştên di şev û royan da di êwirin hene! Hemûşk jî ji bona wî ra nin). Û bihîstokê zana ewa bi xweber e

Verse 14 — Surah Al-Anam 6:14

(Muhemmed! Tu aha) bêje: "Ka ezê ji pêştirê wî Yezdanê, ku ezman û zemîn afirandîye û dide xarinê û qe jî naxwe, ça ji xwe ra serkaran bigirim?" (Muhemmed! Tu ji wan ra aha jî) bêje: "Bi rastî ez aha hatime fermankirinê; ku ez bibime misilmanê cara yekem û (ji min ra hatîye fermankirinê) ku ez nebime ji wanê hevrîçêker

Verse 15 — Surah Al-Anam 6:15

(Muhemmed! Tu aha) bêje."Bi rastî ez ditirsim, heke ez bê gotina Yezdan bikim ku ewa di wê roya mezin da li min şapateke mezin bike

Verse 16 — Surah Al-Anam 6:16

Ewa (royeke wusa ne) heke di wê royê da (Yezdan) merivêkî ji şapatê bizivirîne, bi rastî ewî li wî dilovînî kirîye. Û serfirazîya xûyayî eva ye

Verse 17 — Surah Al-Anam 6:17

Û heke Yezdan bi te da aşîtekî bîne, îdî ji pêştirê wî tu kes nikare ewe aşîtê rake. Û heke ewa qencîyekî bi te bike, bi rastî îdî ewa li ser hemû tiştan bi hêz e

Verse 18 — Surah Al-Anam 6:18

Û hey ewa bi xweber e (ku wekî gotina xwe bi tenê) li hemû bendeyên xwe dişî. Ewa bi xweber e (ku ji bona hemûşk derdan ra) bijejk e û zana ye

Verse 19 — Surah Al-Anam 6:19

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo ji bona şahidîyê çi tişt meztir e?" (Ewan ji pisyarê bêzar dimînin. Tu ji bona wan ra bi pisyarî aha) bêje: "Yezdan di nava min û we da şahid be, ku eva Qur´ana hanê 1i bal min da hatîye niqandinê; ji bo ku ez we bi wê Qur´anê (bi hatina şapatên para da) bidime tirsandinê, wusa jî ewanê, ku Qur´an gehîjtîye li bal wan. Qey hûn bi rastî şahidî didin, ku bi Yezdanê (babatê perestîyê ra) hinek yezdanên mayî jî hene?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ez bi xweber şahidî nadim." Tu bêje: "Bi rastî (Yezdanê babetê perestîyê) Yezdanekî bi tenê ye û ez bi xweber jî ji wan tiştên, ku hûn (ji Yezdan ra dixne) hevrî bê gur û bê goman im

Verse 20 — Surah Al-Anam 6:20

Ewanê ku me ji wan ra pirtûk daye hene! Ewanan (bi wan salixên di pirtûkê da hebûne) ça kurên xwe nas dikin, wusa jî (pêxemberîya Muhemmed) nas dikin. Ewanê îdî bawer nakin hene! Ewan bi xweber xwe xistine zîyanê

Verse 21 — Surah Al-Anam 6:21

Gelo ji wanê ku bi vir li ser (navê) Yezdan (dipeyivin) ya jî bi berateyên (Yezdan) viran dikin, cewrkar kê heye? Bi rastî ewanê cewrkar serfıraz nabin

Verse 22 — Surah Al-Anam 6:22

Di wê roya, ku emê ewan hemûşkan bicivînin û paşê (emê ji bona wanê hevrîçêker ra aha) bêjin: "Kanê ewan hevrîyên we ne, ku we bi derew digirtin, li kêderê ne? (Bira ewan di îro da we fereste bikin)

Verse 23 — Surah Al-Anam 6:23

Paşê çara wan (di wê royê da) hey eva dimîne. Bi wî Yezdanê ku Xudayê me ye, em sond dixun ku em ji wanê hevrîçêker nînin

Verse 24 — Surah Al-Anam 6:24

Tu li wan mêze bike; ka ewan ça derawan li xwe dikin! Û ewan hevrîyên, ku ewan bi vir digirtin, ka ça ji wan wunda bûne

Verse 25 — Surah Al-Anam 6:25

Û ji wan hinek hene, ku (tên) gohdarya te dikin, lê ji bo ku ewan (ji Our´anê) tu tiştî bi zanîn ji hev dernexin, me li ser dilê wan da perda muemayê û di gohê wan da jî keratî, danî. Û heke ewan hemûşk beratan jî bibînin, dîsa bawer nakin. Gava ewan têne bal te, ewan bi te ra tekoşîn dikin. Ewanê bûne file hene! Ewan (aha) dibêjin: "Eva (Qur´ana hanê) ji xêncî çîrokên wanê berê pêştir tu tişt nîne

Verse 26 — Surah Al-Anam 6:26

Ewanan, merivan ji Qur´anê didine dûrxistinê û bi xweber jî ji Qur´anê dûr dikebin. Ewan hey bi xweber xwe teşqele dikin, ewan bi teşqelebûna xwe jî bê agah in

Verse 27 — Surah Al-Anam 6:27

Û heke te ewanan di gava, ku di hemberê agir da di hatina sekinandinê bidîtan, ka ewan çi digotin! Ewanan (di wê gavê da aha) digotin: "Qey çi dibûya xwezîka em (dîsa) para da (li bal cîhanê da) bizivîranan û me bi berateyên Xudayê xwe derew ne kiribûya û em bibûna ji wanê bawerger

Verse 28 — Surah Al-Anam 6:28

Wekî dilxwazîya wan nîne, ji ber ku ji bona wan ra hêj di beryê da ewan tiştên ku ewan veşartibûn xûya bûye, wusa dibêjin (heke kirinên wan ji wan ra nehata xûyandinê ewan wusa ne digotin). Û heke ewan di para da (li bal cîhanê da) bihatina fetlandinê, ewanê (dîsa) bizivirîyan li bal wan kirine (ku kirina wan tiştan ji bona wan ra hatibûya qedqxekirinê) bikirinan. Bi rastî ewan derewkar in

Verse 29 — Surah Al-Anam 6:29

Û (ewan, aha) gotibûn: "Ji pêştirê jîna meya cîhanê tu jîn tune ye û bi rastî em bi xweber îdî (nayne zindekirinê, li bal tu civînan da jî) nayne şandinê

Verse 30 — Surah Al-Anam 6:30

Û heke di gava ku ewan di hemberê Xudayê xwe da (ji bona xelat û celatkirinê bi sitûxarî) hew kiribûn, te ewan bidîtanan (ka ewan bi çi awayî lava dikirin! Yezdan ji wan ra) gotîye: "Qey eva (danê hanê) bi rastî maf nebû? (Ewan aha pisyara Yezdan dane û) gotine: "Erê! bi Xudayê me, eva mafakî rast e." (Yezdan ji wan ra aha) gotîye: "De îjar îdî hûn jî bi sedema filetîya xwe şapatê çeşne (tam) bikin

Verse 31 — Surah Al-Anam 6:31

Bi sond! Ewanê ku rasthatina Yezdan didine derawdêrandinê zîyan kirine. Gava danê rabûna hemûtî ku ji wan ra nişke va hatîye, ewan barên xwe ne (ji gonehan) dan eli ser pişta xwe (aha) gotine: "Ji ber ku di cîhanê da kirina hinek tiştan ji destê me dihat (me jî ewan nekirîye, îdî kirina ewan tiştan ji destê me çûye, sed) kovan ji me ra be." Hûn hiûyar bin! Çiqa sike tişta ewan hildaye

Verse 32 — Surah Al-Anam 6:32

Bi rastî jîna cîhanê hey leyîztik û dilxwazî ne. Û ji bona wanê xudaparizî dikin, êwirên para da qenctir in. Îdî qe hûn bi hişî naponijin

Verse 33 — Surah Al-Anam 6:33

Bi sond! Em dizanin ku ewan peyvên wan (Muhemmed!) te bi rastî didine mirûzkirinê. Evan îdî te nadine derewdêrandinê, lê ewanê cewrkar hene! Ewanan bi hinçî berateyên Yezdan nepenî dikin

Verse 34 — Surah Al-Anam 6:34

Û bi rastî ewan pêxemberên di berya te da (Muhemmed) hene! Ewanan jî bi viran hatine derewdêrandinê. Îdî ewan (pêxemberan) li ser wan cefa û derewdêrandinên xwe, hew kiribûne, heya ji wan (pêxemberan ra) arîkaraya me hatîye. Û ji bona peyvên (peymanîyên) Yezdan ra tu guhurandin tune ye. Û bi sond! Ji te ra, ji wan serdaborîyên pêxemberan hatîye

