Verse 1 — Surah Al-Mutaffifin 83:1
Ewanê ku di keş û pîvandina xwe da kemasî dikin, xwelî li wan be
Verse 2 — Surah Al-Mutaffifin 83:2
Ewanan gava tiştekî ji merivan bistînin; pîvandina wî bê kêmasî pêktîn in
Verse 3 — Surah Al-Mutaffifin 83:3
Gava ewan ji bona merivan ra bipîvin ya jî bikişîn in; ewan di kêş û pîvandina xwe da kêmasî dikin
Verse 4 — Surah Al-Mutaffifin 83:4
Maqey ewan guman nakin ,ku wê ewanê (ji piştî mirinê) rabin herne civînê
Verse 5 — Surah Al-Mutaffifin 83:5
Ji bona royeke mezin (wê rabin)
Verse 6 — Surah Al-Mutaffifin 83:6
ku di wê royê da meriv radibe (hijmara kirinê xwe) ji bona Xuda yê cihanê ra (dide)
Verse 7 — Surah Al-Mutaffifin 83:7
Na! (gotî ewan kêş û pîvanê xwe bi kêmasî nekin) loma bi rastî nivîsara (ki- rinê) gunehkaran di sicîlan da hatîye pêk anînê
Verse 8 — Surah Al-Mutaffifin 83:8
(Muhcmmed!) tu ji ko dizanî ka sicîl çîye
Verse 9 — Surah Al-Mutaffifin 83:9
Ewa (sicîla deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hilda ye
Verse 10 — Surah Al-Mutaffifin 83:10
Di wê royê da xwelî li derewdêran be
Verse 11 — Surah Al-Mutaffifin 83:11
Ewan (derevdêran) roya xelat û celatan didine derewdêrandinê
Verse 12 — Surah Al-Mutaffifin 83:12
Ewê royê hey ewanê ji tuxûbê xwe borî û gunehkar, didine derewdêrandinê
Verse 13 — Surah Al-Mutaffifin 83:13
Gava beratenê me ji bona wî ra, tên e xwundinê ewî (aha) gotîye: "Evan çîvanokê berêne
Verse 14 — Surah Al-Mutaffifin 83:14
Na! (bi gotina wan nîne). Lê bi rastî bi sedema keda wane kirî gemarê li ser dilê wan girtîye
Verse 15 — Surah Al-Mutaffifin 83:15
Na! (bi gotina wan nîne, keda wan jî bi tenê nîne) loma bi rastî ewanan di wê royê da ji Xuda yê xwe rûreş in
Verse 16 — Surah Al-Mutaffifin 83:16
Paşê ewanê li bal doji da bîne avêtinê
Verse 17 — Surah Al-Mutaffifin 83:17
Wê hej paş da ji bona wan ra aha bêgotinê: "Ewa tişta ku wê pê bawer ne dikir, eva ye (îdî de ji şapata wê çeşne bikin)
Verse 18 — Surah Al-Mutaffifin 83:18
Na! (wekî gotina we nîne) loma bi rastî nivîsara kirinê wanê qencîkarê, di jora bilinddan in
Verse 19 — Surah Al-Mutaffifin 83:19
(Muhemmed!) tu ji ku dizanî, ka jora bilind çîye
Verse 20 — Surah Al-Mutaffifin 83:20
Ewa (jora bilind deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hildan e
Verse 21 — Surah Al-Mutaffifin 83:21
Ewan (feriştene) nêzîk, nêhrewanî ya wî dikin
Verse 22 — Surah Al-Mutaffifin 83:22
Loma bi rastî qencîkar di (behişta) xurekadan in
Verse 23 — Surah Al-Mutaffifin 83:23
Li ser kursîyan temaşa dikin
Verse 24 — Surah Al-Mutaffifin 83:24
Tu di rûyê wan da, şopa qencîyan nîyas dikî
Verse 25 — Surah Al-Mutaffifin 83:25
Ewan, bi meya devgirtî ye xurî tên e avdanê
Verse 26 — Surah Al-Mutaffifin 83:26
Derxûnê wî miske (ya jî daw ya wê meyê misk e). Îdî bira dexes (di van xelatan da) dexesî bikin
Verse 27 — Surah Al-Mutaffifin 83:27
Pê vexwarina wê (meyî) meya bi nav Tensîm e
Verse 28 — Surah Al-Mutaffifin 83:28
Ewa (Tensîm a) kanyeke wusane, ji wê (kanîyê) hey ewanê nêzîkê (Yezdan) vedixun
Verse 29 — Surah Al-Mutaffifin 83:29
Bi rastî ewanê gunehkarî dikirin hene! Ewanan, bi wanê bawer kiribûn e dikenîyan
Verse 30 — Surah Al-Mutaffifin 83:30
Gava ewanê (gunehkar) li bal wanê (bawerker da) diborîn li hev mêze dikin çav diniqîn in (bi bawerkeran tinazan dikin)
Verse 31 — Surah Al-Mutaffifin 83:31
Û gava (ewan gunehkaran) li bal malînê xwe da zivirîn e, ewan bi xweşî (bawerkeran) di nava xwe da bi ken mijûl dibin
Verse 32 — Surah Al-Mutaffifin 83:32
Û gava (ewan gunehkaran, bawerker) dîtin e; ji hev ra (aha) gotin e: "Bi rastî evan (bawerkeran) rêya xwe wunda kirin e
Verse 33 — Surah Al-Mutaffifin 83:33
Ewan (gunehkaran dizan in) ku bi dîdevanî li ser wan (bawerkeran) ne hatin e şandinê, ji bo ku ewan biparisîn in
Verse 34 — Surah Al-Mutaffifin 83:34
Îdî di îro da jî ewanê bawer kirin e hene! ewan (bi wanê gunehkar) di ken in
Verse 35 — Surah Al-Mutaffifin 83:35
Ewan (bawerkeran) li ser textegahan (li wan filan) mêze dikin
Verse 36 — Surah Al-Mutaffifin 83:36
Çane! (ka mêze bikin) gelo filan gerewa kirinên xweyên dikiribûn e, dîtin e