Verse 1 — Surah An-Naba 78:1
Ewa (filan) çi tiştî ji hev dipirsin
Verse 2 — Surah An-Naba 78:2
(Qey) ewan ji wê Peyva (Qarsîya) mezin ji hev (dipirsin)
Verse 3 — Surah An-Naba 78:3
Ewa (Qarsî ya) ku ewan (di hebûna) wê da ne wek hevbûne
Verse 4 — Surah An-Naba 78:4
Na! Bi rastî (wekî gotina wan nîne,lê ewanê) di nêzîk da bizanin
Verse 5 — Surah An-Naba 78:5
Paşê (dîsa wekî gotina wan nîne, lê ewanê) di nêzîk da bizanin
Verse 6 — Surah An-Naba 78:6
Maqey me zemîn (ji bona wan ra) nexistîye hêlan
Verse 7 — Surah An-Naba 78:7
(Me) çîya jî (ji bona zemîn ra ne xistîye) sing
Verse 8 — Surah An-Naba 78:8
Û me hûn bi zotî afirandine
Verse 9 — Surah An-Naba 78:9
Me xewa we jî (ji bona ew ra) xistîye rawestandin
Verse 10 — Surah An-Naba 78:10
Û me şev jî (bi tarîtî ya wê va ji bona we ra) xistîye xewkirin
Verse 11 — Surah An-Naba 78:11
Û me roj jî (ji bona we ra) xistîye (danê) jînê (ji bo ku hûn tê da bixebitin)
Verse 12 — Surah An-Naba 78:12
Û me di jora we da heft ramaxne bi hêz ava kirîye
Verse 13 — Surah An-Naba 78:13
Û me (di wan ramaxana da) çirane çilwulok çêkirine
Verse 14 — Surah An-Naba 78:14
Û me ji ewrne givaştok aveke şîroke hinartîye
Verse 15 — Surah An-Naba 78:15
Ji bo ku em bi wê (avê) lub û hêşnayan derxin
Verse 16 — Surah An-Naba 78:16
Û em (bi vê avê) bax û rezne li hevalyaî (derxin)
Verse 17 — Surah An-Naba 78:17
Bi rastî roja (pûçaî û maf) ji hev radiqete heye! Bûye danê radewa ê
Verse 18 — Surah An-Naba 78:18
Hûnê di roja di stûrî da tê puf kirinê, îdî deste deste werin
Verse 19 — Surah An-Naba 78:19
(Di wê rojê da) ezman vebûye; îdî derî derî çêbûye
Verse 20 — Surah An-Naba 78:20
Û çîya (ji şûna xwe) hatine ajotinê, îdî bûne leylan
Verse 21 — Surah An-Naba 78:21
Bi rastî doj jî bûye dîdevan
Verse 22 — Surah An-Naba 78:22
Ji bona wanê rê derketî bûye êwir
Verse 23 — Surah An-Naba 78:23
Ewanê di wura da pur danan bimînin
Verse 24 — Surah An-Naba 78:24
Ewan (di dojê da) saritî û ave çeşne nakin
Verse 25 — Surah An-Naba 78:25
Hey hilmojek û kêmê (çeşne dikin)
Verse 26 — Surah An-Naba 78:26
Eva celata (ji bona kirinê wan ra) gavîkan bûye
Verse 27 — Surah An-Naba 78:27
Loma ewan guman ne dikir, ku wê kirinê wanê bêne hijmartinê
Verse 28 — Surah An-Naba 78:28
Û ewan beratene me bivir di dane derewdêrandinê
Verse 29 — Surah An-Naba 78:29
Û hemî tişt me bi nivîsarî hijmartîye
Verse 30 — Surah An-Naba 78:30
Îdî hûn çeşna (kirinê) xwe bikin, îdî em ji bona we ra hey şapatê pur dikin
Verse 31 — Surah An-Naba 78:31
Bi rastî ji bona Xuda parizan ra serfirazî hene
Verse 32 — Surah An-Naba 78:32
Bostan û rezê tiryan (hene)
Verse 33 — Surah An-Naba 78:33
Perîne hevsalî, ku memikne wan hêj gulîkdane (hene)
Verse 34 — Surah An-Naba 78:34
Û kasikne tijî mey (hene)
Verse 35 — Surah An-Naba 78:35
Ewan (Xuda parizan) di wura da vir û mijûlîne kêrnehatî nabihên
Verse 36 — Surah An-Naba 78:36
(Eva) xelata ji Xuda yê te(ji bona wan ra hatîye dayînê) dayîneke wusane nayê hijmartinê
Verse 37 — Surah An-Naba 78:37
Xuda yê ezman û zemîn û di nîveka wan herdukan da heyî (Yezdan ê) dilovan e; ewan (heyan)qe ji wî mijûl nabin
Verse 38 — Surah An-Naba 78:38
Di wê rojê da can û fereşte gargî dibin, li bal wî ji pêştirê wîyê ku Yezdan ê dilovanji bona wî ra destûra axiftinê daye û gotinê qencî bêje, qe tu kes nikare bi axive
Verse 39 — Surah An-Naba 78:39
Roja mafê (ku hatîye peyman danê) evaye. Îdî kîjan bi vê ewa li bal Xuda yê xwe (ji bona xwe ra) êwrekî digire
Verse 40 — Surah An-Naba 78:40
Bi rastî me hûn bi şapateke nêzîk dane hişyarkirinê. Di wê rojê da meriv li bal wan tiştne, ku hêj di berê da kirîya mêze dike û file (aha) dibêje: “xwazîka ez xwelî bûma (ne hatima vê derê).“