Verse 1 — Surah Al-Insan 76:1
Bi sond! meriv qe hêj tu tişt ne bûye, ku navê wî bihata gotinê; dan û demê pir dirêj li ser da borîye (paşê ji xalya qîmîtîye bênketî hêdî hatîye afirandinê)
Verse 2 — Surah Al-Insan 76:2
Bi rastî mc meriv di temtêlne pey hev da,ji aveke tevlihevê (ji nêr û mêyan) afirandîye, îdî ji bo ku emê ewî biceribînin, me ji bona wî ra bihîstin û dîtin çê kirîye
Verse 3 — Surah Al-Insan 76:3
Bi rastî me ji bona wî ra rê nîşan daye, îdî ewa (meriva) ya sipazî û ya jî nankorî dike
Verse 4 — Surah Al-Insan 76:4
Bi rastî me ji bona filan û nankoran ra, zincir û bend û doja hilopît amade kirîye
Verse 5 — Surah Al-Insan 76:5
Bi rastî ewanê qenc jî hene! ewanan, meya ku tevê kafûrê bûye, di şelbikan da vedixwun
Verse 6 — Surah Al-Insan 76:6
(Ewa meya) kanyeke wusane, bendanê Yezdan ji wê (kanîye) vedixwun.(Ewanbendan ewê) kanîyê ça bixwazin, wusa didine kişandinê
Verse 7 — Surah Al-Insan 76:7
Ewan (qencan) gorînê xwe pêk tînin. Ewanan ji wê roja ku aşîta wê belav dibe ditirsin
Verse 8 — Surah Al-Insan 76:8
Bi hez kirina xwe, xurekan ji bona belengaz û sewî û zebûnan ra didin
Verse 9 — Surah Al-Insan 76:9
Ewan (ji bona hewcan ra aha dibêjin): "Em hey ji bona qayîlbûna Yezdan bi we didine xwurinê. Loma me ji we qe xelat û sipazî navên
Verse 10 — Surah Al-Insan 76:10
Loma bi rastî em di roja rû tirş û bi mirûz da ji (şapata) Xuda yê xwe, ditirsin
Verse 11 — Surah Al-Insan 76:11
İdî Yezdan jî ewanan ji şapata wê royê parisandin û Yezdan ji bona wan ra (rûyekî) bi ken û (dilekî) fire daye
Verse 12 — Surah Al-Insan 76:12
Bi sedema, ku ewan li ser (cefan) hew kirine, xelata wan (di wê royê da) behişt û hevirmûş e
Verse 13 — Surah Al-Insan 76:13
Ewanan di (behiştê da) û ser kursîyan paldayîne ewanan di (behiştê da) germa (şewatok) û serma (qermandok) nabînin
Verse 14 — Surah Al-Insan 76:14
Û sîne (darê behiştê) bi ser wan da hatîye vegirtinê, çiqilên (daran ji bona weşandina beran) berjêr bûne, hatinê jêrê
Verse 15 — Surah Al-Insan 76:15
Bi firaqê ji zîv û bi misînên ji biloran li ber wan digerin
Verse 16 — Surah Al-Insan 76:16
Ewan îstekanê ji zîv in, bi pîvandin hatine pêk anînê
Verse 17 — Surah Al-Insan 76:17
Û ewanan (di behiştê da) bi aveke wusa têne avdanê, ku ewa (ava) bi zencefîlê hatine tevdane (di wan şûşan da) vedixun
Verse 18 — Surah Al-Insan 76:18
Eva di (behiştê da) kanyeke jêra selselbîl tê gotinê
Verse 19 — Surah Al-Insan 76:19
Ewan (vexurinan) zarên, ku di (behiştê da) hermaîne li dora wan da digerînin. Gava tu (ewan zaran) dibînî, tu dibê qey luluyê zêr kildayîne
Verse 20 — Surah Al-Insan 76:20
Tu çi gavê li wura mêze bikî (tu di wura da) qencî û maldar ya mezin dibînî
Verse 21 — Surah Al-Insan 76:21
Li ser (behiştîyan) kincê ji hevirmûşê kesk û birqonek hene. Ewan ji bazinê zîv xwe xemilandin e. Xuda yê wan, ewan bi aveke paqij dane avdanê
Verse 22 — Surah Al-Insan 76:22
Bi rastî ewa ji bona we ra xeleteke û xebata we hatîye sipaz kirinê (litê kirinê)
Verse 23 — Surah Al-Insan 76:23
(Muhemmed!) bi rastî me Qur´an bi vekirî li ser te da hînartî ye
Verse 24 — Surah Al-Insan 76:24
Îdî ji bona berawanî ya Xuda yê xwe tu hew bike û tu ji wan (filan) qe bigotina tu gunehkar û nankoran neke
Verse 25 — Surah Al-Insan 76:25
Û tu bi navê Xuda yê xwe di sibeh û êvaran da perestî bike
Verse 26 — Surah Al-Insan 76:26
Û di hinekî şevê da, îdî tu ji (Xuda yê xwe ra) kunde behere û tu di şeva dirêj da jî perestî ya (Xuda yê xwe) bike
Verse 27 — Surah Al-Insan 76:27
Bi rastî evanan (ji vê cihana) zû çûyî hez dikin û dest ji wê roja girane pêş ya xwe da berdan e
Verse 28 — Surah Al-Insan 76:28
Me ewan afirandine û me (momikên wan) pevxistine û ewan bi hez kirine û gava em bivên jî, emê ewanan bi hinekî wekî wan ra biguhurînin
Verse 29 — Surah Al-Insan 76:29
Evan beratan şîret in; îdî kîjan bivê, wê li bal Xuda yê xwe da ji bona xwe ra rêyekî bigire
Verse 30 — Surah Al-Insan 76:30
Û hûn bi xweber jî ji pêştirê vîna Yezdan qe tu tiştî navên.Loma bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye
Verse 31 — Surah Al-Insan 76:31
Ewa ji kîjanî ra bivê ewî dixe nava dilovanî ya xwe. Ewî ji bona cewr karan ra jî şapateke dilsoz amade kirîye