Verse 1 — Surah Al-Infitar 82:1
Gava ezman çir ya
Verse 2 — Surah Al-Infitar 82:2
Û gava siterk verişîn (ketne) xarê
Verse 3 — Surah Al-Infitar 82:3
Û gava avşîn kelîya tevê hev bûn
Verse 4 — Surah Al-Infitar 82:4
Û gava goran (xwelî ya xwe avîtin mirî) ji xwe derxistin
Verse 5 — Surah Al-Infitar 82:5
Hemî can dizanin ka ji bona xwe ra çi tişt kirin e, pêşta (şandin e) û çi tişt ne kirin e para da (hîştin e)
Verse 6 — Surah Al-Infitar 82:6
Merivo! gelo tişta, ku tu ji Xuda yê teyê bi rûmetê dilşa çiya xapandîyî dûrxistîyî çîye
Verse 7 — Surah Al-Infitar 82:7
Ewê tu afirandî, îdî tu rast kirî û tu xistî rûçikê merivan, ewa ye
Verse 8 — Surah Al-Infitar 82:8
(Ewa) di kîjan rûçikî da bivê, te wusa berêk dike
Verse 9 — Surah Al-Infitar 82:9
Na! (bi gotina we nîne, loma hûn bi na bawerî ya xwe bi tenê na hewin) lê hûn roya xelat û celatan jî didin e derewdêrandinê
Verse 10 — Surah Al-Infitar 82:10
Bi rastî li ser we da (feriştenê) qencî nivîsarokan hene! (hûn çi dikin) ewan (feriştan, ewan kirinê we) diparisîn in
Verse 11 — Surah Al-Infitar 82:11
Ewan (feriştan) qencê (nivîskaran in (loma kêm û pir nanivîsîn in)
Verse 12 — Surah Al-Infitar 82:12
Hûn çi bikin ewan (feriştan) pê dizan in
Verse 13 — Surah Al-Infitar 82:13
Bi rastî (merivên) qencîkar (di behişta xuraka dan in)
Verse 14 — Surah Al-Infitar 82:14
Û bi rastî (merivên) gunehkar jî di doja (şewatê dan in)
Verse 15 — Surah Al-Infitar 82:15
Di roya xelat û celatê da (li bal dojê ta) tên e avîtin e
Verse 16 — Surah Al-Infitar 82:16
Ewan qe (ji dojê) wunda nabin (dernakev in)
Verse 17 — Surah Al-Infitar 82:17
(Muhemmed!) ka tu ji kûderê dizan î, roya xelat û celatan çîye
Verse 18 — Surah Al-Infitar 82:18
Paşê dîsa (Muhemmed!) ka tu ji kuderê dizan î, roya xelat û celatan çîye
Verse 19 — Surah Al-Infitar 82:19
Ewa royeke wusaye kesek ji bona kesekî ra kêrê tu tiştî nayê. Di wê royê da hemî ferman ji bona Yezdan ra nin