Back to Languages

Kurmanji - Chapter 7 - Al-Araf

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Araf 7:1

M. S. (Arşa van tîpan hey Yezdan dizane)

Verse 2 — Surah Al-Araf 7:2

Eva pirtûkeke li bal te da hatîye hînartinê. Îdî ji bo ku tu bi wê (pirtûkê merivan) bidî hişyarkirinê û ji bona ku tu bawergeran (bi qencîyan) şîret bikî, bira qe tu tengasî di singê te da çê nebe

Verse 3 — Surah Al-Araf 7:3

(Gelî bawergeran!) Hûn bibne peyrewê wan biryarên, ku ji Xudayê we li bal we da hatîye hînartinê û hûn ji pêştirê peyrewîya (wan biryaran) peyrawîya tu dostî nekin. Hûn çiqa hindik şîretan hil didin

Verse 4 — Surah Al-Araf 7:4

Û çiqa niştiman, me teşqele kirine! Îdî gava şapata me bi wan da hatîye; ya ewan di şevê da razabûne, ya jî ewan di (nava royê da) di mijûlbûn û razanê da bûne (haja wan bi hatina teşqele tune bûye)

Verse 5 — Surah Al-Araf 7:5

Îdî di gava ku şapata me bi wan da hatîye (hey ewan aha gazî kirine û) gotine: "Bi rastî em cewrkar bûne

Verse 6 — Surah Al-Araf 7:6

Bi sond! Îdî emê ji wî komalê ku (pêxember) li bal wan da hatine şandinê pirs bikin û emê ji wan pêxemberan jî bipirsin (ka ewan koma wan bi gotina wan kirine, ya ne kirine)

Verse 7 — Surah Al-Araf 7:7

Îdî bi sond! Emê ji wan ra (bûyerên borî) bi zanîn bêjin û em bi xweber jî (ji kirina wan) penha nînin

Verse 8 — Surah Al-Araf 7:8

Di wê roya (rabûna hemû da) kêş rast e (qe tu kêmayê wê tune ye). Îdî kêşa kîjanî giran be, ewanê fereste bûyî îdî evan bi xweber in

Verse 9 — Surah Al-Araf 7:9

Û kêşa kîjanî jî sivik be, îdî ewanê ku bi rastî bi sedema berateyên me, li xwe cewr kirine û zîyana xwe kirine, evan in

Verse 10 — Surah Al-Araf 7:10

Û bi sond! Me hûn di zemîn da êwirandine û me ji bona we ra di zemîn da dilik û xwarin, pêk anîne. Hûn çiqa hindik sipazî dikin

Verse 11 — Surah Al-Araf 7:11

Û bi sond! Me hûn afirandine. Me paşê ji bona we ra rûçik û temtêl daye, me paşê (ji bona firitan ra aha) gotîye: "Gelî firiştan! Hûn ji bona (nişa kesan ra) kunde beherin." Îdî ji pêştirê pelîd (firiştan hemûşk jî) ji bona (nişa kesan ra) kunde birin. Bi rastî pelîd ne bûye ji wanê kundeke

Verse 12 — Surah Al-Araf 7:12

(Yezdan ji bo na pelîd ra aha) gotîye: "Gava min fermana te kirîye, ka ji bona çi te kunde (ji bona nişa kesan ra) ne bir? (Pelîd ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rastî ez ji wî çêtir im; Te ez ji agir afirandime û ewa jî ji heryê afirandîye

Verse 13 — Surah Al-Araf 7:13

(Yezdan aha) gotîye: "Îdî, di naha da ji wura berjêr be, di wura da ji bona te ra qe tu maf tune ye, ku tu xwe qure bikî (bi gotina min nekî). Îdî tu (ji wura) derkebe, bi rastî tu ji wanê piçûk û riswayî

Verse 14 — Surah Al-Araf 7:14

(Pelîd ji bona wî ra aha) gotîye: "Ka, barî tu heya danê (meriv) radibin; têne civînê ji bona min ra firsetê bide, gav bihêle

Verse 15 — Surah Al-Araf 7:15

(Yezdan ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rastî ewanê ku ji wan ra dan hatîye dayînê hene! Tu ji wan î

Verse 16 — Surah Al-Araf 7:16

(Pelîd aha) gotîye: "Bi sond! Ji ber ku te ez bi sedema wan qewirandim, ezê ji bona wan ra rêya te ya rast daynim

Verse 17 — Surah Al-Araf 7:17

Paşê ezê di pêşya wan da û di paşîya wan da û di rast u çepê wan da, êrişê bînim wan û tu îdî rast nayê, ku pirê wan ji (bona te ra) sipazkar bin

Verse 18 — Surah Al-Araf 7:18

(Yezdan ji bona wî ra aha) gotîye: "Ka, tu bi riswayî û deherandî ji wura derkebe. Bi sond! (Ji merivan kîjan) bibe peyrewê te (bira ewan bizanin!) ezê ji we hemûşkan dojê tijî bikim

Verse 19 — Surah Al-Araf 7:19

Adem! Tu û bi jina xwe va di bihiştê da biêwirin, îdî hûn herduk ça li kêderê, bi çi awayî hez dikin, wusa bixun û hûn herduk jî nêzîkê vê dara hanê nebin, îdî heke hûn (nêzîkê vê darê bibin) hûnê herduk jî bibne ji wanê cewrkar

Verse 20 — Surah Al-Araf 7:20

Îdî pelîd ji bona wan herdukan awurte çê kirîye; ji bo ku ji wan herdukan ra, ji gewdê wan ewan cîyê sikê ku veşartina wî, ji wan herdukan ra hatibû fermankirinê, xûya be; ji wan ra (aha) gotîye: "Xudayê we ji bo ku hûn herduk nebine du firişte, ya jî hûn herduk (di bihiştê da) tum carî nemînin, hûn ji xarina vê darê dane para da (ji pêştirê vî tu sedemên ma! Tune ne)

Verse 21 — Surah Al-Araf 7:21

Û (pelîd) ji wan herdukan ra jî sond xwarîye; bi rastî ez ji bona we herdukan ra jî şîretan dikim

Verse 22 — Surah Al-Araf 7:22

Îdî (pelîd) ewan herduk jî, bi xapandin ji şûna wan dane şimitandinê, di gava ewan herdukan ji darê çeşne kirine, ji herdukan ra şûna sikatîya wan xûya bûye. Ewan herdukan ji bona veşartina wan herdu cîyên sikên ji gewdê xwe, belg ji darê bihişti berev kirin, dane ser wan herdu qulên gewdê xwe. Û Xudayê wan (aha) gazî wan kirîye: "Qey min hûn ji xwarina berê wê darê ne dabûne paradanê û min ji bona we herdukan ra ne gotibû; bi rastî pelîd ji bona we herdukan ra jî neyarekî xûya ye

Verse 23 — Surah Al-Araf 7:23

Ewan herdukan (aha) gotine: "Xudayê me! Bi rastî me bi xweber li xwe cewr kirîye û heke tu ji bona me ra baxişandinê nekî û tu li me dilovînî nekî bi sond! Emê bibne ji wanê zîyankar

Verse 24 — Surah Al-Araf 7:24

(Xuda ji wan ra aha) gotîye: "Hûn hemûşk jî (ji bihiştê) berjêr bin; hinekên we ji bona hinekên we ra (di cîhanê da) neyar in û ji bona we ra di zemîn da heya danekî, jîn û êwir heye

Verse 25 — Surah Al-Araf 7:25

(Xuda) gotîye: "Hûnê (di zemîn da) bijîn û hûnê di wî da bimirin û hûnê ji wî (paşê zinde bin) derkebin

Verse 26 — Surah Al-Araf 7:26

Gelî zarên Adem! Bi rastî me li ser we da kincên wusa hinartîne; ewan kincan sikatîyên we vedişerin û we dixemilînin jî û kinca (Xuda) parisî ji van çêtir e. Ewan (kincan) ji berateyên Yezdan in, dibe ku ewan ji wan berateyên wî şîret hildin

Verse 27 — Surah Al-Araf 7:27

Gelî zarên Adem! (Bira haja we ji we hebe) ça pelid, da û bav û kalên we (xapandin) ewan ji bihiştê derxistine wî ji wan (da û bavê we) kincê wan rût kirîye, ji bo ku ji wan herdukan ra sikatîyên wan bêne xûyandinê, bira pelîd we jî wusa neke. Loma cîyên qe hûn pelîd nabînin, pelîd bi tevê komalê xwe va, we di wura da dibînin. Bi rastî me pelîd ji bona wanê, ku bawer nakin xistîye serkar

Verse 28 — Surah Al-Araf 7:28

(Ewanê bawer nakin hene!) Ewanan di gava tiştekî maştoqî kiribin (aha) dibêjin: "Em rastê bav û kalê xwe hatin (ewan jî ewan kirinên hanênan) dikirin û şixwa Yezdan bi xweber jî fermana me kirîye (ku emê wan kirinan bikin)." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan fermana (bi kirina) sikatîyan nake. Hûn ça tişta qe tu zanîna we pê tune ye (li ser navê) Yezdan dibêjin

Verse 29 — Surah Al-Araf 7:29

Tu bêje: "Xudayê min fermana bi dadvanîyê kirîye. Û hûn berê xwe di hemûşk mizgevtan da li bal wî bi tenê da bizvirînin (ji wî bi tenê ra perestî bikin) û hûn hey xwurî gazî wî bi tenê bikin, "ol"a rastî hey ji bona wî ra ne. Ewî ça di cara yekem da hûn afirandine, hûnê (dîsa) di para da li bal wî da bizivirin

Verse 30 — Surah Al-Araf 7:30

(Ewî) destek anîye rêya rast û li ser destekî jî rêya wundabûnê maf kirîye. Loma (ewî desta rê wundabûyî) ji pêştirê Yezdan, pelîd ji xwe ra serkar girtibûne û ewan goman dikirin jî, ku ewanê di rêya rast da, ewan bi xweber in

Verse 31 — Surah Al-Araf 7:31

Gelî zarên Adem! Hûn li bal hemû mizgevtan da xemla xwe li xwe bikin û hûn bixun û vexun û hûn dest belavbûnê nekin. Bi rastî (Yezdan) ji destbelavan hez nake

