Verse 1 — Surah Al-Haqqah 69:1
Maf (bi rastî di roja qarsê da) ne
Verse 2 — Surah Al-Haqqah 69:2
(Roja) qarsê çîye
Verse 3 — Surah Al-Haqqah 69:3
Ka çi tişt e bi te daye zanînê(roja) qarsê çîye
Verse 4 — Surah Al-Haqqah 69:4
Semûdîyan û Adîyan (danê) qarsê (dan e) derewdêrandinê
Verse 5 — Surah Al-Haqqah 69:5
Îdî Semûdî bi sedema ku ji avarû derketibûn, hatine teşqele kirinê
Verse 6 — Surah Al-Haqqah 69:6
Lê Adîyan bi babelîzkeke bi denge zor hişk hatine teşqele kirinê
Verse 7 — Surah Al-Haqqah 69:7
(Yezdan ewa baya) bi ser wan da hevt şev û hevt rojan bi peywestî anîye, îdî te digo qey ewa komala di nava wî baî da bi xwe va çûne, wekî çiqilê darê xurm kefikî, diketin
Verse 8 — Surah Al-Haqqah 69:8
Îdî qe tu ji wan para maîyan dibnî
Verse 9 — Surah Al-Haqqah 69:9
Fir´ewn û ewanê berya (Fir"ewn jî) û (komalê) bajarê kavil bûne, bi xeletîne xwe va hatine
Verse 10 — Surah Al-Haqqah 69:10
Îdî ewan bê gotina qasidê Xuda yê xwe kirine, îdî (Xuda yê wan jî, ewnan) bi şapateke mezin (dane şapat) kirinê
Verse 11 — Surah Al-Haqqah 69:11
Bi rastî gava av rabû ye, me hûn hildane kêleka kişyaî da
Verse 12 — Surah Al-Haqqah 69:12
Ji bo ku guhekî vala ewî bi xweber bi parisîne, me ji we ra xistîye şîreteke (sodret)
Verse 13 — Surah Al-Haqqah 69:13
Îdî gava di sturî da bi carekî tenê tê puf kirinê
Verse 14 — Surah Al-Haqqah 69:14
Û zemin û çîyan tene rakirinê, bi yek carekî û hev dikevin
Verse 15 — Surah Al-Haqqah 69:15
Îdî bûyera qarsê di wê royê dan e
Verse 16 — Surah Al-Haqqah 69:16
Îdî ezman di wê rojê da çirîye; hatîye daweşandinê
Verse 17 — Surah Al-Haqqah 69:17
Û ferişten jî li ser lêvê ezman in. Şixwa di wê rojê da arşê Xuda yê te heşt (ferişte) hil didin
Verse 18 — Surah Al-Haqqah 69:18
Di wê rojê da hûn (ji bona Yezdan ra) têne raber kirinê, ji we tu veşartî ji (Xuda) penha namînin
Verse 19 — Surah Al-Haqqah 69:19
Îdî ji bona kîjanî ra pirtûka wî bi destê rastê hatibe dayînê (aha) dibêje: "Ka pirtûka min bi xwûnin (hemî qencîne)
Verse 20 — Surah Al-Haqqah 69:20
Loma bi rastî min guman kiribû, ku ezê rastê vê hijmarê wer im
Verse 21 — Surah Al-Haqqah 69:21
Îdî ewa di jîneke pê qayîl dan e
Verse 22 — Surah Al-Haqqah 69:22
Di behişteke bilind dan e
Verse 23 — Surah Al-Haqqah 69:23
Guşîne (darê) wê nêzîk in
Verse 24 — Surah Al-Haqqah 69:24
Bi sedema (wan karên qencîne) ku we di wan rojê borî da (pêş da kirîye) îdî hûn bixun û vexun; li we bigivir e
Verse 25 — Surah Al-Haqqah 69:25
