Verse 1 — Surah At-Takwir 81:1
Gava roj hate pêçandinê, herikî
Verse 2 — Surah At-Takwir 81:2
Û gava siterk (ji hev) verişîn ketne xarê
Verse 3 — Surah At-Takwir 81:3
Û gava çîya (ji zemîn bûne leylan) çûn
Verse 4 — Surah At-Takwir 81:4
Û gava dest ji malê civyayî hate berdanê (ya jî gava dest ji wê dema deh meh li ser da borî; gavê zayîna wê hatîye, hate berdanê)
Verse 5 — Surah At-Takwir 81:5
Gava (tarişê) hov hatine civandinê
Verse 6 — Surah At-Takwir 81:6
Û gava avşîn li ser hev da kelîya, tevê hev bû
Verse 7 — Surah At-Takwir 81:7
Û gava can bi hev ra zo dibin
Verse 8 — Surah At-Takwir 81:8
Û gava ji keça hêj bûyî hate pirsînê
Verse 9 — Surah At-Takwir 81:9
Ji bo çi ewa hatîye kuştinê (bi zindî hatîye çal kirinê)
Verse 10 — Surah At-Takwir 81:10
Û gava rûpelên defterên (kirinan) têne vekirinê
Verse 11 — Surah At-Takwir 81:11
Û gava rûyê ezman ji dûmanan hate vekirinê
Verse 12 — Surah At-Takwir 81:12
Û gava doj bi pêtê agir hate pêxistinê
Verse 13 — Surah At-Takwir 81:13
Û gava behişt nêzîkê (merivan) bû
Verse 14 — Surah At-Takwir 81:14
Hemî kes dizane, ka (ji bona xwe ra) çi amade kirîye
Verse 15 — Surah At-Takwir 81:15
Ho! ez bi wan (siterkên ku di rojê da) tene veşartinê
Verse 16 — Surah At-Takwir 81:16
Di şevê da (wekî asan-xezal di guherê xwe da) dicivin
Verse 17 — Surah At-Takwir 81:17
Bi wê şevê, gava pişta xwe (daye taritîyê)
Verse 18 — Surah At-Takwir 81:18
Bi wê sibehê gava ruhnaya wê derdikeve û bêhna xwe dide
Verse 19 — Surah At-Takwir 81:19
(Sond dixum!) evanê (Muhemmed ji bona we ra dibêje) peyvê qasidekî (Yezdan ê) ku bi rûmet û dilşad e
Verse 20 — Surah At-Takwir 81:20
Ewa qasida li bal (Yezdan ê) xweyê arşê bi hêz û xweyê cî ye
Verse 21 — Surah At-Takwir 81:21
Bi gotina wî (qasidê) tê kirinê û ewle ye
Verse 22 — Surah At-Takwir 81:22
Û hevalê we bi xweber jî tepa ketî nîne
Verse 23 — Surah At-Takwir 81:23
Û bi sond! (Muhemmed) ewa (qasida) li bêlanê bilindê xûyayî da dîtîye
Verse 24 — Surah At-Takwir 81:24
Û (Muhemmed) bi xweber jî ji bona (niqandina Qur´an ê bi ne xûyayî) nayê rexnekirinê
Verse 25 — Surah At-Takwir 81:25
Ewa (Qur´an a) gotina pelîdê deherandî jî nîne
Verse 26 — Surah At-Takwir 81:26
Îdî bi vira jî ka hûn kuda diçin (û bi çi bawer dikin)
Verse 27 — Surah At-Takwir 81:27
Ewa (Qur´an a) hey ji bona hamû gerdûnê ra şîretek e
Verse 28 — Surah At-Takwir 81:28
Ji bona wî kesê ji we, ku divê xwe rast bike (şîret e)
Verse 29 — Surah At-Takwir 81:29
Hûn bi xweber jî hey tişta Yezdan ê Xuda ê cihanê va ye, dikarin ji bona xwe ra bivên