Verse 32 — Surah Al-Araf 7:32

(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo ewê ku ewan rozîyên tîtalên xweş û xemla Yezdan ji bona bendeyên xwe ra derxistîye ne durist dike, kê ye?" (Ewan ji pisyarê bêzar dibin) tu (ji wan ra aha) bêje: "(Ewanê ewle) û bawer kirine hene! (Evan xwarin û xakirin û xemla) cîhanî ji bona wan ra ne. Lê di roya Qarsê da jî hey xurî ji bona bawergera ra ne." Em bi vî awayî beratan ji bona komalê zana ra vedikin

Verse 33 — Surah Al-Araf 7:33

Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Xudayê min hey (evanê hanênan) ne durist kiriye. Hemûşk maştoqî; çi xûyayî û çi penhayî û gonehkarî û cewrên bê maf û ewa hevrîtîya, ku qe tu tişt bi hevrîtîya wan ne hatîye hinartin jî hûn dîsa ji bona Yezdan ra hevrêyan çê dikin û ewan tiştên ku hûn li ser (navê) Yezdan dibêjin, qe tu zanîna we jî bi wan tune ye

Verse 34 — Surah Al-Araf 7:34

Û ji bona her komekî ra danê wî heye. Îdî gava danê wan hatibe, ewan qe qat hijmarekî jî para nakebin û pê ra jî nakebin; (di gava xwe da diçin)

Verse 35 — Surah Al-Araf 7:35

Gelî zarên Adem! Di gava ji we pêxemberên, ku biryarên min ji we ra bixûnin hatibin bal we, îdî kîjan xudaparisî bike û aştîkarî bike, li ser wan qe tu tirsa (şapatdan) û mirûzîya (ji kêm xelatdanê) tune ye

Verse 36 — Surah Al-Araf 7:36

Û ewanê ku biryarên me dane derewdêrandinê û quretî kirine (bawer ne kirine) hene! Evan in ku hevalên agir in û ewan di agirda jî hey dimînin

Verse 37 — Surah Al-Araf 7:37

Îdî gelo ji wanê ku (li ser navê) Yezdan viran dikin û ya jî biryarên wî dabine derewdêrandinê, cewrkartir kê hene? Ewanê ku para wanê ji pirtûkê digihîje wan, evan in. (Ewan bi wan xarin û xakirinan bi xweşî dijîn) heya gava Saîyên me ne (can sitandanok) hatibine bal wan, canê wan distînin (ji wan ra aha) gotine: "Ka ewan tiştên ku we ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikirin, kêderê ne?" Ewan (aha pisyar dane) gotine: "Ewan em (hîştin) wunda bûne." Ewanan bi xweber li ser xwe şahidî dane, ku ewanan bi rastî file bûne

Verse 38 — Surah Al-Araf 7:38

(Yezdan ji wan ra aha) gotîye: "Hûn di nava wan komên; ku di berya we da ji meçêtir û kesan borîne, bikebine nava agir." Çiqa komek ketibe (agir, ewê komê) li wê koma xûşka xweya (borî), deherandin kirîye. Di gava ku hemûşk (di dojê da) dicivin, ewanê paş hatîye wan ji bona ser koçên xwe ra (aha) gotine: "Xudayê me! Evanê hanê nabûn bi rastî ewan em ji rêya rast derxistibûn, îdî tu ji bona wan ra ji agir şapateke ducarî bide." (Yezdan aha) dibêje: "Ji bona hemûşkan ra jî (ji şapata agir) ducarî heye, lê hûn pê nizanin

Verse 39 — Surah Al-Araf 7:39

Û serkoçên wan jî, ji bona paş (koçên wan ra aha) gotine: "Bi rastî ji bona we ra li ser me tu mezinayî û rûmet tune ye, îdî hûn jî ji bona wê keda we kirî şapatê çeşne bikin (ka çane)

Verse 40 — Surah Al-Araf 7:40

Bi rastî ewanê ku berateyên me dane derewdêrandinê û ji bawerya bi wan poz bilind kirine (bi wan beratan bawer ne kirine) hene! Ji bona wan ra derê ezmanan venabe heya pîlete-coban di qulika derzîyê da derbas nebe ewan nakebine bihiştê. Û em bi vî awayî gonehkaran celat dikin

Verse 41 — Surah Al-Araf 7:41

Ji bona wan ra ji doja hilopîtik da çincil û li ser wan da jî (ji agir) perde hene. Em bi vî awayî cewrkaran celat dikin

Verse 42 — Surah Al-Araf 7:42

Û ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Şixwa hevrîyên bihiştê evan in, evan in ku di bihiştê da her dimînin. Em ji bona her canekî ra ji pêştirê hêza wî fermana wî bikirina qencîyan nakin

Verse 43 — Surah Al-Araf 7:43

Û me ji dilê wan hemû tiştên, ku kovanî dikin rakirîye, di binê (ewra wan da) çem dikişin. Ewan (bihiştîyan di wê gavê da aha) gotine: "Ew Yezdanê, ku em li bal van qencîyan da anîne heye! Çiqa sipazî hene, hemî ji bona wî ra ne, heke Yezdan em li bal (van qencîyan) ne anîbûnan şixwa em bi xweber li bal (van qencîyan da) ne dihatin. Bi sond! Pêxemberên Xudayê me, bi maf û bi rastî hatine (gotinê wan rast bûye). Û (ji bona wan ra aha tê) gazîkirinê: "Ewa bihişta ku we bi kirinê xwe ji bona xwe ra xistîye mîrat, eva ye

Verse 44 — Surah Al-Araf 7:44

Û havalên bihiştê li bal hevalên agir da (aha) gazî kirine: "Gelî dojewîyan! Bi rastî çi tişta ku Xudayê me ji bona me ra peyman dabû, em bi mafî rast hatin, îdî gelo hûn jî rastê wê (şapata) ku Xudayê we ji bona we ra peyman kiribû bi mafî rast hatin?" (Ewan hevalên agir aha) gotine: "Erê! (Em rast hatin; peymana wî bi mafî rast e)." Îdî di nava wan herdu desteyên (hevalên bihiştî û agir da aha) tê bangdanê: "Deherandina Yezdan li ser wanê cewrkar be

Verse 45 — Surah Al-Araf 7:45

Ewanan, ew kes in ku merivan ji rêya Yezdan didane para da û divan, ku ewê rê li ber merivan xar bikin. Şixwa ewan bi xweber bi dan û gavê para da jî bawer nakin

Verse 46 — Surah Al-Araf 7:46

Û di nava wan herdu (hevalên bihiştî û dojê da) perdek heye; li ser pisporêyayê (di nava wan herdukan da) mêrên wusa hene! Ewan (bihiştî û dojewîyan) hemûşkan jî bi rûçikê wan nas dikin (ewan mêran aha) gazî hevrîyên bihiştê kirine: "Selam li we be (xwazîyên xweş ji bona we ra be). Evan (meran) hêj ne ketibûne (bihiştê) lê ewan divan, ku îdî herne bihiştê

Verse 47 — Surah Al-Araf 7:47

Û di gava ku berê wan meran li alîyê hevalên dojê da hatîye fetilandinê (ewan dîtine aha) gotine: "Xudayê me! Tume bi wan komalê cewrkar ra negerîne

Verse 48 — Surah Al-Araf 7:48

Û hevalên li ser pisporêya (ku di nava bihişt û dojê da hene) gazî hinek mêrên dojewî kirine; (ewan hevalan evan mêran bi rûçikê wan nas dikin, aha ji wan ra) gotine: "(Hûn dibînin) ku qe koma we û quretîya we, hûn ji şapatan nedane paradanê

Verse 49 — Surah Al-Araf 7:49

Mezinê filan ewan bihiştîyan dane nîşanê hev, ji hev ra aha gotine:" Ewanê, we sond dixwar ku ji bona van ra ji Yezdan qe tu dilovînî nagîhije wan, evan bihiştîyan nînin?" Îdî hûn bikebine bihiştê tu tirsa (ji şapatdan) û mirûzîya (ji kêm xelatdanê) li ser we tune ye

Verse 50 — Surah Al-Araf 7:50

Û hevrîyên agirî gazî hevrîyên bihiştî kirine (aha ji wan dilxwazî kirine): "Hûn (gelî hevrîyên bihiştê) hinekî ji ava xwe, ya jî hûn hine ji wan rozîyên, ku Yezdan bi dilikî daye we li ser me da biherikînin." Hevrîyên bihiştê (ji wan hevrîyênê agirê bawarkar ra aha) gotine: "Bi rastî Yezdan ewan herduk jî li ser filan ne durist kirine

Verse 51 — Surah Al-Araf 7:51

Ewan filan "ol"a xwe xistine dilxwazî û leyîztik. Bi rastî jîna cîhanê ewan xapandibûne. Îdî ewan ça rasthatina van royên xweyên hanênan bîrva kiribûn di îro da jî emê ewan bîrva bikin; ewan bi zanîn bi berateyên me bawer ne dikiribûn

Verse 52 — Surah Al-Araf 7:52

Û bi sond! Me ji wan ra pirtûkeke wusa li ser zanînû daveker anîye, ewa pirtûka ji bona komalê ku bawer dikin, beled û dilovîn e

Verse 53 — Surah Al-Araf 7:53

Qey ewan (filan) hey hêvîya paşî gotina wê pirtûkê dikin (ka gelo peymanên wê pirtûkê ji xelat û celatan rast e ya ne rast e)? Di gava ku ewa roya (xelat û celatan) tê, ewanê ku hêj berê da eva roya hanê bîrva kiribûne (aha) dibêjin: "Bi sond! Li bal me da pêxemberên Xudayê me bi mafî hatibûne (maf anîbûne). Îdî gelo ji bona me ra tu mehder tune ne, ku ji bona me ra mehderî bikin? Ya jî gelo ji bona me ra paraçûn tune ye, ku em karên ji pêştirê van karên me kirî, bikin (yanî bawer bikin û qencîyan bikin)? "Bi sond! ewan zîyana xwe kirine û ewan tiştên ku ewan (goman dikirin; evan tiştan wê mehderya wan bikin) li ber (çavê wan) wunda bûne

Verse 54 — Surah Al-Araf 7:54

Bi rastî Yezdanê ku ezman û zemîn di şeş danan da afirandîye, paşê jî arş (mana) hildaye binê hêza xwe, ewa Xudayê we ye û ewa Yezdana royê bi şevê dide tarî kirinê; Ewa şeva ku qe nahewe, bi lez royê (digire tarî dike; herduk qe ji hev venabin) û ewî roj û hîv û sitêrk hemûşk bi ser nermî hildaye binê burha xwe. Hûn hişyarbin! Bi rastî afirandin û ferman bi xweber jî hey ji bona wî ra ne. Yezdanê Xudayê cîhanê pîroz e