Verse 35 — Surah Al-Anam 6:35

Û heke rûfetilandina wan (ji vê olê) li ser te mezin bibe, heke hêza te tê, ku tu bi serê xwe dikarî; ku di zemîn da qulîkan çêkî, ya jî pêpelîkan di ezmana da daynî herî, ji wan ra beratan bînî, here (ji wan ra beratan bîne, qe jî li ser cefadana wan hew neke). Şixwa heke Yezdan biva, wê ewan hemûşkan li ser rastîyê bicivandinan. Îdî (hişyar be) nebe ji wanê ne zan

Verse 36 — Surah Al-Anam 6:36

Bi rastî pisyara (pirsa te) hey ewanê dibêhên, didin. Ewanê (dilê wan) mirî jî Yezdan ewanan radike (di Qarsê da) dicivîne, paşê ewanan li bal (Yezdan da) têne zivirandinê

Verse 37 — Surah Al-Anam 6:37

Û ewan (aha) gotibûne: "Kanê, wê li ser (Muhemmed) da, ji Xudayê wî berate ne hatibûna hinartinê? (Ku me jî bawer bikira). Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan dikare ku beratan bihênirîne, lê bi rastî pirên ji wan (gava berateyên wekî xwastine wan ji wan ra were; wê ewan beratan ji wan ra bibin teşqele) pê nizanin

Verse 38 — Surah Al-Anam 6:38

Û çiqa rêwar ne di zemîn da digerin û çiqa melên (teyr ne) ku bi du baskên xwe difirin hene! Ewan hemûşk jî (di temtêl û jîn û mirina xwe da) komên wekî we ne. Bi rastî me di nivîsandina (we hemûşkada jî) tu tişt (ji temtêla we) bernedaye. Paşê ewanê li bal Xudayê xwe da bêne civandinê

Verse 39 — Surah Al-Anam 6:39

Û ewanê ku bi berateyên me derewan dikin hene! Ewanan di tarîtîyê da ker û lal mane. Yezdan kîjanî bivê, ewê (ji rêya rast) wunda dike û kîjanî jî bivê ewî datîne li ser rêya rast

Verse 40 — Surah Al-Anam 6:40

(Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Ka qe hûn bi xweber ponijîne? Golo hûn dikarin bi min bidin zanînê; heke şapata Yezdan bi we da were, ya jî heke danê rabûna (hemû) ji we ra hatibe, qey hûnê ji pêştirê Yezdan, gazî hinekî mayî bikin (ku ewan di wê gavê da we fereste bikin)? Ka heke hûn di doza xwe da rast in (ji min ra bêjin)

Verse 41 — Surah Al-Anam 6:41

Na! Hûn ji pêştirê wî gazî tu kesî nakin. Heke ewa bivê, wê ewê (aşîta bi we da hatî) ku hûn ji bona rakirina wê lava dikin, ji we rake û hûnê jî, ewan tiştên, ku we ewan tiştan ji bona wî ra dixistne hevrî, bîrva bikin

Verse 42 — Surah Al-Anam 6:42

Bi sond! Me li bal wan komên berya te da jî (pêxember) şandine. (Ji ber ku ewan koman bi gotina wan pêxemberan nekiribûn) îdî me jî ewan bi tirs û tengasîyan girtin (dane şapatkiri-nê) ji bo ku dibe ewan koman (dîsa ji kirinê xwe poşman binin; ji bona baxişandina xwe) lava bikin

Verse 43 — Surah Al-Anam 6:43

Îdî qey çi dibû ku ewan koman, di gava tirsa (şapata) me ji wan ra hatibû, lava bikirinan? Lê dile wan hişk bûye (ewan di wê gavê da jî lava ne kirine) pelîd ji bona wan ra kirinê wan xemlandine (ji ber wî, ewan lava nakin)

Verse 44 — Surah Al-Anam 6:44

Îdî gava ewan koman ewan tiştên ku bi wan dihatine hişyarkirinê, bîrva kirine me jî derê hemûşk tiştan li ser wan da vekir (ji bo ku ewan koman, bi wan xweşî û qencîyan şa bibin, rind ewan hişyarokan bîrva bikin). Dema ku ewan koman, bi wan xweşîyên me ji wan ra dabû şa dibûn, me jî nişkêva ewan girtin (dane şapatkirinê). Qe îdî haja wan bi wan tunebû, ewan bê daremde jî mabûne

Verse 45 — Surah Al-Anam 6:45

Û çiqa sipazî hene, hemûşk ji Xudayê cîhanê ra be. Îdî bi vî komalê, ku cewr dikiribûne hatîye birînê

Verse 46 — Surah Al-Anam 6:46

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hûn dikarin, ku bidne nişanê min; heke Yezdan bihîstin û dîtina we hilde û li ser dilê we jî duruf bike, qey ji pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) xudayên mayî hene, ku dîsa (bihîstin û dîtina we) ji we ra bînin?" Tu mêze bike, ka em beratan bi çi awayî (ji wan ra) vedikin! Paşê ewan (dîsa ) ji wan beratan rû difetilînin

Verse 47 — Surah Al-Anam 6:47

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hûn dikarin, ku bidine nişanê min, heke şapata Yezdan nişkêva, ya jî bi xûyayî bi we da hatibe, ji pêştirê komalê cewrkar (ji ber cewra kirine) têne taşqelekirinê (qe tu komalê mayê hene)

Verse 48 — Surah Al-Anam 6:48

Û me çiqa (pêxemberek) şandibe, hey ji bona mizgîna (qencîkaran bi bihiştê û tirsdana (gonehkaran jî bi dojê) bide me şandîye. Îdî kîjan marivê ku bawer bike û aştîkari bike, qe tu tirsa (ji aşîtan) û mirûzîya (ji kêm xelatan) li ser wan tune ye

Verse 49 — Surah Al-Anam 6:49

Û ewanê ku bi berateyên me derewan dikin hene! Bi sedema ku ewan ji rêya rast derdikebûne, aşîtê bi wan bigire

Verse 50 — Surah Al-Anam 6:50

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Ez ji bona we ra nabêjim xezîne û defîneyên Yezdan li bal min hene û ez bi xweber jî bi penhanîya nizanim." Û nabêjim: "Ku ez firişte me." Ewan (biryarên) ku li bal min da hatine hinartinê hene! Ez hey dibime peyrewê wan. Tu (ji wan ra aha jî) bêje: "Qe (merivê) kor û (merivê) bi çav wekî hev dibin? Gelo hûn îdî qe raman nakin

Verse 51 — Surah Al-Anam 6:51

Û tu ewanê ku ditirsin, wê ewanê li bal Xwedayê xwe da bicivin (bi vê Qur´anê) bide hişyarkirinê, ku ji pêştirê (Yezdan) ji bona wan ra qe tu serkar û mehder tune ye. Bi rastî hêvî heye ku ewan yezdanparizî bikin

Verse 52 — Surah Al-Anam 6:52

(Muhemmed tu) ewanê ku di sibah û evaran da (bi perestî) gazî Xudayê xwe dikin, ewanan (bi vî perestîya xwe) hey qayîlbûna Xudayê xwe divên (bi gotina zengîn û serokan) ji bal xwe dernexe. Tu dayîn û sitandina wan li ser te tune ye, ça jî tu dayîn û sitandina te jî li ser wan tune ye. Heke tu ewan (ji bona dayîn û sitandinê) ji bal xwe bixî der, îdî tu jî dibi ji wanê cewrkar

Verse 53 — Surah Al-Anam 6:53

Û bi vî awayî me hinekên ji wan, bi hinekî wan daye caribandinê, ji bo ku (serokên wan aha) bêjin: "Qey ewanê ku Yezdan di nava me da bi wan qencî kirîye, evan in?" Ma qey Yezdan bi wanê sipazî dikin, çêtir nizane

Verse 54 — Surah Al-Anam 6:54

Û ewanê ku bi berateyên me bawer kirine hene! Gava ewan hatine bal te (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Selam li ser we be, Xudayê we li ser xwe dilovînî nivîsîye, ku bi rastî kîjan (merivê) ji we bi nezanî sikatîyekî bike, paşê ji piştî kirina we (sikatîyê) poşman bibe û aştî bike, wê Xudayê ewî bibaxişîne." Bi rastî (Xuda) baxişkarê dilovîn e

