Verse 1 — Surah Al-Mursalat 77:1
Bi wan (bayê) şandayê (peywestene) ji bona qencîyan
Verse 2 — Surah Al-Mursalat 77:2
Bi wan (bayê) bagerok
Verse 3 — Surah Al-Mursalat 77:3
Bi wan (bayê) vekerokê (tiştan e)
Verse 4 — Surah Al-Mursalat 77:4
Bi wan (bayê) ji hev derxistok
Verse 5 — Surah Al-Mursalat 77:5
Bi wan (bayê) bûyerên (borî) tîne bîra merivan
Verse 6 — Surah Al-Mursalat 77:6
Tatan û ya jî hişyarîyê
Verse 7 — Surah Al-Mursalat 77:7
(Sond dixum!) tişta ji bona we ra hatîye peymandanê, wê hatibe
Verse 8 — Surah Al-Mursalat 77:8
Îdî gava sitêrk biçilmisin
Verse 9 — Surah Al-Mursalat 77:9
Û gava ezman ji hev çirya (ji hev çû)
Verse 10 — Surah Al-Mursalat 77:10
Gava çîya hatine jenandinê
Verse 11 — Surah Al-Mursalat 77:11
Û gava qasid (ji bona nihrewanîyê) danê ra dewanîyê dabe
Verse 12 — Surah Al-Mursalat 77:12
(Aha tê gotinê): "Ji bona kîjan royê "Dan" para hatîye danînê
Verse 13 — Surah Al-Mursalat 77:13
Ji bona roja berewanî (tê da tê kirinê)
Verse 14 — Surah Al-Mursalat 77:14
Tu ji ku dizanî, ka roja berewanîyê çîye
Verse 15 — Surah Al-Mursalat 77:15
Di wê royê da, xwelî li derewdêran be
Verse 16 — Surah Al-Mursalat 77:16
Maqey me ewan (virekê) berê teşqele ne kirîye
Verse 17 — Surah Al-Mursalat 77:17
Paşê emê ewanê para da mayî jî bûne peyrewê wan
Verse 18 — Surah Al-Mursalat 77:18
Bi vî awayî em gunehkaran (celat) dikin
Verse 19 — Surah Al-Mursalat 77:19
Di wê royê da xwelî li derewdêran be
Verse 20 — Surah Al-Mursalat 77:20
Maqey me hûn ji aveke sike tîr ne afirandîne
Verse 21 — Surah Al-Mursalat 77:21
Îdî me eva (ava) di ewreke parisvane bi hêz da cîh kirîye
Verse 22 — Surah Al-Mursalat 77:22
Heya danekî dîyarî
Verse 23 — Surah Al-Mursalat 77:23
Îdî me ewa (ava) pîva (xistiye meriv). Îdî pîvdanok çiqa qenc e
Verse 24 — Surah Al-Mursalat 77:24
Di wê royê da xwelî li derewdêran be
Verse 25 — Surah Al-Mursalat 77:25
Maqey me zemîn ne xistîye şûna civînê
Verse 26 — Surah Al-Mursalat 77:26
Ji bona zindî û miryan
Verse 27 — Surah Al-Mursalat 77:27
Û me di zemîn da çîyane bilindê dirêj binecî danîne û me hûn bi ava hêsaî û şirin dane avdanê
Verse 28 — Surah Al-Mursalat 77:28
Di wê royê da xwelî li derewdêran be
Verse 29 — Surah Al-Mursalat 77:29
Hûn (gelî filan!) li bal wê (şapata) ku we bi hatina wê derew dikinir, herin
Verse 30 — Surah Al-Mursalat 77:30
Hûn li bal wê sî ya (doja) sê şax da herin
Verse 31 — Surah Al-Mursalat 77:31
Ewan (sîyan) sîwanê nakin û ji pêtê agir jî (naparisînin)
Verse 32 — Surah Al-Mursalat 77:32
Bi rastî ewa (doja) pêtê wusa devêje, ta dibê qey wekî koşkan in
Verse 33 — Surah Al-Mursalat 77:33
Ewan (pêtê hatine avêtinê) tu dibê qey pîletê keleka nin (ji agirê) sor (dirêj bûne)
Verse 34 — Surah Al-Mursalat 77:34
Di wê royê da xwelî li derewdêran be
Verse 35 — Surah Al-Mursalat 77:35
Eva roja royeke wusane qe ewan tê da na-axivin
Verse 36 — Surah Al-Mursalat 77:36
Ji bona wan ra destûr nayê dayînê heya, ku ewan tatê xwe jî bixwazin
Verse 37 — Surah Al-Mursalat 77:37
Di wê royê da xwelî li derewdêran be
Verse 38 — Surah Al-Mursalat 77:38
Ewa roja (ku pûçî û rastî ji hev ra diqete) eva ye. Emê we û ewanê berya we da (di vê royî da) bicivînin
Verse 39 — Surah Al-Mursalat 77:39
Îdî heke ji bona we ra endeze hene (ku hûn xwe bi wan fereste bikin) ka ji bona xwe ra endezan bikin
Verse 40 — Surah Al-Mursalat 77:40
Di wê royê da xwelî li derewdêran be
Verse 41 — Surah Al-Mursalat 77:41
Bi rastî Xuda-pariz di nava sîwan fi kanî ya danin
Verse 42 — Surah Al-Mursalat 77:42
Di nava êmîşên dilxwastî danin
Verse 43 — Surah Al-Mursalat 77:43
Hûn (gelî Xuda parizan!) bi sedema kirinê xwe bigivirandin bixwun û vexun, noşê canê we be
Verse 44 — Surah Al-Mursalat 77:44
Bi rastî em bi vî awayî qenckaran xelat dikin
Verse 45 — Surah Al-Mursalat 77:45
Di wê royê da xwelî li derewdêran be
Verse 46 — Surah Al-Mursalat 77:46
(Gelî gunehkaran!) hûn hindik bi xwaşî bixun û bijîn. Qe (tu zîyan tuneye) bi rastî hûn gunehkar in
Verse 47 — Surah Al-Mursalat 77:47
Di wê royê da xwelî liderewdêran be
Verse 48 — Surah Al-Mursalat 77:48
Gava ji bona wan ra hatîye gotinê: "Hûn ji bona (Yezdan ra) xwe kûz bikin. Ewan (ji bona Yezdan ra biperestî) xwe kûz nakin
Verse 49 — Surah Al-Mursalat 77:49
Di wê royê da xwelî li derewdêran be
Verse 50 — Surah Al-Mursalat 77:50
Îdî gelo ji piştî (Qur´an ê) ewanê bi kîjan axiftinê bawer bikin