Verse 55 — Surah Al-Araf 7:55

Hûn bi zarî û bi dizî lava ji Xudayê xwe bikin. Bi rastî (hûn bizanin!) ku Yezdan ji wanê ji tixûbê xwe diborin hez nake

Verse 56 — Surah Al-Araf 7:56

Û hûn ji piştî aştîya di zemîn da heyî, di zemîn da tevdanî nekin, hûn bi tirsî û bi dilxwazî perestîya wî bikin. Bi rastî (hûn bizanin!) ku dilovanîya Yezdan nêzîkê qencîkara ne

Verse 57 — Surah Al-Araf 7:57

Ewê di berya dilovanîya xwe da "ba" yê bi mizgînvanî dişîne heye! (Ewa Yezdan e). Di gava ku ewan ewran hêdî hêdî bi bariştan giran dibin (emê wan ewran li bal wî welatê) mirî da dişînin, îdî em bi wan ewran avê dihênirînin, emê wî welatê (ku ji bê avî mirîye) zinde dikin û em bi wê (avê)

Verse 58 — Surah Al-Araf 7:58

ji hemû ber û hêşnayan derdixin. Herwuha em miryan jî zinde dikin (derdixin) dibe, ku hûn bi rastî evan şîretan bîra xwe bînin (ji wan hiş hildin). 58.58Û ewa welatê, ku xwelîya wî tîtal e bi destûra Xudayê wî hêşînayên wî derdikebin û ewa welatê, ku welîya wî tirlêçe hêşnaya wî hey bê wec derdikebe. Em bi vî awayî beratan ji bona wî komalê, ku sipazî dikin vedikin

Verse 59 — Surah Al-Araf 7:59

Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da (bi pêxemberî) şandîye, îdî (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn ji Yezdanê (bi tenê ra) perestî bikin, ji pêştirê wî ji bona we ra tu yezdan tune ne. Bi rastî ez ji bona we ji şapata roya mezin ditirsim (ku bi we da were)

Verse 60 — Surah Al-Araf 7:60

Destekî ji mezinanê komalê wî (aha) gotine: "Bi rastî (Nûh)! Em te di rê wundabûneke xûyayî da dibînin

Verse 61 — Surah Al-Araf 7:61

(Nûh aha pisyara wan daye) gotîye: "Gelî komalê min! Bi min ra tu rê wundabûn tune ye, lê ez ji Xudayê cîhanê (li bal we da bi pêxemberî) hatime şandinê

Verse 62 — Surah Al-Araf 7:62

Ez ji bona we ra niqandinên Xudayê xwe dibêjim û ez ji bona we ra şîretan dikim û tişta ku hûn li bal Yezdan pê nizanin, ez ji we çêtir dizanim

Verse 63 — Surah Al-Araf 7:63

Qey ku mêrekî ji we ji bona ku we (bi şapatdana) Yezdan, bi wan biryarên ku ji Xudayê we hatîye bide hişyarkirinê, ji bo ku hûn xwe ji kirina gonehan biparisînin, hûn sodret dibin? (Heke hûn xwe ji gonehan biparisînin) bi rastî hêvî heye ku hûn bêne dilovînkirinê

Verse 64 — Surah Al-Araf 7:64

Îdî ewan (komalê Nûh) Nûh dane derewdêrandinê, me jî Nûh û hevalên wî di keştîyê da fereste kirin û me ewanê ku berateyên me dane derewdêrandinê (di avê da) dane fetisandinê. Bi rastî ewan komalekî kor bûne

Verse 65 — Surah Al-Araf 7:65

Û (me) li bal (komalê) Ad da jî birayê wanê Hûd (bi pêxemberî şandîye. Hûd ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin, loma ji bona we ra ji pêştirê (Yezdanê babetê perestîyê) tu yezdanên mayî tune ne. Qey hêj hûn îdî xwe di hatina hemberya (Yezdan) da naparisînin

Verse 66 — Surah Al-Araf 7:66

Destekî ji mezinanê fileyên ji komala (Hûd aha pisyara Hûd dane): "Bi rastî em te dibînin, ku tu dîwaneyî û bi rastî em goman dikin, ku tu ji wanê derewgerî

Verse 67 — Surah Al-Araf 7:67

(Hûd pisyara wan aha daye) û gotîye: "Gelê min! Bi rastî bi min ra tu dîwanetî tune ye, lê ez pêxember im, ji Xudayê cîhanê (li bal we da hatime şandinê)

Verse 68 — Surah Al-Araf 7:68

Ez biryarên Xudayê xwe ji bona we ra radigîhim û ez bi xweber jî ji bona we ra şîretvanekî ewle me

Verse 69 — Surah Al-Araf 7:69

Qey ji bona ku biryarên ji Xudayê we, li ser mêrekî ji we, ji we ra hatîye, ku ewa (mêrika jî) wê bi wan biryaran hişyar bike (ku hûn xwe ji gonehan biparisînin) hûn sodret dibin? Û hûn biponijin: Ewê gava ku (Yezdan) ji piştî komalê Nûh, hûn xistibûne şûnmayî ya (wan) û di afirandinê da hêj hûn ji wan bi hêz û meztir (afirandine). Îdî hûn qencîyên Yezdan bîra xwe bînin, bi rastî hêvî heye ku hûn (ji şapatan) fereste bibin

Verse 70 — Surah Al-Araf 7:70

(Ewî komalî ji Hûd ra aha) gotine: "Qey (Hûd) tu hatîyî bal me da ji bo ku em ji Yezdan bi tenê ra perestî bikin û em dest ji wan tiştên ku bav û bapîrên me ji wan ra perestî dikirin, berdin? Îdî heke tu di doza xwe da rastî, ka ewa şapata ku tu ji bona me ra peyman dikî, bîne

Verse 71 — Surah Al-Araf 7:71

(Hûd ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî ji Xudayê we bi ser we da şapateke sik û xeşim ketîye. Hûn ça bi min ra tekoşînê di mafê wan navên, ku we û bav û bapîrên xwe hildane, dikin? Qe Yezdan bi xweber ji bona wan tu berateyên bi hêz jî ne hinartine. Îdî hûn hêvîya hatina (wan şapatan) bikin, bi rastî ezê jî bi we ra bibme ji wanê hêvîdar

Verse 72 — Surah Al-Araf 7:72

Îdî (gava ku şapat bi wan da hatîye) me jî (Hûd) û ewan nedîmên (bi Hûd ra hebûne ji wan aşîtan) bi dilovanîke ji me, fereste kirin, me dû va wanên, ku berateyên me didane derewdêrandinê birîye û şixwa ewan bawer ne dikiribûne

Verse 73 — Surah Al-Araf 7:73

Û (me) li bal (komalê) Semûd da, birayê wanê Salih (bi pêxemberî şandîye, Salih ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn (hey) perestîya Yezdan (bi tenê) bikin, ji bona we ra ji pêştirê wî tu (yezdanê babetê perestîyê) tune ye. Bi rastî ji Xudayê we li bal we da berateyên xûyayî hatine. Eva deva hanê deva Yezdan e, ji bona we ra beratek e, îdî hûn dest ji wê devê berdin, ji bo ku ewa deva di zemînê Yezdan da biçêre û hûn tu sikatîyê bi wê devê nekin, ji bo ku şapateke dilsoz bi we da neyê (we negire nava xwe da)

Verse 74 — Surah Al-Araf 7:74

Û hûn (gelê min!) Ewê gava ku (Yezdan) hûn ji piştî (komalê) Ad (di zemîn da xistibûne) şûnmayî û ewî hûn di zemîn da êwirandine, bîra xwe bînin. Hûn (ji bona êwra xweya zivistanê) di destê zemîn da koşkan (ava dikin) û (ji bona êwra xweya havînê jî) çîyan dikolin xanîyan çê dikin, îdî hûn qencîyên Yezdan bîra xwe bînin û hûn ji bona, ku di zemîn da tevdanî bikin li bal hev da nerevin

Verse 75 — Surah Al-Araf 7:75

Ewê desta ji komalê (Salih) e ku bi mezinayî xwe qure dikirin, ji bona wanê bê hêzên xweyên ku (bi Salîh bawer kirine aha) gotine: "Qey hûn dizanin, ku Salih ji Xudayê xwe (bi pêxemberî) hatîye şandinê?" (Ewan bê hêzan aha) gotine: "(Erê wusa ne!), Ewanê ku (bi wan berateyên bi Salih ra) hatine şandinê bawer dikin hene! Bi rasti em ji wan in

Verse 76 — Surah Al-Araf 7:76

Ewanê quretî dikiribûne (ji bona bawergeran ra aha) gotine: "Bi rastî em bi wê tişta, ku we bi wê bawer kirîye, bawer nakin

Verse 77 — Surah Al-Araf 7:77

Îdî Ewan serê deva mê jê kirin û ewan ji fermana Xudayê xwe derketin û (ewan ji bona Salih ra aha) gotine: "Salih! Ka heke tu bi rastî ji pêxemberanî, îdî tu ewê (şapata) ku ji bona me ra hatina wê peyman dikî, ji me ra bîne

Verse 78 — Surah Al-Araf 7:78

(Ji vê xwastina wan) ewê hejê bi wan girtîye, îdî ewan di xanîyê xwe da li ser çokan ketine mane

Verse 79 — Surah Al-Araf 7:79

Îdî (Salih) berê xwe ji wan fetiland (aha) gotîye: "Gelê min, bi sond! Min biryarên Xudayê xwe ragihandine we û min ji bona we ra şîret kirin û lê hûn ji şîretvanan hez nakin

Verse 80 — Surah Al-Araf 7:80

Û me (Lût jî li bal koma wî da bi pêxemberî şandîye, Lût) di gavekî da ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye:" Gelê min! Hûn ça ewê tolîya, ku tu kesekî ji cîhanê ne kirîye, dikin

Verse 81 — Surah Al-Araf 7:81

Hûn bi rastî jinan dihêlin, li bal mêran da bi dilxwezî tûş dibin. Bi rastî hûn komalekî destbela ne

Verse 82 — Surah Al-Araf 7:82

Û pisyara komalê (Lût) hey eva bûye; (ji hev ra aha) gotine: "Hûn (Lût û desta wî) ji gundê xwe derxin, loma bi rastî ewan kesan paqij in