Verse 55 — Surah Al-Anam 6:55

Û bi vî awayî em beratan vedikin, ji bona ku rêya wanê gonehkar xûya be

Verse 56 — Surah Al-Anam 6:56

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez ji perestîya wan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hatime paradanê (ku ez ji wan ra perestî nekim)." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha jî) bêje: "Bi rastî ez nabime peyrewê hewasa we. Bi sond! Heke ez bibime peyrewê hewasa we, îdî di wê gavê da min rêya rast wunda kirîye û ewanê hatine rêya rast hene! Ez bi xweber nabime ji wan jî

Verse 57 — Surah Al-Anam 6:57

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî ew rêya rast e, ku ji Xudayê min ji min ra hatîye, ez li ser wê rê me û we bi xweber jî ewa rêya daye derewdêrandinê. (Ewa şapata) ku hûn bi lez dixwezin jî, li bal min nîne. Hey berewanî ji bona Yezdan ra ne. Ewa rastî dibêje û ewa bi xwerber jî qenctirê berewana ne

Verse 58 — Surah Al-Anam 6:58

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke ewa (şapata) ku hûn leza hatina wê dikin, li bal min bûya wêa di naha da ewa bûyera, ku hûn doza lezhatina wê dikin pêk hatibûya (tekoşîna di nava min û we da heyî, wê bihata qedandinê). Şixwa Yezdan bi xweber jî bi cewrkeran çêtir dizane

Verse 59 — Surah Al-Anam 6:59

Û zimanê (zanîna) bi tiştên penha hey li bal (Yezdan in) ji pêştirê wî qe tu kes bi wan nizane û ewa bi hemû bi tiştên di reşayî û deryayê da hene, dizane. Û çiqa belgekî, ji şûna xwe bikebe hey ewa bi wî dizane. Şixwa çiqa lubeke di tarîtîya zemîn da hebe û çiqa ter û hişk hebe, hemûşk jî (temtêla wan) di nivîsandineke xûya da ne (Yezdan bi wan dizane)

Verse 60 — Surah Al-Anam 6:60

Û ewê ku di şevê da (ewan tiştên ku we di royê da hildane gewdê xwe) dimrîne (ji gewdê we derdixe) şixwa ewa bi tişta ku hûn di royê da birîn dikin jî dizane, paşê ji bona ku ewadanê navdayî bê qedandinê, we bi vî jîna hanê (ku di şevê da, mirina wan tiştên we di royê da hildane bedena xwe pêk tîne: tijî û vala dike, îdî mirin û zindetîya we dom dike. Gava danê dawyê tê mirina we diqedîne) heye! (Ewa Yezdan e). Şixwa paşê zivirandina we hemûşka jî li bal wî da ne. Paşê ewê ewan tiştên ku we dikiribûne ji bona we ra bêje

Verse 61 — Surah Al-Anam 6:61

Ewa (Yezdana ye) hey li ser bendeyên xwe servehatî bi hêz e (jîn û mirina wan, hebûn û tunebûna wan hey bi wî ye) û ewa li ser we da parisvanan dişîne (hûn bi wan parisvanan têne parisandinê û dijîn). Heya danê mirina yekê ji we hatibe, ewan saîne me ne, ku qe tu kemasî nakin, ewî dimrînin

Verse 62 — Surah Al-Anam 6:62

Paşê ewan (candaran ji piştî mirinê) li bal serkarê xweyê rastê, ku Yezdan e têne zivirandinê. Hûn hişyar bin! Hey berewanîya biryaran, ji bona (Yezdan ra ne). Şixwa ewa bi xweber jî zû hijmartirê, hijmarvana ne

Verse 63 — Surah Al-Anam 6:63

(Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo gava ku we dizîka da bi zarîn gazî wî dikir, we (aha) digot: "Bi sond! Heke tu me ji wan teşqelan fereste bikî emê bibne ji wanê sipazkar, kê hûn ji taritîya reşayî û deryayê fereste kirin

Verse 64 — Surah Al-Anam 6:64

Muhemmed! Tu ji wan ra (aha) bêje: "Yezdan, we ji wê (tarîtîyê) û ji hemû kovanan fereste dike, paşê hûn bi xweber jî ji bona wî ra hevrîyan çê dikin

Verse 65 — Surah Al-Anam 6:65

Muhammed! tu ji wan ra (aha) bêje." (Yezdan) dişî, ku di jora we da li ser we da şapatekî bişîne ya jî di binê pê we da (ji bona we ra şapatekî bişîne) ya jî (Yezdan dişî) ku we bixe hinek komên deste û deste, bi hinek desteyên ji we tirsa hinekî mayî bide çeşnekirinê." Tu mêze bike! Ji bo ku ewan bi rastî biryaran ji hev derxin ka em ça beratan vedikin

Verse 66 — Surah Al-Anam 6:66

(Bi vî ra jî dîsa) komalê te ewa (Qur´an) a ku maf e dane derewdêrandinê. (Muhemmed! Tu aha ji wan ra) bêje. "Bi rastî ez serkarê we nînim (Yezdan çi bike dişî)

Verse 67 — Surah Al-Anam 6:67

Ji bona her bûyerekî ra danê wê heye, û hûnê bi xweber jî di nêzîk da bizanin

Verse 68 — Surah Al-Anam 6:68

Û gava te ewanê ku noqê di nava berateyên me bûne dîtin, tu îdî ji wan rû bifetilîne, heya ku ewan noqê hinek mijûlîyên mayî ne (pêştirê berateyên me) bibin. Û heke pelîd (rû fatilandina ji wan) bi te da bê bîrvakirinê, ji piştî ku hate bîra te, îdî tu li bal komalê cewrkar rûnenê

Verse 69 — Surah Al-Anam 6:69

Û li ser wanê xudaparizî dikin, qe tu pirsa ji kirina (wan filan) tune ye. Lê (eva şîreta hanê ji bona xudaparizan ra) bîrxistineke, dibe ku ewan (filan jî bi vê bîrxistina hanê) xwe ji (ti-nazê bi Qur´an) ê biparisînin

Verse 70 — Surah Al-Anam 6:70

Ewanê ku "ol"a xwe ji xwe ra xistine leyîztik û dilxwazî hene! (Muhemmed!) tu dest ji wan berde jîna cêhanê ewan xapandine tu (li wan) bi Qur´anê şîretan bike. Heke (merivek) bi keda xwe, bikebe nava teşqele da bimîne, îdî ji bona wî ra ji pêştirê Yezdan, qe tu serkar û mehder tune ne. Û heke ewa ji bo (ku ji teşqele fereste bibe) çiqa mal ji bona gerewa xwe da jî bide, dîsa ji wî (ewa gerewa) nayê litê kirinê. Ewanê ku bi keda xwe hatine teşqele kirine hene! Evanan in. Bi sedema ewa filetîya, ku ewan dikiribûne, ji bona wan ra vexwarineke ji kêm û xûnê û şapateke dilsoz heye

Verse 71 — Surah Al-Anam 6:71

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje. "Ka emê ça bi perestî ji pêştirê Yez- dan, gazî wan tiştên ku qe tu kar û zîyana me nakin, bikin? Qey emê jî, ji piştî gava ku Yezdan em anîbine rêya rast, dîsa li pey xwe da para da bizvirin; wekî wî (merivê) ku pelîd ewa ji rêya rast derxistibe, hinek hevalê wî hebin, gazî wî bikin: "Werê bal me, ku tu bikebî rêya rast," bikin? (Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî beledîya rast, hey beledîya Yezdan e û em bi xweber jî hatine fermankirinê, ku em xwe hispêrne Xudayê cîhanê

Verse 72 — Surah Al-Anam 6:72

Û em (hatine fermankirinê) ku em nimêj bikin û em parizaya (Yezdan) bikin. Û ewê ku hûnê li bal wî da bicivin, ewa (Yezdan) bi xweber e

Verse 73 — Surah Al-Anam 6:73

Ewî ezman û zemîn bi rastî afirandîye. Di danê ku ewa ji bona (heyan ra) dibêje: "Bibin." Îdî awîl ewan dibin. Gotina wî rast e. Di roya, ku di sturî da (sûr) tê pufkirinê, seroktî hey ji bona wî ra ne. Ewa zanayê bi penha û xûyaya ne. Ewa bi xweber jî bijejkeyê agahdar e

Verse 74 — Surah Al-Anam 6:74

Û di gavekî da Îbrahîm ji bona bavê xwe ra (aha) gotibû: "Bavo! (eva) Agir e!" Tu ça ewî ji bona xwe ra bi pûtî dixî Xuda? Bi rastî ez te û komalê te jî di rê wundabûneke xûyayî da dibînim

