Verse 1 — Surah Al-Qalam 68:1
Nûn. (Arşa van tîpên di serê ferkeran da hatine hey Yezdan dizane) Bi nûn û nivîsdarok û bi nivîsandina, ku (bi nivîsdarokê) tê rêz kirinê
Verse 2 — Surah Al-Qalam 68:2
(Muhemmed!) tu bi qencîneke Xuda yê xwe tepa nakebî
Verse 3 — Surah Al-Qalam 68:3
Bi rastî ji bona te ra kiryeke bê paşî heye
Verse 4 — Surah Al-Qalam 68:4
Bi rastî tu li ser xûyekî mezinî
Verse 5 — Surah Al-Qalam 68:5
Îdî tuyê jî (di nêzîk da) bibînî ewanê jî, bibînin
Verse 6 — Surah Al-Qalam 68:6
Ka kîjan ji we (herdu destan ji rêya rast) darketîye (tepa ketîye)
Verse 7 — Surah Al-Qalam 68:7
Bi rastî Xuda yê te bi xweber ça bi wanê hatine (rîyarast) çêtir dizan e, bi wanê, ku ji rêya wî der- ketine jî çêtir dizan e
Verse 8 — Surah Al-Qalam 68:8
Îdî (Muhemmed!) tu bigotina virekan nek e
Verse 9 — Surah Al-Qalam 68:9
Ewan hiz kirine, ku tu bi wan ra bi nermayî derbas bikî, îdî ewan jî bi wa ra bi nermayî derbas bikin (carna tu bi gotina wan, carna jî ewan bi gotina te bikin)
Verse 10 — Surah Al-Qalam 68:10
(Muhemmed!) hemî (kesên) sond xwarin e riswa
Verse 11 — Surah Al-Qalam 68:11
Gotegotê bi navok (di nava kesan da) axiftinan digerîn e
Verse 12 — Surah Al-Qalam 68:12
Nahêle (kes) qencîyan bike, ji tuxûbê xwe borî û gonehkar
Verse 13 — Surah Al-Qalam 68:13
Ku bi hêrs in ji piştî hêrsê jî bê nişan e
Verse 14 — Surah Al-Qalam 68:14
Ji ber ku bi mal û kur in, tu bi gotina (wan) neke. Loma, ewan ji tuxûbê xwe borîne rast nînin
Verse 15 — Surah Al-Qalam 68:15
Gava berateyên me ji wî ra tê xwundinê (aha) dibêje,"Evanan çîvanokê berêne
Verse 16 — Surah Al-Qalam 68:16
Di nêzîk da emê li ser pozê wî durufê daynin
Verse 17 — Surah Al-Qalam 68:17
Bi rastî me ça hevrîne rêz û baxan ceribandibûn. Kanê wan sond xaribûn, ku ewanê di serê sibehê da (darê bostanê xwe biweşînin)
Verse 18 — Surah Al-Qalam 68:18
Qey ewan tu tişt ji hev venediqetandin (ne digotin: Heke Xuda hez bike)
Verse 19 — Surah Al-Qalam 68:19
Îdî ewan bi xweber jî hêj razaîbûne li ser wan da aşîtek ji Xuda yê te çerixî
Verse 20 — Surah Al-Qalam 68:20
Îdî rêz û baxê wan wekî pirêzên zevîyan man e
Verse 21 — Surah Al-Qalam 68:21
Ewan di sibehê da qîrdane hev
Verse 22 — Surah Al-Qalam 68:22
Ku hûnê herin (daran) daweşînin; zû herin hûn dereng man e, gotine
Verse 23 — Surah Al-Qalam 68:23
Îdî ewan rabûne çûne, di nava hev da bi dizî axiftin e
Verse 24 — Surah Al-Qalam 68:24
Di îro da bila tu xezan (di rêz û baxçe da) neyê bal me
Verse 25 — Surah Al-Qalam 68:25
Ewan zû çûn. Guman dikirin, ku dişîn qe tu xezanî nexne baxçê xwe
Verse 26 — Surah Al-Qalam 68:26
Îdî gava ewan çûne (bostanê xwe) dîtine (aha) gotine: "Bi rastî me rêya rast wuda kirîye
Verse 27 — Surah Al-Qalam 68:27
Bi rastî em di berê da ji wî (bostanî) hatine bê par kirinê
Verse 28 — Surah Al-Qalam 68:28
Ewê nîvwarê ji wan (ji bona wan ra aha) gotîye: "Qey min ji bona we ra negot; gotî hûn Xuda yê xwe ji kêmasîyan paqij bikin
Verse 29 — Surah Al-Qalam 68:29
Ewan jî (aha) gotine; "Xuda yê me! bi rastî em te ji kemasîyan paqij dikin, loma bi rastî em ji cewrkaran bûne