Verse 83 — Surah Al-Araf 7:83

Îdî me jî (Lût) û malînê wî ji pêştirê jina wî (ji şapatê) fereste kirin. Ewa (jinika) ji wanê para da mayî bûye

Verse 84 — Surah Al-Araf 7:84

Û me li ser wan da barişteke wusa barand. Îdî tu mêze bike ka encama wanê nûsîtemkar ça bûye

Verse 85 — Surah Al-Araf 7:85

Û me li bal (komalê welatê bi nav) Medyenê ra jî birayê wanê Şu´eyb (bi pêxemberî şandîye. Şu´eyb ji wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn hey ji Yezdan (bi tenê ra) perestî bikin. Bi rastî ji bona we ra ji pêştirê wî, tu yezdanê (babetê) perestîyê tune ne. Bi rastî berateyên xûyayî ji Xudayê we, bal we da hatîye, îdî hûn pîvan û kêşnê xwe (bi rastî) pêk bînin û hûn (di pîvandin û kêşan da) di tiştê merivan da zîyana wan nekin û hûn ji piştî aştîya ku di zemîn da bi cîh hatîye, dîsa (komalê zemîn) bi tevdanî tev hev nekin. Heke hûn bi rastî merivên bawerger bin, evan (şîretan) ji bona we ra çêtir in

Verse 86 — Surah Al-Araf 7:86

Û hûn (gelê min!) ji bo ku hûn bi tirsdanan û peymanan bidne merivan, ewan ji rêya Yezdan xar bikin, ewanê bi Yezdan bawer kirine (rêya Yezdan ji wan ra bi xarî bidne nîşanê wan) li serê hemûşk rêyan rûnenên. Û hûn (gelê min!) ewî danê ku hûn hindik bûn (hêza we tune bû) îdî Yezdan hûn pir kirin (hûn hêzdar kirin) bîra xwa bînin. Û hûn (gelê min!) mêze bikin: ka encama wanê tevdanok ça bûye

Verse 87 — Surah Al-Araf 7:87

Heke (gelê min!) destekî ji we bi wan biryarên, ku ez bi wan (biryaran bi pêxemberî) hatime şandinê, bawer kiribin û destekî jî ji we bi wan bawer ne kiribin, îdî hûn binivin, heya ku Yezdan di nava me da berawanî bike. Şixwa (Yezdan) bi xweber jî qenctirê berewana ne

Verse 88 — Surah Al-Araf 7:88

Ewê desta mezinanê ji komalê (Şu´eyb) ku xwe qure dikirin (pisyara Şu´eyb aha dane û) gotine: "Şu´eyb! Bi rastî emê te û ewanê bi te ra bawer kirine, ji gundê xwe derxin, ya jî hûnê dîsa werne "ol" a me (dîn)." (Şu´eyb) gotîye: "Heke em ji "ol" a we bêzar bin jî (hûnê dîsa têkilê me bibin)

Verse 89 — Surah Al-Araf 7:89

Bi sond! Heke ji piştî ku Yezdan em ji "ol" a we fereste kiribin, dîsa em bifetiline "ol" a we, di wê gavê da em bi vir derewan davêjine Yezdan. Heke Yezdanê Xudayê me para zivirandina li bal "ol" a we da nevê, ji bona me ra para zivirandin qe çê nabe. (Zanîna) Xudayê me hemû tişt hildaye nava xwe me hey xwe hispartîye Yezdan. Xudayê me! Tu di nava me û di nava komalê me da (di wî tişta ku em têda tekoşînê bi hev ra dikin) rastîya wî derxe û tu bi xweber jî qenctirê ferestekaranî

Verse 90 — Surah Al-Araf 7:90

Û ewê desta mezinanê ji komalê (Şu´eyb) ku file bûne (aha) gotine: "Bi sond (gelê me!) heke hûn bibne peyrewê Şu´eyb, hûn di wê gavê da zîyan dikin

Verse 91 — Surah Al-Araf 7:91

Îdî ji piştî (van şîretan) ewa şapata lerzandinê bi wan girt, ewanan bi qerefîzikî li ser çokan di xanîyê xwe da mane

Verse 92 — Surah Al-Araf 7:92

Ewanê ku Şu´eyb dabûne derewdêrandinê hebûn! Te digo qey ewan (di xanîyên) xwe da şahî û geşî ne dîtine. Ewanê ku Şu´eyb dabûne derewdêrandinê hebûne! Ewan bi xweber zîyan kirine

Verse 93 — Surah Al-Araf 7:93

Îdî (Şu´eyb) pişta xwe daye wana (aha) gotîye: "Gelê min! Bi sond; min ewan biryarên ku Xudayê min şandibûn, ragihandîye we (ji bona we ra gotîye) û min ji bona we ra şîret kiribûn, îdî (ji piştî van kirinan) gelo ezê ça li ser komalekî file kovanê bikim

Verse 94 — Surah Al-Araf 7:94

Û me çiqa pêxemberek şandibe (welatekî) hey me (ewa welat û komalê wî) bi tirs û xelayanên (ku me bi wan da anîye) girtîye, ji bo dibe ku ewan (komalan) lava bikin (ji wan kirinên xwe poşman bibin)

Verse 95 — Surah Al-Araf 7:95

Paşê me (temtêla wan) guhurand; me di şûna sikatîyan qencî dane wan, heya ewan (ji wan tengayan) fereste bûne û (aha) gotine: "Bi sond! Bi bav û bapîrên me da jî tengasî û firetî (mirûz û şayî) hatibûye (ewan jî evan royên hanênan dîtine)." Îdî (ewan bi van dilxwazîyan mane, hemû tişt bîrva kirine) haja wan qe ji wan ne maye, me ewan nişkê va (bi şapatan) girtin

Verse 96 — Surah Al-Araf 7:96

Û heke (komalê wan welatan) bawer kiribûnan û (xuda)parizî kiribûnan, meyê jî bi rastî li ser wan da (deêe) pir kirina ji ezman û zemîn vekira û lê ewan (di şûna bawerîyê da) derewdêrandin ji xwe ra girtin, îdî me jî bi sedema keda ku ewan kiribûn, ewanan bi (şapatan) girtin

Verse 97 — Surah Al-Araf 7:97

Îdî qey (komalê wan welatan) bi xwe ewle dibin, ku şapata me di şev da ewan raketibin bi wan da neyê

Verse 98 — Surah Al-Araf 7:98

Ya jî (komalê wan welatan) bi xwe ewle dibin, ku ewan di danê taştê da bi xweber bileyîzin (haja wan bi wan ne mîne) şapata me bi wan da neyê

Verse 99 — Surah Al-Araf 7:99

Îdî qey (ewan komalê wan welatan) ji xaxê Yezdan ewle bûne (ku îdî nakebine defika Yezdan)? Ji pêştirê wan komalê ku zîyana xwe kirine, qe tu kes ji xaxê Yezdan ewle nabe

Verse 100 — Surah Al-Araf 7:100

Qey hêj (ewan şapatên ku bi serê wanê borî da hatibûne) ji bona vanê; ji piştî komalên (zemînê ku hatibûne şapatdanê) bûne ûrta zemîn (bûyera borî ji wan ra nebûye rêber)? (Hêj ewan nizanin) heke em bivên (ewan şapat bikin) em dişên, ku ewan bi gonehê wan (şapat bikin) û em dikarin li ser dilê wan duruf daynin, îdî ewan bi xweber ji qe ne bihên

Verse 101 — Surah Al-Araf 7:101

Ewan welatên ku em hinekî ji bûyere wan ji te ra dibêjin hene! Evanan ew in. Bi sond! Pêxemberên wan bi berateyên xwûyayî va hatibûne bal wan, lê ji ber ku ewan (pêxember ne xwe) hêj di berê da dabûne derewdêrandinê, îdî ewan nikarbûne bi wan derewdêrandinê xwe bawer bikin. Bi vî awayî Yezdan li ser dilê filan duruf dike

Verse 102 — Surah Al-Araf 7:102

Û em ji bona pirên (wan komên borî ra) rastê tu peyman girtekî ne hatin, lê em rastê (wan koman) hatin, ku pirê wan ji rêya rast derketibûne

Verse 103 — Surah Al-Araf 7:103

Me paşê li pey wan da Mûsa bi berateyên xwe va, li bal Fir´ewn û koma wî da (bi pêxemberî) şandîye, îdî (Fir´ewn û rûsipîyên wî) bi berateyên me cewr kirine, îdî tu mêze bike ka encama wanê tevdanokger û (re derketokan) ça bûye

Verse 104 — Surah Al-Araf 7:104

Û Mûsa (aha) gotîye: "Fir´ewn! Bi rastî ez ji Xudayê cîhanê bi pêxemberî (li bal we da) hatime şandinê

Verse 105 — Surah Al-Araf 7:105

Babetê ku ez ji pêştirê maf û rastîyê qe tu tiştî li ser navê Yezdan nebêjim. Bi sond! Ez bi berateyên xwûyayî va ji Xudayê we (li bal we da bi pêxemberî) hatime, îdî tu zarên cihûyan bi min ra bişîne (welatê me, dest ji me berde)

Verse 106 — Surah Al-Araf 7:106

(Fir´ewn pisyara Mûsa daye, aha) gotîye: "Mûsa! Heke tu bi beratekî va (li bal me da) hatîyî û tu bi rastî (dibejî), ka îdî ewê (beratê) bîne (tu ji bona çi nivyaîyî)

Verse 107 — Surah Al-Araf 7:107

Îdî (ji piştî van gotinên Fir´ewn, Mûsa) gopalê xwe ji destê xwe berdaye, îdî wê gavê da (gopal) bûye zîhakî xwûyayî (maye)

Verse 108 — Surah Al-Araf 7:108

Û (Mûsa) destê xwe (ji paxila xwe) derxistîye, di wê gavê da (destê Mûsa) ji bona mêzevanan, ji sipîtayîyê (diçirûsî)

Verse 109 — Surah Al-Araf 7:109

(Ewê desta) rûsipîyên ji komalê (Fir´ewn aha) gotine: "Bi rastî eva (Mûsayê hanê) ançkerekî pir zana ye