Verse 75 — Surah Al-Anam 6:75

Me bi vî awayî bi Îbrahîm (ewan tiştên mezin û sodretne) di ezman û zemîn da heyî daye dîtinê, ji bo ku (Îbrahîm, bibe ji wanê ku bê dudilî bawer dikin)

Verse 76 — Surah Al-Anam 6:76

Îdî di gava, ku şev li ser Îbrahîm tarî bûye, ewî sitêrkek dît; ewî ji bona we (sitêrkê ra aha) gotîye: "Eva Xudayê min e." Gava ewa (sitêrka) çûye ava (Îbrahîm aha) gotîye. "Bi rastî ez ji wanê, ku diçine ava hez nakim

Verse 77 — Surah Al-Anam 6:77

(Piştî) gava, ku ewî dît hîv bi ruhnayî derket ewî (aha) gotîye: "Xudayê min eva ye." Ji piştî ku (hîv jî) çûye ava ewî (aha) gotîye: "Heke Xudayê min, min neyne rêya rast bi sond! ew komalê rêya rast wunda kirine hene! Ezê bibme ji wan

Verse 78 — Surah Al-Anam 6:78

Ji piştî ku ewî dît roj bi ruhnayî derket ewî (aha) gotîye: "Xudayê min eva ye: Eva ji hemûşkan) meztir e." Ji piştî, ku roj jî çûye ava (Îbrahîm aha) go- tîye: "Gelî komalê min! Bi rastî ez bi xweber ji wan tiştên, ku hûn ewan ji bona Xuda ra dixne hevrî. bê gur û bê goman im

Verse 79 — Surah Al-Anam 6:79

Bi rastî ewê ku ezman û zemîn afirandîye, heye! Min berê xwe daye wî. Ez bi xweber jî ji bona rastîyê ra sitûxar im û bi rastî ez ji wanê hevrî çêker nînim

Verse 80 — Surah Al-Anam 6:80

Komalê wî bi wî ra (di mafê Xuda da) tekoşîn kirin. (Îbrahîm ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Hûn ça (di mafê) Yezdanê ku ez anîme rêya rast, bi min ra tekoşînê dikin? Û ez bi xweber jî ji wan tiştên ku hûn ewan dixne hevrî ji bona wî ra, natirsim. (Ewan qe tu zîyanê nikarin bidne hûn) ji pêştirê heke Xudayê min bivê. Xuda min hemû tişt bi zanîn hildane binê hêza xwe. Îdî gelo hûn qe şîretan hilnadin

Verse 81 — Surah Al-Anam 6:81

Û ezê ça ji wan tiştên, ku hûn ji bona (Yezdan) ra dixne hevrî bitirsim? Û hûn bi xweber jî ji bona Yezdan ra, ewan tiştên ku qe tu beratek ji bona hevrîtîya wan li ser we da ne hatîye hinartinê, dixne hevrî (ji Yezdan) natirsin. Gelo ji (me) herdu destan, kîjan deste babete ku (ji tirsê) ewle be? Heke hûn dizanin (ka bejin)

Verse 82 — Surah Al-Anam 6:82

Ewanê ku bawer kirine û qe cewr jî li bawerîya wan neketîye hene! Ewanan babet in ji bona ewlebûnê ra. Û ewê hatine rêya rast jî ewan bi xweber in

Verse 83 — Surah Al-Anam 6:83

Evan berateyên me ne, me dane Îbrahîm, ji bo ku ewa di hembere komalê xwe da, ji bona servahatina xwe bixebitîne. Em ji kîjanî ra bivên, em ewî bi payan bilind dikin. Bi rastî Xudayê te bijejkeyê zane ye

Verse 84 — Surah Al-Anam 6:84

Û me ji bona (Îbrahîm ra) Îshaq û (kûrê Îshaq) Yaqûb bexşiş daye û me (ewan hemûşk jî bi pêxemberî) anîne rêya rast. Û me hêj di berê da Nûh jî (bi pêxemberî) anîbû rêya rast. Ça ewan (pêxemberên) ji ûrta Nûh; Dawûd û Suleyman û Eyûb û Yûsuf û Mûsa û Harûn jî (me ewan bi pêxemberî anîbûne rêya rast) û em bi vî awayî qencîkaran xelat dikin

Verse 85 — Surah Al-Anam 6:85

Û (me bi pêxemberî) Zekerîya û Yehya û Îsa û Ilyas (anîne rêya rast). Ewan hemûşk jî ji aştîkaran bûne

Verse 86 — Surah Al-Anam 6:86

Û (me bi pêxemberî) Îsmaîl û Elyese û Yûnus û Lût (anîne rêya rast). Me ewan hemûşk jî bi aborî (li ser heyîne) cîhanê aborîdar kirine

Verse 87 — Surah Al-Anam 6:87

Û me hinek ji bav û kal û ûrt û birayên wan hêlbijart, me ewan jî anîne rêya rast

Verse 88 — Surah Al-Anam 6:88

Eva beledîya hanê beledîya Yezdan e (ewa bi wê beledîyê) ji bendeyên xwe, ji kîjanî ra bivê ewî tîne rêya rast. Heke (ewan ji Yezdan ra) hevrî çê kiribûnan, wê ewa keda, ku ewan dikiribûne, hemûşkê jî bi şewitîya biçûya

Verse 89 — Surah Al-Anam 6:89

Evanê (ku serdaborîyên wan borîne) hene! Ewan in, ku me ji bona wan ra pirtûk û seroktî û pêxemberî daye. Îdî heke (ewan kesan bi van pêxemberan) fıletî bikin; bi sond! Îdî emê di şûna van (filan da) komalê wusa bînin, ku ewan komalan bi wan (pêxemberan) qe fıletî nekin

Verse 90 — Surah Al-Anam 6:90

Evan (pêxemberan) hene! Ewan kesên, ku Yezdan anîne rêya rast ev in. Îdî tu jî bibe peyrewê rêya wan. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ez ji bona (van biryarên pêxamberya xwe) tu kirêkî ji we naxwazim, bi rastî (evan gotinê min) ji bona cîhanê ra hey şîreteke bîrvaxistîye

Verse 91 — Surah Al-Anam 6:91

Di wê gava ku ewan (aha) digotin: "Yezdan li ser merivan tu tişt ne hînartîye." Ewan rûmeta Yezdan wekî babetîya wî ne girtine. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Lê gelo ewa pirtûka, ku Mûsa ji bona ruhnayî û beledîya kesan anîbû, ku hûn jî (ewê pirtûkê) di kaxizan da parparî dikin, çi xweşa we here, hûn ewê ji bona kesan ra vedikin û çi xweşa we neçe, hûn ewê vedişêrin, kê hinartîye? Û hûn bi xweber jî bi wê pirtûkê hînê wan tiştên, ku ne bav û kalê we bi xweber jî qe bi wan tiştan, tu nizan bûne. (Ewan ji pirsa te ye, ku tu ji wan dikî bêzar dibin, nikarin pisyara te bidin). Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan (ewa pirtûka hinartîye)." Tu paşê dest ji wan berde, bira ewan di noqbûna xwe da bileyîzin

Verse 92 — Surah Al-Anam 6:92

Û eva (Qur´ana hanê) ku me bi pîrozayê hinartîye û rastdar e ji bona wan (pirtûkên) di berya xwe da hatî, heye! Ji bo ku tu (merivê di Mekkê da heyî) û ewan merivên li dora bajarê Mekkê da heyî (bi şapata Yezdan bidî tirsandinê) me (li ser te da) hinartîye. Ewanê (ku dibêjin): "Me bawer kiriye," hene! Ewan bi dan û gavê para da û (bi vê Qur´anê jî) bawer dikin. Û ewan nimêjkirina xwe jî tum carî diparisînin

Verse 93 — Surah Al-Anam 6:93

Gelo ji wîyê ku li ser navê Yezdan bi vir derewan dike, ya jî bêje: "Bi rastî li bal min da (dî alîyê Yezdan dal hatîye niqandinê û qe tu tişt jî li bal wî da ne hatîye niqandinê, ya jî dibêje: "Ezê jî wekî (wan biryarên) Yezdan hinartî, bihênirînim," cewrkartir hene? Heke te temtêla wan cewrkaran, di gava ku ewan dikebine ber mirinê, bidîta; firiştan ka çi ji wan ra digotin! Di gava firiştan ji bona cansitandina wan destê xwe dirêj dikiribûne (aha ji wan ra) digotibûne: "Ka hûn canê xwe (ji destê me fereste bikin)." Bi sedema wan tiştên, ku we bê mafî li ser navê Yezdan digotin, hûnê di îro da bi şapata sernegûnî bêne şapatkirinê û we bi xweber jî ji (bawerya) bi berateyên (Yezdan) quretî dikiribûn

