Back to Languages

Kurmanji - Chapter 62 - Al-Jumuah

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Jumuah 62:1

Tiþte di asîmana û tiþtê di zemîn de Xudayê þehînþahê pak pîrozê serkeftiyê hîkmetdar pak bêrî didêrin

Verse 2 — Surah Al-Jumuah 62:2

Ew e ê ku di nav nezanan de pêxemberek ji wan rakir-þand ku ayetên wî li ser wan dixweyne û wan pak dike û wan hînê kitêbê û hîkmetê dike; her çend ew berê di þaþiyek xuya de bûn

Verse 3 — Surah Al-Jumuah 62:3

Ji wan ên dinê re jî ku hê negihîþtine wan. Serkeftiyê hîkmetdar her ew e

Verse 4 — Surah Al-Jumuah 62:4

Evê han qenciya Xuda ye, ê bixwaze dide wî. Xuda xwey qenciyek mezin e

Verse 5 — Surah Al-Jumuah 62:5

Mînaka ên ku Tewrat li wan hatiye bar kirin paþê wan nikarbû wê hilgirin wek mînaka kerê ku barê kitêba hildigre ye. Mînaka ên ku ayetê Xuda derewandine çi nerind e! Xuda komela sitemkaran nade ser rêya rast

Verse 6 — Surah Al-Jumuah 62:6

Tu bêje: "Gelî ên bûne cihû! eger hûn guman dikin ku hûn bêyî mirovan bera dostê Xuda ne, nexwe hûn eger rastgo ne de ka mirinê bixwazin

Verse 7 — Surah Al-Jumuah 62:7

Ew, bi sedem tiþtê ku destên wan pêþ xistiye tu car wê naxwazin. Xuda, bi sitemkaran baþ zana ye

Verse 8 — Surah Al-Jumuah 62:8

Tu bêje ku: "Bêguman mirina ku hûn jê direvin, vêca bêguman ewê rastî we were, paþê hûnê bal (Xudayê) zanayê bi penhan û peyda ve bêne vegerandin vêca wê we bi tiþtê we kiriye haydar bike

Verse 9 — Surah Al-Jumuah 62:9

Gelî ên bawerî anîne! gava roja înê ji bo limêjê hat gazî kirin, êdî hûn herin bal zikrê (þîretê) Xuda û hûn dev ji danûsitanê berdin. Eger hûn bizanbin evê han ji we re çêtir e

Verse 10 — Surah Al-Jumuah 62:10

Vêca gava limêj hat pêk anîn, êdî hûn li rûyê zemîn belav bibin û ji qenciya Xuda bixwazin-bigerin û pirr Xuda di bîr bînin hêvî heye ku hûn xelas bibin

Verse 11 — Surah Al-Jumuah 62:11

Gava ew danûsitanek yan leystikek bibînin ew belav dibin-diçin balê û te li piya dihêlin . Tu bêje ku: "Tiþtê li cem Xuda ye ji leystik û danûsitanê çêtir e. Xuda çêtirê rozîdana ye