Verse 110 — Surah Al-Araf 7:110

Ewa divê ku we ji welatê we derxe. Hûn îdî di hemberê wî da çi ferman dikin

Verse 111 — Surah Al-Araf 7:111

(Civata Fir´ewn bi pisyarî aha) gotine: "Tu Mûsa û bi birayê wî va bi hêvîdarî bide hewdanê û tu di welat da civînkaran bişîne

Verse 112 — Surah Al-Araf 7:112

Bira ewan (civînkaran) hemûşk ançkarên pirzan ji bona te ra bînin

Verse 113 — Surah Al-Araf 7:113

Gava ançkar hatine bal Fir´ewn (aha ji Fir´ewn pirsîne û) gotine: "Heke bi rastî em (di hemberê Mûsa da) ser va hatin; bi rastî ji bona me ra xelat hene: (wusa nîne)

Verse 114 — Surah Al-Araf 7:114

Fir´ewn ji wan ra bi pisyarî aha gotîye: "Erê! (Ji bona we ra xelat hene) û hûn bi xweber jî (di wê gavê da dibine) ji wanê nêzikê (min)

Verse 115 — Surah Al-Araf 7:115

Ewan (ançkaran ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! Îdî (di cara yekem da) tuyê (beratan) bavêjî, ya jî (di cara yekem da) em bi xweber in (pêşeyên xwe) davêjin

Verse 116 — Surah Al-Araf 7:116

Mûsa (bi pisyarî ji bona wan ra aha) gotîye: "Hûn (pêşeyên) xwe bavêjin." Îdî (ji piştî) ku ewan pêşeyên xwe avêtine, ewan çavê kesan jî dane ançkirinê, ewan meriv dane tirsandinê û ewan ançên mezin anîne

Verse 117 — Surah Al-Araf 7:117

Û me jî li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "Tu jî gopalê xwe bavêje." Îdî (ji piştî gava Mûsa ku gopalê xwe avêtîye) gopalê (Mûsa) ewa (pêşeyên ançkaran) digirt, (ya jî ewan mêze kirin, ku gopalê Mêsa ewan tiştên ewan aloze kiribûne, li ser wan da xwe bi lez davêje, ewan ançên) wan kirî, heman wunda dibin

Verse 118 — Surah Al-Araf 7:118

Îdî rastî derket (xûya bû) û ewan (ançên ku ewan aloze kiribûne pûç bûne)

Verse 119 — Surah Al-Araf 7:119

Îdî ewan di wura da ser berjêr bûne (bi vî awayî) ewan piçûk ketine

Verse 120 — Surah Al-Araf 7:120

Û ewan xwe bi kundetî berdane xwarê

Verse 121 — Surah Al-Araf 7:121

Û (ewan ançkaran aha) gotine: "Xudayê rastî me bi Xudayê cîhanê bawer kirîye

Verse 122 — Surah Al-Araf 7:122

Ewa Xudayê Mûsa û Harûn e

Verse 123 — Surah Al-Araf 7:123

Fir´ewn (di pisyara swan da aha) gotîye: "Hê di berya ku min ji bona we ra destûra (bawerîyê)ne dabû, we bi wî bawer kirîye! Bi rastî eva endezeke, ji bo ku hûn merivên welat ji welat derxin, we di bajar da kirîye. Îdî hûnê ji virha bizanin (ka bi serê we da ê çi were)

Verse 124 — Surah Al-Araf 7:124

Bi rastî ezê dest û pê we (çilo çep) bi rast û çep jê bikim û peşê ezê we li serê çiqilan da darda bikim

Verse 125 — Surah Al-Araf 7:125

Ewan (di pisyara Fir´ewn da aha) gotine: "Bi rastî şixwa emê li bal Xudayê xwe da bizivirin

Verse 126 — Surah Al-Araf 7:126

Û tu bi xweber jî, ji bo ku gava biryarên Xudayê me hatine bal me, em bi wan bawer dikin, ji me tûl hildî. Xudayê me! Tu li ser me da di hemberê van (aşîtan da) hewdanî vala bike û tu me bi misilmanî bimirîne

Verse 127 — Surah Al-Araf 7:127

Û desta rûsipîyên ji komalê, Fir´ewn (ji bona wî ra aha) gotine: "Qey tu dest ji Mûsa û ji komalê wî berdidê; ji bo ku ewan di zemîn da tevdanî derxn û dest ji te û ji Xudayê te berdin?" (Fir´ewn bi pisyarî aha) gotîye: "Emê bi rastî (wekî berya naha da dîsa) zarên wanê kurîn bikujin û emê jinên wan bi zindetî para da bihêlin (ji bona ku em ji wan jinan zarên diliqyê xebatkar hildin) û em bi xweber jî (li ser wan da) herçiqokerên bi hêz in

Verse 128 — Surah Al-Araf 7:128

Mûsa ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye: "Hûn (gelo min! Ji bona hildana van aşîtan) ji Yezdan arîkarî bixwazin û hûn (di hemberê cefa wan da) hew bikin. Bi rastî zemîn ji bona Yezdan ra ne, Yezdan ji bendeyên xwe ji kê ra bivê; ewî dixe mîratxurê zemîn. Û encam bi xweber jî ji bona yezdanpariza ne

Verse 129 — Surah Al-Araf 7:129

(Komalê Mûsa bi pisyarî ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Ewan (Fir´ewnîyan) hêj berya tu li bal me da ne hatibûyî, cefa didane me û ji piştî ku tu hatîyî jî dîsa cefa didine me." (Mûsa ji komalê xwe ra aha) gotîye: "Goman heye ku Xudayê we, neyarê we teşqele bike û (Xudayê we) we bixe şûnma, di zemîn da, îdî Xudayê we li we meze bike, ka hûn ça xebatê dikin

Verse 130 — Surah Al-Araf 7:130

Û bi sond! Ji bona ku Fir´ewn û hevalên wî evan qencîyên me bîra xwe bînin (ji wan kirinên xwe para da bizivirin) me bi salan ewan birçî kirin û me bi kemasîya rêça genim û berên daran ewan di xelayîyan da girtin

Verse 131 — Surah Al-Araf 7:131

Îdî di gava ku ji wan ra qencîyek hatibe; ewan (aha) gotine: "Evan (qencîyan di rûyê me da) ji bona me ra hatine." Û heke sikatîyek bi wan da hatibe, ewan (aha) gotine: "Evan ji nutûfa Mûsa û hevrîyên bi wî ra ne (loma bi me da hatîye)." Hûn hişyar bin! Bi rastî nutûfa wan li bal Yezdan e, lê pirê wan bi vê (nutûfê) nizanin

Verse 132 — Surah Al-Araf 7:132

Û (ewan ji bona Mûsa ra aha jî) gotîne: "(Mûsa!) Ji bona ku tu me ançk bikî, tu çiqas û kîngê ji bona me ra beratan bînî, hey îdî em bi te bawer nakin

Verse 133 — Surah Al-Araf 7:133

Îdî (ji piştî van şîretan ewan bi Mûsa bawer ne kirin) me jî li ser wan da berateyên cure û cureyên daveker: lê mişt û kûlî û sipî û beq û awxûn şandine. (Ji piştî hatina van beratan jî dîsa) ewan pozbilindî kirin (bi Mûsa bawer ne kirine) û bi rastî ewan komalekî gonehkar bûne

Verse 134 — Surah Al-Araf 7:134

Îdî di gava ku şapat bi ser wan da hat, ewan (ji Mûsa aha lava kirine) û gotine: "Mûsa! Tu ji bona me ra ji Xudayê xwe bi qedrê wan peymanên, ku ewî daye te lava bike, heke tu (evan) şapatan li ser me rakî bi rastî emê bi te bawer bikin û emê zarên cihûyan bi te ra (bi azadî) bişînin (welatê we)

Verse 135 — Surah Al-Araf 7:135

Îdî gava ku me li ser wan şapat, heya wî danê ku ewanê bi xweber bigîhêjin şapatê, rakirîye, ewanan heman ji peymana xwe para çûne

Verse 136 — Surah Al-Araf 7:136

Îdî (ji piştî ku ewan ji peyman xwe para çûne) me jî ji wan tûl hildaye. Ji bo ku bi rastî ewan biryarên me dabûne derewdêrandinê û ewan ji berateyên me bê agah bûn, me ewan di ro da fetisandin

Verse 137 — Surah Al-Araf 7:137

Û me ewa komalê (ku komalê Fir´ewn) ewan bê hêz kiribûne (ji xwa ra dane xebatê) di rojhilat û rojava wî zemînê ku me dora wî bi pîrozî xemilandîye û (xwarin u vexwarinê wî pir kirîye) xistine mîratxur û bi sedema hewa zarên cihûyan (di hemberê teşqeleyên Fir´ewnîyan da) peyva (peymana) Xudayê te bi qencî li ser zarên cihûyan pêk hatîye. Û me çi tişta Fir´ewn û komalê wî (ji koşk û avayên bilind ava kirine) hemûşk jî dêriz kirîye

Verse 138 — Surah Al-Araf 7:138

Û me zarên cihûyan ji deryayê borandin. Ewan (zarên cihûyanê heya hatine çûne bal wî komalê, ku ji bona wan ra hinek pût hebûne, ewî komalî li ser perestîya ji bona wan pûtan ra hew dikiribûne. (Komalê Mûsa ji Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! (Ka binhêre, gelo çi dibe) ku tu jî ji bona me ra hinek yezdanan bigrî, ça ji bona wan ra yezdanên (Lap) hene." Mûsa (di pisyara komalê xwe da aha) gotîye: "Bi rastî hûn komalekî wusa nin, bi xweber xwe davêjine nezanîyê

Verse 139 — Surah Al-Araf 7:139

Evan tiştên ku ewa komala ji wan ra (perestî dikin) hene! (Bi "ol" a xwe va) dêriz bûne û tişta ku ewan, dikin ewa bi xweber jî pûç e

Verse 140 — Surah Al-Araf 7:140

(Mûsa ji wan ra aha jî) gotîye: "Ka, ezê bi çi awayî ji pêştirê wî Yezdanê, ku ewî hûn li ser hemû cîhanê paydar kirine, ji bona we ra yezdanekî mayî bivêm

Verse 141 — Surah Al-Araf 7:141

Û (gelî zarên cihûyan! Hûn ewan) gavê ku me hûn ji komalê Fir´ewnê, ewanan hûn bi sikê şapatan, şapat dikirin, fereste kirîye, bîra xwe bînin. Ewan (komalan) zarên weyên kurîn dikuştin û jinên we para da bi zindî dhîştin. (Hûn dizanin, ka evan kirinan çiqa zor in?) Û di vî da jî ji bona we ra ji Xudayê we aşîteke mezin hebûye