Verse 94 — Surah Al-Anam 6:94

Û bi sond! Me hûn ça di cara yekem da bi yekîtî afirandine, hûnê wusa jî bi yekîtî li bal me da bên û hûnê bi xweber jî dest (ji wan mal û saman û dilxwazîyên xweyên cîhanê jî) berdin (ewanê li pey we da bimînin, hûnê werin). Û ka ewan mehderên we ne, ku we bi vir digotin: "Ewan (mehderan) hevrîyên we ne di keda we da nin, em ewan (di îro da) bi we ra nabînin! Bi sond! Ewa (bendê di nava we da hebû) ewa ji hev çûye û ewan (mehderên we ne) ku we derew dikirin (ewanê mehderya we bikin). Ewan jî ji we wunda bûne

Verse 95 — Surah Al-Anam 6:95

Bi rastî çîldana lud û dendikan hey Yezdan dike. Ewa ji mirya, zindîyan derdixe û ji zindîyan jî miryan derdixe. (Yezdan gene û hêkokê mê û nêr ji hev diçirîne: Bi nêr û mêyîtî digihîne hev, ji wan mirî û zindîyan diafirîne, di berya vê pevxwistina hanê da jî ewan heyan bi serê xwe, candarî û ne candarya wan ne dihate dîyar kirinê). Ewê evan xebatan (ji bona we ra dike) ewa Yezdan e. Îdî hûn ça ji wî rû difetilînin

Verse 96 — Surah Al-Anam 6:96

Ewê ku sewgurê (ji tarîya şevê diçirîne) û şev xistîye şûna êwirandinê û roj û hîv jî ewî ji bona hijmara danan afirandîye heye! Ewa (Yezdan e). Evan (kirin)ê hanênan pîvanê wîyê servahatê zana ye

Verse 97 — Surah Al-Anam 6:97

Û ewê ku ji bona we ra siterk di tarîtîya reşayî û deryayê da xistîye berate, ji bo ku hûn bi wan sitêrkan rêya xwe bibînin, ewa (Yezdan) e. Bi sond! Me ji bona wî komalê (ku tiştan dizanin berate bi vekirî (gotine)

Verse 98 — Surah Al-Anam 6:98

Û ewê ku hûn ji yek nişakî bi tenê dane afirandinê (ewa Yezdan) e. Îdi ji bona we ra duşûn hene: (Yek ji wan, hûn di pişta bavê xwe da bi cîh bûn. Dudu: Hûn li bal malberxka dîya xwe da hatine anemetkirinê, paşê hûn di wura da jî li bal cîhanê ra hatine anemetkirinê, paşê hûn di cîhanê da jî li bal zêrzemîn da hatine anemet kirine, paşê hûn ji zêrzemîn da jî li bal jîna para da têne anemet kirine, bi vî awayî jîna we dirêj dibe diçe). Bi sond! Me ji bona komalê pispor ra berate bi vekirî (gotine)

Verse 99 — Surah Al-Anam 6:99

Û ewê ku ji ezmana avek hinartîye heye! (Ewa Yezdan e). Û me, bi wê avê çêra hemûşk tiştan derxistîye, îdî me ji wê (çêrê) hêşnayî derxistîye ku em ji wê (hêşnayîyê jî) hinek lubên li hev sîyarî derdixin. Û (em bi vê avê) darê xurma jî derdixin, ku (çiqilê wan darê xurma nêzîkê hev in, di wan çiqilan da guşîyan nêzîkê hev bi dardanin û (me bi vê avê) bostan û rez jî (derxistîne). Di wan rezan da ji tirî û zeytûn û hinar hene; (evanan) hinekî wan wekî hinekî wan in û hinekî wan jî qe wekî hev nabin. Û hûn di gava ku ewan beran derdikebin û digehîjin; li wan beran mêze bikin (ku ewan bi serê xwe nagehîjin). Bi rastî di van (kirinan da) ji bona komalê ku bawer dikin, berate hene

Verse 100 — Surah Al-Anam 6:100

Û (bi van salixan jî) ewan (dîsa) ji bona Yezdan ra, ewan meçêtirên ku Yezdan ewan afirandine, xistine hevrî û ewan (filan) ji bona (Yezdan) ra bê zanîn kur û keç aloze kirine û (Yezdan bi xweber jî) ji wan (salixê) wan bê gur û bê goman bilind e

Verse 101 — Surah Al-Anam 6:101

Ezman û zemîn, Yezdan afirandîye. Ka we ça ji bona wî ra qe tu jin tune jî, zarê hebin? Û ewî bi xweber jî hemû tişt afirandine. Yezdan bi hemû tiştan dizane

Verse 102 — Surah Al-Anam 6:102

Ewê bi van (salixan hatîye salixdanê) heye! Ewa Yezdanê Xudayê we ye. Ji pêştirê wî tu Yezdanê (babetê perestîyê) tune ye. Ewî hemû tişta afirandîye, hûn îdî ji bona wî ra perestî bikin, Ewa serkarê li ser hemûşk tişta ne

Verse 103 — Surah Al-Anam 6:103

Qe tu dîtin nagihêje (hebûna) wî ye rastî. Lê ewî bi xweber jî (hebûna hemû dîtinan) hildaye binê zanîna xwe. Ewa bi xweber agahdarê bi hemû tiştê hûrê ne xûya ne

Verse 104 — Surah Al-Anam 6:104

Bi sond! Ji bona we ra ji Xudayê we (babetîya) dîtinê hatîye (hûn bi wê dîtinê rastîyê dibînin). Îdî kîjan (bi pisporî rastîyê) bibîne ewa ji bona xwe ra şixwa dibîne û kîjan ji dîtina rastîyê kor be; nebîne şixwa koraya bona wî ra ne û ez bi xweber jî dîdevanê li ser we nînim

Verse 105 — Surah Al-Anam 6:105

Ji bo ku ewan (filan) bêjin: "Te evan beratan xwendine, li cîyekî ders hildane" û ji bona ku em ewan beratan ji bona komalekî zana ra vekin (ka mêze bike) me ça ewan beratan car bi car vekirine

Verse 106 — Surah Al-Anam 6:106

(Muhammed!) ewan (biryarên) ku ji Xudayê te li bal te da hatine niqandinê hene! Tu bibe peyrewê wan. Ji pêştirê wî tu yezdanê (babetê perestîyê) tune ye. (Muhemmed! Tu) ji vanê hevrîçêker rû bifetilîne

Verse 107 — Surah Al-Anam 6:107

Û heke Yezdan vabûya, ewan hevrî (ji bona wî ra çê ne dikirin. Û me tu bi xweber jî serkarê li ser wan nînî)

Verse 108 — Surah Al-Anam 6:108

Û (gelî bawergeran!) Ewanê ji pêştirê Yezdan perestîya (pûtan) dikin hene! Hûn çêrê wan nekin, ku îdî ewan jî bi nezanî û neyartî çêrê Yezdan nekin. Bi vî awayî me ji bona hemû koman ra (bawerî) û kirina wan xemilandîye. (Herkes ji kirin û bawerîya xwe hez dike). Paşê fetla wan (hemûşkan jî) li bal Xudayê wan da ne, îdî (Xudayê wanê ji piştî fetla wan) ewan kirinê wan wê ji wan ra bêje

Verse 109 — Surah Al-Anam 6:109

Û ewan (filan) bi sonda xweyên zexm sond xwarine, heke ji bona wan ra berateke sodret hatibe, ewanê îdî bi wê beratê bawer bikin. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî berateyên sodretî li bal Yezdan in." Qey hûn (gelî bawergeran!) goman nakin heke gava ji bona wan ra ewan beratan hatibin jî dîsa ewan bawer nakin

Verse 110 — Surah Al-Anam 6:110

Û em dil û çavê wan werdigerînin ewan ça di cara yekem da bawer ne dikirin (wusa dimînin) û em ewan di quretî, û koraya wan da dihêlin

Verse 111 — Surah Al-Anam 6:111

Û heke me li bal wan da firiştan hinartîbûyan û mirîyan jî bi van ra axiftin kiribûyan û me hemûşk tişt jî (bi beratî) bi anîya ber çavê wan, ji pêştirê wanê, Yezdan vaye ku bawer bikin, qe tukes ji wan bawer nakin. Lê pirên ji wan bi xalyazî xwe davêjine nezanîyê