Lê ewê, ku pirtûka wî bi destê çepê ji wî ra hatîye dayînê; îdî (aha) dibêje: "Xwezîka ji bona min ra pirtûk ne hatibû ya dayînê
Verse 26 — Surah Al-Haqqah 69:26
Min bi hijmara (kirinê) xwe nizanbû ya
Verse 27 — Surah Al-Haqqah 69:27
Xwezîka (mirina min) pêk hatibû ya (min evan ne dîtibûnan)
Verse 28 — Surah Al-Haqqah 69:28
Qe malê min bi kêrê min nehat (evan şapatan dûrê min ne xistin)
Verse 29 — Surah Al-Haqqah 69:29
Hêz û seroktî ya min çû(qe tu kar nekir)
Verse 30 — Surah Al-Haqqah 69:30
[Allah dê bêje], \" Wî bigirin û wî girêdin
Verse 31 — Surah Al-Haqqah 69:31
Wê hingê bikeve nav Hellfire wî bişewitîne
Verse 32 — Surah Al-Haqqah 69:32
Paşê hûnê wî di zincîrê; ku pîletê wî hevtê zend in, beherin
Verse 33 — Surah Al-Haqqah 69:33
Loma ewî bi Yezdan ê mezin bawer ne dikir
Verse 34 — Surah Al-Haqqah 69:34
Ji bona daxwurinan belengazan qe helan ne dida tu kesî
Verse 35 — Surah Al-Haqqah 69:35
Îdî di îro da ji bona wî ra di vira da qe tu pismam tuneye
Verse 36 — Surah Al-Haqqah 69:36
Ji pêştirê kêmê, qe tu xwurin jî tuneye
Verse 37 — Surah Al-Haqqah 69:37
Ji pêştirê gunehkaran, qe tu kes (ewê xwurinê ) naxun
Verse 38 — Surah Al-Haqqah 69:38
Ho! Ez bi wan tiştên, ku hûn ewan dibînin
Verse 39 — Surah Al-Haqqah 69:39
Bi wan tiştên, ku hûn ewan nabînin
Verse 40 — Surah Al-Haqqah 69:40
Sond dixum! Ku ewa (Qur´an a) bi rastî peyva (Xuda ye) qasidê (Yezdan ê) dilşa anîye
Verse 41 — Surah Al-Haqqah 69:41
Ewa (Qur´an a) gotina bengîyekî nîne. Hûn çiqa hindik bawer dikin
Verse 42 — Surah Al-Haqqah 69:42
Ewa (Qur´an a) gotina fal zanan jî, nîne. Hûn çiqa hindik diponijin
Verse 43 — Surah Al-Haqqah 69:43
Lê ewa hey hînartineke ji Xuda yê cîhanê ye
Verse 44 — Surah Al-Haqqah 69:44
Heke ewî (qasidî) li ser navê me hinek gotin, aloze kirîbû ya
Verse 45 — Surah Al-Haqqah 69:45
Bi rastî meyê ji wî hêza wî hildabû ya
Verse 46 — Surah Al-Haqqah 69:46
Paşê meyê temarê canê wî jêkira
Verse 47 — Surah Al-Haqqah 69:47
Îdî tu kesî ji we nikaribû, ji wî (qasidî) eva şapata bida para da
Verse 48 — Surah Al-Haqqah 69:48
Bi rastî ewa (Qur´an a) ji bona Xudaparizan şîretek e
Verse 49 — Surah Al-Haqqah 69:49
Bi rastî me dizanî ya, ku hinekne ji we ewê didine derewdêrandinê
Verse 50 — Surah Al-Haqqah 69:50
Bi rastî eva li ser filan kovanek e
Verse 51 — Surah Al-Haqqah 69:51
Loma bi rastî ewa mafekî bê dudil e
Verse 52 — Surah Al-Haqqah 69:52
Îdî (Muhemmed!) tu navê Xuda yê xweî mezin bi perestî paqijiyan bike