Verse 142 — Surah Al-Araf 7:142

Û me (ji bona perestîya xwe) ji Mûsa ra sî şev peyman daye û (ji bona pêkanîna biryaran) me deh şevê dinê jî, peyweste kirîye. Îdî rawen da Xudayê te ji bona Mûsa ra çil şev pêk hatîye. (Ji piştî ku wê Mûsayê biçûya bal Xudayê xwe, Mûsa) ji bona birayê xweyê Harûn ra(aha) gotîye: "Tu! Li pey min da di şûna min da di nava komalê min da bibe şûnmayî min û tu (di nava wan da) aştîkarî bi cîh bîne û tu nebe peyrewê wanê tevdanok in

Verse 143 — Surah Al-Araf 7:143

Îdî di gava ku Mûsa (di wî danê radewanî da) hatiye bal me û Xudayê wî bi wî ra mijûl bûye. Mûsa (aha) gotîye: "Xudayê min! Xwe bide nîşanê min; ji bo ku ez li bal te da mêze bikim." Xuda ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Bi rastî tu min nabînî; lê tu li bal çîyê da mêze bike, heke çîya di şûna xwe da hewya, îdî dibe ku tu min bibînî. Ji piştî ku Xudayê wî xwe daye nîşanê çîya, îdî çîya wusa belav bu (te digot qey) hirya jenîye, maye û Mûsa bi xweber jî bi xwe va çûye. Îdî gava ewa bi xwe va hatîye ewî (aha) gotîye: "Bi rastî (Xuda)! Ez te ji hemû kemayan paqij dikim, ez (ji wan gotine xwe) li bal te da poşman bûme û ewanê ku di cara yekem da bi te bawer kirine hene! Ez ji wan im

Verse 144 — Surah Al-Araf 7:144

(Xuda ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Mûsa! Bi rastî min bi pêxemberêya xwe (ku min ji bona te ra Tewrat daye) û bi axiftina xwe ye bi te ra, tu li ser kesan hêlbijartîyî. Îdî tu (ewan biryarên) ku min daye te hilde û tu bibe ji wanê sipaskar

Verse 145 — Surah Al-Araf 7:145

Û me ji bona (Mûsa ra) di rûperê (Tewratê da) hemû tişt bi şîretî û vekirina hemûşk (biryaran) nivîsîye (me ji bona wî ra aha) gotîye: "(Mûsa! Tu ewan biryar û şîretan) bi hêz bigire û (tu) fermana komalê xwe jî bike; ji bo ku ewan qencê wan biryaran bigirin (wekî wan fermanan perestî bikin. Bi rastî ezê di nêzîk da xanî (û welatê) wanê ji rê derketî bidime nîşanê we (ka min ça welatê wan dêriz kiriye)

Verse 146 — Surah Al-Araf 7:146

Di nêzîk da ezê ewanê ku di zemîn da bê mafî quretî dikirin (zanîna) biryarên xwe ji wan bifetilînim. Û heke ewan hemûşk beratan jî bibînin, dîsa ewan bi wan beratan bawer nakin. Heke ewan rêya rast bibînin jî, dîsa ewan ewê rêya rast ji xwe ra bi rêtî nagirin. Heke ewan rêya (pelîd) bibînin, heman ewan ewê rêya (pelîd) ji xwe ra bi rêtî digirin. Bi sedema ku ewan, evan berateyên me ne (ji wan ra hatibûn) dabûne derewdêrandinê û ewan bi xweber jî (ji wan beratan) bê agah bûne evan aha ji rê derketine

Verse 147 — Surah Al-Araf 7:147

Ewanê ku berateyên me û rasthatina di danê para da dane derewdêrandinê hene! Kirinê wan şewitîye. Ewanan hey bi keda kirinê têne aşîtkirinê

Verse 148 — Surah Al-Araf 7:148

Û komalê Mûsa ji piştî (gava Mûsa çûye ji bona wî danê radewanîya Xudayê xwe ) ji xişrê xwe tokela golikekî (bi xudatî ji xwe ra girtine) ji bona tokela wê (golikê ra) dengek hebûye. Qey ewan nabînin, ku ewa (golika) bi wan ra naaxive û ji wan ra qe tu rêkî jî nade nîşandanê? Ewanan, ewa (golika ji xwe ra) bi xudatî girtine, ewanan cewr kirine

Verse 149 — Surah Al-Araf 7:149

Û di gava (ji poşmanîya wan, ewan armancê wan pelişî) kete destê wan û ewan dîtin, ku bi rastî ewan rêya rast wunda kirine. Ewanan (aha) gotine: "Bi sond! Heke Xudayê me li me dilovanî neke û nûsîtemên me ji bona me ra nebaxişîne, bi rastî emê bibne ji wanê zîyan kirine

Verse 150 — Surah Al-Araf 7:150

Û di gava ku Mûsa (ji wî radewana xweya bi Xuda ra) fetilya hatîye bal komalê xwe, bi hêrs û kovanî (ji komalê xwe ra aha) gotîye: "We ji piştî min çiqa şûnmayeke sik kirîye! We lez kir; (hêvîya) ku ez bi fermanê Xu- dayê we va (li bal we da bizivirim) neman. Û Mûsa (rûperên Tewratê) avêt bi serê (birayê xweyê Harûn) girtîye li bal xwe da (bi hincirandin) kişandîye. (Birayê wî; Harûn ji bona wî ra bi pisyarî aha) gotîye: "Kurê dîya min! Bi rastî komal ez bê hêz kirim û nêzîk bûn ku min bikujin, îdî tu neyaran bi min nede kenandinê û tu min ji vî komalê cewrkar nehijmire

Verse 151 — Surah Al-Araf 7:151

(Mûsa ji Xuda aha lava kirîye û) Gotîye: "Xudayê min! Tu min û birayê min bibaxişîne û tu me herdukan bixe nava dilovanîya xwe. Bi rastî her tu î dilovanê dilovînan

Verse 152 — Surah Al-Araf 7:152

Bi rastî ewanê ku golik (ji xwe ra bi xudatî) girtine hene! Wê di nêzîk da ji Xudayê wan, bi wan da xeşmekî were û wê riswabûneke di jîna cîhanê da bi wan bigire. Bi vî awayî em virekan celat dikin

Verse 153 — Surah Al-Araf 7:153

Û ewanê ku karê sikatî kirine, paşê ji piştî (sikatîyê) poşman bibin û bawer bikin hene! Bi rastî Xudayê te ji piştî van (kirin û poşmanîyan, ji bona wan ra) baxişkarê dilovîn e

Verse 154 — Surah Al-Araf 7:154

Û di gava hêrsa Mûsa danîye, îdî Mûsa (rûperên Tewratê) hildaye di nivisandina (rûperan da eva) hebûye; (evan rûperan) ji bona wanê ku ewan hey ji bona Xudayê xwe (xwe ji kirina gonehan) diparisînin, rênîşan û dilovînek e

Verse 155 — Surah Al-Araf 7:155

Û Mûsa ji komalê xwe (ji bona wî danê radewanî, ku Xuda ji bona baxişandina gonehê wan peyman dabûye) heftê mêr, hêlbijartîbûye. (Îdî gava ewan hatibûne, ewan ji mijûlya Mûsa û Xuda hêj pirtir aha gotine: "Heya em Yezdan berçavî nebînin, em bawer nakin.") Ji piştê vê hejeke bi tirse wusa ewan girtine (ewan ji tirsa ji xwe va çûne. Mûsa aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Heke te biva, teyê hêj di berya naha da ewan bi tevê min va teşqele bikirinan; qey tuyê me bi wan kirinê evsenên ji me teşqele bikî? Eva (teşqela hanê) hey ceribandina te ye. Tu bi wê ceribandina xwe ji ber hinekan rêya xwe wunda dikî û tu evînê xwe jî bi wê ceribandinê tînî rêya rast. Serkarê me hey tu î, îdî tu (evan sikatîyên me) ji bona me ra bibaxişîne û tu li me dilovanî bike û tu bi xweber jî qenctirê baxişkaranî

Verse 156 — Surah Al-Araf 7:156

Û tu di vê cîhanê da ji bona me ra qencîyan binivîse û di danê parada jî (qencîyan binivîse) bi rastî em (di rêya rast da) li bal te da hatine." (Xuda di pisyara Mûsa da aha) gotîye: "Ez kîjanî bivêm, ewî rastê şapata xwe tînim û dilovanîya min bi xweber jî hemû tişt hildaye nava xwe da. Ez ji bona wanê ku xudaparizî dikin û baca (malê xwe) didin û ewanê ku (bi van salixan) bi berateyên me bawer dikin, îdî (dilovanîya xwe) dinivîsim

Verse 157 — Surah Al-Araf 7:157

(Ewanê ku ezê dilovanîya xwe ji bona wan ra binivîsim hene!) Ewan di Tewrat û Încîla li bal xwe da rastê (salaxê) wî pêxemberê (ku di cara yekem da ji wî komalê hatîye şandinê) hatine ku nivîsandîye awil bûne peyrewê wî pêxemberî. Loma ewa (pêxembera fermana wan bi qencîyan û parisandina wan ji sikatîyan dike û ji bona wan ra tiştên paqij durist dike û tiştên qirêj jî li ser wan ne durist dike û barê wanê giran li ser wan radike û ewan bend û zincîrên ku ewan pê hatibûne girêdanê jî (yanî ewan xwarin û vexwrinên, ku ewan cihûyan bi xweber li ser xwe qedexe kiribûne; ewa ewan qedexan li ser wan radike). Îdî ewanê ku bi wî (pêxemberî) bawer kirine û ewanê ewa ji xwe ra mezin girtine û arîkarya wî kirine û bûne peyrewê wê ruhnaya ku bi wî (pêxemberî ra) hatîye hinartinê hene! Evan bi xweber in, hey fereste bûne

Verse 158 — Surah Al-Araf 7:158

Tu (Muhemmed! Ji bona wan ra aha) bêje: "Gelî kesan! Bi rastî ez ji wî Yezdanê, ku maldarya ezman û zemîn hey ji bona wî ra ne, li bal we hemûşka da jî bi pêxemberî hatime şandinê. Ji pêştirê wî tu yezdanên mayîyê (babetê perestîyê) tune ne. Hey ewa dijît û dimirîne. Îdî hûn bi Yezdan û bi wî pêxemberê wîyî yekemî bawer bikin, ewa (pêxemra bi xweber jî) bi Yezdan û bi peyvên (Yezdan) bawer dike û hûn (gelî kesan!) bibne peyrewê wî (pêxemberî) dibe ku hûn werin rêya rast

