Back to Languages

Kurmanji - Chapter 61 - As-Saf

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah As-Saf 61:1

Tiþtê di asîmanan û tiþtê di zemîn de Xuda (ji her kêmasiyî) pak dêrandine. Serkeftiyê hîkmetdar her ew e

Verse 2 — Surah As-Saf 61:2

Gelî ên bawerî anîne! hûn çima tiþtê nakin dibêjin

Verse 3 — Surah As-Saf 61:3

Tiþtê hûn nekin bêjin li cem Xuda hêrsekî pirr mezin radike

Verse 4 — Surah As-Saf 61:4

Bêguman Xuda ji ên ku di rêya wî de qor bi qor þer dikin ku ew her wekî avahiyekî biheve zeliqandî ne hiz dike

Verse 5 — Surah As-Saf 61:5

(Di bîr bîne) dema Mûsa ji gelê xwe re got: "Gelê min! hûn çima min diêþînin tevî ku hûn baþ dizanin ku ez pêxemberê Xuda me bal we ve (hatime þandin?)." Vêca çi gava ew (ji rastiyê) fetilîn Xuda jî dilên wan fetiland. Xuda, komelekî ji rêderketî nade ser rêya rast

Verse 6 — Surah As-Saf 61:6

Û (di bîr bîne) dema Îsa kurê Meryemê got: "Gelî zariyê Îsraîl! bêguman ez pêxemberê Xuda me bal we ve (hatime þandin) ku rastdêrê Tewrata berî xwe me û mizgînvanim bi pêxemberekî ku navê wî Ehmed e, wê piþtî min were." Vêca çi gava ew bi nîþanên xuya hat, gotin ku: "Evê han efsûneke diyar e

Verse 7 — Surah As-Saf 61:7

Ji kesê derewa nebûyî davê ser Xuda tevî ku ew bal Îslamê ve tê vexwendinê sitemkartir kî heye? Xuda, komela sitemkaran nade ser rêya rast

Verse 8 — Surah As-Saf 61:8

Ew dixwazin ku ronahiya Xuda bi devên xwe bitefînin. Lê her çend bi kafiran nexweþ be jî wê Xuda ronahiya xwe bitevayî bibe serî

Verse 9 — Surah As-Saf 61:9

Ew e ê ku pêxemberê xwe bi rêberî û dînê rastîn þandiye ji bo ku wî her çend bi pûtperestan nexweþ be jî bi ser hemû dînan bixe

Verse 10 — Surah As-Saf 61:10

Gelî ên bawerî anîne! ma ez danûsitanek ku we ji ezabekî bi jan xelas bike nîþanî we bidim

Verse 11 — Surah As-Saf 61:11

Hûnê bi Xuda û pêxemberê wî bawerî bînin û hûnê bi malên xwe û bi canên xwe di rêya Xuda de cîhadê bikin. Eger hûn bizanbin evê han ji we re çêtir e

Verse 12 — Surah As-Saf 61:12

Wê gunehên we ji we re bibexþîne û wê we têxe hin bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin û hin ciyên xweþ di bihiþtê Ednê (ciyê xweþ û þên) de. Rizgariya herî mezin eva haye

Verse 13 — Surah As-Saf 61:13

Yeka din jî ku hûn jê hiz dikin: yariyek ji Xuda û pîroziyek nêz. Tu mizgîn bide bawermendan

Verse 14 — Surah As-Saf 61:14

Gelî ên bawerî anîne! hûn bibin alîkarê Xuda. Çewa ku Îsa kurê Meryemê ji þagirtan re got ku: "Bi alî Xuda ve kî alîkarê min e?" Þagirtan got: "Em alîkarê Xuda ne." Vêca ji zariyê Îsraîl destekî bawerî anî û destekî jî kafir bûn. Vêca me ên bawerî anîn li ser neyarên wan zeximand êdî ew bi ser ketin