Verse 1 — Surah An-Naziat 79:1
Bi wan (fireştene) can sitandne fereşandok
Verse 2 — Surah An-Naziat 79:2
Bi wan (fireştene) ku canan bi hêsanî distînin (û dev) bi kenin
Verse 3 — Surah An-Naziat 79:3
Û bi wan sitêrke (di hewa da) melevanî dikin
Verse 4 — Surah An-Naziat 79:4
Û bi wan (fireştene) daberhevne (ku ji hev) di borin
Verse 5 — Surah An-Naziat 79:5
Bi wî yê ku bûyerana pêk tîne (sond di xum)
Verse 6 — Surah An-Naziat 79:6
Ku roja (di stûrî da tê puf kirinê) hej(bi zemîn digire û ) di heje
Verse 7 — Surah An-Naziat 79:7
Li peyda jî hejeke dinê digire
Verse 8 — Surah An-Naziat 79:8
Di wê rojê da dil (ji mirûzûyê) di silikin
Verse 9 — Surah An-Naziat 79:9
Çavê (xweyê wan dilan ji tirsa) di telisin
Verse 10 — Surah An-Naziat 79:10
(Aha ) dibêjin: « ma qey bi rastî (ji piştî mirina me, ku em ketine goran) dîsa emê (wekî temtêla xweyê berê) rabin? »
Verse 11 — Surah An-Naziat 79:11
« Qey gava em bibûna hestûyê rizî jî ? »
Verse 12 — Surah An-Naziat 79:12
Ewan (aha) gotine: « bi rastî (eva) zivirandina zîyaneke
Verse 13 — Surah An-Naziat 79:13
Îdî (eva) bi rastî zaroke bitenê ye
Verse 14 — Surah An-Naziat 79:14
Nişkêva ewan hişyar bûn e
Verse 15 — Surah An-Naziat 79:15
Bi sond!ji tera dabaşa (serdaborya) Mûsa hatîye
Verse 16 — Surah An-Naziat 79:16
Gava Xuda yê (Mûsa) di newala pîrozê (bi nav) « Tuwa » da gazî wî kirîye
Verse 17 — Surah An-Naziat 79:17
(Ji ra aha gotîye): « tu here bal Fir’ewn, loma bi rastî ewa ji avaril derketî ye »
Verse 18 — Surah An-Naziat 79:18
Îdî tu (ji bo wî ra aha) bêje: « tu hez dikî, ku ez beledîya te li bal rîya rast da bikim, ku tu (ji sikatîyan) fereste bibî? »
Verse 19 — Surah An-Naziat 79:19
Heke îdî tu (ji Xuda yê xwe , yan jî ji danê dawîyê) bi tirsî, ezê belidî ya te li bal Xuda yê te da bikim
Verse 20 — Surah An-Naziat 79:20
Îdî (Mûsa) beratenê mezin daye nîşanê Fir’ewn
Verse 21 — Surah An-Naziat 79:21
Paşê (Fir’ewn)ewan (beratan) dane derewdêrandinê, serî hilda
Verse 22 — Surah An-Naziat 79:22
Paşê pişta (xwe daye Mûsa) bi lez çû ye
Verse 23 — Surah An-Naziat 79:23
(Merivê xwe) civandin îdî (aha) li wan çir kirîye
Verse 24 — Surah An-Naziat 79:24
Û (aha ji bona wan ra) got : “bi rastî ez xudayê weyê bilintirê mezin im.”
Verse 25 — Surah An-Naziat 79:25
Îdî Yezdan ewa wusa şapat kir, ku ewa bi wê şapatê ji bona wanê borî û para da tên bûye (bereketa sodret)
Verse 26 — Surah An-Naziat 79:26
Bi rastî ji bona wanê , ku (ji Yezdan) ditirsin di van (bûyeran da) beratenê sodret hene
Verse 27 — Surah An-Naziat 79:27
Gelo di afirandinê da (ji piştî mirinê) ku hûn têne afirandinê zor e, yan jî (afirandina) ezmanan ? (ewî ezman) ava kirîye
Verse 28 — Surah An-Naziat 79:28
Ewî (ezman )di jor da bilind kirîye, îdî wekî hev rast kirîye
Verse 29 — Surah An-Naziat 79:29
Û şeva wî (ezmanî) tarî kirîye, roja wî ronahî kirîye
Verse 30 — Surah An-Naziat 79:30
Paşê (Yezdan) zemîn jî gulok kirîye
Verse 31 — Surah An-Naziat 79:31
Ewî ji zemîn, av û kovîçêrê wî derxistîye
Verse 32 — Surah An-Naziat 79:32
Û çîyane (zemîn jî) di zemîn da birakutî şandî ye
Verse 33 — Surah An-Naziat 79:33
Ewî (evan) ji bona wê û ji bona tarişê we ra kirine (j ibo ku hûn daborîya xwe pêk bînin)
Verse 34 — Surah An-Naziat 79:34
Îdî gava ewa aşîta mezin hat (hemû tişt hildan e binê xwe, tune kirîye)
Verse 35 — Surah An-Naziat 79:35
Di wê rojê da merivan çi kiribin tînin e bîra xwe
Verse 36 — Surah An-Naziat 79:36
Û doj jî ji bona wanê dibînin ra xuya bû ye
Verse 37 — Surah An-Naziat 79:37
Îdî kîjan ji (rîya rast derketibe) avarû rijandibe
Verse 38 — Surah An-Naziat 79:38
Û jîna cihanê ji xwe ra helbijartin e
Verse 39 — Surah An-Naziat 79:39
(Ji bona wî ra) bi rastî êwra wî doj e
Verse 40 — Surah An-Naziat 79:40
Û kîjan jî ji (hewandina di hemberê) Xuda yê xwe tirsîyabe û xwe ji xwastina canê xwe parisandibe
Verse 41 — Surah An-Naziat 79:41
(Ji bona wî ra) bi rastî êwra wî hey bihêşt e
Verse 42 — Surah An-Naziat 79:42
Ewan ji te danê qarsê dipirsin ; ka danê şandina (qarsê) kengê ye
Verse 43 — Surah An-Naziat 79:43
(Heke Yezdan nebe) tu ji kêderê dikerî (zanîna bi danê qarsê) bêjî
Verse 44 — Surah An-Naziat 79:44
Dawîya (zanîna )ji wî danî hey li bal Xuda yê te ye
Verse 45 — Surah An-Naziat 79:45
(Muhemmed!) tu hey dikarî ewanê ji (hejmara di roja qarsê da) ditirsin, bidî hişyar kirinê
Verse 46 — Surah An-Naziat 79:46
Gava (ewan) wê rojê dibînin tu bidê qey ewan (di cihanê da) şevekî, yan jî danê taştî ya wê (şevê) man e (wusa diqilqilin)