Verse 159 — Surah Al-Araf 7:159

Û ji komalê Mûsa desteke wusa hebûne; (meriv) li bal rastîyê da dibirin û bi rastîyê jî dadvanî dikirine

Verse 160 — Surah Al-Araf 7:160

Me ewan (nevîyên Yaqûb, ku ji danz deh kurê wî) hebûne; her yekê xistîye lêzim û komake nevî. Îdî di gava komalê (Mûsa) ji Mûsa av xwestine; me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) tu gopalê xwe li kevir bixe." Îdî (ji piştî ku Mûsa gopalê xwe li kevir xistîye) ji kevir danz deh kanî zaye. Bi sond! Her komekî cîyê av vexwarina xwe zanîbûye. Û me li ser wan (di kêşa bi nav Tîyehê da) bi ewran sîwan kiriye û me (ji bona xwarina wan) li ser wan da gezo û (goştê) qarûtkê hinartîye. (Me ji wan ra aha got: "Îdî) hûn ji wan rojîyên tîtalên ku me daye we bixun." Lê ewan (ji wan cewrên xwe) li me tu cewr ne kirine, ewanan bi xweber li xwe cewr dikirin

Verse 161 — Surah Al-Araf 7:161

Di gava ku ji wan ra (aha) hatibûye gotinê: "Hûn di vî bajarî da bê êwir in û hûn ça hez dikin, wusa ji xwarinê wî bajarî bixun û hûn (aha ji Xuda lava bikin û) bêjin: "(Xuda! Tu) me bibaxişîne (gonehên me ji me dayne) û hûn di derê bajar da bi kundetî bikebine (hundurê) bajar; emê ji bona we ra gonehên we bibaxişînin. Û emê ji bona qencîkaran ra hêj qencîyan pir bikin

Verse 162 — Surah Al-Araf 7:162

(Ji piştî van fermanan) îdî ewanê cewrkarên ji wan (ewa gotina me ji wan ra) gotibû; bi wan gotinê qe ji wan ra ne hatibûye gotinê, guhurandine, me jî (ji piştî guhurandina wan) ji ezmanan li ser wan da, bi sedema ewê cewra ku ewan dikiribûne şapatek şandîye

Verse 163 — Surah Al-Araf 7:163

Û tu (Muhemmed! Ji wan cihûyên cewrkar) pirsa (temtêla) wan gundîyên, wî gundê ku derê deryayê dabûne, bike. Ewan gundîyan di roya şemîyê da dest ji biryaran berdidan (nêçîra masîyan dikirin). Di roya wê şemîya, ku ewan (ewa şemîya ji bona perestîya Yezdan hêlbijartine) masîyê wan (ji deryayê) li bal wan da diherîkin dihatin û di roya wê şemîya, ku ewan (di wê şemîyê da perestî ne dikirin; lê ewan ewa şemêya ji bona nêçîra masîyan hilbijartine) masîyên wan (ji deryayê) li bal wan da ne dihatin. Me bi vî awayî bi sedema ku ewan ji rêya (rast) derdiketin, diceribandin

Verse 164 — Surah Al-Araf 7:164

Û di gava destekî ji wan ra (aha) gotibûne: "Hûn ji bona çi li ewî komalê ku Yezdanê ya ewan teşqele bike, ya jî ewan bi şapateke zor, şapat bike, şîretan dikin?" (Ewan şîretvanan di pisyara wan da aha) gotine: "Evan şîretên me, dibe ku li bal Xudayê we ji bona me ra (gava ji wan bê pirsînê; ka we ji bona çi ewan qedexeyên roya şemîyê di nava xwe da rakirine, dîsa we nêçîra masîyan kirîye? Ewan pisyara xwe aha bidin: "Ka tu kesekî ji bona me ra ne gotibû, nêçîrê nekin." Bibe tatî û dibe ku ewan xwe ji wan kirinan biparisînin (bi gotina Xuda bikin)

Verse 165 — Surah Al-Araf 7:165

Îdî (ji piştî şîretan) gava ewan ew şîretên li wan hatibûye kirinê bîrva kirine, me jî ewanê ku xwe ji sikatîyan diparisandin fereste kirine û me ewanê ku cewr kiribûne jî bisedema ji rêya (rast) derdiketibûne, bi şapateke zor girtine

Verse 166 — Surah Al-Araf 7:166

Îdî (ji piştî wan şîretan) gava ewan (ji şîretvanan) hêrs bûne ewan (dîsa ji rêya rast derketine nêçîra masîyan di roya şemîyê da, kirine) me jî ji bona wan ra (aha) gotiye: "Hûn (gelî cewrkaran! Ji diliq û qencîyên merivatîyê derkebin bikebine diliqê) meymûnê pêkenî

Verse 167 — Surah Al-Araf 7:167

Di wê qavê da Xudayê te li wan (aha) qîr kirîye û (ji wan ra gotîye): "Xudayê te li ser wan da merivên wusa bişîne, ku ewan merivan van (cewrkaran) heya roya rabûna hemû da bi sikê şapatan, şapat bikin. Bi rastî Xudayê te bi lez celatvan e! Û Xudayê te bi rastî baxişkarê dilovîn e

Verse 168 — Surah Al-Araf 7:168

Û me ewan (cihûyan) di zemîn da xistine çend komên wusa: Ji wan aştîkar hebûn û ji wan xêncî aştîkaran jî hebûne û ji bo ku ewan li bal (rêya rast da) bizivirin me ewan bi qencî û xirabîyan ceribandin

Verse 169 — Surah Al-Araf 7:169

Îdî li pey wan da şûnmanên wusa (kotî) mane, ewan bûne mîratxurên pirtûka (Tewratê) ewan (aha) digotin: "Şixwa (ça dibe bira bibe) emê hey bêne baxişandinê." (Ji ber vî qasî) ewan (biryarên pirtûkê) di hemberê hinekî ji malê ve cîhana hanê riswa da, diguhurandin û heke wekî wî malî jî ji bona wan ra mal bê dayînê, ewanê ewî malî jî bigirin. Gelo qey ji wan, peyman li ser pirtûkê ne hatibû sitandinê, ku ewan ji pêştirê rastîyê li ser navê Yezdan qe tu tiştî nebêjin? Û çi tişta di pirtûkû da heye, ewî (ji merivan ra bi şîretî) bêjin? Bi rasrî ji bona wanê xudaparisî dikin, şûnwarê para da çêtir e. Îdî qey hûn bi hişî naponijin

Verse 170 — Surah Al-Araf 7:170

(Xudaparis) ew in ku xwe (bi fermanê) pirtûkê digirin û nimêja xwe (ça hatine fermankirinê) wusa dikin. Bi rastî em kirya wanê aştîkar wunda nakin

Verse 171 — Surah Al-Araf 7:171

Û di gava me çîya ya (bi nav) Tûr bi ser wan da wekî sîwanekî rakiribû, ewan goman dikirin ku ewa çîya bi ser wan da bikebe (wusa bêzar mane. Me ji wan ra di wê gavê da aha gotîye): "Hûn (gelî kesan!) bi hîz bi wan (biryarên pirtûka) me daye we bigirin û hûn ewan biryaran bîra xwe bînin. Ji bo ku hûn bibne ji wanê xudaparis

Verse 172 — Surah Al-Araf 7:172

Û di gavekî da Xudayê te ji ûrta Adem, dûmda wan girtîye û (Xudayê te ewan) bi xweber, li ser wan bi xweber xistîye nihrevan (şahid. Di wê gavê da Xudayê te ji wan aha pirsîye): "Ma qey ez Xudayê we nînim?" Ewana jî (di pisyara Xudayê te da aha) gotibûne: "Erê! Em şahidîyê didin (ku tu Xudayê meyî)." Ji bo ku hûn di roya rabûna hemû da nebêjin: "Haja me bi vê peymanê tu ne bûye," me eva peymana ji we girtîye

Verse 173 — Surah Al-Araf 7:173

Ya jî ji bo ku hûn (aha jî) nebêjin: "(Em ça bikin!) hêj di berya naha da, bav û kalê me (ji bona Yezdan ra) hevrî çê kiribûn û em bi xweber jî li pey wan (bav û kalan da) ûrteke bê wecbûn (loma me jî hevrî çê kirin). Qey tuyê îdî me bikirinê wanê (ku rastîyê) pûç dikin, teşqele bikî

Verse 174 — Surah Al-Araf 7:174

Ji bo ku ewan bifetilîne bal (rêya rast da) em beratan bi vekirî (rêz dikin)

Verse 175 — Surah Al-Araf 7:175

(Muhemmed! Tu ji bona wan ra bûyera) wî merivê (ku ji zarên cihûya bûye) bixûne; di cara yekem da me ji bona wî ra (zanîna) berateyên xwe dabû. Paşê ewa ji (zanîna) wan beratan rût bûye (ewan bîrva kirine). Îdî pelîdên ji (cihûyan) ketine pey wî, ewa bi vî awayî bûye ji wanê devbixûn

Verse 176 — Surah Al-Araf 7:176

Heke me biva meyê ewa bi van beratan paydar bikira (nav û nîşanê wîyê bilind bibûya) û lê (me ewa neva, nav û dengê wî) di zemîn da (bi rezîlî) hey maye û ew bi xweber jî bûye peyrewê xweşîya xwe. Îdî temtêla wî wekî temtêla sa ne (kûçik). Heke tu êrişê jî beherî ser, ya jî para da ji wî birevî; ewa hey zimanê xwe derdixe li navê dixe. Temtêla wan komalê ku berateyên me derew didirîn jî aha ne. Îdî (Muhemmed!) tu evê çîrokê ji bona (wan ra bêje) dibe ku ewan (bi vê bûyerê) ramanî bikin

Verse 177 — Surah Al-Araf 7:177

Temtêla wî komalê ku bi berateyên me derewan dikin çiqa sike! Ewan bi xweber li xwe cewr dikiribûne

Verse 178 — Surah Al-Araf 7:178

Ewê ku Yezdan, ewa anîbe (rêya rast) şixwa ewa (di rêya rast dane) û (Yezdan) kîjanî ji (rêya rast) derxe, ewanê zîyan kirine, bi rastî îdî evan bi xweber in