Verse 112 — Surah Al-Anam 6:112

Û bi vî awayî, me ji bona her pêxemberekî ra pelîdên ji meriv û meçêtiran neyar çê kirine. (Ji bo ku ewan) xapandinê bikin hinekê wan li bal hinekên wan da mijûlîyên alozî li bal hev da diniqînin. Heke Xudayê te biva, ewan (pelîdan) wusa ne dikirin. Îdî tu bi virê wan va dest ji wan berde

Verse 113 — Surah Al-Anam 6:113

(Ewan pelîdan, ewan mijûlîyan li bal hev da diniqînin) ji bona, ku ewan bi gohdarî dilê wanê bi roya para da bawer nakin, li bal wan peyvan da bi xwarî bidne gohdarî kirinê û ku ewan (filan) bi wan kirinên xwe qayîl bin û ku ewan (filan jî) ewan tiştên ku (ewan pelîdan) dikirin, bikin

Verse 114 — Surah Al-Anam 6:114

Ezê ça ji pêştirê wî Yezdanê, ku pirtûk li bal we da bi vekirî hinartîye, li berewanên mayî bigerim? Ewanê ku me ji wan ra pirtûk anîye, hene! Ewan bi xweber jî dizanin, ku (eva Qur´ana) bi rastî ji Xudayê te hatîye hinartînê. Îdî (Muhemmed!) tu nebe ji wanê hînckarê dudil

Verse 115 — Surah Al-Anam 6:115

Û bi rastî paşya peyvên Xudayê te, bi rastî û dadvanî hatine, ji bona guhurandina peyvên (Xudayê te) qe tu guhurandin tune ne û ewa bi xweber jî bihîstekê zana ye

Verse 116 — Surah Al-Anam 6:116

Û heke tu peyrewîya piraya kesên di zemîn da hene bikî, ewanê te ji rêya Yezdan derxin, wunda bikin. Ewan hey peyrewîya gomanan dikin û ewan hey derewan li hev tînin

Verse 117 — Surah Al-Anam 6:117

Bi rastî Xudayê te bi wanê ku ji rêya wî derketine, çêtir dizane û şixwa bi wanê ku hatine rêya rast jî çêtir dizane

Verse 118 — Surah Al-Anam 6:118

Îdî heke hûn bi rastî bi berateyên (Yezdan) bawer dikin, hûn (ji goştê wan tarişên) ku navê Yezdan (di gava jêkirina wan da) li ser wan hatîye xwendinê, bixun

Verse 119 — Surah Al-Anam 6:119

Hûn ji bona çi (ji goştê wan tarişên) ku navê Yezdan li ser wan hatîye xwendinê, naxun? Û bi sond! (Yezdan bi xweber jî goştê wan tiştên, ku ji bona we ra ne durist e, ji pêştirê (wî goştê) ku hûn bi jîna nemir û nejî divê bixun, hemû ji bona we ra yek bi yek vekiriye. Û bi rastî pirên ji kesan bê zanîn dibinê peyrewê xweşîya xwe, merivan ji rêya rast derdixin. Şixwa bi rastî jî Xudayê te bi wanê ji tixûbê xwe diborin çêtir dizane

Verse 120 — Surah Al-Anam 6:120

Û hûn dest di gonehên xûyayî û penhayî jî berdin (ya jî dest ji penhayî û xûyayên gonehan berdin). Bi rastî ewanê ku keda gonehan dikin hene! Wê ewanê bi wan (gonehên) ku ewan di bijartibûne, bêne celatkirinê

Verse 121 — Surah Al-Anam 6:121

Û hûn (ji goştê) wê tarişa, ku di gava (serjêkirinê da) navê Yezdan li ser ne hatibe xundinê, nexun. Bi rastî (xwarina ji gostê wan tarişan) ji rê derketine. Û bi rastî ji bo, ku hevalên pelîdan bi we ra tekoşînan bikin, pelîd li bal hevalên xwe (xwarina ji wan goştan) diniqînin. Û heke hûn bi xweber jî, ji wan (goştan, bi gotina wan bixun) hûn jî dibine hevrîçêker

Verse 122 — Surah Al-Anam 6:122

Qe hecwêkîya wîyê, ku (dilê wî bi filetî) mirî bûye, îdî me ewa (bi bawerî) zinde kiribe û me ji bona wî ra ruhnayeke wusa (dadvan) dabe; (ewa kesa) di nava merivan da (bi wê ruhnayê bi dadvanî) digere, wekî hecwêkîya wî (merivê) ku di taritîya (filetîyê da be) qe ji tarîtîyê jî dernekebe, (wekî hev nabin) dibe? Herwuha ji bona filan ra, keda ewan dikiribûne hatîye xemilandinê

Verse 123 — Surah Al-Anam 6:123

Û bi vî awayî em di hemûşk gundan da gonahkarên wanên mezin di şûna wan da dihêlin, ji bo ku ewan (mezinên gonehkar) di wan gundan da xaxan bikin. Û ewan gonehkaran bi xweber hey ji xwe ra xaxan dikin. Şixwa ewan bi kirina (xaxên xwe, ku ji bona wan ra ne)jî bê agah in

Verse 124 — Surah Al-Anam 6:124

Û di gava beratek ji bona (wan serokên gundên gonehkar) hatibe (ewan aha) gotine: "Heya ji bona me ra jî wekî (wan berateyên) ku ji bona pêxemberên Yezdan ra hatine, neyê, em (bi tucarî) bawer nakin." Yezdan bi xweber ka wê qasidya xwe ji bona kê ra bide, çêtir dizane. Ewanê gonehan dikin hene! Li bal Yezdan ji bona wan ra bi sedema wê keda, ku ewan dikiribûne (sernegûna) piçûktay û zor şapatek heye

Verse 125 — Surah Al-Anam 6:125

Îdî Yezdan ji kîjanî ra bivê, ku ewî bîne rêya rast singê wî ji bona misilmanîyê vedike ji kîjanî ra bivê, ku ewî ji rêya rast wunda bike singê wî wusa teng dike (gava ji wî ra bê gotinê: "Bibe misilman" tu divêqey) hevraz diçe ezmanan! Bi vî awayî li ser wanê ku bawer nakin (şapata sikatîye) dihêle

Verse 126 — Surah Al-Anam 6:126

Rêya Xudayê te, eva ye û rast e. Bi sond! Me ji bona komalê bîranok berate (û biryar) vekirine

Verse 127 — Surah Al-Anam 6:127

Li bal Xudayê wan, ji bona wan ra (bihişta) ewlebûnê heye û (Xudayê) wan bi sedema wan kedên, ku ewan dikirîbûne serkarê wan bi xweber e

Verse 128 — Surah Al-Anam 6:128

Û di roya ku ewan hemûşkan dicivîne (aha ji wan ra) dibêje: "Gelî koma meçêtiran! Hûn pir bi kesan ra xebitîn (we pirê wan ji rêya rast derxistin)." Ewan merivên, ku bûne hevalên meçêtiran (aha) dibêjin: "Xudayê me! Me ji bona hev ra bi zibarî arîkarya kirîye û em gehîştinw wî danê, ku te ji bona me ra dîyar kirîye. (Yezdan ji bona wan ra aha) dibêje: "Şûna we (îdî) agir e, hûnê di agir da tum bimînin ji pêştirê wî danê ku Yezdan (derketina we) bivê." Bi rastî Xudayê te bijejkeyê zana ye

Verse 129 — Surah Al-Anam 6:129

Û me bi vî awayî (ça pelîd û meçêtir ji heva ra xistine serkar, wusa jî) me serokên cewrkar jî bi sedema ewê keda ku ewan dikiribûne, ji hev ra xistîye serkar

Verse 130 — Surah Al-Anam 6:130

Gelî komên meçêtir û kesan! Gelo ji we pêxember li bal we da ne hatibûn, ku ewan (pêxemberan) berateyên min bi ser we da bixwendinan û hûn ji rast hatina vê roya we ye hanê bi dana tirsandinê? (Ewan pisyara Yezdan aha dane) û gotine: "Erê! Em şahidî li ser xwe didin (ku pêxember hatibûne)." Lê jîna cîhanê ewan xapandibûn û ewan li ser xwe şahidî dane, ku ewan bi rastî (di cîhanê da) file bûne

Verse 131 — Surah Al-Anam 6:131

(Eva hatina pêxemberan li bal wan da) Ji bo ku Xudayê te binecîne tu gundî bi sedema cewrê teşqele nake, heya binecêne wan gundan (ji hatina teşqelê) bê agah bin

