Back to LanguagesPrevious ChapterNext Chapter
Kurmanji - Chapter 74 - Al-Muddaththir
Translation by Unknown — Permalink
Verse 1 — Surah Al-Muddaththir 74:1
Yê xwe di kinca da pêcayî
Verse 2 — Surah Al-Muddaththir 74:2
Tu rabe, îdî tu (merivan) hişyar bike
Verse 3 — Surah Al-Muddaththir 74:3
Û tu Xuda yê xwe (ji hevrîtî ya pûtan) bi mezinahî paqij bike
Verse 4 — Surah Al-Muddaththir 74:4
Û tu îdî cilê xwe paqij bike
Verse 5 — Surah Al-Muddaththir 74:5
Û tu îdî dest ji pîsî ya berde
Verse 6 — Surah Al-Muddaththir 74:6
Û tu tilfa bi kirina xwe neke, ji bo ku tu (hember ya wan) pir hildî
Verse 7 — Surah Al-Muddaththir 74:7
Îdî tu ji bona (qayîlbûna) Xuda yê xwe ra hew bike
Verse 8 — Surah Al-Muddaththir 74:8
Îdî gava (ji bona hewarê) di stûrî da hatibe qîkirinê
Verse 9 — Surah Al-Muddaththir 74:9
Îdî ewa roya royeke pir tenge
Verse 10 — Surah Al-Muddaththir 74:10
Li ser filan qe hêsaî nîne
Verse 11 — Surah Al-Muddaththir 74:11
Tu min û ewî (fileyê) ku min ewa rût afirandîye bi tenê bihêle
Verse 12 — Surah Al-Muddaththir 74:12
Min ji bona wî ra malê peyweste daye
Verse 13 — Surah Al-Muddaththir 74:13
Û zarên xûyaî jî daye
Verse 14 — Surah Al-Muddaththir 74:14
Û min ji bona wî ra qencî raxistibû
Verse 15 — Surah Al-Muddaththir 74:15
Paşê ewî jî dixwast, ku ez ji wî ra hêj pir bikim
Verse 16 — Surah Al-Muddaththir 74:16
Na! (ez ji bona wî ra pir nakim) loma bi rastî ewa ji bona beratene me ra înçkar bûye
Verse 17 — Surah Al-Muddaththir 74:17
Di nêzîk da bi rastî ezê ji bona bilindî ya wî ra (şapatan) raxim
Verse 18 — Surah Al-Muddaththir 74:18
Bi rastî ewî raman kirîye û pîva ye
Verse 19 — Surah Al-Muddaththir 74:19
Îdî ewa bimire (hatîye kuştinê) ka ewî ça pîva ye
Verse 20 — Surah Al-Muddaththir 74:20
Paşê dîsa ewa bimire, ka ewî biçi awayî pîva ye
Verse 21 — Surah Al-Muddaththir 74:21
Paşê li wan (pîvanê xwe) mêze kirîye
Verse 22 — Surah Al-Muddaththir 74:22
Pasê murûzê xwe kirîye û rûye xwe tirş kirîye
Verse 23 — Surah Al-Muddaththir 74:23
Paşê pişta xwe daye xwe qure kirîye
Verse 24 — Surah Al-Muddaththir 74:24
Îdî (aha) gotiye: "Bi rastî eva (Qur´an a) ançeke; ji şopa wan ançne borîne
Verse 25 — Surah Al-Muddaththir 74:25
Bi rastî eva (Qur´an a) hey gotinêmerivan in
Verse 26 — Surah Al-Muddaththir 74:26
Di nêzîk da ezê jî ewî bavêjime (doja) sar
Verse 27 — Surah Al-Muddaththir 74:27
Tu ji kû dizanî gelo ka (doja) sar çîye
Verse 28 — Surah Al-Muddaththir 74:28
(Ewa doja) di para da tu tiştî nahêle û tu kesî bernade
Verse 29 — Surah Al-Muddaththir 74:29
Ewa (doja) çerman hişk dike
Verse 30 — Surah Al-Muddaththir 74:30
Li ser (wê dojê) nuzdeh (ferişteyên fermande) hene
Verse 31 — Surah Al-Muddaththir 74:31