Verse 179 — Surah Al-Araf 7:179

Bi sond! Me ji bona dojê ra ji meçêtir û kesan (weki çandina) pir (afirandine). Ji bona van (dojeyan ra) dilê wan heye, lê ewan bi wî dilî pisporêya (tu tiştî) nakin, ji bona wan ra çav hene, ewan bi wî çavî (tiştan) nabînin û ji bona wan ra goh hene, ewan bi wan gohan (tu tiştî) nabihên. Evanan wekî tarişan in, ji tarişan pirtir jî hêj (rêya xwe) wunda kirine. Ewanê ku haja wan ji wan tune ye; evan bi xweber in

Verse 180 — Surah Al-Araf 7:180

Çiqa navên rind hene! Ewan ji bona Yezdan ra nin, îdî hûn bi qencê navan gazî wî bikin û hûn dest ji wanê, ku ewan (bi we ra) di navê wî da tekoşînê dikin berdin. Ewananê di nêzîk da bi wan kirinê xwe bêne celatkirinê

Verse 181 — Surah Al-Araf 7:181

Û ji wan kesên ku me afirandine (destek) heye, ewan bi malî têne (rêya rast) û ewan hey bi mafî jî dadî dikin

Verse 182 — Surah Al-Araf 7:182

Ewanê ku bi berateyên me derewan dikin hene! Emê ewan di cîyekî wusa da hêdî hêdî şapat bikin, ku qe ewan pê nizan bin

Verse 183 — Surah Al-Araf 7:183

Û ez ji bona wan ra nemaze (xusûsî) dan didim. Bi rastî xaxê min pir zexm e

Verse 184 — Surah Al-Araf 7:184

Ma qey ewan qe raman nakin, ku tu tepaketin bi hevalê wanê (Muhemmed ra) tune ye? Ewa hevalê wan hey hişyardarê (ji şapatan) bi xûyayî ye

Verse 185 — Surah Al-Araf 7:185

Qey ewan (bi ramanî) di maldarya ezman û zemîn da û di çi tiştên ku Yezdan afirandine û dibe ku danê can sitandina wan nêzîk be, naponijin? Ewanê ji piştî vê (Qur´anê) gelo we îdî bi kîjan axiftinê bawer bikin

Verse 186 — Surah Al-Araf 7:186

Îdî Yezdan kîjanî (ji rêya rast) derxe, ji bona wî ra tu beled tune ye û (Yezdan) ewanan di quretî (û devxûnîya wan da) kor dihêle

Verse 187 — Surah Al-Araf 7:187

Ewanan ji te (Muhemmed!) pirs dikin; ka gavê danê şandina rabûna hemûtî (Qîyametê) kînge ye? Tu (di pisyara wan da aha) bêje: "Bi rastî zanîna wî danî hey li bal Xudayê min e. Ji pêştirê wî tu kes gava wî danî nade qûyandinê (hey ewa di gava wî da derdixe). Ewa dana wusa girane ku ezman û zemîn jî nikarin hildin. Wê nişkê va bi we da were. Ewan pirsa wî danî ji te dikin, tu dibe qey te (hêj berê da) ewa dana pirsîyaye pê zanîye. Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî zanîna wî danî hey li bal Yezdan e, lê pirên kesan (bi vî rastîyê) nizanin

Verse 188 — Surah Al-Araf 7:188

(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ji pêştirê tişta Yezdan va ye; ez ji bona xwe ra jî tu kar û zîyanê nikarim bikim. Heke hûn bi tiştên ne xûyayî bizanîya, minê bi rastî qencê pir bikirinan! Û ji min qe tu sikatî jî nedihat (ça bi serê min da jî ne dihat). Ez bi xweber jî ji bona komalê bawer dikin, tirsdanê (bi celat) û mizgînvanê (bi xelata) nim

Verse 189 — Surah Al-Araf 7:189

Evê ku hûn ji yek nişake bi tenê afirandine heye! Ewa Yezdan e, ji bo ku hogirya xwe bidne hev ewî ji wê nişa zoya wê jî afirandîye. Îdî gava (zoya nêr li bal zoya mê da bi jinanî çûya) zoya mê bi barekî sivik avis bûye. Ji piştî (vê bûyerê, li ser avisbûnê da dan û dem) borîne, avisbûna we giran bûye; Her du zoyan bi hev ra ji Yezdan (aha) lava kirine: "Xudayê me! Heke tu ji bona me ra zarekî aştîkar bidî, bi sond! Emê bibne ji vanê sipazkar

Verse 190 — Surah Al-Araf 7:190

Îdî gava ku ewî ji bona wan ra (zareke) aştîkarê bê kemasî daye; ewan herdukan di afirandina (zarokê da) hevrî ji bona wî ra girtine. Yezdan bi xweber jî ji wan hevrîyên ewan girtine bê gur e

Verse 191 — Surah Al-Araf 7:191

Ewanan ça ewan tiştên ku hatine afirandinê; qe tu tişt jî ne afirandine ji bona wî ra dixne hevrî

Verse 192 — Surah Al-Araf 7:192

Ewan hevrîyan bi xweber jî ne ji bona (wan perestvananên xwe ra) û ne jî ji bona xwe ra bi xweber nikarin tu arîkarî bikin

Verse 193 — Surah Al-Araf 7:193

Heke hûn ewan (havrîçêkeran) gazî li bal rêya rast bikin ewan dîsa nabin peyrewê we. Hûn çi gazî wan bikin û hûn çi xwe ker bikin (qe gazî wan nekin) li bal wan yek e

Verse 194 — Surah Al-Araf 7:194

Bi rastî ewan (perestvanên) ku hûn ji pêştirê Yezdan (bi perestî) gazî wan dikin hene! Ewan jî hinek bendeyên wekî we ne; (me ewan afirandine). Heke hûn di doza (xudatîya wan da rast in): ka îdî hûn (bi perestî) gazî wan bikin, bi ra ewan jî pisyara we bidin

Verse 195 — Surah Al-Araf 7:195

Qey ji bona wan ra pê heye, ku ewan bi wî digerin? Ya jî ji bona wan ra dest heye, ku ewan bi wî dayînê dikin? Ya jî ji bona wan ra qey çav hene, ku ewan bi wî çavî dîtinê bikin? Ya jî ji bona wan ra qey gonehên, ku ewan bi wî gohî bihîstinê bikin? Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Ka hûn gazî wan perestvanên xwe bikin; pasê hûn (bi hev ra) ji bona min ra endezan bikin, îdî hûn qe li min mêze nekin (bira dilê we bi min neşewite)

Verse 196 — Surah Al-Araf 7:196

Bi rastî ewa Yezdanê ku (bi ser min da) pirtûk hinartîye heye! Serkarê min bi xweber ewa ye. Ewa serkarya hemû aştîkaran jî dike

Verse 197 — Surah Al-Araf 7:197

Û ewan (perestvanên, ku hûn bi perestî) ji pêştirê (Yezdan) gazî wan dikin hene! Ewan nikarin arîkarya we bikin û ewan arîkarya xwe bi xweber jî nikarin bikin

Verse 198 — Surah Al-Araf 7:198

Û heke hûn gazî wan (perestîyên xwe ji bona aştîkarya xwe, ya jî ji bona ku ewan rêya rast bidne nîşanê we) bikin; ewan (dengê we) nabihên. Gava tu ewan dibînî; tu dibê qey ewan li te mêze dikin, ewan bi xweber jî qe nabînin

Verse 199 — Surah Al-Araf 7:199

Tu (rêya) baxişandinê bigire û tu fermana bi qencîyan bike û tu ji nezanan dest berde

Verse 200 — Surah Al-Araf 7:200

Heke pelîd xidîka te anî (ji bo ku tu ji wan ra biryaran ne bêjî) heman tu xwe bavêje Yezdan. Bi rastî Yezdan bihîstekî pir zana ye! (Ya jî heke ji pelîd da bîrvakirinek ji te ra hat, te jî bîrva kir biryarên Yezdan ji wan ra ne got, gava kete bîra te heman tu ji bona wan ra ewan biryaran bêje û tu ji bona vê bîrvakirinê ji Yezdan lavaya baxişandina xwe bike.)Bi rastî Yezdan bihîstekê pir zana ye

Verse 201 — Surah Al-Araf 7:201

(Bi rastî ewanê ku xudaparisî dikin hene! Gava ji pelîd sêwrandinek bi wan bigire; ewan heman lavaya baxişandina xwe, ji Yezdan tînine bîra xwe). Îdî di wê gavê da ewan (rêya rast jî) dibînin

Verse 202 — Surah Al-Araf 7:202

Û birayên (pelîdan; file jî) hene! (Gava ji pelîdan sêwradinek bi wan bigire) îdî pelîd ewan (birayên xwe) di demên dirêj da, di xapandina xwe da dihêle, pasê ewan (ji wan kirinê xwe jî dest) kurtayî nakin

Verse 203 — Surah Al-Araf 7:203

Û di gava ku tu ji wan ra beratekî neynî, ewan (di pisyara te da aha) dibêjin: "Hêj te xwe berev ne kirîye (heya tu beratan jî ji bona me ra binî)?" Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez hey dibime peyrewê wan berateyên, ku ji Xudayê min li bal min da hatîye niqandinê. Eva (Qur´ana bi xweber jî) ji Xudayê we, ji bona wî komalê bawer dikin, beled û dilovînek e

Verse 204 — Surah Al-Araf 7:204

Û di gava ku Qur´an hate xwendinê, îdî hûn ji bona (xwendina Qur´anê) gohdarî bikin û hûnê xwe ker bikin; dibe ku hûn (bi vî awayî bêne dilovînkirinê)

Verse 205 — Surah Al-Araf 7:205

Û tu di dilê xwe da bi zarîn û bi dizî Xudayê xwe bîra xwe bîne; di sibe û evaran da (ji wî lavaya baxişandina xwe bike) bê qirîn (û hewar). Û tu nebe ji wanê (ji bîranînê) bê goman in

Verse 206 — Surah Al-Araf 7:206

Bi rastî ewanê li bal Xudayê te, hene! Ewanan ji perestîya Xuda, xwe qure nakin; ewanan (di hemû caran da jî Xuda ji kêmasîyan) paqij dikin, ewan hey (ji bona Yezdan ra) kunde dibin