Back to Languages

Kurmanji - Chapter 73 - Al-Muzzammil

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Muzzammil 73:1

Kesê (te) xwe di kincê xwe da peçaî

Verse 2 — Surah Al-Muzzammil 73:2

Di şevê da rabe (perestî bike) ji pêştirê hindikê (ji şevê)

Verse 3 — Surah Al-Muzzammil 73:3

Di nîvê şevê da (rabe) ya jî hindik ji wî nîvî jî bibore

Verse 4 — Surah Al-Muzzammil 73:4

Ya jî hinekî ji wî nîvî pir bike û tu Qu´ran ê hêdî û tîpên wî ji hev derxe, bixûne

Verse 5 — Surah Al-Muzzammil 73:5

Bi rastî emê di nezîk da, gotineke giran li ser te da bavêjin

Verse 6 — Surah Al-Muzzammil 73:6

Bi rastî temtêla (merivên) di şevê da rabû î (ji bona xebat û perestîyî) û xwûndinê, şidya û bi hêztir e

Verse 7 — Surah Al-Muzzammil 73:7

Loma bi rastî di royî da ji bona te ra danê xebatên dirêj hene

Verse 8 — Surah Al-Muzzammil 73:8

(Muhemmed!) tu bi navê Xuda yê xwe (bi xwûne) tu ji hemî (xebat û sêwrandinan) dile xwe vala bike, xurî hey li bal (Xuda yê xwe da) bizvire

Verse 9 — Surah Al-Muzzammil 73:9

(Ewa Xuda yê te) Xuda yê rojhilat û rojava ye. Ji pêştirê wî, tu Yezdan ê babetê (Perestîyê) tunene, îdî tu ewî bi tenê ji xwe ra cînîşte bigire

Verse 10 — Surah Al-Muzzammil 73:10

Û tu li ser gotinê wan hew bike, tu bi qencîyan dest ji wan berde

Verse 11 — Surah Al-Muzzammil 73:11

Tu min ü ewanê maldarên virek bi tenê bihêle û tu hindik dan ji wan ra bide

Verse 12 — Surah Al-Muzzammil 73:12

Loma bi rastî li bal me (ji bona wan ra) serberjêr kirin û agirê doja pêketî heye

Verse 13 — Surah Al-Muzzammil 73:13

Xwarinê (bi sturî) û xenoqe û şapata dilsoz heye

Verse 14 — Surah Al-Muzzammil 73:14

Di wê rojê da zemîn çîyan dihejin û çîya di binê wekî tîxê qumê da dimînin

Verse 15 — Surah Al-Muzzammil 73:15

(Geli merivan!) Me ça li bal Fir´ewn da qasidek, şandibû bi rastî wusa jî me li bal we da qasidek şandîye ji bo ku li ser we bibe nihrewan

Verse 16 — Surah Al-Muzzammil 73:16

Îdî Fir´ewn bê gotina wî qasidê kiriye, mejî Fir´ewn bi girtinekî (zor şapat va) îdî girtîye

Verse 17 — Surah Al-Muzzammil 73:17

Erê heke hûn filetî ya wî bikin, ka hûnê ça (ji şapata) wê roya, ku zar tê da kal dibin, xwe biparisînin

Verse 18 — Surah Al-Muzzammil 73:18

Ezman (ji tirsa) di wê royî da çiryaye.Bi rastî peymana (Yezdan bi şapatdana wan) pêk hatîye

Verse 19 — Surah Al-Muzzammil 73:19

Bi rastî evan(beratan) şîret in, îdî kîjan hez bike, ewa (ji bo çûna) li bal Xuda yê xwe da rêyekî digire

Verse 20 — Surah Al-Muzzammil 73:20

Bi rastî Xuda yê te dizane, ku tu ji sê parê şevê nêzîkê duparan, yan jî nîvê şevê, yan jî sê parê şevê, di parekî da radibî (nimêj dikî). Destekî ji wanê bi ter a jî (wekî te radibin, Xuda yê xwe te bi wan jî dizane). Pîvandina şev û royan Yezdan dike. Ji ber ku ewî dizanibû, hûn nikarin (danê xweyê şevê) bipîvin (di wan danan da ranabin) îdî ewî hûn (ji hijmara wan danan) baxişandîne. Îdî ji Qur´an ê (ji bona we ra) çi hêsaîye, ewî bixwûnin (zor nedine xwe)! Ji ber (Yezdan) zanîbû, ku wê ji we nexwaşê hebin û destekî ji we di zemin da ji rûmeta wî rojînê xwe bigerin û destek jî di rê ya Yezdan da qirînê (bi wanê file ra) bikin (eva hêsaya hanê, ji bona we ra pêk anî). Îdî (gelî bawerkeran!) ji (Qu´ran ê ji bona we ra) çi hêsaîye, hûn ewî bixwûnin (zor nedine xwe). Hûn nimêj bikin û baca malê xwe bidin, hûn ji bona qayîlbûna Yezdan, bi qencî ji hev ra deynan bidin. Hûn ji bona xwe ra ji qenrîyan çi pêş da pêk bînin, hûnê li bal Yezdan rastê wî werin, ku ewa (ji bona we ra) qencîyeke û meztirê kiryane. Hûn baxişandina xwe ji Yezdan bixwazin, loma bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e