Verse 132 — Surah Al-Anam 6:132

Û ji bona hemûşkan ra jî ji wê keda, ku ewan kirîye payen hene. Xudayê te bi xweber jî ji kirina wan tiştên ku ewan dikin bê goman nîne

Verse 133 — Surah Al-Anam 6:133

Û Xudayê te zengîn û xweyê dilovîn e. Heke ewa bivê, ça hûn ji ûrta komalekî mayî afirandine, wê we jî behere (tune bike) ji piştî we, di şûna we da tişta bivê bixe şûnmayî ji bona we ra

Verse 134 — Surah Al-Anam 6:134

Bi rastî tişta hûn bi hatina wî hatine peymandanê, wê ewayê (bi serê we da) were û hûn bi xweber jî nikarin ewê bêzar bikin (ku ewa bi serê we da neyê)

Verse 135 — Surah Al-Anam 6:135

(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje; "Gelî min! hûn çi dikarin ewî bikin, bi rastî ez bi xweber jî tişta, ku ez bikarim bikim ezê ewî bikim. Îdî hûnê bi rastî bizanin ka paşya vê cîhanê (ku bihişt e) wê ji bona kê ra be. Bi rastî cewrkar serfiraz nabin

Verse 136 — Surah Al-Anam 6:136

Ewan (filan) ji wan tiştên (ku Yezdan) afirandibûne (wekî bawerya xwe par kirine); ji bona Yezdan ra jî di çandinî û tarişan da, par çê kirine (ji piştî parkirinê) bi virê xwe (aha) gotine: "Evanan parên Yezdan in; evanan jî parên hevalê me ne." Îdî çi para hevalê wan heye, ewa para di para da (gava pir bibe) ji bona Yezdan ra nayê sixurandinê, lê ewa para ku ji bona Yezdan ra ne (di gava para da pir bibe, evan ewî) ji bona hevalê xwe ra disixurînin. Çiqa sike tişta ku ewan berewanî dikin

Verse 137 — Surah Al-Anam 6:137

Û bi vî awayî ewan hevrîyên wan, ji bona wan hevrîçêkeran ra kuştina zarên wan (bi destê wan) xemilandine, ji bo ku ewan bi xweber xwe ji (ola xwe) derxin û ji bona ku "ol"a wan li ser wan aloze be (îdî rastî û ne rastî ji hev dernexin. Ya jî ji bo ku ewan bi xweber xwe bikujin, îdî "ol"a wan li ser wan bê alozekirinê; rastî û ne rastî ji hev dernekeve). Heke Yezdan bixwesta ewan (wusa) ne dikirin, îdî tu dest ji wan û ji wan tiştên ku ewan bi vir dikin berde

Verse 138 — Surah Al-Anam 6:138

Û ewan (filan aha) gotine: "Evan tariş û çandinîyên hanênan (bisixurandin) dest li wan nakebe, ji pêştirê wanê ku bivên, tu kes ewan naxwe; di gomana wan da (wusa ne) û hinek tariş jî (lê sîyarbûna wan) ne durist bûye û hinek tarişan jî (di gava serjêkirinê) navê Yezdan li ser naxûnin, bi vir (Evan: "Gorînê Yezdan in," dibêjin). Wê (Yezdanê) bi sedema wan virên ku ewan dikiribûne, ewan celat bike

Verse 139 — Surah Al-Anam 6:139

Û ewan (filan aha jî) gotine: "Çi tişta di zikê van tarişan da heye, ewa xurî ji bona mêrên me ra ne û ewan ji bona jinên me ra ne durist e. Heke ewa (sexela di zikê tarişan da) mirî zabe; şixwa îdî (mêr û jin herduk jî) di wê (sexela mirî zayî da) hempar in." Di nêzîk da (Yezdan) ê ewan, bi wan salixê wan celat bike. Bi rastî (Yezdan) bijejkeyê zane ye

Verse 140 — Surah Al-Anam 6:140

Bi sond! Ewanê, ku zarên xwe bi fafikî, bê zanîn dikujin û tişta, ku Yezdan ji bona wan ra bi dilikî daye, ji xwe ra bi vir li ser navê Yezdan ne durist dikin, hene! Ewan ji rêya rast wunda bûne û ewan naynên rêya rast jî, Ewan zîyan kirine

Verse 141 — Surah Al-Anam 6:141

Û ewe, ku bostanê çiqile darên wan bi çardaxî û bi arzêlî çê kirîye û xurme û çandinîyên ku xwarina wan cure û cure ne û zeytûn û hinarên (ku di xwarinê da çeşna) wan wekî hev e û (ewanê ku di xwarin û rengan da) wekî hev nînin (gehîjandîye) hey ewa Yezdan e. Di gava ewan (daran) berdan, hûn ji berê wan bixun û di gava çinandina wan (beran da jî) hûn (baca wî ye) maf bidin. Û hûn dest belavbûnî nekin. Bi rastî (Yezdan) ji dest belavan hez nake

Verse 142 — Surah Al-Anam 6:142

Û (Yezdan) tariş jî cure û cure afirandîye; (hinek) tariş, ji bona barkirinê û hinek jî ji bona (ku hûn ji pûrta wan) binraxan çê kin. Hûn ji wan tiştên, ku Yezdan ji bona we ra (bi duristî) dilik daye bixun û hûn nebine peyrewê şopa pelîd. Bi rastî pelîd ji bona we ra neyarekî xûya ye

Verse 143 — Surah Al-Anam 6:143

(Yezdan ji tarişan) heşt zo (afirandine); ji mêşinan du zo û ji bizinan jî du zo; (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (Yezdan) ji wan herdu zoyan, kîjan nedurist kirîye? Ka bêjin! Gelo herdu zoyên nêr, ne durist kirîye ya jî herdu zoyên mê ne durist kirîye, ya jî ewa tişta di malberxa wan herdu zoyên mê da hene, ne durist kirîye? Heke hûn (di doza xwe da) rast in ka ji min ra bi zanîn bêjin

Verse 144 — Surah Al-Anam 6:144

Û ji devan du zo û ji dewaran jî du zo (afirandîye. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (Yezdan) ji wan herdu zoyan, kîjan ne durist kirîye? Ka bêjin, gelo herdu zoyên nêr ne durist kirîye ya jî herdu zoyên mê ne durist kirîye, ya jî ewa tişta di malberxa wan herdu zoyên mê da hene ne durist kirîye, ya jî di gava ku Yezdan bi van li we şîret dikir, hûn amede bûn? Gelo ji wî kesê ku (xebatê dike) ji bona, ku merivan ji rêya rast bê zanîn derxe, îdî cewrkar kê heye? Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast

Verse 145 — Surah Al-Anam 6:145

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Di wan biryarên, ku li bal min da hatine hînartinê, ez ji pêştirê mirar û ya jî xûneke kêşokar û ya jî goştê berazan, rastî tu xwarineke, ku ne durist be ji bona merivekî xureger ra ne hatime. Şixwa (goştê beranzan jî) pîs e û ji pêştirê (goştê wê tarişa) ku bi wê gorî hatîye kirine, ne ji bona (qayîlbûna) Yezdan (hatibe jêkirinê) şixwa eva jî rêderketina ji rêya rast e, nayêm. Îdî kîjan merivê ku bi vê nevê hewce be, ku ji wan tiştên qedexe bixwe, dikare (ji wan tiştan) xarineke nemir û nejî bixwe." Bi rastî Xudayê te baxişkarê dilovîn e

Verse 146 — Surah Al-Anam 6:146

Û me li ser zarên cihûyan, hemû (candarên) bi pence (ji mel û çûk û tarişên hov û kedî) ne durist kirîye. Û dewar û mêşînîyan jî ji pêştirê donê serda pişta û donê hestîyan ya jî donê bi hundurê wan (tarişan va) zeliqî, hemû donê mayî ne durist kirîye. Bi sedema ji ava rû derketina wan me wan ne duristîyên hanê ji bona wan ra çê kirîye. Û bi rastî em di van kirin û gotinên xwe da jî rast in

Verse 147 — Surah Al-Anam 6:147

Îdî heke ewan te (bi wan biryaran jî) bidne derawdêrandinê, tu (ji wan ra aha) bêje: "Xudayê we xweyê dilovanîyeke fire ye. Û tirs û şapata wî ji komalê gonehkar nayê fetilandine

