Verse 1 — Surah Nuh 71:1
Bi rastî me Nûh li bal koma wî da şandîye (me ji Nûh ra aha gotîye: "Nûh!) hêj di berîya, ku ji komalê te ra şapateke dilsoz ne hatîye; tu komalê xwe bide hişyar kirinê
Verse 2 — Surah Nuh 71:2
(Nûh ji bona wan ra aha) gotîye: "gelî min! bi rastî ez ji bona we ra hişyarvanekî xûyame
Verse 3 — Surah Nuh 71:3
Hûn perestî ya Yezdan bikin û bi gotina min bikin
Verse 4 — Surah Nuh 71:4
(Heke hûn aha bikin. Yezdan ê) hinekî ji gunehên we ji bona we ra bibexşîne û wê ewayê heya danê nevdaî we para da bihile. Bi rastî heke hûn bizanin; gava danê dawîyê hatibe, nayê paradanê
Verse 5 — Surah Nuh 71:5
(Nûh ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: " Xuda yê min! bi rastî min komalê xwe di şev û rojê da (li bal te da) gazî kirîye
Verse 6 — Surah Nuh 71:6
Îdî gazîkirina min ji wan ra hey revandina wan para da pir kiriye
Verse 7 — Surah Nuh 71:7
Bi rastî ji bo ku tu ewan bibexşînî, min çiqa gazî wan kirîye ewan kincên xwe li xwe dipêçandin û tiliyê xwe dixistine guhê xwe (ji bo ku deng neçe wan înç dikirin, ji quratîyê xwe mezin dikirin)
Verse 8 — Surah Nuh 71:8
Paşê bi rastî min ewan bi eşkere gazî kirin (ku ji kirinê xwe poşman bibin)
Verse 9 — Surah Nuh 71:9
Paşê bi rastî min, ji bona wan ra (doza xwe) eşkere kir, ça min ji bona wan ra (doza xwe) bi veşartî penha kiribû
Verse 10 — Surah Nuh 71:10
Îdî minji wan ra (aha) got: "hûn ji bona xwe ra ji Xuda yê xwe baxişandina xwe lava bikin. Loma bi rastî (Xuda yê we) baxişkar e
Verse 11 — Surah Nuh 71:11
(Hûn jî wî baxişandinê bixwazin) ji bo ku di jor da li ser we da baranê bişîne
Verse 12 — Surah Nuh 71:12
Ji bo ku ewa (berxudar ya we) bi mala û zaran pir bike, ji bona we ra bostan ş çeman çê bike
Verse 13 — Surah Nuh 71:13
(Gelî min!) ji bona we ra çi bûye; ku hûn bi kubarî gazî Yezdan nakin
Verse 14 — Surah Nuh 71:14
Ewî bi xweber jî hûn ji temtêlne curecure da afirandine (qey hûn naponijin)
Verse 15 — Surah Nuh 71:15
Maqey hûn nabînin, Yezdan ça hevt ezman wekî hev afirandîye
Verse 16 — Surah Nuh 71:16
(Yezdan) hîv di wan (ezmanan da) xistîye rohnayî û roj jî xistîye çira
Verse 17 — Surah Nuh 71:17
Yezdan hîn ji zemîn (wekî çêre) hêşîn kirine
Verse 18 — Surah Nuh 71:18
Paşê wê dîsa we bixe zemîn, dîsa we ji zemîn derxe, carbicar aha bike
Verse 19 — Surah Nuh 71:19
Yezdan zemîn ji bona we ra xistîye binrax
Verse 20 — Surah Nuh 71:20
Ji bo ku hûn di rêne firene (di zemîn da) hatine vekirinê, bigerin
Verse 21 — Surah Nuh 71:21
Nûh (gava dêna xwe dayê ku şîretên wî ji bona komalê wî ra qe kêrê wan ne hatîye, ji Xuda yê xwe aha lava kirîye û) gotîye: "Xuda yê min! bi rastî ewan bê gotina min kirine û bûne peyrewê kesekê wusa, komal û zarê wî ji bona wî ra hey zîyana wî pir kirine
Verse 22 — Surah Nuh 71:22
Ewanan endezene mezin kirine
Verse 23 — Surah Nuh 71:23
(Ji hev ra) gotine: "hûn (gelî me! bi gotina Nûh) dest ji Xudan yên xwe bernedin û hûn dest (ji Xuda yê bi nav) Wed û Sewa û Yexûs û Ye´ûq û Nesir bernedin
Verse 24 — Surah Nuh 71:24
Bi sond! ewan bi vî awayî pir kes ji rê ya rast derxistin e. Tu bi xweber jî ji bona cewrkaran hey teşqelan pir dikî
Verse 25 — Surah Nuh 71:25
Ji ber dexelîne wan ewan (di avê da) feşirîn, îdî ketine agir. Ji bona wan ra ji peştirê Yezdan, îdî qe rastî tu arîkarî ne hatîye
Verse 26 — Surah Nuh 71:26
Nûh (aha lava kirîye û) gotîye: "Xuda yê min! tu ji bona filan ra li ser zemîn qe tu welatê nehêle
Verse 27 — Surah Nuh 71:27
(Xuda yê min!) bi rastî heke tu ewan (filan li ser zemîn) bihêlî, ewanê bendene te ji rê ya te derxin, ewanê hey filene bê xûne (cewrkar) bizêyînin
Verse 28 — Surah Nuh 71:28
Xuda yê min! tu min û da û bavê min û ewanê bi bawerî dikevine xênîyê min û mer û jinê bawer kirine bibexşînî. (Xuda!) tu ji bona cewrkaran ra hey teşqelê pir bike