Ji bona ku ewanê pirtûk ji wan ra hatîye bizanin bi rastî ewa pirtûka ji wan ra hatîye maf e û bawer ya wanê, ku bawer kirine jî pir bibe û ji bo ku ewanê ji wan ra pirtûk hatîye û ewanê bawer kirine dudil nebin û ji bona ku ewanê di dilê wan da nexwaşî heye û ewanê bûne file (aha) bêjin, ka Yezdan bi van hecwekîyan çi va ye? Me hevrîne dojê hey ji feriştan çê kirîye, me hêjmara wan (feriştan) ji bona wanê, ku bûne fıne raxistîye ceribandin. Bi vî awayî Yezdan ji kîjanî ra bivê, rê ya xwe li ber wî wunda dike û ji kîjanî ra jî bivê,ewî tîne rê ya rast. Ji pêştirê Xuda yê te tu kes bi hêjmara leşkerê wî nizan e.Ewa (doja sar) ji bona kesan ra hey şîretek e
Verse 32 — Surah Al-Muddaththir 74:32
Nal (bi gotina wan filan nîne) bi hîvê
Verse 33 — Surah Al-Muddaththir 74:33
Û bi danê şevê gava dizvire diçe
Verse 34 — Surah Al-Muddaththir 74:34
Û bi danê sibehê jî gava zer dibe
Verse 35 — Surah Al-Muddaththir 74:35
Sond dixum, ku ewa (doja sar) yek ji wan (şapatên) mezin in
Verse 36 — Surah Al-Muddaththir 74:36
(Ewa doja) ji bona merivan ra hişyar bûnek e
Verse 37 — Surah Al-Muddaththir 74:37
(Her wusan jî) ji we kîjanê bivê, ku di qencîyan da pêş û paş da bikeve, ji bona (wî ra jî hişyar bûnek e)
Verse 38 — Surah Al-Muddaththir 74:38
Her kesek gerewa kirina xwe ye
Verse 39 — Surah Al-Muddaththir 74:39
Ji pêştirê (wanê pirtûka wan) li rastê wan da hatîye dayînê
Verse 40 — Surah Al-Muddaththir 74:40
Ewanan di behiştandan in
Verse 41 — Surah Al-Muddaththir 74:41
Ji gunehkaran dipirsin
Verse 42 — Surah Al-Muddaththir 74:42
Gelo çi tişti hûn xistine vê (doja) sare qeremok
Verse 43 — Surah Al-Muddaththir 74:43
Ewan (aha pisyara wan dane û) gotine: "Bi rastî em ji wanê nimêjker ne bûn
Verse 44 — Surah Al-Muddaththir 74:44
Me ji bona belengazan ra jî xurek ne dida
Verse 45 — Surah Al-Muddaththir 74:45
Û em bi leyîztik hazan ra noqê leyîztikê dibûn
Verse 46 — Surah Al-Muddaththir 74:46
Û me bi roya xelat û celatan vir dikir (bi wê bawer ne dikir)
Verse 47 — Surah Al-Muddaththir 74:47
(Em di van kirinan da bûn) heya mirina me hat
Verse 48 — Surah Al-Muddaththir 74:48
Îdî mehder ya tu mehdervanî kêrê wan ne hat
Verse 49 — Surah Al-Muddaththir 74:49
Bi vî ra jî gelo ji bona wan ra çi bûye ku ewan (ji Qur´an ê) rû difetilînin
Verse 50 — Surah Al-Muddaththir 74:50
Tu dibê qey ewan kerên kovîn e
Verse 51 — Surah Al-Muddaththir 74:51
Ji şêran silikîn e
Verse 52 — Surah Al-Muddaththir 74:52
Na! (ewan ji wan şîretan hiş hilnadin) lê divên, ku ji bona wan heryekê ra rûpelên vekirî li ser navê wan ji Xuda yê wan bihata, paşê bawer bikirinan
Verse 53 — Surah Al-Muddaththir 74:53
Na! (ji bona wan ra ewan rûpelan nayên) lê ewan ji (şapata) para da natirsin (loma bawer nakin)
Verse 54 — Surah Al-Muddaththir 74:54
Na! (bila ewan ji wan kirinê xwe para werin) loma bi rastî ewa (Qur´an a) hişyar bûneke (sedritî ye)
Verse 55 — Surah Al-Muddaththir 74:55
Îdî kîjan bivê, ji bona xwe ra ji wê (Qur´an ê) şîretan hildide
Verse 56 — Surah Al-Muddaththir 74:56
Ji pêştirê wanêYezdan va ye, ku ji (Our´an ê) şîretan hildin, qe tu kes şîretan hilnade. Bi rastî (Yezdan) babete ji bo parizî û baxişandinê ra