Verse 148 — Surah Al-Anam 6:148

Ewanê ku hevrîyan digirin hene! Di nêzîk da (ewan aha) dibêjin: "Heke Yezdan biva, me û bav û kalê me jî hevrî ne digirtin û qe me tu tişt jî ne durist nedikir." Bi vî awayî, ewanê di berya wan da jî (ku pêxemberên xwe) dane derewdêrandinê (wekî wan gotine). Heya ku tirs û şapata me (ji wan ra hatîye) ewan çeşna şapata me kirine. Tu (ji wan ra aha) bêje: "Gelo li bal we (ji wan biryaran) zanîneke we heye, ku hûn ewê zanînê îdî ji bona me ra derxin (bidne nîşanê me)? Bi rastî hey hûn dibine peyrewê gomanan û hûn hey derewan ji ber xwe aloze dikin

Verse 149 — Surah Al-Anam 6:149

Tu (ji wan ra aha) bêje: "Şixwa berata bê dudil, hey ji bona Yezdan ra ne. Îdî heke (Yezdan) biva, wê ewî hûn hemûşk jî anîbûna rêya rast

Verse 150 — Surah Al-Anam 6:150

Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka hûn bi lez ewan şahidên xweyên, ku şahidî didin (dibejin: "Bi rastî Yezdan) ewan tiştên hanênan (ji bona merivan) ne durist kirîye bînin." Heke ewan şahidî dan, îdî tu jî bi wan ra şahidî nede û tu nebe peyrewê wan kesên, ku ewan bi berateyên me derew kirine (û nebe peyrewê wan kesên) ku bi roya para da jî bawer nakin. (Tuyê ça bibî peyrewê xweşîya wan) ewan bi xweber jî ji Xudayê xwe ra (pûtan) hempar digirin

Verse 151 — Surah Al-Anam 6:151

Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka hûn werin ezê ji bona we ra tişta ku Xudayê we li ser we ne durist kirîye bixûnim. Hûn qe tu tiştî (ji bona Yezdan ra) nexin hevrî û hûn ji bona da û bavên xwe ra qencîyan bikin û hûn ji tirsa xezanîyê, zarên xwe nekujin. Xarin û xakirin û dilika we û wanan em didin û hûn bi dîyarî û penhayî qe nêzîkê maştoqîyê nebin û hûn ewî canê, ku Yezdan kuştina wî qedexe kirîye, be mafî nekujin. Ji bo ku hûn hiş hildin ewî ewan ji bona we ra şîret kirine

Verse 152 — Surah Al-Anam 6:152

Û hûn nêzîkê malê sêwîyan nebin, ji pêştirê heya ewan gehîjtine wî danê ku ewan bi xweber dikarin îdî malê xwe biparisînin. Hûn di vê gavê da bi qencî dikarin rnalê wan bisixurînin (ya jî hûn ji pêştirê qencîyan, heya sewî negihîjin, hûn nêzîkê malê wan nebin). Û hûn pîvan û kêşanê bi dadvanî pêk bînin. Em ji bona heryekê wekî hêza wî fermanan dikin (ji hêza tu kesî pirtir em fermanan nakin). Û di gava ku hûn mijûl bin hûn îdî dadî bikin, heke ewan pismamê we bi xweber bin jî û pêka peymana ku we daye Yezdan, bînin." Ewa bi van qedexan li we şîretan dike dibe ku hûn ji wan şîretan hildin

Verse 153 — Surah Al-Anam 6:153

Û bi rastî rêya mina rast eva ye, îdî hûn bibne peyrewê rê û hûn nebine peyrewê wan ryên mayî, ji bo ku hûn ji rêya Yezdan dernekebin, ku ji hev belav bibin. (Yezdan) bi van qedexan li we şîretan dike, ji bo ku hûn bi wan biryaran parisî bikin

Verse 154 — Surah Al-Anam 6:154

Û me paşê ji bona pêkanîna qencîya, qencîkaran û ji bona vekirina hemû bûyeran û ji bona beledî û dilovanîyê, ji Mûsa ra pirtûk daye, dibe ku ewan bi rasthatina Xudayê xwe bawer bikin

Verse 155 — Surah Al-Anam 6:155

Û eva (Qur´ana hanê) jî pirtûkeke pîroz e me hinartîye, îdî hûn bibne peyrewê (Qur´anê) û hûn (xuda) parizî bikin, hêvî heye ku hûn bêne dilovînkirinê

Verse 156 — Surah Al-Anam 6:156

(Me eva pirtûka li ser we da hinartîye) ji bo ku hûn nebêjin: "Pirtûk li ser wan herdu desteyên di berya me da borîne (cihû û mexînan) hatîye hinartînê û em bi xweber jî ji xwendin û ji dersa wan bê agah bûne (ji ber wî me bi wan bawer ne dikir)

Verse 157 — Surah Al-Anam 6:157

Ya jî ji bo ku hûn nebêjin: "Bi rastî heke pirtûk li ser me da hatibûya hinartînê, emê ji wan (herdu destan jî çêtir hatibûna rêya rast." Îdî bi sond! (Ewa Qur´ana) bi biryarên xweya vekerî va, ji Xudayê we ji bona we ra hatîye (ewa Qur´ana bi xweber jî ji bona kesan ra) beled û dilovînî (hatîye). Îdî gelo ji wî merivê ku biryarên Yezdan derew didêrîne û ji wan biryaran rû difetilîne cewrkar kê heye? Ewanê ku rû ji biryarên me difetilînin hene! Emê ewan, bi sedema rû fetilandina wan bi sikê şapatan, şapat bikin

Verse 158 — Surah Al-Anam 6:158

Qey ewan hêvî dikin, ku ji bona wan ra firişte werin, ya jî ewan hêvîya hatina Xudayê te dikin, ya jî ewan hêvîya hatina hinek berateyên Xudayê te dikin? (Ji piştî hatina wan, paşê ewanê bawêr bikin?) Di gava hinek berateyên Xudeyê te werin, îdî bawerîya tu kesî kêrê wî nayê. Heke ewî hêj di berya hatina (wan beratan da) bawer ne kiribe, ya jî ewî di bawerya xwe da keda qencîyekî ne kiribe. Tu (ji wan ra aha) bêje. "Hûn hêvîya hatina (wan beratan) bikin. Bi rastî em bi xweber jî hêvîya hatina wan dikin

Verse 159 — Surah Al-Anam 6:159

Bi rastî ewanê ku "ol"a xwe par dikin (bi hinek! Pêxemberan bawer dikin û bi hinek pêgemberan jî bawer nakin) hene! Ewan di bêre da jî deste deste bûne. Tu giza te bi wan tune ye, bûyer û temtêla wan hey li bal Yezdan e, paşê ewan çi kiribûne wê ji wan ra bêje

Verse 160 — Surah Al-Anam 6:160

Kîjan bi qencîyan va hatibe, îdî ji bona wî ra deh carî wekî wan (qencîyê anî) qencî hene û kîjan bi sikatîyan va hatibe, îdî ewa hey wekî wan (sikatîyan anî) tê celatkirinê û li wan nayê cewrkirinê

Verse 161 — Surah Al-Anam 6:161

Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Xudayê min ez anîme rêya rast (ewa rêya) oleke rast e (qe tu xarîya wî tune ye). Ewa "ol"a komalê Îbrahîm e ku xarê li bal yekatîyêvan e û (Îbrahîm bi xweber jî) qe tu carî ne bûye ji wanê hevrîçêker

Verse 162 — Surah Al-Anam 6:162

Tu (aha) bêje: "Bi rastî nimêja min û perestîya min û zindetîya min û mirina min, hemûşk ji bona Yezdanê Xudayê cîhanê ra ne

Verse 163 — Surah Al-Anam 6:163

Qe ji bona wî ra tu hevrî tune ye û ez bi vî awayî hatime fermankirinê û ez bi xweber jî misilmanê yekem e

Verse 164 — Surah Al-Anam 6:164

Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ezê ça ji pêştirê Yezdanê, ku Xudayê hemû tişta ne, ji xwe ra xudakî bigirim? Û meriv çi ked bike, keda wî hey ji bona wî ra ne û tu bardar ji pêştirê barê xwe, barê tu kesê mayî hilnade. Paşê hey fetla we li bal Xudayê we da ne, îdî tişta ku hûn têda ne wekhev dibûne (Yezdan) ê ewî ji bona we ra bêje

Verse 165 — Surah Al-Anam 6:165

Û ewê ku hûn xistine şûnmayî di zemîn da, heye! Ewa (Yezdan) e. Ewî hinekên ji we li ser hinekan bi payan bilind kirîye, ji bona ku ewa di wan tiştên dane we, we biceribîne. Bi rastî Xudayê te zû şapatger e û bi rastî ewa baxişkarekî dilovîn e