Verse 1 — Surah At-Taghabun 64:1
Tiþtê di asimana û tiþtê di zemîn de her Xuda pak bêrî didêrin. Mulk ê wî ye. Pesn û sipas her jê re ne. Ew bi her tiþtî dikare
Verse 2 — Surah At-Taghabun 64:2
Ew e ê ku we aferandiye; vêca hin ji we kafir in û hin ji we jî bawermend in. Xuda, tiþtê hûn dikin baþ dibîne
Verse 3 — Surah At-Taghabun 64:3
Asîmana û zemîn bi rastitê aferandiye, û sikûm û rûçik bi we daye vêca sikûm û rûçikên we xweþik çêkiriye. Veger her bal wî ve ye
Verse 4 — Surah At-Taghabun 64:4
Tiþtê di asîmana û zemîn de dizane û tiþtê hûn vediþêrin û tiþtê hûn diyar dikin jî dizane. Xuda zanayê bi veþariyê di singan de ye
Verse 5 — Surah At-Taghabun 64:5
Ma xebera ên berê kafir bûne ji we re nehat ku wan sezayê karê xwe tam kirin. Ji wan re ezabekî bi jan jî heye
Verse 6 — Surah At-Taghabun 64:6
Evê han ji ber ku bi rastî pêxemberên wan bi nîþanên xuya ji wan re hatin vêca wan got ku: "Ma wê mirovekî me bide ser rêya rast?" Vêca ew kafir bûn û rû zivirandin. Xuda (ji wan) bêhewce bû-tu paxevê bi wan nekir. Xuda devlemendê bêhewce hêjayê pesn e
Verse 7 — Surah At-Taghabun 64:7
Ewên kafir bûne, guman kirin ku wê tu car (ji goran) neyên rakirin. Tu bêje ku: "Belê çewa (hûnê neyên rakirin); Bi perwerdekarê xwe kim hûnê her bêne rakirin paþê hûnê bi kirinê xwe bêne haydar kirin. Evê han li ser Xuda pirr hêsan e
Verse 8 — Surah At-Taghabun 64:8
Nexwe hûn bi Xuda û pêxemberê wî û ronahiya ku daxistiye bawerî bînin. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye
Verse 9 — Surah At-Taghabun 64:9
Roja ku wê we ji bo roja civîne (roja qiyametê) bicivîne; ew (roja) han roja kar û ziyanê ye. Kî bi Xuda bawerî bîne û karê qenc bike, ewê nepakiyên wî jê bibe û wê wî têxe bihiþtên ku çem ji bînê wan diherikin, wê hertimî hertim tê de bimînin. Rizgariya mezin eva haye
Verse 10 — Surah At-Taghabun 64:10
Ewên kafir bûne û ayetên me derewandine ehlê agir her ewên han in, wê hertimî tê de bimînin. Çi þûnvegerek ne rind e
Verse 11 — Surah At-Taghabun 64:11
Her musîbeta çêbibe hey bi destûra Xuda ye. Kî bi Xuda bawerî bîne wê ew dilê wî bal rastiyê ve rêberî bike.Xuda zanayê bi her tiþtî ye
Verse 12 — Surah At-Taghabun 64:12
Hûn peyrewtiya Xuda û peyrewtiya pêxember bikin. Vêca eger hûn rû bizivrînin êdî bêguman li ser pêxemberê me tenê daxuyandinek aþîkar heye
Verse 13 — Surah At-Taghabun 64:13
Xuda,ji wî pêve tu Xuda nînin. Êdî bira bawermend her xwe bispêrin Xuda
Verse 14 — Surah At-Taghabun 64:14
Gelî ên bawerî anîne! bêguman hin ji jinên we û zarûkên we ji we re neyar in; vêca hûn xwe ji wan biparêzin. Eger hûn lêbiborin û xweþ bibînin û bibexþînin, êdî bêguman Xuda bexþendekar e dilovan e
Verse 15 — Surah At-Taghabun 64:15
Bêguman malên we û zarûyên we ji we re her sihêtî ne. Xuda li balê xelatekî mezin heye
Verse 16 — Surah At-Taghabun 64:16
Vêca hûn biqasî dikarin xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin û guhdarî bikin û peyrewtî bikin û ji xwe re qencî bikin. Kî ji çikûsî û timatiya xwe bê parastin êdî ên rizgarbûyî her ewên han in
Verse 17 — Surah At-Taghabun 64:17
Eger hûn deynekî rind bi deyndarî bidin Xuda ewê wî ji we re pirrtir bike û ji we re bibexþîne. Xuda sipaskar e mulayim e
Verse 18 — Surah At-Taghabun 64:18
Zanayê bi penhan û peyda ye serkeftiyê hîkmetdar e