Verse 30 — Surah Al-Qalam 68:30
Îdî hinekê ji wan berê xwe dane hinekên wan li hev tilf kirine
Verse 31 — Surah Al-Qalam 68:31
(Ji hev ra aha) aha gotina, "Xwalî li me be! bi rastî em ji avarû derketibûn
Verse 32 — Surah Al-Qalam 68:32
Dibe ku Xuda yê me di şûna wan da ji wan çêtir bide me. Loma bi rastî em ji Xuda yê xwe hêj ji wan çêtir dixwazin
Verse 33 — Surah Al-Qalam 68:33
Şapat ahane! heke ewan bizanin şapata para da hêj meztir e
Verse 34 — Surah Al-Qalam 68:34
Bi rastî ji bona Xuda parizan, li bal Xuda yê wan, behişta xarinan heye
Verse 35 — Surah Al-Qalam 68:35
Îdî qe em misilmanan û guneh karan wekî hev digirin
Verse 36 — Surah Al-Qalam 68:36
(Gelî filan!) hûn ça berewanî dikin (ewan wekî hev digirin)
Verse 37 — Surah Al-Qalam 68:37
Qey ji bona we ra pirtûkek heye! hûn (di wê pirtûkê da) evan biryaran dixûnin
Verse 38 — Surah Al-Qalam 68:38
Bi rastî hûn çi bibêjin, ji bona we ra di wê pirtûkê da heye
Verse 39 — Surah Al-Qalam 68:39
Maqey heya roya qarsê ji bona we ra me sond xwarîye, ku hûn bi çi berewanî bikin, ewa berewanî ya ji bona we ra heye
Verse 40 — Surah Al-Qalam 68:40
(Muhemmed! tu ji wan aha) pirs bike, ka ji wan kîjan dibe gerewa vê gotinê
Verse 41 — Surah Al-Qalam 68:41
Qey Ji bona wan ra (divê axiftinê da) hempayê wan hene? Îdî heke ewan (di doza xwe da) rast in, bila hempayê xwe jî bînin
Verse 42 — Surah Al-Qalam 68:42
Di roya, ku deling ji bazûyan tê hildanê (temtêla wan zor dibe) ewan li bal kunde birinê da têne gazî kirinê, îdî ewan nikarin kunde beherin (loma danê wî borîye)
Verse 43 — Surah Al-Qalam 68:43
Çavê wan ji tirsa ketîye, rûreşîk bi wan digirtîye. Bi sond! Ewan hêj zende bûne, li bal kunde birinê da hatine gazî kirinê (lê kude ne birine)
Verse 44 — Surah Al-Qalam 68:44
Îdî (Muhemmed!) tu ewanê, ku vê (Qur´an ê) didine derewdêrandinê ji min ra bihêle (dest ji wan berde) emê ewn bi pêpelîk di wî cîyî qe ewan pê nizanbin nêzîkê (aşîtê) bikin
Verse 45 — Surah Al-Qalam 68:45
Ez ji bona wan ra dem didim. Bi rastî defika min (ji bona wan ra ) bi hêz e, (kê bikeve îdî dernakeve)
Verse 46 — Surah Al-Qalam 68:46
Qey (Muhemmed!) tu ji wan kirya (pêxembrî ya xwe) dixwazî, îdî ewan jî, ji deyn dayînê giran bûne (nikarin kirya te bidin)
Verse 47 — Surah Al-Qalam 68:47
Qey li bal wan (xezîna bi ne xûyan) heye, îdî ewan jî, (ji wan ne xûyan) dinivîsin
Verse 48 — Surah Al-Qalam 68:48
Îdî tu ji bona berewani ya Xuda yê xwe hew bike û tu jî wek hevrîyê masîyê (Yunis) neke. Gava (Yunis) ji kulan tijî bûye (ji Xuda) lava kirîye
Verse 49 — Surah Al-Qalam 68:49
Heke ji Xuda yê wî qencîyek negîhişta wi, wê di çoleke rût da bi rexnî bihata avêtinê
Verse 50 — Surah Al-Qalam 68:50
Îdî (wusa nebû) loma Xuda yê wî (lava ya wî) litê kir. Îdî (Xuda yê wî) ewa xiste ji aştîkaran
Verse 51 — Surah Al-Qalam 68:51
Ewanê bûne file hane! Gava ewan (xwendina Qur´an ê) dibihîstin, nêzîk dibû, ku ewan te bi çavê xwe welgerînin. Ewan (aha) digotin: "bi rastî (Muhemmed) tepa dikebe
Verse 52 — Surah Al-Qalam 68:52
Lê (Qur´an) bi xweber jî, ji bona hemû heyan şîretk e (hatîye şandinê)